Destpêk
Zayendî û zayendîtî parçeyeke girîng û bingehîn a jiyana mirovî ye ku bi awayekî siruştî digihîje hemû lawiran. Her çiqas zayendî û zayendîtî yek ji xisletên bingehîn ên hebûna mirovî be jî, di nav civakan de hêj weke mijara talebû û şermîn tê hesibandin. Ev helwesta neyînî ya li hemberî mijara zayendîtiyê bandoreke kûr li ser sîheta derûnî, civakî û laşî ya mirovan dike. Gelek pisporên qadên derûnnasî (psychology), civakzanî (sociology), û derûnbijîşkiyê (psychiatry) di lêkolînên xwe de diyar kirine ku piraniya pirsgirêkên derûnî, civakî û geşepêdanê bi zayendî û zayendîtiyê ve girêdayî ne. Li gorî Bradley û Zucker (1997), mijar û axaftinên derbarê zayendî û zayendîtiyê di nav civakê de hêj di bin talebû û kontroleke civakî de ne, ku ev jî dibe sedema ku mirov bi serbestî û vekirî li ser van mijaran neyê axaftin û ev rewş bibe sedema çêbûna pirsgirêk û astengiyên derûnî.
Daqurtandin (refoulement) û sînordarkirina hest û fikrên derbarê zayendîtiyê di civakê de bandoreke neyînî li ser mirovan dihêle û dibe sedema çêbûna bêpergaliyan. Li gorî Baird (2004), tepisandina zayendîtiyê û astengkirina gotinên derbarê vê mijarê bi awayekî neasayî xwe dide der û dibe sedema pirsgirêkên cidî yên derûnî û civakî. Ji ber vê yekê, lêkolîna bêpergaliyên zayendî (sexual dysfunction), zayendî (sex), zayendîtî (sexuality), û hevzayendiyê (homosexuality) pir girîng û hewce ye.
Di vê lêkolînê de, em ê sedemên bingehîn ên bêpergaliyên zayendî bi awayekî zanistî û berfireh vekolin. Di nav civakê de gelek bawer û fikrên şaş û çewt derbarê jiyana zayendî hene ku ev bawer û fiker ji kêmzanînê û talebûyên zayendî (sexual taboos) tên. Ev talebû û kêmzanî rê li ber bêpergaliyên zayendî vedike û astengiyên cidî li ber dermankirina van pirsgirêkan radixe. Bêpergaliyên zayendî û erka zayendîtiyê li gorî rewşa xwestek (desire), hişyarî (arousal), û kelecana zayendîtiyê (sexual pleasure) vediguhere û bi awayekî giştî di bin du beşên sereke de tên dabeşkirin.
Bêpergaliya Erka Zayendî
Bêpergaliya erka zayendî (sexual dysfunction)
bi gelemperî di bin du kategoriyên sereke de tê dabeşkirin. Beşa yekem
bêpergaliya erka zayendî ye ku jêheznekirina têkiliya zayendiyê, hestnekirina
kêfxweşiyê, an jî xwedûrgirtina ji têkiliya zayendî vedihewîne. Beşa duyem jî
parafîlî (paraphilias) ye ku tê de hişyariya zayendî û têkiliyên
zayendîtiyê girêdayî heyber, reftar û rewşên ne siruştî ne. Li gorî American
Psychiatric Association (APA, 1980), ev bêpergalî bi girêdayiya wan bi çerxa
zayendî û qonaxên cihêreng ên vê çerxê ve tên nirxandin.
Qonaxên Çerxa Zayendî
Li gorî çerxa zayendî û qonaxa ku tê de ye,
bêpergaliya erka zayendî bi sê kategoriyan tê dabeşkirin. Yekem, bêpergaliyên
di qonaxa arezûyê (desire phase) de ne. Duyem, bêpergaliyên di qonaxa
hişyarkirinê (arousal phase) de ne. Sêyem jî bêpergaliyên di qonaxa
orgazmê (orgasm phase) de ne. Her yek ji van qonaxan taybetmendiyên xwe
yên taybetî hene û bêpergaliyên wan cihêreng in.
Qonaxa Arezûyê: Di vê qonaxê de du cure bêpergalî hene. Yekem arezûya
hîpoaktîf (hypoactive desire) e ku bi kurtasî li hemberî zayendiyê
bêeleqedarî û guhnedêrî heye. Ev guhnedêriya zayendî weke bêeleqedariya giştî
ya arezûyê tê pênasekirin. Di encamê de têkiliya zayendî çênabe, lêbelê hin
kesên zewicî bi tenê ji ber erka zewacê dikevin têkiliya zayendî. Hin pispor vê
rewşê weke bêpergaliya zayendî bi nav nakin û dibêjin ku dibe ev ji ber şêwe û
teknîka hevseran bixwe be.
Cureyeke din a bêpergaliya di vê qonaxê de nefreta
zayendiyê (sexual aversion) ye. Nefreta ji zayendîtiyê û arezûya
hîpoaktîf ji hev cuda ne. Lewre di vir de, nêzîkahîtêdaneke zayendiyê ku
aresteyî kesekî heye û tepisandina vê rewşê xwe weke acizbûn, kerixîn, nefret,
madxelîn û tirsê dide der. Nefreta zayendiyê bi gelemperî bi serboriyên mirovan
ve têkildar e. Ev jî bi azmûn û ceribandinên zayendî yên trawmatîk (traumatic
experiences) ve eleqedar e. Serpêhatiyên zaroktiyê yên biêş û azar vê
bêpergaliyê geş dikin. Di zarokantiyê de dûçarmayîna destavêtin û devavêtinê,
îstîsmar (abuse), ensest (incest), an jî destdirêjiya zayendî (sexual
assault) hin mînakên vê ne.
Qonaxa Hişyarkirinê: Jin û mêr bi hişyarkirina zayendî
re hin veguherînên fîzyolojîk dijîn. Lê di vê rewşa bêpergaliyê de ev
veguherînên fîzyolojîk qels û kêm in û carinan jî ji holê radibin. Weke mînak,
di hişyarkirina zayendî de bi mêran re repbûn (erection) û bi jinan re
jî şilbûna vajînayê (vaginal lubrication) kêm e an jî qet çênabe. Ev
rewş bandoreke neyînî li ser jiyana zayendî ya hevseran dike û dibe sedema
pirsgirêkên ciddî yên pêwendiyê.
Qonaxa Orgazmê: Di reftar û tevgerek zayendî ya siruştî de rewşa herî
dawî orgazm (orgasm) e. Bêpergaliya di vir de ew e ku mêr pêşwext vala
dibin û jin jî orgazm nabin an jî bi derengî orgazm dibin. Ji vê rewşê re jî
dibêjin orgazma bergir (inhibited orgasm). Ev rewş dibe sedema dilşewitî
û bêkêfxweşiya hevseran di jiyana zayendî de.
Bêpergaliyên Zayendî yên Biêş
Dîsparonî: Dîsparonî
(dyspareunia) têkiliya zayendî ya biêş û jan e. Ev êş tenê di dema
têkiliya zayendî de tê hestkirin. Herçiqasî bi giştî bi jinan re bê dîtin, ev
rewş bi mêran re jî tê xuya kirin (Green, 2000). Dîsparonî dibe sedema ku mirov
ji têkiliya zayendî dûr bikeve û ev jî bandoreke neyînî li ser jiyana hevserî
dike.
Vajînîsmûs: Vajînîsmûs
(vaginismus) ev bêpergalî tenê bi jinan re tê dîtin. Bi hişyarkirina
zayendî re masûlkeyên vajîna bêhemdî girj (contraction) dibin (Green,
2000). Ev girjbûn devê vajîna digire û nahêle ku penîs têkeve hundirê vajînayê.
Di vê rewşê de jin pir êş û janê dikişîne loma nikare têkiliyê bidomîne. Divê
mirov vêya rave bike ku bo mirov weke bêpergalî bi nav bike, divê bi berdewamî
dom bike. Lewre, ji ber gelek sedem û rewşên têvel carinan mirov rastî vê rewşê
dibe. Weke mînak, nexweşî, bikaranîna hin dermanan, betilandin, rewşa derûnî û
hwd dikare di her qonaxa zayendî de bi bandor be.
Sedemên Bêpergaliyên Erka Zayendî
Di binê vê bêpergaliyê de mirov dikare gelek sedemên
derûncivakî (psychosocial factors) rêz bike. Hin ji van sedeman
hînbûniyên şaş, hestên neyînî yên derheqê zayendiyê, pêwendiyên çewt, jiyana
trawmatîk, pêwendiyên trawmatîk ên zayendî, nêzîkahîtêdanên ezperest ên
hevseran û hwd in. Li gorî nêrîna derûnkolîneriyê, kêmasiya dahûrandina
Kompleksa Odîpal (Oedipal Complex) û Elektrayê (Electra Complex)
rê li ber bêpergaliyên zayendî vedike.
Hînbûnên Şaş
Gelek pispor û derûnnas li gorî bîrdoziya reftarî (behavioral
theory) difikirin ku rûdanên zayendî yên pêşwext bi hestên neyînî re bûne
yek, ango bi merckirina bertekî (aversive conditioning) ev hînbûn
derdikeve holê. Di encama vê de tirs, asûwas, hesta xwekêmdîtin û neserkeftinê
bi mirovan re peyda dibe. Hestên bi vî rengî dibe sedema ku takekes bi şerm û
fedî nêzî zayendiyê bibe û rê li ber gelek ramanên şaş vedike. Di rewşên wisa
de takekes ne aram e û kêfxweşiyê ji têkiliya zayendî nastîne, lewre ji xwe û
ji performansa xwe ne bawer e û loma her dem di amadenebaşiyê de ye.
Hin pispor vê hesta neyînî ya li hemberî zayendiyê bi
zarokantiyê ve girêdidin û dibêjin ku lîstik û pêlîstokên zarokan ên zayendî
dema ji hêla dêûbav ve bên qedexekirin û zarok ji ber vê bên tawanbarkirin, rê
li ber van hestên neyînî vedike û ev jî ji bo bêpergaliyan dibe bingeh. Hin
pispor jî van hestên neyînî bi taybetî jî hestên derheqê performansa zayendî bi
kêmaniya serborî û zanyariyê ve girêdidin. Takekesên wisa her dem xwe weke
temaşevan (spectators) dibînin û dikin û nakin nikarin tiştên ku temaşe
dikin di jiyana xwe de pêk bînin.
Pirsgirêkên Têkiliyê
Kêmbûn an jî tune bûna hezkirin, rêzdarî û eleqeyê rê
li ber bêpergaliya reftarên zayendî vedike. Gelek fikr û ramanên cuda yên
derheqê serborî û lihevnekirinên hevseran jî bandorker in. Pêwendiyeke sax û
dilovan di navbera hevseran de pir girîng e ji bo jiyaneke zayendî ya sax û
kêfxweş. Cudahiyên di nêrîn û hêviyên derbarê zayendîtiyê de dikarin bibin
sedema pirsgirêkên cidî.
Sedemên Fîzîkî
Mirov dikare van sedeman bi du koman da beş bike.
Yekem bikaranîna madeyan e. Madeyên kîmyayî yên biyanî ku dikevin can û bedena
mirov rê li ber bêpergaliyên zayendî vedikin. Ev bêpergalî demkurt in. Mînak,
vexwarina zêde ya alkolê, bikaranîna hin dermanan (barbiturat, narkotîk) û hwd.
Piştî bikaranîna van madeyan demkurt be jî arezûya zayendî kêm dibe an jî ji
holê radibe.
Duyem bandora hormonan (hormones) e.
Bêhevsengiya hormonên jin û mêran rê li ber bêpergaliya erka zayendî vedike.
Lêbelê mirov nikare vê weke sedema yekane bi nav û nîşan bike. Hormonên weke
testosteron (testosterone), estrojen (estrogen), û progesteron (progesterone)
rola xwe ya girîng di zayendîtiyê de dilîzin.
Çareserî
Çareseriya van bêpergaliyan bi gelemperî li ser xebat
û lêkolînên Jînekolog William Howell Masters û Derûnnas Virginia Eshelman
Johnson hatiye avakirin. Master û Johnson bi taybetî li ser pirsgirêkên zayend
û zayendîtiyê xebitîne. Master û Johnson ji terapiya ku bi pêş xistine re
dibêjin zîqbûna sehkeran (sensate focus). Di vê terapiyê de li ser
zîqbûna hişyarkirina lebat û endamên herêma zayendî tê rawestandin. Bi vê
rawestandinê dixwazin ku bi zewq û kêfxweşî têkiliya zayendî saz bikin. Bi vî
awayî hestnekirina rageşiyê pêk tê û mirov dikare ji nû ve bi têkiliya zayendî
re têkiliya erênî ava bike.
Parafîlî
Parafîlî (paraphilias), takekes bi xewn û xeyal
û heyberên ecêb dikeve nav arezûya neasayî ya zayendî. Ev takekes li hemberî
heyberan, ajelan - zoofîlî (zoophilia) - û miriyan - nekrofîlî (necrophilia)
- arezûya zayendî hest dike. Îşkencê li xwe û hevsera xwe - sadîzm û mazoşîzm (sadism
and masochism) - dike û bi vî awayî arezû û kelecana zayendî dijî û hest
dike. Hin ji wan jî bi zarokan - pedofîlî (pedophilia) - re vê kelecana
zayendî dijîn. Bi kurtasî bo hişyarkirin, kelecan û kêfxweşiya zayendî heyberên
xerîb tên bikaranîn û tevger û reftarên sosret tên raçavkirin.
Mirov bi giştî dikare van reftarên parafîlî di nava sê koman de şîrove bike. Yekem, heyberên ku takekes bi kar tîne weke kelecan û hişyariya zayendî. Duyem, reftarên biçûkker, kêmdîtin û tehdeyî weke reftarên zayendî xwe dûbare dikin. Sêyem jî çalakiya zayendî ya nedilniyayî, hevserê/a ku ji têkiliya zayendî ne razî û kêfxweş e, hevserê/a din kêfxweş dike. Ango nerazîbûn û jênexweşiya hevserekî/ê kêfxweşî û kelecaneke zayendî dide hevserê/a din.
Fetîşîzm
Fetîşîzm (fetishism), cureyeke parafîliyê ye ku
takekes bi dîtin, lepandin, destdan û bi xeyalkirina heyberan - heyberên ku
dij-zayend bi kar tîne - kelecan û hişyariyeke zayendî hest dike. Mîna ku
têkeve têkiliya zayendî bi wan heyberan re diaxive û bi wan dilîze û hwd. Bi
gelemperî ev takekes mêr in. Heyber jî nemaze pêlavên jinê, kiras, binçek,
destmal û hwd in.
Herçiqasî di van reftarên fetîş de heyber dewsa hevser
negire jî di hin reftarên fetîşîk de heyber bi giştî dewsa hevser digire. Hin
pispor piştî ku heyber dewsa hevser girt û pê ve van reftarên fetîşîk weke
bêpargaliyê dipejirînin. Di van reftarên fetîş de heyeberên sereke pêlav,
şimik, bot, kiras û binkiras be jî hin takekesên fetîşîk bi taybetî kincên
hevirmêş û şîfon bi kar tînin û bi vî awayî erekte dibin.
Takekesê fetîşîk dema ku bi tena serê xwe dimîne van
heyberan hembêz dike, miz dide, dipelîne û li canê xwe û organên xwe yên
zayendî dide û bi vî terhî vala dibe. Ji fetîşîkan hin jê heyberan didizin û bi
vî awayî vala dibin hin ji wan ji dikanan kincên jinan didizin û bi vî awayî
coş û kelecana zayendî hest dikin (Sadock û Sadock, 2008). Derûnnas sedemên
fetîşîzmê di serpêhatiyan de dibînin. Dibêjin ku rêzdarî û hesta xwekêmdîtinê û
kêmasiya rolên zayend û zayendiyê rê li ber vê bêpergaliyê vedike.
Transvestîzm
Transvestîzm (transvestism), takekes bo coş û kelecana zayendî hest bike kincên dijzayendê xwe li xwe dike. Nemaze bi mêran re tê dîtin. Weke mînak, mêrên transvestîk kincên jinan li xwe dikin. Di transvestîzmê de du kesayetiyên sereke derdikevin pêş. Yek ji wan dema ku dikeve têkiliya zayendî kincên dijzayendê xwe li xwe dike û bi vî awayî dikeve têkiliya zayendî û asta kelecana xwe bilind dike. Yên din jî kincên dijzayendê xwe li xwe dike û bi van kincan digere.
Dibe ku ev rewş weke pirsgirêkeke nasnameya zayend û
zayendiyê bê dîtin û hevzayendiyê bîne bîra mirov, lêbelê ev ne tiştekî wisa
ye. Li gorî lêkolînên ku li Amerîqayê hatine kirin bi mêrên transvestît re li
gorî yên normal kêmtirîn xwestek, nihiçk û meyldariya hevzayendiyê hatiye
dîtin. Hin takekes jî hem bi dîtin û lepandina heyberan hem bi lixwekirina
kincên dijzayend coş û kelacana zayendî hest dikin ku reftarên van takekesan
weke transvestîzma fetîşîk tê binav kirin.
Sadîzm û Mazoşîzm
Sadîzm û mazoşîzm (sadism and masochism), divê mirov sadîzm û mazoşîzmê bi hev re hilde dest lewre di navbera wan de têkiliyeke ku hevdû temam dike heye. Ê dide heye û yê dîstîne heye. Têgehên sadîst û mazoşîst bi azar û tadeyê gihîştine hişyarî û kelecana zayendî ye. Navên van cure parafîliyan ji Marquis de Sade (1740-1814) û Leopold von Sacher-Masoch (1836-1895) hatine. Ev du nivîskar di bîranînên xwe de behsa jiyana xwe ya zayendî dikin.
Takekesê sadîst bi kirina êş û eziyetê digihîje coş û kelecana zayendî, lêbelê mazoşîst berevajî vê bi dîtina êş û eziyetê digihîje wê coş û kelecana zayendî. Carinan radeya reftarên bi vî rengî pir bilind dibe û di encama îşkence û lêdan û destdirêjiyê de mirin çêdibe. Carinan jî mazoşîst jiyana xwe bi destê xwe dixin xeteriyê. Sadomazoşîst (sadomasochist) jî ji lêdanê - li hin kesan bide an jî hin kes lê bidin - zewqa zayendî distîne, ango hem sadîst e hem mazoşîst e.
Pêşanderî
Pêşanderî (exhibitionism) ew e ku takekes
organên zayendê di nav kom an civakê de dide pêşandan. Sê taybetmendiyên vê
pêşanderiyê hene. Yekem, organên xwe yê zayendê tenê pêş jinên biyanî dikin.
Duyem, li cihê ku têkiliya zayendî ne gengaz e vê reftara pêşendariyê dikin,
weke mînak li mexezayeke pir qelebalix. Sêyem jî bi armanca jinan bitirsîne û
şaş bike tê kirin. Li gorî lêkolînan dema ku jin berteka dest nîşan neke,
xwepêşander zewq û kelecana zayendî hest nake.
Voyorîzm
Voyorîzm (voyeurism), cureyeke din a parafîliyê
ye ku bi temaşekirina tazîkirinê, kincjixwekirinê an jî kinc lixwekirinê û li
raçavkirina çalakiyên zayendî û ji xeyalkirina wê zewqê distîne. Ev rewş di
gelek çalakiyan de heye weke mînak li temaşekirina wêne, vîdeo, televîzyon û
hwd. Ev tiştekî siruştî ye. Lêbelê di voyorîzmê de temaşekirin dewsa çalakiya
zayendî bixwe digire. Li gorî lêkolînan li cem gelek kesên zewicî û ku tu
pirsgirêkên wan ên zewacê nînin jî voyorîzm tê dîtin.
Pedofîlî
Pedofîlî (pedophilia), ev jî cureyeke
parafîliyê ye ku bi destavêtin û destdirêjiya zarokan rû dide. Bi gelemperî
mêrên ku temenê wan derdora 30î ye meyldarî vê parafîliyê ne. Û pir caran ev
takekes ji malbatê an jî nêzî malbatê ne û kesek tu hêviyek wisa ji wan nake
loma kes jê nakeve tu şik û gumanan. Wêneyên tazî yên zarokan dikişîne, dema ku
zarok ditirsin gotinên xweş û nerm dike û zarokan difirkîne û dixwaze ku zarok
jî wî bifirkînin. Ev cureyeke parafîliyê pir xeternak e û dibe sedema ziyanan û
trawmayên giyan ji bo zarokan.
Transseksûalîzm
Transseksûalîzm (transsexualism), di nav
bêpergaliyên nasnameya zayend û zayendiyê de ya herî dijwar e. Mêr xwe weke
jineke ku ketiye bedena mêr, jin jî xwe weke mêrekî ku ketiye bedena jinê hest
dike û dibînin. Û vê bedena xwe weke girtîgehekê bi nav dikin. Ji ber organên
xwe yê zayendê fedî dikin. Dilê hinan ji wan ji organên wan dixele û jê nefretê
dikin. Hestên bi vî rengî rê li ber depresyon (depression) û ramanên xwe
kuştinê (suicidal thoughts) vedikin (Auer et al., 2014).
Ji salê 1950î pê ve operasyonên veguherîna organên
zayendê (sex reassignment surgery) dest pê kirine. Organên zayendê yên
mêran tên standin û li dewsa wê vajîna tê çêkirin û bi hormona endojen pêsîr
mezin dibin û rih û simbêl nema derdikevin. Bo jinên ku xwe weke mêran hest
dikin jî penîsek tê çêkirin - lêbelê penîs ne bi kêrhatî ye - û rih û simbêl
tên çêkirin û deng vediguhere (Beemyn, 2013).
Lê li gorî lêkolînên ku li ser transseksûelan hatine
kirin, bi veguherînê re jiyana wan a derûncivakî ber bi başiyê ve neçûye. Ev
takekes hem ji hêla jiyana civakî hem ji hêla jiyana zayendî ve xwe kêm û tenê
hest dikin (Pfaefflin, 1993). Loma bijîşkên ku operasyon li dar dixistin ên
mîna John Hopkins dev ji operasyonên bi vî rengî berdan. Bêtirîn girîngî dan
terapiya lihevkirinê (acceptance therapy) ku takekes bikaribe nasnameya
xwe ya zayendê û zayendiyê bipejirîne û di nav aramiyê de bijî (Baba et al.,
2007).
Hevzayendî
Hevzayendî (homosexuality) bi qasî dîroka
mirovahiyê kevnar e. Ango hebûna wê bi mirovatiyê re yek e. Di Şaristaniyên
Yewnan, Roma, Îranê de xwe vedişartin. Ev di misilmantiyê de jî wisa bû. Berê
weke nexweşî û bêpergaliyekê dihat pejirandin loma serî li gelek rê û rêbazên
dermankirinê didan. Lê bi demê re pisporan ew weke tiştekî siruştî bi nav
kirin. Li dinê gelek hevzayendiyên mêr - gey (gay) - û jin - lezbîyen (lesbian)
- ên bi navûdeng hene: Michelangelo, Leonardo da Vinci, Plato, Sappho, Oscar
Wilde, Virginia Woolf û hwd (Hepp et al., 2005).
