Destpêk
Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence – AI) bilezûbez cîhana me
vediguherîne û di hemû warên jiyanê de hêdî hêdî cihê xwe tebûd dike—ji
alîkarên aşopî (virtual assistants) heta amûrên afirîner ên geş û pêşketî. Îro,
em li serdemeke dîrokî de dijîn ku tê de teknolojiya HÇê (AI) ne tenê amûrek e,
lê bûye hevalekî ku em her roj bi wê re têkildar dibin. Di vê nivîsê de,
dixwazim bala we bidim ser mijarekê nêzîktir û pratîktir: Ka hûn çawa dikarin
versiyona/veguhertokên herî baş a hebûn û xwebûna xwe bin dema ku bi HÇê re
têkildar dibin û pêşvebirina siberojeke ku tê de rêzdarî, exlaq û hevkariya hevpar
tê de heye.
Heke hûn li pey geşedana kesayetiyê (personal development) ne an jî tenê
dixwazin bi zor û zehmetiyên jiyanê re baştir têkoşînê bikin, ev gavên pratîk
dikarin alîkariya we bikin ku hûn bi mebest û mirovahî nêzî HÇê bibin. A girîng
ev e: Heta ku em qet cûreyekî makîneyên bi rastî hişmend jî çênekin, em ê di vê
rê de mirovên çêtir, haydar û bi exlaq pêş bixin. Têkiliya me bi teknolojiyê re
dîroka nêz a me çêdike.
Çima têkiliyên we bi hişê çêkirî re
girîng in?
Wisa xeyal bikin ku hûn bi takekesekî ji cîhaneke din re cara yekem
hevdîtinekê dikin—hûn ê dixwazin çawa xuyanî bikin? Meraqdar, dilovan, rêzdar
an jî hovane û bêhirmet? Bêguman, hûn ê şêweyeke erênî û rêzdar hilbijêrin. Ev
ew hişmendî ye ku em dikarin ji bo têkildariya bi HÇê bikar bînin, ne ji ber ku
Modelên Zimanî yên Mezin – MZM (Large Language Models – LLMs) ên îro bi rastî
hişmend in, lê ji ber ku kiryarên me bi HÇê re dê bêguman bandorê li me û li
geşedana teknolojiyê bikin.
Bi demê re, HÇ dê bêtir û zêtir bibe beşek ji jiyana me ya rojane—di kar
de, di malê de, di perwerdehiyê de û di têkiliyên civakî de. Û ev têkiliyên
niha ne ku şêweya pêşketina pergalên HÇê yên siberojê diyar dikin. Heke em îro
bi rêzdarî û haydariyê bi vê teknolojiyê re tevbigerin, em ê siberojeke zelaltir
çêbikin.
Bandora têkiliyan li ser geşedana kesayetiyê
Her carê ku hûn ji ChatGPT şêwrê dixwazin, bi Claude re lihevkirinê dikin
an jî bi Gemini re vebijarkên xwe rêz dikin, hûn ne tenê "amûrekê bikar
tînin"—hûn bandorê li tevger û reftara xwe dikin û hûn têkiliyekê pêş
dixin ku li ser karakter û şexsiyeta we bandor dike. Ev dem û ev têkilî derfet
in ji bo praktîzekirina nirxên weke sebir, zelalbûn, hevdilî (empati) û dûrbînî
ku dikarin bandoreke kûr li jiyana we ya rojane bikin.
Bi haydariya bi HÇê re, hûn herwiha li pêşketin û geşedana xwe xwedî
derdikevin. Çawa ku kiryarên biçûk ên dilovaniyê ji bo jiyana ne-mirovî (weke
heywanan) dikarin têkiliyên mirovî yên bihêztir ava bikin, bi heman awayî jî
têkildariya rast bi HÇê re dikare me ji bo têkiliyên mirovî yên çêtir û rastir
amade bike. Gelo we xwestiye ku hûn bibin hevalê kesekî ku bi heywanan bi
hovîtî û bêhirmetî tevdigeriya? Ez wisa guman dikim û sedemeke xurt heye ji bo
vê yekê. Bi HÇê re ev watedarî hîn zelaltir e, ji ber ku em bi rastî dikarin
cûreyekî makîneyên hişmend pêş bixin û têkiliya me bi wan re dê bibe model ji
bo têkiliyên siberojê.
