Skip to main content

JAN Û JIYANA BÊWATE

Jan weke agirê sor e - ew ne pirs û girêk e, ew nîşana pirs û girêkê ye.

Destpêk

Vê serdema nûjen mirov di navbera gelek pirs û girêkên nû de hiştiye û yek ji wan pirs û girêkên herî kûr ew e ku mirov ji wateya jiyana xwe dûr ketiye. Ev dûrketina ji wateya jiyanê ne tenê pirs û girêkeka takekesî ye, lê di heman demê de pirs û girêkeka civakî ya mezin e ku bandora wê li ser hemû aliyên jiyana mirovî heye.

Dema em li derdora xwe dinêrin, em dibînin ku mirov her roj li dijî vê pirs û girêkê di nava şer de ye. Sibê dest bi şol û kar dike, êvarê vedigere malê û di navbera van herdu deman de ji-xwe-dipirsiye: "Ez çi me? Çi wateya jiyana min heye? Ez çima li vir im?" Ev jixwepirsayarî pirs û girêka rojane ya bi milyonan mirovan e li ser rûyê erdê.

Ev pirs û girêk ne tenê ji bo wan takekesan e ku di rewşeke xirab a aborî an civakî de ne. Ev pirs û girêk li cem wan takekesên jî heye ku ji aliyê aborî ve serkeftî ne, malbata wan heye, şol, kar û xebata wan heye, lê hîn jî hest dikin ku tiştek ji jiyana wan kêm e. Ev "kêmbûn" çi ye? Ev kêmbûn wateya jiyanê ye.

Nêrîna şaş a civaka nûjen li ser janê

Civaka nûjen bi awayekî çewt û xerab ji bo çareserkirina vê pirs û girêkê rê nîşan daye. Civak dibêje mirov: "Ger tu ji jiyana xwe ne-razî ye, ev ji ber ku tu têra xwe negihîştiye bextewariyê ye. Zêdetir bextewar be, zêdetir erênî (pozîtîf) be, zêdetir serkeftî be." Lê ev rêçareserî ne tenê şolkar nake, di heman demê de pirs û girêkê zêdetir dikin.

Çima ev rêçareserî şolkar nake? Ji ber ku ew li şûna ku sedemên rastîn ên vê pirs û girêkê nas bike û li ser wan bixebite, hewl dide ku nîşaneyên pirs û girêkê ji holê rake. Ev mîna wê ye ku mirov li şûna ku nexweşiya xwe derman bike, tenê hest neke ku tu nexweş e (nexweşiyê bincil bike).

Jan di civaka me de bûye tabûyek. Takekesê ku êş û janê dikşîne weke takekesekî qels, kesekî bêhêz, kesekî ku nikare xwe bi cihanê re biguncîne tê dîtin. Ev nêrîneke şaş û çewt e ku encamên wê yên xerab hene.

Wateya rastîn a janê

Janê mirovî ji xwezayê xwe heye. Mirov bi milyon salan ve janê dide/dikşîne. Jan beşek e ji jiyana mirovî. Jan weke hêrsê ye, weke kêfê ye, weke tirsê ye - hesteke mirovî ye ku wateya xwe heye û fonksiyonên xwe yên girîng ên jiyanî hene.

Lê civaka nûjen janê weke bêpergalî û nexweşiyekê dibîne ku divê bê dermankirin, bi derûnterapiyan, bi rêbazan were dermankirin. Ev nêrîn janê ji wateya xwe ya rastîn dûr dixe û mirov berbi rêçareseriyên şaş ve dibe.

Dema mirov janê weke bêpergalî û nexweşiyekê dibîne, ew dest bi şerê li dijî janê dike. Lê ev şer şerekî bêwate ye ji ber ku jan ne dijminê mirov e. Jan nîşana ku tiştek li jiyana mirov ne-rast (şaş) e. Jan weke agirê sor e - ew ne pirs û girêk e, ew nîşana pirs û girêkê ye.

Civakên rojhilatî û civakên kevn janê bi awayekî cuda dinirxandin. Li wir jan weke pîrozî, weke kûrbûn, weke rê bo veguhertinê tê dîtin. Mirov dema jan dikşîne, ew weke takekesekî ku bi kûrbûna jiyanê re rû bi rû maye tê dîtin, ne weke takekesekî kêm û qels.

Mekanîzmayên Qedexekirina Janê

Civaka me bi awayên cihêcihê êş û janê qedexe dike. Ev qedexekirin ne tenê bi qanûn an bi hêzê tê kirin, bi rêbazên veşartî û zihnî jî tê kirin ku mirov xwe mecbûr hest dike ku êş û jana xwe veşêre.

Yekem mekanîzma medîkalîzasyonê ye. Civak ji mirov re dibêje êş û jana xwe bi dermanên bijîşkî derman bike. Derûnbijîşk, dermansaz, antîdepresant - ev hemû rêbaz in ku armanca wan ew e ku janê ji holê rakin. Lê ev rêbaz pirs û girêka bingehîn çareser nake, tenê nîşaneyên wê vedişêre ango taloq dike.

Duyem mekanîzma mecbûrkirina erênîbûnê (pozîtîfbûn) ye. Civak ji mirov re dibêje pozîtîf be. "Ramanên erênî, erênî bifikir, bextewar be, bi jiyana xwe qayîl be." Ev zihniyeta mecbûrkirina bextewariyê mirov berbi jiyana derewîn ve dahf dide. Mirov mecbûr e ku herdem bikene, herdem bextewar xuya be, herdem qayil û razî be.

Sêyem mekanîzma takekesayekirina pirs û girêkan e. Civak ji mirov re dibêje ku hemû pirs û girêk ji ber wî ye (ew bi ‘xwe’ ye). "Ger jiyana te bi êş û jan e,  ev ji ber ku tu têra xwe ne bikêrhatî ye. Zêdetir hewl bide, zêdetir bixebite." Ev mekanîzma mirov asteng dike ku pirs û girêkên civakî nas bike.

Çarem mekanîzma konsûmerîzm e. Civak ji mirov re dibêje bi konsûmerîzmê jiyana xwe dagire. "Zêdetir tiştan bikire, zêdetir sefarî bike, zêdetir dîlanê bike." Ev zihniyeta konsûmerîzmê mirov bi bîrkirina wateya jiyana xwe, bi tiştên derxweyî ve girê dide.

Pêncem mekanîzma jiyana nîşandanê ye. Civak ji mirov re dibêje bi medyaya civakî jiyana xwe nîşan bide. "Jiyana xwe parve bike, nîşan bide ku tu çiqasî bextewar î, çiqasî serkeftî yî." Ev zihniyeta nîşandan mirov berbi jiyana derewîn ve dibe ku tê de mirov ji bo nîşandanê dijî, ne ji bo xwe.

Civaka nesaxnenemirî û encamên wê

Civaka ku janê qedexe dike civakeka nesaxnenemirî ye. Ev civak nikare rast bijî, ne jî dikare rast bimire. Mirov di vê civakê de di navbera jiyan û mirinê de digere - ne tam zindî ye, ne jî tam mirî ye (sax e lê nane miriyan dixwe).

Civaka nesaxnenemirî bi hîsteriyeka parastina jiyanê tûş bûye. Hertişt ji bo parastina jiyanê tê kirin: Xwebûn û ewlekarî, siheta mirov, îstîqrara aborî, parastina ji her cureyê metirsiyê. Lê ev "jiyan" ku tê parastin çi cure jiyanek e?

Ev jiyanek e ku tê de mirov nikare rast hest bike. Mirov mecbûr e ku herdem pozîtîf be, herdem bextewar be, herdem razî be. Nikare janê bikşîne, nikare hêrs bibe, nikare bi rastî şert û mercên jiyana xwe rexne bike. Ev jiyanek e ku tê de mirov ji hebûn û  xwebûna xwe dûr dike. Mirov di vê civakê de ne dikare pirseke bingehîn ji xwebûna xwe bike: "Ez çi me? Ez çi ji jiyanê dixwazim? Çi wateya jiyana min heye?" Ev pirs û pirsyar bûne tabû û mirov ê ku van pirsan dike weke takekesekî bêpergal û nexweş tê dîtin.

Ev jiyanek e ku tê de mirov ji hevdu dûr dikevin. Her tak û kes bi pirs û girêkên xwe re tenê ye. Her tak û kes mecbûr e ku nîşan bide ku bi jiyana xwe razî û qayil e ku hertişt baş e. Ev vir û derewa civakî, mirov ji hevdu dûr dixe û têkiliyên rastîn asteng dike.

Mirov di vê civaka ne-mirî de bi "westiyaya xwebûna xwe" tûş dibe. Ev westiyaya xwebûna xwe ne westiyaya laşî ye, westiyaya derûn û giyan e. Mirov hest dike ku jiyana wî bêwate ye ku ew nikare tiştekî watedar bike ku ew di çerxeka bêdawî de digere.

Têkiliya winda û tenêtiya civakî

Yek ji encamên herî xerab ên civaka nesaxnenemirî ew e ku têkiliyên mirovî yên rastîn winda dibin. Mirov di vê civakê de nikare bi rastî bi takekesekî re têkiliyan deynin ji ber ku têkiliya rastîn birînê bi xwe re tîne.

