Terapiya
derûnî rêbazeke zanistî ye ku ji bo çareserkirina arîşe û kêşeyên derûnî û geşkirina
qenciya hiş-î-mendî tê bikaranîn. Di vê sedsalê de, gelek rêbazên nû yên derûnterapiyê
hatine geşkirin ku her yek ji wan li ser bingehên zanistî yên cuda disekine û
ji bo arîşe û kêşe û nexweşiyên taybetî hatine amadekirin. Ev rêbaz ne tenê girîft
û gelemşeyên derûnî çareser dikin, lê di heman demê de alîkariyê didin takekesan
ku jiyaneke bi qenc û bi nirx bijîn. Li vir, em ê rêbazên herî girîng ên çareseriya
derûnî (derûnterapî) bi awayekî bi kurtasî be jî binirxînin.
Terapîya Pejirandin û Pabendiyê – TPP
Terapîya
Pejirandin û Pabendiyê (Acceptance and Commitment Therapy – ACT) rêbazeke
derûnî ya nûjen e ku li ser çarçoveya zanista reftarî-kontekstî (Contextual
Behavioral Science) disekine. Ev derûnterapî di sala 1980î de ji aliyê Steven
Hayes ve hat damezrandin û ji bo çareserkirina gelek gelemşe û girîftên derûnî
tê bikaranîn. Felsefeya bingehîn a vê terapiyê ew e ku mijar ne bertekanî û
rizgarkirina ji hest û ramanên neyînî ye, lê pejirandina wan û jiyaneka bi nirx
û armancan re têkildar e.
Ev derûnterapî
li ser vê bingeha filosofî disekine ku mijareke sereke ya bêpergalî û kêşeyên
derûnî, hewldana takekesê ji bo kontrolkirina an dûrketina ji hest û ramanên neyînî
ye ku ev jî bi xwe kêşeyê zêdetir dike. Li şûna vê yekê, terapî takekesên ku bi
kêşe û nexweşiyên derûnî re rû bi rû ne han û teşwîq dike ku bi van hestan re
bijîn lê di heman demê de li gorî nirx û armancên xwe tevbigerin.
Şeş
pêvajoyên sereke yên vê terapiyê hene ku her yek ji wan roleke girîng di
çareserkirina kêşe û bêpergaliyên derûnî de dilîze. Pêvajoya pejirandinê (acceptance)
takekesên ku bi kêşe û arîşeyên derûnî re rû bi rû ne han û teşwîq dike ku hest
û ramanên xwe bêyî bertekên neyînî bipejirînin. Ev ne wateya radestî an jî
razibûnê ye, lê wateya wê ew e ku takekes bi hest, raman û ezmûn û serpêhatiyên
xwe re bi awayekî vekirî û bêyî bertekên berfirehî bijî.
Pêvajoya
cudakirina fikir û raman û hizrên venasînî (cognitive defusion) takekesên ku di
terapîyê de ne, fêr dike ku raman û hizrên xwe weke tiştên derxweyî xwe
bibînin, ne weke beşek ji xwebûna xwe (navxweyî). Ev teknîk bi rêya bikaranîna
şêwazên cuda yên weke hizirîna ramanên neyînî bi awayekî îronîk an jî pêkenok
an jî dîtina wan weke filmên ku tên û diçin pêk tê.
Hişyariya hebûna
niha (present moment awareness) armanc dike ku takekes xwe bi awayekî bêalî li
ser dema niha bisekine, ji ber ku gelek kêşe û nexweşiyên derûnî bi bîr û
ramanên derbarê derfetên kevin an jî kengê pêşiyê de têne çêkirin. Pêvajoya xwebûnê
weke kontekstê (self-as-context) alîkariya takekesan dike ku xwe weke takekesayetekî
bêdawî û guherbar bibînin, ne tenê weke komek raman û hest.
Nirx (values)
pêvajoyeke girîng e ku takekesên ku di derûnterapîyê de ne alîkariya wan dike
ku nirxên xwe yên bingehîn nas bikin û ji bo jiyaneke bi van nirxan re têkildar
han û teşwîq dibin. Çalakî û tevgerên pabend (committed action) jî armanc dike
ku takekes tevger û reftarên xwe li gorî nirxên xwe bikin, herçend hest û
ramanên wan neyên pejirandin jî.
Ev derûnterapî
bi taybetî ji bo takekesên ku bi depresyon, stres, tirs û kêşeyên din ên derûnî
re rû bi rû ne efektîf e. Lêkolînên zanistî nîşanî me dane ku ev rêbaz bi
awayekî berfirehî alîkariya takekesan dike ku bi raman û hestên xwe yên neyînî
re bijîn, lê di heman demê de jiyaneke bi nirx û armancan re têkildar ava
bikin.
Terapîya Zîqbûyiya Trawmayê – TZT
Terapîya
Zîqbûyiya Trawmayê – TZT (Trauma-Focused Therapy – TFT) rêbazeke derûnî ya
taybetî ye ku ji bo çareserkirina encamên derûnî û hestî yên serpêhatiyên
trawmatîk tê bikaranîn. Ev derûnterapî li ser vê zanînê disekine ku trawma ne
tenê bandoreke li dema ku çêdibe dike, lê dikare salên dirêj bandorên xwe yên neyînî
li jiyana takekesan bike. Serpêhatiyên trawmatîk dikarin ji şer û pevçûnan
bigire heya êrîşên seksî, qezayên giran an jî windabûna takekesên nêzîk.
Ev derûnterapî
bi taybetî li ser pêvajoya bîranînên trawmatîk disekine û armanca wê ew e ku êş
û janên derûnî kêm bike, karkirina derûnî vegerîne û nûşiyan û geşeya piştî
trawmayê çêbike. Rêbazê cuda yên teknîkî bikar tîne ku her yek ji wan li ser
aspekteke cuda ya çareserkirina trawmayê disekine.
Çêkirina
çîrokê (narrative construction) takekesan han û teşwîq dike ku çîroka trawmayên
xwe bi awayekî rêkûpêk û bi tevahî veguherin, da ku bîranînên trawmatîk bêne
rêk xistin. Ev proses alîkariyê dike ku takekes têgeh (fêm) bike ka çi qewimî û
çawa ev serpêhatî bandoreke neyînî li jiyana wî kiriye. Pêvajoya hestî
(emotional processing) teknîkeke din e ku alîkariya takekes dike ku takekes
hestên xwe yên neyînî nas bike û wan bi awayekî tendirustî bi kar bîne, bêyî ku
ji wan bizive an jî wan bişêre.
Sererastkirina
raman û hizrên venasînî (cognitive restructuring) takekesên ku trawmayê dijîne
fêr dike ku raman û hizrên xwe yên li ser trawmayê sererast bikin, da ku
bandora wan a neyînî kêm bibe. Gelek caran, takekesên ku trawmayê dijîne
ramanên şaş û xeternak derbarê xwebûna xwe û dinyayê dikin û ev teknîk
alîkariya wan dike ku ev fikr û raman bêne veguhertin. Mekanîzmeyên serîderîkirin
û lêgerînê (coping mechanisms) jî beşeke girîng e ku takekesên ku di derûnterapîyê
de ne fêr dibin ku stratejiyên nû yên serîderîkirinê (lêgerînê) çêbikin, da ku
bi trawmayê re bisekinin û jiyaneka normal û siruştî vegerînin.
Ev derûnterapî
bi taybetî ji bo takekesên ku bi NSPT – Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê re
rû bi rû ne efektîv e, lê di heman demê de ji bo her cure kêşeya ku ji
serpêhatiyên trawmatîk çêdibe jî tê bikaranîn.
Terapîya Reftarî-Venasînî – TRV
Terapîya
Reftarî-Venasînî – TRV (Cognitive-Behavioral Therapy – CBT) yek ji rêbazên herî
navdar û efektîf ên derûnî ye ku ji aliyê Aaron Beck û Albert Ellis ve di salên
1960î de hat geşkirin. Ev derûnterapî li ser têkiliya navbera fikir, raman,
hest û reftaran disekine û li ser vê bingehê kar dike ku ev sê beş bi yekî re
têkildar in û veguherîna yek ji wan bandorê li yên din jî dike.
Bingeha vê derûnterapiyê
ew e ku kêşe û nexweşiyên derûnî bi piranî ji fikr û ramanên şaş û nerast
çêdibin ku takekesên ku bi van bêpergalî û kêşeyan re rû bi rû ne derbarê xwebûna
xwe, takekesên din û dinyayê dikin. Ev fikr û raman bandoreke neyînî li hestan
û reftarên wan dike ku ev jî kêşe û gelemşeyê zêdetir dike. Li şûna vê yekê,
terapî wisa armanc dike ku ev fikir û raman bêne nasîn û bi yên rast û tendirust
bêne veguhertin.
Sererastkirina
raman û hizrên venasînî stratejiyeke sereke ye ku takekesên ku di terapîyê de
ne fêr dibin ku ramanên xwe yên nerast nas bikin û wan bi fikr û ramanên rast û
tendirustî veguherînin. Ev proses bi rêya pirs û bersivên taybetî, şîrovekirina
rûdanan bi awayekî cuda û geşkirina ramanên alternatîf pêk tê. Teknîkên dûçarbûnê
(exposure techniques) jî stratejiyeke girîng e ku takekesên ku bi tirs û
stresên cuda re rû bi rû ne bi awayekî gav bi gav bi van tirsan re rû bi rû
dibin, da ku bandora wan kêm bikin.
Çalakiya
reftarî (behavioral activation) bi taybetî ji bo depresyonê tê bikaranîn û takekesên
ku bi vê kêşeyê re rû bi rû ne han û teşwîq dike ku tevger û reftarên xwe yên erênî
zêde bikin, da ku başî û qenciya derûnî bilind bibe. Ev bi rêya plansaziya çalakiyan,
destnîşankirina çalakiyên bi kêf û armanc û gav bi gav vegerandina van
çalakiyan bo jiyana rojane pêk tê.
Ev derûnterapî
ji bo gelek girîft û kêşe û nexweşiyên derûnî yên weke depresyon, nexweşiyên
tirs, stres û nexweşiyên din ên derûnî efektîv e. Lêkolînên zanistî nîşanî me
dane ku ev yek ji rêbazên herî efektîf ên çareseriya derûnî ye û dikare hem bi
tenê û hem jî bi hevra derûnterapiyên din ve bê bikaranîn.
Terapîya Zîqbûyiya Dilsojiyê – TZD
Terapîya
Zîqbûyiya Dilsojiyê – TZD (Compassion-Focused Therapy – CFT) ji aliyê Paul
Gilbert ve hat geşkirin û rêbazeke derûnî ye ku li ser geşkirina xwe-dilovaniyê
û rêvebirina hestî disekine. Ev derûnterapî li ser vê zanînê disekine ku gelek bêpergalî
û kêşeyên derûnî ji şerm, lawaziya xwebûna xwe û kêmtiya xwe-dilovaniyê çêdibin
û ji bo vê yekê pêwîst e ku takekes fêr bibe çawa bi hebûn û xwebûna xwe re bi
dilsojî û dilovanî tevbigere.
Felsefeya
bingehîn a vê terapiyê ew e ku mirov bi xwezayî (siruştî) xwedî sê pergala
hestî ye ku ew pergalên ewlekariyê, handanê (motîvasyonê) û xwe-dilovaniyê ne.
Dema ku ev pergal bi hev re bi awayekî tendirustî kar nakin, gelemşe û kêşeyên
derûnî çêdibin. Bi taybetî, dema ku pergala ewlekariyê bi zêdeyî çalak be û
pergala xwe-dilovaniyê lawaz be, bi takekesan re dikare weke şerm, tirs û
depresyon çêbibin.
Armanceke
sereke ya vê derûnterapiyê kêmkirina şermê ye. Şerm hesteke zehmetkarî ye ku
bandoreke neyînî li her beşê jiyana takekes dike û dikare bibe sedemên gelek arîşe
û kêşe û nexweşiyên derûnî yên-din. Takekesên ku di vê terapiyê de ne, fêr
dibin ku hestên xwe yên li ser şermê nas bikin û wan bi awayekî tendirustî
birêve bibin. Ev bi rêya fêm û têgihiştina çavkaniyên şermê, sererastkirina hizr
û ramanên xwe-şermezarî û geşkirina dilsojiya xwebûna xwe pêk tê.
Geşkirina
germiya hestî (emotional warmth) beşeke din a girîng a vê derûnterapiyê ye. Ev
terapî alîkariyê dike ku takekes xwe-dilovaniya xwebûna xwe bilind bike û bi
awayekî erênî bi xwe re tevbigere. Ev bi rêya pratîkên medîtasyona dilsojiyê,
axaftinên erênî bi xwe re û geşkirina têgihiştineke rehetî ya ji xwebûna xwe
pêk tê. Nûşiyana derûnî (psychological resilience) jî armaneke girîng e ku takekesên
ku di derûnterapîyê de ne fêr dibin ku stratejiyên nû yên nûşiyan û bergevanî
çêbikin, da ku bi girîft û kêşeyên derûnî re bisekinin û piştî nexweşiyan bi
lezûbez xwe bigihînin.
Ev derûnterapî
bi taybetî ji bo takekesên ku bi şerm, lawaziya xwebûna xwe, kêşeyên xwe-pêşniyariyê
û kêşeyên din ên ku ji kêmtiya xwe-dilovaniyê çêdibin efektîv e.
Xwebûna Kakilî
Xwebûna
Kakilî (Core Self) avakirin û konstrûkta derûnî ya ku zagonên bingehîn ên takekesayetê
vedibêje ye. Ev têgeheke girêkî û kompleks e ku gelek aspektên jiyana derûnî ya
mirov vedihewîne û ji bo fêm û têgihiştina jiyana derûnî ya takekes girîng e.
Ev têgeh nirxên bingehîn, baweriyên xwezayî, taybetmendiyên takekesayetê û
pêkhateya derûnî ya bingehîn vedibêje ku takekes li ser van bingehan jiyana xwe
ava dike.
Xwebûna
Kakilî beşa binyad (esas) a takekesayetê ye ku di kontekstên cuda de berdewam e
û alîkariyê dike ku takekes nasnameya xwe ya stabîl û xwezayî biparêze. Ev ne
tenê taybetmendiyên derxweyî yên weke rûbirû (dûçarî), awaz an jî reftarên
diyar e, lê pêkhateya derûnî ya kûr e ku takekes weke yekîtiyeke yekta
destnîşan dike. Ev pêkhateyê vedihewîne ka takekes çawa bi cihan û takekesên
din re tê-dikevin dan-û-standinê, çawa biriyaran digirin û çawa bi kêşe û
zehmetiyan re rû bi rû dibin.
Di çareseriya
derûnî de, gelek caran girîft û kêşe û bêpergaliyên derûnî dema çêdibin ku takekes
ji xwebûna xwe ya kakilî dûr ketiye an jî nikare baş tê-bigihîje. Ev dikare ji
ber trawma, depresyon, tirs an jî kêşeyên takekesayetê çêbibe. Armanca gelek
rêbazên derûnterapiyê ew e ku alîkariyê bide takekesan ku bi xwebûna xwe ya
kakilî re girêdanke vegerînin û li ser van bingehan jiyaneke saxlem û tendirustî
ava bikin.
Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê – NSPT
Nexweşiya
Stresê ya Piştî Trawmayê – NSPT (Post-Traumatic Stress Disorder – PTSD)
nexweşiyeke derûnî ya giran e ku piştî berberdan bi rûdanên trawmatîk çêdibe.
Ev nexweşî dikare piştî gelek cureyên serpêhatiyên trawmatîk weke şer, êrîşên
terorîstî, qezayên giran, êrîşên seksî, windabûna takekesên nêzîk an jî
şahidiya rûdanên tundtêj çêbibe.
Nîşaneyên
sereke yên vê nexweşiyê bi çendîn kategorîyan têne dabeşkirin. Nîşaneyên
têkçûnê (intrusion symptoms) dema çêdibin ku takekes bîranînên trawmatîk ji nû
ve dijîn. Ev dikare bi riya xewnên xerab, bîranînên bê-cih-bawer an jî
hestkirina ku rûdana trawmatîk dîsa çêdibe were xwe nîşandan. Ev bîranîn
dikarin bi awayekî bêcihbawer were û dil û derûna takekes bi tevahî dagir
bikin.
Reftarên xwe
vedizînê (avoidance behaviors) jî nîşaneyeke girîng e ku tê de takekes ji
tiştên ku wan bi trawmayê re têkildar dikin dizevin/direvin. Ev dikare şûn, takekes,
çalakî an jî hest û ramanan vebihewîne ku bîranîna trawmayê dikin. Herçend ev
reftarên dizevînê dikarin di demeka kurt de alîkariyê bikin, lê di dirêjahiyê
de bêpergalî, nexweşî û kêşeyê dijwartir dikin.
Guherînên
nerênî yên hişî û hestî (negative alterations in cognition and mood) aspekteke
din a vê nexweşiyê ye ku tê de takekes dikarin bi awayekî zêde hişyar an jî
bêhiş bibin. Ev dikare li nav fikr û ramanan de çêbibe ku takekes bi awayekî
zêde neyînî li ser xwebûna xwe, takekesên din û dinyayê birame an jî li nav
hestan de ku takekes nikaribe hestên erênî hest bike.
Derkeftinên
zêde (hyperarousal) jî nîşaneya din e ku tê de takekes dikarin bi awayekî zêde bertek
û reaksiyonê bidin tiştên bêzar, tirs û hişyariya zêde nîşan bidin, pirsgirêkên
xewê hebin an jî bi hêsanî aciz bibin. Ev nîşaneyan bandoreke mezin li
karkirina derûnî, têkiliyên takekesane û qenciya jiyanê dike û pêwîst e ku bi
awayekî pisporane bêne çareser kirin.
Nehestiyarî û Veşiyaniya bi Tevgera Çavan – NVTÇ
Nehestiyarî
û Veşiyaniya bi Tevgera Çavan – NVTÇ (Eye Movement Desensitization and
Reprocessing – EMDR) ji aliyê Francine Shapiro ve di sala 1987an de hat
damezrandin û rêbazeke derûnî ya taybetî ye ku ji bo pêvajoya bîranînên
trawmatîk tê bikaranîn. Ev derûnterapî li ser vê têgîna zanistî disekine ku
dema bi bîranînên trawmatîk re hişyarî û stimûlasyona hestî ya dualî tê bikaranîn,
dikare van bîranînan bi awayekî tendirustî bipêvage û bandora wan a neyînî kêm
bike.
Proseya vê
terapiyê bi awayekî hestayî û pispor pêk tê. Takekesên ku di terapîyê de ne li
ser bîranînên trawmatîk disekinin, di heman demê de derûnterapîst tevger û
reftarên çavan ên rîtmîk dike an jî cureyên din ên stimûlasyon bi kar tîne. Ev
stimûlasyon dikare bi rêya tevger û reftarên tiliyên derûnterapîst ku takekes
bi çavên xwe dişopîne, dengên alternatîf ku ji guhên çep û rast tên an jî temasên
sivik yên li destên çep û rastê pêk were.
Ev proses li
ser vê bingehê kar dike ku dema takekes di stresa trawmatîk de ye, nikare
bîraninan bi awayekî xwezayî bipêvage û ji ber vê yekê ew di bîra wî de bi
awayekî nehatî birêvebirin dimînin. Bi rêya stimûlasyona dualî, ev terapî alîkarî
dike ku van bîraninan bên rêk xistin û di nav bîra demdirêj de bi awayekî tendirustî
bêne bicihkirin, bêyî ku êş û janên wan ên berê hebin.
