Destpêk
Rêberî û
şêwirmendiya derûnî yek ji warên herî girîng ên zanistên mirovahiyê ye ku di
navenda xizmetguzariyên mirovî de cih digire. Ev war bi awayekî berbirinkar
geşe dibe û armanca wê pêşkêşkirina alîkariyê ye bo takî û civakê ji bo
bidestxistina bexteweriyê û tendirustiya derûnî. Di vê nivîsê de, em ê têgeh,
mêjû, armancên sereke, rêbaz û warên sepandinê yên rêberî û şêwirmendiya derûnî
bi awayekî kurt û kurmancî pêşkêş bikin.
Rêberî û
şêwirmendiya derûnî weke têgehanek hevbeş tê bikaranîn û pêşkêşkirin bo xizmetguzariya
veguherina tevger û reftaran ber bi başbûnê ve. Her du têgeh bi hev re girêdayî
ne û her yek têkûzkerê yê din e. Ji ber vê yekê pênase gelek hatine kirin li
ser van têgehan û derbirînê ji bîrdozên cihê dikin, lê armanca hemûyan yek e û
giranî li ser heman derbirîn û ramanê dikin.
Pênasa
Şêwirmendiya Zanayî Alîkariyeka
bihêz e li ser bingehên kesayetiya takî ku girêdayî ye bi pirs û girêkên kesî
yên fêrbûnê û pîşeyî û hewl bo tê kirin ji bo çareseriya wan kêşeyan bi
hevkariya kesên pispor di vî warî de û sûdwergirtinê ji dibistanê û civakê ji
beşek têkeliya takî digel wan û dibe handanek bo danîna biryaran.
Pênasa
Civata Amerîkî ya Zanistên Derûnî Şêwirmendî pêşkêşkirina xizmetguzariyan e ku tê
pêşkêşkirin ji aliyê pisporên vî warî bo takî li gorî binema û pêkhateyên
şêwirmendiyê, xwendin li ser reftarê mirov di qonaxên geşedana cihê de û
pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo takî bo girankirin li ser aliyê erênî yê
kesayetiya bihêz bo bidestxistinê û cîbicîkirina serkeftinê û bidestxistina hêz
û şiyan(skills)ên nû de alîkar bo pêkhatina pêdiviyên geşedanê digel jiyana tê
de dijî.
Rêberî û
şêwirmendiya derûnî pêvajoyek avaker (constructive process) a mirovî ye da ku
di hebûna xwe de bigehe û kesayetiya xwe binase. Dîsan alîkar e da ku mirov
şiyan û pisporiyên xwe bizane û bixwîne û xwe pêşbixe. Mirov bi xwe pirs û
girêkên xwe çareser bike li gorî hez û şiyan û zanîna xwe.
Mêjûya Rêberî û Şêwirmendiya Derûnî
Rêberî û
şêwirmendiya derûnî gelek kevn e, her ji serdemê hebûnê ta gihaştiye qonaxên
îro de her hebûye. Bi kurtasî dê dabeşî ser çend qonaxan bikin
Qonaxa Terkîzkirina li ser Rêberiya Pîşeyî
Ev qonax li
destpêkên sedsala bistî derket li ser destê zana Frank Parsons di sala 1908 de
ku di kitêba xwe ya bi navê "Hilbijartina Pîşeyî" (Vocational Choice)
de û tê de giraniya sê gavên hilbijartina pîşeyî dîtiye. Tê de behsa lêkolîna
pîşeyî dike ku pêkhatî ye ji şiyan û berhemî û hezan û tê de diyar dike ku divê
kesê guncayî bo cihê guncayî be.
Qonaxa Terkîzkirina li ser Rêberiya Perwerdehiyê
Çalakiyên vê
qonaxê hatin kirin di warên perwerdehiyê de zêdeyî warê pîşeyî. Ev qonax derket
di warê têgihiştinê de ku tiştek ji nirxekê derket di navbera dibistanê ji
aliyê zanînî û pêdiviyên serkeftinê di jiyana praktîkî de û çareseriya wê bû ku
girêdan bête kirin di navbera perwerdehiyê û fêrbûna jiyanê.
Qonaxa Zanista Derûnî ya Şêwirmendiyê
Ev qonax li
destpêka sedsala bîstan de derket. Di vê qonaxê de diyarkirî ye ku rêberî kirin
ne kriyarek wekîhev e di navbera hêz û şiyanên takî digel pêdiviyên pîşeyî. Li
vir serdestiya şêwirmendiyê hin taybetmendiyên dûr hîn hene digel takî.
Têgihîştinên Sereke yên Rêberî û Şêwirmendiya Derûnî
Gelek
têgihîştinên van têgehehan hene, lê bi kurtasî dê di van xalan de diyar bikin
- Berfireh Bûn Rêberî û şêwirmendiya derûnî
tenê pirs û girêkên kesayetî bi xwe ve nagire, belkî hemû warên jiyanê bi
xwe ve digire.
- Giştîbûn Rêberî û şêwirmendiya derûnî
hin xizmetan tê pêşkêşkirin bo hemû kesan, çi yên asayî bin yan nexweş bin
ango bo hemû kesan.
- Herberî Bûn Rêberî û şêwirmendiya derûnî
li hemû cîhan tê pêşkêşkirin û ne ya girêdayî ye bi navendek an dibistanê
û cihên taybet.
- Pisporbûna Pir-warî Rêberî û şêwirmendiya derûnî
ne tenê pispor ê derûnî bi vî rolî radibe belkî pisporên civakî û zana û
mamoste dikarin rêberî û şêwirmendiyê encam bidin.
Naverok û Armancên Rêberî û Şêwirmendiyê
Bernameyên Rêberî û Şêwirmendiya Derûnî
Yekem
Xizmetguzariyên Xweparêziyê (Preventive Services) Ev ê digire ku mirov xwe parastine
ji kêşe û nexweşî û têkçûn û nerehetiyên derûnî û civakî.
Duyem
Xizmetguzariyên Geşedanê (Developmental Services) Ev qonax merem ji wê ye ku geşedana
şiyan û zanînên kesê asayî û karbîriya wan zêdetir lê bê li ser her kêşe û
karûbarê.
Sêyem
Xizmetguzariyên Çareseriyê (Remedial Services) Ev qonax piştî qonaxê xweparêziyê
tê û eger kêşe peyda bû li vir rêberî û şêwirmendî dê rolê çareseriyê bibîne.
Armancên Sereke
- Bidestxistina Xwebûnê/Xweyî
(Self-actualization) Bidestxistina xweyî ji armancên rêberî û
şêwirmendiya derûnî ye û yek ji sereke yên pêdiviyên mirovî ye. Ev armanc
alîkarî dike ku mirov bi tevahî şiyan û qabiliyetên xwe diyar bike û xwe
bi awayekî têkûz pêşve bibe.
- Bidestxistina Hevahengiyê
(Adjustment) Di vê
armancê de rêberî û şêwirmendiya derûnî veguherîna û rastkirin a reftarê
mirovî ye di jîngeha derdûr de da ku mirov xwe biguncîne digel jîngeha ku
tê de dijî. Ev armanca alîkariyê dike ku mirov bi awayekî sax û saxlem li
dijî kêşeyan bisekine.
- Bidestxistina Saxlemiya Derûnî
(Mental Health)
Armanca rêberî û şêwirmendiya derûnî li vir peydakirina tendirustiya
derûnî û bexteweriya mirovî ye. Ev armanca mirovî dibe ku di rewşa derûnî
ya sax de bijî û bi bextewerî jiyana xwe berdewam bike.
- Baştirkirina Kiriyara Perwerdehiyê
(Educational Improvement) Armanca rêberî û şêwirmendiya derûnî di vî warî
de bidestxistina perwerdehiyeke baş û karbîger e. Ev armanc alîkarî dike
ku mirov di pêvajoya fêrbûnê de serkeftî be û bi awayekî baş fêr bibe.
- Bidestxistina Pîşeyî
(Vocational Achievement) Armanca rêberî û şêwirmendiya derûnî di vî warî
de dê bête bidestxistin eger hilbijartina rast bête kirin bo karê takî. Ev
armanc alîkarî dike ku mirov pîşeyeka li gorî şiyan û hezên xwe hilbijêre
û tê de serkeftî be.
- Bidestxistina Civakî (Social
Achievement) Rêberî
û şêwirmendiya derûnî di vî warî de giraniya qalîteyê xweşiyê ye digel yên
derdûr. Ev armanc mirovî dibe ku pêwendiyên civakî yên baş û karbîger ava
bike û di nav civakê de cihekî erênî deynî bike.
Warên Sepandinê yên Şêwirmendiya Derûnî
- Şêwirmendiya Pîşeyî (Vocational
Counseling)
Alîkarî dike ku mirov pîşeyeka li gorî şiyan û hezên xwe hilbijêre û di vê
pîşeyê de serkeftî be.
- Şêwirmendiya Perwerdehiyê
(Educational Counseling) Di warê perwerdehiyê de alîkarî û rêberî pêşkêş
dike ji bo bidestxistina serkeftina akademîk.
- Şêwirmendiya Tak û Kom
(Individual and Group Counseling) Şêwirmendî bi awayê takekesî yan jî bi komî tê
pêşkêşkirin li gorî pêdiviya kesê an jî komê.
- Şêwirmendiya Giştî (General
Counseling)
Şêwirmendiya ku hemû warên jiyanê bi xwe ve digire û pêdiviyên giştî yên
mirovî dihejîne.
- Şêwirmendiya Rêkxistî
(Organizational Counseling) Di nav rêkxistinan de ji bo çareseriya pirs û
girêkên karî û baştirkirina performansê tê bikaranîn.
- Şêwirmendiya Tendirustiyê
(Health Counseling) Di warê tendirustiyê de alîkarî û rêberî pêşkêş
dike ji bo parastin û baştirkirina tendirustiyê.
- Şêwirmendiya Reftarî
(Behavioral Counseling) Ji bo guherandina reftarên ne erênî û
bidestxistina reftarên baş tê bikaranîn.
- Şêwirmendiya Malbatê (Family
Counseling) Di nav
malbatê de ji bo çareseriya pirs û girêkên malbatî û baştirkirina
pêwendiyên malbatî tê sepandin.
Pêdiviyên Rêberî û Şêwirmendiya Derûnî
- Guherankariyên digel Geşedana
Takî (Developmental Changes) Di her qonaxê geşedanê de mirov bi kêşe û
guhertinên nû re rû bi rû dimîne ku pêdiviya alîkarî û rêberiyê heye.
- Guherankariyên Perwerdehiyê
(Educational Changes) Guheranên di pergala perwerdehiyê de û
pêşveçûnên nû yên fêrbûnê pêdiviya şêwirmendiya perwerdehiyê dikin.
- Guherankariyên Malbatê (Family
Changes) Pirs û
girêkên malbatî, guheranên di struktura malbatê de û pêwendiyên malbatî
pêdiviya şêwirmendiyê dikin.
- Guherankariyên Civakî (Social
Changes)
Guheranên di civakê de, pêşveçûnên civakî û pirs û girêkên civakî pêdiviya
rêberî û şêwirmendiyê dikin.
- Pêşveçûna Zanistî û Teknolojiyê
(Scientific and Technological Progress) Pêşveçûnên zû yên teknolojî û zanistî pirs û
girêkên nû çêdikin ku pêdiviya alîkariya pisporan dikin.
Rêyên Şêwirmendiyê
Her rêyek prensîb
û rêya û rêsayên xwe yên taybet hene ji bo şêwirmendiyê. Rêyên şêwirmendiyê pêk
tê ji van rêyên sereke
- Şêwirmendiya Takekesî
(Individual Counseling) Şêwirmendî bi awayekî takekesî di navbera
şêwirmendî û takekesê pêdiviyê heye de tê encamdan.
- Şêwirmendiya bi Kom (Group
Counseling)
Şêwirmendî bi komek kesan re tê kirin ku pirs û girêkên hevpar an jî
mebest û armancên hevpar hene.
- Şêwirmendiya Rasterûxû (Direct
Counseling)
Şêwirmendî bi awayekî rasterast û zelal digel kesê pêdiviyê heye tê
encamdan.
- Şêwirmendiya Nerasterûxû
(Indirect Counseling) Şêwirmendî bi rêyên binavgîn û bi navgîniya
çalakiyên cihê tê pêşkêşkirin.
- Şêwirmendiya Reftarî
(Behavioral Counseling) Li ser guherandina reftaran û bidestxistina
reftarên erênî terkîz dike.
- Şêwirmendiya Dînî (Religious
Counseling)
Şêwirmendî bi sûdwergirtinê ji nirx û baweriyên dînî tê encamdan.
- Şêwirmendiya Lîstikê/Yarîkê
(Play Counseling) Bi taybetî ji bo zarokan tê bikaranîn û bi rêya
yarî û çalakiyên hunermendî şêwirmendî tê pêşkêşkirin.
Rûyê Zanistî yê Rêberî û Şêwirmendiya Derûnî
Rêberî û
şêwirmendiya derûnî yek ji zanistên mirovahiyê ye û merem ji wê avakirina
mirovî ye bo bexteweriyê û xweşguzaraniya jiyanê û xwe guncandina digel rewş û
warên cihê yên jiyanê. Armanca sereke ya gelek zanistan her ew e mirovî ber bi
bexteweriyê û xwe guncandînê bibe.
Girêdana bi Zanistên Derûnî ve
Şêwirmendiya
derûnî sûd ji zanistên derûnî werddigire bi vî awayî
- Ji Zanista Derûnî ya Çareseriyê
(Clinical Psychology) Bo nasînî pileya têkçûna derûnî ya kesê rast ji
aliyê derûnî ve ji kesê nexweş ê derûnî bi awayekî pîle û rêjeyî.
- Ji Zanista Derûnî ya Geşedanê
(Developmental Psychology) Bo zanîna pîver û pêdiviyên geşedanê û
helsenxandinê geşedana mirovî.
- Ji Zanista Derûnî ya Perwerdehiyê
(Educational Psychology) Di warên perwerdehiyê û bidestxistina reftar û
dab û nerîtan û fêrkirin û fêrbûnê.
Encam
Rêberî û
şêwirmendiya derûnî weke zanistaneke modern û pêdivî ya mirovahiyê, rol û ciheke
girîng di pêşveçûna civakî û kesayetî de dilîze. Ev war ne tenê ji bo
çareseriya kêşeyan, belkî ji bo pêşîlêgirtina wan û geşedana şiyan û
qabiliyetên mirovî jî girîng e.
Di sedsala
21an de, digel pêşveçûnên teknolojî û guheranên civakî, pêdiviya bo
xizmetguzariyên rêberî û şêwirmendiya derûnî zêdetir dibe. Ji ber vê yekê, divê
ev war bi awayekî akademîk û zanistî were geşekirin û pispor ên pêwîst werin
perwerdekirin.
Bi kurtasî,
rêberî û şêwirmendiya derûnî ne tenê zanistanek e, belkî hunerek e ku dikare
jiyana mirov bi awayekî erênî vebiguherîne û wî ber bi bexteweriya jiyanê ve dahf
bide.
Çavkanî
Good, C. V.
(1973). Dictionary of Education. New York McGraw-Hill Book Company.
American
Psychological Association. (2020). Guidelines for psychological practice.
Washington, DC American Psychological Association.
Parsons, F.
(1909). Choosing a Vocation. Boston Houghton Mifflin Company.
Corey, G.
(2017). Theory and Practice of Counseling and Psychotherapy. Boston Cengage
Learning.
Gladding, S.
T. (2019). Counseling A Comprehensive Profession. New York Pearson Education.
Shertzer,
B., & Stone, S. C. (1980). Fundamentals of Counseling. Boston Houghton
Mifflin Company.
Termên Bingehîn
Rêberî
(Guidance) Pêvajoyek e
ku tê de pispor an jî kesê tecrûbeyî alîkarî û rêberî dide kesê din ji bo
bidestxistina armancên wî û çareseriya pirs û girêkên wî.
Şêwirmendî
(Counseling) Pêvajoyek e
ku tê de du an jî zêdetir kes bi hev re li ser kêşeyan û rewşan diaxivin û hewl
didin ji bo peyda kirina çareseriyên guncaw.
Rêberî û
Şêwirmendiya Derûnî (Psychological Guidance and Counseling) Wareka zanistî ye ku bi rêbazên
derûnî alîkarî dide takî û civakê ji bo bidestxistina bextewerî û tendirustiya
derûnî.
