Dekolonîzekirina hiş bi dekolonîzekirina zimên dest pê dike…
Destpêk
Mirov çi ye? Ev pirsek e ku ji destpêka felsefeyê ve
ramanwerên mezin bi wê re rû bi rû mane. Lê di warê derûnnasî (psychology) û
zanistên civakî de, ev pirs ne tenê felsefî ye — ew pirseke jiyanî ye. Nasname
(identity), wateya mirov a xwebûna (self) xwe ye: kî me, ji ku têm, ber bi ku
ve diçim û di dinyayê de wateya me çi ye? Ev pirsanan ne yekcar têne bersivdan;
ew di tevahiya jiyanê de, di nava têkilî, ziman û çandê de, gav bi gav tên
avakirin.
Mirov, ajelekî û hebûneke civakî (social being) ye û
di heman demê de hebûneke maneyê ye. Frankl (1946) di berhema xwe ya navdar de
destnîşan kiriye ku mirov ne bi xweşî û ne-xweşiyê dijî, lê bi mane û wateyê
dijî. Yê ku sedemeke wî/wê ji bo jiyanê hebe, dikare hema hema her awayê jiyanê
tehemûl bike. Ev dîtin rêberiya vê xebatê dike ku giringiya mirov û nasnameyê
ne tenê di çarçoveya derûnnasiyê de, lê di çarçoveya hebûnî (existential) û
civakî de jî bê lêkolîn.
Têgîna nasnameyê ne xêzeke rast e; ew pêvajoyek e ku
di navbera takekes û civakê de pêk tê. Erikson (1968), yek ji teorîsyenên sereke
yên nasnameyê, destnîşan dike ku mirov di her qonaxeke jiyanê de bi qeyraneke
derûncivakî (psychosocial crisis) re rû bi rû dimîne û ji encama van qeyranên
çareserkirî nasname tê xurtkirin. Nasname ne tiştekî hatiye dayîn e; ew bi hewl
û xebatê, bi kul û kêf, bi têkçûn û serfiraziyê re tê avakirin.
Xwebûna Rastîn û Xwebûna Sexte (True Self and False Self)
Winnicott (1960), di bîrdoziya xwe ya derûnî de, di
navbera xwebûna rastîn (true self) û xwebûna sexte (false self) de cûdatiyeke
bingehîn destnîşan dike. Xwebûna rastîn ew beşa mirov e ku bi xwezayî, bi azadî
û bi dilsozî tê xuyakirin — dema mirov xwebûna xwe di ewlehiyê de hest dike û
dikare bê tirsa red û nepejirandinê bibe xwebûna xwe ya rasteqîn dijî. Lê dema
mirov ji zaroktiyê ve di hawîrdoreke ne-ewle de mezin dibe, xwebûneke sexte ava
dike: maskeyeke ku ji bo bijartina erêkirina yên-din (others) û dûrketina ji
birînan tê bikaranîn.
Ev têgîn ji bo fêmkirina nasnameyê gelek girîng e:
mirovên ku bi xwebûna sexte dijîn, di nava rageşiyeke kûr (deep anxiety) de ne,
ji ber ku jiyana wan li ser bingeheke ne-xwezayî hatiye avakirin. Freud (1923)
jî di çarçoveya bîrdoziya xwe de diyar kiriye ku ezî (ego) hewl dide di navbera
daxwaz, nihiçk û ajoyên derhişiyê (unconscious drives), rêwerzên hebûnê û
normên civakî de hevsengiyê biparêze. Dema ev hevsengî têk diçe, nexweşiyên
derûnî xwe der û xûyanî dikin.
Ziman û Nasname
Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew bingeha
nasnameyê ye. Mirov bi zimanê xwe difikire, bi zimanê xwe hest dike û bi zimanê
xwe xwebûna xwe ava dike. Vygotsky (1986) destnîşan dike ku raman û ziman ji
hev nayên veqetandin — ziman binyada ramanê ye, ne tenê wergera wê. Mirov di ziman
de dijî û ziman di mirov de jiyan dike.
Lacan (1966) vê mijarê hîn kûrtir dikole û destnîşan dike
ku kirde (subject) di ziman de ji dayik dibe û di nava zimên de tê ava kirin.
Ev nêrîn bi taybetî ji bo fêmkirina nasname û xwebûnê bingehîn e: ger ziman
were qedexekirin an were xera kirin, nasname jî bi heman rengî tê birînkirin.
Mirovê ku zimanê xwe, di guhê xwe de kerr bike, wê xwe û xwebûna xwe jî lal
bike.
Bindestî û Nasname
Bindestî tenê lekolînek laşî û siyasî nîne; ew di
heman demê de bindestiyeke derûnî (psychological oppression) ye. Fanon (1952)
di analîza xwe ya kolonyalîzmê de destnîşan dike ku bindest di navxweyîkirina
wêneyê serdestê xwe (internalization of the colonizer's image) de xwebûna xwe
ya rastîn ji dest dide. Bindest ji azadiyê ditirse ji ber ku azadî jî
berpirsiyariyê bi xwe re tîne — û ev yek ji mirovê ku heta niha ji bo mayînê bi
serdestê xwe ve girêdayî bûye, tirsnak e.
Fromm (1941) jî di berhema xwe revîna ji azadiyê (Escape
from Freedom) de vê mijarê lêkolîn dike û destnîşan dike ku mirov carinan
ji azadiyê direvin, ji ber ku azadî rewşeke bê-ewle û ne-aram e. Mirovê bindest
di navbera xwesteka jiyanê (will to life) û tirsa ji serbestiyê (fear of
independence) de dimîne û ev nakokî xwebûna wî parçe parçe dike.
Encam
Mirov û nasname mijareke ku qet nayê xilaskirin e — ji
ber ku mirov bi xwe jî her gav di pêvajoyeke avabûn û veguherînê de ye. Nasname
ne tiştek e ku ji derve bê dayîn an jî bi darê zorê bê stendin. Ew di hundurê
mirov de, di têkiliya wî/wê ya bi zimên, bi çand û bi yên-din re dimire û
dizayî.
Xwebûna rastîn (true self) tenê dema mirov hebûn û
xwebûna xwe di ewlehiyê de hest dike û xwe azad hîs dike xûyanî dibe. Ji bo vê,
mirov hewce dike ku pêşî ji zincîrên xwe yên derûnî, ji tirsa nepejirandinê û
ji wêneyê serdestên xwe yên di hundurê xwe de veşartî azad bibe. Ev pêvajo ne
hêsan e û demeke dûdirêj hewce dike — lê ew yekane rêya jiyana bi wate û azad
e.
Ziman di vê pêvajoyê de rolek navendî dilîze. Mirov bi
zimanê xwe nasname û xwebûna xwe ava dike; windakirina zimanê dayikê
windakirina beşekî ji xwebûnê ye. Ngugi wa Thiong'o (1986) destnîşan dike ku
dekolonîzekirina hiş bi dekolonîzekirina ziman dest pê dike. Ji ber vê yekê,
xwedî derketina zimanê xwe hem kiryarek derûnî ye, hem civakî, hem jî siyasî.
Di dawiyê de, wekî ku Frankl (1946) dibêje: mirov ne
azad e ji şert û mercên jiyanê, lê azad e ku helwesta xwe li hember wan
hilbijêre. Ev azadiya hilbijartinê (freedom of choice), her çiqasî biçûk be jî,
bingeha rûmet û heysiyet û nasnameyê ye. Kî ji xwe re vê azadiyê nas dike, wî
cîhan nas kiriye.
Çavkanî
Erikson,
E. H. (1968). Identity: Youth and crisis. W. W. Norton & Company.
Fanon,
F. (1952). Peau noire, masques blancs [Black skin, white masks].
Éditions du Seuil.
Frankl,
V. E. (1946). Ein Psycholog erlebt das Konzentrationslager [Man's search
for meaning] (I. Lasch, Trans.). Beacon Press.
Freud,
S. (1923). The ego and the id. In J. Strachey (Ed. & Trans.), The
standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol.
19, pp. 1–66). Hogarth Press.
Fromm,
E. (1941). Escape from freedom. Farrar & Rinehart.
Lacan,
J. (1966). Écrits: A selection (A. Sheridan, Trans.). Tavistock
Publications.
Maslow,
A. H. (1943). A theory of human motivation. Psychological Review, 50(4),
370–396. https://doi.org/10.1037/h0054346
Ngugi
wa Thiong'o. (1986). Decolonising the mind: The politics of language in
African literature. James Currey.
Rogers,
C. R. (1961). On becoming a person: A therapist's view of psychotherapy.
Houghton Mifflin.
Vygotsky,
L. S. (1986). Thought and language (A. Kozulin, Trans.). MIT Press.
(Berhema orîjînal 1934 hatiye weşandin)
Winnicott,
D. W. (1960). Ego distortion in terms of true and false self. In The
maturational processes and the facilitating environment (pp. 140–152).
International Universities Press.
Wittgenstein,
L. (1953). Philosophical investigations (G. E. M. Anscombe, Trans.).
Blackwell.
Comments
Post a Comment