Di gotinên
Rênas Jiyan de em rû bi rû kesayetîyeke kompleks in ku bi zimanekî metaforîk û
sembolîk hewil dide êşa xwe ya kûr der bike. Ew ne tenê weke hunermendekî
dipeyive, lê herweha weke takekesekî ku di nav qeyraneka nasnameya kûr de ye û
li dû rêyeka derketinê digere. Dahûrîna derûnkolînerî (psîkoanalîtîk) a gotinên
wî derfetê dide me ku em hin mekanîzmên derûnî yên kûr ên ku di binê
hunermendiya wî de veşartî ne nas bikin.
Dema ku
Rênas Jiyan dibêje "Janya nasnameya birîn û hêrsê ye," ew di rastîyê
de behsa trawmaya civakî dike ku di laşê wî de bicih bûye. Kurdistan di hişê wî
de ne erdnîgarî ye, lê laşekî birîndar e ku êş û janan di xwebûna xwe de
radike. Ev metafor nîşanî me dide ku wî erdnîgarî bi laşê xwe ve xwewekdîtin (identification)
kiriye ango Kurdistan dibe ew û ew dibe Kurdistan. Ev cûre xwewekdîtin di
derûnnasîyê de weke "nasnameya fûzyonî" tê zanîn ku mirov sînorên
navbera hebûn û xwebûna xwe û heyberên din (tiştê-din) ji bîr dike. Ev proses
dîsa ji trawmayên civakî an takekesane tê çêkirin ku mirov nikare sînorên xwebûna
yên takekesane biparêze û xwebûna xwe bi heyberên derxweyî ve tev dide.
Gotina wî ya
"helbestkar di welatan de najîn, welat di helbestkaran de dijîn"
nîşanî me dide ku erdnîgariya derxweyî ji bo wî ne girîng e. Lê ev gotina ku di
binê xwe de vedişêre, dike ku mirov bipirse gelo ev înkareke ji rastiya jandar
e yan jî rêyeka derfetînê ye ji êş û jana berdewam? Dema ku rastî pir dijwar be,
hin kes hewil didin bi riya hunera xwe rastîyeke din ava bikin ku lê dikarin bihewin/bijiyin.
Rênas Jiyan jî vê rêyê ji xwebûna xwe re peyde/heyde dike û hewil dide jiyanê
di hunera xwe de kontrol bike. Ev helwest dikare weke mekanîzmeka berzkirinê
(sûblîmasyon) were şîrovekirin ku mirov êş û xeteriyên jiyanê vediguhezîne warê
hunerê û lê wan bi awayekî pejirîner/qebûlkar der dike.
Fêm û têgihiştina
wî ya azadiyê xwedî taybetmendiyeke paranoîd e. Dema ku ew dibêje "em ê
çavên tikesî nerijînin lê em dibêjin bila tikes jî çavên me nerijîne," ev
helwest nîşanî me dide ku ew hertim hest dike ku kesek li wî dinêre û wî dikontrol
dike. Ev hesta ku "çav-lê-hatine-rijîn" dikare ji trawmayên zaroktiyê
were yan ji ezmûna bindestiya civakî. Lê ew hewil dide vê hestê bi awayekî
"hevseng" kontrol bike ango ne ew ê yekî kontrol bike, ne jî yekî yê
wî kontrol bike. Ev cûre helwest nîşanderek e ji hewcedariya wî ya berevanî û parastina
sînorên xwebûna xwe yên takekesane û kontrolkirina têkiliyên hebûn û xwebûna
xwe bi cîhanê re.
Metafora
tuwaletê ya wî weke "warê azadiyê" ji hêla psîkoanalîtîk ve pir
balkêş e. Di bîrdoziya Freud de, tuwalet û fonksîyonên laşî girêdayî ne bi
kontrolê û azadiyê. Zarok dema fêr dibe ku çawa vî warî kontrol bike, ew cara
yekem hest dike ku li ser tiştekî desthilat heye. Rênas Jiyan dema ku tuwaletê
weke metaforeke azadiyê bikar tîne, ew di rastîyê de vedigere wê hesta
zaroktiyê ku lê de mirov dikare li ser laşê xwe kontrolek tevahî hebe. Ev
hewcedarî ji hestên bêhêztiyê û kontrolnekirinê yên di jiyana wî ya mezin de
were. Di heman demê de, tuwaletê weke warê tenêtiya tevahî dibîne ku lê desthilatdarî
nikare dest pê bike ango warê dawî yê ku lê mirov dikare bi hebûn û xwebûna xwe
be bêyî rûpoş û maskeyên civakî.
