Skip to main content

DI DERÛNKOLÎNERIYÊ DE JIN (women in psychoanalysis)

Destpêk

Mirov dikare bibêje ku destpêka derûnkolîneriyê (psychoanalysis) jin bixwe ye. Dibe ku ev weke angaşteke qerase bê xuyakirin, lê gava em dîn û bala xwe didin bîrdozî û fikr û ramanên Freud, mirov ferq dike ku Freud dahûrîna xewnên xwe û şîroveya rewşa wan a derûnî bi saya xewna jinekê (Irma) dike (Freud, 1899). Bi vê xewnê fikr û ramanên derûnkolîneriyê di mêjiyê Freud de cih digirin. Dîsa bi saya jineke din (Anna O.) ev ramanên derûnkolîneriyê yên Freud dikemilin.

Bi nexweşên jin ên mîna Dora, Anna O., Fraulein von R., Frau Emmy von N., Miss Lucy R., Katharina, Fraulein Rosalia, Frau Cacilie û Emmy von N. ramana derûnkolînerî û mijara jinê di dilê Freud de şax dide (Chodorow, 1994). Bi vî awayî mijara jin û jinitî (femininity) di derûnkolîneriyê de bi cih dibe. Lê ev cih cihekî razber e. Lewre herçiqas jin di qada derûnkolîneriyê de bi berfirehî cih bigire jî bi awayekî şênber pênaseya wê nehatiye kirin û heya vê kêliyê jî mijarê razberiya xwe parastiye.

Freud di sala 1933an de li ser derûnkolîneriya jinê konferansekê li dar dixe. Di destpêka vê konferansê de dibêje: "Di vê mijarê de ez zêde ji xwe ne bawer im" (Freud, 1996). Bi vî awayî razmendî û nepeniya jinê bi lêv dike. Freud di heman konferansê de dibêje: "Ger hûn bixwazin bêtirîn agahiyan di derheqê jinê de bi dest bixin û bizanibin, wê demê serpêhatiyên jiyana xwe têxin ber lêpirsînê an serî li helbestvanan bidin an jî li benda zanistê bin ku ji we re agahiyên kûrtir û aqilane bîne" (Freud, 1996).

Mijara jinê bi nivîs û gotarên Freud di derûnkolîneriyê de zîl dide û dibişkive û şax dide. Paşê gelek kes mijara jin û derûnkolîneriyê dinirxînin. Hin kes li ser rêya Freud ber dewam dikin, hin hebekî jê vediqetin û hin jê jî bi temamî jê dûr dikevin. Bi vî terhî gelek şaxên derûnkolînerî yên derbarê jinê derdikevin holê.

Herçiqas Freud destpêk û binegeha derûnkolîneriyê bi navê jinê danî be jî demekê ango di salên pêşî yên derûnkolîneriyê de bêtirîn bi mijara "mêr û bav" ve eleqedar bûye. Hin derûnkolîner vê eleqedariyê bi mirina bavê Freud ve girêdidin. Lewre Freud piştî mirina bavê xwe bi van mijaran ve eleqedar bû û dest bi dahûrîna xwebixwe (auto-analysis) kir (Freud, 2006). Lê ev dem zêde ne dûvdirêj bû û paşê dîsa têkildarî mijara jinê bû.

Freud di sala 1905an de pirtûkeke bi navê "Three Essays on the Theory of Sexuality" (Li ser Bîrdoziya Zayendiyê Sê Ceribîn) dinivîse. Di vê pirtûkê de mijara sereke jin e. Bi vê mebestê gelek zanyaran berê xwe dan derûnkolîneriyê û bûn derûnkolîner. Hin ji van derûnkolîneran bixwe jin in û li dinyayê bi nav û deng in: Melanie Klein, Karen Horney, Anna Freud, Helene Deutsch, M. Cournut-Janin, F. Guignard û hwd. Û bi xebat û lêkolînên van jinên derûnkolîner jin, jinitî (femininity) û dayîktî (maternity) dibe mijara sereke ya derûnkolîneriyê.

Bo mînak, derûnkolîner Jose Bleger di mijara jin û derûnkolîneriyê de dibêje: "Fonksiyona tevgir ya derûnkolîneriyê weke bejn û bala dayîkê ye." Dîsa J. Chasseguet-Smirgel pirtûkeke bi navê "La Sexualite Femine" (Li ser Zayendiya Jinê) ku ji gelek nivîs û gotarên lêkolîner û derûnkolîneran pêk tê diweşîne. Ev kolîn û vekolîn heya roja me jî her berdewam e. Em ê jî niqutekê ji van lêkolînan bi we re parve bikin.

Derûnkolînerî

Dema ku mirov dibêje derûnkolînerî yek ser navê Freud tê bîra mirov. Lewre bingeha derûnkolîneriyê bi Freud hatiye danîn lê divê mirov heqê Josef Breuer jî nexwe lewre herçiqas derûnkolînerî bi raman, xebat û berhemên Freud nav û deng dabe jî bi gelemperî ev rêbaza derûnnasiyê xwe dispêre xebat û lêkolîn û lêgerînên salên 1880yî ku Breuer û Freud bi hev re kirine (Freud, 2006).

Psîkanalîza ku em jê re dibêjin derûnkolînerî ji du peyvên yewnanî pêk tê. Ji van peyvan "psykhe" tê wateya 'derûn, giyan, rih' û "analysis" jî tê wateya 'dahûrîn, kolîn, çareserî, vekolîn, tehlîl'ê. Derûnkolînerî bi rêbazên mîna bibîranîna serbest (free association), veguhêzî (transference) û hwd dixwaze xwe bigihîjîne derhişiya (unconscious) mirov û as û wasên ku hevsengi ya derûniya takekes xerab dikin bîne asta hiş (Freud, 2006). Ev rêbaz (derûnkolînerî) bi gelemperî bo nexweşiyên norozî (neurosis) tê bikaranîn.

Anna O. û Destpêka Derûnkolîneriyê

Ku em vegerin ser mijara "jin û derûnkolînerî"yê, Freud bingeha derûnkolîneriyê li ser nexweşa Breuer ya jin ku navê wê yê rastî Bertha Pappenheim e lê weke Anna O. tê nasîn ava dike. Anna O. bi hin azar û diltengiyan ku sedema wan wê bixwe jî nizanîbû -bo ku xwe ji van azar û diltengiyan daweşîne- diçe cem Breuer. Wê demê Freud li ber destê Breuer dixebitî û her duyan Anna O. bi hev re dinirxandin.

Anna O. bê kêmasî behsa xwe, diltengiya xwe, tiştên ku bi serê wê hatiye û behsa xewn û xeyalên xwe dike (Freud, 1967). Anna O. ferq dike ku bi axaftinê ji azar û diltengiyên xwe yên bêsedem dûr dikeve ango êdî dikare wan têxe bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê di destpêkê de navê vê danûstandinê dibe "tedawiya axaftinê" (talking cure/talking treatment).

Breuer bi rêya hîpnozê (hypnosis) dixwest ku pirsgirêkên derhişî yên Anna O. bîne asta hiş (conscious) û bi vî awayî wê rehet bike. Bi vê rêbazê Anna O. rehet dibe lê di van hevdîtinan de Anna O. bo ku dilê wê têkeve cih, dixwaze ku Breuer destê wê bigire. Breuer jî vê daxwaza Anna O. tîne cih û gelekî bi kêr tê lê piştî demekê Anna O. zikêşî dibe. Anna O. vê zikêşiya xwe bi Breuer ve girêdide û dibêje, ez ji Breuer bi halekî (ducanî) me. Ji ber ku Breuer zewicî ye û şert û mercên wê demê ne hêsan in dev ji hevdîtinan berdide.

Breuer ji Anna O. ferq dike ku gava nexweş bixwe nîşêt û vexuyanên pirsgirêkên xwe dibînin, nîşêt û vexuyanên nexweşiyê ji holê radibin (Freud, 1967). Loma Breuer dixwaze ku alîkariya nexweşan bike da ku nexweş xwe bi xwe, "xwe" rehet bikin. Breuer ji vê çareseriyê re dibêje "cathartic method" (rêbaza pakkirinê).

Piştî ku Breuer dev ji Anna O. berda, di sala 1895an de ew û Freud bi hev re li ser hevdîtinên Anna O. û hîsteriyê (hysteria) dixebitin û di encama wê xebatê de pirtûkeke bi navê "Xebatên li ser Hîsteriyê" diweşînin. Paşê li ser hin bîrdoziyan li hev nakin û ji hev vediqetin. Freud di pirtûka xwe ya bi navê "Jiyana Min û Derûnkolînerî" de dibêje ku bi xêra dostaniya Breuer min derûnkolînerî geş kir.

Di gelek bîrdoziyên Freud de mirov rastî şopên Anna O. tê. Weke mînak Freud dibêje ku di bingeha bîrdoziyên derûnkolîneriyê de zayendî (sexuality) heye (Freud, 1967). Freud vê bîrdoziya xwe dispêre Anna O. Lewre Anna O. di dema hîpnoz û hevdîtinan de dixwest ku destê Breuer hîs bike, lê paşê got ez ji Breuer bi halekî me. Freud vê angaşta Anna O., weke evîndariyê bi nav dike û bîrdoziya xwe ya zayendî li ser vê ava dike. Freud dibêje, di binê gelek nexweşiyên derûnî de arezûyên tepisandî (repressed desires) û yên pêknehatî hene.

Ji bilî vê xewna Irma ya derziyê jî ji rêbazên bingehîn yên derûnkolîneriyê re dibe xerc. Freud vê xewnê bi hûrgilî û dûvdirêj dinirxîne û li ser wê vekolînên berfireh li dar dixe. Ev nirx û lêkolîn ji bo şîroveya xewnan (dream analysis) û têgeha girêka odîpal (Oedipus complex) dibe palpişt (Freud, 1899). Ango xewna Irma ji dahûrîna xewnan re dibe bingeh. Mirov dikare bibêje ku ev xewn şikl û şemala nirxandina zayendî ya derûnkolîneriyê vediguherîne.

Dayîktî û Derûnkolînerî

Keç piştî ku digihîjin temenekî gihîştî, dixwazin bibin jineke mîna dêya xwe. Ango ew jî weke dêya xwe dê zarok/an çêbikin û bibin xwedî zarok. Di vir de mijara herî girîng hebûn e. Wê çawa û bi çi awayî hebûna xwe biparêze û binemala xwe veguhezîne siberojê. Dikare xwe bi zarok/an bide pejirandin û hebûna xwe li ser zimanê xelkê qewîntir bike (Freud, 2006).

Pitik (zarok) bo jinê (dê) benekî wisa ye ku rabirdû û dahatûya wê bi hev ve girêdide. Lewre xirboqe û girêkên rabirdûyê bi hebûna zarok/an re ji nû ve zîl didin. Ev zîldan bi ducaniyê (pregnancy) tê avdan. Jin bi rêya wî/ê zarokî/a di zikê xwe de, bi zaroktiya xwe ya windayî re rû bi rû dimîne (Freud, 1967). Ango bi zarok re li xwe "hay" dibe û jiyana xwe ya di nav dem û dewranan de "jibîrbûyî" bi bîr tîne û wê ji nû ve dixe ber lêpirsînê.

Bi navgîniya zarokên xwe, "xwe" digihîjîne zaroktiya xwe ya razmend û bi wê re danûstandinekê saz dike û ji nû ve tomar dike. Loma mirov dikare bibêje ku jin ne tenê pitikeke tîne dinyayê, "xwe" jî ji nû ve diafirîne (Freud, 1967). Ango bi pitikê jin jî ji nû ve tê dinyayê. Dilê giran ê jinê li ser sifra zarokê/a wê tê vekirin û bi rêya zarok/an ji hev tê veçirandin.

Li gorî ku derûnkolîner Melanie Klein dibêje, dê ji ber zaroktiya xwe ya xam (infans) berê nihiçkên xwe yê rûxîner bide wê pitika ku di zikê xwe de xeyal dike. Lewre zikê dê di heman demê de penîsê bav jî di xwe de vedihewîne. Ew heyberên (pêsîr, xûşk, bira, penîs, gû û hwd) di zikê dê de, dibe ku aresteyî şer û pevçûnên derûnî bibin û anksiyeteyê (anxiety) bi dê re çêbikin. Loma dê û dayîktî gelek sîptomên derûnkolîneriyê di satila xwe de dimeyînin.

Lewre ducanî qonaxeke wisa tevlihev e ku gelek xewn û xeyalên zaroktiyê û tepisandin xwe tê de didin der. Ducanî mîna qonaxa kamiliyê gelek pirsgirêk û pevçûnan di xwe de vedihewîne û diparêze. Lewre êş û kula avakirina nasnameyeke nipînû dijî û bi vê ducaniyê ew jî vediguhere.

Derûnkolîner Françoise Dolto dibêje: "Dayîktî, di derûniya jinê de veguherîneke rasteqîn çêdike û bi vî awayî dê ji bermayiyên odîpal (Oedipal) rizgar dibe." Di destpêkê de bala dê li ser pitikiyê ye. Li ser rewş û bêçaretiya pitikê dirame. Ev raman wê ber bi dem û dewranê berê ve dikişîne. Di kevena deryaya xewn û xeyalan û di nav wan xewn û xeyalan de li zaroktiya xwe ya di nav demê de windabûyî digere. Bi vî awayî dixwaze pirsên ku bi salan e bêbersiv mane bibersivîne.

Lê ev pirs û bersivên parzûnkirî ne. Ev şiyana parzûnkirinê ji destpêka ducaniyê heta berî wê jî di dilê jinê de hebû. Lê ev şiyan bi dêyîtiyê geş dibe. Mirov dikare bibêje ku hêza vê geşbûnê ji xwewekdîtina (identification) bi pitikan re tê. Lewre zaroktiya xwe di pitika/ê xwe de dibîne. Ev xwewekdîtin xwewekdîtineke rengvedêr (projective identification) e. Ji ber vê hemû baldariya dê li ser pitikan e. Û hemû vejena xwe bo fêmkirin û têgihiştina pitikan xerc dike.

Dê bi rewşa xwe ya derûnî û ramanên xwe tevger û reftarên pitikan şîrove dike. Pitik (zarok) jî bi şiyanên dêya xwe re xwewekdînê saz dikin. Di vê kêliyê de ango di xwewekdîtina yekemane de tu cudahî di navbera keç û kuran de tune ye. Arezûya zarok di zaroktiyê de bi jinê re peyda dibe. Keç di zaroktiya xwe de dema ku bi pêlîstokan dilîze û bi wan aş dibe ji wan re dayiktiyê dike û mîna dêyekê bi wan re diaxife (Freud, 1967). Derûnkolîner van pêlîstokan weke nûnerên hest û nestên bejn û balê dibînin.

Derûnkolîner Paul-Claude Racamier dibêje: "Di navbera dê û pitikan de jêrêderxistineke narsîsîstîk (narcissistic seduction) heye." Ango di navbera wan de têkilî û yekbûneke omnîpotent (omnipotent) heye.

Qonaxa Odîpal û Geşedana Zayendî

Piştî ku Aloziya Odîpûs (Oedipus complex) ji holê radibe divê veberanînên heyberê (object) yên ku ji bo dê hatine kirin jî ji holê rabin (Freud, 1967). Li dû van veberanînên heyberê du rêçik derdikevin holê ku ew jî xwewekdîtina bi dê an jî bav re ye. Di vir de tiştê ku tê çaverêkirin ew e ku kur bi bav re xwewekdînekê saz bike. Bi vî awayî hezkirina dê diparêze û berê xwe dide mêrokiya xwe. Bi hemam awayî keç jî bi dê re xwewekdîtinekê saz dike û jinîtiya xwe der dixe pêş.

Carinan jî ji ber hin reftar û tevgerên dêûbav berevajî vê rewşê xwewekdîtinek saz dibe. Ango keç berê xwe ji dê diguhere û pişta xwe dide bav, bi vî awayî berê xwewekdîtinê vediguhere. Bi vê veguherînê mêrokiya keçê bi hêz dibe û hezkirina dê kêm dibe an jî ji holê radibe. Bi kur re jî hesûdî û çavnebariya dê bi pêş dikeve û ji dê hez nake. Berê hezkirina kur dikeve hêla bav û bi helwesteke jinokî nêzî bav dibe.

Di encama qonaxa odîpal de li gorî meyla zayendî (jinokî û mêrokî) ya zarokan xwewekdîtina dê an jî bav saz dibe. Freud derbarê vê dibêje ku "li gorî giraniya meyla zayendî, giraniya xwewekdîtina dê û bav bi takekes re diyar dibe" (Freud, 1967). Di vir de divê bê ravekirin ku ev rewş du-zayendiyê (bisexuality) bi xwe re hilnagire. Lêbelê bandoreke wê ya berfireh li ser jiyanê heye. Ango ev bandor ne tenê bi qonaxa Odîpus re sînordar e.

Tirs û Anksiyetaya Jinê

Li gorî derûnkolîneriyê tirs û anksiyetaya jinê Freud dibêje tirs û anksiyetaya sereke ya jinê ne weke ya mêran tirsa xesandinê (castration anxiety) ye. Tirsa jinê ew e ku hezkirina heyberê (object love) wenda bike (Nasio û Peter, 2010). Lewre tirsa (anksiyete) wendakirina hezkirina heyberê di hemû qonaxan de girîng e. Bi taybetî jî berî qonaxa odîpal keç dixwaze bibe nola dêya xwe û nikare bi hêsanî jê dûr bikeve. Ev jî asta tirsa wendakirina hezkirina heyberê bilindtir dike.

Keç dêya xwe weke qayişkêşa xwe dibîne loma dixwaze ku dilê xwe li dêya xwe rihet bike. Ji ber vê yekê hestên ambîvalans (ambivalence - hevdij) dijî. Lewre ji hêlekê tirsa wendakirina hezkirinê û ji hêla din ve jî dijwariya destnîşankirina hêrs û kînê rê li ber van têkiliyên hevdij vedike û as û wasên jinê zexmtir dike.

Derûnkolîner Karen Horney hebekî ji Freud cudatir difikire û dibêje bi keçan re tirs û anksiyetaya herî berbiçav ew e ku ji hêla bejn û balê ve nexasim jî ji hêla genîtal ve xesar û ziyan bigihîje wê. Ev tirs nemaze berî qonaxa genîtal bi danûstandina bi dê re dest pê dike. Lê di nav qonaxan de reng û rûçikên vê tirsa xesardîtinê vediguhere (Horney, 1991).

Derûnkolîner Melanie Klein jî li ser vê mijarê dibêje ku tirsa keçan a herî mezin ew e ku ji hundirê xwe ve bê xerakirin û hilweşandin. Sedema vê tirsê jî ji xwesta ku dixwaze hundirê dêya xwe xera bike û hilweşîne, tê.

Derûnkolîner E. Jacobson jî dibêje; ev tirsa ku wê zerar bigihîje organên zayendî (genîtal), bi xewn û xeyalên penîsê derdikeve holê. Ango keç bi xewn û xeyalên penetrasyona zayendî, jikeçanîketin, ducanî bûn, zayîn û tiştên ku derheqê van de fêr dibe, tirsa ku zerar bigihîje organên zayendî û bejn û bala wê dijî. Jacobson tirsên ku di qonaxên pêşwext de derdikevin holê jî bi van xewn û xeyalan ve girêdide.

Di qonaxa odîpal de weke anksiyetaya xesandinê (castration anxiety) ya kuran, bi keçan re jî tirs û anksiyeta ku ji hêla genîtal ve zerarê bibînin heye (Nasio û Peter, 2010). Ev anksiyete bêhtir bi tirsa jikeçanîketinê ve têkildar e. Di vê qonaxa odîpal de kur ji ber arezûya zayendî ya bi dê re tirs û anksiyeta ku ji hêla bav ve bê xesandin dijî. Lê piştî vê qonaxê kur dev ji vê arezûya xwe ya zayendî berdide û aresteyî hêza bavê xwe dibe. Bi vî awayî bi bavê xwe re xwewekdînekê saz dike û xwe ji anksiyetaya xesandinê rizgar dike.

Hin derûnkolîner vê rewşê weke kirasguhertin şîrove dikin hin jî weke tepisandinê (repression) bi nav dikin. Lêbelê ev tirs û anksiyetaya zerardîtina organên zayendî ya keçan hem zûtirîn dest pê dike hem jî vê tirs û anksiyeteyê di hemû emrê xwe de hîs dikin. Lewre keç hem ji hêla zindewerî ve cuda ye û hem jî ji ber keçaniya xwe qedexeyên zayendî yên derbarê wê pir zêde ne. Jixwe tirs û anksiyetaya jikeçanîketinê bi serê xwe têra ravekirina her tiştî dike.

Ev mesele di nav gelek welat û welatiyan de weke rûmet a herî bilind tê dîtin û heta ji keçan zêdetir li ser keçaniya wan tê rawestin. Loma ev tirs û anksiyete tu carî bi dawî nabe û di her qonaxê de herçiqas reng û rûçikên xwe biguherîne jî derdikeve pêşberî me.

Hin derdor jî van nêrînên derûnkolîneriyê napejirînin û dibêjin ku ne hewce ye mijar ewqasî bê tevlihevkirin lewre mijara jinê mijareke ku bi zindeweriyê ve têkildar e û normên wê jî zindeweriya wê diyar dike. Jin bi hebûna xwe ya xwezayî kêm e û hewcedarî yê din e. Hemû pirsgirêkên (tirs û anksiyete) ku derdikevin holê jî ji ber zindeweriya wê û kêmasiya wê bixwe ne. Ku rewşa xwe ya siruştî (zindewerî û kêmbûn) bipejirîne dê hêj çêtir rê û rêçika xwe ya jiyanê fêr bibe û bibîne. Lê ku berevajî vê tevbigere dê her dem bi pirsgirêkan re rûbirû bimîne.

Li ser Bîrdoziya Zayendiyê Sê Ceribîn

Freud fikr û ramanên xwe yên bingehîn bêhtir di vê pirtûka xwe ya bi navê "Three Essays on the Theory of Sexuality" (Li ser Bîrdoziya Zayendiyê Sê Ceribîn) de destnîşan kirine. Mirov dikare diyar bike ku ev pirtûk bo derûnkolîneriyê jî bingehek e. Freud di destpêkê de behsa bîrdoziya xwe ya ku li jêr dibêje "monisme sexuel" (zayendiya tekane - sexual monism) dike û angaşt bi wê yekê dike ku bo keç û kuran tenê organên zayendî hene. Ew jî ji bo kuran penîs û bo keçan jî klîtorîs e (klîtorîs cihê penîsê tije dike).

Li gorî angaşta Freud ne keç û ne jî kur hebûna vajînayê napejirînin. Lê ev rewş heta hetayê berdewam nake û bi qonaxa kamilbûnê re vediguhere. Heya ku xwe bigihîjîne kamilbûnê di sê qonaxan re derbas dibe. Qonaxa şîr mêtinê, qonaxa çarsaliyê (Freud paşê vê weke Aloziya Odîpûs bi nav dike) û qonaxa kamilbûnê.

Ber bi qonaxa duyem ve ango nêzî çar saliyê kur ferq dike ku penîsê keçan tune ye. Kur bi vê fêrbûnê behetî dibe û derûnkolîner vê behetiyê weke tirs û rageşiya xesandinê şîrove dikin. Keç jî nola kuran hesta xesandinê dijîn lewre ew jî ferq dikin ku penîsê wan tune ye. Ew jî dixwazin mîna kuran penîsê wan hebe, ji ber ku xwestek û arezûya kurbûnê bi wan re heye. Piştî vê ferqkirinê bi keçan re hesûdiya penîsê (penis envy) dest pê dike.

Her du zayend (keç û kur) jî di qonaxa kamilbûnê de bi hebûna vajînayê dihesin. Bi vê, keç zayendiya klîtoral ango zayendiya mêrokiyê ditepisîne. Lê Freud vê dawîyê di gotareke (Bîrdoziya Zayendî ya Zaroktiyê) xwe de dibêje ku pirsgirêkên zayendî yên zarokan berî qonaxa kamilbûnê dest pê dikin û zarok bi gelemperî ji derdora xwe zayendiya xwe ferq dikin û têdigihîjin.

Freud dibêje ku bi girêka xesandinê dawiya Aloziya Odîpûs ya kuran tê lê berevajî vê bi keçan re arezûya odîpûs geştir dibe. Dema ku keç dev ji daxwaza penîsê berdide, di şûna wê de dixwaze bibe xwedî zarok ango arezûya zarok/an dest pê dike (Stern, 1985). Bi vê re keç aresteyî bav dibe û bi dê re hevrikiyê dike û keç vediguhere jinê.

Aloziya Odîpûs bo kuran hebûneke yekemane ye lê bo keçan duyemane ye. Lewre keç pêşî arezûya dê, dûre ya penîsê û dawî jî (ji bavê xwe bibe xwediyê zarok e) dixwaze ji bavê xwe bibe xwediyê zarok/an. Ev arezûya zarok/an di şûna arezûya penîsê de ye. Jixwe arestebûna bav ji hesûdiya penîsê tê.

Li gorî Freud zayendiya jinê di du qonaxan re derbas dibe. Yek jê jinokî ya din jî mêrokî ye. Jin xwediyê du organên zayendî ne; yek jê vajîna ye ku ev bi temamî jinokî ye ya din jî klîtorîs e ku ev jî hevşêweyê (analog) organê mêrokiyê ye. Freud paşê behsa bîseksûalîteyê (bisexuality) û pirsgirêkên wê dike.

Dibêje ku bi awayekî anatomîk takekes ne tam mêr e û ne tam jin e. Mêrokî (masculinity) çalak û jinokî (femininity) tebatî tê dîtin. Freud vê mijara çalakî û tebatiyê (active and passive) bi pêş ve dibe û dibêje; lîbîdo (libido) jî her dem mêrokî ye, heta di rewşa tebatî de jî mîsyona çalakiyê hildigire ser piyan. Lê divê mirov ji bîr neke û bi lêv bike ku Freud di vî warî de ango di mijara jinê de ji xwe ne bawer e û kêmasiya xwe dipejirîne. Lewre Freud bixwe jinê weke tiştekî nepen û razmend dibîne.

Jinên Hîsterîk

Peyva "hîsterî" (hysteria) bi taybetî di derûnkolîneriyê de bo cureyekî kesayetiyê tê bikaranîn. Mijara hîsteriyê, nexasim jî hîsteriya konversiyon (conversion hysteria) ji Hîpokrat û vir ve bûye mijareke bingehîn bo bijîşkiyê. Di yewnaniya kevin de hîsterî bi wateya ûterûsê (malzarok) dihat bikaranîn. Sedema wê jî ev bû ku berê hîsterî tenê bi jinan re dihat dîtin û weke nexweşiyeke zayendî dihat hesibandin. Freud jî ev raman pejirand û binê wê tije kir.

Di kesayetiya jinên hîsterîk de desthilatdarî di destê hestan de ye û ev hest guherbar in. Loma derûnkolîner hestên wan weke hestên guherbar (emotional lability) bi nav dikin. Jiyana wan wek ya hemû mirovan jiyaneke siruştî ye û têkiliyên wan jî asayî ne. Lêbelê dema mirov bi hûrgilî li danûstandinên wan dinêre û dişopîne mirov ferq dike ku di bertek û bersivên xwe yên zayendî de înhîbîsyonekê (inhibition - berbendî) dijîn (Blacker û Tupin, 1977).

Loma ji hêla hestyariyê ve guherbar in ku di pêwendiyên rûbirû de nikarin hestên xwe kontrol bikin. Nexasim jî bi wan kesên ku pevçûnên zayendî dijîn re û bi wan kesên ku wan wek rikberê xwe dibînin re, ev rewşa înhîbîsyon û hesta guherbariyê derdikeve holê.

Reftar û tevgerên jinên hîsterîk hevgirtî ne ango bêserûber tevnagerin û rewşa wan a civakî lihevhatî ye. Jinên hîsterîk, feraset û kapasîteya xwe ya venasînî winda nakin û di pêwendiyên mirovan ên tevlîhev de jî hiş û xweşbîniya xwe diparêzin. Ango hestên wan ne xav in. Lê carinan di têkiliyên heyberî (object relations) de mîna tevdigerin û bi taybetî jî li hemberî kesên ku wan weke dêûbavên xwe dibînin, regresîf (regressive) in (Blacker û Tupin, 1977).

Ji ber tepisandinên zayendî yên çareser nebûyî hemû jiyana wan seksûalîze dibe û her dem bi "xwe" re di nava şer de ne. Loma di warê zayendî de dixwazin balê bikşînin ser xwe û bên hezkirin. Ji ber vê yekê carinan reftar û tevgerên wan sedûktîf (seductive) in ango ji hêla zayendî ve dixwazin bal û eleqeya mêran bikşînin ser xwe, lê gava ku mêr nêzîkî wan dibin bi awayekî behetî tevdigerin û weke ku wan tiştek nekiribe hêrs dibin û bi awayekî zext û tirsiyayî bertekan didin (Blacker û Tupin, 1977).

Lewre bi rastî jî di reftarên sedûktîf de liv û tevgereke binhişî (preconscious) heye ku ev rê li ber balkişandina zayendiyê vedike. Ev jî ji hesta xwekêmdîtinê tê ku girêdayî tirs û rageşiya bihiş, bêhiş û binhişî ye.

Jinên hîsterîk ên ku as û wasên wan hene bi awayekî fîksasyonî (fixation) bi wan re mazohîzm (masochism) tê dîtin. Ev jinên hîsterîk stûyê xwe li ber mêrên xwe yên ku bi awayekî sadîstîk (sadistic) tevdigerin xwar dikin, bi vî awayî dixwazin ber dêla hestên xwe yên tawanbar bidin. Ev jî rêyek revê û nixûmandina hestên zayendiyê ye.

Jinên hîsterîk ên fediyok û bêdeng jî bi zayendiyeke provakatîf dixwazin mêran ji rê derxin, bi taybetî jî mêrên ku têkiliyên wan bi jinan re hene. Loma têkiliyên wan ên zayendî sêgoşeyî (triangular) ne.

Derûnkolîner sedemên vê hîsteriyê di tepisandina zayendî de dibînin û dibêjin ev jinên hîsterîk di qonaxa odîpal de asê mane û pirsgirêka zayendî ya bi bav re çareser nekirine, lîbîdoya li hemberî bav ji hev nehatiye veçirandin û rêyeke nû ji xwe re nedîtiye loma ev tepisandina zayendî carinan jiyana wan dixe bin bandor û kontrola xwe (Laplanche û Pontalis, 1973).

Jinên hîsterîk ji hêla zayendî ve bi zanebûn an bi nezanî xwe nêzî mêran dikin lê gava ku mêr xwe nêzî wan dikin an jî bersiva wan didin; ji tirs û rageşiya ensest (incest) û xesandinê dûr dikevin û bi awayekî ecêb tevdigerin. Ev rewş jî di hin astên têkiliyên zayendî de înhîbîsyonê çêdike.

Sîklûs û Menstûrasyon

Bi menstûrasyona yekem (menarş - menarche) re çirûska jin, jinitî, dê û dêtiyê xwe dide xuyakirin. Heta mirov dikare bibêje ku xuyanga herî girîng a jin û jinitiyê ev bixwe ye. Bi dubarekirinê ango bi çerxa menstûrasyonê (menstrual cycle) fikr û ramana daxwaza ku bibe xwedî zarok/an geş dibe. Her serê mehê (bêlimêjî) ango bi ovûlasyonê ev ramana daxwaza zarok/an xwe nû dike.

Bi bêlimêjî (menstruation) û bi çerxa bêlimêjiyê (menstrual cycle) re, jin îmaja pitik û zarokên ku dê çêbibin xeyal dike. Ev xeyalkirin şikl û şemalê dide pitik û zaroka ku wê bê dinyayê. Jin dixwaze tiştê ku destê wê negihîştiyê û nikariye pêk bîne bi rêya zarokên xwe pêk bîne ango fikr û ramanên siberoja xwe û xeyalên xwe bi rêya zarok û zarokên xwe bîne cih.

Ji ber vê yekê derûnkolîner dibêjin: "pitik berî ku bê dinyayê di îmajên derhişî de çêdibe. Ev arezûya zarokan a jinê di derhişiyê de lêgerîna dayîkê bixwe ye. Jina ku bi dêya xwe re têkiliyeke rûxîner, bed û nebaş jiyabe, van tiştên ku bi dêya xwe re jiyaye bo zarok/ên xwe vediguherîne. Jin li hemberî îmajên dê yên neyînî dixwaze bibe xwedî zarok. Lewre jin zarokan li hemberî dêya xwe weke mertalekê (piştevan) bi kar tîne.

Jina ku ji hêla hest û nestan ve di nava pêlên tenêtî û bêçaretiyê de dire û tê, bi zarokên ku wê bîne dinyayê re aş dibe. Jina ku zarokên wê çênabin jî bi agirê arezûya zarokan dişewite. Lewre li hemberî dêya xwe destvala ye ango mertalên (zarok) ku "xwe" pê li hemberî dêya xwe biparêze tune ne. Ev jî rewşa wê ya derûnî tevlihevtir dike.

Zayendiya Jinê

Di nava gelek civatên dinyayê de zayendiya jinê weke tiştekî şeytanî (fêlbazî) tê dîtin. Gelek çîrok û çîvanok di vî warî de hene ku jinê bi zayendiya xwe kes xapandine û rê li ber sosretî û bolelatan vekiriye. Û di gelek şîretên civakî, heta yên kîtabî de jî tê gotin ku divê mirov xwe ji jinê (zayendiya jinê) bistirîne. Loma zayendiya jinê bi dijwarî tê tawanbar kirin. Ji ber vê yekê bi gelemperî çavên her kesî li ser jin û zayendiya jinê ye û bi şiklekî tûj û veşartî li ser tê axaftin.

Freud zayendiya jinê dike du beş: yek jê "dayîktî" ya din jî "qehpetî" ye. Loma mêr, jina ku dişibe dê ango dişibe dêya xwe bêhtir dihebîne û weke jina malan dipejirîne. Bingeha zayendiya jinê di qonaxa odîpal de tê avêtin. Dê bi rêya bejn û bala xwe peyamê ji keça xwe re dişîne û di vê peyama nîvveşartî de dibêje: "tu dikarî ji bavê xwe hez bikî û ew jî dikare ji te hez bike lêbelê divê zayendî di vê hezkirinê de tune be".

Bi vî terhî qedexeya odîpal derdikeve holê û dê bi vê yekê peyamê dide keça xwe ku ew nikare bibe rikbera zayendî ya dêya xwe. Ango dê, têkiliya keç û bavê bi şert û mercê ku arezûya zayendî tê de tune be dipejirîne.

Weke ku me li jor jî diyar kir, jin li ser zimanê gelek civat û dînan nola tiştekî xeternak, tirsnak, cambaz û jirêderketî tê dîtin û bi vî terhî tê deqkirin. Ev deqkirin di çanda me kurdan bixwe de jî heye. Weke mînak tê gotin ku "mêr mêr e, jin jin e" ango "mêrê fediyok bi kundekî, jina fediyok bi gundekî ye." Ji ber ku penîsê mêr heye, mêr bi hêsanî dikare li her derê bigere, neyê malê an jî derengiya şevê were mal, lê bo jina ku bi derengiya şevê were mal an jî neyê mal; ev weke qebhetekê tê dîtin. Lewre ku mesele dibe jin, zayendiya wê derdikeve pêş. Gelek caran ji ber vê meseleyê (zayendiya jinê) malbat ji hev belav dibe û li ser kuştin çêdibe. Loma zayendiya jinê tê çavdêrîkirin û şopandin.

Derûnkolîner Monique Cournut-Janin dibêje ku "ev rê û rêbaz û çanda pir kevnare hêj jî di derhişiya me de dijî, gava ku em dîroka nifşên berî xwe û şopên wan ên derûnî bi awayekî hişmendî (conscious) ferq dikin, bêhtir bandorê li me dikin". Jin bi reftar û tevgerên xwe peyamê ji keç û kurên xwe re dişîne. Peyama ku ji kur re dişîne peyama xesandinê ye. Dê, bi vê peyama xwe hem wî (kur) ji nêzîkahîtêdana ensestûel diparêze hem jî pêşiyê li hesûdiya bav digire. Bi vî awayî kur tirs û rageşiya xesandinê dijî û ji demekê şûn ve, vê tirs û anksiyeteyê watedar dike û kirasê wê vediguherîne. Û di encamê de meyla ensestê ji holê radibe.

Dê heman peyamê ji keçê re dişîne û ji keça xwe re dibêje bêyî ku tu zayendiya xwe bi karbînî tu dikarî ji bavê xwe hez bikî û bavê te ji te hez bike. Freud dibêje: bo jinê kur ji keçan girîngtir e, lewre kur dikare dewsa bav bigire.

Jinîtiya bi Mêran re, Mêrîtiya bi Jinan re

Freud di pirtûka xwe ya bi navê "Three Essays on the Theory of Sexuality" (Li ser Bîrdoziya Zayendiyê Sê Ceribîn) de dibêje ku "hebûna mêrên ku heybera wî ya zayendî ne jin e mêr e û hebûna jinên ku heybera wê ya zayendî ne mêr e jin e, mirovan ecêbmayî dihêle..." (Freud, 2000). Ango mêrek ji hêla heybera zayendî ve weke jinekê tevdigere û ji xwe re li mêrekî digere, jinek jî weke mêrekî tevdigere û ji xwe re li jinekê digere.

Lêbelê jin û mêr weke du zayendên ji hev cuda heta dijber tên dîtin û pejirandin. Çawa dibe ku jinitî û mêritî tê tenişta hev û dibe yek? Freud dibêje ku gava em heybera zayendî nexin nav mijarê, ne hêsan e ku em reftar, tevger û hewldanên hevzayend (homosexual) ji hev veqetînin û rave bikin. Ango mêrekî hevzayend dikare weke heybera zayendî mêrekî hilbijêre lê dibe ku hemû reftar û tevgerên wî mêrokî bin. Di vir de tiştê ku derdikeve pêş jinitî û mêritî ye (Freud, 2000).

Di nav gel de jî gotinên wisa hene: "mêrê mîna jinê, jina mîna mêran; şêr şêr e, çi jin e çi mêr e". Di destpêkê de cudahiya jin û mêran tenê ji hêla bejn û balê ve dihat kirin ango cudahî tenê ji hêla zayendî ve dihat dîtin û kirin. Lêbelê cudahiya reftarî û derûnî dihat paşguhkirin an jibîrkirin. Jixwe nihiçkên zayendî yên zarokan jî li gorî heremên genîtal tevnagere (Gürol, 2002).

Freud jî di vî warî de dibêje ku heya kamilbûnê cudahiya di navbera jinitî û mêritiyê de ne berbiçav e. Lê di qonaxa zaroktiyê de hin mîzacên jinitî û mêritiyê tên raçavkirin. Di derûnkolîneriyê de mijara jinitî û mêritiyê bi gelemperî di dewsa pasîfbûn (passive) û aktîfbûnê (active) tê bikaranîn. Laplanche û Pontalis têgeha aktîftî û pasîftiyê weke bingeha jiyana derûnî bi nav dikin. Û dibêjin ku şert û mercên navxweyî û derxweyî dikarin di heybera nihiçkan de veguherînan pêk bînin.

Carl Gustav Jung: Anîma û Anîmûs

Derûnkolîner Carl Gustav Jung vê rewşê bi "anîma" (anima) û "anîmûs" (animus) rave dike. Jung dibêje: "siya herkesî heye" û ev sî raserî îmaja derûnî tê; îmaja giyanê ya mêran anîma ye û ya jinan jî anîmûs e. Fîgûra arketîp (archetype) ya îmaja derûnî, zayenda raberî xwe disêwirîne û bi vî awayî derûnî xwe tekûz dike. Ango anîma derhişiya mêr ya jinitiyê ye; anîmûs jî derhişiya jinê ya mêritiyê ye.

Jung dibêje: anîma sûretekî derûnî yê mêran e ku kêmasiya genên mê ya di laşê mêran de temsîl dike. Bi heman awayî bo fîgûra mêr ya di derûniya jinê de jî dibêje jin anîmûs (Jung, 1989). Hevsengi ya nîşêt û vexuyanê dijminatiya (animosity) her du fîgûran jî dike. Anîma rê li ber reftar û tevgerên dermantiqî vedike, anîmûs jî rê li ber fikr û ramanên dûrî aqilan vedike ku ev raman jî mirovan hêrs dike. Her du jî bi gelemperî fîgûrên xewn û xeyalan in.

C. G. Jung yek ji waris û şopînerê Freud e ku ji sala 1914an pê ve di gelek mijaran de ji Freud cudatir difikire. Jung gotinên Freud yên derbarê zayendiyê dogmatîk dibîne (Jung, 2006). Mînak, Freud dibêje ku "di bingeha hemû çalakiyên mirovan de zayendî heye û lîbîdo tenê vejeneke zayendî ye". Jung li hemberî vê ramanê dibêje ku "lîbîdo vejena jiyanê ye, zayendî tenê parçeyekî wê ye" (Jung, 1989).

Jung dibêje li tenişta derhişiya takekes (personal unconscious), derhişiya hevpar (collective unconscious) jî heye ku ev jî hemû danhevên dîrokê vedihewîne.

Anîmaya Freud

Freud her ku li nexweşên xwe guhdarî dikir, "xwe" di çîroka wan de didît. Nexweşên Freud bi zêdeyî ew jin bûn ku di şert û mercên wê demê de nikarîbûn xwe bînên zimên lewre arezû, xwestek û anksiyetê yên xwe bi rêya hîsteriyê bi lêv dikirin. Freud jî dikeve bin bandora vegotinên van jinan û dest bi dahûrîna xwebixwe dike (Jung, 2006).

Xewnên xwe dinivîse û bi vî awayî serpêhatiyên xwe bi bîr tîne û van tiştên ku ferq dike bi awayekî nivîskî bi hevalê xwe Fliess re parve dike. Ev nivîsandin ji Freud re dibe mîna amûrekî terapotîk (therapeutic). Freud di van danûstandinê nivîskî de hebûna derhişiyê ferq dike û kifş dike ku di binê nexweşiyên derûnî de zayendiya qonaxa zaroktiyê heye. Ew bêçaretiya ku zarok nikare bi zayendiya xwe tu tiştî bike rê li ber nexweşiyên derûnî vedike.

Freud vegotinên nexweşên xwe yên jin jî weke vê bêçaretiya ku xwe bi noroza hîsteriyê bi lêv dikin, dibîne. Freud van daneyên ku berhev dike, bi hewldaneke zanistî dike berhem. Loma herçiqas dahûrîna Freud a xwebixwe bo vedîtina derûnkolîneriyê cihekî girîng bigire jî mirov dikare angaşt pê bîne ku anîmaya Freud jî ji vê vedîtinê re bûye bingeh. Jixwe gava ku em bi hûrgilî li bîrdoziyên wî binêrin û li ser wan vekolînan bikin, ev angaşt bi awayekî beloq xwe dide der.

Jacques Lacan: "La Femme N'existe Pas"

Ev peyva derûnkolîner Jacques Lacan "la femme n'existe pas" bi fransî tê wateya ku "jin tune ye". Li ser vê gotina J. Lacan gelek gengaşî bûn û hêj jî ev gengaşî berdewam in. Lacan dibêje ku di rastiyê de jin tune ye. Jin sîmptomeke mêran e. Ango "jin tune ye", nasnameya jinê ya ku ji hêla civaka pederşahî (patriarchal society) ve hatiye sazkirin heye. Di siruştê de bo zindewerên mê taybetmendiyeke jinitiyê tune ye (Nasio û Peter, 2010).

Lewre bingeha vê taybetmendiyê di qada sembolî (symbolic order) de ji hêla civakeke pederşahî ve hatiye danîn. Qada sembolî qada zimên e û ziman jî zimanê nêr e ango pederşahî ye. Loma jin sîmptomeke mêran e, fanteziyeke hişê mêr e. Mêr li gorî heybera arezûyê ango bo "xwe" şikl û şemal daye jinê. Jin, li ser zimanê mêr hatiye kodkirin. Loma li gorî Lacan jin nîgaşî (farazî) ye lê mêr sembolîk e.

Ji ber vê yekê ye ku mêr û civata pederşahî dixwaze jinê bêdeng (tune) bike. Jin ne bi siruştiya xwe û bi sembola (ziman) xwe, bi zimanê mêran û civata pederşahî hatiye sazkirin. Ango mirov hebûneke xwedî ziman e û kirdeya "xwe" û "yên din" li ser zimanê xwe ava dike. Jiyan li ser zimên (bi awayekî sembolîk) tê sazkirin. Ji ber vê yekê Lacan jî dibêje ku "jin tune ye" jina ku li ser zimanê mêr û civata pederşahî hatiye sazkirin heye.

Gotineke Lacan a ku zêde nayê fêmkirin û gengaşî li ser pir çêdibe jî "il n'y a pas de rapport sexuel" e û ev tê wê wateyê ku "têkiliya zayendî tune ye". Lewre têkiliya zayendî têkiliyeke zêdebûnê ye (Nasio û Peter, 2010). Lewre di rastiyê de têkiliyeke zayendî tune ye, têkiliyeke zayendî ya li ser zimanan digere heye ango têkiliyeke sembolîk e.

Ku em bala xwe bidin siruştê û zindeweran, em ê bibînin û ferq bikin ku hemû zindewer ji bo zêdebûnê vê fonksiyona zayendê bi kar tînin. Em ji ajelan re nabêjin bi hev re şabûn ango têkiliya zayendî saz kirin em dibêjin "gon xwar, ber girt û hwd". Tenê ji mirov re dibêjin. Lewre mirov hebûneke xwedî ziman e. Lacan van her du gotinên xwe "la femme n'existe pas" û "il n'y a pas de rapport sexuel" bi hebûna zimên rave dike.

Li gorî Lacan derhişî bi zimên ava dibe. Ango bi peyveke vetûrî vebêjin, "ziman, ne tenê ziman e".

Çavnebariya Jinan

Li gorî derûnkolîner Joan Riviere destpêka çavnebariya (envy) jinan ji pitikbûnê tê, pitik dixwaze pêsîra dê bi dest bixe û xera bike. Ev arezûya nekemilî ji çavnebariyê re dibe bingeh. Derûnkolîner Melanie Klein jî dibêje ku çavnebarî bi heybera yekem (primary object) ango bi pêsîrê (memik) derdikeve holê lewre pitik hemû arezû û hewcedariyên xwe bi pêsîrê dabîn dike (Mannoni, 1992).

Lê ji ber ku pitik her dem nikare xwe bigihîjîne pêsîrê hesta ku dê wan bo xwe hiltîne pê re çêdibe. Ev hest bi pitik re hesta dilmayîn û nefretê bilind dike û di encamê de têkiliyên dê û pitikê kelkotî dibin.

Freud çavnebariya jinan bi çavnebariya penîsê (penis envy) şîrove dike. Freud di dahûrîna nexweşên jin de raserî hin dijwariyan dibe. Freud sedema van dijwariyan wisa şîrove dike: "jin tu carî nikarin bigihîjin wî penîsê ku arezû dikin loma jin xwe di valahiyekê de dibînin û wisa bawer dikin ku tu kes nikare alîkariya wan bike û ji wan fêm bike (Mannoni, 1992).

M. Klein jî dibêje di navbera arezûya oral û penîs û pêsîrê de wekhevîbûnekê ava dike. Û dibêje di bingeha çavnebariya penîsê ya bi jinan re pêsîra dê heye. Lewre têkiliya yekem hesta bêrîkirina pêsîrê ye. Freud jî dibêje têkiliya keç û dê bo çavnebarî û têkiliya bi mêran re dibe bingeh. Lewre çavnebariya penîsê û girêka xesandinê bo geşedana keçan pir girîng e.

Klein dibêje ku jin dixwaze taybetmendiyên zayendî yên raberî xwe jê bistîne, lê ji ber ku nikare xwe bigihîjîne wan taybetmendiyan an jî nikare wan bi dest bixe çavnebarî derdikeve holê.

Nancy Chodorow

Derûnkolîner, civaknas, femînîst Chodorow li ser pêywendiyên heyberê (object relations) xebatê xwe didomîne û bi çavekî femînîst li geşedana zayendî ya Freud dinêre û bi nêrîneke zanistên civakî û derûnkolînerî bîrdoziyên Freud dinirxîne. Loma min xwest bi kurtasî cih bidim fikr û ramanên vê jina derûnkolîner.

Chodorow dibêje ku Freud di bîrdoziyên xwe yên li ser jinan de jin bi du awayan nirxandine û ew ji hev cihê kirine: kirde û heyber (Chodorow, 1994). Freud gava ku li ser geşedana jinê dixebite, tenê bi rêya veguhastinê (transference) vê şîrove dike ango têkildarî çîroka jinê nabe. Şaşiyeke din ya bîrdoziya geşedana Freud jî ew e ku bi rêbazeke berepaşkî (retrospective method) û tenê bi çend nexweşên xwe yên jin vê bîrdoziya xwe saz dike: Dora, Anna O., Fraulein von R., Frau Emmy von N., Miss Lucy R., Katharina, Fraulein Rosalia, Frau Cacilie û Emmy von N. (Chodorow, 1994).

Freud dema ku li ser van jinan lêkolînên xwe dike, jinên mîna Anna O., Elizabeth von R. û Lucy R. dixe beşa hîsteriyê ango teşxîsa hîsteriyê li ser wan datîne û sedema hîsteriyê jî bi arezûya zayendî an jî bi hesûdiya penîsê ve girêdide. Di wê navberê de ferq dike ku nexweşên wî yên jin Katharina û Rosalia H. jî vê arezûya zayendî an hesûdiya penîsê trawma (trauma) ya zayendî dijîn.

Derûnkolîner Chodorow li ser vê rewşê dibêje ku ev bîrdoziya Freud ji kirde û arezûya zayendî hatiye safîkirin ango jin bixwe weke kirdeyeke zayendî hatiye nirxandin (Chodorow, 1994). Freud xwewekdîtina keçê ya bi dêya xwe re bi ceribandinên xwe yên têkiliyên heyberî (object relational) tîne zimên.

Freud bi xêra jinan bîrdoziya derûnkolîneriyê û geşedana têgehên wê bi pêş ve birine. Freud bi Anna O. re bîrdoziya xwe ya bi navê "di çêbûna sîptoman de bandora trawmayê" geş dike. Dîsa veguhastina erotîk (erotic transference) a Anna O. raçav dike û bi vî awayî bîrdoziya veguheziyê difesilîne. Bi saya Emmy von N. û Elizabeth von R. rêbaza "bibîranîna serbest" (free association) keşf dike.

Encam

Freud bi lêkolînên li ser hîsteriyê, bingeha derûnnasiya jinê û ya derûnkolîneriyê diavêje. Freud piştî van lêkolînên xwe hem bîrdoziya derûnkolîneriyê hem rêbazên çareseriya hîsteriyê bi pêş ve dibe. Freud, bi saya xebatên hevpar yên ku bi Jean Martin Charcot, Hyppolite Bernheim û Breuer re kirine bingeha hîsteriyê bi zayendiyê ve girêdide.

Paşê di xebatên xwe yên li ser hîsteriyê de hîpnozê bi kar tîne û di wê navberê de "xwe" û jiyana xwe jî dixe ber lêpirsînê û hêdî hêdî şikl û şemalê bîrdoziya wî ya zayendî di mêjiyê wî de bi bejn û bal dibe. Loma dibêje hîsterî ew nexweşî ye ku bi zayendiyê, bi serpêhatiyên takekes û bi tepisandinên zayendî ve eleqedar e. Freud dema ku bi nexweşên xwe yên jin Katharina û Rosalia H. re dixebite sedema sîptomên trawmayê jî bi tepisandina zayendî ve girêdide.

Pirtûka Freud ya bi navê "Three Essays on the Theory of Sexuality" (Li ser Bîrdoziya Zayendiyê Sê Ceribîn) bo nasîna jin û zayendiya jinê stûneke qewîn e. Freud cara yekem di sala 1905an de paşê çend carên din jî pirtûkê çap dike û herî dawî jî di sala 1924an de şikl û şemalê dawî didiyê. Freud di destpêka vê pirtûkê de behsa nihiçkên zayendî û pênaseya wan dike (Erdem, 2010).

Freud di vir de bi giranî li ser zayendiya kamilbûnê radiweste û têkiliya di navbera heybera zayendî û armanca zayendî de dikole. Freud bingeha zayendiya mirovan bi bîseksûelîyê (bisexuality) destnîşan dike û dibêje ku bi zaranînê ev rewş derdikeve holê. Ango heteroseksûeliyê (heterosexuality) weke tiştekî siruştî nabîne û dibêje ku divê li ser lêkolînên derûnkolînerî bên kirin.

Freud dibêje tenê bi tepisandina zayendiya xwe ya mêritî, jin dikare derbasî qonaxa jinitiyê bibe. Di kamilbûnê de lîbîdoya kuran xuya dibe, keç jî vê, bi tepisandina hêla xwe ya mêritiyê didin xuyakirin. Ji bo keçan ev pêvajoyeke dijwar e lewre dev ji klîtorîsê berdide û bi vî awayî ber bi jinbûnê ve diçe.

Derûnkolînerî bingeha derûniyê bi derhişiyê ava dike û jinbûn û mêrbûnê dixe nav derhişiyê û dema ku bi zayendiyê re tên cem hev xewn (fantezî - fantasy) derdikevin holê. Loma mirov dikare bibêje ku derûnkolînerî di xebat û lêgerînên xwe de bêhtir li ser mijara zayend û zayendiyê zîq dibe. Piraniya derûnkolîneran dixwazin ku raz û nepeniyên jiyanê bi bîrdoziya zayendî ya zaroktiyê rave bikin. Di vê bîrdoziyê de jî rola sereke dîsa di destê jinê de ye.

Jixwe gava ku em balê bidin nexweşên Freud jî mirov dibîne ku cihê jinê taybet e. Ango li ser jinên hîsterîk û trawmatîk (traumatic) sekiniye. Ku em mîna Freud şîrove bikin, ev jin ji organên xwe yên zayendî û ji nasnameya zayendî bêhtir ketine pey penîs û nasnameya zayendî ya mêran. Freud vê rewşê weke anksiyete û xesandinê bi nav dike û dibêje ku jin vê mijarê safî nekin nikarin bigihîjin odîpûsa erênî (positive Oedipus) û dê hemû jiyana xwe di nav valahiyekê de bijîn (Stern, 1985).

Lêbelê gava jin bi dêya xwe re peywendiyeke çê ava dikin, ev peywendiya avabûyî bi bav re cih diguhere û jin xwe digihîjîne odîpûsa erênî. Hin derûnkolînerên mîna Florence Guignard û Michel Quinodoz jî mijara jin û jinitiyê bêhtir bi têkiliya keç û dê dinirxînin. Û dibêjin ku tevliheviya vê têkiliyê gelek pirsgirêkên derûnî derdixe holê.

Dîsa heman derûnkolîner dibêjin ku divê jin di rewşa xwe ya taybet a zindewerî de bê nirxandin û analîzkirin. Derûnkolîner Quinodoz dibêje ku girêka xesandinê ne ya jinê ye û anksiyetaya xesandinê jî ne ya mêran e, ev bîrdoziyeke kevnare ya derûnkolîneriyê bixwe ye. Li gorî Quinodoz bejn û bala her du zayenda jî yekpare ye û her du zayend jî tirsa ku bejn û bala wan ji hev belav bibe dijîn.

Bi jinê re anksiyetaya genîtal (genital anxiety) heye û ev anksiyete pir caran di dahûrîna keçan de xwe dide der. Ev tirs û anksiyete di salên pêş de bi bêlimêjî (menstruation), keçanî, ducanî, zaranînê û bi nexweşiyên pîrekî re tê cem hev; ev jî bi anksiyeteya genîtal a mêran re tê tevlihevkirin.

Not: Resenî û berfirehiya vê nivîsê di hejmara 9an a sala 2019an a Kovara Psychology Kurdî de weşiyaye.

Çavkanî

Blacker, K. H., û Tupin, J. P. (1977). Hysteria and hysterical structures: Developmental and social theories. In Hysterical Personality (ed. M. J. Horowitz). Jason Aronson, New York.

Chodorow, N. (1994). Femininities, Masculinities, Sexualities, Freud and Beyond. Kentucky: The University Press of Kentucky.

Jung, C. G. (1989). The Archetypes and The Collective Unconscious (trans. R. F. C. Hull). Princeton University Press, Princeton New Jersey.

Laplanche, J., û Pontalis, J. B. (1973). The Language of Psychoanalysis. Norton, New York.

Stern, D. (1985). Interpersonal World of the Infant: A View from Psychoanalysis and Developmental Psychology. New York: Basic Books Inc. Publishers.

 

Termên Bingehîn

Derûnkolînerî / Psîkanalîz (Psychoanalysis) Rêbazeke derûnnasiyê ye ku ji hêla Sigmund Freud ve hatiye avakirin. Ji du peyvên yewnanî "psykhe" (derûn, giyan, rih) û "analysis" (dahûrîn, kolîn, çareserî, vekolîn) pêk tê. Armanca wê ew e ku pirsgirêkên derûnî yên ku di derhişiyê de mane bîne asta hişmendiyê û wan çareser bike.

Derhişî (Unconscious) Asta derûniyê ye ku mirov bi hişmendî agahdariya wê nîne. Li gorî Freud, piraniya tevgerên derûnî yên mirov di vê astê de çêdibin. Bîr, hest, arezû û xewn û xeyalên ku mirov wan ji bîr kirine an tepisandine di derhişiyê de cih digirin.

Hişmendî (Conscious) Asta derûniyê ye ku mirov di wê kêliyê de agahdar e. Hemû tiştên ku mirov niha bi wan re eleqedar e û fêm dike di vê astê de ne.

Berhiş (Preconscious) Asta navbeynkar a di navbera hişmendî û derhişiyê de. Agahiyên ku niha di hişê mirov de nîne lê dikare bi hêsanî wan bi bîr bîne di vê astê de ne.

Aloziya Odîpûs / Girêka Odîpal (Oedipus Complex) Li gorî Freud, di qonaxa zaroktiyê de (3-6 salî) zarok hestên zayendî yên li hemberî dêûbavê xwe pêş dixin. Kur bi dêya xwe re eleqedar dibe û bavê xwe weke rikber dibîne. Keç jî bi bavê xwe re eleqedar dibe û dêya xwe weke rikber dibîne. Ev qonax bo geşedana nasnameya zayendî pir girîng e.

Rageşiya Xesandinê (Castration Anxiety) Tirsa ku kur di qonaxa odîpal de dijî. Kur ditirse ku ji hêla bavê xwe ve weke ceza bo arezûyên zayendî yên li hemberî dêya xwe were xesandin. Ev tirs dibe sedem ku kur dev ji arezûyên odîpal berde û xwe bi bavê xwe re bike yek.

Hesûdiya Penîsê (Penis Envy) Li gorî Freud, dema ku keç ferq dike ku penîsê wê tune ye, hesteke hesûdiyê pêş dixin. Keç bawer dike ku jixwe penîsê wê hebû lê hatiye jêbirin. Ev hesûdî paşê vediguhezîne arezûya zarokbûnê.

Girêka Xesandinê (Castration Complex) Bi gelemperî bi her du zayendan re têkildar e. Tirs û rageşiya ku bi windakirina an zererê gihîştina organên zayendî ve girêdayî ye.

Lîbîdo (Libido) Enerjiya zayendî ya ku di bingeha hemû çalakiyên mirov de heye. Li gorî Freud, lîbîdo hêza sereke ya ku reftarên mirov dişuxulîne. Jung vê wek enerjiya jiyanê bi gelemperî dibîne, ne tenê weke enerjiya zayendî.

Bîseksûalîte (Bisexuality) Hebûna her du taybetmendiyên zayendî (mêrokî û jinokî) di her mirovekî de. Li gorî Freud, hemû mirovan bi awayekî anatomîk û derûnî taybetmendiyên her du zayendan vedihewînin.

Zayendiya Mêrokî û Jinokî (Masculinity & Femininity) Ne tenê cudahiyên biyolojîk in, di derûnkolîneriyê de bêhtir weke rewş û tevgerên derûnî tên fêmkirin. Mêrokî bi çalakî û jinokî bi tebatiyê ve tê girêdan (herçend ev nêrîn bi rexne hatiye pêşwazîkirin).

Monîsme Seksûel (Sexual Monism) Bîrdoziya Freud ya ku dibêje zarok di destpêkê de tenê organeke zayendî nas dikin: penîs. Li gorî vê bîrdoziyê, keç û kur her du jî di destpêkê de bawer dikin ku hemû kes penîs hene. Paşê keç ferq dike ku penîsê wê tune ye û ev dibe bingeha hesûdiya penîsê.

Dayîktî (Maternity) Rewşa dêbûnê û hemû pêvajoyên derûnî yên bi vê rewşê ve girêdayî. Li gorî derûnkolîneriyê, dayîktî ne tenê rewşeke biyolojîk e, veguherîneke kûr a derûnî jî pêk tîne.

Ducanî (Pregnancy) Dema bardariyê. Di derûnkolîneriyê de weke demeke girîng a veguherînên derûnî tê dîtin. Dê di vê demê de hem bi zaroktiya xwe re rû bi rû dimîne hem jî amade dibe bo nasnameya xwe ya weke dêyê.

Xwewekdîtina Parzûnkirî (Projective Identification) Mekanîzmeke derûnî ye ku tê de dê hest û ramanên xwe yên derûnî li ser pitikê parzûn dike. Dê zaroktiya xwe di pitika xwe de dibîne û bi vî awayî hem bi zaroktiya xwe re têkilî saz dike hem jî pirsgirêkên xwe yên razmend çareser dike.

