Skip to main content

Posts

Showing posts from June, 2024

Şeko peko, navê xwe li hevalê xwe ko.

  Dinê li dinê, çavê gur li bizinê. A dinê li dinê, a gur jî li bizinê. Zanîn ronayî ye, nezanî korayî ye. Darbiro daran bibir, gumana xwe ji Xwedê nebir. Ez natirsim ji cotikê gura, ez ditirsim ji cotikên bira. Tîr dikim, dan diçe; ron dikim, nan diçe. Cano min tu danî, kesî tu hilneanî. Kevir û kûçik li min barî, xêr û xweşî li te barî. Pişta min hebiya, zikê min nediêşiya. Ew şikefta ku sed pez heriyê, wê sed û yek pez jî heriyê. Birîndar bi birîna xwe zane, dildar bi dilê xwe zane. Agir bi mala yekî ketibû, yekî jî tirşika xwe bi agirê wê dikeland. Agir berda kayê, xwe da ber bayê. Agir berda malê, revî xwe da palê. Agir bi mala yekî ketibû, ê din digot: "Tu bi qedirê Xwedê dike venemirîne, da ku ez ser û pê li ber bikizirînim.'' Agir ji dev dibare. Agir bi serê min ketiye, tu jî li ber rûnê xwe diqijirînî. Bi vê qûşê, tu naçî Mûşê. Bi vê qûnê, tu naxwî hêkerûnê. Golikê li dû garanê; dibê ez jî ga me. Şêr kal bû, gur har bû. Bi...

Gotinên Pêşiyên Kurdan / Kurdish Proverbs (Hişê çêkirî / Artificial intelligence)

1. Dema heywan bê xwê bimîne keviran dialêse.    - When a beast is hungry, it breaks through stone walls. 2. Dema kela beroşê radibe, bihayê çil heskî tê pereyekî.    - When the frost falls on a tower, it takes forty horses to move it. 3. Dema te derîyê xwe şikand, êzing pir dibin.    - When you break your door, there are many slivers. 4. Dema ker bikeve heriyê, ji xwedi zeximtir kes tune.    - When the donkey falls into the well, there is no one more helpless. 5. Dema ku dîn dînan dibinin, çavên xwe qurç dikin.    - When a needle sees another needle, it strains its eyes. 6. Ê ji jina xwe netirse, ji Xwedê jî natirse.    - He who does not fear his wife, does not fear God. 7. Ê ketî govendê, ese dê xwe bihêjîne.    - He who enters a dance must be prepared to dance. 8. Ê ketî golê, ji baranê natirse.    - He who enters the garden does not fear the rain. 9. Ê koma xwe nasneke, nikare xwe nas bike.    ...

PÊVAJOYA ÇARESERIYA DERÛNÎ (bi hişê çêkirî hatiye amadekirin)

Çareseriya derûnî pêvajoyeke ku mirovan hebûna xwe ji bo xweşbûna pêşerojê amade dike da ku di kul û keserên paşeroja xwe de asê nebe û di nava geremola jiyanê de armanca hebûna xwe ji bîr neke.  Amadekirina mirovan ji bo xweşbûnê pêşerojê û hiştina nexweşiyên paşerojê bêtir amrazên zanistên derûnnasiyê tê saderkirin. Ev bi rêbazeke hestyarî ve girêdayî ye ku mirov bi awayekî hestî û sozdar pirsgirêkên xwe yên giyanî re rû bi rû dimîne. Bi vê rûbirûhiştinê mirov hîn çêtir û rastir derûna xwe dinase û bi vê nasînê mirov xwe digihîjîne lûtkeya doxa xwe-nasînê.    *Ev gotar bi alîkariya hişê çêkirî (artificial intelligence) hatiye amadekirin. (GPT 4) Xwenasîn dike ku mirov li ser rastiya xwe ya derûnî bifikire, têbigîje û û fêm bike da ku xweşhaliya giyanê têkûz bike. Ji bo vê jî divê mirov bi rêbazên derûnnasiyê xwe-vebêje ku bi vê rastiyê mirov bikaribe xwe bi awayekî hêsan li ser rastiya hebûna xwe daqûl bibe û rastiya giyana xwe bi derûna xwe binase û li ser rastiya ...

Dar bi fêkiyê xwe tê zanîn.

Berxê çê, li ber kozê kifş e. Dîkê çê di hêkê de bang dide. Hespê çê qamçî nagihîne xwe. Desmala sor, daye ber çavê kor. Terbiya (demîn) hespê di destê xwedî de ye. Warê kerengê ji bayê bipirsin. Ne êla bê serî, ne çiyayê bê kerî. Keroşk digere digere, dîsa vedigere kuna xwe. Kereng tên li kaşa, xwarina ker û cehşa, çi dike li mala paşa. Go avê: Çima deng ji te tê? Go: Hevalê mi kevir e. Kesê mino, besê mino. Kevir, di cihê xwe de giran e. Xwedê mirov ji mala mirov meke. Mêvan di kerema xwediyê malê de ye. Kundirê mîranî, xweştir e ji şekir û şêranî. Kundir dibêje we ez ji bîr kirim, we ez pîr kirim. Ezê çima zeviya xwe bikim xiyar û alemê ji xwe re bikim neyar; ezê zeviya xwe bikim kundir, hêdîka têxim hundir, ne qir û ne cir. Kevjal nikarin bifirin. Kevjala dev li mar kir, beqa ling li ba kir. Ji kevjal re gotin: Tu çima xwaromaro bi rê ve diçe?  Got: Keysa min hew jê tê / ev ji min tê. Kesê xêrê, naçe dêrê. Ku Kemêl bê, zewêl li pê ye. Heta me kar kir, wan bar kir. Lextê kewan e...