Skip to main content

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

 

Apo: Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim.

A.: Em ji xwe ra bipeyvin.

Apo: Em bipeyvin, serçava.

 


Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here. Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e. Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a ketiye serê birayê me yê Kurd ew e ku dixwaze ille tu mîna wî bifikirî. Va nabe, ezbenî! Tu cara du însan wek hev nexuliqîne, çawa bi hezaran ewê wek hev bifikirin. Ha bi hezaran, bi sed hezaran, em fikrekê qebûl dikin, lê, her yek em ê li gora 'eqlê xwe bi wê fikrê bigrin, ne goreyî 'eqlê yê din. Ê me Kurdan, bi me ra welê tiştek çêbûye em dixwazin ille hevalê te mîna te bifikire. Lê, welê nabe. Gelekî zehmet e.

 

            Îro, bela me Kurmancan a mezin ev e ku em nikarine hevalê xwe di fikra wî de serbest bibînin. Em dibên: "Na, ille, bila mîna me bifikire". Em bibên gava bila mîna me bifikire, ew nikare bi kêrî xwe û bi kêrî welatê xwe bê. Bila mîna xwe bifikire ji bo welatê xwe.

 

            Eger me bikariya miletê xwe têxista rêyekê, yek rê, ku şerê hev nekin, ez bawer im di demeka nêzîk de me yê bikariya xwe bigihanda heqê xwe. Îro, em de'wa heqê xwe dikin, lê, em negihane vî warê ku em wê dozê bikin. Lê, tevî vê, baweriya min gelekî mezin e ku dijminê me, eger li îraqê be, eger li îranê be, eger li tirkiyê be, bi ehmeqiya xwe wê Kurdan rakin ser lingan û Kurd ewê heqê xwe bistînin. Ez bi vê gelekî bawer im.

 

            Ji xwe, gava Rehmetî Barzanî çû, xwe avête hembêza şah, hinek heval hene bawer dikin ku ez jî tiştekî fam dikim, gotin:

- Apo, vê carê çi ji me ra ma?

            Min got:

- Ehmeqiya dijmin.

 

            Bi Xwedê îro - Xwedê wan sitar bike (!) -: Xomênî, Sedam û Kenan - sê ehmeqên welê di dinyayê de kêm peyda dibin, eger ê çaran hebe, ez nizanim.

 

            Îca, a li ser me maye ew e ku em qedra nêrîna hev bikin, em ji hev ne xeyidin çima birayê min mîna min nafikire. Ê min, sê lawên min mîna hev nafikirin. Her sê jî Kurd in. Em ê çawa bikarin yek mîna ê din bifikire? Lê, hin ramanên gelemper hene em dikarin qedrên wan bikin, tevî ez pê ne yî razî bim jî. Ji bona birayê min ew fikre girtî divê ez qedra wî bigrim, ne şerê wî bikim. Ha, em bişerêhevkirinê de ketine nava dest-lingên xelkê.

 

A.: Erê, Apo. Niha, em hevdî jî dikujin.

Apo: Apo, ne tenê me kuştin kiriye, me ji kuştinê xirabtir kiriye.

 

            Îca, di demeka zû da bela me Kurmanca dudu ne. Eger xelk belayên me Kurdan pirr dibînin, ez belayên me Kurdan di du tiştan de dibînim. Yek, Kurdan bi mesela zewacê xwe xira kirine. Îro, mêrkê Kurd bi mêrkê Kurd bawer nabe, dere bi xelkê bawer dibe. Çima? Sebebê wê çi ye? Sebebê vê me aniye qîzên xwe firotine. Kî perên wî pirr in, an kî malê wî heye, qîza xwe didine wî. Û li cem qîskê jî ew heq tune ye bêje ez nakim. Îca, îro em gîhane halekî werrê ku qîzek qelenê wê hindik be, diqehere. Li min binêre! Qîzeka xwendekar a zankoyê têye cem min. Min jê ra gotiye: "însanek heye hez dike bizewice. Merivekî ez pê bawer im ku î pak e, lê, ne ji wan kesên ku qelen bide". Bi Xwedê rûyê wê tirş bûye mîna tu kevirekî li ser çavên wê de lêxî! Çawa qîza filanî bi çil hezarî bidin û, ê wê, ew bê qelen bê dayîn? Û min jê ra gotiye: "Qîza min, min li welatê xwe du xwehên xwe dane, heram be desmalek û ne kirasek, min qebûl nekiriye. Û li vira jî, min du qîzên xwe dane, dîsa heram be ku destmalek anîne". Na, bi Xwedê, 'eyb e em qîzên xwe difiroşin!

 

            Îca, gava ev qîzik bi qelen têye dayîn, çi pê ra çê dibe? Qîzik belkî çavê wê li ciyekî din be. Gava bê dilê wê didin yekî din, ew nikare lê hez bike. Niha, em te bêdil bizewicînin, tê li jinkê hez bikî? Tu nikarî. Ew jî lê hez nake. Salek dere, dudu derin, zarok çê dibin, mêrik dibîne ku jinik lê hez nake, ew jî lê hez nake. Hezkirina wî ya berê dere. Îca, ew ê derewa li jinkê bike, jinik ê derewa li wî bike. Keçik şahidê derewên dêya xwe ye, nav malê dizane. Lawik şahidê derewên bavê xwe ye, derê malê dizane. Dersên derewan ên pêşî ji dê-bavên xwe birine. De ewê ku bi dê-bavên xwe bawer neke, ewê çawa bi min û te bawer ke, Kurdo? Derin bi xelkê bawer dikin. Niha, ku Kurdekî çiqa î hêja be û camêr be, dibên: "Ma lawê kê ye?". Gerek e ille lawê paşê be, an lawê axê be!

 

            Bela me ya duduyan jî ji ku de hatiye? Yek, me got zewac e. A duduyan, gava dijminê me xwestine serdestiyê li me bikin, ji berê da bi hezar salan, pîsên me anînekirine serok. Kî pîs bûye, li pê wan çûye, ew anînekirine serên me: bûye beg, bûye axa, bûye paşe… îca, em bindestê peyayê kolîdar de mezin bûne. ha, here binêre. Îroro, tu dinêrî zarokên şêxan, pirrên wan, yan bûne casûsê muxaberatan, yan bûne Komonîst. Komonîzim dijî diyanetê ye. Eger vana kari bûyana zarokên xwe şiyar bikirana, wa ne dikirin. Ê ku nikare lawê xwe şiyar bike, kînga dikare miletekî şiyar bike û têxe ser rêya rast. Şêx, bi xwe, me bi hezara xirabiya wan dîtine. Ji xwe pîsîtiya axan tiştekî nas e. îro ro, xortên me rabûne de'wa komonîzmê bi 'eqlê axê dikin. Dibêjin: "Axa pîs e". Kuro, tu jî mîna axê pîs î! Axa bi kirên xwe pîs bû, ne bi navê xwe. Dixwaze axê bi navê wî pîs bike û kirên axê bi xwe dike. Ne rast e!

 

            Apo, bela me ev e: em şerê hev nekin. Ji bo îro em şerê hev nekin. Tu mîna min nafikirî, ez jî mîna te nafikirim. Çi heqê min heye ez şerê te bikim? Tu bi 'eqlê xwe, ez bi 'eqlê xwe, em xizmetê welatê xwe bikin. Kî ji me î jêhatî ye, bila çêtirî ê din bixebite, milet wê wî bibîne. Paşê, tiştekî din heye, hê ji gişkî mezintir e. Ma gelo em ji bo miletê xwe dixebitin, an em ji bo xwe dixebitin? Divê em ji bo xwe bixebitin. Gava em dibên em ji bo gel dixebitin, me'na xwe em dixwazin ji xwe ra navekî çê bikin. A niha, merivekî çiqasî xizmetî bavê xwe bike, mineta wî li ser kesekî heye? Na, tune ye. Miletê me bavê me ye. Gava em ji miletê xwe ra dikin, em ji bavê xwe ra dikin. Jixwe, li ser vê min gotiye:

 

Ger te divêtin bizanî dûşa min pirtir, di hemî waran de

Ez ji bo gel, ne gel ji bo min

 

Ez Kurd im, ez ji bo xwe dikim. Kî çi bike, ji miletê xwe ra ye; heqê wî tune ye ku minetekê bike gotin. Minet tune ye. Milet bavê me ye. Ha, çi gava em milet di bin xwe ra bibînin, wê çaxê, dibe minet.

 

            A niha, ê min, ez hevaliya kesekî nakim. Gî birayê min in. Kî hez dike bibe birayê min, ser çavê min. Ez qebûl dikim. Lê, ez hevalî bi kesekî ra nakim. Kurd gî birayê min in. Ez nabêm: "Ev wa ye, ew wa ye". Karê min bi wa tune ye. Kurd e? Erê.

 

Yek têye cem min, ew û jina xwe, sê sal in. Xwedê min kor bike hê ez nizanim ew di kîjan partiyê de ne. Ji min ra karê min çi ye? Ramanên min ên gelemper ew nas dikin. Ramanên min ên gelemper ev in: "Em şerê hev nekin ji bo miletê xwe" û qediya û çû. Zêdeyî wê ez tiştekî naxwazim. Bi Xwedê hin tên, ez navên wan jî nizanim. Gava yek navê xwe ji min ra nebê, ez navê wî nizanim. Birayê min Kurd e, qediya û çû. Ha, divê em li ser vî esasî bimeşin. Ne em rabin şerê Kurdan bikin. Di nava her miletî de xirab hene. Di nava me Kurdan de hên xirab pirrtir in, çima em serekî dirêj di bin destê miletên din de mane. Yek ji zanayên civaknasî dibêje:"Miletek serekî dirêj di bin destê miletên din de ma, sinçiyên wî wenda dibin". Em serekî pirr dirêj di bin destê xelkê de mane. Sinçiyên Kurdan xira bûne. Divê em bizanin xirabên me ji yên xelkê pirrtir in. Lê, tevî wê, ewê xirab îşê min pê tune ye, ez xirabiya wî nakim. Tiştê ku li ser me wacib e, ewê xirab silavê ne dinê, em pişta xwe bidinê û em hevaliya wî nekin. Ne em herin şerê wî bikin. Ha, kînga yek hat di rêya xebata me de sekinî, em ê di serî wî de lêxin. Bila lawê min be, bavê min be, em ê di serê wî de lêxin. Herwekî di rêya xebata me de nasekine, ewê xirab ji xwe ra î xirab e. Gava em bikarin her kes di tala xwe ra rûyê xwe ji ê xirab bidin alî, ê xirab hindik dibin. Lê, îro, em bala xwe didinê ên ku çûne bûne peyên muxaberatan, Kurmanc jê ra destepostiyê dikin, heya ku xisarê nebîne. Divê em pişta xwe bidin wan heya ku ew wê rêyê negirin. Ev rêya pîs e. Xulamiya xelkê kirin jê pîstir tune ye. Lê, tevî wê, divê em şerê wî nekin, silavê ne dinê. Ev tenê têrê dikê û zêde ye jî. Ê ku ne xulamê xelkê ye, xwedî ramanan bin, divê em qedra ramanên wî bigrin. Niha, me lê hez nekir, pişta xwe bidê. Em her kes bi fikra xwe, ji miletê xwe ra bin, em ê qenciyê bêtir bikin, em ê bigêne hev û em ê serê dijminê xwe jî bişkênin. Bi Xwedê, gava em şerê hev bikin, tu carî berê me na gihê hev.

 

A.: Me hên hêştir ne aniye, em derê xanî bilind dikin?

Apo: Apo, ne çîroka wê ye jî. Bi Xwedê, ji xizmetê xelkê kirin tiştek pêve nîne. Tim dixwazin xizmetê xelkê bikin, gava şerê hev bikin. Niha, evên ku şerê min dikirin, min jî dikarî şerê wan bikira. Lê, min nekir. Gava ez bikim, ez gunehkariyekê dikim, ez xirabiya miletê xwe dikim. Ma ew kî ye? Ew jî ji miletê min e. Divê ku em bêlin ku ew fedî bikin ku wa tişta nekin. Çûn li ser min bi hezaran gotin kirin, derew kirin, tawliyê ew boş derketin û min dizanî bû ew ê boş derkevin. Lê, her kes sebir nake ku nikare şer neke. Ferq ev e. Tenê a ji me Kurdan ra divêtin: em şerê hev nekin. Me karî bû, em li hev hez bikin; me nikarî bû, em pişta xwe bidin hev, şerê hev nekin. Her kes di tala xwe ra bi fikra xwe, ji bo miletê xwe bixebite. Paşê, ne mumkun e ku miletekî giş bi fikrekê bigre. Keriyekî pez nikare li pê şivanekî here. Miletek nikare li ser fikreyekê here. Çima? Raman çê dibin, lê divê ew ramanine şerê hev nekin. Her kes bixwaze di nava milet da xwe xurt bike, ne şerê hevalê xwe bike. Bila bixwaze milet gî bîne rêya xwe. Em nabêjin na.

 

A.: Celadet Bedir-Xan ji te mezintir bû?

Apo: Pir ji min mezintir bûn, ew û Kamuran ewana gava esker bûn, ez zarok bûm. Di nava min û wan de bêtir 25 sal ferq heye.

 

A: Wan gazî te kir ku tu di hawarê de binivîsînî?

Apo: Na, apo. Di serekî dirêj de, em ketin gewriya hevdî. Ne ramanên wan begîtî, mîrîtî û filan bûn. Ê min jî, min li vî tiştî hez nedikir. Ji bo wê, em ketin gewriya hev. Û ez tenê bûm. Wê çaxê, ez nû hati bûm. Wê çaxê, min Erebî nizanî bû. Belê, gava min dît Xoybûn ji xwe ra kiri bûn navgînekî kelkdar, û evê din çend beg û axa bi xwe ra kiri bûn heval. Xoybûn partiyeka bingeha wê tune bû, bes Komîta wê ya Navendî hebû. Du peyayê wan hebûn: yek, ji Cizîrê bû, yek ji 'Eyn Erebê bû. her du jî … Ew bi xwe tiştekî wan tune bû. Bes, tenê bi vî navî Mala Bedir Xan nan dixwarin û evê din jî li pey wan dibûn. Gava min welê dît, me ji wan ra got -ez jî xisti bûme nav xwe de-: "Têxin nava milet?” Gotin: "Milet siyasetê fam nake". Min got: "Law, bavo, me jî fam nedikir. Em ê hîn bikin!". Ne dixwestin têkeve nava milet. Îca, min şerê wan kir. Heya me ew ji Xoybûnê  bi dûr xistin. Vêca, evê din nekirin. Piştî ew ji Xoybûnê bi dûr ketin, hawar û Ronahî derketin, me tê de nivîsand û nivîsanên me baş derketin. Îca, hinek mirova xwestin me berve hev bînin ku em bi hev ra li ser ziman bixebitin. Me şertek kiri bû ku em li ser siyasetê nepeyivin. Gava kî ji me hazir bûya, ê din li ser siyasetê nedipeyivî. Çima ramanên me dijî hev bûn. Ewana mîrane difikirîn, ez jî gelêrî difikirîm. Gotinên me nediçûn ser hev. Ez serekî bi wan ra xebitîm, dîsa neçû serî. Me berda. Baweriya me ne wek hev bûn. Dixwestin bi baweriyek kevin bi xelkê ra bimeşin. Xelk welê qebûl nake. Yanê, ez lawê Mîrê Botan im, bila xelk giş serê xwe ji min ra deyne, welê nabe. Herweha, rehma Xwedê li wan be. Yekî ji me ra elifbêyeka Kurdî hîşt, û ê din jî ji min ra kursiyekê zimanê Kurmancî li Sorbonê temîn kir. Lê, ên mayîn kesekî tiştek nekir.

 

            Apo, ku ji began û mîran evqas tişt dîsa hatiye, mala Xwedê ava, çima ji xirabiyê tiştek pê ve nayê. Carekê li vira me Nadî Kurdistan çê kiri bû. Min gotarek dixwend. Îca, min zimanê xwe dirêjî beg û axan kir. Xortan nas dikir ku bavê min jî axe ye. Yek rabû, got:

- Ma bavê te rewşa wî çi bû li gor van kesan?

- Min got ew jî ji van dizan bû.

 

            Bavê min baş bû? Ne durist e. Ne rast e ji xwe. Belê ez înkar nakim di axan de însanê baş hebin, lê, ji sedî yek, ji hezarî yek. Ji bo wî yekî, em nikarin gunehê 999 'efû bikin.

 

A.: Te ew nivîsandiye, te gotiye.

Apo: Ez dibêm belkî. Yanê, gunehê wan nayê 'efû kirin.

 

            Apo, bela me ev bû: hukumetê kîjan dikare ji wan ra serî deyne, ew tanîn, dikirin serok. Ha, holê em hînî xulamiyê kirine. Niha, Kurd îro kêfa wan ji xulamiyê ra tê, ji azadiyê ra nayê. Ji xwe, min li ser hinekên wan gotiye:

Li pê wan meçin, tîzikan davên

Zaroyên kolan, azadî navên.

 

            Çîrok ev bûye: niha, tu dinêrî gî li hev perçe bûne. Partî! Min terka partiyekê kir, niha, bûne 13. Ma 13 partî di welatê Sûriyê de! Ev 13 tev jî bi … Apo, divê em ji xwe ra bin. Ez bawer dikim bi zorê û gelekî west em ê xwe bigîne vê yekê, çima em hîn bûne serekî dirêj di bin destê xelkê da mane. Û hukumeta peyên pîs danîne ser me: ê kirine beg, ê kirine axa, ê kirine mîr, ê kirine paşa… Evana gî peyayên wan bûne. Îca, gava em dixwazin xwe ji bindestiyê derxînin, dûrî wan em xwe kêm dibînin. Yanê, mîna merivekî ku tu kurkê wî jê bêxî. Divê em xwe hîn bikin ku em bê kurk bimînin. Ew kurkê pîs ji ser pişta xwe bavên.

 

A.: Apo, Qedrîcan hevalê te bû?

Apo: Apo, na. Baweriyên me ne wek hev bûn.

 

A.: Ew li şamê rûnişti bû?

Apo: Belê, li şamê rûnişti bû. Îca, merivên ku çûne, ne hewce ye ez zimanê xwe dirêjî kesî bikim. Baweriyên me ne yekbûn. Ez tenê dikarim ji te ra tiştekî bêjim: lawê wî, îro, bi Kurmancî nizane, qîza wî bi Kurmancî nizane. Şûna wî vala ye. Vana nikarine zarokên xwe şiyar bikine, ez ê çawa bawer bikim ku ew Kurd e, ji miletê xwe hezdike? Miletî ji zarokê me de destpê dike.

 

Kesek: Zarokên wî li vir in?

Apo: Na, li Ewrupa ne. Keçeke wî li vir maye, daye yekî Tirk.

 

A.: Kîjan salê mir?

Apo: Ez nikarim hukum bikim.

 

            Herwiha, ne xwedî gotina xwe bûn. Ew bi xwe lawê Kurmancekî bû, hatibû vir, xwe bi beg û axan ve nêzîk kiribû. Merivekî xwenda be, ji welatê xwe derkeve, bêje ez ji welatê xwe ra bixebitim, were li vir… Ji beg û axan ra digot: "Ev serdarên kevin in". Bi Mala Cemîl Paşa ra bû!

 

            Apo, gelek însan hene, xelkê jînenîgariya wan nas nekirine. Ez naxwazim kesek li ser zimanê min nas bike. Bila herin kesina din çima gava vana rê guhartine, min berê xwe daye wan. ha, Rehmetî Cegerxwîn digot: "Axa pîs in, beg pîs in" û … Haco bû. Rojekê hatiye vira, di dema Cengê (Cenga Duduyan - Amed) de bû. Wê çaxê, Cegerxwîn hîtlerî bû; Îsmet Şerîf, wê çaxê, xort bû. Got:

- Osman, xortek heye, navê wî Îsmet Şerîf e, tu wî nas dikî?

            Min got:

- Belê, ez nas dikim.

  Got:

- Tu dikarî min bibî cem?

            Min got:

- Belê.

 

Îsmet Şerîf, wê çaxê, ramanên Komonîst pê ra bûn. Cegerxwîn ramanên hîtlerî pê ra bûn. Li wir ketine gewriya hev, dora se'etekê, du se'etan. Paşê, Cegerxwîn çû xwe kir Komonîst, Îsmet Şerîf çûye berê xwe daye Roava.

 

Cegerxwîn xwe dikir ku î pêşverû ye û çû, dibû hevalê Hemîd. Bi xwe î rast bû, ne yî çep bû. Çawa dibe? Ez nizanim. Çima bû hevalê Hemîd? Çepan hevaliya Cegerxwîn nedikirin çima gelekî xwe diguhart. Carekê, çû bû Komonîst, Komonîsta girt ew avêtin. Berî ku here îraqê î Komonîst bû. Ev tiştana gî me li pêş çavên xwe dîtine. Hun, îro, wan dibînin. Ê min, roya ku ez rabûme, ez wan nas dikim.

 

A.: Em nas nakin. Em wî di rêya dîwanên wî ra nas dikin.

Apo: De îca, tu dîwana jî bidî ber hev, tu wê bibînî ferqekî mezin tê de heye. Raman ne yek in, tim tê guhartin.

 

A.: Ya yekê û ya duduwa pirr baş e, Apo?

Apo: Ne xirabe. Wê çaxê, hinekî Kurd difikirî. Ji bo Dîwana 2, min jê ra pêşgotin nivîsand. Min jê ra got:

- Binivîsîne "şoreşa azadî", ne "Sewra azadî". EX

            Got:

- Na, "Sewre" pirseke dexm e.

 

            Bi Kurmancî, negot, bi Erebî got!

 

            Gava mera xwe pak bêle, taliyê milet dibîne. Gava em bixwazin xelkê razî bikin, em ê xwe zû xira bikin. Ewê ku xwe xira dikin, gî dixwazin xelkê razî bikin. Ê, xelk ne yek e, ne dudu ne, ne sed e, ne hezar e. Royê, divê tu mîna yekî bikî. Gava te royê xwe mîna yekî kir, helwestên te têne guhartin. A, holê li xwe dikine. Em dixwazin xelkê razî bikine. Ê min, ez dixwazim xwe razî bikim. Ê min, ez Kurd im, ji bo Kurdîtiya xwe dixebitim, ne ji bo Kurdîtiya te û ê din û ê din... Ez ji bo xwe dixebitim. Niha, mineta min li ser kesî tune. Lê, ê bêje: "Ez ji bo miletê xwe dikim", divê ji miletê xwe ra dilsoz be. Nikarine dilsoziyê bikin, dibên: "Em ji miletê xwe ra dikin!". Ez nizanim. Ez nikarim vê fikrê qebûl bikim.

 

Kesek: Sûretê Qedrîcan li cem te hene?

Apo: Na.

 

Kesek: Apo, di girtîgehê de basa ziman û doza Kurd bi te ra ne dikirin?

Apo: Li ser ziman, min ra deng ne dikirin.

 

A.: Li ser hevoka Kurdistana Sûriyê?

Apo:    Belê, li ser wê… Apo, dengkirin bi min ra ne dibû. Carekê ez girti bûm. Avokatek ji min ra şandi bûn. Dibêje:

- Were me bêje Kurdistan li Sûriyê heye, em ê te niha, berdin.

Min got:

- Law! Kurdistan ne milkê bavê min e. Milkê bavê min bûya, min ê bigota 'Ez ê bidim û ez ê derkevim'. Ne milkê bavê min e, ên Kurdan e, law!

 

            Apo, gî vê fikrê qebûl dikin ku bêjin di Sûriyê de erdê Kurdan tune ye. Ên îraqê dibêjin: "Ji xwe, em hukumê Zatî dixwazin". Ma Kurdên Tirkiyê û ên îranê. Îca, ewana çi bidine ber xwe, ez nizanim. Sebeb em çêlikên merivên ku ji welatê xwe hez ne dikirin e. Tevî ew dibêjin ku ew ji welatê xwe hez dikin, ez bawer nakim ku ew hezkirin tiştekî pak û hêja be. Gava pak û hêja bûya, me yê bikariya tiştek bikira. Apo, me hên xwe fam ne kiriye.

 

A.: Apo, tu çûyî îraqê?

Apo: Belê.

 

A.: Berî şoreşa Barzanî?

Apo: Gava ez çûm, Barzanî hên xort bû.

 

Kesek: Tu û Barzanî bi hev ra rûniştin?

Apo: Ne tenê bi hev ra rûniştin. Ez şeş meha li wir mame. Her roj, em du caran bi hev ra rûdiniştin. Ez tim dihatim Dîwana şêx. Ez li mala şêx bûm. Îca xaniyê ku ez tê de bûm - sûretê wî hên li cem min e - odeyeke biçûk bû, li kêleka xaniyê şêx bû, ciyê ku bavê Barzanî xwestin tê de bifirrînin, Mirîda. Ne sûcê Mirîdan bû. Ewan tanîn werrê fikreyek dida wan ku ew ê bibe Mehdî. Îca, Mirîd dixwazin îsbat bikin. Berê gotin: "Em ê bicerbînin". Binêrin tecrûba wan çiqasî xweş e!

 

Kesek: Ewê bifirrê biçê ezmana!

Apo: Na, na, tu bisekine. Berî bifirrînin xweş e. Gotin: "Em ê bi pênc meriyan tivingê berdinê. Eger pê nemir, me'na xwe Mehdî ye". Tiving berdanê, lê neket. Li cibeyê wî ket. îca, rabûn gotin: "îlla tu Mehdî yî. Em ê te bifirrînin". "Law, filan, bêvan…". Li ser mizgeftê avêtin erdê. Îca, mizgeft ne li erdê ye, li qatê duduya ne. Li wir avêtin, ket û mir. Wilo bû.

 

            Apo, tiştê welê mezin min pirr dîne. Rojekê, ez li Barzan im. Ez li odeyeke li kêleka Dîwana şêx de bûm. Merivek hat û got: "Va ye". "Kurro", min got, "çi ye?". Got: "Ev mêrik mirîdê şêx Reşîdê bû". Şêx Reşîd jina wî jê standiye, hat giliyê xwe kire şêxê Barzan. De şêxê Barzan kesê bi rih ber nade cem xwe. Ew bi rih ra dibêje: "'Elok". Îca, rih jê ra kurr kirin, birine cem şêxê Barzan. Şêx Reşîd dijminê min e jî. Lê, ez pê nikarim". Got: "Yekî jin jê stand û yekî jî rih kurr kirin!". Hat ji min ra got: "Rêyekê di ber min ke". Min got: "Were yekî Kurd li vir e, ez te bibim wira". Hat piştî ku çîroka xwe ji min ra bi temamî got, got: "Tu çi dibê ez bikim?". Min got: "here çemê Zab li vir e, xwe bavêjê û xwe bikuje". Yekî jin biriye, yekî rih birine! A, ev e çîroka şêxan. Apo, holê şêxan miletê me dixapandin.

 

A.: Li cem me, E., jî wilo bûye.

Apo: Apo, ne li cem te tenê holê ye. Li Cizîrê şêx îbrahîmê heqî jina Xelîfeyê xwe jê stand.

 

A.: Tu dikarî li ser îhsan Nûrî Paşa bipeyivî?

Apo: Li ser serê min. Binêre birazî: Xalid Begê Cibrî, yek; Elyasê Bedlîsî, dudu; şêx Se'îd, sisê - yanê, gava ez van dibêm her yekî dereca wî heye -; Duktor Fûad, çar; hec Extî, pênc; îhsan Nûrî, şeş; peyayên wek wan îro di nava me da tune ne. Peyayina hêja bûn, lê milet ne gîha bû. Di zemanekî de hatin ku milet di haletekî gelekî pîs da, di nava dest-lingên beg, axan, şêxan û milan de wenda bûbû, xira bûbû. Heye ku hinek bêjin Şêx Se'îd î şêx bû, lê însanekî bi rêz bû, Kurdekî hêja bû, mêrekî çê bû. Tenê ev têr dike ku em bizanin Şêx Se'îd çi bûye: Di wexta Mehkema Istiqlalê de hatin ziyareta wî, wî qebûl nekir, qewitandin. Got: "Niha, ez gazî girtiyan bikim, wê we perçe bikin. Derkevin!…" Di orta mehkemê de jê ra digotin: "Filanî wa kir?". Digot: "Min wa kir, min emir da, çima hun kafir in, qetla we helal e". Evî hîşt fikra şoreşê di nav Kurdan de belav be. Ya na, em Kurd li ku bûn! Paşê, şêx Se'îd ew peya bû ku sikritêrê wî Kurdekî bêdîn bû, kesekî File bû. Navê wî Fehmiyê Licî bû. Bi tu dîna bawer ne dikir. îca, jê ra digotin: "şêx, sikritêrê te î bê dîn e, ji xwe ra yekî dîndar bigre". "Kurro", digot, "mêrik Kurd e. Gava mir, em ê bibin nav goristanên Filan. Kurd e! hun çi jê dixwazin?". Eger mêrik ne welatperwer bûya, bi fikrê digirt?

 

            Şêx Se'îd mêrik şêx bû, ne şoreşvan bû. Paşê, Kurd ne gîha bûn. Mêraniya ku şêx Se'îd li hember mehkemê kiriye, tu serdarên dinyayê wekî wî nekirine. Çi dibû, digot: "Min emir daye, çima hun kafir in, qetla we helal e". Şêx Se'îd ew mêra bû. Îca, gava meriv şopa şêx bizani be, meriv dizane şêx Se'îd ji peyayên Kurdan ên mezin yek e. Gelek şoreş rabûne. Tesîra tu şoreşekê wekî ya wî li milet kirî tune bû, çima ew ji bo milet kir.

 

            Xalidê Begê Cibrî min bi xwe dît. Mêrekî welatperwer bû û bingehê partiya wan wî danî. Şêx Se'îd endamekî ji wan bû. îca, gava Xalid Beg hate kuştin, şêx Se'îd şoreş rakir. Ji bo vê, divê em bizanin ew peyana îro tune ne. Eger sibe di nav me de hinek mîna şêx Se'îd , ya mîna Xalid Begê Cibrî, ya mîna îhsan Nûrî, ya mîna hec Extî rabin, wê gelek hêja be.

 

            Carekê, gava ez li îraqê ketime nava destê Ereban. Di mexferekê de - navê wê nayê bîra min - qayîmmeqam Kurd bû, pismamê şêx Mehmûd bû. Îca, terka şoreşa şêx Mehmûd kiri bû, hati bû, xwe teslîmî Ereban kiri bû. Ereban ew jî kiri bûn qayîmeqam û şandi bûn Zîbarê ku bikaribe şêxê Barzan bide bawer kirin ku xwe bispêre wan. Şêx bi xwe ew ji min ra goti bû. Navê wî qayîmmeqamî 'Adil Beg bû. Îca, gava ez ketim nava destê Ereban, ez birim cem qayîmeqam. Min dî merivekî li wir rûniştiye. Min ne dizanî bû kî ye. Wî jî xwe gelek dîtiye çima ku ji mala Berzencî ye! Got:

- Navê te çi ye?

            Min got:

- Osman e.

- Navê bavê te?

- Sebrî ye.

- Tu ji ku yî?

- Ez ji Kurdên Tirkiyê me.

- Tu kînga hatî îraqê?

- Di filan wextê de.

- Ka paseporta te?

- Tune ye…

           

            Çend pirsên din kirin, careke din got:

- Ka paseporta te?

- Min ji te ra got paseporta min tune. Ez bê paseport hatime.

           

            Zabitekî li paş min sekiniye, mulazimê dudiyê ye. Cara sisiya gava got:

- Ka paseporta te?

  Min lingê xwe jê ra rakir û min got:

- Va ye paseporta min.

 

            Min bi Erebî ne dizanî bû, wê çaxê. Me bi Tirkî deng dikir. Ewî jî Tirkî baş dizanî bû, li Stembolê xwendi bû. Got:

- Xuya ye tu merivekî bê edeb î?

            Min got:

- Xuya ye tu merivekî xayîn î.

 

            Îca, gava min welê got, mêrik bawer nedikir ez ê welê bêjim. Îca, hat were li min xîne. Ez jî bervê çûm. Zabitê Ereb bi piyê min girt. Min got:

- Kurro min berde. Tu Erebî. Ez Kurd im û ew Kurd e. Dev ji me berde.

 

Bi Xwedê, ez bervê çûm. Mêrikê zabit ê ku rûnişti bû, rabû li pêş sekinî, got:

- heqê te tune tu lêxî.

            Got:

- Tu nabînî ji min ra çi dibêje: "xayîn"?

            Got:

- Te berê jê ra got: "bê edeb".

             Zabitê Ereb got:

- Tu vana nas nakî. Ez nas dikim.

            Mêrik Ereb e, ha! - Got:

- Rûne di ciyê xwe de, rûne.

  Ez birim di kêleka xwe de bi rûniştin dam. Got:

- Tu vana nas nakî ez nas dikim. Yek bi me ra hate girtin - li ser hec Extî got - em 800 meriv Erebbûn. Em gî tirsiyan ew bi tenê ne tirsiya. Înglîzan em gî tirsandin, ew tenê ne tirsiya. Tu nikarî vana bitirsînî.

 

            Paşê, jê ra got:

- Poşmaniya xwe jê bixwaze.

            Got:

- Na, bira ew ji min bixwaze.

  Min got:

- Min di jîna xwe de ji tu kesî ra poşmanî ne xwestiye.

 

            Bi Xwedê, rabû wî ji min xwest û ez kirim mêvanê xwe jî.

 

A.: Tu çûyî cem wî malê?

Apo: Na, ez li ciyekî din bûm, lê xwarina min ji mala wî dihat.

 

            Paşê, em girtin anîn Mûsilê. Komîsêrekî Mûsilê gelekî hêja hebû, yanê, kêm peya welê peyda dibin di nava Kurdan de. Navê wî şukrî bû. Îca, ez birim cem xwe tevî ne karê wî bû. Mudîrê polîs Tirk bû, Tirk ê Kerkûkê bû. Ewî mû'amela min pîs dikir. Serokê wî Kurd bû mû'amela min baş dikir. Ez birim, got:

- Ez çi dikarim xizmetê te bikim?.

            Min got:

- Eger tu bikarî min li îraq ê bêlî, teslîmî Sûriyê nekin, pirr hêja ye, çima li wira li ser min hukum heye.

            Me li vira, li Sûriyê, em çû bûn, me çend eskerê Tirk a kuşti bûn. Ev hukme li ser min hebû.

            Got:

- Ez ê cehda xwe bikim, bi Xwedê, zehmet e.

Ez şandim Bexdadê. Tiştê wî nivîsandi bû Wezîrê Karên hundur qebûl nekiri bû. Ji min ra gotin:

- Tu ku derê dixwazî em te bidin wira.

             Berê Melêk Feysel girti bû sikrêtêrê xwe şandi bû cem Wezîrê Karên hundur, û goti bû:

- Bila ji Osman ra bêjin "eger dixwaze em wî vegerînin Tirkiyê, ez ê 'efûwa wî derxînim", bila vegere".

            Min got:

- Ez qebûl nakim, 'efûwê naxwazim. Em ne derketine ku em 'efûwa hev bixwazin!

 

Îca, paşê, em girtin, anîn, em spartine Firansa. Firansa jî em anîn vira. Em anîn vir, ji xwe em deh roya-duwanzde roya man, 'efûwa me hat, girtiyên me yên ku em girti bûn, hevalên me, tev hatine berdan. Îca, wê çaxê, ew resma ha li jor me girtiye, di mala Omerê şemdîn de. Wê çaxê, Xalid Begdaş Kurd bû, ne Komonîst bû.

 

ş          ş          ş

 

            Em Naxwazin xwe bi ziman ve biwestînin. Tê bîra min - eva min di du-sê ciyan de nivîsandiye - berî vê bi çel-heftê salî, rojekê, em, ev Berê Yekê, rûnişti bûn. Rûniştineke taybet bû. Gotin:

- Werin, em her yek zimanekî biyanî hîn bibin ku em pê xizmetê welatê xwe bikin.

            Hineka got:

- Em ê Almanî hîn bibin.

            Hineka got:

- Firans izî.

            Hineka got:

- îngilîzî.

            Ji min pirsîn, gotin:

- Tu wê çi hîn bibî?

  Min got:

- Kurmancî.

"Ha-ha…" gî keniyan. Gotin:

- Ma tu Kurmancî nizanî?

            Min got:

- Law! baş e! Ereb Erebî nizanin? Tirk Tirkî nizanin? Faris Farisî nizanin? Deh-duwanzdeh salan dixwînin, bi deh hezaran kitabên wan hene, kovarên wan hene, dîsa wek camêran nizanin binivîsînin. Law! ma çî we heye? Zimanê we ne hatiye civandin û hên hun dibêjin:"Em Kurmancî dizanin?"

 

Ev merivana ên ku mirine, bîranînên xwe bi Tirkî nivîsandine û hineka jî bi Kurmancî nivîsandine, herimandine, berdane. Apo, ên pêşiyên me ne xwestin têxin serê milet ku zimanê xwe hîn bibin, ji zimanê xwe hez bikin. A niha, xortên me yên îro kêmên wan xwe bi ziman ra diwestînin. Derin zimanekî biyanî dixwînin bi salan û ê xwe nikarin bixwînin. Têne cem min, hinekên wan muhendis in, hinekên wan avokat in, hinekên wan tuxtor in, dixwazin Kurmancî hîn bibin. Çend dersa dibin û berdidin. Lê, zimanê biyanî bi peran dibin, ê min ez belaş didim. Zimanê biyanî bi salan dibin, lê Kurmancî çend royan tenê xwe hîn dikin!

 

            Bela me ev e: Kurmancên me hên zimanê xwe nas nekirine. Niha, hinek xortên me hene hewes pê ra çê bûne, gî dixwazin bibin şa'ir. Law, bavo, zimanê xwe berê hîn bibin. Berî çend rojan yek navê wî S. hate cem min, bi qasî dîwanekê nivîsandiye. Di warê ziman de gî şikestî ye. A, niha, berî hun werin cem min. Me helbestên yekî rast dikirin. Apo, tînin cem min şi'rên xwe û dixwazin ez bêjim: "Baş e". Law, ne baş e. Gava ez bêm "Baş e", me'na xwe ez bêbextiyê dikim. Û gava ez bêm "Ne baş e", dixeyidin. Min jê ra gotiye: "Law, hinek dilxwazî li cem te heye, bixebite, hinek ş'ir pirr bixwîne û, paşê, bi Kurmancî xweş binivîsîne. Tu ne îmlayê dizanî û ne înşayê dizanî. Tu wê di ku ra bibî şa'ir?". Îca, rabûye xwe xeyidiye û dilê xwe ji min hilaniye û gotiye: "Evana ên ku têne cem te, serên xwe ji te ra datînin, loma tu hana ji xwe hez dikî". Îca, xortên me ev in, ha! De ewê çawa hîn bibin? Tu nizanî. Gava tu dibêjî: "Bavo, ev xelet e", qebûl nakin. Niha, Cegerxwîn heft dîwanên wî hene. Gava tu bêjî ne dizanî binivîsîne, wê rabin kevira li texin.

 

            Apo, zimanê me di nava destên xelkê de xira bûye. Pirsên Erebî û Tirkî gelekî ketinê ne. Îro kesê ku dixwaze ziman paqij bike, divê berî gî Erebî û Tirkî bizane. Mesela birayên me yên Sovyet, Tirkî û Erebî nizanin. Pirsên Erebî û Tirkî ketine nava zimanê wan herwekî di nava zimanê me de ne. Ev ne sûcê wan e, sûcê kesên ku bi Erebî û Tirkî dizanin e, bi ziman mijûl dibin û paqij nakin.

 

            Kurmancên me hînbûne ku şevekê rabin ziman hîn bûne, şevekê rabin ku xelas bûne, çima şêxan ew welê hîn kiri bûn, hînî keremetan ew kiri bûn. Welê nabe, law! Divê bixebitin. Şuxil wê bi xebatê bibe. Xebat jî jê ra west dixwaze. Em kînga bikarin xwe ji van ramanên kevin xelas bikin, em ê bikarin hebekî pêşde herin. Em dibên: "Em gişî zanin". Em giş xwe li zanatiyê dikine xwedî. Zanatî ne ew e. Bê xebat kesek zana bûye? A, niha, hun diherin Rûsiya ji bo çi? Ma Rûsiya welatê we ye? Na. Ne hun derin ku hun tiştan bizanin? Derin Firans a, Emerîka, lê li vira naxebitin. Tên cem min hinekî wan muhendis in… Mesela rast ev e ku îro zimanê me bi kêrî jiyana wan nayê. Çi gava hewceyê bibin, wê, wê çaxê, hîn bibin.

 

A.: Apo, bo çi dibên Kurmanc, Soran û Zaza?

Apo: Kumanc ji gotina (j) ye, ne (c) ye, yanê, Kurdmanj: Kurdê ku bi (j) dipeyive. "Man" di zimanên arî de "mêr" tê. Li ser vî bingehî xelkê Soran bi me ra dibên Jiyan, ango Kurdên ku bi (j) dipeyivin. Em ji Zaza n ra dibên Zaza ji ber ku bi (z) dipeyivin. Niha, Zaza yê ku di nava Kurmancan de rûniştiye, tu serê wî jê kî nikare bêje "ji te ra" dibê "zi te ra". Li cem me em ji Soran ra dibêjin Kurdeke. Çima? Dibên: Bawkem, daykem, lawkem... Êrdima wan jê ra dibêjin Soran. Soran bi navê êrdima xwe hatine nas kirin.

ş          ş          ş

 

Min çîrokek xwendiye. Di zemanê harûn Reşîd da, Bermekiyan wezîrê harûn bûn. Îca Fedil kurê Yehyayê Bermekî li ser zimanê xwe î bîrhişk bû. Ereb an jî, wê çaxê, şi'rên wan ên Cahîlî pirr bûn. Quran bi zimanê wan hati bû, hedîs bi zimanê wan hati bû, bawer dikirin ku zimanê wan ji ê Faris î xurttir e. Zimanê Faris î temenê xwe 3000 sal bû, wê çaxê. Zimanê Erebî 120 sal bûn, ê nivîsandinê. Îca, Fedil zanayekî Ereb û yekî Faris di zanînabelaxa de anîne hemberî hev. Ê Faris zora ê Ereb bir û pêşkêşeka mezin danê. Ê Faris zora ê Ereb bir, çima 3000 sal li ku û 120 sal li ku! Fedil kêfa wî gelekî hat, ji ê Ereb ra got:

- Bersiva wî bide?

  Ê Ereb got:

- Ez ê bersiva wî bidim.

            Got:

- Kînga?

            Got:

- Piştî hezar salî.

            Got:

- ha, hîngê ne ez heme û ne tu heyî.

            Got:

- Ne jî zimanê Faris î wê hebe.

 

            Hezar sal neçûn, du-sêsed sal, zimanê Faris î bû tirşik.

 

ş          ş          ş

 

            Sultan Mehmûd Xeznewî, carekê, got: "Ji min ra peyakî bibînin ku mezintiya zimanê Faris î lê vegerîne". Jê ra dibêjin şa'ir Firdewsî heye, peyakî xurt e. Firdewsî ji Ereban hez nedikir, şi'rekî wî di vî warî de heye, dibêje:

 

Zi şîrî şutur xurden û sûsmar

Ereb ra bidenca resîd destkar

Ke Tacî Kiyan kunend arezû

Tifû ber to, ey rozîgar, tifû!

 

Dibê: "Ew Erebê ku bi goştê qumqumok û şîrê devan xwedî bûbûn, bi wan re pîsî gihaye ku çavê xwe berdane Tacê Cîhanê, tifî li te be, ey çerxê gerdûn, tifî!"

 

            Îca, mêrkekî ji Ereban hez nedikir. Anîn ew vexwendin ku karekî welê çêke, meziniya zimanê Farisî lê vegerîne. Firdewsî radibe pirtûkekê bi navê şahname çêdike. Wê pirtûkê ciyê xwe tenê di pirtûkxanan de dîtiye, kesekî Faris ew ne xwendiye.

 

Ziman, apo, milet jî, bi sinçiyên xwe, yan bi zimanê xwe, gava dikeve dewra daketinê mîna kevirekî ku di serê çiyakî de bifilite, kes li pêşê nikare bisekine … Milet jî di dewra daketinê de werrê bûne. ha, li halê Ereban binêre çi bi serê wan hatiye, li ê Farisan binêre, li ê Tirkan binêre … Ziman, îca, gava ew jî dikeve dewra daketinê, yan paşveçûnê, pirs li vir dikeve geh li dera hanê, tu dinêrî ziman wenda dibe û dibe tirşik. Zimanê me yî Kurmancî welê bûye tirşik. Îro kesê ku dixwaze li zimanê Kurdî bixebite, wê paqij bike, divê berî gî bi Erebî û Tirkî bizani be heta bikare pê rabe. Mesele: "dehbe" û "dabe", û gelek pirsên welê ketine nava zimanê me.

 

A.: Apo, Ermen î gelek bajarên Kurdistana Tirkiyê dikine ên xwe, yek jê Amedê, rast e?

Apo: Rast e. Berî hezar û pêncsed salî sînorên Kurdistanê hêlekî hekarî bû, ên bakur; ên din, hetanî nêzîka Ruhayê dirêj dibû. Lê, evên dî gî ên Ermeniyan bû. Ma kesek dikare bêje erdê Felestînê ê Cihûyan bû û înkar bike? Lê, ji destên Cihûyan derket û Ereb tê de hezar salî rûniştin. Îca, Ermeniya jî erdên xwe berdane, yan heliyan, çûn. Ji dest Ermeniyan derket û Kurd tê de rûniştin.

 

            Rojekê, xortekî Kurd li Emerîka dixwend hate cem min. Me basa wê meselê kir. Hate gotin ku rojekê ne dûr e Ermenî dawa wî erdî bikin. Wî got:

- Çi xem e? Em ê pêdinê.

  Min got:

- Kurro, çawa çi xem e, tu wê pêdî? Bîst milyon Kurd tu wê têxî ku? Nava Hekarî û Silêmanî? Berê, tijî ne.

 

            Ev in, xortên me!

 

Kesek: internasiyonalîst e!

Apo: Belkî jî. Hinekî mêla wî hebûn.

 

Ji bo vê, apo, gava em bixwazin ji xwe ra bin, divê em ji xwe ra bifikirin. Ne qedexe ye yekî Kurd bibe Komonîst, bira ji xwe ra bibe Komonîst. Ji xwe berî vê bi sî salî min gotiye:

Bibin Komonîst, Komonîstên Kurd, Kurdên Komonîst

 

Ne herin bibin Komonîst ên xelkê. Apo, em peyê xelkê ne. Gava em derin ser dînekî, em dibin peyayên wan, gava em derin ser mezhebekî, em dibin peyayên wan. Law, hema ji bo Xwedê... hema bila ez devê xwe venekim.

 

A.: Apo, tu dibêjî "kolîdar" tu ne bi "koledar" ra yî?

Apo: "kolîdar" e, ne "koledar" e. "Kolî" kolonî ye, "kole" 'ebd e. Ev li cem Kurmancan heye. Dibên koloniyên Kurdan tune bûne? Belê hene. Kurdan jî hin 'eşîr kiri bûne kolonî, yanê ew 'eşîra ku di bin destê 'eşîra din de û jê ra peyrew e, jê ra digotin: "kolî". Îca, min pirsa "kolîdar" danî. Min ji Cegerxwîn ra digot ev pirs "kolîdar" e, ne "koledar" e.

 

A.: Apo, ew 'eşîrêd kolî di Kurdistanê de hebûn?

Apo: Pirr bûn, her carê diketine bin destê axayekî din. Di bin destê me bi xwe de hebûn, kolî bûn.

ş          ş          ş

 

Kesek: Mihemed Kurd 'Elî tu kar nekir?

Apo: Na, elhemdûlilah ji xelkê rakir.

 

Kesek: Lê, duktor Mihemed Se'îd Remedan al-Botî?

Apo: hinekî bi zimanê Kurmancî tişt-miştin nivîsandine, ne xirab e. Lê, ew jî bi fikra musulmantiyê çûye, xebitiye û bûye peyê wan.

 

            Hinek ji me - Xwedê wan bêle (!) - hene Naxwazin têkevin rêya xebatê. Ji xwe li ser vê min helbestek nivîsandiye, navê wê "Ker û Azadî". Gotineka pismamekî min heye, me ew tê de li ser zimanê kerê gotiye.

 

 

KER Û AZADÎ

 

 

Nêrîkî kûvî hilmişt û şeng     

Di devşagekê diçêrî bê deng

Hate wî pêjna zirrîna kerê

Dengê werrê pîs nedî bû berê

Serê xwe hilda li dor xwe nêrî

Dixwest bizane ka kî dizirî

Hew dî kerê reş dike qoreqor

Dide tîzikan wî bêvil li jor

Li ser pişta wê kurtanê kevnar

Di isto zengil, di serî hevsar

Hate nik kûvî gelek sergiran

Dox-hevsar di ling dihat rapêçan

Digote kûvî: tu çi teba yî?

Bê kes li çola wa serberdayî

Bo çi bernadî van rêl û govan

Were te bibim nava mirovan

Ne heyf e holê bê xwedî û war

Bimînî bê sêser bê afir û war

Kûvî digotê: ho, birakê ker!

Peyva te biyan bo min seranser

Ev çiya hemî cî û warê me

Çi kesê dilçak dost û yarê me

Min navê afir, ne divêm xwedî

Ji roja ku bûm min xwe aza dî

Ev şîreta te ya bê fesal û şaş

Tê de nabînim tu ya rast û baş

Gelek xeyidî kerê guhdirêj

Got: bi ser û ber ne peyivîm hêj

Min heye xwedî ji bo min axur

Ava kiriye tê hene afir

Tu car nakêşim xema xwarinê

Heya ku hebim li rûyê dinê

Xwarin-vexwarin bê jimare pirr

Dema bixwazim dikim zirezir

Bo sermê ne grim da min kurtan

Nadim bi 'eba kefxayê Botan

Xiste serê min reşme û sergoş

Bi dengê zengil her dibim serxoş

Min li mal hene du qeyd û merbend

Pê têm girêdan bi kapok û zend

Nabim pelîse ji bo girê zer

Dibê wî xwarin gelek pez û ker

Kûvî dikenî, digot: ne wa ye

Tirsa di dilê te de bê ra ye

Gur jî wekî te tirsok e

Heye hîn pirtir qels û bizdok e.

Xurt e çi dema qelsan dibîne

Qels e çi gava xurtan dibîne

Tirsê di dilê xwe de bi ger de

Vê ramana pîs bavêje, berde

Kerê digot wî: ez ne bê zirav im

Lê, wek biçûkê bi dê û bav im

Çawan vê kêfê hemî dê berdim

Kurtan û hevsar, afir bi ser dim

Kêfa xwe dikim wek mîr û paşa

Navêm bigerim li gaz û kaşa

Kûvî digotê: tu guhdirêj î

Tûtik-vala yî, mejî-qirêj î

Hê tu nizanî çawa bûyî dîl

Pişta te cedew, hemî girêk qîl

Te çi ji xwedî divê aza bî

Şerm e ku wa bi dîlî tu şa bî

Bavêje hevsar, kurtan û zengil

Ma qey te nînin mejî û aqil?

Hevsar ji bona te pê girêde

Merbend û qeydê bi ser de lêde

Kurtan ne ji bo tu sermê ne grî

Pişta xwe li ber barê wî vegirî

Bibî xulamok li ber derê wî

Heya tu hebî her tim kerê wî

Kesê bi rûmet qîma nîne

Vê kêmiya han di xwe de bîne

Were di gel min zozan û çolan

Şarge bin di gel mêrgan û golan

Dê hîn bizanî azadî çi ye

Kesê te xwedî dinasî kî ye

…………………………

…………………………

Guh bi xwe de girt pêl bû kerê reş

Dihat bîra wî tolik û kerbeş

Dora gund tijî sê mehên bihar

Payîzî bê tirs me pakî dixwar

Çawa vê xêrê dikare berde

Heye ku canê şêrîn bi ser de

Ji bo azadî nefel û giya

Nexwest gund berde derkeve çiya

Digot: ez naşêm bijîm bê hevsar

Bê axur nabim dema bû hêvar

Azadî çi ye di gel tirsa can?

Bê tirs min divê bixwim parîk nan

«Ev gotina ku li ser zimanê pismamê min hatiye»

Gava bihîstin kûvî ev xeber

Gotin: rast e, aza nabin ker

           

            Îca, apo, hinekên me wek kerê qîma xwe bi bara anîne, Naxwazin azadiyê, dixwazin axurê wî hebe, hevsarê wî hebe, qeyd-merbenda wî hebe heya gur wî nexwin. Îca, ev gotina pismamê min e, digot: "Bavo, tu çi ji me dixwazî. Em dixwazin bê tirs parîk nan bixwin?". Pirên me hên bi mentiqa kerê dipeyivin. Heya em bi mentiqa kerê bipeyivin, em nikarin xwe xelas kin.

 

Kesek: Cilên Kurdî yên berê çawa bûn?

Apo: îro, cilên ku li Barzan li xwe dikin mîna wan bûn.

 

ş          ş          ş

 

            Ên bêbextî ji miletê xwe ra kirine xwendayên Kurdan in, anîne pirsên zimanê Erebî û Tirkî xistine zimanê me, ango ev ji wan ra bûye pîvana zanîna wan. Binêre Melayê Cizîrî çi dibêje:

 

Di peyvê da suxenmîr im, di şi'rê da cîhangîr im

Le'elî eblexû el esbab esbab el semawat

 

Perçak bi Kurmancî xweşik û ê din bi Erebî xweşik.

 

Ehmedê Xanî dibê:

 

Sifatên di seb'a ji bo zu Celal

Bizan heft in ey 'Arifê pirr kemal

Xweşî jîn û zanîn û vîn û kelam

Bihîstim di gel vî temîz û temam

 

û Ehmedê Xanî ji gelxwazên bilind e. Em nikarin însanekî bibînin ku bîna wî ji miletê xwe hez dike. Pirr î hêja bû. Wexta ku wî ji miletê xwe hez kiriye di nava xelkê da hezkirina welat tune bûye.

 

A.: Apo, Ehmedê Xanî, an Ehmedê Xanê?

Apo: Ehmedê Xanî. Xan navê gundê wî ye.

 

ş          ş          ş

 

            Pirr pirs di zimanê me de hene, me ne bîstine. Niha, xortên ku tên cem min ez dersan didim wan. Pirsên ku min ji wan girtine nêzîkî 500 pirs in. Min ew dane hevalekî ku fêdê jê bibîne, çima ez êdî pîr bûme. Ez dibêm sibe, du sibe, ez dimirim, bila ew bixebite. Tiştekî din. Pirr xortên me hene pirsan bi destên xwe çêdikin. Li ser wê min gotarek di Berbangê de nivîsand. Min goti bû: pirsên ku di zimanekî de wek kevirên di avahiyekê de ne. Em her kes di xaniyan de rûdinin, lê em her kes nizanin xaniyan çêkin. De îca, ên xaniyan çê dikin: yek pilana wê datîne, ew muhendis e; yek keviran dibirre, yek keviran şe dike, yek jî dîwaran lê dike. Vana her yekî karê ê din nikare bike. Gava em kevirekî ne şe kirî, ne birriyayî bînin têxinê, avahî wê çawa derkeve? Her kes radibe li cem xwe pirsan çê dike, ew bê selahiyet in. Ewana zilmê li miletê xwe û li zimanê xwe dikin. Bûye nexweşiyek di nava hinekên me de gava çend pirsan dizanin, bawer dikin ku ew bi ziman dizanin. Niha, ê min, ev bû bêtirî 53 sal ez bi zimên ra bendewar im, bi serê te, ez bêtirî 2000 pirs ji zaravê Kurmancî tenê nizanim. Du hezar pirs dibin zimanekî destpêkî. Zanîna me di vî sînorî de ye. De evên ku dixwazin pirsan çêkin, ji min bi gelekî bi şonda ne. Heya sedsalî din nagihêne min. Ev xelet e. Divê em vê nekin. Divê em bi zimanê xwe ra dilsoz bin. Ard çiqasî paqij e, tu dikarî têxî çavê xwe? Tu wê çavê xwe xira bikî. Bi Xwedê, ziman mîna çav e. Ziman mîna çav e. Divê em ji zimanê xwe ra dilsoz bin. Bi qasî ku em ji miletê xwe ra dilsoz in, divê em ji zimanê xwe ra jî wilo bin. Civaknasek dibê: "Gava tu bixwazî dereca welatparêziya însanekî nas bikî, binêre çiqas der bi zimanê xwe ra bendewar e". Bi qasî ku ji zimanê xwe ra bendewar e, ewqasî ji miletê xwe hez dike, çima, apo, miletî ziman û 'adet e. Xwîna me gişka weke hev e. A min, a te, a Ereb an, a soran, a reşan, a sipiyan... tev yek e. Ji xwe li ser vê yekê, carekê, tiştek di nava min û yekî Siwêdî "Siwêdî " de çê bû. Pirofêsorekî Siwêdî ye, çûye li Parîsê Kurmancî xwendiye. Îca, hineka jê ra gotiye: "Tu herî cem Osman, tu wê hên fêdê jê bibînî". Hîngê sala 1953 bû. Hate cem, got:

- Tu wê dersê Kurmancî bidî min, ez ê heqê te yê peran bidim te.

Ez jî bi xwe gelekî motacê peran bûm. Zarokên min hên mezin ne bûbûn. Ew diçûne dibistanê. Pênc zarok bûn û tu kar di destê min de tunebû. Berê jî ez bi Kurdîzanên Firansa ra xebitîme, mîna Rojê Lêsko. Îca, carekê, ez çûme cem, dersê bidimê, got:

- Mumkîn e îro tu ders nedî, çima îro sersala min e. Em ji xwe ra bi hev ra rûnin.

            Neyse, em rûniştin, û em ji xwe ra serekî peyivîn. Ji min pirsî, got:

- Ez pirsekê ji te bikim.

            Min got:

- Bike.

            Got:

- Tu berê Kurdî, an Musulmanî?

  Ez keniyam. Got:

- Tu çima dikenî?

            Min got:

- Tirkan pirr caran ev pirs ji min dikirin.

            Got:

- Na, ez dixwazim fam bikim.

            Min got:

- Ez berê însan im.

            Got:

- ha, tu Komonîst î.

            Min got:

- Ev şerefeka mezin e ji Komonîst an ra ku pirsa însaniyetê ji wan de hatiye. Ma em gî ne însan in? Paşê, ez Kurd im, paşê, ez Musulman im.

            Got:

- Çawa?

            Min got:

- Ez berê însan bûm. Gava ez însan bûm, ez ne Kurd bûm û ez ne Musulman bûm. Paşê, ez mezin bûm, bav-dêyên min zimanê Kurmancî bi min dan hîn kirin, 'adetên wan, madetên wan, ez bûm Kurd. Paşê, ji min ra gotin: "Xwedê heye, pêxember heye, dînê îslamê dînê me ye". Min ev jî qebûl kir û ez bûm Musulman. Îca, min jê ra got:

- Baş e. Tu berê Siwêdî yî, an berê Mesîhî yî?

            Got:

- Na, ez li ser fitreta Mesîhtiyê hatime.

            Min got:

- Ev tembûr li cem jî heye, lê ez pê ne bawer im.

            Got:

- Çawa tu pê ne bawer î?

            Min got:

- Ez ji te ra mîsalekê bêjim. Tu di zikê dêya xwe de yî. Bavê te kuştin, dêya te revandin, birin, xistin perestgehekî Bozî. Dêya te za û tu bûyî. Paşê, dêya te mir û tu mayî. Tu wê Bozî derkevî, an Mesîhî? Ka fitreta te? Îca, rabû xwe ehmeq kir û got:

- Ji bîra meke ku xelkê Rohilat ji xelkê Roava bi gelekî bi şûnda ne.

 

  Gava welê got, min lê vegerand:

- Tu jî ji bîra meke, hun xelkê Roava tên ji yekî Rohilat ra îbabetê dikin û dibêjin: "Ya Xwedê! Ya lawê Xwedê!".

            Gava min welê got, kerr bû û sekinî.

 

            Apo, neyê bîra te ku ehmeqê xelkê tune ne. Ew kesa bi xwe pirofêsor bû, şeş zimanên Ewrupî dizanîn û çar jî yên Rohilat: Kurmancî, Ermenî, Farisî û Erebî. Tevî wê, î ehmeq bû. Ma heqê wî ye ku vê gotinê bêje: "Xelkê Rohilat ji ê Roava bi şondatir in". Ji xwe ew dizane, hewceyê wê gotinê nake.

 

ş          ş          ş

 

            Ji parastina zimanê xwe ra, divê çavên me vekirî bin. Gava em bînin her tiştî têxin nava zimanê xwe, em pê zimanê xwe fireh dikine, em zimanê xwe pê xira dikin. Her kevirek nakeve dîwarê ziman. Divê kevir î çêkirî be, şehkirî be, û xweşik be. Ya na, dîwar bi gelekî wê bi ber keve. Paşê, em nikarin vî dîwarî xira bikin çima li ser vî avahî dike çê bibe. Şîreta min ji we ra ku hun gelekî cehda xwe bikin tiştê xerîb nexinê.

 

            Ziman ewê di du rêyan de ava bibe. Yek, gava Kurdistanek çê bibe, tê de komeke zanistî were meydanê, ji wê komê ra pere gelek bê dayîn, ew kom bîne her 'eşîreka Kurdan peyakî xwe têxe nav. Ev peya, bi salan, di nava gundan, bi kesên nexwendan ra bigere, rûne, çîrokên wan bibîse, gotinên wan binivîsîne, çi gotineke xerîb derket binivîsîne, ew nêr e, an mê ye, wê gotinê di nava du-sê hevokan de binivîsîne û bigîne koma xwe. Û rêya dudiyan: peyayên xwedî selahiyet di nava vê koma zanistî da pirsê ku di ziman de tune ji wan ra hember bibîne. Her xortekî Kurd hên nizane bipeyive pirsan çê dike, û dixe zimanê xwe. Wilo zimanê xwe pê xira dikin. Divê rehmetê bi zimanê xwe bikin. Ez dikarim axê têxim - tu dizanî ax-xistin di çavê bavê de çiqasî zehmet e - lê ez nikarim pirseke xerîb têxim nava zimanê xwe, çima bavê min ewê bimre, here, lê ziman ewê bimîne. Divê em gelekî bi zimanê xwe bigirin û biparêzin. Ziman gelekî xira bûye. Tiştin xerîb ketine nav, gotinên Tirkî û Erebî. heya em zimanê xwe ji wan gotinan xelas kin, divê em li şona wan pirsên ziman ên esîl û rast têxinê, ya ew pirs tune bû, komeke xwedî selahiyet dikare pê rabe. Em her kes destên xwe bavên nava vî tiştî, em ê zimanê xwe xira bikin. Çawa me welatê xwe xira kir, em ê zimanê xwe jî xira bikin.

 

            Niha, sebebê xirabûna welatê Kurdan çi bû? Gişkî bûn MEZIN. Niha, Kurdên me gî bûne şa'îr, edîb... Ji bo Xwedê, devê min vemeke! Ez fedî dikim hêdî ez bêm "Ez şi'ir dinivîsînim". Ez dinivîsînim ne 'eybe e, lê ez ne şa'ir im. Şa’ir tiştek e, ez tiştekî din im. A, niha, tu nivîsanê na kî? Lê tu nikarî bêjî: "Ez nivîskar im". Ez jî şi'ir dinivîsînim. Ez ne şa'ir im. Ên me hên çavên xwe venekirine dixwazin bibin şa'ir. Ev xelet e. Divê em holê nekin.

 

ş ş          ş

 

            Rê li pêş me gelek in. Em xwe li vê dikin xwedî, li wê dikin xwedî, li ê din xwe dikin xwedî.... Em xwe li giya dikin xwedî û em tiştekî jî ji yekî fam nakin. EM HER TIŞT IN û EM NE TIŞT IN. Em her tişt in ku me bi gî girtiye û em ne tiştek in ku em bi yekê de ne çûne. Ev e, bela me. Gava em bi rêyekê de herin çê-xirab em ê hinekî pêşkevin. Na, em li serê rêyan gişkî disekinin ji bo em xwediyê gişkî bin.

 

A.: Apo, baweriya te bi serxwebûna Kurdistanê?

Apo: Apo, binêre. Baweriya min ne me'qûl e. her însanek di bin tesîra tiştina de dimîne, ne bi destê wî însanî ye. Ez jî di bin tesîrina de mame. Tiştê ez bêm ne mentiqî ye. Lê, ez dibêjim ez welê bawer im: Kurdistan wê çêbibe. Kurdistan wê çêbibe, tu hêzek li hember wê nikare bisekine, tevî Kurd ne gîhane warê serxwebûnê. Çima wê çê bibe? Ji ehmeqiya neyarê xwe. Ewana wê me têve bidin, bikin peya. Meseleka Tirkan heye dibêje: "Pîrejinekê ne xwest here cehenmê bi gayîn, bi gayîn, birin". Ji xwe, wexta xortên me yên Tirkiyê hatinî vir, min ji wan ra got:

- We ne dixwest, Tirkan hun holê kirin.

 

            Apo, bela me mezin e. Bi Xwedê, gava mirov bi derdê Kurmancan bifikire, divê mera her ro bigrî, her ro bigrî. Pirrî xwe xira kirine, pirrî rê li ber wenda bûne. BEXTREŞIYA MEZIN EW E KU MEZINÊN WELATÊ TE DIJMINÊN TE BIN. Welê bûye. Mezinên me dijminên me bûne.

 

ş          ş          ş

 

            Carekê, xortekî ji Cegerxwîn şorek pirs kir. Cegerxwîn got:

- Ev ne Kurdî ye.

  Min got:

- Cegerxwîn, tu çawa zanî ev ne Kurdî ye?

            Got:

- Min ne bihîstiye.

            Min got:

- Ma tu Kurmancî dizanî?

 

Apo, em xwe nawestînin. Kesên me yên ku bi ziman zanin tune ne. Ziman di nava hezar û çarsed 'eşîr de belav bûye. Bela me ya mezin xwendayê me rabûye neyartiya zimanê xwe kiriye. Mala wan ne ava be! Pirsên biyanî anîne xistine zimanê me.

 

A.: Apo, Bîranînên te?

Apo: Apo, min tev de ne nivîsandine. Min dora 200 rûpel nivîsand. Gava ez dikim derbas bim, herim bîranînên min li îraqê, ez li wir disekinim. Ez nikarim rastiyê bibêjim. Gava ez nikarim rastiyê bibêjim, ez ji bo çi dinivîsînim? Evên hanê ku min nivîsandi bûn jî, hineka ji min xwestin bixwînin, rabûn sî pel jê birrîne.

 

A.: Ji bo çi, Apo?

Apo: Ma ez zanim, here ji wan bipirse?

 

            Apo, pirrên me li ser hesabê xelkê dixebitine. Gava yek mîna te nefikire, tu nikarî jê hez bikî. Ma ne tu jî mîna wî nafikirî? Gava ew mîna te nafikire me'na xwe tu jî mîna wî nafikirî. Wek hev e! Çima tu wî dêşînî û neheqiyê lê dikî?

 

ş          ş          ş

 

            Kurd, gava bûne Zerdeştî, bûne xulamê Eceman. Paşê, gava hatine bûne Musulman, bûne xulamê Ereban. Xelk ji xwe ra dibin Musulman, ew ji xelkê ra dibin Musulman. Hên niha kerên wilo hene. Gava tu jê ra dibêjî:

- Tu Kurdî?

  Dibêje:

- Na, el-hemdûlilah em Musulman in, em ne Kurd in.

            Komonîstên me jî dibêjin:

- El-hemdûlilah em UMEMÎ ne.

 

            Gava miletek bi heyîna xwe ne yî serbilind be, ew miletê xulamiyê bike. Xulamî me ji xwe ra xweş diye. Em çi bikin? Heyf! Xwezî ji xwe ra bûna! Ê bikari bûna tiştin bikirina. Niha, Kurd gava were li mêraniyê bisekine, ji xeynî xwe mêrtir in; li qenciyê bisekine, qencî ji wan dibe, lê 'eqlê wan tune. Mezinên wan 'eqlên wan ji wan standine. Niha, mêrkê Kurd nikare qencî û xirabiyê ji hev der bike.

 

A.: Apo, tu dema hatî Sûriyê, tu di damezrandina Partî de tu yek ji wan bû?

Apo: Kîjan partiyê?

 

A.: Ma ne destpêkê partiyek çê bû?

Apo: Min damezrand. Bi min ra Hemîdê Hec Derwîş hebû, yek ji Serê Kaniyê, navê wî hemze N ewêran bû, û ê sisiya ji xelkê Tirkiyê bû, navê wî S'edo bû. Paşê, evên din ketinê ne. Mesele ne ew e, tu herî ji kîjanî bipirsî dibê: "Min Partî çê kiriye". Baş e, bere wan Partî çêkiri be. Xem nake. Lê, bila li ser bisekinîna. Çêkirina partiyekê ne tiştek e, domkirina wê lazim e. Gava em diketin berdestê hukmetê - hukmetê tabî li me dixist - em direviyan, ditirsiyan. Reşîdê Hemo carekê bi sîlakê ra kete erdê, ji xwe çû. Evana çawa dê kari bin xebatê ji milet ra bikin? Mebesta wan ji xelkê ra bin, ji xwe re nikarin. Baweriya wan bi nefsa wan tune. Îca, gava ez li halê Kurdan dinêrim, tarîxa reşikê Emerîka tê bîra min. Gava wan dixwest xwe azad bikin, hinekê wan ketin têkoşînê. Ji sedî yekî wan di vê rêyê de dixebitî, ji sedî şeş-heft hez dikirin bixebitin, lê nidiwêrîn; ji sedî 92 îmana wan bi vê xebatê nedihat. Digotin: "Çawa meriv dikare bê patron bijî?". Em îro di wê dewrê de ne. Kurdên me ne bawer in ku wê bikarin bê patron bijîn. Em nikarin bijîn bê xwe bi yekî ne girin. Gava tu gotineka rast bêjî, tîzika davên. Ji xwe min li ser wan gotiye:

 

Li pê wan meçin tîzikan davên

Çêliyên kolan azadî navên

 

            Her yekî tiştê ku dîtiye, bûye "idiyal", li cem wî axe bûye. Hêvî dikir ku xwe nêzîkî axê bike û ji wî ra bê: Merheba!

 

A.: Apo, te carekê gotibû ku tu biribûne Medxeşqerê û li wir tu raste yekî Kurd hati bûyî?

Apo: Yekî ji xelkê şamê bû. Kurmancî ji bîr kiribû. Gelekî digiriya, erê bi Xwedê. Gava min bi Kurmancî deng dikir fam dikir lê ne dikarî deng bikira. Got: "Bûye nêzîka bîst salên min ez li vir im". Ji xwe ra zewicî bû, zarok bûbûn. Yeka reşik biri bû.

 

A.: Ji bo çi bi wir keti bû?

Apo: Bi karkerên Ereban ra çû bû wê derê. De gava ez anîmî, xelkê bawer dikir ku ez Ebdil Kerîmê Rîfî me. Ew jî, wê çaxê, wekî min î surgûn bû. Çefî û 'egal li serê min bû. Karkerên Ereban bawer kiribûn ku ez ew bûm. Hatin cem min, min got: "Ez Kurd im". Îca, ewê Kurd hatibû cem min.

 

            Apo, kesekî ji me Kurdan xebat ji miletê xwe ra nekirine. Hên ewên ku îro di meydanê de mane jî nizanin xebat çi ye. Hê nizanin kê xebat kiriye, kê xebat nekiriye, û çi bûye û çi ne bûye. Hema tiştên ku dizanin ev e: "Ên ku Komonîst in, dibêjin Rûsiya li ser serê me". Ên ku berê xwe bi Emerîka de dane, dibên: "Emerîka li ser serê me". Lê, wekî din bi xwe bifikire, bi xwe bike, baweriyê bi xwe bîne ew tune. Ê min, her çi ya min, baweriya min bi nefsa min heye û bi miletê min heye, bi kesekî din tune. Ez bi însên nebawer im ku xêra min bixwaze. Ha, dikare xêra min bixwaze gava mesleheta xwe tê de bibîne, eger Rûs be, Emerîkî be, îngilîz be, Firansiz be. Gî mesleheta xwe di te de dibîne, xêra te dixwaze. Ew jî kînga mesleheta xwe di te de dibîne, gava tu hêzekî siyasî bînî meydanê, bikari bi kêr bî. Çima dijminê me kî be, ille dijminê wan wê hebe. Em dikarin bi dijminên wan ra bidin, bistînin, dostaniyê bikin, lê ne em xwe bifroşin, yekayek. Lê, em Kurd welê nakin. Em yek berê ê din derin dibin xulam. Welê, em ê di nava dest-lingan de bimînin. Heya niha tiştê ku kirine ev bûye: Em di nava dest-lingê xelkê de mane.

 

            Apo, bextreşiya me ev e. Divê dostên meriyan hebin. Mera bê dost nabe. Lê, ne EFENDIYÊN mera hebin. Em derin li efendiyan digerin, em ne li dostan digerin. Tu li efendiyan bigerî, tu wê tim xulam bî. Bela me ev e û mûsîbeta me ev e.

 

            Baş e. Niha, bûye şêst sal ku şoreşa Şêx Se'îd rabûye û bûye heftê sal ku şoreşa Şêx Mehmûd rabûye, a pêşin, heya niha Kurdên me li meydanê hene ku mera bêje bi dûşekî rast dixebitin? Tune. Ên hene şerê hevdu dikin. Li îraq ê şerê hevdu dikin, li îranê şerê hevdu dikin û li vira jî paşgotiniya hevdu dikin, bi hevde di'ewtin. Paşgotinî pîs e, apo, jê pîstir tiştek tune. Hinek bawerin ku paşgotiniya însanekî kirin bûne hemberê wî.


 

A.: (Li ser daxwaza me, Apo di warê jinan de û şerêhevkirinê de dipeyive. Ev çend gotinên jêrin me dane Koma Zozan. Ew di kasêta wan a Yekê belav bû).

           

Apo: Ji bo birayên me yên Kurd du şîretên min hene ku di wan de rêya felatê dibînim. A pêşin, di warê civakî de, kêmaniya me ew e ku em keçên xwe difroşin, bi qelen didin. Ev yeka hanê me bi şonde dihêle. A dudiya, di warê siyasî de, em nikarin ji hev hez bikin û şerê hev dikin. Çi gava em bikari bin bibin yek, neyar nikare serê me deyne.

 

ş          ş          ş

 

A.: Apo, te di şoreşa Agirî de beşdarî kiri bû?

Apo: Na, gelekî mixabin ku destê me ne gihiştê şoreşa Agirî. Me li wan dinêrî. Îca, tiştê ku bûyî tevî Îhsan Nûrî pirr e. Wî gelek xebatên hêja kiribûn. Gelek peyayên pak û mêrxas li dora wî civiya bûn. Lê, mixabin ew û Cema'eta Xoybûnê hatin xapandin. Rabûn berê xwe dane Tirkan û hêrişî Tirkan kirin. Îca, çîroka wê dirêj e, nayê gotin, gelekî te'l e. Gava wan hêrişî Tirkan kir, Xoybûn li vê derê soz da bû ku evana jî li vira derbasî welat bin. Rabûn di pênc qolan de ewê derbas bin û li Tirkan xin. Wê çaxê, ez li Reqayê î nefî bûm. Lê, xeber dane min jî ku ez jî herim. Ez jî çûm. Celadet di aliyê Botan ra bû, Haco di aliyê hevêrkan ra derbas bû, mala Cemîl Paşa di aliyê ra derbas bûn, mala Îbrahîm Paşa di aliyê Wêranşehrê ra derbas bûn û rabûn kaxezên Xoybûnê  ji waliyê Mêrdînê ra şandin. Ev Xelîl Begê, lawê îbrahîm Paşa, bi devê xwe ji min ra got. A paşin, eniya Beraza bû. Eniya Beraza Mustefa şahîn û Bozan şahîn ewê tê ra derbas bûna û têketana şer. Ji min ra gotin; "Tu here" - bîst û çar peya da bûne min - "du qereqol li Sirûcê li pêş te ne, tu wan rake, em ê sibe werin û em ê herin Sirûcê û li wir em ê herin Ruhayê. Piştî me Ruha girt, tê herî welatê xwe, em ê peya bidine te û tu wê herî welatê xwe". Îca, me du qereqolên wan rakirin. Gava hukmeta Firansa bihîst ku leşkerên Tirkan mirine û şer çêbûye, Mustefa Şahîn û Bozan şahîn girtin û birin helebê. Gava peyayên wan bihîst ku ew şandine helebê, wan jî terka min kirin û reviyan. Ez bi tenê mam. Îca, ez berjor di nav Tirkan de çûm. Piştî ku zora Agirîdaxê birin û şerê Agirîdaxê xelas bû, li vira jî kes ne çû ku di pişt wan de şer bike. Îca, ew vegeriyan ser min. Tabî, ez li welêt nikarî bûm bisekinim. Ez bi tena xwe bûm. Vêca, ez daketim hatim Sûriyê, bi qasî du mehan ez di nav Ereban de mam. Paşî wî, ez rabûm çûme îraqê. Di vir de, mesele gelekî te'ltir dibe. Ez naxwazim deng bikim.

 

A.: Di îraqê de tal e, Apo?

Apo: hema di gî de te'l e, çima hevalên me kesekî şer nekiriye. Ên ku çûne ji bo şer bikin, kesekî tivingek ne avêtiye. Ê min, peyayên min terka min kirin. Îca, gotina wan pirr caran ji min hatiye xwestin ez naxwazim bêjim. Te'l e, birazî. Hema ne hewceyî hun bibîsin û pê bêşin. Tiştê ku ez dikarim bêjim peyayên me tune bûne û îro jî tune ne. Divê peyayina me hêja hebin ku bikari bin rê li ber me rast bikin. Ya na, em ê têkevine destê xelkê, herwekî îro em ketine destê xelkê.

 

A.: Bi rastî, hema niha berra hev dikin û şerê hev dikin.

Apo: Li ser hesabê xelkê xwe nanê xelkê dixwin. "Ê nanê xelkê bixwe, wê defa wan lêxe".

 

A.: Te goti bû ku tu hati bû Sûriyê û Firansizan xwesti bûn te di destê xwe kin?

Apo: Na, berî wê. Gava ez hati bû, xwestin min bi dest xwe ve bînin. Min guh neda wan. Gotin:

- Em dizanin tu lawê serokê 'eşîrekê yî. Em ê ji te ra mu'aşê serokê 'eşîrê bidin. Em ê şeş gundan jî bidin. Berê du gunda, paşê, du gunda; paşê, du gundan ku tu ava bikî. Bes, bê ageha me tu tiştî meke. Hun nizanin, siyasetê fam nakin.

            Min got:

- Ez hatime ji xwe ra bixebitim, ne ji kesekî ra.

Îca, gava min welê kir, perên ku didanî penaberekî siyasî nedane min. Divê bû alîkariya min bikirana! De ez çûm peyayên ku bûbûn peyayên Firansa, min şerê wan kir. Gava min welê kir, ez girtim, avêtim derve. Te'l e. Ne hewce ye em bêjin. 58 sal in ez hol dibim, min nikarî tiştekî li wê binivîsînim ji ber ku te'l e, wek jarê ye. Di qanûnê de, qa'îdek heye: "Merivek şahidê tiştekî be, mehkeme gazî wî ke û neçe, ne berpirsiyar e. Gava gazî mehkemê were kirin û tiştê ku dîtî înkar bike, dibe hevalê ê gunehkar".

 

A.: Pirtûkxaneka mala Celîlê Celîl heye pirr mezin e, tu dixwazî bîranînên xwe bidî wî?

Apo: Na, ez naxwazim, apo, te'l e. Niha, binêre, îro bê gotin, xelk ê … bêje derewa dike!

 

A.: Ê derewîn xuya ye kî ye?

Apo: Bihêle, tiştê ku te duh ne dî, tu wê îro bibînî. Te îro ne dî, tu wê sibe bibînî. Bihêle, ji bo çi? Çima ez ê xwe rûsar bikim di nava xelkê de? Hên zarokên min nizanin, apo, te'l e!

 

A.: Ji bona dîrokê?

Apo: Wey qeda bi dîrokê keve! Ne dîroka Kurdan e? Dîroka me jî mîna me ye. Ew jî wê mîna me be.

 

A.: Ez dibêjim wê li wê de bê parastin?

Apo: Ez dikarim li mala xwe jî biparêzim. Ez dikarim bikim zarokên min jî biparêzin. Lê, ez nakim û nakim. Gelekî te'l e. Em çi bêjin? Yanê, herwekî tiştê ku em layiq bûne bûye. Ez nabêjim min kiriye, min jî nekiriye. Gava em camêr bûna, em ê ji miletê xwe ra baş bixebitîna. Em ne ew peya bûn û qediya û çû.

 

A.: Apo, Apoçiyan rêxistineka xwe li vir jî çê kirine, te bihîstiye?

Apo: Wê bibe, çima pişt wan hêzek heye. Niha, pişt mêrkê Kurd hêzek hebe, dikare tiştê pîs jî bike. Pişt te hêzek tune be, tu bi pêxember bî, kes bi te ra nabê: "Merheba!". Welê hîn bûne, bav-kalên me ev bûne. Nikarin ji xwe re bin. Ma niha ê ku dere xulamiya axê dike, here ji xwe re li bajarekî bixebite, nikare? Ê, nake. Vê xulamiyê ji xwe re xweş dibîne. Tivinga wî bi piyê xwe ve dixîne… Ji meslehetê xelkê re dibêjin: "Em û em!".

 

Me li vira partiyek çêkiribû, binêre: hukmetê şerê me kir, partiya komonîst şerê me kir, beg û axan şerê me kirin, Talebanî li wira şerê me kir, Barzanî li wira şerê me kir… Ê ku Hemîd kiri bû Yemînî, Talebanî  bû; û ê ku hîştî Selah Bedredîn û Neyo xirabiyê bikin Barzanî  bû. Ez bi xwe nediçûm, min ew dişandin. Ez çi bikim? Ez vana binivîsînim? Ez rabim vana binivîsînim? Hên tiştên te'l hene, ez nabêjim!

 

A.: Te helbesteka xwe ji bo Barzanî  şandi bû?

Apo: Belê min şand. Wî li ser min di kongrêya partiyê de goti bû ku \ casûsê Tirkan e! Îca, min helbestek jê ra nivîsand. Lê, heyf!

 

            Li sînorekî sekinî, min got:

- Ez ê Barzanî  bikujim.

  Min ji birayê wî ra goti bû. Birayê wî ji min ra got:

- Ev tiştê hanê yê pîs Barzanî kiriye.

            Min got:

- Tu emir bide min, ez ê lêxim bikujim.

            Got:

- Mirîdê te bikujin berî ku tu wî bikujî.

            Min got:

- Bila, ne ji bo Kurdistanê ye?

 

            Paşê, demekê bi şonda, ew şora min gîhandin Barzanî ku min gotiye "Ez ê wî bikujim". Gava min werrê got, birayê wî pîsîtiya xwe xiste devê min. Paşê, li ser wê xwestin min bikujin, ez reviyam, bi lingê xwe filitîm. Ne min got "te'l" e. Ez nikarim binivîsînim, ez nikarim bêjim. Bila li ser zimanê min neyê gotin. Apo, miletê me negîhaye…

 

A.: Carekê, we li vê derê şora "Kurdistan" bi ser navê partiyê ve xisti bû?

Apo: Dîsa, ew lîska Celal Talebanî bû. Gava me Nûredîn Zaza anî nav xwe û ew kire sikritêrê partî, îca, Celal Talebanî  ew daye bawer kirin ku em navê Partî bikin Partî Demokratî Kudistan li Sûriyê. Min di civîna Komîta Navendî de goti bû:

- hun nikarin di ber vî navî de deng bikin.

            Nûredîn Zaza  ji min ra got:

- Eger tu nikarî here li mala xwe rûne!

            Min got:

- Ez li mala xwe rûnanim, hunê birevin, ez ê bimînim.

            Gava ew çûne ber mehkemê, gotin:

- Partî ne partiyeka siyasî ye, komeleka civakî û çandî ye.

 

Minhac û nîzam (program û dîsîplîn) bi wan ra hatiye girtin. Ew hemî û teve belavokên bi navî Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyê li ber wan in. Serokê mehkemê ji min ra got:

- Dr. Zaza dibê Partî komeleka civakî û çandî ye, ma çawa bû?

            Min got:

- Program, dîsîplîn û belavok li ber we ne, hun bi çi navî nav dikin, nav kin.

            Heya vê derecê xwe pîs kirin! Gava min got: "hun nikarin di ber vê fikrê de bisekinin", gotin: "here li mala xwe rûne!"

 

Armanc gî ew bû ku ez herim li mala xwe rûnim, çima ew gî li ser destê beg û axan hati bûn partiyê. Ew jî û Îsmet Şerîf jî. Berê me jê ra got, wan got:

- Em ê herin bi beg û axan ra bixebitin.

 

Paşê, girtin ji bo partiyê xira bikin, ew xistin nav me. Hatin, me jî qebûl kir. Ez jî neketim şikê. Îro ew li erdê ne, ne ez. Ê min, dîsa ez li ber mehkemê sekinîm. Herwekî lazim bû, min deng kir. Serokê mehkemê ji min ra got:

- hun şoven in.

            Min got:

- Na, şovîniyet sifeta hakim e, ne a mehkûm e, hun şoven in.

            Got:

- Eger tu bawer nakî, ez ê ducarkî cezayê bidime te?

  Min destê xwe jê ra rakirin û got:

- Ez dehcarkî qebûl dikim.

 

Ez çûbûme ber qews. Berê, min ji serokê mehkemê i'tîzara xwe xwest ku ez baş nabihîsim. Gava min her deh tiliyên xwe jê ra rakirin, got:

- Eger ez şoven bûma, nivîskarê celsê Kurd e, min ê yekî Ereb baniya?

            Min got:

- Ne Kurd e!

  Got:

- Kurd e!

            Min got:

- Ne Kurd e!

            Got:

- Çawa?

            Min got:

- Eger Kurd bûya, wê li kêleka min bûya, ne li kêleka te bûya!

 

            Min jê ra got:

- Berêz serok, Kurd dostê we ne, an dijminê we ne?

            Got:

- Dostê me ne.

            Min got:

- Baş e, Cihû dijminê we ne, an dostê we ne?

  Got:

- Dijminê me ne.

            Min got:

- Ev jî rast e, heqê ku Cihûyan danî Erebên Felestînê bidine me jî, ez te spas dikim.

           

Ê çi bêje? Di ciyê xwe de sekinî. Piraniya dengkirinê bi min keti bû. Îca, rabû, got:

- Bes e, tu propaganda ji Partî ra dikî!

  Min got:

- Eger gotina heq propaganda ye ji Partî ra, me'na xwe Partî li ser heqiyê ye.

 

Çavê min lê bû ku nêzîkî panzde salan cezayê bidine min. Avokatê me xurt derket. Girtin sal û nîv dane min û salek dane Nûredîn Zaza û çend hevalên din.

 

A.: Apo, te carina di mehkemê de bi telefonê li hineka xist?

Apo: Ew kê gotiye derew e. Apo, xelk derewa dike. Bi serê te, ez carekê li mala yekî me, ew nizane em kî ne. Ez bûm, lawê min bû û hevalekî din bû. Şev e, em ji Tirkiyê têne. Li ser xetê em derbasî konekî bûn, got:

- hun çi ne?

            Me got:

- Em qaçaqçî ne.

 

Wê çaxê, xelkê wira bi navê min bihîsti bûn. Me li Tirkan xisti bû. Gotinek di vir ra, yek di wir ra, got:

- hun Osman Sebrî nas dikin?

            Me got:

- Na.

            Got:

- Ew gelekî dostê min e! Çiqasî here Tirkiyê û were têye mala min!

 

Wî bi xwe ev bi min ra gotiye! Xwedê mala wan xira bike, mala wî cara pêşin! Xelk holê derew dike. Û li ciyekî din jî 'eynî ev tişt çê bûye.

 

ş          ş          ş

 

            Îro, di nava nîvê Kurdistanê, Kurdistana Tirkiyê, 11 partiyên Komonîst hene, me'na xwe me bi 350 salî bi şonde çûne. Baş e, rast e, ya ne rast e, ji bo Xwedê? Law, komonîzim yek fikre ye! Û gî bûne peyayê xelkê, yanê, ne peyayê xwe ne. Bawer kirine ewê Sovêt ji wan ra dewletekê çê bike, îca, hatine ku di wê dewletê de kêf bikin, yanê, bibin tiştek! Ê me yê berê jî bawer kiri bûn ku Ewrupî ewê Kurdistanekê ji wan ra çêkin, hati bûn ku bibin serokatiya wê dewletê! Heya niha bi tenê Xalid Begê Cibrî, Şêx Se'îd, Elyas Beg, şandiyarê Bedlîsê, Îhsan Nûrî, Duktor Fûad, Hec Extî, evana peyana hêja bûn. Îro peyayên welê di nava me de tune ne. Eger hebin, belkî em bibine tiştek.

 

            Me xwe xira kiriye, apo. Kesî em xira nekirine. Em tên sûc dikin derê xelkê. Na, sûc di derê me de ye. Baş e, çima Talebanî  û lawê Barzanî  li hev dixin? Çima lawê Barzanî û Evdilrehman Qasimlo li hev xin? Çima Kurdên me yên li Tirkiyê li Ewrupa li hev xin? Çima li welêt hevdî bikujin? Ev e. Baş e, ku wa bû tu karî yekî têxî mala xwe û eywan bikî? Apo, gelekî te'l e.

 

ş          ş          ş

 

Apo: Erê, bi Xwedê, min got:

- hun xayîn in

            Got:

- Çawa?

            Min got:

- 22 dewlet Ereb nikarin 3 milyon Cihû. Hun dixwazin 15 milyon Kurd jî xwe bidine kêleka wan? Ez Cihûyan qebûl nakim, lê îro ê ku xizmetê te dike, sibe dikare pişta xwe bide Cihûyan, çinkî mesele meslehet e.

           

  Sekinî, wê çi bêje?

 

            Îca, peyayên me ji bav-kalên xwe hînî xulamiyê bûne. Em berê partiyek bûn, niha bûne 13 partî. Em wilo hîn bûne. Em nikarin ji xwe ra bin. Ma yên ku derin xulamiya axê dikin gava herin ji xwe ra bixebitin, nikarin? Tivinga wî bi piyê xwe ve dixin, nanê wî dixwin, neheqiyê dikin, xirabiyê dikin, dibên: "Em û em!". Ê me jî, em welê dibên: "Em û em!". Ji berjewendiyên xelkê ra em dibên: "Em". Apo, mesele ev e: Peyayê hêja di me de tune ne. Apo, pîsî di me de ye. Em dibin peyayên xelkê, xelk me bi zorê nake peyayên xwe. Niha, gava ez na çim ber deriyê hukmetê, ew dikarin min bi zorê bibin? Dikarin min têxin hebsê, lê ez na çim ber deriyê wan. Xwestine û pirr bi pê min ketine, lê ez na kim. Qediya û çû. Ê me yê kirine, pere xwarine û kêf kirine, Kurd îro pesna wan jî didine, çima Kurd di vî warî de ne gîhane, gelekî reben in. Belê gişkî xwenda ne. Bi xwendinê mera nabe peya. Gava merivekî xwenda bê sinçî be pirr xirab e. Xwendayê pirr jî xirabiya milet pirr dikin. Ji min ra çi gerek e? Ê min, ez bi xwe li dergehê gorê sekinî me. Çi dikin, ji xwe ra dikin.

 

            Gorkî dibêje: "Sala 1920, ez çûme seredana Lênîn. Lênîn gote min: 'Meksîm, hên wext nehatiye ku xwendayê me werin bi me ra alîkariyê bikin?'". De bala xwe bidê piştî şoreşa Oktoberê bi çend sala! Lênîn û wan çi kirine bi destê karkeran kirine. Di nava hevalên Lênîn gişkî de çend xwenda hebûn, ên mayîn giş karker bûn. Helbet, karker pirr bûn, lê xwendin û xwe pêş xistin. Xuruşov karker bû, Brêjnêv karker bû… Di nava wan de hinek bi serketin, giş bi ser nakevin.

 

A.: Apo, derheqa Newrozê û çîroka Kawa de?

Apo: Apo, her yek ji xwe ra tiştekî dibêje. Rastiya wê ev e: "Merivekî îranî navê wî çi bû… EX "çi bû…"

 

A.: Ezdehak?

Apo: Dehak bûye. Carekê çûye cariyekê ji cariyên xwe. Carî di bin de mir. Îca, bi wî halî xweşiyeke 'ecêb didît. Her çend rojan keçek tanî lê siwar dibû, di bin xwe de dikuşt. Welê heta dor hate ser qîza Kawa. Kawa hesinkar bû. Gava qîza wî xwestin, Kawa li hemberê rabû. Ji bo qîza xwe li hemberê rabû, ne ji bo milet. Ên me yên ji bo milet rabûne mirine, kesek lê na pirse. Radibin navê Xalid Begê Cibrî  û ê Şêx Se'îd ber didin, derin navê Kawa  li zaroyên xwe dikin!

 

A.: Apo, Te ev çîrok xwendiye?

Apo: Belê, ne çîroka ku dibên mar di piştê de derketi bû. Ne welê ye. Keç bû. Gava dora keça kawa hat, Kawa li hemberê rabû û xelk berê ji Dehak aciz bûbû. Îca, pê ra bûn. Paşê, Newroz bi xwe ne li ser wê çê bûye. Ew bûyere di Newrozê de çê bûye. Berê Newroz  rojek bû, li 9 Adara Rohilat bû, yanê 21 Adara Roava. Gava Kawayê hesinkar bi vî tiştê ha rabû, 'eyd kirin sê roj.

 

A.: Apo, tu naxwazî derkevî derve?

Apo: Gava ez derkevim, gerek e ez bi paseporteke sexte derkevim. Ez nakim. Ne 'adeta min e. Min nekiriye heya niha. Zarokên min gî bi paseportên sexte derketin. Lê, ez bi xwe nakim.

 

 

A.: Apo, helbesteka te bi navê "Kûçkê Bekiran" heyî?

Apo: Bekiran gundek e, li hember wî sê gundên din hene. Ferat di orta wan de ye. Îca, kûçkekî Bekiran hebû, gava dengê defê ji wî alî dihat, hîn bûbû ku biçe wir, çima zanî bû hestî hene, goşt heye. Paşê, rabû cewrikên din pê ra hînî wê 'adetê bûn. Wekî du-sê hefteka ketin pê wî. Van gotin: "Kûçkê me wê giş xira bibin û têkevin ev rêya han". Gotin: "Werin em bikujin". De li cem Kurmancan kuştina kûçik 'eyb e, 'eybeke mezin e. Gotin: "Em ê defê lêxin li wî alî, ew ê were, hun jî lêxin li wî alî, ew ê were, heya difetise". Îca, gava def lêxistin hat, wî zanî bû ku dawet heye. Gava hat vî alî û dike derkeve ji Ferêt, vana sekinand defa xwe, ê din defa xwe li wê hêlê lêxistin. Kûçik vegeriya û berê xwe da wî alî. Heya çend caran wilo ew westiya û êdî nikarî derketa, lê cewrik ne westiyan, derketin. Îca, li ser hinek însana hene ku li pê hestiyan digerin, min li ser wan ev helbest nivîsandiye. Li cem me nas e, Kûçkê Bekira.

 

A.: helbesteka dinê: "Rika Teres", te ew di girtîgehê de nivîsandiye?

Apo: Ez nizanim, hema bêle, ne xweş e. hin caran însan gava dixeyide, xebera dide. Hin cara merî tiştê welê jî dinivîsîne.

 

            Ez kal bûme. Lingê min tên girêdan gava ez dimeşim. Gava ez xort bûm mîna we, kalin derdiketin, digeriyan. Îca, nikarin rast bimeşin. Min di dilê xwe de digot: "Ma vana nikarin di mala xwe de rûnin". Ev tê bîra min, divê ez jî nekim. Ez kêm derdikevim. Mehê carekê ya ez ê herim cem duktor, ya ez ê herim bankê.

 

A.: Divê mirov guhê xwe bide mezinê xwe. Mezinê mirov pirr tiştan …?

Apo: Bi Xwedê, hinek hene temenê wan mezin e, lê 'eqlê wan biçûk e!

 

A.: Ordîxan û hevalina dinê li ser te gelekî qewîtî li min kirin. Îca, ji ber vê ez dixwazim hergî ez hatim dengê te tomer bikim. Gava ez li cem bûm, ji Qanatê Kurdo re got: "Ez dixwazim dengê te tomer bikim?". Qanat serê xwe bada, got: "Cegerxwîn hate cem me, ji dest me çû ku me dengê wî tomer nekir!".

 

Apo: Apo, bila milet hebe. Tiştê em bikaribin rêya rast li ber milet vekin, mala Xwedê ava. Gava me nikarî bû bikira, bi Xwedê, hatina me û çûyîna me mîna kurmek here û kurmek were. Çi qîmeta xwe heye? Gava mirov tiştekî li şona xwe nehêle, karekî pak, ya rêyeka baş, ya qenciyekê, mera bê avil dere. Binêre bi hezara kurm tên û derin û dimrin. Haya kesekî jê nîne. Lê, gava însanek bikari be tiştekî qenc bike, rêyeka qenc têxe ber hevalê xwe û birayê xwe, tiştekî li şona xwe dihêle û dere. Lê, heyf! Heya niha me nikari bû ji miletê xwe ra bikira, ji ber ku em û miletê xwe gelekî ji hev dûr in. Ên berî me rêyeke baş li ber me venekirin ku em jî bikarin rêyekê li ber xwe vekin. Li ser hesabê xelkê em hatin, li ser hesabê xelkê em derin.

 

ş          ş          ş

 

Apo: Tu wê kengî biçî Sovêtistanê?

A.: Ez hên nizanim. Eger ez biçim, ez ê bême cem te.

Apo: Eger çûndineke te hebe, bê haya min neçî. Bira em zanibin, çima ez hez dikim ji Qanat ra namekê bişînim. Namên me têne girtin, nagihêne ciyê xwe. Bi kurtî, eger bi dest here wê bigihê. Qanat ji min ra du pirtûk şandi bûn, li sala 1983. Ew taliya 1984 gîhane min.

 

A.: Dibe hin kes te nas nekin gotinên te berûvajî têbigihên. Çawa? Tu dibêjî gerek e mirov ji xelkê xwe ra be, ne ji xelkê din ra be. Helbet, baweriya te gel giştik bigihêne serfiraziya xwe?

Apo: Tu guh bide min. Berî gî divê em ji miletê xwe ra bin, paşê, ji xelkê ra bin. Niha, tu bavê xwe birçî bikî û herî xulamiya xelkê bikî, ev ne camêrî ye! Me welê kiriye. Me tim bavê xwe hîştiye û em çûne ji xelkê ra me xulamî kiriye. Mebesta min ku berê em bavê xwe xwedî bikin, paşê, em herin qenciyê bi xelkê bikin, mala Xwedê ava. Na, çavê me lê ye ku em xirabiya xelkê bikin, lê em xwe ji ber xirabiya xelkê nedin alî. Xelk li me siwar bûye, em qebûl dikine! Bela me ev e. Em vê ji xwe ra 'eyb na bînin! Heya çi gavê em ê holê bin, di nava destê xelkê de bimînin? Niha, binêre, îraq û îran li hev dixin, li ortê Kurmanc dimrine. Topên wan tên ser Kurmancan, ên wan tên ser Kurmancan. A, holê bûye. Yanê, gava em dibên em ji xwe ra bin, ne mîna em xirabiya xelkê bikin. Ez ne hevalê xirabiyê me. Lê, ne me xulamê xelkê bin jî, lo!

 

            Min elifbêyek nivîsandi bû, ev çar tîpên zêde me xisti bûnê. Me di wir de goti bû: "Xelkê li me kiriye bazara ga. Îca, ga tînin, pê cotê xwe dikin, rezê xwe dajon, bêndera xwe pê dikutin, dikin û dikin… Berê, bar jî li ga dikirin. Her tiştî pê dikin. Tenê ji xebata wî kayê didinê. Çima kayê didinê? Ji ber ku nikare kayê bixwe, kayê didinê. Bikari bûya bixwara, ka jî ne didanê". Ê me jî, li me jî welê bûye. Tu fam dikî? Îca, me dişuxlînin, li me siwar dibin, me dixebitînin, xebata me dixwin, wê kayê ji me ra bêlin, ji ber ku em nikarin bixwin. Bila, em ji xwe ra bin, me qencî li xelkê kir, xêra Xwedê ye. Ne em hevalê xirabiyê bin û xirabiya xelkê bikin. Lê, ne em xulamê xelkê bin jî, lo!

 

Kesek: Ma em hêviya xwe qut bikin? Ma hêviya me wê tune be? Em ê tim hane bin?

Apo: Hêvî ev e, hêvî di destê me de ye. Ma niha tu li mala xwe bî û xebatekê nekî, wê tişt ji te ra were? Nayê. Lê, gava tu bixebitî, wê rind ji te ra were.

 

Kesek: Kîjan perçên Kurdistanê wê berî ê din çê bibe?

Apo: Apo, binêre ez ji te ra dibêjim. Beriya wê û paşiya wê tune. Kîjan alî namûs dikin ku xwe xelas kin, wê xwe xelas kin û kîjan alî çavê xwe pan bike, wê bimîne. Bav-kalên me çavên xwe pan kiri bûn û hezar sala man di bin destê xelkê de.

 

A.: Apo, gava tu diketî girtîgehan lêdan hebû?

Apo: hin caran.

 

A.: Girtîgehên niha lêdan tê de pirr e.

Apo: Wê çaxê, hin caran hebû. Welê jî xwe ceribandin. Îro, her tişt di hebsan de heye, êşandin heye, kuştin heye… Berê ne wa bû. Berê rihet bû.

 

Kesek: Êşa niha zehmet e.

Apo: Belê zehmet e. Apo, binêre ez ji te ra dibêm însan netirse, tiştek tune. Tirs meriya dixwe. Ma te tucaran nediye du merî li hev dixin? Naêşin, ha! Ew her du, wê çaxê, nêşin ji ber ku qeherîne. Paşê, birînên wan hebekî dêşin. Evê ku dêşin, ditirsin. Gava mera tirsiya, êş bi meriya ra çê dibe. Merivekî carekê hezar dar lêxistin û dengê xwe nekiriye û negotiye: "Ax". Însan welê heye û welê jî heye ku du daran lêxî, dibe qîrqîra wî. Ma niha ê ku derin şer gî mêraniyê dikin? Hinekê wan lingê xwe datînin erdê, dimînin, hinekê wan jî direvin. Jiyan ev e.

 

ş          ş          ş

 

A.: Apo, te goti bû ku te navê kurê xwe yî mezin bi mezinî guhart?

Apo: Min yek welê kir. Hoşeng û hoşîn berî ku bên bi deh sala, min navê wan danîn. Îca, lawê min î mezin bi min ra bû gava em dibirin sirgûnê.

 

A.: Li ku derê, Apo?

Apo: Medxeşqerê. Vêca, em li ser baxîreka mezin bûn. Li ser baxîrê ciyê ku alê bi dar da dixînin î bilind e, bi sêlimê derinê. Sêlimên wan ji bena çê kirine. Pê ra hildikşin derin, alê bi dar dixînin. De ev her kes nikare here. Merivên ku hîn bûne, ewana dikarin herin û werin. Îca, hate bîra lawê min ku di wir ra hilkişe. Gava dibînin, qîr dikin, derin datînin, dibên: "Lawê kê ye?", dibên yekî nefî kirine, lawê wî ye". Gotin: "herin bînin". Hatin ji min ra gotin: "Kaptên te dixwaze". Kaptên ji min ra got: "Lawê te dixwaze here ciyê alê. Ku bikeve, hûtê wî bixwin. Mehêle ku di sêlimê ra hilkişe". Helbet, li pêş xelkê zarokê xwe xistin 'eyb e. Min jê ra got:

- Law, tu bê xêr î. Xwedê bikim ez vegerim welêt, bizewicim. Rokê, belkî Xwedê kurrina hêja bide min. Tu bi kêrî tiştekî nayê.

            Îca, ew zarok bû, temenê wî 5-6 salî bû. Gava min welê got, got:

- Bavo, gava tu bizewicî, çend zaroyên ji te ra bên?

  Gava min dît pê ra xîret çêbû, min got:

- Ew ê dudu bin

            Got:

- Navên wan çi ne?

            Min got:

- Yekî hoşeng, yekî hoşîn       Got:

- Bavo, hoşeng çawa ye?

 

Îca, tu dibînî şuxlê zaroka ye. Min jî xwest ez di serê wî de bi cî bikim. Min got:

- Çîl e, xweşik e, çavên wî şîn in, jîr e.

            Got:

- hoşîn?

            Min got:

- Ew esmer e.

            Got:

- Bavo, hoşengê min û hoşînê te.

 

Îca, gava tiştek dikir, min digot: "Ax! Çi wextî hoşeng " û hoşîn  werin!", ew sist dibû, deh roja, panzde roja baqil dimeşiya. Paşê, fam kir çîrok çawa ye. Piştî ku mezin bû, got:

- Bavo, Xwedê avêtiye ser zimanê te, bizewice, bila ji te ra zarok bibin.

            Min got:

- Kurro, diya te li welêt heye çawa ez ê bizewicim?

            Got:

- Na, bizewice, bila zarok bibin.

 

Heya diya wî çûye rehma Xwedê, em zewicîn û navê hoşeng û hoşîn me danîn. Berî 9 salan me navê wan danîn. Îca, gava bûnî, welê derketin. Hoşeng çîl û Hoşîn  esmer derketin.

 

Kesek: Apo, te çend pîrek biri bûn?

Apo: Dudu. Me yek li welêt biri bû. Îca, ew çûye rehma Xwedê, em li vir zewicîn.

 

            Apo, me gunê bav-kalên xwe kişandine. Ez lawê axakî bûm. Îca, axa tu dizanî çi ne! Me gunê wan kişandin. Tevî gunê me jî hebûn, ne ku tune bûn. Niha, bavê te - Rehma Xwedê lê be - malê wî ji kê ra dimîne? Wê ji te ra bimîne. Dênê wî wê ji kê ra bimîne? Wê ji te ra bimîne. Îca, gava karên çê kiri bin, çêyî wê li pêşiya te be. Gava a xirab kiri be, a xirab wê li pêşiya te be. Her yek bi rengekî dibe. Dên e, dênê wan e. Me gelekî daye. Em çi bikin?

 

A.: Axe û begên me gelekî bi serê miletê me kirin.

Apo: Peyayên dijminan bûn û li serê miletê xwe dikirin. Ma çima em ketin nava lingê xelkê? Çima îro Kurd şerê hev dikin? Ji wana hîn bûne. Niha, Kurdên din jî ên xwenda şerê hev dikin, karê bav-kalên xwe dikin. Me bikariya ji hev hez bikira, em ê ber hev bihatana. Lê, Kurmanc ciyê ku ji hev hez bikin, xirabiya hev dikin. Niha, tu herî li kîjan odê rûnî, wê paşgotiniya hev bikin, xirabiya hev bikin: "Filanî wa kiriye, bêvanî wa kiriye…". Îca, xwezî tiştê wî kiriye tenê wî bêjin! Na hên li cem xwe jî dikinê. Me ev ji bav-kalên xwe de dîtiye û em wê jî dikine. Ev rêkeke ne baş e, divê em xirabiya hev nekin, em şerê hev nekin. Niha, sê lawên min hene, me her sê jî xwedî kirine. Her yek bi awakî difikire. Law, miletek gî nikare weke hev bifikire. Gava mêrkê Kurmanc yek mîna wî neke, wê şerê wî bikin. Min ji zaroyên xwe ra digot: "Ne mîna min bifikirin, mîna xwe bifikirin. Gava hun mîna min bifikirin, hunê şaş bibin". Ez mîna xwe difikirim, hun jî mîna xwe bifikirin, lê xwe xira mekin û ev e. Divê em a xirab nekin. Em berê xwe ji xirabiyê bidin alî. Na, ê Kurmanc a xirab çiqasî têkeve ber, wê bike, çima ji bav-kalên xwe de diye welê kirine. Ew jî welê dikine. Niha, cîranek têr nan dixwe, çavê wî lê ye û paşgotiniya wî dike. Em holê xira bûne, em holê wenda bûne. Niha, di nava gunda de here, binêre, ya pismamê hev in li hev dixin, ya cîranê hev in li hev dixin. Çima yekî têr xwariye, ê din çavê wî bar nake.

 

Her tişt di destê me de ye. Birçîbûn û têrbûna yekî karker bi xebata wî ve girêdayiye. Me ji xwe ra nekiriye, em çûne me ji xelkê ra kiriye. Gava me ji xwe ra kiri bûya wê di destê me de hebûya tiştek. Îro li Efrîqiya, ewê bi tîrkevanan şer dikin, heqê xwe standine. Welatê me yî mezin e. Ê me, em bîst milyon in, belkî bîst milyonên me jî di nav xelkê de wenda bûne, em nikarine heqê xwe bistînine, çima em şerê hev dikine. Em li hev hez nakin, em xirabiya hev dikine. Hema ne li ser kesî em bînin, li ser min. We bihîst çi gotin kirin, çima? Wekî ez mîna wan nafikirim, gerek e zimanê xwe dirêjî min bikin.

 

ş          ş          ş

 

            Ez Musulman im, lê ez ji miletê xwe ra dixebitim. Ez naçim ji Musulmana ra naxebitim. Ê me, gava em bibin tiştek, wê herin ji xwedî ramanan ra bixebitin. Kuro, raman gelemper e, tu jî bigre û fêdê jê bike. Mebe xulamê ramanê. Em dibine xulamê ramanê. Paşê, derin şerê kolîdar dikin. Kolîdar dijminê xelkê gî ye û em jî di nava wî xelkî gî de ne. Bavo, şerê ê ku li stoyê te siwar bûye bike. Newêre şerê wî bike, dibê: "Ez şerê kolîdar dikim!". Yek li ser sînga wî siwar bûye, yek jî ji dûr ve dibê: "Lêxe!". Tufe wayî dike. Ê ku li ser rûniştiye tufê nakê. Îca, li ser wê, berî vê bi çend salan hineka çûye ji lawê min ra gotiye: "Bavê te li mal rûniştiye, naxebite, xwe nêzîkî xebatkaran nake…". Min helbesteka pexşane jê re nivîsand, li sala 1977, û min kir kasêtê. Yek hat, got: "Tu tiştekî ji Berbangê re naşînî?". Min ev helbest jê ra şand. Ez ê ji te ra bixwînim:

 

 

BERSIVA HOŞENG  

 

Hoşeng!

Roniya çavê min,

Pandiyê navê min,

Hêviya min a pêşin,

Di nav pêrêyên jîn,

Divêm çend peyvan di gel te bikim,

Bê qirên û deng

Nizanim wa ji te dipirsim:

Ka te tiştek nasiye

Wek kesên bîrbir,

Jêhatî, eznawir,

Ji êşa welat,

Warê xebat,

Derd û kulên min.

Nabêjim tu ne jîr î,

Ne dibêjim tu dibîrî.

Tenê sergermiya te,

Tu rojan,

Tu deman,

Nahêle ku li çi kirê hûr bî,

û çak bibîrî.

 

ş          ş          ş

 

Berî tu hebî,

Piştî tu hatî,

Gelek caran ez ketim nav lepên neyaran,

Tevî zor û lêdan,

Di gel zirt û fortan,

Di çavê min ne dîtin tirs,

Ji devê min ne girtin yek pirs,

Te bi çavên xwe dît,

Carekê, du caran,

Ku zor û êşandin pirr hebû.

Di gel min xwe westandin.

Dawî suhna xwe revandin,

Lê serê min nizim nebû.

Bi a Xwedê her nizim nabe,

Divêya bû dilê te bi vê yekê şa be.

Tevî van bûyeran,

Li ser gotina tewtewe û qeşmeran,

Jehra ku berdane guhên te,

Bê raman û xweragirtin,

Bi ser min da dirêjî!

Berî vê bi sê salan,

Ji min ra dinivîsî, holê dibêjî:

"Bavo, dibînim di nivîsarê te,

Dibihîsim ji dost û yarên te,

Şopa bê hêviyeke cankuj,

Xwe berdane ser dilê te,

Pê sist bûne dest û milên te …"

 

ş          ş          ş

 

Delal!

Berî her tiştî,

Ew rewrewok ne dost û yar in,

Birrek tewtewe, xêrnexwaz û çavnebar in.

Ji her nasî ra dost û yar nayên gotin,

Holê pergala mirov tête sotin,

Ev celeb kes dema rûbarî te bin,

Pirr nerm û xweş in,

Di paşgotiniyê wekî mar in, gelek dilreş in,

Naxwazin kesek paqij bimîne.

Qenciya camêran dilê wan diêşîne.

Ji bo çakan û çakiyê dij û neyar in.

Di devavêtinê de wek segê har in.

Divê bizanî ev celeb kes wek mişkê lûr in,

Wan bînayî nîne li ser bênê dimeşin.

Ji zikmakî kûr in.

Ma gelo dinasî mişkê lûr çi teba ye?

Wek van kesan ji dîtina rastiyê û qenciyê dûr û cuda ne.

Lûr li ser rûyê erdê najî, her zêrzemîn e.

Tiştên li ser rûyê erdê, di nav ezmên yekcar nabîne.

Çiya, dar û ber û keskayî,

Çem, co û cobar û ronahî,

Asiman, stêrk, ro û hîv,

Gewher, pilatîn û zêr zîv,

Tev jê ra nas in, li nik wî ne teba ne.

Jê ra ne hêjayî kêzikekê û du kurma ne.

Kir, tevger û xebata wî di cihên teng û tarî

Jê re kurm û kêzik bihatir in ji elmas û mirarî.

Navên Apolo û Kosmos wî bendewar nakin.

Xwarina çend kêzikan dikarin dilê wî şa kin.

 

ş          ş          ş

 

Ev e rê û ramana van celeb kesan.

Têgihan û bîrbirina nandoz û teresan.

Li pêş dost û yaran, qurre û çalak in.

Dema rûbarî neyaran dibin, bizdok û perşikestî,

Nikarin serê xwe ra kin.

Lê, ji bo Kurdên dilçak û doza welêt.

Bê ûşt ji devê wan dertên her agir û pêt,

Nemaze ji bo kesên têkoşer û gelparêz,

Gunehan çar dikin, didin ber hev, dikin rêz.

Çi kesê ji zanîn û baweriya wan bi dûrkeve

Dibêjin: "şaş e".

Ji kesên wek bizdok û çepel ra,

Dibêjin: "têgihiştiye, gelekî baş e!"

Ew ne yên xebatê bûn,

Tenê diketin rêya xebatkaran.

Kama wan di hatina nav xebatê çavnebarî bû,

Dixwestin ew jî wek camêran bêne xuya kirin.

Xwe hildana wan ne xurtî û fedakarî bû.

Zûka reviyan, dema ji wan ve xuya bû mirin.

Hinekê wan hati bûn nav xebatê ji aliyê neyar,

Da ku berra hev din, di berhev bêxin kesên ne hişiyar.

Teqez baweriya wan bi gel nîne,

Her çî ew bi xwe ji canê xwe bê hêvî ne.

Dijî gelê xwe tu nizanî çi pêxas in.

Berdestî ne wek tajiyên bi meras in.

Ji bo gel nawestînin ji xwe lingan.

Ji bo xelkê xwe davêjin ser pilingan.

Ev e rewşa îro di nava gelê me yî nezan,

Lîwana xwe spartine noker, bêbav û xinizan.

Neyê bîra te ku rewşa Kurdên Rohilat û Bakurr,

Ji rewşa Kurdên Sûriyê durustir û çaktir e.

Em hin tiştan ji wan dibihîsin,

Halê wan ji ê me pirr kambaxtir e.

Ev e ku nahêle em ber hev bên û bibin yek.

Bê şerm em gunehên xwe diêxin ber derê kolîdar û felek!

 

ş          ş          ş

 

Delal!

Gava em ne çak û durust bin,

Teqez ew ji pîsî û neqenciya me ye.

Em çawa dikarin bêjin: "Sûcê felek û kolîdar tê heye"?

Ma heya çi gavê em dê ji sûc û gunehên xwe birevin?

Rêya rast berdin, bikevin xaçerêyan deverû bikevin

Rêya rast şemirandin ne karê camêran e, teqez qelsî ye

Ji gunehên xwe revîn karê nemerdan e, bes pîsî ye

Ji bo çi holê em pîsiyê di xwe da tînin?

Neyar û nemerdan dilgeş dikin, bi xwe dikenînin.

Ev yek bûye nexweşiyek malkambax ketiye canê me

Nizanim ev çi bextreşiye ku

Zanayên me pê ketiye pirrtirî nezanên me.

Kesin hene ji gunehên xwe direvin,

Alîkî di rêya felekê ra diêxin derêYezdan,

Aliyê din, bê şerm û fihêt diêxin derê şeytan.

Xwe ji guneh û kêmasiya dişon wekî me Kurdan.

Tenê ya ku me ji vê guhartiye,

Me kolîdar xistiye şona şeytan!…

Wey xwelî li serê me, me rêya rast şemirand,

Em bûne pelîse ketine bin lingan…

Gelo! ma em dê çawa xwe ji vê nexweşiyê xilas kin?

Gunehên xwe bibîrin, qencî û neqenciyê ji hev nas kin?

 

ş          ş          ş

 

Kurrê min!

Wa tu li Ewrupa yî, va me li Rohilat,

Teqez ne razayî me ji tevgera nav welat

Çavdarê hemî bûyeran,

Guhdarê nûçe û xeberan,

Dibînim, dibihîsim, dêşim,

Haydar im ji hemî war û deran.

Tu tenê dibihîsî, lê ez dibînim

Hophopa qeşmeran,

Canxulamiya nokeran,

Dûvlûçandina nandozan,

Devxumxumandina bê dozan,

Demnasiya kêsbazan,

Zimandirêjiya tolazan,

Di nav pêlên gemarî,

Di nav rojên reş û tarî,

Tertilîna gel,

Tevgerên bêvac û çepel,

Koraniya rêberan,

Bertilîna têkoşeran,

Rê li ber wan wenda,

Ji armancê cuda,

Nema dizanin çi bikin, tev mane bê war.

Ji vê rewşa xwe ya kirêt qet nabin hişiyar.

Bi tevayî ketine ber lingan û hembêza neyar.

Hey wax û sed hey wax,

Di nav kulên kambax,

Ku her roj dibînim,

Dêşim û dilbirîn im.

Xwezî min ne dîti bûya, çê ku tu nabînî.

Teqez tu bextiyar î, ne wek min xemgîn î.

 

ş          ş          ş

 

Guh bidêre min, delal!

Ez sond dixwim bi serê te û hoşîn  û heval,

Ku tucaran, ji xwe û gel bê hêvî nebûme,

Li ser şopa qelsan ne hatime û tê ne çûme.

Tenê hin karbidestên xêv û nezan,

Totik vala û cendek giran,

Di nav şoreşê, li nav niştiman,

Hineka bi serhişkî, hineka bi oflazî,

Hineka bi xinizî, hineka bi xêrnexwazî,

Gelekan jî bi talankerî û dizî,

Kir, tevger û peyvên wan,

Dikarîn welat û şoreşê tev têxin bin lingan,

Bê şivîşk, ez gelekî diêşiyam bi van kirên han,

Kesek serwext û bîrbir û hişiyar,

Dikarî qenc bibîre, çak bibîne gelek tiştên nediyar.

Ji alîkî, nezaniya gel û tênegihiştina xortan,

Ji aliyê din, alozkeriya bêbavan, reyîna xêrnexwazan.

Me ne divya bû rê bidim devlokiya qeşmer û tolazan,

Ji lew ra divya bû ji her kirê hûr bim,

Xwe ragirim, ji her kesî dûr bim,

heya rastî ji her kesî va xuya be,

Qencî û neqencî ji hev cuda be.

 

ş ş          ş

 

Heye ku bê bîra te, berî wê nameyê di nameyek din da,

Ta gazind kiri bû, ji bo çi xwe nêzîkî xebatkaran nakim.

Hîngê min ji te ra dûr û dirêj nivîsî bû ku:

Kesên di qada xebatê de mane birrek kurreder û malkambax in,

Pêlên ku radibin, tev gend û gû, gerrek û kerrax in,

Ez tucaran di nav avên holê de sobahiyê nakim.

Dawî, va ya her tişt xuya bû,

Li Rohilat û li Roava dijmin bi me şa bû,

West û xebata çarde salan,

Xwîn û fedakariyê gelek hevalan,

Bi bêbavî hatin firotin,

Li Kurdistana Nîvro gelek dever hatin sotin,

Rêya ku li her derê bi koranî da bûn ser,

Bi rêberiya hin nezan û piştmêriya hin ker,

Bê raman û hişyarî,

Em deverû dan erdê, gîhandin vî warî.

Ev bûyerên paşin hîngê ji me xweş xuya bûn,

Kesên datanîn ser xebatê cankole û ne hêja bûn.

Hinek jê xiniz, ji aliyê neyar ve hati bûn şandin.

Gelek ramanên çepel di serê milet da hati bûn çandin.

Li Ewrupa li her alî welêt,

Xebat keti bû nav destên çepel û şêt.

Xortên xebatkar, jêhatî û dilawer,

Ji xebatê, ji berpirsiyariyê dihatin dûr xistin,

Li êrdima şoreş gelek têkoşer,

Ji bo gotina "çima" dihatin kuştin.

Diborîn di gunehên xiniz û nokeran,

Digirtin devên welatparêz û cengeweran.

Bi tenê devekî digot, destekî dikir,

Ê mayî bê deng, wek pûtên ji kevir.

Dongiya şoreş û gel bi zarê mirovekî ve hati bû girê dan,

Ji lewra şoreşa serdest hat firotin,

Qelenê wê gihaşte destê şahê îranê.

 

ş          ş          ş

 

Herçî êrdima şoreş,

Dema bihîstin nûçeya kambax, ji rûkî girêdan reş.

Keç û bûkan porrên xwe birrîn,

Kal û pîrên Kurd bi ser hev da digrîn,

Digotin: "hey wax û her hey wax!

Çawa dibe ku serok holê bi hêsanî,

Axa welêt û şoreş serbest berde?

Ma nizane ku Tikrîtî neyarê gelê Kurd e?

Dê me hemiya ji welêt bi derxe û bi gerde.

Çekhilgirên me wê tevda bêne kuştin,

Lat û zinarên niştiman, dê bi xwîna wan bête şuştin,

Namûs û rûmeta me dê bikeve ber lingan,

Wê ku da biçin şervanên Kurd ku dajotin ser neyar wek pilingan

Hê tucaran ev bêbavî ne bûye,

Kesî boblatek holê ne diye,

Ku welatek bê şer û ceng,

Bê qirên û deng, ji dijmin ra bête berdan!

Xelkê wî wek pezê bê şivan tê da bê serjê kirin,

Bête kuştin, jê bête gerdan!…

 

ş ş          ş

 

Piştî van bûyeran,

Em dibihîsin nexmeyeke nuh ji devê hin zirtekeran!

Binêr çi gotinek şêt,

Berredayî, bêvac û kirêt,

Hin kesên nezan û guhdirêj,

Totik vala, mejî qirêj,

Dibêjin di talde û nediyaran,

Dikin kurrepist li pêş nezan, li ber dîwaran:

"Heke şoreş bimaya, welat seranser dibû wêran,

Di nav xerîta cîhan ra dibû navê Kurdistan,

Teqez dê hebin hin gotin û peyman,

Di navbera Barzanî  û şahê îran.

Ev e gotina min ji van celeb kesan:

"Bimrin, biqeşin herin nik şeytan,

Divê hun bizanin ku Barzanî  xwe kuşt,

Xwîna cengawerên Kurd bi dolaran şuşt,

Rûmeta xwe û Kurdan siparte neyar,

Ji bo we keran her bindestî hîşt".

 

ş          ş          ş

 

Kurrê min, niha dê bême ser te,

Dilê xwe vekim li ber te,

Binhêr ev e şîreta min,

Dê bêjim pirr kurt û kin:

"Ku di hemî kir û waran,

Di gel hemî nas û dost û neyaran,

Baş vekî çavê xwe,

Bibîrî şîreta bavê xwe,

Li ser her kir û gotinê hûr bî,

Ji kir û gotinên lez dûr bî,

Heya ne kevî kêmî û şaşiyê,

Fihêtkar ne bî li paşiyê".

Ev e şîreta durust û çak,

Ji bo we xortan dixwazim pêşendeyek xweş û ronak.

 

ş          ş          ş

 

            Rojekê, Ebdil Melêk, kurrê Merwan, ji 'eqilmendekî Ereb an, yekî kal dipirse, dibê: "Tu dikarî ji min ra salix bidî, bibêjî kalbûn çi ye?" îca, bi awakî salix daye, ez bawer dikim feylesûfekî bi deh se'etan bifikire, nikare bersiva wî bide. Ew gî ne di bîra min de ye, bi xwe bîra me ne maye. Di dawiyê de, dibê: "Gava kal dixwazin razin, xewa wan nayê; gava dixwazin rûnin, diponijin". Ê min, ez jî gîhame vî warî. Se'et dudiyê şevê bû. Min guh da bû radyo jî û min serê xwe danî bû û ez raketim. Se'et sê, ez rabûm. Ez rûniştim heya sibê. Serekî min xwest ez razêm, xewa min nehat. Ez mam heya bi sibê, min nimêja sibê kir û, paşê, ez razam. Hate bîra min ku tu werî û ez di xew de bim. Lê, îca, kalbûn e.

 

A.: Min, hêvarî, xwest ez bihatama, min nihêrî dereng bû. Se'et dehê şevê bû.

Apo: ho, ez heya se'et dudiyê şevê mam. Gava mera kal bû, bi şonda xew ji dest meriya difilite. Bi Xwedê, nexwarin, bi dilê meriya ye, nivexwarin, ne rabûn, ne rûniştin, ne raketin… Min bi xwe ne dixwest ez pîr bibim, lê ne bi destê meriya ye.

 

A.: Apo, te Efrîn carina dîtî?

Apo: Na, min nedît. Min nîvê dinê gî dît, min Efrîn ne dî. Bela ev e. Wextekê nedihîştin û niha jî ez naxwazim, çima - Xwedê wan nehêle - ên me yên ku casûstiyê ji xelkê ra dikin pirr bûne.

 

A.: Efrîn hinekî rewşa Kurdistanê dide xuyan, tev çiya ye.

Apo: bi Xwedê, ên dîtine dibêjin xweş e. Ne min ji te ra got: "Min nîvê din dî, min Efrîn nedî!". Bela me ev e.

 

Kesek: Gerek e carekê tu herî bibînî?

Apo: Nema. Me hên pirr tişt nedîtine. Jîna me ne di destê me de bû ku mayîna me jî di destê me de be. Bi destê xelkê bû. Merivê ku jîna wî di destê xelkê de be, çi dikare bike?

 

            Heval, li vê derê, hendesa Mîkanîk dixwend. Tu xêr pê nekirin. Reviya çû derve. Niha, li wir dixebite. Hên xwendin jê ra muyeser ne bûye. Ez naxwazim zarokên min ser hesabê xelkê bixwînin.

 

ş          ş          ş

 

Xwendayên me dixwazin ji jor de werine zimanê xwe binivîsînin. Xelk ji jêr da dere, ew ji jor de tên. Gava meriv ji jor de here nivîsan nabe, zehmet e. her kes li gor şihadeta xwe dixwaze bipeyive. şihadet bi zimanê din biriye, ne bi zimanê xwe. Welê bûye.

 

A.: hejmara 3-ê ya hêviyê derneketiye, Apo?

Apo: Min nediye. Eger derketiye, min nediye, çima hejmara yekê gava ji me ra şandin, ew xweş hat. A dudiyê, ew nehat û name hat. Dibê ku me ji te ra şandiye. Çend rojan piştî namê, min rê pa nehat. Min ji wan ra nivîsand. Piştî min nivîsand, min got nehat - helbet namên min vedikin dixwînin - girtin yek berdan, yek girtin.

 

ş          ş          ş

 

Kesên ku bikari bin miletê xwe xelas kin tunene. Em hên ji wan kesên ku di bin destê axa, şêxan, began û melan de rabûne. Pirên me zarokên axan in, zarokên şêxan in. Ên di meydanê de em bûn. Ên ku ne lawên axan û şêxan in, ew jî wekî wan difikirin. Nizanin ji milet ra bifikirin. Ew hîn ne bûne.

 

Kesek: Qedera me reş e.

Apo: Em bi xwe reş bûn. Qeder xweşnav e. Niha, merîkî here bixebite, kesek wî qedexe dike? û gava yek jî rûne, ew têr dixwe? Em ji xelkê ra xebitîne, ne ji xwe ra.

 

Kesek: Ma qe kesê zana di me de tune ne?

Apo: Te got çi?

 

Kesek: Ma qe kesê zana di me de tune ne?

Apo: Na, bi Xwedê. Ên bi 'eqil hebûn, lê bi namûs tune bûn. Ku hebûyana wê ji xwe ra bixebitiyana. Binêre, ez ji birayê xwe ra bêm. Di zemanê Osmaniyan de, kesekî zimanê me qedexe ne dikir. Di nava me de, Ermen î hebûn, Siryanî hebûn, Kildanî hebûn, wan bi zimanê xwe dixwendin, me diçû bi zimanê Ereb, Tirk û Eceman dixwend. Ev sûcê me bû, lê sûcê xelkê bû?

 

Kesek: Sûcê serekê me bûye.

Apo: Tim sûcê me bûye. Niha, xulam dere cem axê, lê axe dere cem xulêm? Gava yek nere cem axê, axe dikare wî bi zorê bîne?

 

Kesek: Eger î zanabe, nare cem axê.

Apo: Me jî bi dilê xwe xulamiya xelkê kiriye.

 

Kesek: Ew ji nezaniya me tê.

Apo: Na, bi Xwedê, ew ji pîsiya me tê. Gava di Sefer Berlikê de Dewleta Osmaniya şikest, îngilîz  hatin ketin îraqê û Firansiz jî hatin ketin vira. Wê çaxê, Melêk Feysel  li vira Melêk bû, li Sûriyê. Îca, berî hukmeta îraqê çê bibe, îngilîzan rabûn ji Kurdan ra tiştek li Silêmaniyê çê kirin. Şêx Mehmûd  kirin melêk. Tu fam dikî? Îca, şêx Mehmûd  şêx bû, 'eqilê şêxan li ser bû. Muxaberatên Tirkan pê kenîn, gotin:

- Qebûl meke, evana Kafir in.

            Got:

- Ez qebûl nakim.

            Îngilîz an gotin:

- Law, bila du-sê peyayên me li cem te bin?

            Got:

- Ez qebûl nakim.

            Gotin:

- Bila yek jî li cem te be?

  Got:

- Ez wî jî qebûl nakim.

 

Îcar rabû şerê wan jî kir. Îngilîz an ew girt avête hindê û Melêk Feysel birin, kirin Melêkê îraqê. Tu fam dikî? Wê çaxê bû jî, gava Firansiz hatinî vira, li Iskenderonê ji Tirkan ra dibistan bi Tirkî vekirin, ji Ereb an ra bi Erebî. Ji Kor Reşîd ra gotin, Kor Reşîd got: "Na, bila bi Erebî be!". Te guh lê ye? Îca, ev bû! Wê çaxê, eger zimanê me yî Kurdî hebûya, wê bi Kurmancî dibistan vekirana, tunebû. Kî yê me bi Kurmancî zane çar pirsan binivîsîne? Evên ku li Ewrupa dinivîsînin, nivîsanên wan gî tevîhevin. Îca, ê ku nizane bawer dike ku nezana zimanê me xira kir. Ê me, xwendayê me ziman xira kiriye. Berê, ê ku bi Erebî û Tirkî û Faris î xwendi bû, dihatin pirsên Erebî, Faris î û Tirkî dixistine nava zimanê me. Ên me yên îro jî tên pirsên Latînî, îngilîz î û Firansizî dixin nava zimanê me, tijî kirine. Mesele ev bûye, peyên me tune bûne. Em ne ji xwe ra bûne, gelekî te'l e!

 

            Ma niha heywan pirr in li meydanê. Tu dibînî yek di yekî di'ewte ji xeynî kûçka? Here bipirse bê hun d'ewa çi dikin, rew-rew-rew derin? Ha, ê me jî tu derî ku derê, Kurmanc paşgotiniya hev dikin. Em nikarin li hev hez bikin çima em li ser hesabê xelkê ne. Ez li ser hesabê yekî me, tu jî li ser hesabê yekî din î. îca, ne tu dikarî li min hez bikî, ne ez dikarim li te hez bikim. Tu nanê yekî dixwî, tu wê li ser hesabê wî bipeyivî; ez nanê yekî dixwim, ez ê li ser hesabê wî bipeyivim. Berê me nagihê hev, destê me nagihê hev.

 

Kesek: ew ji nezaniya me hatiye.

Apo: Na, gava em dibêm ew ji nezaniya me hatiye, em hinekî qedra xwe digrin. Bi Xwedê, ji pîsiya me tê.

 

            Dûrî welatê xwe meçin. Niha, kê ji Cegerxwîn ra got: "here"? Ew çû û çû. Ê min, li Siwêdê berî pênc sala mafê penaberî ya siyasî dan, lê ez neçûm û ez li vira tême çewsandin. Zarokên min nikarin werin min bibînin; ez nikarim zarokên xwe bibînim. Lê, li vira ez nêzîkî welatê xwe me, ez dikarim xizmetî welatê xwe bikim. Welatê min, miletê min di bin destê xelkê da ne. Xelk zulmê lê dike. Divê ez ji wê zulmê nerevim. Gava ez reviyam, min miletê xwe di bin zulmê de hîşt, me'na xwe ez li welatê xwe hez nakim. Yilmaz Gûney ji hebsê reviya, lê Cegerxwîn bi xwe çû. Kê jê ra got: "here Siwêdê"?". Digot: "Ez çûme Siwêdê, ez çûme cinetê!". Li wana bûye bazara nêçîrvan û nêçîrê. Îca, mêrka bi kêfa xwe nêçîra me dikin.

 

A.: Erê, wilo ye, Apo. Ewrupa  Roava giş wilo ye.

Apo: Erê, ez ji te ra çîrokekê bêm. Sala 1953, yekî Siwêdî navê wî Stig Wikander

 

            Xortên ku çûnî Ewrupa  ku di welatê xwe da bimana û şer bikirana wê dijminê xwe biwestandana. Dixwazin herin rihetiya xwe bibînin. Welat bi rihetiyê nayê standin. Dixwazin ji ber neheqiyê birevin. Law, hun neheqiyê di stoyê milet de dihêlin û direvin! Ev ne rast e? Belê, ez biçûma Siwêdê gelekî xweş bû. Ji min ra mafê penaberî ya siyasî dan, wê ji min ra mu'aşek jî bidana û min ê kêf bikira! Min dikari bû li wir rojnamekê jî derxista, pirtûk çê kirana, min dikari bû her tiştî bikim. Lê, ez nakim. Ez ê li vira bim. Ez tiştekî nakim, mîna êşa bi milet dibe, bila ez jî wî êşê bikşînim. Ev e, heqê min. Gava ez ji ber êşê reviyam û min miletê xwe di bin êşê de hîşt, ka hezkirina min û welêt li ku ma?

 

            Ev heqê Kurdan e, Kurdan xwestine wilo bimînin. Kî bûn Kurd? Mezinên wan welê xwestine, welê bûne. Di tarîxê de, gelek firsetên hêja derbas bûne, me nexwestiye. Gava şer di navbera mezhebên Elewiyan  de li Rohilat de çê bûye, Selîmê Yekê yê Tirk rabûye şerê îsmayîlê Sefewî kiriye. Wî çaxî jî, îca, Kurdan da ku mezhebê Elewî di nav wan de belav nebe, rabûn alîkariya Selîmê Yekê Tirk kirine. Bi alîkariya Kurdan zora îsmayîlê Sefewî Kurdan zora Sefewî birine. Wê çaxê, komandoyê Kurd li paş ordiya îranê dikeve. Hêriş didine konê îsmayîlê Sefewî. Ew bi xwe ne tê de bû. Jina wî û şûrê wî girtine, anîne. Ji xwe li ser vê bû ku şah îsmayîlê Sefewî şer sekinand. Jina wî Selîmê Tirk ji xwe ra bir û şûr da serekê komandoyê Kurd. Eşîra wan û a me di kêleka hev da ne. Îca, kalê me ew şûrê şah îsmayîl kirriye. Lê, zêrê wî û gewherê wî gî rakiri bûn. Şilfê wî tenê bi 25 zêran kirriye. Ew şûr min bi xwe dîtiye. Wê çaxê, beramberî wî xizmetî, Selîmê Yekê yê Tirk ji 11 mîrên Kurdan ra got - Xwedê wan ne hêle, rehma Xwedê ne li wan be, ya Rebbî! -:

- Peyakî xwe ji nav xwe bibijêrin, bi navê miletê Kurd, bila bi Dewleta Osmaniyan ra bide, bistîne.

            Gotin:

- Na.

Qebûl nekirin yek ji wan be. Gotin:

- Tu peyakî xwe dîne se me!

 

Îca, mûşîrek li Erzinganê danî bûn, gî wekî kûçkan wê bi rêketana û biçûna cem wî, te'lîmatên xwe ji wî bistandana! Baş e, ev sûcê me ye, yan ê qederê ye, yan ê Xwedê ye, bêje, lo?!!

 

            Baş e, di Sefer Berlikê de Dewleta Osmanî  ket. Îca, gelekî milet di destê wan da bûn. Camêrek hebû navê wî Şerîf Paşa bû, ji xelkê Silêmaniyê bû. Rabû çû Komela Netewan, got: "Ez nûnerê miletê Kurd im". Ne nûner bû. Kesî ew ne şandi bû, lê ew bi xwe î camêr bû û çû. Wan jî dizanîn ne nûner bû, lê qebûl kirin çima dixwestin Dewleta Osmanî  perçe bikin. Rabû Komîteyek çê kirin ku were sînorên Kurdistanê û Ermenistanê deyne, ango Ermeniyan jî û Kurdan jî heqê wan bidinê. Gava Mustefa Kemal ev bihîst, tavilê emir da axa û begên Kurdan û ewan jî rabûn telegraf şandin Komela Netewan û gotin:

 

 

«ŞERîF PAŞA TEMSîLA ME NAKE, EM NAXWAZİN JI BIRAYÊN XWE YÊN TIRK BIQETIN!»

 

Ev telegraf min bi çavê xwe xwendiye. Xwediyê min bi xwe jî nivîsadine. Ew jî axa bûn. Xwedê wan ne hêle! Gewada gişka nivîsandiye. Min bi çavê xwe xwendiye û ha hên li ber çavê min e! Îca, gava Şerîf Paşa ev bihîst, çû li Îtaliya rûnişt, nema çû nav Kurdan. Ev sûcê kê ye? Hun dibêjin ev sûcê nezaniya me ye, ne? NA, BI XWEDÊ, SÛCÊ PÎSIYA ME YE!

 

Kesek: sûcê serekên me ne.

Apo: sûcê pîsiya me ye, apo. Niha, Şêx Mehmûd  du îngilîz  qebûl ne dikirin ku welatê xwe îdare bike. Muxaberatên Tirkan pê keniyan û got: "înneme el-muşrîkûne necesun". Ev gotin di Quranê de heye, dibêje: "Mehêlin Muşrik werin Kabê, ziyaret bikin", ne gotiye vê ra hevaliyê mekin. Îca, ev jî sûcê qederê ye, ne? Dîsa sûcê me bû. Îro jî, bala xwe bidê, li îraq ê li hev dixin, li îranê li hev dixin, li Tirk iyê li hev dixin, li vira paşgotiniya hev dikin. Li ser hesabê kê? Gav em dixebitînî partiyek bû, niha bûne 13 partî! Baş e, ew dikine, lê xelk dike? Em vê dikine û sûcê me ye.

 

            Ez ji welatê xwe biderketim, ji malê xwe, ji milkê xwe, ji eşîra xwe, ji xudanê xwe, min terikandin ku werim ji miletê xwe ra bixebitim, ne werim xulamiya xelkê bikim, miletê xwe têxim bin destê xelkê? Celal Talebanî dixwaze here li ser destê Sedam husên heqê Kurdan bibe û destê Sedam husên heya vê derê di xwîna Kurdan de ye! Xulî li wî destî be ku here destê Sedam husên bigre! Baş e, ez ji xelkê Kurdistana Tirkiyê me. Gava Evrên bixwaze bê: "Ez heqê welatê Kurdan bidim" û dawetî min bike, û ez herim cem Evrên û ro pê de Kurdan dikuje, ez ji bo Kurdan derim, yan ji bo xulamtiya xwe derim? Ne ji bo xulamtiyê ye? Heqê ku bi zorê hatî standin divê bi zorê vegere. Niha, li me bûye bazara ku tu di rêya xwe ra derî û eşqiya têne pêşiya te, dibên: "Cilên xwe bêxe, perên xwe bêle" û cilên te jî û perên te jî birin. Ku tu pê kevî û bêjî: "Apo, ez di bextê te da me, ez destê te maç dikim, ez xulamê te me…", ma ew ê bide te? Na. Ê me jî, na dine me ku ne bi zorê be. Heqê me xelkê bi zorê biriye, em derin bi bergerê dixwazin, bistînin!

 

            Baş e, li îraqê şoreş bi serketi bû, Ereb an nikari bûn Kurdan. Ma kê got "Bila Barzanî  here xwe bavêje hembêza şahê îranê. Ew bi xwe çû, yan xelkê ew bi zorê bir? Qediya! Eger ne çûya heqê Kurdan wê ji îraqê û ji îranê jî bihata standin. Baş e, Barzanî  Kurd bû, yan Ereb bû, yan Ecem bû? Em jî wan e, ên me yên îro jî ji wan ên duh ne çêtir in. Çîroka ku em bêjin qederê wa kiriye, ne qederê kiriye. Bila em xirabiyê nekin, bila em xulamiya xelkê nekin. Xelk mera bi zorê nikare bike xulamê xwe. Em derin ber derê xelkê.

 

            Cegerxwîn û Hemîdê Hec Derwîş li cada el-hemra (Kolana Sor - Amed), li Bêrûtê, rûnişti bûn û bi hukmeta îraqê ra didan û distandin. Seferata îraq ê li ser destê Îsmet şerîf Wanlî … heta piştî şoreş sekinî, îsmet got: "Em ê ji nû ve vegerin ji bo Kurdan bixebitin". Mêrkan ewqas … wan, paşê, rabûn dabance berdane gewriya wî, li gepê ket. Niha, hên gepa wî kun e. Tu fam dikî? Hên şûna qurşînê xuya ye. Îca, gava welê bû, Cegerxwîn û Hemîd jî cada el-hemra berdan û çûne mala xwe. Baş e, xelkê ew birin, an ew çûne ber derê xelkê? Pîsî em dikine, ji me ra xweş tê. Baş e, Cegerxwîn çima çû îraq ê? Li îraqê karê wî çi bû? Li vira çû ket Partiya Komonîst Paşê, Komonîst an girtin ew avêtin, rûyê xwe nema û çû îraqê. Wê çaxê, Qasim soz da bû ku heqê Kurdan bidê. Rabûn kirin mamostayê zanîngehê. Kesî Kurmancî dixwend hîngê tune bû. Ma li wira. Îca, gava kongre çêbû, Cegerxwîn jî wekî guhdar amede bûbû. Wê çaxê, di nava Kurdan de hinekî Kurdên Komonîst hebûn, digotin: "Em hevaliya Qasim bikin". Cegerxwîn jî xwe da hêla wan, tevî ku guhdar bû. Li ser wê şikest. Paşê, ji wira hat vira. Li vira jî, hinek hevala girti bûn derbasî partî kiri bûn. Xelkê rû nedayê. Paşê, çû bi Hemîd ra xebitî. Hemîd Rast bû. Dinivîsîne dibê: "Ez markisî dimrim!". Yemînî (Rast) dixebitî, markisî dimir! De Baş e, ev bi destê xelkê bû, yan bi destê wî bû? Em ne ji xwe ra ne. Bila em ji xwe re bin, em ê bikari bin bi kêrî xwe bên. Binêre, serxwebûna Siwîsera bi destê yekî nêçîrvan bûye û sê milet tê de ne: Firansiz in, Alman in û îngilîz  in. Apo, xelk dere holê heqê xwe distîne. Em derin nanê xelkê dixwin. "Ê nanê xelkê bixwe, wê defa wan lêxe". Em dixwazin nanê wan bixwin û defa xwe lêxin! Ê, welê nabe!

 

            Rokê, berî çarde sala Mihemed Enwer hat cem min …

A.: Mihemed Enwer ê ji cem me?

Apo: Belê, hat got:

- Apo, rojnamevanekî Firansiz heye dixwaze te bibîne.

  Min got:

- Bila were.

 

Tu mala min dibînî tim ev e, nayê guhartin. Îca, hîngê hukmeta Be's nû hatibû, bi qencî deng dikirin. Gotin:

- Tu çawa dibînî?

            Min go:

- Dibên "em ê baş bin".

  Gotin:

- Eger ne baş bin, tu çi dikarî bikî?

            Min got:

- Tu mala min dibînî?

            Gotin:

- Erê.

            Min got:

- Ez her dem amede me lingê xwe lêxim! Ên ku di şerefa xwe dibuhurin, mal gelekî li ser wan biha ye, ji şerefa wan bihatir e. Ê min, tiştekî min tê ne çûye. Çi wextî be, ez dikarim lingê xwe lêxim û herim. Gotin:

- Rast e, gotina te ye.

 

            Apo, em dixwazin rihetiya xwe bibînin. Em Naxwazin bixebitin. Em dixwazin şevekê rabin Kurdistan azad bûye, bê west û bê filan. Em ne bûne piştmêrê welatê xwe. Piştmêrî tiştek e û simsarî tiştek e. her yek ji me dibîne Kurdistanê ji xwe ra bifroşe.

 

ş          ş          ş

 

  Hoşeng   jî bi min ra du caran kete hebsê. Ew li ser belavokan dixebitî. Wî çap dikir. Paşê, xêr pê nekirin, çûye derve.

 

 

Apo: îca, tu dinêrî ew ê çi bikin? Dibên: "Em şerê kolîdar dikin?" Newêrin berê xwe bidine dijminê xwe. Newêrin berê xwe bidine Sedam, Kenan û Xomênî. Law, baş e, ha gorna bavê Emerîka gişkî! Tiştek gîha min? Na. Karekî min pê bû? Na. Law, bavo, Emerîka pîs e. Em gî dizanin Emerîka pîs e. Lê, ê ku li min dixînin ne Emerîka ye, Sedam e, Xomênî ye, Kenan e. Evana li min dixînin. Newêrin zimanê xwe dirêjî wan bikin, dirêjî Emerîka dikine, çima gava zimanê xwe dirêjî Emerîka dikine, kêfa vana jî xweş tê. Niha, yek xirabiyê bike, tu dibêjî: "Te çima wa kiriye?", dibê: "Ji şerê şeytên e!". Şeytan heye li ser rêya şeytên memeşe. Bavo, me ne gotiye kolîdar baş e, pê ra hevaliyê meke! Kê dî ez rokê bûme hevalê kolîdar, bila bê: "Apo pîs" e. Law dibên: "Em şerê kolîdar dikin", derin xulamiya xelkê dikin! Di bin navê şerê kolîdar de, xulamiya xelkê dikin. Ez naxwazim. Kolîdar pîs e, bila em xwe nêzîkê nekin. Nayên ber derê me, em derin ber derên wan. Ê me diçin ber derê seferatan digeriyan. Berî du-sê salan, qîza min hatiye vira. Got:

- Bavo?

  Min got:

- Çi ye?

 

A.: Ew dixwîne, Apo?

Apo: Na, zewicî ye, mêrê wê li wêrê ye. Ew li wir dixwîne. Got:

- Tu paseporta min dibî sefaretê?

            Min got:

- Ez nabim.

            Got:

- Çima?

            Min got:

- Xortên me hîn bûne ber derê sefareta bigerin. Yek min bibîne wê bibêje "Apo jî çû bû ber derê sefareta!" Tu bi xwe paseporta xwe bibe here, ez naçim berê derê sefareta, li me heram kirine!

 

Nema dêlin em herine sefareta jî! Ê ku here me'na xwe çûye li parsê digeriye. Holê kirine! Kolîdar ne çûye ber derê kesî, ew derin ber derê kolîdar. Îca, ev e, çîroka Musulman a ye. Gava tu dibêjî: "Law, te çima çavên xwe berdaye jina cîranê xwe?". Dibêje: "şerê şeytên e!". Dixwaze bixe stoyê şeytên! "Kurro, te çima pismamê xwe kuştiye?". Dibê: "Ew qedera Xwedê ye!". Ew bi xwe bêguneh e, ha! Em sûcê xwe dixin derê Kolîdar û derê Qederê û em bi xwe bê sûc in! Çi gava me sûcên xwe nas kirin, me 'eybên xwe nas kirin, me 'eybên xwe berdan, em ê bibine însan.

