Derûnnasî
lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger,
reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena)
ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts),
hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî
dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî
(natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî
(biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm
bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin.
Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger
û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin.
Pisporekî
pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas
(psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî
(behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) jî bên senifandin.
Hin derûnnas hewl didin ku rola fonksiyonên hiş (mental functions) di reftar û
tevgera takekesî û civakî de fêm bikin. Hinên din jî pêvajoyên fîzyolojîk
(physiological processes) û norozindewerî (neurobiological processes) ên ku li
bingeha fonksiyonên venasînî (cognitive functions) û reftaran de ne lêkolîn
dikin.
Derûnnas li ser têgihîştin (perception), venasîn
(cognition), baldarî (attention), hest (emotion), jîrî (intelligence),
serpêhatiyên kirdewar (subjective experiences), handan (motivation),
fonksiyonên mêjî (brain functioning) û kesayetiyê (personality) lêkolînan
dikin. Eleqeya derûnnasan herwisa xwe dirêjî têkiliyên navtakekesî (interpersonal
relationships), nûşiyana derûnî (psychological resilience), nûşiyana malbatî
(family resilience) û qadên din ên derûnnasiya civakî (social psychology) dibe.
Ew herwiha derhişiyê (unconscious mind) jî li ber çavan digirin.
Derûnnasên lêkoler rêbazên empirîk (empirical methods)
bi kar tînin da ku têkiliyên sedemî (causal relationships) û korelasyonel (correlational
relationships) di navbera veguherbarên derûn-civakî (psychosocial variables) de
diyar bikin. Hin derûnnasên klînîkî û şêwirmendiyê, lê ne hemû, xwe dispêrin
şîrovekirina sembolîk (symbolic interpretation).
Herçiqasî zanîna derûnnasiyê gelek caran ji bo
nirxandin û tedawiya pirsgirêkên tendirustiya derûnî (mental health problems)
tê bikaranîn jî ew herwiha ber bi fêmkirin û çareserkirina pirsgirêkan, di
gelek qadên çalakiyên mirovî de tê arastekirin. Li gorî gelek çavkaniyan, armanca
derûnnasiyê ew e ku di dawiyê de sûdê bide civakê.
Gelek derûnnas di hin cureyan de rola tedawiyê digirin
ser xwe û di saziyan de weke çareseriya derûnî (psychotherapy) pêk tînin.
Derûnnasên din lêkolînên zanistî li ser mijarên berfireh ên têkildarî pêvajoyên
hiş û reftaran dikin. Bi gelemperî koma dawîn a derûnnasan di saziyan de (weke
mînak zanîngeh, dibistanên bijîşkiyê an nexweşxane) dixebitin. Komek din a
derûnnasan di saziyan de dixebitin. Hinên din jî li ser pêşketina mirov,
pîrbûn, werzîş, tendirustî, zanista dadî/edlî (forensic science), perwerdehî û
medyayê de dixebitin.
ETÎMOLOJÎ Û
PÊNASE
Peyva derûnnasî (psychology) ji peyva yewnanî psyche,
bi wateya can, giyan an ruh tê. Beşa dawî ya peyva derûnnasiyê ji -λογία -logia
tê, ku tê wateya "lêkolîn" an "vekolîn". Peyva derûnnasiyê
cara yekem di serdema Ronesansê de hatiye bikaranîn. Di forma xwe ya latînî de
psychiologia, cara yekem ji aliyê mirovnasê Xirwat û latînnasê Marko Marulić di
pirtûka wî ya bi navê "Psichiologia de ratione animae humanae"
(Derûnnasî, li ser Siruştiya Giyana Mirov) di dehsala 1510-1520an de hatiye
bikaranîn.
Referansa herî kevin a peyva derûnnasiyê bi îngilîzî
di sala 1694an de ji aliyê Steven Blankaart di "The Physical
Dictionary" de hatiye dîtin. Ferheng behsa "Anatomiyê ku laş derman
dike û Derûnnasiyê, ku bi ruh û giyanê re mijûl dibe" dike.
Ψ (psi), tîpa yekem a peyva yewnanî psyche ku ji wê
peyva derûnnasî hatiye dariştin, bi gelemperî bi qada derûnnasiyê re tê
girêdan.
Di sala 1890an de, William James derûnnasî weke
"zanista jiyana hiş (mental life), hem diyardeyên wê û hem jî mercên
wê" pênase kir. Ev pênase ji bo dehsalan bi berfireh hat pejirandin.
Lêbelê, ev wate hat rexnekirin, nemaze ji aliyê reftargerên tundrew (radical
behaviorists) ên weke John B. Watson ku di sala 1913an de îdia kir ku dîsîplîn
zanisteke xwezayî ye ku armanca wê ya teorîk "pêşbînî û kontrola reftarê
ye." Ji dema ku James derûnnasî pênase kir, peyv bêtir ceribandinên zanistî
(scientific experimentation) îşaret dike.
Derûnnasiya gelêrî (folk psychology) fêmkirina rewşên
hiş û reftarên mirovan e ku ji aliyê mirovên asayî ve tê zanîn, li hemberî
fêmkirina pisporan a derûnnasiyê.
DÎROK
Şaristaniyên kevnar ên Misir, Yewnanistan, Çîn,
Hindistan û Îranê hemûyan bi lêkolîna felsefî ya derûnnasiyê re mijûl bûn. Di
Misira Kevnar de, Papîrusa Ebers behsa depresyon û nexweşiyên ramanê (thought
disorders) kiriye. Dîroknasan destnîşan kiriye ku feylesofên yewnanî, di nav de
Thales, Platon û Arîstoteles (bi taybetî di pirtûka xwe ya De Anima de), li ser
kar û barên hiş (workings of the mind) sekinîne.
Heta sedsala 4an BZ, bijişkê yewnanî Hîpokrat bi
teoriya ku sedema nexweşiyên derûnî (mental disorders) fizîkî ne, ne yên
xwezayî ne. Di sala 387 BZ de, Platon pêşniyar kir ku mêjî (brain) cihê ye ku
pêvajoyên hiş (mental processes) lê pêk tên, û di sala 335 BZ de Arîstoteles
pêşniyar kir ku ev dil (heart) bû.
Li Çînê, fêmkirina derûnnasiyê ji xebatên felsefî yên
Laozi û Konfuçyus û paşê ji doktrînên Budîzmê derket. Ev topa zanînê
têgihîştinên ji têramana navxweyî (introspection) û çavdêriyê (observation) û
herwiha teknîkên ramandin û tevgerên baldar vedihewîne. Ev nêrîna gerdûnê di
çarçoveya dabeşkirina rastiya fizîkî û rastiya hiş û herwiha têkiliya di
navbera fizîkî û hiş de pênase dike. Felsefeya çînî herwiha giringî dida
paqijkirina hiş da ku pêşî li zêdekirina xweşbînî û hêzê bide.
Deqeke kevnar a bi navê "Klasîka Împeratorê Zer a
Bijîşkiya Navxweyî" mêjî weke navenda zanyarî û hîsê nas dike, teoriyên
kesayetiyê (personality theories) li ser bingeha hevsengiya yin-yang dihewîne û
nexweşiyên derûnî (mental disorders) di çarçoveya nehevsengiyên fîzyolojîk û
civakî de analîz dike. Zanîna çînî ya li ser mêjî di serdema Qing de bi xebatên
Fang Yizhi (1611-1671), Liu Zhi (1660-1730) û Wang Qingren (1768-1831) yên perwerdehîdîtiyên
rojavayî pêş ket. Wang Qingren giringiya mêjî weke navenda pergala hestan
(nervous system) destnîşan kir, nexweşiyên derûnî bi nexweşiyên mêjî ve girêda,
sedemên xewn (dreams) û xewnereşkê (insomnia) lêkolîn kir û teoriyeke li ser
alîgiriya nîvkaran (hemispheric lateralization) di fonksiyona mêjî de pêşxist.
Bi bandora Hindûîzmê, felsefeya hindî cudahiyên di
navbera cureyên hişmendiyê (types of awareness) de lêkolîn kir. Ramaneke
navendî ya Upanîşad û deqên din ên Vedîk ku bingeha Hindûîzmê pêk anîn,
cudahiya di navbera xwebûna demkî ya dinyewî (transient mundane self) û ruhê
bêdawî û neguherbar (eternal, unchanging soul) ê mirovekî bû. Doktrinên cuda
yên hindû û Budîzmê li hemberî vê hiyerarşiya xwebûnan (hierarchy of selves)
derketin, lê hemûyan giringiya gihîştina hişmendiyeke bilindtir destnîşan
kirin. Yoga gelek teknîkan vedihewîne ku di pey vê armancê de tên bikaranîn.
Teosofî, oleke ku ji aliyê feylesofê rûs-amerîkî Helena Blavatsky ve hatiye
damezirandin, di dema mayîna wê ya li Hindistana Brîtanî de ji van doktrînan
îlham girtiye.
Derûnnasî ji bo ronakbîrên Ronahîkirinê
(Enlightenment) li Ewropayê mijareke balkêş bû. Li Almanyayê, Gottfried Wilhelm
Leibniz (1646–1716) prensîbên xwe yên hesabê li ser hiş sepand û îdia kir ku
çalakiya hiş li ser domdariyeke bêpar (indivisible continuum) pêk tê. Wî
pêşniyar kir ku cudahiya di navbera hişmendiya hişyar (conscious awareness) û
derhişî (unconscious awareness) de tenê mijareke astê ye. Christian Wolff
derûnnasiyê weke zanisteke serbixwe nas kir û di 1732an de Psychologia Empirica
û di 1734an de Psychologia Rationalis nivîsî. Immanuel Kant ramanên
antropolojiyê weke dîsîplînekê pêşxist ku tê de derûnnasî beşek giring bû.
Lêbelê, Kant bi eşkereyî ramanên derûnnasiya ceribandinî (experimental
psychology) red kir û nivîsî ku "doktrîna empirîk a ruh nikare ti carî
nêzî kîmyayê bibe, çi weke hunerek sîstematîk a analîzê an jî weke doktrîna
ceribandinî, ji ber ku di wê de pirjimariya çavdêriya navxweyî/hundurîn (inner
observation) dikare tenê bi dabeşkirina di ramanê de were veqetandin û paşê
nikare li gorî daxwazê were veqetandin û ji nû ve were hevgirtin (lê hê kêmtir
mirovek din dihêle ku li ser wî were ceribîn da ku bigihîje armanca me) û heta
çavdêrî bi xwe jî rewşa heyberê çavdêrîkirî vediguherîne û cih diguherîne.
Di sala 1783an de, Ferdinand Ueberwasser (1752-1812)
xwe weke Profesorê Derûnnasiya Empirîk û Mantiqê (Professor of Empirical
Psychology and Logic) bi nav kir û li ser derûnnasiya zanistî ders da lê ev
pêşketinên han di demeke kurt de di bin siya Şerên Napolyonî de man. Di dawiya
serdema Napolyonî de, rayedarên Prûsyayê Zanîngeha Kevn a Münsterê rawestandin.
Lêbelê, piştî şêwirmendiya bi feylesofên Hegel û Herbart re, di sala 1825an de
dewleta Prûsyayê derûnnasî weke dîsîplîneke mecbûrî di pergala xwe ya perwerdehiyê
ya bi lez fireh dibû û bandoreke mezin dikir de bicih kir. Lê belê, vê
dîsîplînê hîn jî ceribandin (experimentation) nepejirandibû. Li Ingilistanê,
derûnnasiya destpêkê bi frenolojî (phrenology) û bersiva ji bo pirsgirêkên
civakî yên weke alkoholîzm, tundî û stargehên "dînan" ên tijî yên
welêt ve mijûl bû.
DESTPÊKA
DERÛNNASIYA CERIBANDINÎ
Dema ku derûnnasiya ceribandinî hat Brîtanyayê,
Francis Galton pisporekî sereke bû. Bi saya prosedurên wî yên ji bo pîvana dema
bertekê (reaction time) û hîsê (sensation), ew weke dahênerekî testkirina hiş a
modern (ku herwiha weke psîkometrî tê zanîn) tê hesibandin. James McKeen
Cattell, xwendekarekî Wundt û Galton, ramanên testkirina derûnî anîn Dewletên
Yekbûyî û di rastiyê de peyva "testa hiş" (mental test) darişt. Di
sala 1901ê de xwendekarê Cattell Clark Wissler encamên bêhêvîker weşandin ku destnîşan
didan ku testkirina hiş a xwendekarên Columbia û Barnardê nekarî performansa
akademîk pêşbînî bike.
Di bersiva fermana sala 1904an a Wezîrê Perwerdehiya
Giştî de, derûnnasên Alfred Binet û Théodore Simon di navbera salên 1905-1911an
de testeke nû ya jîriyê (intelligence) pêşxistin û berfireh kirin. Wan gelek
pirsên cihêreng di xweza û zehmetiya xwe de bikar anîn. Binet û Simon têgeha
temenê hiş (mental age) danîn û behsa kesên herî kêm skor wergirtî weke ehmeq
(idiots) kirin. Henry H. Goddard pîvana Binet-Simon xist kar û senifandinên
asta hiş ên weke bêaqil (imbecile) û kêmaqil (feebleminded) danîn. Di sala
1916an de (piştî mirina Binet), profesorê Stanfordê Lewis M. Terman pîvana
Binet-Simon veguherand (ku weke pîvana Stanford-Binet hate binavkirin) û têgeha
para jîriyê (intelligence quotient) weke raporeke skor danî.
Li ser bingeha encamên testên xwe û nîşandana
nijadperestiya ku di wê serdemê de berbelav bû, Terman gihîşt vê encamê ku
kêmaqilî (intellectual disability) "asta jîriyê ye ku di nav malbatên
Îspanyol-Hindî û Meksîkî yên Başûrê Rojavayê û herwiha di nav reşikan de pir
pir berbelav e. Kêmaqiliya wan xuya dike ku nijadî ye."
Piştî testên Army Alpha û Army Beta ku ji aliyê
derûnnas Robert Yerkes ve di sala 1917an de hatibû pêşxistin û paşê di Şerê
Cîhanê yê Yekem de ji aliyê derûnnasên pîşesazî û rêxistinî ve ji bo testkirina
karmendên berfireh û hilbijartina personelên leşkerî hatibû bikaranîn, testkirina
hiş li DYAyê jî populer bû ku li ser zarokên dibistanê hate sepandin. Testa
Jîriyê ya Neteweyî (National Intelligence Test) ya ku ji aliyê dewletê ve
hatibû afirandin di salên 1920an de li 7 milyon zarokan hate sepandin. Di sala
1926an de Desteya Ezmûna Ketina Kolejê (College Entrance Examination Board)
Testa Lêhatîbûna Zanistî (Scholastic Aptitude Test) afirand da ku ketina
zanîngehê standardîze bike.
Encamên testên jîriyê hatin bikaranîn da ku ji bo
dibistanên veqetandî û fonksiyonên aborî arguman bên berhev kirin, di nav de perwerdehiya
hilbijartî ya Amerîkayiyên Reş ji bo karê destî. Van pratîkan ji aliyê
rewşenbîrên reş ên weke Horace Mann Bond û Allison Davis ve hatin rexnekirin.
