Destpêk
Di qada derûnnasiyê de, mijara xwe-bexşandinê di salên dawî de bala lêkoleran zêdetir kişandiye. Ev mijar ne tenê ji aliyê bîrdozî ve, lê belê ji ber bandora wê ya pratîk li ser tendirustiya derûnî û fizîkî ya takekesan jî giring e. Xwe-bexşandin ku weke "dilqpakiya/fezîleta exlaqî ya lêborînê ya ku ji ‘xwe’ re tê kirin" tê pênasekirin (Enright, 1996), pêvajoyeke tevlihev û piraliî ye ku bi gelek hêmanên derûnî, civakî û çandî ve girêdayî ye.
Gelek kes dema ku kiryareke nebaş dikin an jî kesekî birîndar dikin, dikevine nav çerxeke bêdawî ya xwe-rexnekirinê û xwe-cezakirinê. Ev rewş dikare bibe sedema gelek pirsgirêkên derûnî weke anksiyete, depresyon, têkçûna xewê û heta pirsgirêkên tendirustiya fizîkî. Lêkolînên dawî nîşanî me didin ku tenê lêborîn xwestin ji kesê/a ku hatiye birîndarkirin têrê nake ku mirov ji van pirsgirêkan xilas/rizgar bibe. Li şûna wê, pêwîstî bi pêvajoyeke kûrtir û berfirehtir a xwe-bexşandinê heye (Kim û hevkarên xwe, 2024)
Ev nivîs, li ser bingeha lêkolînên dawî, giringiya xwe-bexşandinê, bandora wê li ser tendirustiyê, astengiyên li ber vê pêvajoyê û stratejiyên pratîk ên ji bo geşedana vê şiyanê dinirxîne. Herwiha, rola xwe-bexşandinê di avakirina civakeke saxlem de jî tê nîqaşkirin. Armanca vê nivîsê ew e ku perspektîfeke li ser vê mijarê pêşkêş bike.
GIRINGIYA XWE-BEXŞANDINÊ
Lêkolînên berê destnîşan kirine ku qebûlkirina/pejirandina hestên neyînî yên weke poşmanî, tawanbarî û şermê yên ku bi biryarên nebaş re têne, dikare bibe alîkar ku mirov hêsantir bi pêş biçe. Ev yek di heman demê de rê li ber înkarê û xwe-cezakirina berdewam digire (Thompson û hevkarên xwe, 2005).
Di lêkolîneke nû ya ku bi 235 kesan re hatiye kirin de, rola lêborîn xwestinê di pêvajoya xwe-bexşandinê de hate lêkolînkirin. Lêkoleran lêkolîn kir ka gelo lêborîn xwestin ji kesekî/ê çi bandorê li asta xwe-bexşandina beşdaran kiriye an na, û herwiha bandora wê li ser tendirustiya wan a fizîkî û derûnî jî hate nirxandin.
Di vê lêkolînê de, ji beşdaran hat xwestin ku rûdaneke ku wan kesek êşandibû bînin bîra xwe û paşê hat pirsîn ka wan ji qurban/mexdûr lêborîn xwestiye an na. Lêkoleran gelek pîvanên tendirustiya hestî û fizîkî yên weke hêrs, anksiyete, depresyon, westiyayî û têkçûna xewê bi kar anîn da ku rewşa beşdaran a di heftiya borî de dahûrîn bikin. Ev pîvan giring in ji ber ku ew dikarin nîşaneya pirsgirêkên tendirustiya derûnî û fizîkî yên demdirêj bin (Kim û hevkarên xwe, 2024)
Encamên
Lêkolînê
Encamên vê lêkolînê gelek balkêş in û giringiya xwe-bexşandinê
destnîşanî me didin. Hat dîtin ku kesên ku ji kesê/a ku wan birîndar kiribû
lêborîn xwestibûn, astên bilindtir ên xwe-bexşandinê destnîşan dan li gorî yên
ku lêborîn nexwestibûn. Ev yek nîşanî me dide ku lêborîn xwestin dikare bibe
gaveke giring di pêvajoya xwe-bexşandinê de.
Lêbelê, tiştê ku bala lêkoleran zêdetir kişand ew bû
ku lêborîn xwestin bi serê xwe têrê nekir ku bandoreke erênî li ser tendirustiya
fizîkî û derûnî ya beşdaran bike. Li aliyê din, xwe-bexşandin bi awayekî
berbiçav bi her du aliyan re jî têkildar bû. Beşdarên ku karîbûn li-xwe-bibexşînin,
xeweke çêtir, kêmbûna hêrsê, anksiyete û depresyon tecrûbe kirin (Kim û
hevkarên xwe, 2024).
Ev encam giringiya xwe-bexşandinê di warê tendirustiya
derûnî û fizîkî de destnîşanî me didin. Ew herwiha nîşanî me didin ku lêborîn
xwestin dikare bibe gaveke giring di pêvajoya xwe-bexşandinê de, lê bi serê xwe
têrê nake. Ev yek diyar dike ku pêvajoya xwe-bexşandinê pêwîstî bi hewldaneke
berfirehtir û kûrtir heye ku tê de mirov li ser kiryar û encamên wan ên neyînî
bi awayekî hişmendane bifikire û bi xwe re li hev bê.
Pêvajoya
Xwe-Bexşandinê
Lêkolerê navdar ê qada lêborînê Everett Worthington
dibêje ku giring e ku mirov bi berpirsiyarî li xwe bibexşîne. Ew destnîşan dike
ku xwe-bexşandin ne tenê derbarê xwe baştir hîs kirinê an jî xwe ji
berpirsiyariyê azad kirinê ye. Li gorî Worthington, pêvajoya xwe-bexşandinê du
aliyên wê yên giring hene:
- Çareserkirina
zirarê exlaqî (moral repair): Divê mirov tevgerên pêwîst
bike da ku zirarê exlaqî yê ku bi birîndarkirina kesên din li xwe kiriye,
çareser bike. Ev yek dikare bi riya lêborîn xwestin, pejirandina zirarê,
an jî guhertina tevgerên xwe yên siberojê be.
- Çareserkirina
zirarê civakî (social repair): Divê mirov gavên ji bo
çareserkirina zirarê civakî jî biavêje. Ev yek dikare bi riya baştirkirina
têkiliyan, beşdariya di xebatên civakî de, an jî alîkariya kesên din be.
Her du alî jî ji bo pêvajoyeke serkeftî ya xwe-bexşandinê
pêwîst in. Worthington destnîşan dike ku xwe-bexşandin pêvajoyeke domdar e û
dikare demeke dirêj bigire (Worthington, 2024)
Gavên
Xwe-Bexşandinê
Li ser bingehê lêkolînên Worthington, şeş gavên
bingehîn ên xwe-bexşandinê hene:
- Lêborînê
Qebûl Bikin (Receiving Forgiveness): Ev yek dikare ji Xwedê,
gerdûnê an jî çavkaniyeke din a ku mirov pîroz dihesibîne, be. Ev gav giring
e ji bo ku mirov bikaribe dest bi pêvajoya xwe-bexşandinê bike.
- Têkiliyan
Çareser Bikin (Repairing Relationships):
Hewldana çareserkirina têkiliyên bi kesên ku hatine birîndarkirin re. Eger
zirareke neyê çareserkirin hebe, dîtina rêyekê ku bandoreke erênî li cihanê
bike. Ev gav alîkar e ku mirov hesta berpirsiyariyê bi cih bîne û hesta
sûcdariyê (guilt) kêm bike.
- Li Ser
Ramanan Dîsa Fikirîn (Rethinking Ruminations): Li
hember xemgînî û poşmaniya bêdawî berxwedan/berevan û dev ji meylên
bêkêmasîtiyê (perfectionistic) berdan. Ev gav giring e ji bo ku mirov ji
çerxa ramanên neyînî derkeve û dest bi nirxandineke objektîf a rewşê bike.
- Gihîştina
Xwe-Bexşandina Hestî (REACH Emotional Self-Forgiveness): Bicihanîna
gavên REACH ên ku Worthington pêşniyaz kiriye:
- Bîr-anîn (Recall): Rûdanê
bi awayekî objektîf bînin bîra xwe
- Hevdilî-bûn (Empathize): Bi
xwe re hevdiliyê (empathy) bikin
- Diyariya ji dil (Altruistic
gift): Diyariyeke qencîxwaz (altruistic) bidin xwe
- Peyman-dan (Commit): Soz
bidin ku hûn ê xwe bibexşînin
- Ragirtin (Hold): Xwe bi xwe-bexşandinê ve girêdin.
- Xwe-Qebûlkirin
û Ji Nû Ve Ava Kirin (Rebuilding Self-Acceptance):
Naskirina mirovahiya xwe ya hevpar û qebûlkirina xwe weke hêja, tevî
kêmasiyên xwezayî. Ev gav giring e ji bo ku mirov bikaribe bi xwe re li
hev were û xwe-rêzdariya (self-esteem) xwe vegerîne.
- Biryardana Jiyana Bi Erdemî (Resolve to Live Virtuously): Biryardana nedubarekirin heman xeletiyan û hewldana jiyaneke bi prensîbên exlaqî. Ev gav alîkar e ku mirov ji serpêhatiyên xwe fêr bibe û siberojeke baştir ava bike (Worthington, 2024).
Bandora
Xwe-Bexşandinê Li Ser Tendirustiyê
Lêkolînên dawî destnîşanî me didin ku xwe-bexşandin
(self-forgiveness) bandoreke erênî li ser hem tendirustiya derûnî (mental
health) û hem jî ya fizîkî (physical health) dike. Ev bandor bi gelek
mekanîzmayan tê şîrovekirin:
- Kêmkirina
Stresê (Stress Reduction): Xwe-bexşandin dikare asta
hormona stresê ya kortîzolê kêm bike. Ev yek dikare bibe sedema kêmbûna
pirsgirêkên tendirustiyê yên têkildarî stresê weke nexweşiyên dil û zexta
xwînê ya bilind (high blood pressure).
- Baştirkirina
Xewê (Improved Sleep): Kesên ku li xwe-dibexşînin, bi
gelemperî xeweke çêtir û bêtir birehettir tecrûbe dikin. Xewa baş ji bo tendirustiya
giştî pir giring e û dikare rîska gelek nexweşiyan kêm bike.
- Kêmkirina
Anksiyete û Depresyonê (Reduced Anxiety and Depression): Xwe-bexşandin
dikare hestên neyînî yên weke tawanbarî (guilt) û şermê kêm bike ku ev jî
dikare bibe sedema kêmbûna nîşaneyên anksiyete û depresyonê.
- Zêdekirina
Xwe-Rêzdariyê (Increased Self-Esteem): Kesên
ku fêrî xwe-bexşandinê dibin, bi gelemperî xwe-rêzdariya (self-esteem) wan
zêde dibe. Xwe-rêzdariya bilind dikare bibe sedema helwestên tendirustiyê
yên baştir û xweşbîniya (optimism) zêdetir.
- Baştirkirina
Têkiliyên Civakî (Improved Social Relationships): Xwe-bexşandin
dikare alîkar be ku mirov têkiliyên xwe yên ku zirarkar bibîne, çareser
bike û têkiliyên nû yên baştir ava bike. Têkiliyên civakî yên xurt ji bo tendirustiya
derûnî pir giring in (Kim û hevkarên xwe, 2024).
Astengiyên
Li Ber Xwe-Bexşandinê
Digel ku xwe-bexşandin gelek sûdan pêşkêş dike, gelek
kes dijwariyê dikşînin di pêvajoya xwe-bexşandinê de. Hin astengiyên sereke ev
in:
- Xwebêkêmasîtî
(Perfectionism): Kesên ku meyla wan a xwe-bêkêmasîbûnê heye,
dikarin zehmetiyê bikşînin di qebûlkirina xeletiyên xwe de û li xwe
bibexşînin.
- Xwe-Rexnekirina
Zêde (Excessive Self-Criticism): Hinek kes bi awayekî berdewam
xwe rexne dikin ku ev yek dikare pêvajoya xwe-bexşandinê zehmet bike.
- Baweriyên
Çewt (Misconceptions): Gelek kes difikirin ku xwe-bexşandin
tê wateya "destûrdayîna" kiryarên nebaş an jî paşguhkirina
berpirsiyariyê. Ev baweriyên çewt dikarin bibin asteng li ber xwe-bexşandinê.
- Meyla
Xwe-Cezakirinê (Tendency for Self-Punishment): Hinek
kes bawer dikin ku divê ew xwe ceza bikin ji bo xeletiyên xwe ku ev yek
dikare li hember xwe-bexşandinê be.
- Nebûna
Stratejiyên Guncan (Lack of Appropriate Strategies): Gelek
kes nizanin çawa dest bi pêvajoya xwe-bexşandinê bikin û stratejiyên
pratîk ên ji bo vê yekê kêm in (Worthington, 2024).
Stratejiyên
Pratîk ji bo Geşedana Xwe-Bexşandinê
Ji bo kesên ku dixwazin şiyana xwe-bexşandinê
(self-forgiveness) geş û pêş bixin, çend stratejiyên pratîk hene:
- Medîtasyon
û Hişmendî (Meditation and Mindfulness):
Pratîkên medîtasyonê û hişmendiyê dikarin alîkar bin di kêmkirina stresê û
zêdekirina xwe-hişmendiyê (self-awareness) de ku ev jî ji bo pêvajoya
xwe-bexşandinê giring in.
- Nivîsandina
Rojane (Journaling): Nivîsandina hest û ramanên ‘xwe’
dikare bibe alîkar di naskirina xeletiyên xwe û geşedana perspektîfeke nû
de.
- Terapiya
Venasînî ya Reftarî (Cognitive Behavioral Therapy): Ev
cure terapî dikare alîkar be di guherandina ramanên neyînî û geşedana
helwestên erênîtir de.
- Xwe-Dilovanî
(Self-Compassion): Fêrbûna dilovaniya li hember xwe dikare bibe
gaveke giring ber bi xwe-bexşandinê ve.
- Pratîkên
Spasdariyê (Gratitude Practices): Baldariya li ser tiştên ku
mirov ji bo wan spasdar e, dikare perspektîfê biguherîne û xwe-bexşandinê
hêsantir bike.
Giringiya Xwe-Bexşandinê
di Civakê de
Xwe-bexşandin ne tenê ji bo takekesan, lê belê ji bo
civakê jî giring e. Ev yek dikare bibe alîkar di:
- Kêmkirina
Pevçûnên Navtakekesî (Reducing Interpersonal Conflicts): Kesên
ku dikarin li xwe bibexşînin, bi gelemperî dikarin bi awayekî çêtir bi
pevçûnên bi kesên din re jî mijûl bibin.
- Zêdekirina
Hevgirtina Civakî (Increasing Social Cohesion):
Civakek ku tê de xwe-bexşandin tê teşwîqkirin, dikare bêtir hevgirtî û
xwedî hevkarî be.
- Geşedana
Tendirustiya Giştî ya Civakê (Improving Overall Community Health): Ji ber
ku xwe-bexşandin bandoreke erênî li ser tendirustiya takekesî dike, ev yek
dikare bibe sedema tendirustiya giştî ya civakê jî.
- Kêmkirina Tundiyê (Reducing Violence): Civakên ku xwe-bexşandinê teşwîq dikin, dikarin astên kêmtir ên tundiyê tecrûbe bikin.
Pêşniyarên
Ji Bo Lêkolînên Siberojê
Ev lêkolîn giringiya perwerdehiya derûnî û civakî ya
li ser xwe-bexşandinê destnîşanî me didin. Geşedana bernameyan ku dikarin alîkariya
takekesan bikin da ku ew fêrî xwe-bexşandinê bibin, dikare bibe gaveke giring
di warê pêşîlêgirtina pirsgirêkên derûnî û baştirkirina tendirustiya giştî ya
civakê de.
Ji bo lêkolînên siberojê, çend pêşniyar hene:
- Lêkolînên
Demdirêj (Longitudinal Studies): Pêwîstî bi lêkolînên demdirêj
heye da ku bandora xwe-bexşandinê li ser tendirustiyê di demeke dirêj de
were nirxandin.
- Mekanîzmayên
Zindewerî (Biological Mechanisms): Lêkolînên zêdetir li ser
mekanîzmayên zindeweriyê yên ku xwe-bexşandin bi tendirustiyê ve girê
didin, dikarin alîkar bin di fêmkirina vê pêwendiyê de.
- Cudahiyên
Çandî (Cultural Differences): Lêkolînên li ser cudahiyên
çandî di warê xwe-bexşandinê de dikarin alîkar bin di geşedana stratejiyên
guncan ji bo civakên cûda.
- Mudaxeleyên
Pratîk (Practical Interventions): Geşedana û ceribandina mudaxeleyên
pratîk ên ji bo hînkirina xwe-bexşandinê dikare bibe alîkar ji bo kesên ku
dixwazin vê şiyanê geş bikin.