Ev derûnterapî
ne tenê li ser bîranîna trawmatîk disekine, lê herweha li ser fikr û ramanên neyînî,
hestên kêşedar û hestkirinên laşî yên ku bi trawmayê re têkildar in kar dike.
Bi dirêjahiya prosesê, van hemû aspektan kêmtir û takekes dikare bi awayekî tendirustî
bi bîranîna trawmatîk re mijûl bibe bêyî ku ew weke ewil êş û zehmetiyê çêbike.
Ev terapî ji
bo takekesên ku bi Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê - NSPT re rû bi rû ne bi
taybetî efektîv e, lê herweha ji bo kêşeyên din ên ku ji serpêhatiyên trawmatîk
çêdibin weke depresyona piştî trawmayê, nexweşiyên tirs û kêşeyên takekesayetê
jî tê bikaranîn.
Encam
Van rêbaz û
konstrûktên derûnî nîşanî me didin ku midaxaleyên zanistî û bi delîl, ji bo başî
û qenciya derûnî, nûşiyan û geşeya takekesane di kontekstên cuda de hatine
geşkirin. Her yek ji van rêbazan bi awayekî taybetî li ser gelemşe û kêşeyên
derûnî disekine û alîkariyê dike ku takekes ji bo jiyaneke saxlem û tendirustî
û bi nirx re têkildar bisekinin. Girîng e ku ev rêbaz ne çareseriyên yekcar in,
lê pêvajoyin dirêj in ku pêwîst e bi sebrê û bi alîkariya pisporan bêne
bikaranîn.
Di heman
demê de, divê were zanîn ku her takekes û her kêşeya derûnî cuda ye û rêbaza ku
ji bo takekesekî efektîf be dibe ku ji bo yê din ne ewqasî bijarte. Ji ber vê
yekê, pêwîst e ku takekes li gor arîşe û kêşeya xwe ya taybetî û taybetmendiyên
xwe rêbaza herî guncan hilbijêre, bi alîkariya pisporên terapiya derûnî.
Termên
sereke
Pejirandin (acceptance): Pejirandin ne wateya radestî an jî razibûnê ye, lê wateya wê ew e ku takekes bi hest, raman û ezmûn û serpêhatiyên xwe re bi awayekî vekirî û bêyî bertekên berfirehî bijî. Di terapiya derûnî de, pejirandin tê wateya ku takekes hest û ramanên xwe yên neyînî red nake, lê wan weke beşeke xwezayî ya jiyana mirov dipejirîne û bi wan re dijî.
Terapîya Pejirandin û Pabendiyê – TPP (Acceptance and Commitment Therapy – ACT): Rêbazeke derûnî ya nûjen e ku li ser çarçoveya zanista reftarî-kontekstî disekine. Ev terapî armanc dike ku takekes bi hest û ramanên xwe yên neyînî re bijî, lê di heman demê de li gorî nirx û armancên xwe tevbigere.
Reftarên Xwe Vedizînê (Avoidance Behaviors): Stratejiyên ku takekes bi kar tîne da ku ji hest, raman, bîranîn an jî rewşên ku êş an jî narahatiyek çêdikin dûr bikeve. Her çend van reftaran dikarin di demeka kurt de alîkarî bikin, lê di dirêjahiyê de kêşeyan dijwartir dikin.
Çalakiya Reftarî (Behavioral Activation): Rêbazeke derûnterapiyê ye ku bi taybetî ji bo depresyonê tê bikaranîn. Ev rêbaz takekesên ku bi depresyonê re rû bi rû ne han û teşwîq dike ku tevgerên xwe yên erênî zêde bikin û di çalakiyên bi kêf de beşdarî bibin da ku qenciya derûnî bilind bibe.
Terapîya Reftarî-Venasînî - TRV (Cognitive-Behavioral Therapy – CBT): Yek ji rêbazên herî navdar ên derûnî ye ku li ser têkiliya navbera raman, hest û reftaran disekine. Ev derûnterapî armanc dike ku takekes fikr û raman û reftarên xwe yên neyînî vebiguherîne.
Cudakirina Raman û Hizrên Venasînî (Cognitive Defusion): Pêvajoyeke ku takekesên ku di terapîyê de ne fêr dike ku raman û hizrên xwe weke tiştên derxweyî xwe bibînin, ne weke beşek ji xwe. Ev teknîk alîkarî dike ku bandora ramanên neyînî li takekesê kêm bibe.
Sererastkirina Raman û Hizrên Venasînî (Cognitive Restructuring): Stratejiyeke derûnterapiyê ye ku takekesên ku di terapîyê de ne fêr dibin ku ramanên xwe yên nerast an jî neyînî nas bikin û wan bi ramanên rast û tendirustî veguherînin.
Tevger û Çalakiyên Pabend (Committed Action): Pêvajoyeke ku armanc dike ku takekes tevgerên xwe li gorî nirxên xwe bike, her çend hest û ramanên wan neyên pejirandin jî. Ev tevger bi rêya destnîşankirina armancên rojevane û dirêjmdet û bicihkirina wan pêk tê.
Terapîya Zîqbûyiya Dilsojiyê – TZD (Compassion-Focused Therapy – CFT): Rêbazeke derûnî ye ku li ser geşkirina xwedilovaniyê û rêvebirina hestî disekine. Ev terapî bi taybetî ji bo takekesên ku bi şerm, lawaziya xwe û kêşeyên derûnî yên din re rû bi rû ne efektîv e.
Zanista Reftarî-Kontekstî (Contextual Behavioral Science ): Çarçoveyeke zanistî ye ku li ser têgihiştina reftara mirov di konteksta wê de disekine. Ev zanist bingeha Terapîya Pejirandin û Pabendiyê ye.
Mekanîzmeyên Serîderîkirinê (Coping Mechanisms ): Stratejî û teknîkên ku takekes bi kar tîne da ku bi stres, kêşe an jî rewşên zehmet re rû bi rû bibe. Van mekanîzman dikarin erênî (weke werziş, medîtasyon) an jî neyînî (weke alkolîzm, dûrketina ji takekesên din) bin.
Xwebûna Kakilî (Core Self ): Konstrûkta derûnî ya ku zagonên bingehîn ên takekesayetê vedibêje. Ev nirxên bingehîn, baweriyên xwezayî, taybetmendiyên takekesayetê û pêkhateya derûnî ya bingehîn vedihewîne ku di kontekstên cuda de berdewam e.
Veqetandin (Dissociation ): Rewşeke derûnî ye ku tê de takekes hest dike ku ji laş, hest an jî bîranînên xwe veqetiye. Ev dikare weke mekanîzmeyeke parastinê di dema trawmayê de çêbibe, lê dikare bibe sedemê kêşeyên dirêjmdet.
Pêvajoya Hestî (Emotional Processing): Pêvajoya ku tê de takekes hestên xwe nas dike, wan fêm dike û bi awayekî tendirustî bi wan re mijûl dibe. Di terapiya derûnî de, ev pêvajo alîkarî dike ku takekes bi hestên xwe yên zehmet re rû bi rû bibe û wan çareser bike.
Germiya Hestî (Emotional Warmth): Rewşa ku tê de takekes hestên erênî ên weke dilovanî, xweşevîn û dilsojî hest dike. Di Terapîya Zîqbûyiya Dilsojiyê de, geşkirina germiya hestî armanceke girîng e.
Teknîkên Dûçarhiştinê (Exposure Techniques): Rêbazên terapiyê yên ku takekesên ku bi tirs an jî obsesyonan re rû bi rû ne bi awayekî gav bi gav bi van tirsan re rû bi rû dibin, da ku van kêşeyan bêne kêmkirin. Ev bi rêya kontrolkirî û bi hêdî hêdî pêk tê.
Nehestiyarî û Veşiyaniya bi Tevgera Çavan – NVTÇ) (Eye Movement Desensitization and Reprocessing – EMDR) - Rêbazeke derûnî ya taybetî ye ku ji bo pêvajoya bîranînên trawmatîk tê bikaranîn. Ev terapî bi stimûlasyona hestî ya dualî kar dike.