Têkiliya Heyberî (Object Relations) Têkiliya derûnî ya ku mirov bi kesên din re saz dike. Di derûnkolîneriyê de "heyber" (object) tê wateya kesê din, nemaze dêûbav. Têkiliya zarok a yekem bi dêya xwe re bingeha hemû têkiliyên paşerojê dibe.

Heybera Yekem (Primary Object) Di piraniya rewşan de dêye. Heybera yekem a ku zarok bi wê re têkilî saz dike û ji wê arezû, ewlehî û nasname distîne.

Heybera Arezûyê (Object of Desire) Kes an tişt ku arezûyên derûnî li ser wê/wî tên hiştin. Di qonaxa odîpal de bo kur dê, bo keç jî bav dibe heybera arezûyê.

Veguhêzî / Transfêr (Transference) Di pêvajoyek terapotîk de nexweş hest, ramanên xwe yên bi kesên girîng ên jiyana xwe (dêûbav) re li ser terapîst veguhezîne. Ev bo fêmkirina pirsgirêkên derhişî pir girîng e.

Hîsterî (Hysteria) Cureyeke nexweşiya derûnî ye ku bêhtir bi jinan re dihat dîtin (lê belê mêr jî dikarin vê nexweşiyê bijîn). Nîşêt û vexuyanên laşî yên bêsedemên biyolojîk hene ku sedema wan girêkên derûnî ne. Nav ji peyva yewnanî "hystera" (malzarok) tê.

Hîsteriya Konversiyonê (Conversion Hysteria) Cure ya hîsteriyê ye ku tê de girêkên derûnî vediguhere vexuyanên laşî (wek felcbûn, korbûn, têneçûn).

Norozî (Neurosis) Komeke nexweşiyên derûnî ne ku tê de nexweş têkiliya xwe bi rastiyê re winda nake lê as û was û girêkên derûnî dijî. Hîsterî, obsesyon û fobî cureyên norozî ne.

Înhîbîsyon (Inhibition) Berbendî, astengkirin. Dema ku mirov nikare hest, arezû an çalakiyeke diyarkirî pêk bîne ji ber tirsan, anksiyete an tepisandinê.

Tepisandin (Repression) Mekanîzmeke sereke ya berevaniyê ye. Mirov hest, bîr û arezûyên ku ji wan dikeve nava as û wasan bi nezanî dişîne derhişiyê û wan ji bîr dike. Lê van tiştên tepisandî ji holê naçin û bi awayên din (xewn, lapsên ziman, nexweşî) xwe nîşan didin.

Regresyon (Regression) Vegera li qonaxeke berê ya geşedanê. Dema ku mirov rû bi rû tevgerên dijwar dimîne, dibe ku vegerîne rewş û reftarên qonaxeke kevintir a geşedanê.

Berevajîkirin (Reaction Formation) Nîşandana hesteke berevajî ya rastî. Mînak, kes ku hestên nefretê hîs dike dibe ku reftarên bêhtir dilovan nîşan bide da ku hestên xwe yên rastî veşêre.

Bibîranîna Serbest (Free Association) Rêbazeke bingehîn a derûnkolîneriyê ye ku tê de ji nexweş tê xwestin ku her tiştê ku di mêjiyê wî de derbas dibe bêyî sansûr û kontrol bibêje. Bi vî awayî girek û naveroka derhişî derdikeve holê.

Dahûrîna Xewnan (Dream Analysis) Şîroveya xewnan. Li gorî Freud, xewn "riya padşahî bo derhişiyê" ye. Di xewnan de arezû û girekên tepisandî bi awayekî sembolîk xwe nîşan didin.

Tedawiya Axaftinê (Talking Cure / Talking Treatment) Navê ku Anna O. ji terapiya xwe re dabû. Fêmkirina wê ku bi tenê axaftin û behsa girêkên xwe dikare wê rehet bike, bingeha derûnkolîneriyê bû.

Rêbaza Pakkirinê (Cathartic Method) Rêbaza Breuer ku tê de bi rêya hîpnozê girekên derhişî tên bîranîn û bi derxistina wan nexweş rehet dibe. Wek "pakkirina derûnî" tê fêmkirin.

Hîpnoz (Hypnosis) Rewşeke xewna sêvir a ku tê de terapîst dikare bigihîje bîr û hestên derhişî. Freud di destpêkê de bi kar dianî lê paşê dev jê berda û rêbazên din bi kar anî.

Narsîsîzm (Narcissism) Hezkirina berfirehî ya xwe. Di derûnkolîneriyê de ne tenê weke tiştekî neyînî tê dîtin, di geşedana siruştî de jî cihekê heye. Lê gava ku zêde be, dibe pirsgirêkeke derûnî.

Ambîvalans (Ambivalence) Hebûna hestên hevdij (hez û nefret, evindarî û dijminatî) li hemberî heman kesî an tiştî di heman demê de. Ev rewş bi taybetî di têkiliya zarok a bi dêya xwe de tê dîtin.

Fîksasyon (Fixation) Mayana li qonaxeke diyarkirî ya geşedanê. Dema ku zarok nikare qonaxekê bi awayekî siruştî derbas bike, hin taybetmendiyên wê qonaxê di her emrê xwe de bi xwe re dibe.

Civaka Pederşahî (Patriarchal Society) Civata ku tê de desthilatdariya mêran heye û hemû pergal, ziman û nirx li gorî mêran hatine avakirin. Li gorî hin derûnkolîneran (mîna Lacan) ev rewş bandorekî kûr li ser nasnameyên zayendî dike.

Qada Sembolîk (Symbolic Order) Têgeha Lacan e. Pergala ziman, çand, yasayan û nirxên civakî. Mirov dema ku zimanê fêr dibe tê vê qadê û li gorî pergalên wê xwe dide şikil.

Arketîp (Archetype) Têgeha Jung e. Îmaj û motîfên gelemperwer ên ku di derhişiya hevpar (collective unconscious) a hemû mirovan de hene. Mînak: îmaja dêyê, bavê, hêjayê, şêrê û hwd.

Anîma û Anîmûs (Anima & Animus) Têgehên Jung in. Anîma îmaja jinîtiyê di derûniya mêr de ye, anîmûs jî îmaja mêritiyê di derûniya jinê de ye. Her mirovek her du taybetmendiyên di xwe de vedihewîne.

Jinitî (Femininity) Ne tenê cudahiya biyolojîk e, komeke taybetmendî, rewş û reftarên derûnî ne ku bi jinbûnê ve têkildar in. Di derûnkolîneriyê de mijareke razber e ku li ser wê gelek gengaşî çêbûne.

Menarş (Menarche) Menstûrasyona yekem. Di derûnkolîneriyê de weke xuyanga sereke ya jinbûnê tê dîtin û veguherîneke girîng a derûnî bi xwe re tîne.

Çerxa Menstûrasyonê (Menstrual Cycle) Ne tenê pêvajoyeke biyolojîk e, bi vê re jin her mehê bi arezû û xeyalên dayîktiyê re rû bi rû dimîne.

Zayendiya Klîtoral (Clitoral Sexuality) Li gorî Freud, zayendiya keçan a di zaroktiyê de li ser klîtorîsê ye û ev "zayendiyeke mêrokî" ye. Divê keç di kamilbûnê de dev jê berde û berê xwe bide zayendiya vajînal (zayendiya jinokî).

La Femme N'existe Pas Gotina navdar a Lacan e ku tê wateya "jin tune ye". Lacan bi vê dibêje ku jin weke kategoriyeke bixwe (independent) tune ye, nasnameya jinê ji hêla civaka pederşahî ve hatiye avakirin.

Kesayetiya Hîsterîk (Hysterical Personality) Cure ya kesayetiyê ye ku tê de hestên guherbar, reftarên sedûktîf (ji hêla zayendî ve balkêş) lê di heman demê de înhîbîsyonên zayendî hene. Bi taybetî bi jinan re dihat dîtin lê her du zayend dikarin vê kesayetiyê hebin.

Mazohîzm (Masochism) Standin an hezkirin a êş û zilma li ser xwe. Hin jinên hîsterîk bi vî awayî hewl didin ku hestên tawanbariya xwe kêm bikin.

Sadîzm (Sadism) Pêrevajî ya mazohîzmê ye. Leza ku ji êşdana an zulmkirina kesên din tê.

Rêbaza Berepaşkî (Retrospective Method) Nêrîna ji paşerojê bo rabirdûyê. Freud bi vê rêbazê li ser nexweşên mezinan xebitî û hewl da ku geşedana wan a di zaroktiyê de fêm bike.

Dahûrîna Xwebixwe (Auto-analysis) Dahûrîna mirov a li ser xwe. Freud piştî mirina bavê xwe xewn û bîrên xwe dahûrî kir û bi vî awayî gelek bîrdoziyên bingehîn ên derûnkolîneriyê keşf kir.

 

Comments

Popular posts from this blog

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...