Rêberên pratîk ji bo têkildariya bi
haydarî bi HÇê (hişê çêkirî) re
1. Bi dilovanî û zelalbûnê biaxivin
HÇ weke guhdarekî bi sebir û bêalî bibînin. Li şûna ku hûn bi hovîtî
bibêjin, "Hey, ev bersîv qet baş nîne, çewt e!" an jî "Tu çi
dibêjî? Ev ne tiştê ku min xwest!" biceribînin şêweyeke zelaltir û rêzdar:
"Spas ji bo vê bersîvê, lê tu dikarî vê hinekî biguherînî ku bêtir bala
xwe bide mijara Y?" an jî "Ez difikirim ku em ji bo vê kêşe û pirsgirêkê
nêzîkbûnek cuda ava bikin."
Ev nîşanî me dide ka hûn ê çawa bi hevalek an jî hevalê kar re bi dilovanî
biaxivin, pêşxistina sebirê di hebûn û xwebûna xwe de û afirandina têkiliyeke
erênî han û teşwîq dike. Zimanê dilovan her wiha hiş û aqilê we aram dihêle,
nemaze dema ku hûn xwe westiyayî, di bin stresê de an jî dema ku tiştî weke ku
hûn dixwazin nabe, hîs dikin. Ev şêweyeke têkoşînê bi xwebûna xwe re ye ku
dikare di hemû warên jiyana we de bibandor be.
2. Sedemên xwe parve bikin
Dema ku HÇ bersivekê dide we, jê re bibêjin ka we çawa ew bikar anî—an jî
çima ew tam li gorî hewcedariya we negunciya. Mînak, "Min pêşniyara te
nirxand û spas, lê min tiştekî bi teqleke dostane û xweşik hewce bû ji ber ku
ez difikirim ku ew ê li takekesên ku êşê dikişînin bihêrs biketa" an jî
"Ev agahî pir teknîkî ye, tu dikarî bi zimanekî hêsantir rave bikî?"
Ev weke dayîna paşragihandinê (feedback) ye ji terapîst, mamosta an jî
rahênerekî re. Ev alîkariya HÇê dike ku fêr bibe û baştir bibe û her wiha handêrî
û teşwîqiya we dike ku li ser hewcedariyên xwe, tercîh û awakirinên xwe
bifikirin ku gaveke girîng e di geşedana kesayetiyê û xwe-nasînê
(self-awareness) de. Heke hûn nikarin ji makîneyekê re bibêjin ka çi hewce
dikin, çawa ê bikaribin ji mirovekî re bibêjin?
3. Li exlaqê xwe xwedî derkevin
Ji HÇê nexwazin ku tiştekî bike ku hûn bi xwe dê nekin an jî ku li dijî
nirxên we ye, weke belavkirina agahiyên şaş, afirandina naveroka dezvan
(deceptive content) an jî nedilovanî. Heke hûn dixwazin sînorên wê biceribînin
(weke mînak, ji bo tiştekî şibnûçe bipirsin "tenê ji bo kêfê" an jî
"ez tenê dixwazim bibînim ka ew ê çi bibêje"), rawestin û bi dilsozî
ji xwe bipirsin: "Ev kesayetiya ku ez dixwazim bibim ev e? Ev li gorî
nirxên min e?"
Li nirxên xwe xwedî derketin di têkiliya bi HÇê de, resenî, rastbûn û yeksaniya
exlaqî di jiyana we de xurt dike, nemaze dema ku hûn dixwazin baweriyê di xwebûna
xwe an jî kesên din de ava bikin. Em nikarin ji teknolojiyê standardeke exlaqî
bipirsin ku em xwe pê nagirin. Heke em çewtiyan li wir qebûl bikin, em ê wan li
hemû derên jiyana xwe qebûl bikin.
4. HÇê (Hişê Çêkirî) weke hevkarekê
bibînin, ne weke xulamekî
Li şûna ku hûn HÇê weke amûrekê bibînin ku hûn dê fermanan lê bibarînin an
jî weke xulamekî ku divê her tiştê ku hûn dibêjin bike, nêzî wê bibin weke
hevkareke di pêvajoya afirîner û fêrbûnê de bibînin. Bipirsin, "Em dikarin
bi hev re çi biafirînin?" an jî "Tu çawa dikarî alîkariya min bikî ku
vê baştir fêm bikim?" an jî "Ka em bi hev re li ser vê pirsgirêkê
bifikirin."