Derkeftinên Zêde (Hyperarousal): Rewşeke ku tê de takekes bi awayekî zêde hişyar e, bi hêsanî aciz dibe û reaksiyonên berfirehî nîşan dide. Ev yek ji nîşaneyên sereke yên Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê ye.
Nîşaneyên Têkçûnê (Intrusion Symptoms): Nîşaneyên ku tê de bîranînên trawmatîk bi awayekî bêcihbawer û bêkontrol vedigerin bîra takekesê. Ev dikare bi riya xewnên xerab, bîranînên zelal an jî hestkirina ku rûdana trawmatîk dîsa çêdibe were xwe nîşandan.
Hişyariya Demê (Mindfulness): Rewşa ku tê de takekes bi awayekî bêalî û bi hişyarî li ser dema niha ye, bêyî ku li ser derfetên kevin an jî pêşiyê ramanan bike. Ev di gelek rêbazên terapiyê de weke teknîkeke bingehîn tê bikaranîn.
Çêkirina Çîrokê (Narrative Construction): Pêvajoya ku tê de takekesên ku trawmayê dijîne çîroka serpêhatiya xwe bi awayekî rêkûpêk û bi wate veguherin. Ev alîkarî dike ku bîranînên trawmatîk bêne rêk xistin û fêm kirin.
Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê – NSPT (Post-Traumatic Stress Disorder – PTSD): Nexweşiyeke derûnî ya giran e ku piştî berberdan bi rûdanên trawmatîk çêdibe. Nîşaneyên wê têkçûnên bîranînan, reftarên xwe vedizînê û derkeftinên zêde hene.
Hebûna Niha (Present Moment Awareness): Rewşa ku tê de takekes bi awayekî tevahî li ser dema niha ye û ji ramanan derbarê derfetên kevin an jî pêşiyê dûr ketiye. Ev di Terapîya Pejirandin û Pabendiyê de pêvajoyeke girîng e.
Nûşiyana Derûnî (Psychological Resilience): Qabiliyeta takekesê ku piştî kêşe, trawma an jî rewşên zehmet bi lez xwe bigihîne û jiyaneka xweştir vegerîne. Ev bi rêya geşkirina stratejiyên serîderîkirin û lêgerînê û xurtkirina taybetmendiyên derûnî pêk tê.
Xwe Weke Kontekstê (Self-as-Context): Pêvajoyeke ku takekesan alîkarî dike ku xwe weke takekesayetekî bêdawî û guherbar bibînin, ne tenê weke komek raman û hest. Ev di Terapîya Pejirandin û Pabendiyê de pêvajoyeke girîng e.
Şerm (Shame): Hesteke kûr a neyînî e ku tê de takekes xwe weke takekesekî xerab, bêqîmet an jî nepejirandî dibîne. Şerm ji guneh cuda ye ku guneh li ser tiştekî taybetî ye, lê şerm li ser tevahiya takekesayetê ye.
Terapîya Zîqbûyiya Trawmayê – TZT (Trauma-Focused Therapy – TFT): Rêbazeke derûnî ya taybetî ye ku ji bo çareserkirina encamên derûnî û hestî yên serpêhatiyên trawmatîk tê bikaranîn.
Bîranîna Trawmatîk (Traumatic Memory): Bîranînên serpêhatiyên trawmatîk ên ku bi awayekî nehatî bipêvajotin di bîra takekesê de dimînin û bandoreke neyînî li jiyana wî dikin. Van bîraninan dikarin bi rêya teknîkên terapiyê bêne çareser kirin.
Nirx (Values): Prensîb û baweriyên bingehîn ên ku takekes ji bo jiyana xwe girîng dibîne û li gorî wan tevdigere. Di Terapîya Pejirandin û Pabendiyê de, destnîşankirina û jiyîna li gorî nirxan armanceke sereke ye.
Comments
Post a Comment