Skip to main content

Posts

Showing posts from February, 2025

BEXŞANDIN Û XWE-RÊZDARÎ

Destpêk Bexşandin di civaka me de bi awayên cûrbicûr tê nîqaşkirin û gelek caran weke lawazî tê şîrovekirin. Ji dema ku Nietzsche di sala 1887an de di kitêba xwe ya "Çêbûna Exlaqê" de bexşandin weke nîşana lawaziyê binav kir, ev nêrîn bûye niqaşeke bingehîn di qada exlaq û derûnnasiyê de. Nietzsche bexşandin weke kiryareke neçar didît ku ji lawaziyan derdikeve, ne ji hêzê. Li gorî wî, mirovên ku dibexşînin ne ji ber ku ew xurt in, lê ji ber ku ew nikarin tola xwe bistînin, dibexşînin. Ev nêrîna reşbîn a li ser bexşandinê di sedsala dawî de jî dom kiriye. Di sala 2011an de, lêkoler McNulty xebatek bi navê "Aliyê Tarî yê Bexşandinê" weşand. Di vê xebatê de, wî hevjînên zewicî bi rewşên rabêjî (farazî) re rû bi rû kirin ku biryar bidin ka ew ê hevjînê xwe bibexşînin an na. Li gorî encamên wî, dema ku yek bi hêsanî dibexşîne, kesê neheq vê yekê weke destûrê ji bo berdewamkirina neheqiyê dibîne. Bi vî awayî, bexşandin dibe sedema domandina neheqiyê. Lêbelê, gelo ...

HIŞÊ ÇÊKIRÎ Û ROLA ÇAV DI SIBEROJA TEKNOLOJIYÊ DE

Destpêk Di serdemeke ku Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence – AI) rojane pêş dikeve, têgihiştina rola çavan di vê teknolojiyê de girîngiyeke mezin werdigire. Dr. Alan Shabo, çavpijîşkê navdar ê Los Angelesê, perspektîfeke balkêş pêşkêş dike: Çav, çi mirovî be çi dîjîtal be, weke modemeke ragihandinê ji bo mêjî dixebite. Geşedana têgeha kobotîk Shabo ku di salên 1990î de li ‘Philips Interactive Media’ weke şêwirmend dixebitî, têgeha "kobotîk" pêş xist. Ev têgeh ku ji "robotîka hevkar" hatiye dariştin, îro bingeha têgihiştina têkiliya mirov û robotan pêk tîne. Li gorî vê nêrînê, siberoja HÇyê ne tenê bi hêza kompûterê û şîrovekirina daneyên mezin ve sînordarkirî ye, lê di heman demê de bi têkiliya hevkar û hevpar a di navbera mirov û makîneyan de jî ve girêdayî ye. Rola çav di erka mêjî de Lêkolînên zanistî destnîşan dikin ku 50-60% ji erka mêjî bi dîtinê ve têkildar e. Herwiha, dema ku çav vekirî ne, dîtin ji sê paran dudu ya çalakiya elektrîkî ya m...

TÊGIHIŞTIN Û TÊGEHÊN DERÛNNASIYÊ DI KURDÎ DE

(ceribandinek) Destpêk Di deryaya kûr a ramanên mirovahiyê de, derûnnasî (psychology) bûye yek ji zanistên herî bingehîn û bandorker ên sedsala bîstan. Ev zanist, hewla têgihiştina tevger, raman, hest û nestên mirov dide. Armanca vê nivîsa me jî ew e ku girêk, alozî, kompleks û tevliheviyên derûniya mirov bi zimanê kurdî bide nasîn û şîrove bikin. Di vê rêwîtiya derûnnasiyê de, em ê li ser gelek aliyên curbecur ên derûna mirov bisekinin. Em ê bi derûna zoq û doq, bi hizneke veşartî, bi bîranînên şûm û bi êş û janên derûnî re rû bi rû bimînin. Herwiha em ê hewl bidin ku mirov bi awirên kûr û zanistî li ser van mijaran hûr bibin. Ev nivîs dê alîkariya me bike da ku em têbigihêjin ka çima mirov weke xwe tevdigere, hizir dike, hest dike û çawa veguherînên erênî di jiyana xwe de pêk tîne. Girêkên Odîpal û Elektra Qonaxa odîpal (oedipal period) di geşedana zarokan de qonaxeke diyarker û watedar e. Di vê qonaxê de ku bi gelemperî di navbera 3-6 saliyê de pêk tê, zarok girêka odîpa...