Agirê biçûk dikare gundekî bişewitîne.
Agirê di bin kayê de, zû belav dibe.
Ava di bin kayê re diherike xurt e.
Ava kûr bêdeng diherike.
Ava kûr, bêdeng diherike.
Bê dar, pel naweşin.
Bêbextî ji mirinê xirabtir e.
Bêdengî ji bersiva xirab çêtir e.
Bêdengî ji gotina nebaş çêtir e.
Beran bi gepekê nayê xwarin.
Berê xwe bide rojê, nede siya xwe.
Berî ku tu biaxivî, sê caran bifikire.
Berî ku tu li kesên din bigirî, li xwe binêre.
Beroşa cîrana xwarinê germ nake.
Berrik deriyê malê ye, ew çawa be, mal jî wisa ye.
Berrika paqij, mala paqij.
Berrika sor e, dor bi dor e.
Berrika sor e, dor bi dor e.
Berrikê bide hev, malê bide hev.
Berx çêdibe, cih çêdibe.
Berx maka xwe zane.
Berx sipartinin gur.
Bextê mirov di destê mirov de ye.
Bextê mirov li ber dest û lingê wî ye.
Bextewerî ne di mal de ye, di dilê mirov de ye.
Bêyî bayê hişk genim paqij nabe.
Bi cilê keşê, mirov nabe keşe.
Bi gulekê nabe bihar.
Bi kedê hesin dibe derzî.
Bi sebrê, mirov digihîje tiştan.
Cil, mirov çê dikin.
Çav, pencereya dil e.
Çavê birçî ji zikê têr re dibêje "Şerm bike!
Çavê dil ji çavê serî çêtir dibîne.
Çavê kalan dûr dibîne.
Çavê tirsonekan her tiştî mezin dibîne.
Çawa tê, wisa jî diçe.
Çawa tov, wisa berhem.
Çi bikî ji xwe re dikî.
Çiyayên dûr her tim kesk xuya dikin.
Çûk bi refê xwe re difire.
Dar bi berê xwe tê naskirin.
Dar bi koka xwe mezin dibe.
Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn/jîn dibe.
Dara mezin siya wê mezin e.
Darê mezin, ji tovikekê şîn dibe.
Dawî baş e, her tişt baş e.
Dem zêr e.
Dema ku şagirt amade be, mamoste dê were.
Dengê heqiyê, dengê Xwedê ye.
Dengê rastiyê ne xweş e.
Dergûş bi lorînê mezin dibe.
Derve baş e lê mal çêtir e.
Dest bi hev re, kar bi hev re.
Destê bi tenê deng jê nayê.
Destê dayî, destê Xwedê ye.
Destê ku dide, her tim li jor e.
Destê tenê deng jê nayê.
Destpêk nîvê kar e.
Destpêka zanînê, xwe nasîn e.
Di rojê de rastî heye.
Dil ku bi tirsê tijî be, ji bo hezkirinê cih namîne.
Dîwarê xwar, siya wî jî xwar e.
Du serî ne weke serekî ye.
Du şaşî ne bi rastiyekê ye.
Dubarekirin diya hînbûnê ye.
Gotina rast weke ronahiya rojê ye.
Guh heye lê nabihîze, çav heye lê nabîne.
Heke tu aştiyê dixwazî , xwe ji şer re amade bike.
Heke tu dixwazî dûr herî, bi hevela re here.
Heke tu dixwazî zû herî, bi tenê here.
Heke tu ji gayê xwe
hez dikî, girê bide; heke tu ji zarokê xwe hez dikî, lê xe.
Her dev xwarina xwe dixwaze.
Her gul stiriyên wê hene.
Her kes hevalê roja xweş e.
Her kes zaneyê riya xwe ye.
Her kûçik rojek wî heye.
Her kulîlk bi rengê xwe xweşik e.
Her roj ronahiya xwe tîne.
Her sibeh rojek nû ye.
Her stêrk di şeva xwe de dibiriqe.
Her şev reş e, lê stêrk jî hene.
Her tişt diçe, ti tişt nasekine.
Her zarok bi zimanê xwe şêrîn e.
Her zarok stêrkek e li ezmana.
Hêrs dijminê yekem ê laş e.
Hespa li ber çavan nabînî, gêrgêrîka li wî aliyê çem dibînî.
Hestiyê ziman tune lê hestiya dişkîne.
Heta ku dar hebin, wê pel jî hebin.
Heta ku dar hebin, wê pelên wan biweşin.
Heta ku dilopek av hebe, hêvî jî heye.
Heta ku mirov nekeve, nikare rabe.
Hindik hindik dibe rindik.
Hîva çardeşevî her şev tune ye.
Jahra mar li kû derê be, qeweta wî li wê derê ye.
Ji birînan re sebir derman e.
Ji bo ku tu bifire, divê baskê te hebe.
Ji bo ku tu bigihîjî armanca xwe, divê tu ji dijminên xwe jî
hîn bibî.
Ji her tiştî re wext heye.
Jiyan, ketin û rabûn e.
Kar mirov dikê hoste.
Kar şîretê li xwediyê xwe dike.
Karê bi lez karê xirab e.
Kesê ku ji hevalê xwe re çalê dikole, dê rojekê bikeve wê
çalê.
Kesê ku li ser qeşayê biçe, wê bikeve.
Kesê ku qedrê malbata xwe digire, qedrê civakê jî digire.
Kesê ku qenciyê bike, qenciyê dibîne.