Pêvajoya
Avaker (Constructive Process) Pêvajoyek e ku tê de kes bi awayekî erênî geşe dibe û
şiyan û qabiliyetên xwe pêşve dibe.
Bidestxistina
Xwebûnê/Xweyî (Self-actualization) Gihiştina takekes bi hemû şiyan û qabiliyetên xwe û
bûyîna kesekî tam û têkûz.
Hevahengî
(Adjustment) Guncandina
xwe digel jîngeha derdûr û rewşên jiyanê bi awayekî sax û erênî.
Saxlemiya
Derûnî (Mental Health) Rewşa derûnî ya baş ku tê de kes bi awayekî sax û bextewar dijî.
Şêwirmendiya
Takekesî (Individual Counseling) Şêwirmendî ku bi awayekî takekesî di navbera
şêwirmendî û kesê pêdiviyê heye de tê encamdan.
Şêwirmendiya
Komî (Group Counseling) Şêwirmendî ku bi komek kesan re tê kirin ku pirs û girêkên hevpar an jî
armancên hevpar hene.
Şêwirmendiya
Rasterûxû (Direct Counseling) Rêbazeka şêwirmendiyê ye ku tê de kêşe bi awayekî
rasterast û zelal tê nîqaşkirin û çareser kirin.
Şêwirmendiya
Nerasterûxû (Indirect Counseling) Rêbazeka şêwirmendiyê ye ku tê de bi rêyên dolaylî û
bi çalakiyên cihê alîkarî tê pêşkêşkirin.
Şêwirmendiya
Pîşeyî (Vocational Counseling) Wareka şêwirmendiyê ye ku ji bo hilbijartina pîşeyê û
serkeftina di warê pîşeyî de alîkarî dike.
Şêwirmendiya
Perwerdehiyê (Educational Counseling) Wareka şêwirmendiyê ye ku di warê perwerdehiyê de
alîkarî û rêberî pêşkêş dike.
Şêwirmendiya
Malbatê (Family Counseling) Wareka şêwirmendiyê ye ku ji bo çareseriya pirs û girêkên malbatî û
baştirkirina pêwendiyên malbatî tê bikaranîn.
Şêwirmendiya
Reftarî (Behavioral Counseling) Wareka şêwirmendiyê ye ku li ser guherandina reftaran
û bidestxistina reftarên erênî terkîz dike.
Xizmetguzariyên
Xweparêziyê (Preventive Services) Xizmetguzariyên ku armanca wan pêşîlêgirtina kêşeyan
e berî ku ew derkevin holê.
Xizmetguzariyên
Geşedanê (Developmental Services) Xizmetguzariyên ku armanca wan geşedana şiyan û
qabiliyetên kesê asayî ye.
Xizmetguzariyên
Çareseriyê (Remedial Services) Xizmetguzariyên ku ji bo çareseriya pirs û girêkên ku
jixwe hatine derxistin tê pêşkêşkirin.
Zanista
Derûnî ya Çareseriyê (Clinical Psychology) Beşeka zanista derûnî ye ku bi teşhîs û çareseriya pirs
û girêkên derûnî mijûl dibe.
Zanista
Derûnî ya Geşedanê (Developmental Psychology) Beşeka zanista derûnî ye ku li ser geşedana mirovî di
hemû qonaxên jiyanê de dixebite.
Zanista
Derûnî ya Perwerdehiyê (Educational Psychology) Beşeka zanista derûnî ye ku li ser
pêvajoyan û rêbazên fêrbûn û fêrkirinê dixebite.
Baştirkirina
Kriyara Perwerdehiyê (Educational Improvement) Baştirkirina performansa akademîk û
bidestxistina serkeftina di warê perwerdehiyê de.
Bidestxistina
Pîşeyî (Vocational Achievement) Serkeftin û bidestxistina armancên di warê pîşeyî de.
Bidestxistina
Civakî (Social Achievement) Bidestxistina pêwendiyên civakî yên baş û cihgirtina erênî di nav civakê
de.
Şêwirmendiya
Lîstikê/Yarîkê (Play Counseling) Rêbazeka şêwirmendiyê ye ku bi taybetî ji bo zarokan
tê bikaranîn û bi rêya yarî û çalakiyên hunermendî şêwirmendî tê pêşkêşkirin.
Comments
Post a Comment