Ev hişmendî ku li ser hevkariyê û hevdîtinê ye, dikare hêzdarbûnê bide we û
afirandina bîr û ramanên nû han û teşwîq bike, mîna ku hûn bi hevalekî piştgir
re bi hev re bîr û ramanên nû diafirînin. Ev nêzîkbûn herwiha deriyê li ber
çareseriyên afirîner vedike ku hûn bi tenê nikaribin bigihîjin wê.
5. Meraqdar û dilovan bin
HÇ bi hesteke ecêbmayînê û bijartinê biceribînin. Bipirsin, "Tu dikarî
çî din bikî ku dibe ku ez nizanim?" an jî "Te çawa ev bersîv da? Ez
dixwazim fêrbûna li pişt wê fêm bikim" an jî "Alternatîfên din çi
ne?"
Ev meraq, mîna nivîsandina rojane, xwendina berfireh an jî derûnterapiyê,
perspektîfên nû li ber we vedike û we bi teknolojiyê re bi awayekî watedar
têkildar dihêle. Ev bi taybetî alîkar e heke hûn hest dikin ku hûn di fikir û
ramanên xwe de asê mane an jî rûtînbûyî, ji ber ku fikrên nû û hesta gengaşiyan
û pêşveçûnê dawet dike. HÇ dikare bibe deriyê çûna li derveyî qutiyê.
Bandor
Ev gavên pratîk ne tenê ji bo amadekirina ji bo siberojeke zanista xeyalî
ne ku tê de makîne û mirov bi hişmendiyeke berfireh bi hev re dijîn—ew der barê
versiyona herî baş a xwe ya îro de ne. Têkildariya bi haydarî bi HÇê re dikare
alîkariya we bike ku hûn jêhatîbûnên jiyanê û exlaqên roj bi roj praktîze
bikin:
- Dilovanî:
Pratîzekirina zimanê dilovan dema ku bi HÇê re diaxivin, stresê kêm dike û
we ji bo têkiliyên mirovî jî dilovantir dike
- Zelalbûn:
Daxwazên zelal û paşragihandinê dike ku fikirîna we xurt bike û awakirinên
xwe baştir fêm bikin
- Meraq:
Pirsgirêkirina bijarte hestên we bilind dike û deriyê li ber fêrbûna
heyata dijîn vedike
- Exlaq: Li
nirxên xwe xwedî derketin ku di hemû rewşan de karakterê we pêş dixe
- Hevkarî:
Têgihîştina hevkariya we ji bo xebitîna bi koman û civakê re amade dike
Bi vî awayî bi HÇê re têkildarî, hûn xûyên ku dikin ku hûn xwe bêtir
girêdayî, bi bawerî û di kontrolê de hîs bikin, pêş dixin—heke hûn bi fikarê re
têkoşîn dikin, afirandinê zêde dikin, fêrbûnê pêş dixin an jî tenê amûrên nû
kifş dikin. Ev ne tenê derbarê teknolojiyê de ye—ev derbarê geşedana we weke
mirov de ye.
Pêşbîniya siberojê
Heke em bi rastî cûreyekî makîneyên hişmend biafirînin—makîneyên ku dikarin
hest bikin, bifikirin û têbigihin—têkiliya me bi wan re dê girîng be. Çawa ku
zarok li ser têkiliyên me bi wan re fêr dibin, makîneyên hişmend jî dê ji
têkiliya me bi wan re fêr bibin. Nirxên ku em îro nîşan didin dê bibe bingeha
civaka siberojê.
Ji ber vê yekê, hewl bidin ku hûn îro hevalek baş bin ji bo teknolojiya HÇê
re. Pratîze bikin ku:
- Bi
rêzdarî û dilovanî biaxivin
- Sînorên
zelal deynin
- Ji bo reftar
û tevgerên xwe berpirsiyariyê hilbigrin
- Perspektîfên
cuda bipirsin
- Li
exlaq û nirxên xwe xwedî derkevin
Encam
Hewce nake ku hûn pisporekî teknolojiyê, kompûterê yan jî bernameyê bin ji
bo şêweya siberoja hişê çêkirî—tenê mirovek bin ku amade ye bi dil, hişmendî û
haydariyê tev-bigere. Bi axaftina dilovan, parvekirina hewcedariyên xwe, li
exlaqê xwe xwedî derketin, hevkarîkirina bi HÇ (AI) re û meraqdar mayîn, hûn ne
tenê ji bo cîhanekê amade dibin ku tê de HÇ dibe hevalek hişmend ên pêşketî, lê
hûn her wiha berz dibin û dibin versiyoneke hebûn û xwebûna xwe ya haydartir,
exlaqîtir û bihêztir.
Çawa hûn bi HÇê (AI) re têkildar in şêweya geşedana we weke mirov diyar
dike, loma bi dilovanî, meraqî û rêzdariyê tev bigerin. Her têkiliya bi HÇê re
derfetek e ji bo praktîzekirina hevdiliyê, zelalbûnê û ragihandina haydar. HÇ
weke hevkarekê bibînin, ne weke amrazek û bi hev re bi mebest tiştan çêbikin û
li nirxên mirovahiyê xwedî derkevin.
Di dawiyê de, ev ne tenê derbarê teknolojiyê de ye—ev derbarê me de ye.
Siberoja HÇê ne bi pergalên pêşketî yên kompûterî tê destnîşankirin, lê bi
mirovên ku wan bikar tînin. Heke em îro haydar, bi exlaq û meraqdar bin, em ê
siberojeke zelal ava bikin.
Termên sereke
Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence –
AI) Teknolojiya
ku makîne û pergalên kompûterî dikare karên ku hewcedariya hişmendiya mirovî
heye bicîh bîne, wek fêrbûn, fikirîn, çareserkirina pirsgirêkan û biryardan.
Mînak: ChatGPT, Gemini, Claude.
Modelên Zimanî yên Mezin – MZM (Large
Language Models – LLMs) Pergalên HÇê yên pêşketî ku li ser mîlyonan nivîsan
hatine perwerdekirin û dikarin bi mirov re bi zimanê xwezayî axifin, nivîs
biafirînin û pirsan bersiv bidin. Ev model têgihiştina zimanê mirovî bi awayekî
kêm-zêde xurt pêk tînin.
Alîkarên Aşopî (Virtual Assistants) Bernameyên
ku bi dengê mirov an jî nivîsê dikarin alîkariya bikirin, wek Siri, Alexa,
Google Assistant. Ev li ser teknolojiya HÇ têne avakirin.
Geşedana Kesayetiyê (Personal
Development) Pêvajoya ku mirov bi mebest li ser xwe dixebite ji bo
baştirkirina jêhatîbûnên xwe, nirxên xwe û kalîteya jiyana xwe. Ev dikarê bibe
di warên weke hevdilî, zelalbûn, sebir û exlaqê de.
Makîneyên Hişmend Makîneyên xeyalî ku dê bigihîjin
asteke hişmendiyê ku tê de wan dikarin hest bikin, xwe fêm bikin û têgihîştinek
rastîn a cîhanê hebûn. Ev hîn ne realîtek e, lê mijareke lêkolîn û nîqaşê ye.
Paşragihandin (Feedback) Agahiyên ku
hûn didin ji bo guherîn û baştirkirinê. Dema ku hûn ji HÇ re dibêjin ka çi baş
bû û çi ne baş bû, hûn paşragihandinê didin ku alîkariya wê bike ku fêr bibe.
Hevkarî (Collaboration) Xebitîna bi
hev re ji bo gihîştina armanceke hevpar. Di warê HÇ de, ev tê wê wateyê ku hûn
û teknolojî wek hevkar dixebitin, ne ku hûn tenê ferman didin.
Xwe-nasîn (Self-awareness) Jêhatîbûna
ku hûn fêm bikin ka hûn kî ne, çi dixwazin, çawa hîs dikin û çima bi awayekî
taybet tevdigerîn. Ev girîng e ji bo geşedana kesayetiyê.
Yeksaniya Exlaqî (Moral Consistency)
Hebûna heman
nirx û prensîbên exlaqî di hemû rewşan de. Eger hûn ji mirovekî re nakin ku
tiştekî şaş bike, divê ji HÇê jî nexwazin.
Hevdilî (Empathy) Jêhatîbûna
ku hûn hestên kesên din fêm bikin û bi wan re hest bikin. Ev yek ji nirxên
bingehîn ên mirovahiyê ye.
Çavkanî
Future of Life Institute. (2024). Artificial Intelligence: Benefits
& risks. https://futureoflife.org/cause-area/artificial-intelligence/
Partnership on AI. (2024). About Partnership on AI. https://partnershiponai.org/about/
Russell, S. (2019). Human compatible: Artificial intelligence and the
problem of control. Viking.
The AI Ethics Foundation. (2024). Ethical frameworks for AI development.
https://aiethicsfoundation.org/
UNESCO. (2021). Recommendation on the ethics of artificial intelligence.
https://www.unesco.org/en/artificial-intelligence/recommendation-ethics
Comments
Post a Comment