Eugeniknasan testkirina hiş bikar anîn da ku sterilîzekirina mecbûrî ya kesên ku
weke kêmaqil (mentally retarded) hatibûn senifandin (ku niha weke astengiya
hişmendî [intellectual disability] tê binavkirin) rewa bikin û organize bikin.
Li Dewletên Yekbûyî, bi deh hezaran mêr û jin hatin sterilîzekirin. Bi danîna
mînakeke ku ti carî nehatiye berovajîkirin, Dadgeha Bilind a DYAyê di doza Buck
v. Bell a sala 1927an de destûrîbûna vê pratîkê erê kir.
Îro testkirina hiş rûdanek asayî ye ji bo mirovên hemû
temenan li civakên rojavayî. Testkirina modern dixwaze bigihîje krîterên ku
standardîzekirina prosedurê, hevgirtina encaman, derxistina skoreke ku dikare
were şîrovekirin, normên statîstîkî yên ku encamên nifûsê diyar dikin û bi
îdeal, pêşbînîkirina karîger a reftar û encamên jiyanê li derveyî rewşên
testkirinê vedihewînin. Testkirina derûnî bi rêkûpêk di kontekstên edlî de tê
bikaranîn da ku alîkariya darazîn û biryarên huqûqî bike.
Pêşketinên di psîkometriyê de xebatên li ser pêbawerî
(reliability) û derbasdariya (validity) test û pîvanan dihewînin. Pêşketinên di
teoriya bersiva madeyê (item-response theory), modelkirina hevkêşeya pêkhateyî
(structural equation modeling) û analîza duhêmanî (bifactor analysis) di
xurtkirina avakirina test û pîvanan de alîkarî kirine.
LÊNIHÊRÎNA TENDIRUSTIYA
DERÛNÎ
Pêşkêşkirina xizmetên tendirustiya derûnî bi gelemperî
li DYAyê weke derûnnasiya klînîkî (clinical psychology) tê binavkirin. Carinan,
lêbelê, endamên pîşeyên derûnnasiya dibistanê û derûnnasiya şêwirmendiyê jî di
pratîkên ku dişibin yên derûnnasên klînîkî de cih digirin. Derûnnasên klînîkî
bi gelemperî kesên ku ji bernameyên doktorayê yên derûnnasiya klînîkî mezûn
bûne vedihewînin. Li Kanadayê, hin endamên komên jorîn bi gelemperî di
kategoriya mezintir a derûnnasiya pîşeyî de cih digirin. Li Kanada û DYAyê,
pispor bawernameyên lîsansê û doktorayê werdigirin; xwendekarên doktoraya
derûnnasiya klînîkî bi gelemperî salekê di stajeke pêşdoktora û salekê di
stajeke piştî doktorayê de derbas dikin. Li Meksîka û piraniya welatên din ên
Amerîkaya Latînî û Ewropayê, derûnnas bawernameyên lîsans û doktorayê nastînin;
li şûna wê, ew piştî lîseyê kurseke pîşeyî ya sê salî digirin.
Derûnnasiya klînîkî di dema niha de mezintirîn pisporî
ye di nav derûnnasiyê de. Ew xwendin û sepandina derûnnasiyê ji bo armanca
fêmkirin, pêşîlêgirtin û sivikkirina tengasiya derûnî (psychological distress),
tevlihevî (dysfunction), û/an nexweşiyên derûnî (mental illness) dihewîne.
Derûnnasên klînîkî herwiha hewl didin ku xweşbîniya kirdewar (subjective well-being)
û geşedana kesane (personal growth) pêş bixin. Nirxandina derûnî (psychological
assessment) û çareseriya derûnî (psychotherapy) ji bo pratîka derûnnasiya
klînîkî navendî ne, lê derûnnasên klînîkî dibe ku herwiha di lêkolîn, hînkirin,
şêwirmendî, şahidiya edlî û pêşxistin û rêvebirina bernameyan de jî cih
bigirin.
Kredîta klînîka derûnnasiyê ya yekem li Dewletên
Yekbûyî bi gelemperî ji Lightner Witmer re tê dayîn ku di sala 1896an de
pratîka xwe li Philadelphiayê ava kir. Çareserkarekî derûnî (psîkoterapîst) yê
modern Morton Prince bû ku di destpêkê de ji bo avakirina derûnnasiyê weke
dîsîplîneke klînîkî û akademîk piştgirî da. Di beşa yekem a sedsala bîstem de,
piraniya lênihêrîna tendirustiya derûnî li Dewletên Yekbûyî ji aliyê
derûnbijîşkan (psychiatrists) ve dihat kirin ku bijîşkên bijîşkî ne. Derûnnasî
bi pêşxistinên xwe yên di testkirina hiş de ket qadê ku soz dida ku teşxîsa
pirsgirêkên derûnî baştir bike. Ji aliyê xwe ve, hin derûnbijîşk eleqedar bûn
ku derûnşîkarî (psychoanalysis) û formên din ên derûnterapiya dînamîk bikar bînin
da ku nexweşên derûnî fêm bikin û tedawî bikin.
Derûnterapî ku ji aliyê derûnbijîşkan ve dihat
meşandin cudahiya di navbera derûnbijîşkî û derûnnasiyê de tarî kir, û ev meyl
bi derketina saziyên tendirustiya derûnî yên civakî berdewam kir. Hin kesên di civaka
derûnnasiya klînîkî de terapiya reftarî (behavioral therapy) pejirandin,
modelek bi tevahî ne-derûndînamîk ku teoriya fêrbûna reftarî bikar dianî da ku
kiryarên nexweşan vebiguherîne. Aliyekî sereke yê terapiya reftarî nirxandina
empirîk a bandordariya tedawiyê ye. Di salên 1970yan de, terapiya
venasînî-reftarî (cognitive-behavior therapy) bi xebatên Albert Ellis û Aaron
Beck derket holê. Her çend di navbera terapiya reftarî û terapiya
venasînî-reftarî de wekhevî hebin jî, terapiya venasînî-reftarî sepandina
avahiyên venasînî (cognitive constructs) hewce dikir. Ji salên 1970yan û vir
ve, populerbûna terapiya venasînî-reftarî di nav derûnnasên klînîkî de zêde bû.
Pratîkeke sereke di terapiya reftarî û venasînî-reftarî de dûçarhiştina ango
rûbirûkirina nexweşan bi tiştên ku jê ditirsin e, li ser bingeha wê ramanê ku
bersivên wan (tirs, panîk, anksiyete) dikarin bên şert-rakirin.
Lênihêrîna tendirustiya derûnî ya îro derûnnas û
xebatkarên civakî bi hejmareke zêde ve dihewîne. Di sala 1977an de, rêveberê Enstîtuya
Neteweyî ya Tendirustiya Derûnî (National Institute of Mental Health) Bertram
Brown vê veguherînê weke çavkaniya "pêşbaziya tund û tevliheviya
rolan" bi nav kir. Bernameyên mezûniyetê yên ku doktoraya derûnnasiya
klînîkî didin di salên 1950yan de derketin û di salên 1980yan de bi lez zêde
bûn. Dereceyên PhD ji bo perwerdehiya pisporan tê armanckirin ku dikarin
herwiha lêkolîna zanistî jî bikin. Dereceya PsyD bi awayekî bêtir taybetî ji bo
perwerdehiya pisporan hatiye dîzaynkirin.
