Skip to main content

Posts

Showing posts from November, 2024

GOTINÊN PÊŞIYAN - 20

 Agirê biçûk dikare gundekî bişewitîne. Agirê di bin kayê de, zû belav dibe. Ava di bin kayê re diherike xurt e. Ava kûr bêdeng diherike. Ava kûr, bêdeng diherike. Bê dar, pel naweşin. Bêbextî ji mirinê xirabtir e. Bêdengî ji bersiva xirab çêtir e. Bêdengî ji gotina nebaş çêtir e. Beran bi gepekê nayê xwarin. Berê xwe bide rojê, nede siya xwe. Berî ku tu biaxivî, sê caran bifikire. Berî ku tu li kesên din bigirî, li xwe binêre. Beroşa cîrana xwarinê germ nake. Berrik deriyê malê ye, ew çawa be, mal jî wisa ye. Berrika paqij, mala paqij. Berrika sor e, dor bi dor e. Berrika sor e, dor bi dor e. Berrikê bide hev, malê bide hev. Berx çêdibe, cih çêdibe. Berx maka xwe zane. Berx sipartinin gur. Bextê mirov di destê mirov de ye. Bextê mirov li ber dest û lingê wî ye. Bextewerî ne di mal de ye, di dilê mirov de ye. Bêyî bayê hişk genim paqij nabe. Bi cilê keşê, mirov nabe keşe. Bi gulekê nabe bihar. Bi kedê hesin dibe derzî. Bi se...

TÊKILIYA HIŞÊ ÇÊKIRÎ Û DERÛNNASIYÊ

Ev nivîs dê bi kurtasî têkiliya di navbera hişê çêkirî (artificial intelligence) û derûnnasiyê (psychology) de binirxîne. Di vê xebatê de, em ê bibînin ka çawa ev her du qad dikarin hev temam bikin û bi hev re geş û pêş bikevin. Bi taybetî, em ê li ser bandora van qadan a li ser fêmkirina me ya hiş û reftaran rawestin. Ev xebat destnîşanî me dide ku geşedanên di warê hişê çêkirî de dikarin alîkariya pêşketinê bikin ji bo ku em hiş û reftara mirovî baştir fêm bikin. Di sedsala 21em de, têkiliya di navbera hişê çêkirî û derûnnasiyê bûye mijareke sereke ya lêkolînê. Hişê çêkirî ku weke teknolojiyeke pêşketî û berfireh tê zanîn, niha di gelek waran de tê bikaranîn û bi taybetî di warê fêmkirina hiş û reftarên mirovî de roleke giring dilîze. Di heman demê de, derûnnasî jî bi bîrdozî û têgihên xwe yên li ser hiş û reftarê bandoreke mezin li ser geşedana hişê çêkirî dike. Çarçoveya Bîrdozî Ji aliyê bîrdozî ve, têkiliya di navbera hişê çêkirî û derûnnasiyê li ser bingehên zanistî yên xur...

XWE-BEXŞANDIN (SELF-FORGIVENESS)

Destpêk   Di qada derûnnasiyê de, mijara xwe-bexşandinê di salên dawî de bala lêkoleran zêdetir kişandiye. Ev mijar ne tenê ji aliyê bîrdozî ve, lê belê ji ber bandora wê ya pratîk li ser tendirustiya derûnî û fizîkî ya takekesan jî giring e. Xwe-bexşandin ku weke "dilqpakiya/fezîleta exlaqî ya lêborînê ya ku ji ‘xwe’ re tê kirin" tê pênasekirin (Enright, 1996), pêvajoyeke tevlihev û piraliî ye ku bi gelek hêmanên derûnî, civakî û çandî ve girêdayî ye. Gelek kes dema ku kiryareke nebaş dikin an jî kesekî birîndar dikin, dikevine nav çerxeke bêdawî ya xwe-rexnekirinê û xwe-cezakirinê. Ev rewş dikare bibe sedema gelek pirsgirêkên derûnî weke anksiyete, depresyon, têkçûna xewê û heta pirsgirêkên tendirustiya fizîkî. Lêkolînên dawî nîşanî me didin ku tenê lêborîn xwestin ji kesê/a ku hatiye birîndarkirin têrê nake ku mirov ji van pirsgirêkan xilas/rizgar bibe. Li şûna wê, pêwîstî bi pêvajoyeke kûrtir û berfirehtir a xwe-bexşandinê heye (Kim û hevkarên xwe, 2024) Ev nivîs,...