 

            Em nikarin xwe ji bin tesîra terbiya beg û axan û melan xelas kin. Em hên li pê wan derin. Em dibên: "Beg pîs e, axe pîs e, mela pîs e", û em mîna wan dikin. Kurro, navê axê ne yî pîs bû, navê melê ne yî pîs bû, navê şêx ne yî pîs bû. Axa bi xwe yî pîs bû, şêx bi xwe yî pîs bû, mela bi xwe yî pîs bû … Tu mîna wî dikî û tu dibê ew î pîs bû! Li cem wan, yanê, navê axê pîs bû! Karê axê yî pîs bû. Axê çi dikir? Axê malê xelkê dixwar, divê em malê xelkê nexwin; axe şerê hev dikin, divê em şerê hev nekin; axan casûstî dikir, divê em casûstiyê nekin; axe derewa dikin, divê em derewa nekin; axe diziyê dikin, divê em diziyê nekin… Pesna mezin ku ji axa ra dataniyan, digotin: "Kela xwîniyan"; yanê, xwînî gî diçûn bi wî disekinîn. Bila em nebin Kela Xwîniyan, bila em bibin hevalên camêran, hevalên însanên pak. Ha, gava me ev kir û navê me ne axe bû, û me jî mîna wan kir, dîsa em pîs in. Axa ne bi navê xwe î pîs bû. Niha, tu dinêrî bi Xwedê ez qeherî bûm. Eger kurrekî min bibûya, min ê navê wî bikira "axa"! Ez bi xwe lawê axakî bûm, ez ji te ra dibêjim: "Axa pîs in". Divê em bêjin: "Axa pîs in, mela pîs in, milet xapandin". Yanê, ne divê me hevalên wan bin, em jî şirîkên wan bin, li stoyê miletê xwe siwar bin. Ew çûn, lê divê em di vê rêyê de neçin. Divê em ji miletê xwe ra rind bin.

 

A.: Ev bextreşiya me yî, heyî bextewarî bê?

Apo: Heya em bextreşiyê bernedin, bextewarî nayê. Tu wê bi çi bextewar bî? Bi karê xwe, bi kira xwe, bi xebata xwe. Divê ku tu jî paqij bî heya ku tu bextewar bî. Gava te xirabî kir, dawiya wan ew ê gî li ser te bi xirabî vegerin. Axa yekayek diketin, lê me ne didîtin. Îca, niha bi hev ra ketine, el-hemdûlîlah! Tevî wê, îca, ew ketine, ên me yên îro, xortên me yên ku dibên "Em xwenda ne, ronakbîr in", evana rabûne ketine şona axê, karê axê dikin. Tiştê axê dikir, ew jî 'eynî wî tiştî dikin. Ev ne bû tiştek, tiştek nehate guhartin. Divê em xwe pak bikin, a qenc divê em bikin, ne a xirab. A, te xirabiya min kir, min dengê xwe nekir. Cara dudiyê, min dengê xwe nekir. Cara sisiyê, tu wê fedî bikî. Tu wê dev ji min berdî. Niha, evqas gotin li ser min kirin, kirin, çi jê derket? Hinekên wan tên cem min, ez nahêlim derbasî hundurê mala min bibin. Xwe welê êşandin. Bi derewa tu dikarî çar royan nan bixwî. Paşê? Wê li te vegere, wê te gelekî bêşîne.

 

A.: Dîsa bêjim ku hinek te bi temamî nas nekin, wê bêjin tu bedbîn bûyî?

Apo: Apo, bila bêjin, dikarin welê bêjin.

 

A.: Belê baweriya te bi tevgerê heye?

Apo: Ê min, bi min ra bedbînî çê bû bûya, ez qet ne dixebitîm. Ez xebata xwe nasekinînim. Rojekê min nesekinand. Ez li ser ziman dixebitim. Qencî û şîretekê li we dikim. Ez xwe nêzîkî wan kesên ku rabûne peran dixwin nakim. Binêre, çi tiştê em hêvî bikin, ew ê ber bide. Gava em bixebitin, em ê bibînin. Gava em nexebitin, bê xebat tiştek çê nabe. Ên dixwazin bixebitin, divê herin ciyê xebatê. Em Naxwazin herin ciyê xebatê. Em dixwazin, bi gotinê. Bi gotinê tiştek nabe, apo! Divê em bixebitin, xebat dixwaze. Divê em mêr bin, em ne westin, em bê hêvî ne bin. Ha, îro ev kesên ku li meydanê mane, hîla dikin, derewa dikin û karê axê dikin. Baweriya min bi wan tune.

 

A.: Dongiya wan, Apo, wê were?

Apo: Dongiya wan dongiya axê ye. Tiştekî din tune. Ew ê bibe. Lê, gava ew qenciyê bikin, ê qenciyê bibînin. Te genim çand, tê genim biçînî…

 

ş ş          ş

 

Apo: Gava tu herî Sovêtistanê, nayê bîra min, bêje Qanatê Kurdo: "Reşîdê Kurd rêzimanek nivîsandi bû û li wira danî bû. Bila wê bibînin, li ku maye bila derxînin".

A.: Bila be, ser çava.

Apo: Divê ew bê dîtin, kê ew veşartiye, gunehkar e. Yek rabe ji bo miletê xwe tiştekî binivîsîne û em veşêrin? Xoce ev rast e?

 

A.: Apo, te got, ez ji bîr nakim. Ez dikarim nameyekê pêşî bişînim jî.

Apo: Divê mera here bipirse, dûr-dirêj fam bike, li cem kê ma bû? Reşîdê Kurd dabû wan ku çap bikin û jê ra bişînin. Ne şandin û veşartin! Ev e, em Kurd ev in! Binêre em li ku ne?

 

            Min ew kitêb jê ra xelas kir. Pirtûkên me herduyan hati bûn girtin. Yekî me yî Kurd bû bû mudîrê polîs û ez çûm cem wî. Min gotê: "Tiştên me li cem te hene", got: "hema here çi heye bibe". Ez çûm min pirtûkên xwe jî anîn û pirtûka Reşîdê Kurd jî anî. Yan na, ew jî çû bû. Niha, Kurmanca jî li wira veşartiye. Em xirabiya xwe dikin, bavo. Em şerê zimanê xwe dikin.

 

A.: Elifbêya Kurdî bi sê ton tîpan tê nivîsandin: Erebî, Latînî  û Sîrîlîk. Kîjan ton tîpe, bi nêrîna te, ji zimanê me ra bi kêr tê?

Apo: Ên Latînî bi kêr tên. Paşê, elifbêyên ku niha di nava destê me de hene kêm in, yanê, tê de kêmanî heye. Elifbêya ku Kurdên Sovêtistanê qebûl kirine tê de kêmanî ne hîştine, lê rengê ku pê danîne ez rast na bînim. Çar tîp hene: P, Ç, K, T. îca, li ser tîpên latînî nîşanek danîne, ne li ser yên Kurmancî. Dengê latînî divê mîna xwe ya berê bêlin. Tîpên Kurmancî çima ne mîna ên latînî ne. Divê nîşan li ser wan be. Paşê, danîne pêşê, lazim bû danîna ser. Holê, tîpek ji gotinê qut dibe. Ku li ser dînin, pê ve tê nivîsandin. Îca, ji bo vê, diviya bû ew nîşane ser tîpên Kurmancî bên danîn. Ez xwediyê vê fikrê me.

 

A.: Te wilo di elifbêya xwe de gotiye.

Apo: Min wilo di elifbêya duduyan de kiriye. Lê, xuyayî xortên me qebûl nakin. Yanê, dixwazin tîpên wan mîna ên latînî bin. Dixwazin teqlîdî Ewrupiyan bikin. Di zimanê me de, ev çar deng hene. Em bavêjin, nabe.

 

A.: Belê, Apo, hene.

Apo: Niha, yek î dirêj be, em bixwazin mîna xwe bikin, em ê di ku ra bibirrin? Di jor ra, yan di jêr ra? Di jor re bibirrin, serî ye; di jê ra bibirrin, ling in. Divê mîna xwe bimîne. Ê me jî, zimanê me ev deng tê de hene, divê ew bêne parastin. Gava hatin avêtin, pirs mîna hev dernakevin; yanê, herwekî tu dipeyivî, nayê nivîsandin. Gava me ji wan re nivîsand, gotin: "Gava milet hewce dît, bila, paşê, ji xwe re çê ke". Baş e, karê we çi ye? Hên xort in, hên tecrûbe ne dîtine, ne ketine, ranebûne.

 

A.: Pêwîst e ew bêne xuya kirin.

Apo: Xortên me yên îro nikarin li ber bifikirin, tevî zimanê wan e, ne yê min e. Zimanê milet, peyê milet, îro jî, ew in.

 

A.: Çawa yekîtiya van zaravan wê çê bibe?

Apo: Di her welatekî de zarava hene. Lê, çi bûye? Wan girtine zaravayên mezin kîjane ne, ew kirine bingeh û wanên din dîsa hîştine, mane. Her kes bi zaravayên xwe dipeyive, zaravayê pirraniyê dibe zaravayê resmî. Ê me jî, herwekî em di gi tiştî de bi şûn da ne, em ne gîhane ew warê ku em bikarin rêya xwe bibînin. De, îşala xortên pêşinde wê rêya xwe bibînin, li ber xwe vekin û tê da herin. Lê, îro em nikarine ji wan ra tiştekî bikin. Bextê me yî xirab e. Em jêhatî bûna, em baş bûna, me yê bikari bûya rêya li ber miletê xwe vekira û îro di wê rêyê de biçûyana. Me nikari bû. Em ne ew peya bûn. Ev e.

 

A.: Apo, wezîfa huner di çavê te de çi ye?

Apo: Hên peyayên me negîhane vî warî. Ji bona huner, em di warê stran, mûzîk û saz da, em bi şûn da ne. Û di warê nivîsandinê de, ji xwe bi carekê zimanê me nehatiye nivîsandin. Sebebê wê jî, helbet, em bûne. Em çûne me zimanê xwe xelkê xwendine. Me zimanê xwe ne xwendiye. Em bi zimanê xelkê peyivîne. Em bi zimanê xwe ne peyivîne. Berî du salan, hatin li vira rûniştin. Yek ji xelkê gundê me ye û hinekî jî meriyê me tê. Bi hevala xwe ra bi Tirkî dipeyive. "Kurro", min got, "fedî bike! Hun ji bo Kurdîtiyê ji welatê xwe derketine û hun hatine di mala Kurdekî de rûniştine û hun di mala min de bi Tirkî deng dikin? Fedî bikin hebekî!" Lê, bê feyde ye! Em holê hîn bûne. Yanê, gava em bi zimanekî din dipeyivin, em xwe gij dibînin! Peyayên me yên ku hebûne tim çûne ji xelkê ra xizmet kirine. Ehmed şewqî çûye ji Ereb an ra xizmet kiriye. Ew şa'irekî Kurd e. Mihemed Kurd 'Elî Kurd bûye, ê din Kurd bûye û hwd. Çûne ji xelkê ra xizmet kirine. De îro, milet negîhaye. Nan tune. Nan hebûya, wê bihatana ji miletê xwe ra xizmet bikirana. Derin nanê xelkê dixwin, xizmetê xelkê dikin. Naxwazin ji bo miletê xwe bê nan bixebitin. Ev e, çîrok!

 

A.: Rast e, ev e.

Apo: Peyayên me yên ku lazim bû bibûna serî, bûne terriya xelkê, Ji bo nan bixwin. Eger min jî bixwesta bibûma terriya xelkê, ez ê di xaniyekî ji vî çêtir de rûniştama. Tu dibînî kîjan karkerî xaniyê xwe ji ê min çêtir e. Lê, ez vê debara xwe bi Emerîkekê nadim, çima ez dixwazim ji xwe ra bixebitim, ne ji xelkê ra. Gava ez ji xwe ra bixebitim, perê Kurdan tune ne ku bidine min. Divê ez nanê xwe bixwim, ji miletê xwe ra bixebitim. Gava ez bixwazim ji xelkê ra bixebitim pere pirr in. Perên xelkê hene, lê em xwe nafroşin. Ev e, mesele. Ê xwe bifroşe, wê here ji xelkê ra bixebite. Gî çûne, bûne peyayê xelkê, ne ji xwe ra bûne. Û îro jî hinek însan hene, bi navê Kurdan dixebitin, ji bo ku li ser pişta Kurdan nan bixwin û Kurdî jî nizanin! îca, em bêlin heya milet çavê wî vebe, milet li halê xwe bipirse. Divê hinekî bibin qurbana miletê xwe û di rêya miletê xwe da bimrin, biwestin, bêşin, heta ê din aqil jê distînin û têkevin rêya miletê xwe, ne herin bibin peyayên xelkê.

 

A.: Belê qurban gerek e.

Apo: Divê bibe, divê hinekî bi dilxweşî xwe bikine qurban. Nanê xelkê mexwe, bila xelk bizani be mera çawa nanê xelkê na xwe. Ê ku nanê xelkê nexwe, serê wî tim î bilind e; ê ku xwe ji zulmê ra danîne, serê wî tim bilind e; ê ku serê xwe dîne, wê di pîsiyê de here. Min gotiye:

 

Serê ku bête danîn               Tucar nayê hildan

Bi qelsî kes ne bûye              Xwedî rûmet û şan

 

            Paşê, min gotiye:

 

Xwe danînim bo sitem û zorê

Divê serbilind ez biçim gorê

Gava bi rûmet çûme goristan

Hêja ye bibim lawê Kurdistan

 

A.: Min ev çarîna te daye Koma Zozan û wan di kasêta xwe de deranî.

Apo: Apo, em tim dixwazin li pê şopa bav-kalên xwe herin, şopa bav-kalên me pîs e. Ji xulamiyê pê ve tiştek ji me ra ne hîştine. Ê me yê ku çûye bûye beg, xulamê xelkê bû; ê me yê ku çûye bûye axe, xulamê xelkê bû; ê bûye paşa, xulamê xelkê bû. Nexwestin ji xwe ra bin, çûne ji xelkê ra bûne. Ev e.

 

A.: Min gotarek li ser Komara Mahabadê xwend. Îca, gava ordiya şah hêrişî Kurdistanê kir, hinek beg û axên me jî pê ra alîkarî kirin.

Apo: har gav welê kirine. Di şoreşa şêx Se'îd de welê kirine. Kirine û kirine. Yanê, gava ew kirine, ew fedî nekirine, çima bav-kalên wan jî ev teresî kiri bûn. Ev e, mesele. Xelkê ji mêj ve em hînî xulamiyê kirine. Peyayên ku xurt bûn, serê xwe ji wana ra danetanîn, dikuştin. Ên ku xulamiya wan dikirinî tanîn, dikirin beg, axe, paşa. Ew dibûn pêşiya milet. Îca, milet nizane, berê wî ketiye rêya xirab. Nema rêya xwe dizane. Îca, di vî warî de gotinine min hene gelekî te'l in, gemarî ne, ez na xwazim bêjim.

 

A.: Xem nake, apo, eger te bi çavên xwe êş û derd ne dîti bin, te ne digot te'l e.

Apo: Gava mera dinêre agir bi dilê meriya dikeve.

 

A.: Rast e.

Apo: Gelekî însan hene dibên: "Apo, tu çima bîranînên xwe nanivîsînî?". Ez binivîsînim, mîna merî here ber mehkemê. Îca, tu a rast ne bê, tu dibî şirîkê ê ku xirabî kiriye. Tu a rast bêjî, ji fedîkariyê pê ve tiştek tune. Bi Xwedê, hunê keviran li min xînin, gava ez binivîsînim. Hunê bêjin: "Apo derewa dike, bêbextiya dike". Law, min gî bi çavê xwe dîtiye, ma ez ê çi bikim? De, rabim vê binivîsînim? Miletê meriya bavê meriya ne. Bavê meriya çiqas xirab be, xelk dikare bê xirab e, lê mera nikare xirabiya bavê xwe bêje, di nava xelkê de. Nayê gotin, ha! Ê me yê pêşiya me ne baş bûn. Miletî baş e, lê bê xwedî ye, bê serî ye. Peyayên me rabûne tim çûne zimanê xelkê xwendine û berê xwe dane xulamiya xelkê. Tim xwestine berê xwe bidine xulamiyê. A, welê kirine. Û îro jî ew peyana ne. Nivîsarên wan dibînim, karên wan dibînim, dikin û dikin. Ez çi dikarim bikim? Her kes kefîlê nefsa xwe ye. Ez herim bi kê ra çi bêm? Dikine! Gava dikine, wujdanê wan neêşiye, çima karê bavê xwe dikin, karê kalê xwe dikine, karê mezinê xwe dikine. Hinek însan hene min nas kirine, bi gotina Komonîst ku dibêjin "prolêtar", eynî prolêtar in, û, bi Xwedê, 'eqlê wî eqlê axê ye û ji axê jî hebekî xirabtir bûye; yanê, bi zirt û nîvekê hebekî jê xirabtir bûye. De, ez ê çi bikim? Bi prolêtar ra bi Kurmancî dibêjin "cewêlek". Lawê cewêlek rabû xwe wek axê kir, ez çi bibêjim? Dikine…

 

A.: Ev jê ra dibêjin xiniztiya çînî?

Apo: Mesele ev e. îca, her gav xelk li mezinê welatê xwe dinêre. Dixwazin teqlîdî wan bikin. Gava ez rabim teqlîdî mezinê welatê xwe bikim, mezinê wan axe, mela, beg û şêx bûne. Nabe. Îca, welê bûye. Divê em ji teqlîdê wan bi dûr kevin. Karê ku wan dikir ne yî baş bû. Ne dostê miletê xwe bûn. Dijminê miletê xwe bûn, bûbûn hevsar, keti bûn serê miletê xwe. Belê, divê em di wê rêyê de ne çin. Helbet, gava ez vê dibêm hinek tiştên Kurmancan ên pak jî hebûn, divê em wana jî bernedin. Em derin ê xwe yî rind berdidin bi ê xelkê yî pîs digrin. Li cem xelkê jî karên pak hene û pîs hene. Derin ê xelkê yî pak na grin û ê xwe yî pak jî berdidin. Em derin bi ê xelkê yê pîs digrin û em holê bi carekê pîs dibin. Îca, wê hîla bikin, derewa bikin, paşgotiniya hev bikin, 'ereqê vexwin. Bi qumarê bilîzin. "Çi ye"? Dibê: "Em bûne pêşverû!". Bavo, pêşverûtî ne ev e! Pêşverû ew e ku rêya rast nîşanî te bide, alîkariya te bike, xêrê ji te ra bixwaze, rêya qenc li ber te ke. Ne here rêya xirab li ber te ke. Çi gavî Kurd ji xwe ra bin, tu kes bi wan nikare. Kînga gav em bixwazin bibin yek? Gava bibin yek, bi Xwedê, bi desthilanînê bi qasî Kurdan di nava van miletan de kesek mêr tune. Îca, mala wan xira bûye. Xelkê zaniye çi bi serê wan kiriye. Tim peyayên xirab xistine pêşiya wan. Îca, hînî a xirab bûne. A çê tu bide ber wan, tu binêre çi jê bi derkeve. Niha, tu here, min bi Kurdan ra gelekî hevalî kiriye. Ê xwenda ye, xira bûye, çûne sinçiyên xelkê girtine. Ê wan î gundî, bi Xwedê, meriyê hêja tê de hene, li ser serê min. Çiqasî ez rastî wan hatime, bi Xwedê, di ber min de êşiyane, di ber min de hatine kuştin û xirabiya min nekirine.

 

A.: Ê xwenda!

Apo: Ê xwenda! Îca, tu binêre ne tenê ên me welê ne, ên xelkê jî welê ne. Meksîm Gorkî di bîranînên xwe de dibêje: "Sala 1920, ez çûme ziyareta Lênîn. Lênîn ji min ra gotiye Meksîm, ma wexta xortên me yên xwenda nehatiye ku werin bi me ra alîkariyê bikin?'". Hên ne diwêrîn xwe nêzîkî Lênîn bikin. Hên çavê wan lê ye ku Firansiz, an îngilîz  werin welêt xira bikin û eva li hêla din bimînin. Ha, ê xwenda evana ne! Ha, ê me jî dîsa welê ne û ê xelkê jî dîsa ev bûn. Lê, ji xwenda ji sed hezarî dîsa yek dertê, ew jî pirr hêja dibe.

 

A.: Ew dûrbîn jê ra gerek e ku tu bibînî.

Apo: Nayê dîtin, pirr zehmet e. Dixwazin nan bixwin, dixwazin li ser pişta milet kêfê bikin.

 

A.: Apo, tu dibînî partiyên me gelek in, li her çar perçan. Tiştê li ber çavê me heye cebhe ye, an yekîtî ye?

Apo: Binêre, apo, evana gî derew in. Eger ji bo miletê xwe bixebitiyana, ew ê ji hev hez bikirana. Ne giş Kurd in? Radibin şerê hev dikin. Kî ji me pîs e? Em her du jî pîs in. Yek ji ê din hebekî pîstir e. Yanê, ne ku yekî pîs e û yekî pak e. Gava ez û tu em şerê hev bikin, em her du jî pîs in.

 

Kesek: Apo, tu dibê yekbûn. Gerek e ji hev hez bikin. Di navbera axê û feqîr de li ku yekbûn çê dibe?

Apo: Ne feqîr û axê, milet. Binêre, birayê min, ez ji te ra dibêjim. Mêrkê beg, ê şêx, ê mela, ê axe - ez bi xwe lawê axakî me, ha! - evana dijminê milet bûn. Ê mayî divê bibin yek. Ê mayî, gava şerê hev kirin, ew ji axê gelekî xirabtir in. Bisecilîne ez ji te ra xirabiya axe bêm, axê çi xirabî dikir. Kurmancê ku diçû, dibû xulamê wî, bi destê wî xirabî dikir. Mêrkê Kurmanc ne bûya xulamê axê, axe çi dikarî bike? Ez ji te dipirsim? Axe ne diçû ber derê xulêm û ne digot: "Were bibe xulamê min". Ew diçû ber derê axê û tivinga wî bi piyê xwe ve dixist, nanê wî dixwar û di serê pismamê xwe de lê dixist. Welê bû, ne welê bû? Îca, ev bû. Lê, milet welê hîn kirin. De îca, em bikin ku em xwe ji vê xelas kin. Gava em dibên yekîtî, em dibên bila milet bibe yek, ne here bi axê ra bibe yek. Ji xwe berê bi axê ra bûne yek, axê mala wan xira kir. Axe, bi xwe, gî dijminên hev bûn. De axe gî bûbûna yek, ê tiştek ji me ra çê bû bûya. A bibe, milet bibe yek.

 

A.: Di nava we de çito Rast û Çep çê bû?

Apo: Di nava me de Rast çê bû, Hemîdê Hec Derwîş li ser destê Celal Talebanî  çê bû.

 

A.: Hîngê tu hebû?

Apo: Belê ez hebûm. Hemîd nikarî tiştek bikira. Kînga min terka Partî kir, hîngê Hemîd derket meydanê.

 

A.: Yanê, piştî te Rast û Çep çê bû?

Apo: Na. Hemîd dixwest ew bike, nikarî bû. Lê, piştî min terka Partî kir, ew serbest bû. Lê, dixwestin di nava Partiyê de tiştekî Rast çê bikin; yanê, piyekî Rast. Evya Celal Talebanî  aniye Hemîd daye bawer kirin ku hevaliya beg û axan bike. Holê bû. Çîrok dirêj e. Mesele ev e.

 

A.: Çi ferq di navbera Rast û Çep ê wê demê hebû?

Apo: Çepan xwe dûrî axan digirtin, Rastan digotin: "Em bi axa ra dixebitin". A ku Celal Talebanî  dixwest ku axe têkevin nava partiyê.

 

A.: Hîngê fikra sosyalîzm û komonîzmê hebû, Apo?

Apo: Em bi xwe ne Markisî bûn û tu carî ez ne bûm Markisî, lê ez çep bûm. Çepbûn tiştek e û Markisî  tiştekî din e.

 

A.: Çawa ye, Apo?

Apo: Çep ji ku hatiye ez ji te ra bêjim.

 

A.: Min xwendiye.

Apo: Belê, di kevin de Rast û Çep hebûye, lê nav jê ra çê nebûbû. Piştî înqîlaba Firansa, Cema'eta Çep li aliyekî Melêk rûniştin, û a Rast li aliyekî rûniştin. Wê çaxê, nav hate danîn. Berî wê jî hebûye, lê nav bûye. Çep me'na xwe ew e: "Ê ku hevalê milet e, û ê rast, ê ku hevalê hukmetê û melêk e". Ev bûye, çîrok. Îro jî, dîsa Çep û Rast ew e. Ne me'na xwe çepbûn Komonîst î ye, ya Sosyalîstî ye. Na. Mebest hevaliya milet bike. Îca, her kes li goreyî xwe bi fikrekê digre.

 

A.: A rast ev e.

Apo: Apo, heya vê paşiyê Celal hevalê beg û axan bû. Îca, vê paşiyê vegeriye bûye Komonîst. Welê nabe. Merivekî Rast nikare bibe Çep, derewa dike. Merivekî Çep nikare bibe Rast. Gava bibe Rast derewa dike. Niha, ku te rokê dî ez bûme hevalê Rastan, me'na xwe ez derewîn im. Di pêşiya xwe de min gotiye: "Ez Çep im". Çepbûna me ev e: Em hevalê milet in, ne hevaliya beg û axan dikin, ne hevaliya hukmetê dikin. Çep û Rast ev bûye, yanê, eslê xwe di dîrokê de ev bûye.

 

A.: Erê min xwendiye.

Apo: Belê li Firansa çê bûye. Wê çaxê, bi nav bûye. Ê ku li aliyê rastê rûdiniştin, piştgirê Melêk bûn, ê din piştgirê milet bûn. Îca, ê me jî, gava em rabûne, em piştgirên milet bûne, ne piştgirên axan û began. Beg û axe jî bermayê paşatiyê ne. Ev bû. Îca, gava em bixwazin ji miletê xwe ra bixebitin, rê li ber me vekiriye. Gava em bixwazin jî ji xelkê ra bixebitin, rêya xelkê jî vekiriye. Îca, kêfa wan e, dixwazin bila ji xwe ra bixebitin, dixwazin bila ji xelkê ra. Ji xelkê ra bixebitin, nan heye, nan pirr e. Pirrên xelkê derin ji bo nan dixebitin. Ê ji xwe ra bixebite, pirr caran birçî dimîne. Divê wê qebûl bike. Divê nanê xelkê nexwe. Pirseke me Kurmancan heye, dibê: "Ê nanê xelkê bixwe, wê defa wan lêxe". Gava îro me nanê wan xwar, meriyê defa wan lêxe. Îca, ev e, xelkê me ne gîhaye. Miletê me hên xêra xwe nas ne kiriye. Lê, gava îro dixebitin li ser hesabê xelkê dixebitin.

 

A.: Va ne gîhabûna milet e, paşketina wî ye. Yek jê jina Kurd li paş maye.

Apo: Apo, mesela mezin ji zewacê û anîna jina de destpê kiriye. Niha, tu derî mêrkê Kurmanc qîza wî bi emrê Xwedê dixwazî, dibê: "Tu haqase pere didî?". Ev xelata xalê ye, xelata apê ye, xelata birê ye, … Eva gî heqê gewadiya wan e, ha! Hun bînin qîzkê bifroşin! Ji qîza xwe napirse, filan tê te dixwaze, tu bikî, tu nakî? Ji xwe heqê qîzkê tune deng bike. Qîskê didin bê dilê wê û nikare bê na. Bi vê me xwe xira kiriye


 

Apo: Ez carekê di hebsê de bûm, yekî ji xelkê Kurdaxê…

A.: Kîjan hebsê, Apo?

Apo: Hebsa Helebê bû. Navê wî 'Elo bû. Sê caran zewicî bû. Her sê caran jinên xwe kuşti bûn. Ji bo hersêyan keti bû hebsê. Îca, temenê wî mezin bû, hat, got: "Apo, tu şîretekê li min bikî". Min got: "Baş e, gava tu derketî, meçe keçkê xelkê mexwaze. Keçik bi kêrî te nayên, temenê te bûye çil sal. here jineke bî binêre. Mere wê ji birayê wê mexwaze, ji bavê wê mexwaze. Berê, xeberê jê ra bişîne: 'Ez dixwazim werim te bi emrê Xwedê bixwazim, tu qebûl dikî ez werim cem bavê te?', ku dilê wê li te tune bû, meçe, paşê, tê wê jî bikujî û werî têkevî hebsê". Îca, holê dikine, ha!

 

A.: Apo, feylesûfê Firansiz, şarl Foriyê (Charles Fourier, 1772-1837) dibêje: "Gava tu bixwazî pileya pêşketina civakekê bizanî, li pileya pêşketina jina binêre".

Apo: helbet.

 

A.: Ne wilo ye?

Apo: Belê, mesele ev e. Jinek nayê firotin, lo! Baş e, tu herî ji kîjan Kurmancî ra bêjî: "Tu qîza xwe bi çiqasî difroşî?", wê bi tivingê li te xîne! Gava tu bêjî: "Ez hatime bi emrê Xwedê qîza te bixwazim", wê bê: "Tu wê 30-40 hezarî bidî?".

 

A.: Kirine bazar ji xwe ra, Apo.

Apo: Bazar û bazareka teres! Tê bîra min, ez carekê law bûm, temenê min li dora 14 sala hebû. Îca, ez lawê axa bûm. Hatin ez birim dawetekê, ez nizanim li ku. Ez çîrokê nas na kim. Vanên bi qedir dibin ji bo xatirên wan hinekî qelen erzan bikin. Ez çûm, min ew bazar dît. Niha, dinya xira bibe, nema ez derim. Dawetê Kurmancan ez na çim. Kînga qelen tune be, ez ê herim. Herwekî qelen heye, bazar heye, ez na çim, tiştekî pîs e.

 

A.: Li vir, li Rohilat, carina pêşketinê di cilan de dibînin?

Apo: Pêşketin ne bi cilan e. Pêşketin bi ramana pak e, bi tiştê maqûl e, bi qencîxwaziyê ye. Niha, Mustefa Kemal girt şebqe da serê Tirkan. Ez li Stembolê bûm, min dît hên ev çîrokên hizretî 'Elî û Ebdil Rehman li wir têne firotan. Gava aqilê wan jî hevalê şebqê bûya, welê ne dikirin. Mera bi cila nabe tiştek.

 

A.: Apo, gerek e jina Kurd, ew jî bibe pêşmerge?

Apo: Apo, binêre. Jin gî nabin pêşmerge û peya jî gî nabin pêşmerge. Te guh lê ye? Jin heye bi qasî sed peyayî ye û mêr jî hene sedê wan ne bi qasî jinekê ne. Me welê dîtin. Apo, gelek şer me dîtin. Peya ji xwe sê ne: Yek hêrişî dijmin dike, yek li ciyê xwe disekine û na reve, û yek jî direve. Ha, ev in peya. Ê ku bireve, bi Xwedê, nikare li pêş dijmin bisekine. Tim çavê wî li revê ye. Îca, gava mera direve, dijmin xweş ji pa ra ve nîşan digre. Gava mera hêriş dike, dijmin nikare nîşanê bigre. Me pirr dîn. Gava tu hêriş dikî, dibe teqreq, lê, bi Xwedê, li te nakeve.

 

A.: Erê, te dikir li ser pêşmergayetiya jina bigota?

Apo: Gava jin xurt be, dikare bibe. Lê, her jinek nabe.

 

A.: Berê Kurdan gotiye: "şêr ne mê, ne nêr".

Apo: Belê "şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e".

 

A.: Apo, ji zarotiya te çi tê bîra te?

Apo: Tiştek nayê bîra min. Lawikekî gundî bûm. Zêdeyî wê tiştekî nizanim. Wek her gundiyekî, tu zarokên gundiyan dibînî? Tiştê ku ji min ra kiri bûn, berê ez ji xwendinê bi şon da hîştim. Birayê min tune bûn, milkê me pirr bû. Îca, gotin: "Em zû bizewicînin bila jê ra zarok bibin. Gava ew dimre, bila mal bimîne". Ne bi min difikirin, bi mal difikirin! Ez ji dibistanê bi derxistim. Îca, em dewlemend bûn, halê me xweş bû. Em lawê axa bûn. Tiştê bi min dabûn hîn kirin siwarî û tivingavêtin bû. Ez di van herdukan de xurt bûm. Paşê, şer û şerevanî, çawa yek şer dike, çawa yek nake. Bi çûkî em ketine şer û em zanin.

 

A.: Apo, çend gundên we hebûn?

Apo: Ez nizanim, çû. Gî li wira ne. Hema dev jê berde.

 

A.: Erê, Apo, dibêjin "filan axî gundên xwe hebûn", yanê, gund bi erdan ve ên wî bûn?

Apo: Ha, hebûn hinek gund erdê wî bûn û hinek jî hebûn gund di bin bandûra wî de bûn, 'uşra wî jê ra bû, her tiştê wî jê ra bû. Xwedî erd hebûn, pirr bûn. Hema bêle, ew çû, em jê filitîn.

 

Ez xort bûm, mamostayekî dibistanê hebû, mamostê 'îdadî bû. Îca, ramanên sosyalîst pê ra hebûn, girtin ew qewitandi bûn, anî bûn, şandi bûn, kiri bûn mamostê xwendekarên destpêkê. Ew şandi bûn gundê me. Îca, ewî ez hîn kirim. Ewî ev fikra xwe xiste serê min. Axatî û pîstiya axatiyê gî bi min da nas kirin. Îca, ji axatiyê bi dûr ketim. Ji wê çaxê de, ev ramanine ketine serê min.

 

A.: î Tirk bû, Apo?

Apo: Na, î Kurd bû.

 

A.: hîngê partiyên Kurdistana Tirkiyê hebûn?

Apo: Eger hebûyana, ez nikarim hukum bikim. Lê, fikrekî sosyalîst di serê wî de hebû.

 

A.: Tu hîngê di pûlê çenda de bûyî?

Apo: Wê çaxê, temenê min 15-16 salî bû. Îca, min ramanên welê dîtin, min dît xweş in, min xwe ji wayê din dûr xist. Heta min xwest ez ji welêt jî derkevim, apê min nehîşt.

 

A.: şukrî?

Apo: Belê, apê min ê ku ez bi xwedî kiri bûm. Min ne dikarî bêdudiliya wî bikim. Min pirr jê hez dikir. Pirr ji min ra î rind bû. Xwezî apê xelkê gî welê bûna, tiştekî pirr hêja bû! Dibêjin: "Biraziyê Bedir-Xan Begê şerê apê xwe kiriye, biraziyê Se'îd Riza şerê apê xwe kiriye…". Sûcê apan bûye, ne sûcê biraziyan bûye. Neheqî li wan kirine, evana jî rabûne şerê wan kirine. Apê min ji min ra î rind bû, ez pê ra mam. Hat, sekinî, ji min ra got - lawê wî jî li wir bû -: "Ev lawê min e, ez ji te ra dibêm wa bike". Min got: "Baş e, ez ê bikim". Çima ji min hez dikir û ez hên ji bavê xwe pirrtir jê hez dikim. Ji bavekî ji min ra çêtir bû. Mala wî, jina wî, kulfetê wî, zarokê wî gî di bin destê min de bûn. Malê min ji ê wî pirrtir bû.

 

A.: Apê hêja wilo ne.

Apo: Wê wilo bin. Îca, gava wî jî got: "Bireve", ez reviyam. Û gava mir jî ji min ra got: "Vê rêyê me terkîne heya tu heyî". Min got: "Ez naterkînim û ez ê li ser gotina wî bisekinim".

 

A.: Li ser rêya welêt?

Apo: Belê li ser rêya welêt. Got: "Me nikari bû, tu bixebite". Ev e heya niha ez pîr bûme, temenê min bûye 80 sal jî û ez li ser vê rêyê me.

 

A.: Apo, ji min e apê şukrî bi darda kirin?

Apo: Belê, bi darda kirin. Du apên min hebûn, şukrî û Nûrî. Her du bi darda kirin.

 

A.: Ev di Serhildana Şêx Se'îd de bû?

Apo: Piştî Serhildanê bû. Îca, çîrok dirêj e. Belê, gava şoreşa Şêx Se'îd bigihîşta Siwêrekê, em ê rabûna. Ne gîha. Paşê, hukmetê ev bihîst.

 

A.: Bihîst ku winê rabin?

Apo: Me, wê çaxê, ji Şêx Se'îd ra xeber şandi bû: "Tu werî Siwêrekê, em ê Entab, Mereş, Adiyeman û Meletiya gişkî bigrin. Ew ne gîha Siwêrekê û em jî ranebûn. Paşê, hukmet pê hesiya, rabûn apên min girtin.

 

A.: Tu ne li wir bû, Apo?

Apo: Belê ez li wir bûm.

 

A.: Tu çend salî bû?

Apo: Wê çaxê, dora 18-19 salî bûm. Ez jî xwestim, ez neçûm.

 

A.: Ew li ku derê bi darda kirin?

Apo: Li Amedê. Apo, ew çû, ew di rêya xwe de çûn, bila em camêr bin, em li ser lingên xwe bisekinin. Ne bi pîsî mirin, bi camêrî mirin.

 

A.: Kesê bi camêrî bimre nayê ji bîr kirin.

Apo: Bi camêrî mirin. Di Mehkema Istiqlalê de, Nayêbê Gelemper hêrişeka xurt berdayê. Ji xwe Mehkema Istiqlalê  dirêj nedikir. Ya rojek, ya du roj dajot. Serokê mehkemê got:

- Lê vegerîne?

            Got:

- Perçak hesin bide min ez lê vegerînim.

            Got:

- Ho, tu ne li serê çiyayê Mirdês î ku tu perçê hesin bibînî?

  Got:

- Herwekî ez ne li serê çiyayê Mirdês  im, her çi ya ji we tê jî bikin.

 

A.: Hey tu hebî!

Apo: Belê, welê bû. Gelekî xurt bû. Ez di ber destê wî da rabûm. Ez ji wê natirsim.

 

A.: Di hundur mehkemê de ne tirsî û ew peyva kir?

Apo: Tirs li ku û hal li ku! Ew çû, bila em camêr bin, em lingê xwe bidin erdê. Ê me yê ku camêr be, dikare wek mêra li ser lingê xwe bisekine. Dinya tenê ne Mehkema Istiqlalê  ye.

 

            Îca, di mehkema Emin el-Dewlê de, D. şizûlî, serokê mehkemê ji min ra got

- Tu şoven î!

 

            Min holê lê dikir. Min destê xwe wa dikir û xwe diqermiçand. Ez ji wan ne ditirsiyam. Wê çi bikin? Yanê, ez bi xwe razî bûm ku 15 salan hukum bidin min. û darda kirin bûya jî - apê min wilo çû - ez ê li pê wî biçûma. Ji xwe ji mêj ve li hêviya min e! Heya em bi şopa wan de herin. Ez naxwazim zema wî di min de xira bibe û bêje: "Welê, rêya xwe berda". Ez rêya xwe bernadim bi îzna Xwedê. Mirineka hêja bû, ez ê bimrim. Lê, welê ez naçim bi zorê xwe nadim kuştin. Divê di ciyê xwe de be. Bi Xwedê, ez ji mirinê jî narevim, ez jê natirsim. Ew ê çi bikin? Ha, çi wextê dixwazim, kî dixwaze, bila were min bikuje. Çi dikarin bikin zêdeyî wê?

 

A.: Paseporta mirinê tune ye, nikarin ji te bixwazin.

Apo: Na, lo! Tenê bila bi pîsî mera nemire. Bila bi pakî bimre. Mera bi pîsî maye di bin lingê xelkê de, zulm lê bûye, neheqî lê bûye!…

 

A.: Ne jiyan e.

Apo: Çi qîmeta wê heye? Qîmeta wê jiyanê nîne. Ne xweziya bi wî mêrî ku bixwaze jiyaneka pîs, bi cers û bi qeşmerî …

 

A.: Rast e, we gelekî dîtiye, Apo. Pirr tişt bi we ra derbas bûne.

Apo: Merivekî di nava 52 salan de 18 caran keti be hebsan!

 

A.: Ev yek ji durvê xebatkaran e.

Apo: Apo, sê tişt hene, divê mirov ji wan ne tirse: Feqîrî, yek; hebs, dudu; mirin, sê. Gava em ji hersiyan ne tirsin, kesek bi me nikare. Gava em ji vana yekê bitirsin, em ê perîşan bin.

 

ş          ş          ş

 

            Peyayên ku ji Firansa ra nokerî dikirinî ez li pêşiya wan disekinîm, min gef û guruntî didane wan. Îca, Firansa rabû, girt, ez avêtim.

 

A.: Dîsa Medxeşqerê?

Apo: Berê ez çûm Urdunê. Urdunê ez qebûl ne kirim, wê çaxê, di bin destê îngilîz  an de bû. Îca, rabûn gotine min: "Here Felestînê  û xwe nîşanî wan me de". Felestîn jî di bin destê îngilîz  an de bû. Ez çûm wira û min navê xwe guhart û ez welê mam. Ez çûm ji xwe ra karker dixebitiyam. Min nanê xwe dixwar. Ez ne çûm ber derê kesî. Kalekî Kurd li wir bû, min ew jî xwedî dikir. Lê, ez nediçûm ber derê kesî. Wê çaxê, sefaret hebûn, sefaretên ku îro zaro derin li ber deriya digerin hebûn. Ez ne çûm. Ez ji xwe ra karker ji sibê heya hêvarê dixebitîm û min nanê xwe dixwar. Ê ku dixwaze ji milet ra bixebite divê nanê xelkê ne xwe.

 

ş          ş          ş

 

            Gava mera bimre paseportê naxwaze. Dixwazin min bi wê ew bikin; yanê, paseportê bidine min, ez bikarim herim zarokên xwe bibînim. "Wexta gorê paseportê dixwaze?", min got. "Na", gotin. Qediya û çû, ne hewcî. Niha, got yekî bibin têxin gorê, paseportê û hewiyetê dixwaze? Naxwaze. Qediya û çû.

 

            Apo, gava serê mera ne hişk be, pişta meriya zû dikeve. Seriyekî hişk dikare xwe daneyne. Firansa xwe gelekî bi min ra westand heya ez bibim peyayê wan. Bê feyde bû. Pere jî, mal jî, jin jî, min guh neda wan.

 

A.: Rêya apê şukrî divê mirov bernede.

Apo: Me dî ê xwe pîs kirin jî mirin û ê xwe camêr kirin jî mirin. Şêx Se'îd - Rehma Xwedê lê be - gava çi pirs dibû, digot: "Min emir daye ku bikin. Hun kafir in, kuştina we helal e". Welê bû. Ji xwe vê gotinê kir şoreş bela be. Niha, mîna Şêx Se'îd, şoreşên din di nav milet de bela ne bûn. Ne tirsiya. Heyeta mehkemê hat hebsê cem wî qebûl ne kir, got: "Ez niha gazî girtiyan bikim wê we perçe bikin. haydê, derkevin!. Şer şer e. Ez şerê yekî bikim û serê xwe jê ra deynim? Divê mera bi mêranî bimre. Gava mera xwe xira neke, mera paqij dimîne. Gava mera xwe xira kir, gazinê mera li xelkê tune ne. Di nava xelkê de dixwazin bên xuya kirin: filan dostê qayimqam e!… Ez naxwazim dostê kesî bim. Ez dostê miletê xwe me. Min kari bû, ez ê tiştekî ji miletê xwe ra bikim. Min nikari bû, ez di mala xwe de rûniştî me.

 

A.: Apo, te di tu serhildana de beşdarî kirî?

Apo: Na, wekî din, min karên tekanekirine. Me carekê, dudiyan, li Tirkan xistiye û hew. Lêxistin tiştek e û serhildan tiştek e.

 

A.: Min îro helbesta te huma dixwend. Têbê felsefaka te tê de heye?

Apo: Helbet, ê min jî, li goreyî min, aqilekî min heye, dûşekî min heye, baweriyeke min heye…

 

A.: Te çi xwestiye bêjî?

Apo: Ê min nayê bîra min. Ê wê çaxê hatiye bîra min, min nivîsandiye. Tiştê ku ez pê bawer im, min nivîsandiye. Niha, dinya gî dijminê min be, ez natirsim. Xwedê min biparêze, tiştek nabe. Xwedê min neparêze, bi xwe em ê herin, ev e.

 

ş          ş          ş

 

A.: Te got "hîv" tiştek hate bira min. Em zarok bûn, hîv carina tarî dibû, me digot: "Hût hîvê dadiqultîne". Ev li cem we jî heye?

Apo: Me digot "Mar hîvê dadiqultîne". Gava me bîr bibira ku hîv perçakî erdê î mezin e, me wisa bawer ne dikir. Ev efsane ne.

 

A.: Apo, Em biçûk bûn, digotin "Stêrka Leyl û Mecnunê" heye. Li cem we jî heye.

Apo: Belê, belê. Dibêjin: "Leyl û Mecnûn bûne stêrk û ketine ezmên". Çîrokên welê pirr in. Ev navê ku li stêrkan kirine, ji efsana de hatine, wekî: Merîx, Zuhra, …

 

A.: Li ba Yonana jî wisa ye.

Apo: Belkî.

 

A.: Destana Leyl û Mecnûnê Erebî ye, Apo?

Apo: Belê Erebî ye.

 

A.: Çito ketiye nav Kurdan?

Apo: Dînê Ereb an çawa ketiye nav Kurdan, ew jî welê ketiyêye. Ê Kurdan Mem û Zîn heye.

 

A.: Tu çi li ser Êzdî  û Zerdeşti  yan dizanî?

Apo: Êzdî  û Zerdeştî dûrî hev in. Hinek dibêjin: "Êzdî bermayê Zerdeşti  yan" in. Na, ne welê ye. Paşê, bi navê Şêx Hadî merivek hatiye ew Mezheb çê kiriye. Durzî, tu herî ji wan bipirsî, dibêjin: "Koka me ji Yemenê ne". Durzî ne ji Yemenê ne, ji Çiyayê Kurdistanê ne. 'Elewî bûn. Hatin li vir bûn Durzî. Û dînê Êzdiya yekî hatiye welê çê kiriye.

 

A.: A Zerdeşt, Apo?

Apo: A Zerdeşt, Zerdeşt çê kiriye.

 

A.: Ew Faris bû, lê Kurd bû?

Apo: Ez nikarim hukum bikim, hukumkirin li ser vê gelekî zehmet e. Di wê navçê de bûye. Îca, eger Kurd bûye, Faris bûye, ez nikarim hukum bikim. Van tiştan hinek însan hene dixwazin her tiştî bikin Kurd, ez ne ji wan kesan im. Ez bi xwe Kurd im û baweriya min jî ev e: "Kî ji Kurdan ra ne xebitiye ne Kurd e, kî ji Kurdan ra xebitiye Kurd e". Haqas Kurmanc rabûne çûne ji xelkê ra xebitîne, ew peyayên xelkê ne, ne peyayên me ne. Qadî Mihemed peyayê me ye, ji bo me miriye; Şêx Se'îd peyayê me ye, ji bo me miriyeNiha, xelk gî bûn Musulman, ji xwe ra bûn Musulman. Em Kurd ji xelkê ra bûne Musulman. Komonîstên me ji xelkê ra bûne Komonîst, dixwazin Kurdan têxin xizmetê Komonîstiyê. Niha, binêre, ev qepût ji te ra ye, ne welê? Ji bo çi te li xwe kiriye? Ji bo xwe ji sermayê biparêzî. Ew ji bo te çê bûye, ne tu ji bo wî çê bûyî. Dîn jî ji bo însana hatiye, ne însan ji bo dîn hatiye. Lê, gava îcab kir yek bixwaze vî kirasî ji te bistîne, tu dikarî wî bikujî. Tu nahêlî vî çaketî ji te bibe. Tu dîfa'ê ji bo wî dikî, lê ew ji bo te ye, ne tu ji bo wî yî. Ê me, em dixwazin em ji xelkê ra bin. Law, dîn ji bo me hatiye, lê ne em ji bo dîn hatine! Gava bûne Zerdeştî, ji xelkê ra bûne Zerdeştî; gava bûne Musulman, ji xelkê ra bûne Musulman; gava bûne quzulqurt, ji xelkê ra bûne… Tu fam dikî? Ez niha bi xwe Musulman im, tu dizanî ez nimêja xwe dikim, rojiya xwe digrim, lê ez ji xwe ra Musulman im. Musulman gava baş bin, ji miletê min hez bikin, li ser serê min. Gava ne baş bin, ji miletê min hez nekin, bila herin Cehenmê.

 

A.: Xomênî jî dibê ez Musulman im?

Apo: Musulman ê mîna Xomênî, Sedam û Evrên ez dikim çi bikim? Xirabî di me de bûye. Em çûne bûne peyayên xelkê. Ê ku dibên em "Komonîst " in, dixwazin bibin peyayên Rûsan. Ên ku dixwazin bibên em "Demokrat" in, dixwazin bibin peyayên Emerîka. Bavo, Rûs ji xwe ra Komonîst in, Emerîka ji xwe ra demokrat in!

 

ş          ş          ş

 

            Firansiz hatin vira, hinekî xelkê ji Kurdan, ji Çerkezan, ji Ereban diçûn dibûn Garde mobile (Milîs). Ji bo çi dibûn milîs? Ji bo mi'aşê xwe dibûn 'eskerê Firansa.…

 

ş          ş          ş

 

            Hukmetê tim hin ji me girtine, kirine axa li ser serê me, çima tê de didîtin dikare xulamiyê ji wan ra bike. Kê bavê min kir axa? Dîsa hukmetê kir axa, dikarî bû xulamiyê bike. Bavê min bikirana paşa, wê nîvê Kurdistanê xira bikira! Ez ji te ra nabêm bavê min ji xelkê çêtir e. Carekê, me Nadî Kurdistan li vira çêkiribû, min gotarek dixwend. Min zimanê xwe dirêjî beg û axan kir. Yekî ji wana zanî ku bavê min axa bûye, îca got: "Bavê te çi kes bû?". Min got: "Ew jî ji van dizan bû, malê xelkê dixwar, talan dikir, zor dikir, mêr dikuştin, ev bû".

 

            Çi gava ji me ra dînek çêbû, me ji xwe ra rêyek girt, em di rêya xwe de çûn, wî çaxî em ê bibin însan. Em li tirêna xelkê siwar dibin, ciyê ku here em ê herin wir. Me ji xwe re rêyek çênekiriye. Xwedê ji ê me yê çûyî ne yî razî be! Ku ji me ra rêyek çê kiri bûna, em ê tê de biçûna. Em ji ser rêya vî derdikevine rêya ê din, ji rêya ê din derdikevine a din. Ha, bûne kerê 'Elo, ha bûne kerê Xelo…

 

 

ş          ş          ş

 

A.: Kovarên me, Apo, ê her perçakî bi zimanê wê dewletê tên ponijîn û nivîsîn?

Apo: Apo, ez wê çîrokê dizanim. Ne hên ne bûne peyayên xwe. Heya bibin peyayên xwe. Kînga bûne peyayên xwe, ew ê ji xwe ra binivîsînin. Heya nanê xelkê bixwin, wê tim defa wan lêxin.

 

A.: her yek ji me wilo biçe ziyan e ji zimanê me ra.

Apo: Ziyan ne ziyan, ev e. Peyayên te ev in, tu wê çi bikî?

 

A.: Gelekî bi Erebî, bi Tirkî, bi Faris î diponijin û dinivîsînin.

Apo: îca, bêle ji Xwedê ra. …

 

 

ş          ş          ş

 

            Partiyên me yên ku henî tev şerê hev dikin…

A.: Rast e, gî şerê hev dikin, gî li ser hesabê me.

Apo: Gî li ser hesabê dijmin şerê hev dikin.

 

A.: Yanê, dijmin karê dike.

Apo: Belê, ew bi xwe jî dizanin ku dijmin karê dike, tevî wê jî şerê hev dikin.

 

A.: Milet li hêlekê birçî dimîne, li hêlekê lêdanê dixwe.

Apo: Em wê ji xwe ra serbilindiyê dizanin. Ev e. Rê li ber me çê nebûye.

 

A.: Li îraq ê, em ê hevdî bikujin, li Tirk iyê, em ê pişta hev ne grin…

Apo: Li îranê, li vir, dev bavêne hev…

 

ş          ş          ş

 

A.: Apo, te hejar dîtiye?

Apo: Belê hejar peyakî hêja ye, yanê, kêm welê peyda dibin. Bi zaravayê Soran î dinivîsîne û Kurmancî jî hîn bûbû. Pirr însanekî bi rêz e. Ji welatê xwe hez dike. Ew kesê ku dixwaze fedakariyê bike, bi zanîna xwe, bi karîna xwe ji miletê xwe ra dixebite. Lê, nabe peyayê xelkê.

 

A.: Kî hên hevalên we hebûn bi we ra helbest dinivîsandin?

Apo: Cegerxwîn hebû. Cegerxwîn şa'ir bû. Bi nivîsanekê û dudiyan mera nabe şa'ir. Paşê, şa'ir bi xwe ne tiştekî pirr girîng e. Ê girîng ew e ku peyayê ku bikare rê li ber milet veke. Şa’ir pirrên wan li pê xelkê derin, pesna xelkê dikin, ji bo nan bixwin. Îca, Quran ji wan ra dibêje: "şa'ir derewîn in, tiştê dibêjin nakin".

 

ş          ş          ş

 

            Berî du-sê salan, sê lawên min hene, li Ewrupa  ne. Min dî ez gîhame dawiya temenê xwe û mirina min jî nêzîk bûye. Min got: "Ez ji wan ra tiştekî binivîsînim, her yekî şîretekê lê bikim". Îca, min ji herduyên mezin ra nivîsand. Ji ê biçûk ra min got: "Min di dirêjiya temenê xwe de dît hinek însan hene, çepel dimeşiyan, pîs dimeşiyan, xirabî dikirin. Heya ku gîha dawiya temenê xwe, dîtin ku pêşî teng bû. Li paş xwe nêrîn, dîtin tiştek pak nema. Îca, gava dipeyivîn, girî dikete gewriya wan. Tu cehda xwe bike ku tu di dawiya temenê xwe de negrî". Ev şîret tenê min lê kir.

 

            Zarokên min, yek min 15 salin min nedîtiye, yek 16 sal in min nedîtiye.

 

A.: Yekcar?

Apo: Na. Divê ku ez serê xwe dînim heya ku bibînim. Na bila qet nebînim. Bira ew li wir bimrin û ez li vir bimrim, lê ew ne bi serî danînê. Dîtin ji bo çi? Na, bi Xwedê, bila bi serbilindî ez bimrim. Ne em serê xwe deynin! Holê, em ê bikarin li pêşiya dijmin bisekinin.

 

A.: Belê, Apo, bijî!

Apo: Bê paseportê mera dere gorê? Hinek hatin pirr ew kirin:

- Em ji te ra paseportê bistînin, zarokên xwe bibînî?

            Min got:

- Mirin paseportê dixwaze?

            Gotin:

- Naxwaze.

            Min got:

- Ne hewcî tiştekî ye, qediya û çû.

 

A.: Zarokên te ne siyasî bûn?

Apo: Kê ji te ra got? Ez siyasî bûm, hema ji bo min dikin. Ew jî bi xwe têra xwe ne, dizanin çi dikin.

 

            Gava me got: "Em Kurdin û em dikin Kurdîtiya xwe biparêzin", divê em cezayê wê bidin. Bê vêrgî nabe.

 

A.: Belê Kurdistan bê xwîn nayê.

Apo: Bê xwîn nabe. Çima ê xelkê wê bimrin, ê min wê ne mirin? Bila ê min jî bimrin.

 

A.: her yek ji serokê me ev ponije di serê wan de bûya, em ê pêşketana… Kurdistan wê zû…

Apo: Apo, serokê we her yek dixwaze bi awakî nan bixwe. Bila jehrê bixwin.

 

Kesek: Apo, ma serokên Kurdan tev wilo ne, qe hinek pak tune ne?

Apo: îca, here yekî baş ji xwe ra bibîne.


 

Apo: Apo, gava hun kal bibin, winê bibînin kalbûn çiqas xweş e! Ez lingê xwe datînim ser du pêpeloka, ez diwestim. Îca, yek ji welatê me bi çûkî çûye Istenbûlê. Kal bûbû, keti bû belediyê. Paşê, bûbû serokê celawîzan. Salê wî bûn şêst-heftê dernexisti bûn, î xurt bû. Heya umrê wî sed û pêncî ma tê de. Rojnamevanên îngiltera, ên Belçîka, ên Firansa û ên holanda birin Ewrupa  û jê ra şeveka xwarinê çêkirin. Pirr diyarî danê, kêfa xwe jê ra anîn. Îca, yek ji wana jê ra dibê: "Zaro Axa, xortaniya te nayê bîra te?", dibê: "hê! Çawa nayê bîra min. Xwezî ezî nod salî bûma!". Ê min, ez niha gîhame heyştê salî, ez çûme. Heyjdeh car destê hukmetê li ser min bûn. Birçîbûn, rev… Rojekê min rihetî ne dît. Yek jê, deh-panzdeh sala min zarokên xwe ne dîne! Ew nikarin werin. Ew li Ewrupa ne, ez li vir im.

 

Kesek: Ew nayên, an hukmet nahêle ew werin?

Apo: Dihêlin werin, lê wan dixe hebsê! Ev e ji xwe derdê me Kurmanca bela mezin e. Tu ku de derê, wê hev bêşînin, li hev xînin, paşgotiniya hev dikin, xirabiya hev dikin… Ma kînga em ji xwe ra bûne? Em tim ji xelkê ra bûne. Em ji xwe ra bûna, niha ji mêj de heqê me hati bûya standin, em di welatê xwe de bûna. Bav-kalên me em hîn kirine, em ji xelkê ra bixebitin. Ji xelkê ra em gur in, lê ji xwe ra, na. Nikarin ji xwe ra bin.

 

ş          ş          ş

 

A.: Min dîwana te xwend, ez dixwazim çend pirsan ji te bikim.

Apo: Bike, serçava.

 

A.: Çawa navê Apo ji te ra tê gotin?

Apo: îca, tu dizanî ez ji axa me, bav-kalên me axa bû. Min ne dixwest kesek ji min ra bêje "axa", ez dixeyidîm. Jina Celadet ji bona min ne xeydîne, ji min ra digot "Apo". Îca, welê nav pê ket "Apo, Apo …". Evên din dixwestin ji wan ra were gotin "Beg, Axa", lê min nedixwest. Bi sivikahî, ji min ra gotin, welê meşiya.

 

A.: Ji ber çi tu birinî ber Dîwanî herb?

Apo: Wê çaxê, em hên nû ji hebsê vegeriya bûn. Careka din, me'mûrên Tirkan rabûn ketin gewriya me. Anîn bi derew kaxez li ser me çê kirin, ez û bîst û şeş axa. Em girtin tev birin Dîwanî herb. Îca, gava em çûn - tu dizanî hin caran gava Xwedê alîkariya mera bike, kes nikare destê xwe bide pêşê - serokê mehkemê Kurd bû, xelkê Dêrsimê bû. Mustefa Kemal pirr jê hez dikir, Tirkan pirr pişta xwe didanê. Ne ku wî ji Tirkan hez dikir, lê wexta di şerê Yonanê de gelekî alîkariya Mustefa Kemal kiri bû. Îca, ji bo wê, gelek qedra wî digirtin. Ewî em xelas kirin. Ne ew bûya, wê çaxê, em gî dikuştin.

 

Tu afrendeyê hemî asîman û zemîn î

 

Te ev ji huma ra gotiye. Peyva "afrende" mexlûq e, ne xaliq e.

Apo: "Afrende" ê ku afirandiye. Ew di zimanê Kurmancî de holê heye. De îca, me bi zimanê xwe ra ne daye û ne standiye. Em hêj nizanin. Tu dibêjî "serdar". ê ku dar di destê wî de ye, ne ê ku li ser darê ye.

 

Kesek: "Afrende" Faris î ye, Apo?