Hin derûnnasên klînîkî li ser rêvebirina klînîkî ya
nexweşên bi zirarên mêjî (brain injury) balê dikişînin. Ev beşa taybet weke derûnnasiya
noroderûnnasiya klînîkî (clinical neuropsychology) tê zanîn. Li gelek welatan,
derûnnasiya klînîkî pîşeyek tendirustiya derûnî ya rêkxistî ye. Qada
derûnnasiya felaketê (disaster psychology) ya nû derketî (li mudaxeleya krîzê
binêrin) pisporên ku bersivê didin rûdanên trawmatîk ên mezin vedihewîne.
Xebata ku ji aliyê derûnnasên klînîkî ve tê meşandin,
bi gelemperî ji aliyê nêzîkatiyên terapotîk ên curbecur ve tê bandorkirin ku
hemû têkiliyeke fermî ya di navbera pisporî û şêwirmend de (bi gelemperî
takekesek, cot, malbat, an jî komek biçûk) dihewînin. Bi gelemperî, ev nêzîkatî
rêbazên nû yên ramandin, hestiyarî an jî reftarê teşwîq dikin. Çar perspektîfên
teorîk ên sereke; derûndînamîk, venasînî-reftarî, hebûnparêz-mirovahî û
terapiya pergal an malbatê ne. Tevgereke zêdebûyî heye ku nêzîkatiyên terapotîk
ên curbecur tev li hev bikin, bi taybetî bi fêmkirineke zêdebûyî ya mijarên
têkildarî çand, zayend, giyanîtî û meyla zayendî. Bi derketina encamên
lêkolînên bihêztir derbarê derûnterapînasiyê de, delîl hene ku piraniya
terapiyên sereke bandordariya wekhev hene ku hêmana hevpar a sereke hevgirtina
terapotîk a xurt e. Ji ber vê yekê, gelek bernameyên perwerdehiyê û derûnnasan
niha nêzîkatiyeke terapotîk a eklektîk (eclectic therapeutic orientation)
digirin.
Teşxîs di derûnnasiya klînîkî de bi gelemperî li gorî
Rêbera Teşxîsî û Statîstîkî ya Nexweşiyên Derûnî (Diagnostic and Statistical
Manual of Mental Disorders - DSM) tê kirin. Lêkolîna li ser nexweşiyên derûnî
derûnnasiya ne-asayî (abnormal psychology) tê binavkirin.
PERWERDEHÎ
Derûnnasiya perwerdehiyî (educational psychology)
lêkolîna çawa mirov di saziyan de fêr dibin, bandordariya mudaxeleyên perwerdehiyî,
derûnnasiya hînkirinê, û derûnnasiya civakî ya dibistan û saziyên perwerdehiyî
ye. Derûnnasên perwerdehiyî dikarin li pêşdibistanan, dibistanên hemû astan di
nav de saziyan piştî navendî, rêxistinên civakî û navendên fêrbûnê, dezgehên lêkolînê
yên dewletî an taybet, û şêwirmendên serbixwe an taybet bên dîtin. Xebata
derûnnasên pêşketinê yên weke Lev Vygotsky, Jean Piaget û Jerome Bruner di
afirandina rêbazên hînkirinê û pratîkên perwerdehiyî de bandordarker e.
Derûnnasiya perwerdehiyî gelek caran di bernameyên perwerdehiya mamosteyan de
li cihên wek Amerîkaya Bakur, Australya û Nû Zelandê tê vejandin
Derûnnasiya dibistanê (school psychology) prensîbên ji
derûnnasiya perwerdehiyî û derûnnasiya klînîkî digihîne hev da ku xwendekarên
bi astengiyên fêrbûnê fêm bike û tedawî bike; Pêşketina hişmendî ya xwendekarên
jêhatî teşwîq bike; tevgerên civakî-erênî di nûciwanan de hêsan bike û bi
awayekî din jî hawirdorên fêrbûnê yên ewle, piştgir û bandordar pêş bixe. Derûnnasên
dibistanê di nirxandin û mudaxeleya perwerdehiyî û reftarî, pêşîlêgirtin û
şêwirmendiyê de tên perwerdehîkirin, û gelek ji wan di lêkolînê de jî perwerdehiyeke
berfireh distînin.
KAR
Derûnnasiya pîşesazî û rêxistinî (industrial and
organizational psychology - I/O) lêkolîn û pratîkên ku teorî û prensîbên
derûnnasiyê li ser rêxistin û jiyana karî ya takekesan sepandine vedihewîne. Di
destpêka qadê de, pîşesazkar qada nû ya derûnnasiyê anîn ser lêkolîna teknîkên
rêveberiya zanistî ji bo başkirina karîgeriya cihê karî. Qad di destpêkê de weke
derûnnasiya aborî an derûnnasiya karsaziyê dihat binavkirin; paşê, derûnnasiya pîşesazî,
derûnnasiya karmendan an derûnteknolojî. Lêkolîneke sereke ya destpêkê karkerên
li kargeha Hawthorne ya Western Electric li Cicero, Illinois ji 1924 heta
1932an vekolî. Western Electric li ser karkerên kargehê ceribandinek kir da ku
bersivên wan li hember veguherînên ronahî, bêhnvedan, xwarin û meaşan
binirxîne. Lêkoler hatin balê bikişînin ser bersivên karkeran li hember
çavdêriyê bi xwe, û têgeha bandora Hawthorne (Hawthorne effect) niha tê
bikaranîn da ku vê rastiyê tarîf bike ku dibe ku reftar û tevgera mirovan
biguhere dema ku ew difikirin ku tên çavdêrîkirin. Herçiqasî lêkolîna Hawthorne
di pirtûkên derûnnasiyê de tê dîtin jî lêkolîn û encamên wê di çêtirîn rewşê de
lawaz bûn.
Navê derûnnasiya pîşesazî û rêxistinî di salên 1960î
de derket holê. Di sala 1973yan de, ev nav di navê Civaka Derûnnasiya Pîşesazî
û Rêxistinî (Society for Industrial and Organizational Psychology), Beşa 14em a
Komeleya Derûnnasên Amerîkî (American Psychological Association) de hate
bicihkirin. Armancek a dîsîplînê ew e ku potansiyela mirovî li cihê kar
baştirîn bike. Derûnnasiya personelî (personnel psychology) beşeke ji
derûnnasiya I/O ye. Derûnnasên personelî rêbaz û prensîbên derûnnasiyê di
hilbijartin û nirxandina karkeran de bi kar tînin. Beşeke din, derûnnasiya
rêxistinî (organizational psychology), bandora hawirdorên kar û şêwazên
rêveberiyê li ser motîvasyon, qenaeta kar û berhemdariya karkeran lêkolîn dike.
Piraniya derûnnasên I/O li derveyî akademiyê, ji bo rêxistinên taybet û giştî û
weke şêwirmend dixebitin. Dibe ku şêwirmendeke derûnnasiyê yê ku îro di
karsaziyê de dixebite, ji rêveberan re agahî û raman li ser pîşesaziya wan,
bazarên wan ên armanc û rêxistina şirketa wan pêşkêş bike.
Tevgera reftara rêxistinî (organizational behavior -
OB) qadek hevalbend e ku bi lêkolîna reftara mirov di nav rêxistinan de mijûl
dibe. Rêyek ji bo cudakirina derûnnasiya I/O ji OB ew e ku derûnnasên I/O di
beşên derûnnasiyê yên zanîngehan de perwerdehî dibin û pisporên OB, di
dibistanên karsaziyê de.
LEŞKERÎ Û
ÎSTIXBARAT
Yek rol ji bo derûnnasan di leşkeriyê de nirxandin û
şêwirmendîdana leşker û personelên din bûye. Li DYAyê, ev fonksiyon di dema
Şerê Cîhanê yê Yekem de dest pê kir, dema ku Robert Yerkes Dibistana
Derûnnasiya Leşkerî li Fort Oglethorpe li Georgia ava kir. Dibistanê perwerdehiya
derûnî ji bo personelên leşkerî pêşkêş kir. Îro, derûnnasên Artêşa DYAyê testên
derûnî, derûnterapînasiya klînîkî, pêşîlêgirtina xwekuştinê û tedawiya ji bo
stresa piştî trawmayê dikin û herwiha xizmetên têkildarî pêşîlêgirtinê pêşkêş
dikin, weke mînak, dev ji cigarekişandinê berdan. Tîmên Şêwirmendiya Tendirustiya
Derûnî yên Artêşa Dewletên Yekbûyî mudaxeleyên derûnî pêk tînin da ku alîkariya
leşkerên şerker ên ku rastî pirsgirêkên derûnî tên bikin.
Dibe ku derûnnas li ser komek berfireh a kampanyayên
ku bi giştî weke şerê derûnî (psychological warfare) tên zanîn jî bixebitin.
Şerê derûnî bi sereke bikaranîna propagandayê ji bo bandorkirina leşker û
sivîlên dijminan vedihewîne. Ev propagandaya reş a wisa-gotin ji bo wê ye ku
xuya bike ku ji çavkaniyek derxweyî Artêşê tê. Bernameya MKULTRA ya CIAyê
hewldanên kesanetir ên ji bo kontrolkirina hiş dihewîne, ku teknîkên wek
hîpnoz, îşkence û rêvebirina nehişyar a LSDyê dihewînin. Artêşa DYAyê heta sala
2010an navê Operasyonên Derûnî (Psychological Operations - PSYOP) bikar anî,
dema ku ev çalakî weke Operasyonên Piştgiriya Agahdariya Leşkerî (Military
Information Support Operations - MISO), beşek ji Operasyonên Agahdariyê
(Information Operations - IO) hatin senifandin. Carinan derûnnas di alîkariya
lêpirsîn û îşkencekirina gumanbaran de beşdar bûne, ku pêşîneya derûnnasên
têkildar lekedar kiriye.
TENDIRUSTÎ,
ARAMÎ Û VEGUHERÎNA CIVAKÎ
Mînakeke ji beşdariya derûnnasan di veguherîna civakî
de lêkolîna Kenneth û Mamie Phipps Clark e. Van herdu derûnnasên Amerîkayî yên
reş bandora neyînî ya cuda kirinê (segregation) li ser zarokên reş lêkolîn
kirin. Encamên lêkolînên wan di doza cudakirinê Brown v. Board of Education
(1954) de rolek lîst.
Bandora derûnnasiyê li ser veguherîna civakî bandora
berfireh a dîsîplînê li ser hînkirin û fêrbûnê jî dihewîne. Lêkolînan destnîşan
daye ku di berhev de nêzîkatiya fonolojiyê (phonics approach) ya hînkirina
xwendinê ji nêzîkatiya "peyva tevahî" an "zimanê tevahî"
(whole word or whole language approach) karîgertir e.
SEPANDINÊN
BIJÎŞKÎ
Saziyên bijîşkî bi zêdeyî derûnnas ji bo pêkanîna
rolên curbecur bi kar tînin. Yek aliyê derûnnasiya tendirustiyê (health
psychology) perwerdehiya derûnî ya nexweşan e: hînkirina wan da ku li gorî
rejîmek bijîşkî tevbigerin. Derûnnasên tendirustiyê dikarin herwiha bijîşkan perwerde
bikin û li ser pêgiriya nexweşan (patient compliance) lêkolînan bikin. Derûnnas
di qada tendirustiya giştî de gelek cureyên mudaxeleyê bi kar tînin da ku
bandorê li ser tevger û reftarê mirov bikin. Ev ji kampanyayên têkiliyên giştî
û xizmetên gihandina civakî bigire heta qanûn û siyasetên hikûmetê dirêj dibin.
Derûnnas bandora hevgirtî ya van hemû amûrên cihêreng lêkolîn dikin da ku
bandorê li ser tevahiya nifûsa mirovan bikin.
TENDIRUSTÎ,
EWLEHÎ Û ARAMIYA KARKERAN
Derûnnas bi rêxistinan re dixebitin da ku encamên ji
lêkolîna derûnî bikar bînin ji bo baştirkirina tendirustî û aramiya karmendên
wan. Hin kes weke şêwirmendên derve yên ku ji aliyê rêxistinan ve tên kirêkirin
da ku pirsgirêkên taybetî çareser bikin kar dikin, lê hinên din karmendên
demê-tevahî yên rêxistinê ne. Sepandin anketên ji bo naskirina pirsgirêkan û
dîzaynkirina mudaxeleyan ji bo tendirusttirkirina kar vedihewînin. Hin ji qadên
tendirustiyê yên taybetî ev in:
- Qeza û
birîn: Beşdariya sereke têgeha rewşa ewlehiyê (safety
climate) ye ku têgihîştinên hevpar ên karmendên derbarê tevgerên ku tên
teşwîqkirin (mînak, bikaranîna alavên ewlehiyê) û yên ku nayên teşwîqkirin
(neşopandina rêzikên ewlehiyê) li cihê kar e.. Rêxistinên bi rewşên
ewlehiyê yên xurt qeza û birînên kar ên kêmtir hene.
- Nexweşiyên
dil û rehikan: Nexweşiyên dil û rehikan bi nebûna kontrola kar
ve hatine girêdan.
- Tendirustiya
derûnî: Berûbûna bi stresa pîşeyî re bi nexweşiyên tendirustiya
derûnî ve hatiye girêdan.
- Nexweşiyên
masûlke û hestiyê: Ev birînên di hestî, reh û tendonan de ne ku ji
ber zêde zor û gerînên dubare çêdibin. Ew bi qenaeta kar û stresa cihê kar
ve hatine girêdan.
- Nîşanên
tendirustiya fizîkî: Stresa pîşeyî bi nîşanên
fizîkî yên weke tengasiya hazimê û serêşê ve hatiye girêdan.
- Tundiya
li cihê kar: Rewşa pêşîlêgirtina tundiyê bi êrişên fizîkî û
derûnî yên li kar ve girêdayî ye.
Mudaxeleyên ku rewşê baştir dikin rêyek in ji bo
çareserkirina qeza û tundiyê. Mudaxeleyên ku stresa li kar kêm dikin an jî
amrazên ji bo rêvebirina wê ya çêtir didin karmendên dikarin di qadên ku stres
hêmaneke giring e de alîkar bin.
Derûnnasiya pîşesazî di Şerê Cîhanê yê Yekem de bi
westana karkeran re eleqedar bû, dema ku wezîrên hikûmeta Brîtanyayê li ser
bandora westanê ya li ser karkerên kargehên çekan lê ne yên kargehên din ên
fikar bûn. Li Brîtanyayê di salên navbera şeran de hin eleqe bi aramiya
karkeran re bi hewldanên Charles Samuel Myers û Enstîtuya Neteweyî ya
Derûnnasiya Pîşesazî (National Institute of Industrial Psychology - NIIP) ya wî
derket. Li DYAyê di nîvê sedsala bîstem de derûnnasê pîşesazî Arthur Kornhauser
pêşengiya lêkolîna tendirustiya derûnî ya pîşeyî kir, mercên kar ên pîşesaziyê
bi tendirustiya derûnî re girêda û herwiha bandora karekî nerazîker li ser
jiyana şexsî ya karkerekî lêkolîn kir. Zickar delîl kom kir ku nîşan dide
"tu derûnnasê pîşesazî yê serdema wî ewqas ji bo teşwîqkirina pratîkên
rêveberî û karkerî yên ku jiyana karkerên kar baştir bike pêbend nebû.
