(Ceribandinek)
Pirsên hebûnî û xwebûnî yên kurdan
Kî mirov e? Kî weke mirov tê hesibandin? Jiyana kê weke jiyana mirovan tê
qebûlkirin? Ev pirs ji bo gelê kurd û axa Kurdistanê ne tenê pirsên felsefî ne,
lê pirsên hebûnî, derûnî, dîrokî û jiyanî ne. Ev pirs di dilê dîroka kurdan de,
di nav êş, zilm û têkoşîna wan de kûr mane. Navê "Kurd" û
"Kurdistan" di pergala cîhanî ya nûjen de gelek caran hatiye
paşguhkirin, înkarkirin û bi awayekî sîstematîk ji bîranînan hatiye derxistin.
Bi milyonan kurdên ku li ser axa xwe û li derveyî welatê xwe dijîn, jiyana wan
weke "bêqîmet-rûmet, tune-winda" tê dîtin. Ne tenê hebûna wan, mirina
wan jî tê înkarkirin, nav û nîşana wan tê tunekirin û şîn û şûna wan weke
"ne-rewa" tê hesibandin.
Pirsa sereke ji bo me kurdan ev e: "Kî ji me dikare şîna miriyê xwe
bigire? Kîjan termê me bi rêzgirtin tê veşartin? Li ser kevirê gora wî/wê kîjan
nav tê nivîsandin?" Bersiv bi êş û jandar e: Yên ku di çarçoveya dewletên
serdest de weke "şervan" an "şehîd" têne binavkirin,
carinan bi awayekî sînordar têne naskirin. Lê bi milyonan kurdên din – yên ku
di operasyonên leşkerî de jiyana xwe ji dest didin, yên ku di zindanan de
dimirin an jî yên ku di koçberiyê de wenda dibin – şîn û şûna wan ji aliyê
fermî ve nayê girtin û dîtin. Ew weke "tune" têne hesibandin, nav û
nîşana wan tê qedexekirin û bîranînên wan tê tepisandin.
Mirinên bê-şîn û bê-şûn
Dîroka kurdan bi qetlîam, koçberî û têkoşînên bêdawî dagirtî ye. Ev dîrok
ne tenê bi mirinên laşî, lê bi mirinên çandî, derûnî û giyanî jî nîşankirî ye.
Şîn û şûna kurdan gelek caran hatiye qedexekirin û ev yek bûye beşek ji pergala
sîstematîk a înkarkirina hebûn û xwebûna wan.
Di salên 1937-38an de, li Dêrsimê, bi hezaran kurd bi awayekî hovane hatin
kuştin. Ev qetlîam, yek ji mezintirîn trajediyên sedsala 20an a li ser axa
Kurdistanê, ne tenê bi kuştina mirovan sînordar ma. Malbat hatin perçekirin,
gund hatin şewitandin û çanda kurdan – ziman, stran û şîn û şûn – hatin
qedexekirin. Nav û nîşana qurbanan hatin tunekirin û şîna wan weke
"ne-rewa" hat dîtin. Ev ne tenê qetlîameke laşî bû, lê hewldanek bû
ji bo tunekirina nasnameya kurdan jî bû. Zimanê kurdî weke "ne-ziman"
hat binavkirin, muzîka wan hat qedexekirin û çîrokên wan hatin bêdengkirin.
Di 16ê Adara 1988an de, li bajarê Helebçeyê yê Başûrê Kurdistanê, bi
hezaran sivîl bi gazên kîmyewî hatin kuştin. Ev êrîş ku ji aliyê rejîma Sedam
Huseyn ve hatibû plankirin, yek ji hovtirîn êrîşên li dijî kurdan bû. Dayik,
bav, zarok û kal û pîr di çend saetan de jiyana xwe ji dest dan. Lê ev trajedî
bi salan ji aliyê dewleta Iraqê ve hat înkarkirin. Şîn û şûna qurbanan ne tenê
nehat girtin, di ser de malbatên wan hatin tawanbarkirin û cezakirin. Dayikên
ku li pey zarokên xwe yên wenda digeriyan, di bin barê êş, şerm û bêhêviyê de
hatin hiştin.
Mirinên bênav
Ji Dêrsimê heta Helebçeyê, ji zindanên Tirkiyeyê heta kampên penaberan ên
li Ewropa û Rojhilata Navîn kurd bi mirinên bênav re rû bi rû mane. Yên ku di
zindanan de jiyana xwe ji dest dane, yên ku di operasyonên leşkerî de hatin
kuştin an jî yên ku di rêya koçberiyê de di behran de xeniqîn, gelek caran bêyî
nav û nîşan hatin veşartin. Şîn û şûna wan ji aliyê dewletan ve hat qedexekirin
û bîranînên wan bê qeyd û bend man.
Dewletên ku li ser axa Kurdistanê serdest in, pergaleke "rêveberiya
jiyanê" jî ava kirine ku tê de jiyana kurdan weke "jiyana ku
qurbankirina wan rewa ye" tê dîtin. Ev pergal bi awayekî rêkxistî kurdan
weke "terorîst", "xayinê dewletê" an "karakterên
şikdar" dipesîne û bi qeyd û bend dike, da ku ne tenê jiyana wan, lê hebûna
wan, xwebûna wan û mirovahiya wan jî bê înkarkirin.
Zimanê kurdî, bingeha nasnameya kurdan e, lêbelê weke "ne-ziman"
tê dîtin. Çanda kurdan weke "paşverû" tê binavkirin û daxwazên wan ên
siyasî weke "xayînî" têne deqkirin. Ev înkar ne tenê li ser asta
siyasî, lê li ser asta civakî û çandî jî tê kirin. Qedexekirina zimanê kurdî di
saziyên fermî de û astengkirina perwerdehiya bi kurdî parçeyek ji vê pergala
înkarê ye. Bi vî awayî, şîn û şûna miriyên kurdan jî weke "ne-rewa"
tê dîtin û ev yek êşa kurdan kûr û zûrtir dike.
Yek ji taktîkên herî hovane yên vê pergalê tawanbarkirina qurbanan e. Yên
ku di operasyonên leşkerî de jiyana xwe ji dest didin, gelek caran weke
"terorîst" têne binavkirin, bêyî ku delîl bêne pêşkêşkirin. Malbatên
wan, yên ku li pey edaletê digerin, bi şerm û tirsê re rû bi rû dimînin. Ev
tawanbarkirin ne tenê ji bo bêdengkirina kurdan, lê ji bo rewankirina zilmê jî
tê bikaranîn.
Şîn û şûna ku nayê girtin ne tenê êşeke takekesî ye, lê trawmayeke kolektîf
e (birîna hevpar) ku bandorê li hemû civaka kurd dike. Ev birîn û trawma ji
nifşekî derbasî nifşekî din dibe û bûye parçeyek ji nasnameya kurdan. Dayikên
ku zarokên xwe wenda kirine, bavên ku li pey edaletê digerin û civakên ku bi
salan di bin zordariyê de mane, hemû bi vê birîn û trawmayê re dijîn.
Dayikên
Şemiyê ku li Tirkiyeyê her hefte li qada Galatasarayê kom dibin, semboleke
girîng a vê birîn û trawmayê ne. Ew ji bo zarokên xwe yên wenda, yên ku di
zindanan de hatine kuştin an wenda kirin, şînê digirin û li şûnê digerin û
edaletê dixwazin. Ev têkoşîn ne tenê ji bo bîranîna zarokên wan e, lê ji bo
parastina rûmeta hemû kurdan e. Bi berxwedana xwe, ev dayik nîşan didin ku şîn
û şûn ne tenê êş e, lê hêzeke têkoşînê ye.
Çanda dengbêjiyê ku bi hezaran salan di nav kurdan de berdewam e, amûreke
girîng a parastina şîn û şûnên miriyan e. Dengbêj bi stranên xwe ne tenê êş û
xemgîniyê vedibêjin, lê dîroka kurdan, berxwedana wan û rûdanên trajîk jî
diparêzin. Stranên li ser qetlîama Dêrsimê an Helebçeyê û hwd bûne belgeyên
zindî yên dîrokê ku li hemberî înkar û bêdengiyê li ber ‘xwe’ didin.
Tevî ku şîn
û şûna kurdan gelek caran ji aliyê dewletên serdest ve hatiye înkarkirin,
saziyên navneteweyî jî di vê mijarê de bi gelemperî bêdeng man. Rêxistinên weke
Neteweyên Yekbûyî (NY) an Dadgeha Sizayê ya Navneteweyî (ICC) gelek caran li
hemberî qetlîamên li dijî kurdan bêdeng man an gavên têr û tesel neavêtine. Ev
bêdengî êşa kurdan kûrtir kiriye û hîsa bêedaletiyê zêde kiriye.
Lêbelê, hin gavên biçûk hatine avêtin. Di salên dawî de, raportên
navneteweyî li ser qetlîama Helebçeyê hatine weşandin û hin saziyên mafên
mirovan li ser zilmên li dijî kurdan rawestiyane. Ev gav, her çendî biçûk bin
jî hêviyê didin ku şîn û şûna kurdan rojekê bi awayekî fermî bê naskirin.
Çi dikare were kirin?
Ji bo ku şîn û şûna miriyên kurdan bê girtin û dîroka wan bi rêzgirtin bê
bîranîn, divê di çend astan de gav werin avêtin:
- Asta
Fermî: Naskirina Dîrokê
Dewletên ku li ser axa Kurdistanê serdest in, divê dîroka kuştinên bi girseyî yên kurdan binasin û soz bidin ku ev yek dubare nebe. Ev naskirin divê bi lêborînek fermî, vegerandina mafên malbatên qurbanan û avakirina bîranînan bê temamkirin. Mînak, avakirina muzexaneyên ji bo bîranîna qetlîamên weke Dêrsim, Helebçe û hwd gaveke girîng e. - Asta
Civakî: Parvekirina Şîn û Şûnê
Civakên herêmê divê şîna dayik û bavên kurdên wenda parve bikin. Ev parvekirin ne tenê rêzgirtineke mirovî ye, lê bingeha avakirina civakeke dadperwer e. Êş û trawmayên kurdan divê weke êşên hemû mirovahiyê bên dîtin. Kampanyayên civakî yên ji bo piştgirîkirina Dayikên Şemiyê dikarin vê yekê hêsantir bikin. - Asta
Çandî: Parastina Bîranînan
Divê cih ji şîn û şûnên kurdan re bê dayîn. Muzexane, bîranîn, berhemên hunerî û platformên çandî divê vê dîrokê biparêzin û pêş bixin. Stranên dengbêjan, wêjeya kurdî û hunera kurdan divê weke amûrên bîranînê bên bikaranîn. Herwiha, perwerdehiya bi zimanê kurdî divê bê hêz kirin, da ku nifşên nû dîroka xwe baştir nas bikin. - Asta
Navneteweyî: Edaleta Gerdûnî
Saziyên navneteweyî divê rola xwe di naskirina zilmên li dijî kurdan de bilîzin. Raportên li ser qetlîamên weke Helebçeyê divê bên zêdekirin û dadgehên navneteweyî divê berpirsiyarên van tawanên li dijî mirovahiyê bidin ber dadê. Ev yek ne tenê ji bo kurdan, lê ji bo hemû mirovahiyê gaveke girîng e.
Encam
Di pergala cîhanî ya fermî de kurd weke "yên ku şîn û şûna wan nayê
girtin" têne hesibandin. Lê ev înkar û tepisandina şîna wan tenê zirarê nade
kurdan, lê zirarê dide hemû mirovahiyê. Şîn û şûna parvekirî ne tenê rêzgirtina
miriyan e, lê bingeha avakirina civakeke dadperwer û mirovane ye.
Kurdan bi
salan şîn û şûnên xwe di nav şert û mercên dijwar de, bi awayekî veşartî
girtine. Lê êdî wext hatiye ku ev şîn û şûn ji rewşa veşartinê derkevin û weke
beşek ji pêşkêşkariya jiyanê bên pejirandin. Çimkî şîn û şûn ne dawiya jiyanê
ye, lê destpêka jiyaneke nû ya bi rêz, edalet û mirovahiyê ye. Kurd, bi çanda
xwe, berxwedana xwe û hêviya xwe, nîşan didin ku şîn û şûn ne tenê êş e, lê
hêzeke avakirinê ye ji bo siberojeke baştir.
Comments
Post a Comment