Kesê ku zû radibe, roj dirêj e.
Kesê zana, ji her kesî hîn dibe.
Kevirê giran li cihê xwe dimîne.
Kevirê giran li cihê xwe giran e.
Kî xwedî aqil e, ew xwedî hêz e.
Ku dil hebe, rê heye.
Ku dil hebe, rê jî heye.
Ku tu bi agir bilîze, tê bişewite.
Ku tu qedrê xwe negire, kes qedrê te nagire.
Kûçikê bê hestî, ti kesî nas nake.
Kurmê erdê, erdê nabîne lê di nav re derbas dibe.
Lez, zerar e.
Li ku derê zimanê te hebe, li wir welatê te heye.
Li ser şîrê rijyayî negirî.
Marê ku nikare kirasê xwe biguhere, dimire.
Mêvan rizqê xwe bi xwe re tîne.
Mirina zengînan ji bo mele mizgîn e, mirina feqîran ji bo
mele şîn e.
Mirîşk lib bi lib berkûka xwe tije dike.
Mirov bi hevalên xwe tê naskirin.
Mirov bi hêviyê dijî.
Mirov bi kirinên xwe tê naskirin, ne bi gotinên xwe.
Mirov bi kirinên xwe tê naskirin, ne bi gotinên xwe.
Mirov bi rêveçûnê rê nas dike.
Mirov bi zimanê xwe tê girêdan, ne bi stûyê xwe.
Mirov bi zimanê xwe tê naskirin.
Mirov nikare her kesî razî bike.
Mirovê bê ziman weke dareke bê kok e.
Mirovê birçî xewnên bi nan dibîne.
Mirovê ku dixwaze bibe mezin, divê xwe biçûk bibîne."
Mirovê ku rastiyê dibêje, serê wî bilind e.
Mirovê rast, weke rojê ye.
Mirovê zana ji her kesî hîn dibe, mirovê nezan ji xwe pê ve
kesî nas nake.
Mirovê zane weke dareke bi fêkî ye.
Newal bê av nabe, jiyan bê rê nabe.
Newal riya avê ye, av jî riya jiyanê ye.
Newalên herî kûr stêrkên herî geş dibînin.
Pere dipeyîve.
Pere peran tîne.
Qencî bi qenciyê tê vegerandin.
Rastî her dimîne.
Rê bi meşê çêdibe.
Rêça pêşiyan nayê jibîrkirin.
Reva baş ji sekna xirab çêtir e.
Riya rastiyê yek e, riya xapandinê hezar e.
Roj bi rojê bilind dibe.
Roja ba ye, ne roja berhevkirina qirşika ye.
Roja baş ji sibê ve xuya ye.
Roja baş ji sibehê xuya ye.
Roja ku çû, êdî venagere.
Sebir tahl e, lê berê wê şîrîn e.
Serê her tiştî çav e û gav e.
Serpêhatî şîreta herî baş e.
Sêv ji darê dûr nakeve.
Sibeh ji êvarê biaqiltir e.
Stêrk, bi ronahiya xwe tê nasîn.
Şîretên pîran, weke zêr û zîv e.
Tam û kêfa dinyayê kangulogên wê ne.
Tirsa herî mezin tirs bi xwe ye.
Tiştê herî zor ew e ku mirov xwe nas bike.
Tiştê ku bi lez tê, bi lez diçe.
Tiştê ku bi şev tê dizîn, bi rojê tê firotin.
Tiştê ku neyê gotin, nayê bihîstin.
Tiştê ku tê çandin, wê bê çînin.
Tiştên baş bi sebrê tê.
Tûrê vala li ser piyan nasekine.
Weke pelê li ser pêlê.
Welatê xwe bi zimanê xwe biparêze, zimanê xwe bi welatê xwe.
Xerîb, kor in.
Xewna rojê, çîroka şevê ye.
Xwarin bi xwarinê tê.
Xwarina bê xwê, gotina bê wext.
Xwarina herî baş, birçîbûn e.
Xwe nas bike, tu yê dinyayê nas bikî.
Xwelî li serê bêbext a.
Xwezî û hêvî, xwarina feqîran e.
Ya ku li ser me ye, ji me ye.
Yê ku dipirse, şaş nabe.
Yê ku gelek tiştan digire, kêm tiştan dişidîne.
Yê ku hîn dibe, hîn dike.
Yê ku ji bo masiyekî zêde kûr bikole, dikare marekî derxe.
Yê ku ji hevalê xwe re çalê vedike, pirî caran bi xwe
dikevê.
Yê ku lez dike, xwarinê xav dixwe.
Zanebûn çekeke wisa ye ku çiqas bê bikaranîn, ewqas xurt
dibe.
Zanebûn, hêza herî mezin e.
Zanebûna bê kar, weke dareke bê ber e.
Zanîn hêz e.
Zarok çi bibihîzin, wê dibêjin.
Zarok çiqas biçûk bin jî, dilê wan mezin e.
Zarok kulîlkên biharê ne.
Zarok, neynikên malbatê ne.
Zarokê heft malan, bê mal dimîne.
Zenginiya zanînê ji hemû zenginiyan çêtir e.
Ziman mifta dil e.
Ziman, gelek tiştan tîne.
Ziman, ji şûr tûjtir e.
Zimanê herî xweş, zimanê rastiyê ye.
Zimanê te welatê te ye, welatê te zimanê te ye.
Gotinên pêşiyan
Comments
Post a Comment