ENCAM
Derûnnasî, weke dîsîplîneke zanistî ya ku hiş û reftaran
lêkolîn dike, bi pêşketineke berbiçav re derbas bûye û bandoreke giring li ser
gelek qadên jiyana mirov kiriye. Ji destpêka xwe ya di sedsala 19an de weke
lêkolîneke ceribandinî, heta pêşketina wê ya îroyîn a ku gelek beş û
nêzîkatiyên curbecur vedihewîne, derûnnasî bûye çavkaniyeke giring a zanînê di
warê fêmkirina mirov de.
Di vê pêvajoyê de, qadên weke derûnnasiya klînîkî,
derûnnasiya perwerdehiyî, derûnnasiya kar û rêxistinî, derûnnasiya civakî û
gelek beşên din derketine holê. Her yek ji van beşan li ser aliyekî taybetî yê
serpêhatî û ezmûna mirovî balê dikişîne û rê li ber sepandinên pratîk ên zanîna
derûnnasiyê vedike.
Derûnnasî di warên weke tendirustiya derûnî, perwerdehî,
kar, leşkerî û veguherîna civakî de bandoreke giring li ser civakê kiriye. Rola
derûnnasan di pêşxistina teknîkên tedawiyê, baştirkirina hawirdorên fêrbûn û
kar û alîkariya li kesên ku bi pirsgirêkên derûnî re rû bi rû dimînin de giring
e.
Herwiha, derûnnasiyê di pêşxistina rêbazên lêkolînê de
jî roleke giring lîstiye. Bi bikaranîna rêbazên ceribandinî, çavdêrî û teknîkên
pîvanê yên pêşketî, derûnnasiyê zanîna me ya li ser hiş û reftaran kûrtir û
berfirehtir kiriye.
Lêbelê, derûnnasî bi hin pirsgirêk û rexneyan jî rû bi
rû maye. Pirsên li ser objektîvîteya lêkolînan, pirsgirêkên di dubarkirina
encaman de û bikaranîna ne rast a statîstîkan hin ji wan in. Ev rexne bûne
sedem ku di nav qadê de hewldanên ji bo standardên bilindtir ên zanistî û etîkî
bên dayîn.
Di encamê de, derûnnasî weke dîsîplîneke zindî û
pêşketî dimîne ku bi domdarî xwe nû dike û li gorî pêdiviyên civakê adapte
dibe. Bi pêşketina teknolojiyê û veguherînên civakî re, tê pêşbînîkirin ku
derûnnasî dê di pêşerojê de jî roleke giring di fêmkirina mirov û çareserkirina
pirsgirêkên civakî de bilîze.
ÇAVKANÎ:
Tenê hin
beşên wê hatinin wergerandin
HIN TERMÊN NIVÎSÊ
· Derûnnasî (Psychology): Lêkolîna
zanistî ya hiş û reftaran e.
· Hiş (Mind): Navendê ramandin, hest û
pêvajoyên derûnî yên mirov.
· Reftar (Behavior): Tevger û
çalakiyên mirov û ajalan ên ku tên dîtin.
· Hişmendî (Conscious): Diyardeyên
ku mirov ji wan haydar e.
· Derhişî (Unconscious): Diyardeyên
ku mirov ji wan ne haydar e.
· Ramandin (Thoughts): Pêvajoya hiş
a ku fikir û îdeyan diafirîne.
· Hest (Feelings): Serpêhatî û
tecrûbeyên hestî (emosyonel) yên mirov.
· Nihiçk (Drive): Hêza
hundurîn û navxweyî ya ku mirov ber bi çalakiyan ve dibe.
· Handan (Motives): Sedemên ku
di bingeha tevgerên mirov de ne.
· Derûnnas (Psychologist): Pisporekî
pîşeyî an jî lêkolerek ku di derûnnasiyê de dixebite.
· Zanistên xwezayî (Natural sciences): Zanistên ku
xwezayê lêkolîn dikin.
· Zanistên civakî (Social sciences): Zanistên ku
civak û têkiliyên mirov lêkolîn dikin.
· Derûnnasên zindewerî (Biological
psychologists): Derûnnasên ku li ser bingehên biyolojîk ên reftar û
hiş dixebitin.
· Norozanist (Neuroscience): Zanista ku
mêjî û pergala rehên hestiyar lêkolîn dike.
· Takekes (Individual): Kesekî bi
serê xwe.
· Kom (Group): Civaka
mirovan a ku bi hev re ne.
· Zanyarên reftarî (Behavioral scientists): Zanyarên ku
reftar û tevgerê lêkolîn dikin.
· Zanyarên venasînî (Cognitive scientists): Zanyarên ku
pêvajoyên hiş ên weke ramandin û fêmkirinê lêkolîn dikin.
· Fonksiyonên hiş (Mental functions): Çalakiyên
hiş ên weke bîranîn, baldarî û biryardayînê.
· Pêvajoyên fîzyolojîk (Physiological
processes): Fonksiyonên bedenî yên organîzmayê.
· Pêvajoyên norozindewerî (Neurobiological
processes): Çalakiyên biyolojîk ên pergala rehên hestiyar.
· Fonksiyonên venasînî (Cognitive functions): Çalakiyên
hiş ên weke ramandin, fêmkirin û çareserkirina pirsgirêkan.
· Têgihîştin (Perception): Pêvajoya
fêmkirina agahiyên ji derdorê tên.
· Venasîn (Cognition): Pêvajoyên
hiş ên weke ramandin, bîranîn û çareserkirina pirsgirêkan.
· Baldarî (Attention): Hêza handan
û konsantrasyonê ya li ser tiştekî taybet.
· Jîrî (Intelligence): Kapasîteya
fêmkirin, fêrbûn û çareserkirina pirsgirêkan.
· Serpêhatiyên kirdewar (Subjective
experiences): Tecrûbeyên kesane yên mirov.
· Fonksiyonên mêjî (Brain functioning): Çalakiyên
mêjî yên ku jiyan û tevgerê kontroldikin.
· Kesayetî (Personality):
Taybetmendiyên derûnî yên takekesî.
· Têkiliyên navtakekesî (Interpersonal
relationships): Têkiliyên di navbera mirovan de.
· Nûşiyana derûnî (Psychological resilience): Şiyana
mirov a ji bo pêşwazîkirina zehmetiyên derûnî û ji wan derbasbûnê.
· Nûşiyana malbatî (Family resilience): Şiyana
malbatê ya ji bo pêşwazîkirina zehmetiyan û ji wan derbasbûnê.
· Derûnnasiya civakî (Social psychology): Beşa
derûnnasiyê ya ku bandora civakê li ser takekes lêkolîn dike.
· Rêbazên empirîk (Empirical methods): Rêbazên
zanistî yên ku li ser çavdêrî û ceribandinê avakirî ne.
· Têkiliyên sedemî (Causal relationships): Têkiliyên
ku tê de rûdanek dibe sedema rûdaneke din.
· Têkiliyên korelasyonel (Correlational
relationships): Têkiliyên ku tê de du tişt bi hev re vediguherin, lê
ne bi awayekî sedemî.
· Veguherbarên derûn-civakî (Psychosocial
variables): Hêmanên ku hem aliyên derûnî hem jî yên civakî
vedihewînin.
· Şîrovekirina sembolîk (Symbolic
interpretation): Analîzkirina wateyên veşartî yên di sembol û nîşanan
de.
· Tendirustiya derûnî (Mental health): Rewşa
başiya derûnî ya mirov.
· Derûnnasiya klînîkî (Clinical psychology): Beşa
derûnnasiyê ya ku bi teşxîs û tedawiya pirsgirêkên derûnî re mijûl dibe.
