(Ceribandinek) Pirsên hebûnî û xwebûnî yên kurdan Kî mirov e? Kî weke mirov tê hesibandin? Jiyana kê weke jiyana mirovan tê qebûlkirin? Ev pirs ji bo gelê kurd û axa Kurdistanê ne tenê pirsên felsefî ne, lê pirsên hebûnî, derûnî, dîrokî û jiyanî ne. Ev pirs di dilê dîroka kurdan de, di nav êş, zilm û têkoşîna wan de kûr mane. Navê "Kurd" û "Kurdistan" di pergala cîhanî ya nûjen de gelek caran hatiye paşguhkirin, înkarkirin û bi awayekî sîstematîk ji bîranînan hatiye derxistin. Bi milyonan kurdên ku li ser axa xwe û li derveyî welatê xwe dijîn, jiyana wan weke "bêqîmet-rûmet, tune-winda" tê dîtin. Ne tenê hebûna wan, mirina wan jî tê înkarkirin, nav û nîşana wan tê tunekirin û şîn û şûna wan weke "ne-rewa" tê hesibandin. Pirsa sereke ji bo me kurdan ev e: "Kî ji me dikare şîna miriyê xwe bigire? Kîjan termê me bi rêzgirtin tê veşartin? Li ser kevirê gora wî/wê kîjan nav tê nivîsandin?" Bersiv bi êş û jandar e: Yên ku di çarçoveya d...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی