Dekolonîzekirina hiş bi dekolonîzekirina zimên dest pê dike… Destpêk Mirov çi ye? Ev pirsek e ku ji destpêka felsefeyê ve ramanwerên mezin bi wê re rû bi rû mane. Lê di warê derûnnasî (psychology) û zanistên civakî de, ev pirs ne tenê felsefî ye — ew pirseke jiyanî ye. Nasname (identity), wateya mirov a xwebûna (self) xwe ye: kî me, ji ku têm, ber bi ku ve diçim û di dinyayê de wateya me çi ye? Ev pirsanan ne yekcar têne bersivdan; ew di tevahiya jiyanê de, di nava têkilî, ziman û çandê de, gav bi gav tên avakirin. Mirov, ajelekî û hebûneke civakî (social being) ye û di heman demê de hebûneke maneyê ye. Frankl (1946) di berhema xwe ya navdar de destnîşan kiriye ku mirov ne bi xweşî û ne-xweşiyê dijî, lê bi mane û wateyê dijî. Yê ku sedemeke wî/wê ji bo jiyanê hebe, dikare hema hema her awayê jiyanê tehemûl bike. Ev dîtin rêberiya vê xebatê dike ku giringiya mirov û nasnameyê ne tenê di çarçoveya derûnnasiyê de, lê di çarçoveya hebûnî (existential) û civakî de jî bê lêkolîn. Têg...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی