Berxê çê, li ber kozê kifş e.
Dîkê çê di hêkê de bang dide.
Hespê çê qamçî nagihîne xwe.
Desmala sor, daye ber çavê kor.
Terbiya (demîn) hespê di destê xwedî de ye.
Warê kerengê ji bayê bipirsin.
Ne êla bê serî, ne çiyayê bê kerî.
Keroşk digere digere, dîsa vedigere kuna xwe.
Kereng tên li kaşa, xwarina ker û cehşa, çi dike li mala paşa.
Go avê: Çima deng ji te tê?
Go: Hevalê mi kevir e.
Kesê mino, besê mino.
Kevir, di cihê xwe de giran e.
Xwedê mirov ji mala mirov meke.
Mêvan di kerema xwediyê malê de ye.
Kundirê mîranî, xweştir e ji şekir û şêranî.
Kundir dibêje we ez ji bîr kirim, we ez pîr kirim.
Ezê çima zeviya xwe bikim xiyar û alemê ji xwe re bikim neyar; ezê zeviya xwe bikim kundir, hêdîka têxim hundir, ne qir û ne cir.
Kevjal nikarin bifirin.
Kevjala dev li mar kir, beqa ling li ba kir.
Ji kevjal re gotin: Tu çima xwaromaro bi rê ve diçe? Got: Keysa min hew jê tê / ev ji min tê.
Kesê xêrê, naçe dêrê.
Ku Kemêl bê, zewêl li pê ye.
Heta me kar kir, wan bar kir.
Lextê kewan e, rizqê betan e.
Reş li ber mertalan, kej li ber kendelan.
Jojî ye, her alî pîjî ye.
Gotin jojî: Were ser xalîçeyê. Go: Girnîj e.
Jojî ji çêlika xwe re dibêje: Jîjoka min, nermoka min.
Rez û pez, zengîniya bi lez û bez.
Bihîva nav rez, wek gurê nav pez.
Rezê me ne ti rez bû, teyrokê jî lêxist.
Dara di nav rez de, gurê di nav pez de.
Berê rezê me ne ti rez bû, îja terezê jî lêxist.
Biharê pez, havînê werz, payîzê rez, zivistanê ez.
Gundê bêrez, konê bêpez, merivê ku tim dibê, ez û ez, hemî jî ne ti tişt in.
Xweliya min li serê Omeriyê bê rez, bêrîvana bê pez û yê ku xelk nabêje û ew dibêje, Ez.
Dûr here, zû were.
Roja çiyê ji çiyê re ye.
Doh baş bû, îro şaş bû.
Ga li ser golikê namore.
Heyf ji kezebê nayê standin.
Bizin bi dizî gon dixwe, lê eşkere dizê.
Roja aşê ji aşê ra ye.
Golikê malê ji gayê malê natirse.
Dûr here kûr here.
Roja xirab dibe baş lê însanê xirab nabe baş.
Xort firrî bawer bike, di xweda rî bawer bike.
Jinê bîne ji eslan, kêrê bide ser weslan.
Kar ker e, te ajot dê here; te neajot disekinî li ber e.
Mîr bi xulamî, xulam bi welamî.
Kargerê xwe ye, ezîzê xelkê ye.
Tişt li malê tune ye, jina wî bi qondere ye.
Bi serve Ellah, bi binve neûzûbîllah.
Heciyo! Neçe hecê, solan neqetîne li rê, hec ew e ku tu lê.
Şûrê qetlê li destê te be, lê rehma Xwedê di dilê te be.
Sibhan li wî xaliqî, dido li hev aliqîn; yek kor û yek çavşeliqî.
Serva çîç e, binva zîrç e.
Serî tîtîmîtî, binî tije rişk û spî.
Se be, ji qewmê xwe be.
Kûçik be, ji qewmê xwe be.
Bêar xistine çalê, bi ser de mîz kirine, gotiye; baran dibare.
Heçî kesê çalê ji hevalê xwe re dikolîne, bi gendî nefsa xwe tê de dimîne.
Heta mirov li ser destê xwe negere, qedrê lingê xwe nizane.
Heta mirov kêrik xwê bi havalê xwe re nexwe, mirov wî nas nake.
Her kes di eyba xwe de kor e.
Cixare, ewil tirr e, paşê girr e.
Tima li cî ma.
Timayî birakûj e.
Timayî li rê mayî.
Timayî, ji gû pîstir e.
Temahkaro, gunehkaro.
Hesabê xweliya heye, hesabê çadir û xeybeta tuneye.
Dar bi fêkiyê xwe tê zanîn.
Ciwanê biaqil ji kalê bêaqil çêtir e.
Sibê rojek din e.
Tasa vala çingînî jê tê.
Tiştên biçûkanî nayên ji bîr kirin.
Lawo! Temiya mi li te be:
Bextê bibext, nede bextê bêbext.
Li kêleka pîsan rûmenê, ji tenişta başa ramebe.
Bi gulekê bihar nayê.
Bi destekî du zebeş nayê girtin.
Hezar beq, cihê masiyekî nagire.
Mû bi mû çê dibe rû.
Rastî bibe mû jî naqete.
Aqil mû dibire lê bêbextiyê nabire.
Xwedê carina dike mû lê naqetîne zû.
Keda helal bibe mû jî naqete, keda heram bibe werîs jî diqete.
Dar dibe war.
Dar bi terî ditewe.
Hem dar e, hem debar e.
Dar bi fêkiyê xwe tê zanîn.
Derîyo tu dar bî, li serê min star bî.
Tu dar nema ye ku ba lê neketiye, tu çiya tuneye ku rê pênekeve.
Dar bi berê xwe eyan e, mêr bi navê xwe.
Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe hêşîn dibe.
Heta dar nekeve, qîmeta siya darê nayê zanîn.
Kurmê darê ne ji darê be, dar nakeve.
Gotinên pêşiyan
Gundê Emrûd, Qosar (Dinêser), Mêrdîn
Comments
Post a Comment