· Zirarên mêjî (Brain injury): Zirarên
fizîkî yên li mêjî.
· Derûnnasiya noroderûnnasiya klînîkî (Clinical
neuropsychology): Beşa derûnnasiyê ya ku bandora zirarên mêjî li ser
reftaran lêkolîn dike.
· Derûnnasiya felaketê (Disaster psychology): Beşa
derûnnasiyê ya ku bi bandorên derûnî yên felaketên mezin re mijûl dibe.
· Mudaxeleya krîzê (Crisis intervention): Alîkariya
derûnî ya di rewşên lezgîn de.
· Nêzîkatiyên terapotîk (Therapeutic
approaches): Rêbazên cûrbecûr ên tedawiya derûnî.
· Derûndînamîk (Psychodynamic): Nêzîkatiya
ku li ser bandora serpêhatî û tecrûbeyên zaroktiyê û derhişiyê disekine.
· Venasînî-reftarî (Cognitive-behavioral): Nêzîkatiya
ku li ser guherandina raman û reftarên neyînî disekine.
· Hebûnparêz-mirovahî (Existential-humanistic): Nêzîkatiya
ku li ser wateya jiyanê û potansiyela mirovî disekine.
· Terapiya pergal an malbatê (Systems or family
therapy): Nêzîkatiya ku li ser têkiliyên di nav malbatê de
disekine.
· Hevgirtina terapotîk (Therapeutic alliance): Têkiliya
erênî ya di navbera terapîst û şêwirmend de.
· Nêzîkatiyeke terapotîk a eklektîk (Eclectic
therapeutic orientation): Bikaranîna rêbazên ji nêzîkatiyên
cûrbecûr.
· Rêbera Teşxîsî û Statîstîkî ya Nexweşiyên
Derûnî (Diagnostic and Statistical Manual of Mental Disorders - DSM): Pirtûka ku
ji bo teşxîsa nexweşiyên derûnî tê bikaranîn.
· Derûnnasiya ne-asayî (Abnormal psychology): Beşa
derûnnasiyê ya ku nexweşiyên derûnî lêkolîn dike.
· Derûnnasiya perwerdehiyî (Educational
psychology): Beşa derûnnasiyê ya ku pêvajoya fêrbûnê lêkolîn dike.
· Derûnnasiya dibistanê (School psychology): Beşa
derûnnasiyê ya ku li ser pirsgirêkên perwerdehî û reftarî yên xwendekaran
disekine.
· Derûnnasiya pîşesazî û rêxistinî (Industrial
and organizational psychology): Beşa derûnnasiyê ya ku li ser
derûnnasiya di cihê kar de disekine.
· Derûnnasiya karmendî (Personnel psychology): Beşa
derûnnasiyê ya ku bi hilbijartin û nirxandina karkeran re mijûl dibe.
· Derûnnasiya rêxistinî (Organizational
psychology): Beşa derûnnasiyê ya ku bandora hawirdorên kar û
şêwazên rêveberiyê li ser karkeran lêkolîn dike.
· Tevgera reftara rêxistinî (Organizational
behavior): Qada ku reftara mirov di nav rêxistinan de lêkolîn
dike.
· Şerê derûnî (Psychological warfare): Bikaranîna
teknîkên derûnî di şer de.
· Derûnnasiya tendirustiyê (Health psychology): Beşa
derûnnasiyê ya ku têkiliya di navbera tevger û tendirustiyê de lêkolîn dike.
· Pêgiriya nexweşiyan (Patient compliance): Astê ku
nexweş şîretên bijîşkî dişopînin.
· Rewşa ewlehiyê (Safety climate): Têgihîştinên
hevpar ên karmendên derbarê ewlehiyê li cihê kar.
· Stresa pîşeyî (Occupational stress): Stresa ku
ji ber kar çêdibe.
·
Tundiya li cihê kar (Workplace violence): Êrişên
fizîkî an derûnî yên li cihê kar
· Derûnnasiya pîşeyî (Occupational psychology): Beşa
derûnnasiyê ya ku li ser pirsgirêkên derûnî yên pêwendîdar bi kar disekine.
· Tendirustiya derûnî ya pîşeyî (Occupational
mental health): Rewşa başiya derûnî ya karkeran di cihê kar de.
· Têkiliyên giştî (Public relations): Rêvebirina
têkiliyên di navbera rêxistinekê û civakê de.
· Gihandina civakî (Social communication): Pêvajoya
parvekirina agahiyan di nav civakê de.
· Tendirustiya giştî (Public health): Xebatên ji
bo parastina û pêşxistina tendirustiya civakê.
· Pêşîlêgirtin (Prevention): Tedbîrên ku
tên girtin da ku pirsgirêk derkeve holê.
· Mudaxele (Intervention): Tevgerên ku
tên kirin da ku pirsgirêkek were çareserkirin.
· Ewlehiya karkeran (Worker safety): Parastina karkeran
ji xeteriyên li cihê kar.
· Aramiya karkeran (Worker well-being): Rewşa
başiya fizîkî û derûnî ya karkeran.
· Qenaeta kar (Job satisfaction): Astê ku
karker ji karê xwe razî ne.
· Berhemdarî (Productivity): Asta
hilberîna karkeran.
· Handan (Motivation): Hêza ku
mirov ber bi armancekê ve dide xebitandin.
· Stres (Stress): Bersiva laş
û hiş a li hember veguherînên zextê.
· Westana karkeran (Worker fatigue): Kêmbûna
enerjî û motîvasyona karkeran ji ber xebata zêde.
· Derûnnasiya leşkerî (Military psychology): Sepandina
prensîbên derûnnasiyê di warê leşkerî de.
· Derûnnasiya îstixbaratê (Intelligence
psychology): Bikaranîna derûnnasiyê di warê îstixbaratê de.
· Propaganda (Propaganda): Hewldanên
ji bo bandorkirina ramanên mirovan bi awayekî sîstematîk.
· Kontrolkirina hiş (Mind control): Hewldanên
ji bo veguhertina ramanên kesekî bi awayekî neheq.
· Hîpnoz (Hypnosis): Rewşa
hişmendiyê ya ku tê de mirov bêtir vebûyî ye ji bo pêşniyazan.
· Operasyonên Derûnî (Psychological
Operations): Bikaranîna agahdariyê ji bo bandorkirina helwest û
tevgerên dijmin.
· Veguherîna civakî (Social change): Guherînên
di xwemalî û têkiliyên civakî de.
· Cudakirin (Segregation): Veqetandina
komên mirovan li ser bingeha taybetmendiyên wan.
· Fonolojî (Phonics): Rêbaza
hînkirina xwendinê ya ku li ser dengên tîpan disekine.
· Nêzîkatiya "peyva tevahî" (Whole
word approach): Rêbaza hînkirina xwendinê ya ku li ser naskirina
peyvên tevahî disekine.
· Pêgiriya nexweşan (Patient compliance): Astê ku
nexweş şîretên bijîşkî dişopînin.
· Tevgera ewlehiyê (Safety behavior): Tevgerên ku
ji bo parastina ewlehiyê tên kirin.
· Nexweşiyên dil û rehikan (Cardiovascular
diseases): Nexweşiyên ku bandorê li dil û rehikên xwînê dikin.
· Kontrola kar (Job control): Astê ku
karker dikarin biryar bidin û bandorê li karê xwe bikin.
· Nexweşiyên masûlke û hestiyê (Musculoskeletal
disorders): Pirsgirêkên tendirustiyê yên ku bandorê li masûlke,
hestî û movikan dikin.
· Nîşanên tendirustiya fizîkî (Physical health
symptoms): Nîşanên ku rewşa tendirustiya fizîkî destnîşan didin.
· Rêvebirina stresê (Stress management): Rêbazên ji
bo kontrolkirina stresê.
· Westana karkeran (Worker fatigue): Kêmbûna
enerjî û motîvasyona karkeran ji ber xebata zêde.
· Aramiya karkeran (Worker well-being): Rewşa
başiya fizîkî û derûnî ya karkeran.
· Standartên zanistî (Scientific standards): Prensîbên
ku di lêkolînên zanistî de tên şopandin.
·
Standartên etîkî (Ethical standards): Rêgezên
exlaqî yên ku di xebatên zanistî de tên şopandin
· Derûnnasiya gelêrî (Folk psychology): Fêmkirina
rewşên hiş û reftarên mirovan a ji aliyê mirovên asayî ve.
· Depresyon (Depression): Rewşa
derûnî ya ku bi xemgîniya domdar û windakirina eleqeyê tê nasîn.
· Nexweşiyên ramanê (Thought disorders): Pirsgirêkên
di pêvajoya ramandinê de.
· Felsefa derûnnasiyê (Philosophy of
psychology): Lêkolîna pirsgirêkên felsefî yên têkildarî
derûnnasiyê.
· Teoriya fêrbûna reftarî (Behavioral learning
theory): Teoriya ku dibêje reftar bi encamên wê tê fêrkirin.
· Dûçarhiştin (Exposure):
Rûbirûkirina kesekî bi tiştê ku jê ditirse.
· Reftargerên tundrew (Radical behaviorists): Derûnnasên
ku tenê li ser reftarên dîtbar disekinin.
· Ceribandinên zanistî (Scientific
experimentation): Lêkolînên ku bi rêbazên zanistî tên kirin.
· Rêbazên ceribandinî (Experimental methods): Rêbazên ku
di ceribandinên zanistî de tên bikaranîn.
· Teşxîs (Diagnosis): Naskirina
nexweşiyekê li gorî nîşanên wê.
· Tedawî (Treatment): Çareserkirina
nexweşiyekê.
· Derûnbijîşk (Psychiatrist): Bijîşkê ku
li ser nexweşiyên derûnî dixebite.
· Derûnkolînerî/Derûnşîkarî (Psychoanalysis): Rêbaza
tedawiyê ya ku li ser vekolîna derhişiyê disekine.
· Derûnterapiya dînamîk (Dynamic
psychotherapy): Cureyeke tedawiyê ya ku li ser têkiliyên navtakekesî
û tecrûbeyên derbasbûyî disekine.
· Terapiya reftarî (Behavioral therapy): Cureyeke
tedawiyê ya ku li ser veguhertina reftaran disekine.
· Rêveberiya zanistî (Scientific management): Bikaranîna
rêbazên zanistî di rêvebiriya kar de.
· Bandora Hawthorne (Hawthorne effect): Guherîna
reftarê mirovan dema ku ew dizanin tên çavdêrîkirin.
· Nirxandin (Assessment): Pêvajoya
berhevkirina agahiyan ji bo biryardayînê.
· Civaka derûnnasiyê (Psychological society): Rêxistina
ku derûnnas tê de kom dibin.
· Kredîta klînîka derûnnasiyê (Psychology
clinic credit): Destûra fermî ya vekirina klînîkeke derûnnasiyê.
· Derûnşano (Psychodrama): Cureyeke
terapiyê ya ku lîstika rol bikar tîne.
· Derûnperwerdehî (Psychoeducation):
Perwerdehiya derbarê pirsgirêkên derûnî de.
· Terapiya malbatê (Family therapy): Cureyeke
terapiyê ya ku li ser çareserkirina pirsgirêkên malbatî disekine.
· Terapiya komê (Group therapy): Cureyeke
terapiyê ya ku bi komên biçûk re tê meşandin.
·
Derûnnasiya erênî (Positive psychology): Beşa derûnnasiyê
ya ku li ser xweşbînî û bextewariyê disekine
· Têgihîştina civakî (Social perception): Pêvajoya
fêmkirina kesên din û rûdanên civakî.
· Biryardana derûnî (Psychological decision
making): Pêvajoya biryardayînê ya ku ji aliyê hêmanên derûnî
ve tê bandorkirin.
· Xwe-birêvebirinî (Self-management): Şiyana
kontrolkirina reftar û hestên xwe.
· Hevdilî (Empathy): Şiyana
fêmkirina hest û nêrînên kesên din.
· Alîgiriya venasînî (Cognitive bias): Xeletiyên
sîstematîk di ramandin û biryardayînê de.
· Xwe-bandordarî (Self-efficacy): Baweriya
mirov a li ser şiyana xwe ya pêkanîna karekî.
· Teoriya atrîbûsyonê (Attribution theory): Teoriya ku
li ser çawa mirov sedemên rûdanan şîrove dikin disekine.
· Zextên civakî (Social pressures): Bandorên ku
civak li ser tevgera takekesan dike.
· Normên civakî (Social norms): Standartên
reftarî yên ku di civakekê de tên pejirandin.
· Rêzdariya xwe (Self-esteem): Nirxandina
mirov a ji bo xwe.
· Xwe-pêşkêşkirin (Self-presentation): Awayê ku
mirov xwe li ber kesên din dide nîşandan.
· Teoriya nasnameyê ya civakî (Social identity
theory): Teoriya ku li ser çawa mirov xwe bi komên civakî ve
girêdidin disekine.
· Lîderiya karizmatîk (Charismatic leadership): Cureyeke
lîderiyê ya ku bi bandora kesayetiyê ve girêdayî ye.
· Psîkopatolojî (Psychopathology): Lêkolîna
nexweşiyên derûnî.
· Teoriya girêdanê (Attachment theory): Teoriya ku
li ser girîngiya têkiliyên zaroktiyê yên pêşîn disekine.
· Mekanîzmayên berevaniyê (Defense mechanisms): Rêbazên
ne-hişyar ên ku mirov ji bo parastina xwe ji stres û anksiyeteyê bikar tînin.
· Xwe-pêşketinî (Self-actualization): Pêvajoya
pêşxistina potansiyela xwe ya tam.
· Teoriya kesayetiyê (Personality theory): Teoriyên ku
hewl didin kesayetiya mirov rave bikin.
· Teoriya fêrbûna civakî (Social learning
theory): Teoriya ku dibêje mirov bi çavdêrî û teqlîdkirina
kesên din fêr dibin.
· Derûnnasiya geşedanê (Developmental
psychology): Beşa derûnnasiyê ya ku guherînên di jiyana mirov de
lêkolîn dike.
· Teoriya qonaxên derûn-civakî (Psychosocial
stage theory): Teoriya Erikson a ku dibêje mirov di jiyana xwe de ji
qonaxên cihê derbas dibin.
· Teoriya geşedana venasînî (Cognitive
development theory): Teoriya Piaget a ku dibêje pêşketina hiş di qonaxên
cihê re derbas dibe.
· Derûnnasiya fizyolojîk (Physiological
psychology): Beşa derûnnasiyê ya ku têkiliya di navbera mêjî û
reftaran de lêkolîn dike.
· Noroderûnnasî (Neuropsychology): Beşa
derûnnasiyê ya ku têkiliya di navbera struktur û fonksiyona mêjî û pêvajoyên
derûnî de lêkolîn dike.
·
Derûnnasiya genetîk (Genetic psychology): Beşa
derûnnasiyê ya ku bandora genetîkê li ser reftar û pêşketinê lêkolîn dike.
Not: Di amadekirina vê nivîsê de, ji termên
kovara Psychology Kurdî sûd hatiye wergirtin.
Comments
Post a Comment