Rexneya wî
ya li klîşeyên helbesta kurdî ji hêla derûnî ve rexneyeke li bavê ye yan li
nifşên berê. Dema ku ew dibêje "razberiyeke bêserûber" û behsa
motîfên kevn dike, ew di rastîyê de li dijî tradîsyonê ye ku weke zincîrekî li
ser wî hatiye danîn. Lê di heman demê de, ew jî eşkere dike ku ezî (ego) jî
dikeve nav heman dahf û xefikê: Ew jî klîşeyên hebûn û xwebûna xwe ava dike. Ev
nîşanderek e ji hevdijî û ambîvalansa wî ye li hemberî tradîsyon û nûjenîtiyê.
Ev hevdijî û ambîvalans di derûnnasîyê de weke "girêka bavê" tê zanîn
ku zarok hem hewil dide ji bavê xwe rizgar bibe û hem jî weke wî bibe.
Têkiliya wî
ya bi jinan re xwedî girêk û kompleksîteyeke derûnî ya kûr e. Dema ku ew dibêje
"jin û helbest xwişkên hev in lê hev nabînin," ew metaforîkî der dike
ku çawa di kesayetiya wî de du hêzên dijber hene. Jin di zihnîyeta wî de hem
weke "anîma" - hêza afirîner û nêrîn - û hem jî weke "hêza
bindest" xuya dibe. Ev dualîte nîşanî me dide ku ew têkoşînekê di navbera berevanî
û parastina jinan û hewla azadkirina wan de dijî, lê di heman demê de ew jî wan
weke heyberên (obje) hunerî dibîne. Ev helwest dikare ji têkoşîna wî ya
navxweyî ya li ser rolê jinan di jiyanê û di hunerê de were.
Gotinên wî
yên li ser "mahdxelandin"ê nîşanî didin ku ew li ser têkiliya laş û giyan
(ruh) de bi awayekî asaûwas (obsesif) dirame. "Mahdê min ji her kesî
dixele" gotinek e ku hema weke manîfestoyeke azadiya laşî ye. Lê di binê
vê de, dikare hestên xeteriyê û parastina sînorên takekesane veşartî bin. Laş
ji bo wî dibe sûr û qalayeke dawî ya berevanî û parastinê. Ev obsesîyona li ser
laşê xwebûna xwe dikare ji hestên bêkontrolî û bêhêztiya derûnî were ku ew
hewil dide bi kontrolkirina laşê xwe kompensan bike.
Têgeha wî ya
"romana senfonîk"ê nîşanî me dide ku ew ji jiyana kaotîk û bêrênk û bêpergal
bêzar e û hewil dide rêyekê bibîne ku bi riya wê jiyanê bi rengekî harmonîk û
rêkûpêk der bike. Lê ev hewl dikare ji hewcedariya kontrolkirina jiyanê were ku
mirov nikare rastiya dijwar qebûl bike û hewil dide wê di çarçoveya hunerî de
sînordar bike. Senfon di muzîkê de berhemek e ku hemû înstrûmentan bi rengekî
harmonîk lê dixebitin û Rênas Jiyan jî hewil dide jiyana kaotîk bi vî rengî
organîze bike.
Dema ku ew
dibêje ku jiyan ji bo wî ew e ku "di ber nivîskariyê re ji xwebûna xwe re
bijî," ew di rastîyê de li-xwe-mukir tê ku jiyana rastîn ji bo wî pir
dijwar e. Ew hewil dide jiyanê weke ‘huner’mendî bijî ango jiyanê bi rengekî
estetîk û kontrolkirî bijî. Ev helwest dikare mekanîzmeka berevanî û parastinê
be li dijî êş û trawmayan. Rênas Jiyan dibe hunermend û huner dibe jiyan û ev veguherîn
û înversîyon derfetê dide wî ku ji rastiya jandar dûr bimîne.
Ev hemû
gotinên Rênas Jiyan nîşanî me didin ku ew kesayetîyeke birîndar e ku hewil dide
bi riya huner û metaforan xwe ji êş û jana jiyanê dûr bike. Lê di heman demê
de, ew kesayetîyeke pir peljen û dil-bi-êş e ku di binê maskeyeke hunermendî de
xwebûna xwe vedişêre. Ew hewil dide jiyanê weke huner û hunermendiyê der bike,
ne tenê ji ber ku hunermend e, lê ji ber ku jiyana rastîn ji bo wî pir giran e.
Huner ji bo wî ne tenê deriyek e, lê herweha panahgeh û qalayeke parastinê ye
li dijî rastiya ku wî nikare bi rengekî rasterast pê re rû bi rû bibe.
Çavkanî:
1- https://candname.com/renas-jiyan-u-renasansa-janyaye-hevpeyvin/
2- https://botantimes.com/renas-jiyan-em-nikarin-bedewletiye-li-niviskar-u-hunermenden-xwe-bikin-bar/
Comments
Post a Comment