- Têkiliya
bi Nexweşiyên Derûnî re (Relationship with Mental Disorders): Lêkolînên
zêdetir li ser têkiliya xwe-bexşandinê bi nexweşiyên derûnî yên weke
depresyon û anksiyeteyê re dikarin alîkar bin di geşedana stratejiyên
dermankirinê de.
Bi kurtasî, xwe-bexşandin qadeke giring a lêkolînê ye
di warê derûnnasiyê de ku dikare bandoreke erênî li ser tendirustî û başbûna
takekesan û civakê bike. Lêkolînên berfirehtir û kûrtir dikarin alîkar bin di
fêmkirina vê pêvajoyê de û di geşedana stratejiyên pratîk de ji bo hînkirina
xwe-bexşandinê.
Encam
Di encamê de, lêkolînên dawî destnîşanî me didin ku xwe-bexşandin pêvajoyeke giring e ku dikare bandoreke erênî li ser tendirustiya derûnî û fizîkî ya takekesan bike. Ev pêvajo ji tenê lêborîn xwestinê wêdetir e û pêwîstî bi hewldaneke hişmendane û berdewam heye ku tê de hem aliyê exlaqî û hem jî aliyê civakî tê raçav girin.
Stratejiyên pratîk ên weke medîtasyon, nivîsandina rojane û terapiya venasînî ya reftarî dikarin alîkar bin di geşedana şiyana xwe-bexşandinê de. Herwiha, têgihiştina astengiyên li ber vê pêvajoyê, weke xwebêkêmasîtî û xwe-rexnekirina zêde, dikare rê li ber çareseriyên guncan veke.
Giringiya xwe-bexşandinê ne tenê di asta takekesî de, lê belê di asta civakî de jî tê dîtin. Civakên ku xwe-bexşandinê teşwîq dikin dikarin bêtir hevgirtî bin, astên kêmtir ên tundiyê tecrûbe bikin û tendirustiya giştî ya civakê baştir bikin.
Lêkolînên siberojê dikarin alîkar bin di fêmkirina kûrtir a mekanîzmayên xwe-bexşandinê de û di geşedana mudaxeleyên pratîk ên ji bo hînkirina vê şiyanê de. Ev dikare rê li ber geşedana civakeke ku tê de xwe-bexşandin tê teşwîqkirin û rê li ber nirxandinê veke ku ev jî dikare bibe sedema başbûna tendirustî û aramiyê ji bo hemû endamên civakê.
Termên Sereke
·
Xwe-Bexşandin (Self-forgiveness): Pêvajoya ku tê de mirov xeletiyên xwe qebûl dike û li
xwe dibexşîne, bêyî ku xwe berdewam ceza bike.
·
Tendirustiya derûnî (Mental health): Rewşa başbûna derûnî û hestî ya mirov.
·
Tendirustiya fizîkî (Physical health): Rewşa başbûna laş a mirov.
·
Lêborîn xwestin (Apologizing): Kiryara ku mirov ji bo xeletiyek an jî kiryareke
nebaş lêborînê dixwaze.
·
Anksiyete (Anxiety): Hesta tirsê û fikarê ya berdewam û zêde.
·
Depresyon (Depression): Rewşa xemgînî û bêhêvîtiyê ya domdar.
·
Xwe-rexnekirin (Self-criticism): Kiryara ku mirov bi awayekî neyînî xwe rexne dike.
·
Xwe-cezakirin (Self-punishment): Kiryara ku mirov xwe ji ber xeletiyan ceza dike.
·
Xwe-rêzdarî (Self-esteem): Nirxa ku mirov dide xwe û hesta hêjabûnê.
·
Hevdilî (Empathy): Şiyana fêmkirina hest û serpêhatiyên kesên din.
·
Bêkêmasîtî (Perfectionism): Meyla ku mirov her tiştî bi awayekî bêkêmasî bike.
·
Xwe-dilovanî (Self-compassion): Helwesta dilovanî û fêmdariyê li hember xwe.
·
Hişmendî (Mindfulness): Baldariya li ser kêliya niha û tecrûbeya heyî.
·
Terapiya Venasînî ya Reftarî (Cognitive Behavioral
Therapy): Cureyeke terapiyê ku li ser
guherandina raman û reftan disekine.
·
Spasdarî (Gratitude): Hesta qedirzanî û spasdariyê ji bo tiştên erênî di
jiyanê de.
·
Poşmanî (Regret): Hesta xemgîniyê ji ber kiryareke mirov kiriye an nekiriye.
·
Tawanbarî (Guilt): Hesta berpirsiyariyê û neheqiyê ji ber kiryareke nebaş.
·
Şerm (Shame): Hesta kêmasiyê û bêrûmetiyê ji ber kiryar an taybetmendiyeke xwe.
·
Înkar (Denial): Redkirina rastiyekê an jî encamên kiryarekê.
·
Hevgirtina civakî (Social cohesion): Hêza pêwendiyên di navbera endamên civakekê de.
·
Xwe-hişmendî (Self-awareness): Zanîna mirov a li ser hest, raman û kiryarên xwe.
·
Medîtasyon (Meditation): Pratîka baldariya hişmendane ji bo aramiya derûnî.
·
Pevçûnên navtakekesî (Interpersonal conflicts): Nakokiyên di navbera du an zêdetir kesan de.
·
Tundî (Violence): Bikaranîna hêzê ya fizîkî an derûnî li dijî kesekî din.
·
Hevkarî (Cooperation): Tevgerên ku mirov bi hev re dikin ji bo armanceke
hevpar.
·
Xwe-qebûlkirin (Self-acceptance): Pejirandina xwe bi hemû aliyên erênî û neyînî ve.
·
Berpirsiyarî (Responsibility): Qebûlkirina encamên kiryarên xwe.
·
Xweşbînî (Optimism): Nêrîna erênî li ser siberojê û rûdanan.
·
Çerxa ramanan (Rumination): Fikirîna berdewam û dubarekirin a li ser rûdanên
neyînî.
·
Helwesta erênî (Positive attitude): Nêrîneke baş û erênî li ser jiyan û rûdanan.
Çavkanî:
Enright, R. D., & the Human Development Study Group (1996). Counseling within the forgiveness triad: On forgiving, receiving forgiveness, and self-forgiveness. Counseling and Values, 40, 107-126.
Kim, J. J., Bechtel, S. K., Davis, C. M., Mavor, A. N., Cramer, V. G., French, C. R., Painter, K. J., & Hodge, A. S. (2024). The role of apology in the self-forgiveness-health link: Self-forgiveness predicts physical health via mental health. Spirituality in Clinical Practice. Advance online publication. https://dx.doi.org/10.1037/scp0000369
Thompson, L. Y., Snyder, C. R., Hoffman, L., Michael, S. T., Rasmussen, H. N., Billings, L. S., Heinze, L., Neufeld, J. E., Shorey, H. S., Roberts, J. C, & Roberts, D. E. (2005). Dispositional forgiveness of self, others, and situations. Journal of Personality, 73, 313-359.
Worthington, E. L. (2024). REACH Forgiveness: A Narrative Analysis of Group Effectiveness. International Journal of Group Psychotherapy, 74(3), 330–364. https://doi.org/10.1080/00207284.2024.2340593
Neff, K. D. (2003). Self-compassion: An alternative conceptualization of a healthy attitude toward oneself. Self and Identity, 2(2), 85-101.
Holmgren, M. R. (1998). Self-forgiveness and responsible moral agency. The Journal of Value Inquiry, 32(1), 75-91.
Hall, J. H., & Fincham, F. D. (2005). Self-forgiveness: The stepchild of forgiveness research. Journal of Social and Clinical Psychology, 24(5), 621-637.
Wohl, M. J., DeShea, L., & Wahkinney, R. L. (2008). Looking within: Measuring state self-forgiveness and its relationship to psychological well-being. Canadian Journal of Behavioural Science, 40(1), 1-10.
Webb, J. R., Toussaint, L., & Conway-Williams, E. (2012). Forgiveness and health: Psycho-spiritual integration and the promotion of better healthcare. Journal of Health Care Chaplaincy, 18(1-2), 57-73.
Griffin, B. J., Worthington Jr, E. L., Lavelock, C. R., Greer, C. L., Lin, Y., Davis, D. E., & Hook, J. N. (2015). Efficacy of a self-forgiveness workbook: A randomized controlled trial with interpersonal offenders. Journal of Counseling Psychology, 62(2), 124-136
Comments
Post a Comment