Terapiya derûnî rêbazeke zanistî ye ku ji bo çareserkirina arîşe û kêşeyên derûnî û geşkirina qenciya hiş-î-mendî tê bikaranîn. Di vê sedsalê de, gelek rêbazên nû yên derûnterapiyê hatine geşkirin ku her yek ji wan li ser bingehên zanistî yên cuda disekine û ji bo arîşe û kêşe û nexweşiyên taybetî hatine amadekirin. Ev rêbaz ne tenê girîft û gelemşeyên derûnî çareser dikin, lê di heman demê de alîkariyê didin takekesan ku jiyaneke bi qenc û bi nirx bijîn. Li vir, em ê rêbazên herî girîng ên çareseriya derûnî (derûnterapî) bi awayekî bi kurtasî be jî binirxînin. Terapîya Pejirandin û Pabendiyê – TPP Terapîya Pejirandin û Pabendiyê (Acceptance and Commitment Therapy – ACT) rêbazeke derûnî ya nûjen e ku li ser çarçoveya zanista reftarî-kontekstî (Contextual Behavioral Science) disekine. Ev derûnterapî di sala 1980î de ji aliyê Steven Hayes ve hat damezrandin û ji bo çareserkirina gelek gelemşe û girîftên derûnî tê bikaranîn. Felsefeya bingehîn a vê terapiyê ew e ku mijar ne ...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی