Destpêk Yek ji pirsên herî balkêş ên derûnnasiya civakî ev e: Ma bendewarî û hêviyên me yên binhîşî (subconscious) bandorê li ser tevger û reftarên kesên din dikin? Lêkolînên zanistî yên salên dawî nîşan dane ku bersiva vê pirsê erênî ye. Hêvî û bendewariyên me ne tenê tevger û reftarên kesên din dirûşînin, lê herweha bi rêya ragihandina nedevkî ( nonverbal communication ) veguheztineke hêzdar pêk tînin. Di vê pêvajoyê de, hevdilî ( empathy ) û xwe-zanîn ( self-awareness ) weke amûrên girîng xuya dibin û alîkariya me dikin ku pêşdaraz ( bias ) û hikmên xwe nas bikin û wan kêm û qels bikin. Ceribandina li ser mişkan Di destpêka salên 1960î de, di Zanîngeha Bakurê Dakota de ceribandineke girîng a derûnnasiyê bi xwendekaran re hate kirin. Ev ceribandin bi mişkên laboratûwarê re dihate kirin û amanca wê diyarkirina bandora hêvî û bendewariyan li ser performansê bû. Nîvê xwendekaran hatin agahdarkirin ku mişkên wan ji aliyê genetîkî ve amade bûn ku di fêrbûna derbazkirina labîren...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی