Skip to main content

Posts

Showing posts from January, 2026

DERÛNIYA PABENDÎ Û DILSOZIYÊ

Destpêk   Dilsozî (bîat, pabendî - allegiance) yek ji diyardeyên bingehîn ên jiyana mirov e ku di nav pêwendiyên civakî, siyasî û takekesane de xwe nîşanî me dide. Ji perspektîfa derûnkolînerî (psychoanalysis) ve, dilsozî ne tenê pabendî û pevgirêdaneke hişmendî ye, lê di heman demê de pêvajoyek kûr a derhişî (unconscious) ye ku bi awayekî kûr bi geşedana kesayetiyê (personality development) ve girêdayî ye.   Freud û bîrdoziya derûnkolîneriyê dilsoziyê weke encameke mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) û xwewekdîtina derûnî (psychological identification) dihesibînin. Ev pabendî û pêwendiya kûr di zaroktiyê de dest pê dike û di nav têkiliyên bingehîn de şêwê û şemal vedigire.   Bingehên Derûnkolînerî yên Dilsoziyê   Xwewekdîtina Bingehîn   Li gorî bîrdoziya derûnkolînerî, xwewekdîtina zarok (child identification) bi dêûbav û kesên wî yên girîng de bingeha dilsoziyên siberojê ye. Freud (1921) behsa "xwewekdîtina dêûbavî" (paternal ident...

LI SER DERÛNIYA BAWERIYA BI DEREWAN LI KURDISTANÊ

Destpêk Gelê kurd di nav rewşeke siyasî û civakî ya aloz û tevlihev de dijî ku tê de her roj bi hezaran zanîn û agahdarî ji çavkaniyên cihêreng tê - ji medyaya fermî ya dewletên dagirker bigire heta medyaya civakî, ji propaganda siyasî bigire heta agahdariyên neteweyî. Di vê rewşê de, tomarê cudakirina rastiyê ji derewan gelek dijwartir dibe, bi taybetî dema ku derew bi hêviyên neteweyî, daxwazên azadiyê an jî bi tirs û dilşikestiyên civakî ve girêdayî bin. Baweriya bi derewan (belief in lies) ji bo kurdan ne tenê kêşe û pirsgirêkeke takekesî ye, belê dibe sedema bandorên mezin li ser têkoşîna neteweyî, yekîtiya civakî û pêvajoya avakirina welêt. Dema ku dezînformasyon û propaganda li dijî kurdan weke çekeke siyasî têne bikar anîn, fêm û têgihiştina mekanîzmayên derûnî yên ku ji bo mirovan dibin sedema baweriya bi derewan – bibe hewcedariyeke bijîşkî. Li gorî lêkolînên van Manen û van Lange (2019), mirov bi xwezayî meyl dike ku agahdariya bi baweriyan û dîtinên xwe re lihevhatî...

PROPAGANDA GIRAN A LI SER REWŞA KURD Û KURDISTANÊ Û DABEŞBÛNA VENASÎNÎ (COGNITIVE DISSONANCE)

Destpêk Di navbera sînorên Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê de, gel û welatê kurd di navbera hêzên siyasî, îdeolojîk û cîografî de hatiye parçekirin. Ev parçebûna cîografî û siyasî, di dirêjahiya dîrokê de bûye bingeha pergalatîk a propagandayên kîn, nefret, ajîtasyon û provokasyonê ku ji aliyê dewletên dagirker ve li dijî kurdan hatine bikaranîn. Propaganda ya ku ajîtasyon û provokasyonê wekî stratejiyeke navendî di xwe de vedihewîne, ne tenê têkoşîna siyasî an şer û pevçûneke dîrokî ye; ev, êrîşeke derûnî ya kûr e ku li ser venasîna takekesî, pergala hestyarî û binyata exlaqî ya civakê bandoreke wêranker dike/dihêle. Di rewşa kurdan de, ev mekanîzma ku çend sedeyî û domahiya, di şiklê propagandayên dewletê de ku nasnameya kurdî înkar dike, di sansûra zimanî de ku kurdî wekî "zimanekî nehatiye naskirin" dibîne, di vegotinên dîskûrsên kîn û nefretê de ku kurdan wekî "terorîst", "xayîn" an "yên-din" (other) pênase dike û di şer û pevçûnên leşker...