Apo: Na, em nikarin bêjin Farisî ye. Ji xwe zimanê me û zimanê Farisî xûşk û birak in. Faris an ji miletê îranî gelek tişt girtine. Pirrî ji zimanê Kurmancî hatiye girtin. Yanê, çi gava pirseka zimanê Farisî di zimanê me de bêye dîtin, xem nake. Lê, bila ji zimanê din: Erebî, Tirkî nekevine zimanê me. Zimanê me û Farisî kok yek e. Tev Arî ne. Niha, tu dibê: "Ejnû, lêv, tot, pê…", di Firansizî de welê heye: "genou, lèvre, tête, pied…". Evana miletê hindo-Ewrupî ne. Carekê, ez li Mûsilê kiri bûm hebsê. Yekî hindî  jî tê da bû. Ewê hindî  ji xelkê Ordo bû. Em bi hev ra dipeyivîn, ew bi zimanê xwe, ez bi zimanê xwe, me temam ji hev fam dikir.

 

Kesek: Kurd li hindistanê hene?

Apo: Belê, Kurd hinek çûne hindê, hêla Bombayê. Wexta ku Ereban şerê Zerdeşti  ya kiriye, parek ji wana derbasî hindê bûne. Lê, vana xelkê Ordî hindî  ne, zimanê wan nêzîkî zimanê me ye, çima em ji wê hêlê hatine, ne ew ji hêla me çûne. Kurd her gav tim belav bûne: li Sûdanê, li Cezayirê, li Lîbyayê, li Misrê…

 

            Gava Firansizan ez birim Medxeşqerê, li wir sê gundên Kurd hene. Lê, zimanê xwe ji bîra kirine. A, holê milet ji hev bela bûye, ji bêxwedîtiyê. Îca, çi kevirekî gir bûye, hatiye di serê me Kurdan de ketiye. Helbet, ew jî ne tiştekî sidfê ye. Neheqî di me de ye. Em derin dibin peyayê xelkê, em di ber xelkê de dimrin. A va çiyayê hane, tu dibînî, Cebel el-şêx (Çiyayê şêx), gî Kurd tê da ne. Selah Dîn anî bûn ji bona ku sînorê behrê biparêzin. Çiyayê Hekarî li Libnanê gî Kurd in, dîsa Selah Dîn anîne. Me tim çûye xulamiya xelkê kiriye, temenê xwe di ber xelkê de derbas kiriye.

 

A.:

Gava min wa dît, pişta xwe didim dinê

Bi xweşî xwe dispêrim sînga mirinê

 

Apo: Belê, "Pişta xwe didim dinê" yanê, çavê xwe li dinê didim alî û berê xwe didim mirinê.

 

A.:

Kesên camêr û mêrxas di nav me Kurdan pirr bûn

Herçî bêbav û xiniz çiqas bixwazî pirr bûn

 

Apo: hun dibînin; el-hemdûlîlal, xêra Xwedê ye, bereket e!…

 

A.:

Gava min ev nivîsî dengek ji banî ve hat

Digot: "Bê hêvî ne bin, gelek nêzîk e felat"

 

di vir de bedbînî û firehbînî heye?

Apo: Ez rastiyekê didim te, ne bedbînî ye. Em dikarin xirabiya xwe înkar bikin?

 

A.: Na.

Apo: Qediya, ev e. Lê, tevî vê ez bawer im Kurd wê xwe xelas kin. Xwedê bi temenê wan ra be (!): Evrên, Sedam û ev efendiyê din, Xomênî, evana wê Kurdan ra kin ser lingan û Kurd wê xwe xelas bikin. Dilê min bi vê rihet e. Yanê, bi Xwedê, ne bi destê wan "camêran" bûya, Kurd ranedibûn.

 

A.: Pirrek dibe bawer bikin ku Apo bedbîn bûye?

Apo: Bedbînî çi ye? Ez 'eybên me dibêm. Eger nivîskar be, eger şa'ir be, eger ne hêne 'eybên wan nede ber çavên wan, wacibê xwe nekiriye. Gava rabe milet bipesine, milet dixapîne. Divê me li pêşiya wan bisekinin û li ser çavên wan de lêdin. Pirr caran peyayên ku xwestine miletan xelas bikin, bi destê wî miletî hatine kuştin, çima bi hişkî rabûye wan, dixwaze berê wan ji a xirab bide alî. Pesna çî Kurdan bikim? Li her derê, di bin lingê xelkê de ne; li her derê, bûne peyayên xelkê; li her derê, ji xelkê re nêçîrê dikin. Ez rabim pesna van bidim? O-o-of!

 

A.: Erê, "ramanên biyanî" û "ramana xweser", tu tim dixwazî di helbestên xwe de çêrê bikê?

Apo: Binêr, binêr, yanê, fikreka taybet ji bo Kurdan, ne em herin li pê ramanên xelkê herin!

 

A.: Erê, Apo, îro raman Rohilat û Roava heye?

Apo: Na, binêre. Rohilat jî û Roava jî ne hevalê we ne. Li min binêre. Bi Xwedê, ne Rohilat we qebûl dike, ne Roava. Divê hun bi xwe ramanekê ji xwe ra bigrin, xwe xurt bikin. Wê çaxê, her du jî destê xwe dirêjî we dikin. We destê kê girt, kêfa we ye. Berî ku xelk destê xwe dirêjî we bike, hun dibin peyayê xelkê, lo!!!

 

A.: Erê.

Apo: A, here, hinekî wan bûne peyayê Rûsan, hinekî wan bûne peyayên Emerîka. De ez ê çi bikim? her du serî ji me ra bi kêr nayên. Em ne ji xwe ra ne. Gava em ji xwe ra bin, her du serî jî wê destê xwe dirêjî me bikin. Divê ramaneke me ya taybet hebe. A, niha gava bûne Zerdeştî, çûne bûne peyayê Farisan. Paşê, gava bûne Musulman, çûne bûne peyayê Ereban. Gava dewletên Tirkan rabûne xîlafet girtine, em bûne peyayê Tirkan. Law, bila ji xwe ra bin, ne peyayê xelkê bin, ramana xweser ev e.

 

A.: Erê, Apo, ma hema tenê ji xwe ra bin. Ma ji xwe ra bi tenê fikre yî?

Apo: Wa! Ma fikre çi ye? Ma Erebên li Cizîrê çawa bûne xwedî emperetoriyeka mezin? Bi fikreyê bû.

 

A.: Yanê, tu dixwazî fikrekê bêjî?

Apo: Fikre ew e ji xwe ra bin.

 

A.: Apo, tu di helbestên xwe de çêra karker û cotkaran dibî, ev jî ne şopa Rohilat e?

Apo: Na, ne şopa Rohilat e. Gava em dibên "karker û cotkar" ew koka milet in.…

 

A.: Rohilat, jî dibê karker û cotkar?

Apo: Dibê, lê derewa dike. Binêre, heyanî niha evqas sal rojekê Rohilat ne gotiye zulm li Kurdan dibe! Em di bin guhê wan de ne! Binêre, ez di mîkrofonê de bilind bêjim, min ji Sefîrê Rûsiya ra got: "hun dibêjin 'em piştmêrê miletên bindest in', di bin guhê we da ewqas zulm li me dibe, neheqî li me dibe, hun pirsa Emerîka Latînî û Efrîqa dikin, we rojekê basa Kurdan ne kiriye. Sebebê vê tu dikari bêjî?". Serê xwe wa kir, hejand û deng nekir. A, ev e. Ku em ji xwe ra bin, xelk ji me ra ye. Gava ez ji te ra dibêm "karker û cotkar", koka milet ev e. Koka milet gî ji karker û cotkar hatiye, axayê wî ji wî hatiye, begê wî ji wî derketiye, paşayê wî ji wî derketiye, ê çê ji wî derketiye, ê xirab ji wî derketiye… Neyê bîra te ku ez bêjim Rohilat ji me ra rind e, an Roava ji me ra rind e. Kesek ne hevalê me ye. Gava em xwediyê…

 

Kesek: Gerek e mera dosta û dijmina ji hev cihê bike?

Apo: Dost tune ne, herwekî Kurd ne dostê xwe ne. Ji bo Kurdan dost tune. A niha, ez ne Kurd bûma, min ji Kurdan ra nedigot: "Merheba". Kurd ne dostê hev in. Tu derî ku derê xirabiya hev dikin…

 

Kesek: Em miletê Kurd gerek e dost û dijmina ji hev derxînin?

Apo: We qenciya xwe nas nekiriye heya ku dost û dijminê xwe nas bikî. Paşê, te nikariye wek cima'et bixebitî. Binêre cema'et ji çi çê dibe. Ji meriya çê dibe. Evya berî ku bibin cema'et derin dibin peyayên xelkê, nabine peyayên xwe. Niha, ku tu bûyî peyayê xwe, mesleheta te bi ku ve çû, bi wir ve here, ku Rohilat e, ku Roava ye. Lê, ji xwe ra be, ne ji xelkê ra be. Em tune ne. A niha, Partiya Komonîst li vir xwedêgiravî dawa heqê Kurdan dikin? Rojekê, te dîtiye di Parlemanê de dawa heqê Kurdan kirine û gotine: "Kurd bindest in"? Rojekê, berpirsiyarekî Sovêtî gotiye: "Kurd guneh in, bindest in, zulm li wan dibe…"? û ew ji Tirkan jî hez nakin! Tevî wê ne gotine…

 

A.: Belkî tu bibînî rast e….

Apo: Na, hun dixwazin ez ê paşiyê bêjim, ne? Ez vê gotina paşiyê qebûl nakim. Bi Xwedê, ez ferqekê di nava wan û Emerîka de nabînim ji bo Kurdan. Her du serî jî ne dost in. Yanê, tu dixwazî ez zêde bipeyivim, ew jî ne xweş e.

 

A.: Em bên Rohilat gava alîkariya me nake di warê rageyandinê de, lê ew ne wekî Emerîka zulmê di Kurdan nake?

Apo: hên dor nehatiye. Dora ku zulmê li we bike, nehatiye. Herwekî dawa heqê we nake, herwekî nabêje Kurd bindest in, Em di bin guhê wan de ne. Roja wê nehatiye. Roja wê wê were wekî Emerîka çawa li Felestîna kirin. Ew jî wê li Kurdan bikin. Mehêle ez zimanê xwe zêde dirêj bikim.

 

A.: Ne ku em zimanê xwe dirêj bikin.

Apo: Na, ez zimanê xwe dirêj nakim, sixêfa nakim. 'Eybên wan hene. Bila ez nebêm. Bala xwe bide min. Em zimanê xwe dirêjî kesî nakin. Neheqî di me de ye. Divê em ji xwe ra bixebitin, bi ramaneka Kurdî. Tu fam dikî? Tu wê bêjî ramana Kurdî tune, me'na xwe Kurd tune ne. Gava ramaneka Kurdî tune ye, me'na xwe Kurd tune ne. Însan bi serê xwe ve girêdayiye. SERÊ ME VALA YE, SERÊ ME LI PÊ XELKÊ YE, SERÊ ME BûYE BERîKA XELKÊ. Kî ÇI DIXÊ, EM BI hÊL PÊ DIGRIN. Ha, hezar û çarsed sal em pê qûna xelkê ketine, çi fêde li te kirine? Here li Tirkiyê binêre, li îranê binêre, li îraqê binêre, çi bi serê wan dikin. Û li vira jî, el-hemdulîla em ne bi xêra Xwedê ne! Ev e. Law, ez dibêm bila ji xwe ra bin, ne ji xelkê ra bin. MALA WAN BIşEWITE! MA TÊR NEBûN JI xULAMIYA hAN!

 

            Neyê bîra te ku ez ji wan kesên ku bêjim Rohilat ji me ra baş e, an Roava ji me ra baş e. hema kurtbirr! Lê, gava ez vê bêm, ê ku ji Rohilat hez dike, wê ji min bixeyide; ê ku ji Roava hez dike, wê ji min bixeyide. Bila bixeyide. Ez ne bi xêra kesî me. Bi Xwedê, li ser gotina rast, ez dibêjim, bila dinya giş rabe.

 

A.: Rast e, nêrîna te ye.

Apo: Nêrîna min ev e.

 

A.: Em ji xwe ra deng dikin. Lê, dîsa Rohilat nabe wek Roava?

Apo: îro nabe wek Roava lê sibe dibe ji Roava xirabtir be.

 

A.: Em nizanin.

Apo: Binêre bala xwe bide min. Ez ji te ra eşkere dibême. Welatê te, para jorin, tev Ermenistan bû. Tu fam dikî?

 

A.: Erê, Apo.

Apo: Ji Erîvanê heya Edenê Ermenistan bû. Merîkî Ermenî, Dîkran, li Edenê rûdinişt, ne li Erîvanê. Ew jî dikarin sibe Felestînekê çê bikin. Îca, ev e.

 

            Carekê, xortekî me yî Kurmanc li Emerîka dixwîne - Xwedê wî nehêle! - ji min ra got:

- Çi xem e? Em ê bidine Ermeniya!

            Min got:

- Tê 15 milyon Kurd di ku kî? Di nava Silêmaniyê û Rewandozê kî?

  Ev e.

 

A.: Ez dibêm, Apo, Rohilat gelan bindest nake, zulmê lê nake, ne wek Emerîka ye. Emerîka şerê gelan dike, hukmetan gêr dike, keda wan dixwe, gelekî dike…

Apo: Binêre, em bi çavê dosta li wan dinêrin. Mehêle ez zimanê xwe dirêj bikim! Çikoslovakiya li dera han e, Poloniya li dera han e û hê û hê… Tu dibînî li Efxanistanê çi bi serê wan dikin? Ma çi gunehê xelkê Efxan heye?

 

Kesek: Em hevdî bigrin, xebata xwe bi hev ra bikin.

Apo: hun hevdî nagrin. Berê yek partî hebû. Çima bûne 13 partî? Ez ji te dipirsim?

 

A.: Ew ji Kurdistana Nîvro ye.

Apo: xem nake, ji Kurdistana Bakurr e. Çima 11 partiyên Komonîst di welatê we de hene?

 

ş          ş          ş

 

A.:

Ceneta welêt buhuşta Yezdan li cem te buhuşt û welat…

Apo: Welatê meriya ceneta meriya ye. Li dinyayê em ê herin wê cinetê. û gava em mirin jî, her kes wê bi karê xwe ra be. Ev e.

 

A.: Li nik te welat buhuşt e.

Apo: helbet.

 

A.:

Ew dê bibînin di nav Kurdistan

 

Apo: Gava em çûne welatê xwe ji me ra cenet e. îro, bûye cehenem, bûye hebs. Cenet çi ye û cehenem çi ye û hebs çi ye? Hebs xaniyek e, ha. Xaniyekî serbest be dibe cenet. Bila em xwe şaş nekin, gunehê xwe nexine stoyê qederê, em nebên "Xwedê ji me ra wa kiriye". Bere em berê xwe bidine qenciyê, dixwazî bi Xwedê bawer be, dixwazî pê bawer mebe. Em nakine. Law, çi qedera te ye te wilo kiriye. Em ne ji xwe ra ne. Yanê, em gîhane halekî werrê mîna … ku ji xelkê ra nêçîrê dike. Law, gur ji xwe ra dike, şêr ji xwe ra dike, piling ji xwe ra dike, şîp ji xwe ra dike, kûçik ji xelkê ra dike! Wella 'eybekî mezin e!

 

A.:

Ne dûr e îro yek bibe dost, sibe neyar be

Neyarên îro me dikujin sibe bi yar be

 

Apo, va îraq û îran her tim neyar in?

Apo: Dikarin bibin dost ji bo mesalihên xwe. Ji bo mesalihan dikare bibe neyar jî. Divê em vê xweş zani bin.

 

A.: îca, pîvan mesalih in?

Apo: Ê we pîvan Rohilat û Roava ye! Pîvan mesalih in. Merivê ku îro dostê te ye, sibê dikare bibe dijminê te. Merivê ku îro dijminê te, sibe dikare bibe dostê te. Lê, bes tu rast be. Şexsiya te, ramanên te, heyîna te wê xuya dike. Tu baş bî, neyarê te wê bibe dostê te, tu nebaş bî, dostê te wê bibe neyarê te. Ev e. Divê em holê zani bin. Ê we, gava hun difikirin, ji bilî Rohilat û Roava tiştek nayê bîra we. Bi Xwedê, herduyan bi du qurşan nakirrim. Ha, ez ji te ra eşkere bêm. Bila dengê min here muxaberata! Paş pişta min ra çûne gîhane muxaberata!

 

ş          ş          ş

 

A.: Dema tu di Partî de, Apo?

Apo: Belê dema ez di Partî de bûm. Hinekê wan Celal Talebanî ew xapandin, hinekê wan Barzanî  xapandin û gava welê kirin, min terka Partî kir û ez li mala xwe rûniştim. Gava ez li mala xwe rûniştim, got: "Apo gotiye…"

 

A.: Barzanî, Apo?

Apo: Nizanim, pirr gotin kirin. Pê min ra bûne 13 partî, xweş e?

 

A.: Ne xweş e.

Apo: Na, bi Xwedê, xweş e! Xwedê bereketê têxê bike 50 partî! Apo, Xwedê me nehêle!

 

ş          ş          ş

 

A.: "Xiniz" û "awan" yek manê didin?

Apo: Gava em biçûk bûn, me digot "xiniz". "Awan" di Memê Alan de hatiye. Binêre, ma te ne dîtiye gava mêrkê Kurmanc gava rezê xwe diçîne, dora wê perçîn dike? Çima dike perçîn? Ji bo kes derbasî hundur nebe. Gava bê perçîne, çi dibe? Kî here nav, wê têkevê û xira bike. Zimanê me ji ber ku rêzman tê de tune bûye, mîna wî rezê bê perçîn e. her kes ketiye û her yekî tiştek kiriye. Îca, ziman xira bûye. Here, binêre, di nava zaravayê Kurmancî da, zaravayê hevêrkan gelekî xweş e. Lê, ê wan jî hinek şaşî ketinê ne. Dibên: "Ez ê çim, ez ê xwim, ez ê kim…", çima kes li pêşiya wan nesekiniye. Divê em guhdarê rêzmanê bin. Rêziman dikare wekî sînorekî wî erdî biparêze.

 

            Pirrên me tên cem min pirsan li cem xwe çê dikin. Ez dibêm: "Te ji kê bihîst?", dibê: "Nayê bîra min". Ez dibêm: "Ne qebûl e". Eva bûye nexweşiyek di canê zarokê me da, evên nuh dest pê kirine. Peyayên me yên ku ji Tirkiyê hatine û li Ewrupa  dinivîsînin, pirsan çê dikin. Em Kurd dixwazin bi her tiştî rabin. Bila her kes baqil be, li cem xwe pirsan çê neke. Heya îro hên Kurmanc nikarin li ser elifbayê li hev bikin. Hinekê wan bi elifbayê Tirkan dinivîsînin, hinekê wan…

 

            Ji xwe gava Celadet  - Rehma Xwedê lê be - gazî çend hevalên ku bi ziman ra bendewar dibûn kir. Lê, giş bi ziman ra ne bendewar bûn, ez û Celadet  tenê, em bi ziman ra xebitî bûn. Min jê ra got:

- Çar tîp kêm in: P, Ç, K, T.

  Celadet  got:

- Em ê P bi P binivîsînin, Ç bi Ç binivîsînin, K bi K binivîsînin, T bi T binivîsînin, elifbayê Ewrupiyan di nava 29-31 tîpan de ne.

           

Lê, Ewrupiyan anîne çi kirine? Ji hin dengan ra anîne sê tîp danîne, du tîp danîne. Ê wan jî dibin bêtirî 30 tîpî. Her gava cema'eta ku xwe qels dibîne teqlîdî xurtan dike. Niha, ê me yê ku li Parîsê rûniştine anîne du tîp ji elifbêya Celadet  avêtine: Î û x.

 

Kesek: Î û x di Kurdî tune?

Apo: Çawa tune? Em ê "xunce" binivîsînin, "xilik" binivîsînin? Apo, hun bi zimanê xwe mijûl nebûne. Ez 50-54 salin li şamê me, ez hên nizanim li şamê gî bigerim. Lê, merivin hene şamê gî nas dikin. Ê ku bi zimanê xwe ra ne westiyaye, mijûl nebûye, nizane, bi taybetî zaravayê me nehatiye nivîsandin. Niha, Soranî pêş ve çûye, mala wan ava be. Ê me, kesî me tune bûye. Celadet  rabûye serekî mijûl bûye û mesele sekiniye, çima Kurd ne xwediyê zimanê xwe bûne, haya wan ji zimanê wan tunebûye. Niha, îsmet şerîf sî sal in di mesela Kurdî de dixebite, hên zimanê xwe nizane. Baş e, ev rast e? Çûye sê-çar zimanê Ewrupî hîn bûye û ew Kurmanc e û dawa Kurdîtiyê dike! Ev tiştana nabin! Celadet  digot: "Zimanê me mîna tu çiwalek ka bînî û li ser behrê vala kî û her pêleka avê hebekî bi derekê ve dibe. Karê me nivîsvana ev e: libê kayê bicivîne û bîne têxe kîs". Zimanê me holê bûye.

 

A.: "hengame" çi ye, Apo?

Apo: Gava dengkirineka xurt dibe, jê ra dibên "hengame" û "qirên". Gava Kurmanc kewan li ber hev datînin û kew dixwînin jê ra dibêjin "hengame".

 

Zîn: Apo, li gor nêrîna te, çi kar û wezîfa Kurdên li derve heye?

Apo: Bi Xwedê, keça min, karê wan tune, çûne nanê xelkê dixwin. Welatê min li vir e, divê ez li welatê xwe bim, ne herim nanê xelkê bixwim. Ez derseka Kurmancî bidim, têra min dike. Îca, yekî ji min ra nameyek nivîsandiye: "Apo, gotina te rast e. Peyayên me yên ku hatine vira kesek basa welatê xwe nake, bi zimanê xwe mijûl nabe, derin li pê keçkê xelkê dikevine, ew dibê: 'Keça min wa xweşik e, wa rindik e'…". Çûne nanê xelkê bixwin, nanê xelkê pirr e. Bila ez jehrê bixwim, ne nanê xelkê. Ez nanê xelkê bixwim, rihetiya xwe binêrim û miletê wan li dera hanê zulmê dibîne? Ez nikarim tiştekî qenc bikim, bila ez jî wê zulmê bibînim. Ji zulmê revîn xelet e. Divê em şerê wê zulmê bikin. Me nikarî bû, divê me tehmûl bikin. Ev derin bi du qurşan qenciyê dikin û bi hezar qurşî xirabiyê dikin.

 

            Ê me yê ku hatin wan bawer dikir ku dewletên Ewrupî dewletekê, Kurdistanekê, çêkin, hatibûn ku tê de rûnin. Hinekê wan casûsî dikirin, hinekê wan vegeriyan, bûne peyayên Tirkan. Mêrkê Kurd ê ku îro dibê: "Ez dixebitim", ji bo ku nan bixwe, qurretiyê bike, ne ji bo xwe bide kuştin, ne ji bo zulmê tehmûl bike, o-o-o-f … Em çawa bikin! Zanayên me çûne ji xelkê ra xizmet kirine.

 

Zîn: Wekî din tu çi dixwazî bibê?

Apo: Wekî din, Xwedê bi we ra be, mesela ziman giraniyeka mezin bidinê.…

 

            Qîza min, peyayê ku xwe bifroşe ji jinka kerxanê xirabtir e, çima jinka kerxanê xwe difroşe, ew miletê xwe difroşe. Tu xwe bifroşî li ku û milet bifroşî li ku! Îca, dikine, hemiyên wan dikine. Bi Xwedê, ê li Ewrupa ne, ew tişt in, ên li vira ew tişt in, tenê Apoçî derin şerê Tirkan dikin. Mala wan ava be. Lê, ew jî bê tecrûbe ne û di warê siyasî de ne gihîştî ne. Lê, mêr in, derin şerê dijminê xwe dikine. Ma ne ên din derin li Ewrupa  nan dixwine, qîza min. Karê me li Ewrupa  çi ye? Bela me mezin e!

 

            Bêje Amed apê te dibêje:

 

Serê ku bête danîn tucar nayê hildan

Bi qelsî kes ne bûye xwedî rûmet û şan

 

A dudiyan min gotiye:

 

Xwe danînim bo sitem û zorê

Divê ez serbilind biçim gorê

Gava bi rûmet çûme goristan

Hêja ye bibim lawê Kurdistan

 

Bêje felsefa min di jînê de ev e. Ez serê xwe daneynim û bi serbilindî dimrim. Ew dikarin werin li min xin, min bêşînin, lê nikarin werin bêjin, bêlin ez serê xwe ji wan ra deynim. Di mehkemê de, serê min tim bilind bû. Di mehkema Emn el-dewle, Nayêbê Gelemper Be'sî bû û serokê mehkemê î Nasirî bû. îca, ê Be'sî hêrişeka xurt daye min. Tev gotinên vala, bê mane û hwd. 11 rûpel nivîsandi bûn û dev davête min. Serokê mehkemê got:

- Osman, bersivê bide?

            Min got:

- Ne hêja ye ez bersivê bidim.

 

Bi Xwedê, keça min, wekî te tuf kira ser çavê wî, wisa pîs bibû. Min welê dikir, ne min serê xwe datanî.

 

Zîn: Yekbûna hêzên Kurdî çawa çê dibe?

Apo: Keça min, hêzên Kurd nikarin bibin yek, ne îro û ne sibe, çima Kurdan xwe di warê civakî de xira kirine. Yek nikare ji ê din ra deyne, lê derin xwe ji xelkê ra datînin. Kurd derin ji xelkê ra dixebitin. Berê digotin: "Beg û axayên me nezan in", niha zanayê me, Qasimlo, mamosteyê zanîngehan e, çûye li ser hesabê Sedam husên dixebite û şerê îranê dike û destê Sedam Husên  heya vira di xwîna Kurdan de ye. Gîli stoyê Kurdan siwar bûne. Ji bo bikari be ji birayê xwe, ji hevalê xwe, ya dostê xwe çêtir nan bixwe, dere welatê xwe difroşe. Çima ez di vî xanî de rûniştime? Bi xwe ev ne xaniyê min e jî, xaniyê dêya zarokan e. Gava ez biçûma, min li ser pişta miletê xwe bixwara, min dikari bû çar-pênc xaniya bikirrîna. Pirr pere didan, lê xwe firotin zehmet e.

 

Zîn: Apo, şoreşa şêx Se'îd çawa dest pê kir?

Apo: Keça min, wê çaxê, komeleka Kurdan hebû. Serekê wê Xalid Begê Cibrî  bû. Îca, şêx Se'îd endamekî wê bû. Xalid Beg û Elyas Begê Bidlîsî girtin, ew darda kirin. Berî darda kirinê, Xalid Beg ji şêx Se'îd ra got:

- Derke, bere tu ne kevî destê Tirkan.

 

Li ser rêya derketinê, şer di navbera leşkerê Tirkan û birayê wî de çê bû. Xwe ji şoreşê ra hazir nekiribû. Şêx Se'îd bi xwe merivekî mezin bû. Peyayên wekî wî di nava Kurdan de nînin û ne wê hebin jî. Ez bi xwe ji şêxan hez nakim, lê şêx Se'îd mêrekî bêhempa bû.

 

            Derin bi navê welatparêziyê nan dixwin. Ê ku bixebite divê li ser destê milet bixebite, ne li ser pişta milet! Li ser destê milet deh kaxet in, li ser pişta milet milyon in. Naxwazin qîma xwe bi deh kaxeta bînin. Min li ser destê miletê xwe xwariye. …

 

            Keça min, dixwazin herin xwe li ser destê dijminê xwe xelas kin, ma va dibe? Tirk, Ereb, 'Ecem dijminê miletê Kurd in. Kî bixwaze miletê xwe li ser destê van xelas ke, dixwaze miletê xwe bifroşe, nan bixwe bes. Celal Talebanî  li wir bû, çû cem Sedam. Gava qebûl nekirin bikin wekîlê serokê Komarê, çû cem Xomênî. Ferq nake, ha ew, ha ew. Ê li ser pişta miletê xwe bixebite xayîn e. Derin nanê dijmin dixwin û dixwazin defa Kurdan lêxin! Ev derew e, nabe. Îca, ev e.

 

Zîn: şoreşa şêx Se'îd em dikarin bêjin netewî bû, an îslamî bû?

Apo: Netewî bû, lê bi navê îslamê kirin. Çima îslamiyet li nav Kurdan pirr bû. Paşê, dîsa Kurdan bir ew teslîmî Tirkan kir, tu zanî ê şêx girtî kî ye? ….

 

Zîn: Ez dixwazim ji te bipirsim hîngê hin axa xayîntî kirin?

Apo: Keça min, hin axe bûbûn hevalê hukmetê, hin bûbûn hevalê şêx Se’îd. Ên ku bûbûn hevalê hukmetê, hukmetê pê girtin ew jî kuştin. Tê bîra min ev bûyera pirr xweş. We navê Cemîlê Çeto bihîstiye. Îca, ev bûbûn peyayên Tirkan, şerê şêx Se'îd dikirin. Ew û jina wî û zarokên wî tev de girtin û kuştin. Haco, hevalê hukmetê bû, şerê şêx Se'îd dikir. Xwestin wî bigrin, ew revî hat vira. Ên ku bûbûn hevalê wan berî ê din kuştin, wekî Emînê Perîxan û ên din… îca, yek 'Emerê Temer hebû, hevalê şêx Se'îd bû. Gava hukmê dardakirinê danê, anîn ku here destnimêj bike. Gava çû, Cemîlê Çeto çû pêşiyê ku here maçke. 'Emerê Temer destê xwe da pêşiyê, got:

 

 

- De here, lo, de here! Ê min, min şerê hukmetê kir, zarokên min li mal in. Ê te, tu bûyî hevalê hukmetê, îro jin-zarokên te tev di hebsê de ne… O-o-o-f… Gelek tişt hene … 

 Çavkanî:

Amed û Zîn

Welatparêzê hêja, Apo

(Osman Sebrî)


Hevpeyvînên salên (1984-1988)

 


Comments

Popular posts from this blog

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...