Têkiliya rastîn çi ye? Têkiliya rastîn ev e ku mirov dikare bi takekesekî re bi giştî û tevayî danûstandinê ava bike, dikare hestên xwe yên rastîn nîşan bide, dikare êş û janên xwe parve bike, dikare birînên xwe nîşan bide. Lê civaka nesaxnenemirî vê cure têkiliyê qedexe dike.

Li şûna têkiliyên rastîn, civaka nesaxnenemirî têkiliyên performansê pêşkêş dike. Di van têkiliyan de mirov mecbûr e ku herdem pozîtîf be, herdem bextewar xuya bike, herdem nîşan bide ku hertişt baş e. Ev cureyê têkiliyan ne tenê derewîn in, di heman demê de mirov ji hevdu dûr dixin.

Evîn di civaka nesaxnenemirî de jî bi vê zihniyetê tê şîrovekirin. Evîn weke konsûmerîzm tê dîtin - mirov takekesekî evîndar e ji bo ku wî/wê kêfxweş bike, ji bo ku ji wî/wê re sûdekê bi/bîne. Evîn weke xerckirin û weke sûdegirî tê dîtin, ne weke têkiliya kûr a mirovî.

Dostanî jî bi heman awayî tê şîrovekirin. Dostê mirov ji bo ku ji hev kêfê bistînin, ji hev şahî û dîlanê bikin, yek ji din sûdê bigirin. Dostaniya ku tê de mirov dikare bi rastî xwe nîşan bide, dikare birînên xwe parve bike, dikare janên xwe vebibêje - ev cureyê dostaniyê di civaka nesaxnenemirî de cihê wê tüne ye.

Encama hemûyan ev e ku mirov di civakê de tenê dimîne. Her tak û kes bi derûn û giyana xwe re tenê ye, bi êş û janên xwe re tenê ye, bi pirs û girêkên xwe re tenê ye. Ev tenêtiya civakî yek ji hêmanên herî girîng ên zêdebûna janê di civaka nûjen de ye.

Performansa civakî û jiyana derewîn

Civaka nesaxnenemirî ji mirov re performanseke domdar dixwaze. Mirov mecbûr e ku herdem performansa baş nîşan bide: Di şol û xebatê de, di malbatê de, di têkiliyên civakî de, di medyaya civakî de. Ev performansa domdar mirov ji hebûn û xwebûna xwe dûr dixe.

Performansa civakî çi ye? Ev ew e ku mirov li şûna ku bi rastî xwebûna xwe bibîne, roleka ku civak ji wî/wê re diyar kiriye bilîze. Ev rol dikare rola kar û xebitkarê yê serkeftî be, rola dayik an bavê yê kamil be, rola hevalê yê herdem pozîtîf be.

Pirs û girêka vê performansê ew e ku ew mirov ji hestên xwe yên rastîn dûr dixe. Mirov dema herdem mecbûr e ku pozîtîf be, ew nikare êş û janê xwe hest bike. Dema herdem mecbûr e ku serkeftî xuya bike, ew nikare pirs û girêkên xwe nas bike. Dema herdem mecbûr e ku bextewar xuya bike, ew ji wateya rastîn a bextewariyê dûr dikeve.

Medyaya civakî ev performans gihândiye asteka nû. Mirov îro mecbûr e ku jiyana xwe li gorî medyaya civakî bi awayekî bextewar û serkeftî nîşan bide. Ev mecbûrîbûn mirov berbi jiyana derewîn ve dibe ku tê de mirov ji bo nîşandanê dijî, ne ji bo hebûn û xwebûna xwe.

Jiyana derewîn çi ye? Ev jiyana ku tê de mirov rolekê bilîze ku ne yê wî/wê ye. Mirov di vê jiyanê de bûye aktorenek ku roleke bilîze lê hebûn û xwebûna xwe ji wê rolê dûr hest dike. Ew dizane ku jiyana ku ew dijî ne jiyana wî ya rastîn e, lê nikare ji wê derkeve.

Mekanîzmayên înkarkirina rastiyê

Civaka nesaxnenemirî ji bo ku xwe biparêze û berdewam bike, mekanîzmayên înkarkirina rastiyê bi kar tîne. Ev mekanîzma mirov asteng dikin ku rastiya jiyana xwe bibînin û pirs û girêkên xwe yên rastîn nas bikin.

Yekem mekanîzma "ramanîna erênî" ye. Civak ji mirov re dibêje ku ew divê herdem pozîtîf birame, herdem hêviya wî/wê hebin, herdem li aliyê baş li tiştan binihêrin. Ev mekanîzma mirov asteng dike ku rexneyên rastîn li jiyana xwe bikin.

Duyem mekanîzma "takekesanekirin" e. Civak ji mirov re dibêje ku hemû pirs û girêk ji ber wî/wê ye. "Ger tu bi jiyana xwe ne qayil û razî ye, ev ji ber ku tu têra xwe ne-kêrhatî ye. Zêdetir hewl bide, zêdetir bixebite." Ev mekanîzma mirov asteng dike ku pirs û girêkên civakî nas bike.

Sêyem mekanîzma "guhnedê" e. Civak ji bo ku pirs û girêkên rastîn îgnor bike, balê mirov berbi tiştên din ve dike: Kêf û dîlan, konsûmerîzm, medyaya civakî. Ev mekanîzma mirov ji bo demeka kurt aram dike lê pirs û girêka bingehîn çareser nake.

Çarem mekanîzma "medîkalkirin" e. Civak pirs û girêkên jiyanî weke pirs û girêkên medîkalî rê dibîne û ji bo wan dermanan pêşkêş dike. Ev mekanîzma pirs û girêkên mirovî û civakî vediguhêre pirs û girêkên teknîkî.

Vegera jiyana biwate

Ger mirov bixwaze ji jiyana bêwate derkeve û berbi jiyana biwate ve biçe, divê ew ji destpêkê dest pê bike: Qebûlkirina janê weke beşekî xwezayî û girîng ê jiyana mirovî.

Qebûlkirina janê ne teslîmbûn e, vegera wateya janê ye. Jan nîşana ku tiştek li jiyana me şaş e. Jan rêberê me ye berbi guhertin û baştirkirinê ve. Jan mifteya me ye ji bo fêmkirina ku em çawa dijîn û çawa dikarin baştir bijîn.

Lê qebûlkirina janê bi tenê bes nake. Mirov divê herwisa ji mekanîzmayên civaka nesaxnenemirî derkeve û berbi jiyana rastîn ve biçe. Yekem, mirov divê ji performansa civakî derkeve. Ev tê wê wateyê ku mirov divê rawestîne û ji xwe û xwebûna xwe bipirse: "Ez kî me? Ez bi rastî çi dixwazim ji jiyanê? Jiyana min a rastîn kîjan e?" Ev pirs û pirsyarî ne hêsan in lê pir girîng in.

Duyem, mirov divê ji têkiliyên vir û derewîn derkeve û berbi têkiliyên rastîn ve biçe. Têkiliyên rastîn ev in ku tê de mirov dikare bi tevayî xwe bibe, dikare hestên xwe yên rastîn nîşan bide, dikare birînên xwe parve bike.

Sêyem, mirov divê ji konsûmerîzm û materiyalîzmê derkeve. Ev tê wê wateyê ku mirov divê bibîne ku bextewarî û wate ji tiştên derxweyî nayên. Wate ji hundir (navxweyî) tê, ji têkiliyan tê, ji wateyên ku mirov ji bo jiyana hebûn û xwebûna xwe çêdike tê.

Çarem, mirov divê ji medyaya civakî û jiyana nîşandanê derkeve. Medyaya civakî dikare amûrek baş be ger rast were bikaranîn, lê ger vebiguhêre astengeke ji bo jiyana rastîn, divê mirov jê dûr bikeve.

Encam

Dahûrîna vê xebatê nîşan dide ku serdema nûjen bi înkarkirina janê û girêdana jiyana bi hîsteriya parastina jiyanê re jiyaneka mekanîkî û bêwate çêkiriye. Civaka ku dixwaze êş û janê qedexe bike û bextewariyê bike armanceke takekesane, di rastiyê de jiyanê ji wateya xwe ya bingehîn dûr dixe.

Jan ne tenê ezmûnek takekesî ye, di heman demê de mifteya fêm û têgihiştina civakê ye jî. Înkarkirina janê û ceribandina jiyana bêjan dibe sedema wendabûna girêdanên mirovî yên rast û çêbûna civakeka nesaxnenemiriyan ku ne dikare bijî ne jî dikare bimire.

Derbasa janê û qebûlkirina birîndarbûnê weke şertê mirovbûnê, rêya yekane ye ji bo çêkirina têkiliyên rast û pêk û pêşxistina jiyaneka bi wate. Tenê bi vî awayî dikare mirov ji westiyaya hebûn û xwebûna xwe ya narsîsîstîk derkeve û bigihîje têkiliyeka rastîn bi yê-din re.

 


Çavkanî

  1. https://english.elpais.com/culture/2023-10-08/byung-chul-han-the-philosopher-who-lives-life-backwards-we-believe-were-free-but-were-the-sexual-organs-of-capital.html
  2. https://newintrigue.com/2020/06/29/the-philosophy-of-byung-chul-han/

 

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...