Li welatên Rojava helwesta li hemberî hevzayendiyê tê
guhertin. Weke mînak, li Îngilîstanê hîn bêtir bi xweşbînî tê pêşwazîkirin lê
li welatên Îskandînavyayê ev helwest hişk û neyînî ye. Welatên Rojhilat
hevzayendiyê weke neasayî û weke bêpergaliya zayendî dibînin (Hepp et al.,
2005). Di van salên dawî de li gelek welatên Ewropayê hin mafên zagonî bi dest
xistin û êdî hevzayend bi awayekî zagonî tên parastin.
Hin pisporên zayend û zayendiyê hevzayendiyê bi du
cureyên sereke ji hev vediqetînin. Ên nêzî eziyê (ego-syntonic) û ên
dûrî eziyê (ego-dystonic). Ên nêzî eziyê, bi rewşa xwe ya zayend û
zayendiyê kêfxweş in û hewcedariyê bi veguherîneke zayend û zayendîyê nabînin.
Loma pirsgirêkên wan ên takekesî û derûnî nîn in. Ji ber vê yekê pispor rewşa
van takekesan weke bêpergaliyekê bi nav nakin. Lêbelê yên dûrî eziyê, ji rewşa
ku tê de ne ne razî ne û bi gelek nîşaneyên derûnî destnîşan dikin ku dixwazin
veguherin. Pispor rewşa van takekesan weke bêpergaliyê bi nav dikin.
Sedemên Hevzayendiyê
Sedemên Derûncivakî: Li gor pisporan du sedemên
derûncivakî yên vê hene. Yek jê ew e ku têkiliya dê û kur baş be lê ya bav û
kur nebaş be û kur xwe bêhtir nêzî dê dike û dê ji xwe re bike rol-model (role
model). Ev jî pêşî li ber hevzayendiyê vedike. Heman rewş bo keçan jî
derbasdar e. Ya din jî hînbûn û merckirinên zarokatiyê ne ku pêwendiyên bi
dêûbav û derdorê re merckirina dijdar (aversive conditioning) çêdibe. Ev
jî di pêşerojê de rê li ber hevzayendî û bêpergaliyên zayendiyê vedike.
Li gorî derûnnasan du cureyên pêwendiya dê û kur, kur
nêzî têkiliya hevzayendiyê dikin. Yekem, hezkirineke xenqoyî (smother love)
ya di navbera dê û kur de ye. Duyem jî pêwendiya dê ya hişk, sar, nejidil û
nepejirandî ye. Lêkoler her du şîroveyan jî pesend dikin. Derûnkolîner vê rewşa
dê û kur - hezkirina xenqoyî - bi bîrdoziya Freud rave dikin. Kur kompleksa
odîpal (Oedipal complex) çareser nake û bi bav re nikare xwewekdîtinekê
saz bike loma xwe nêzî dê dike û bi dê re xwewekdîtinê saz dike (Freud, 1993).
Sedemên Zindewerî: Ji hêla geşepêdana zindewerî (biological
development) ve dema ku pitik hêj fetûs (fetus) e ji ber hin sedemên
noronnasî (neurological), genetîk (genetic), û hormonî (hormonal)
rastî bêpergaliyan tê û kur û keçbûna wî/wê nakemile an jî nîvco dimîne. Ev jî
di pêşerojê de dibe sedema pirsgirêkên zayendî.
Noronnasê bi navê Simon Levay (1991) li ser mêjiyê
mêrên hevzayend û têvelzayend lêkolînan li dar dixe. Di encama van lêkolînên
xwe de dibîne ku binyada mêjiyê hevzayend û têvelzayendan ne weke hev e. Li
gorî van lêkolînan beşeke hîpotalamûs (hypothalamus) a mêjiyê
hevzayendan nêviyê yên têvelzayendan e. Bandora vê beşa hîpotalamûsê li ser han
(dêrî) û kelecaniyê heye.
Destdirêjiya Zayendî
Destdirêjiya zayendî (sexual assault), têkiliya
zayendî ya bêyî xwesteka mirov e. Handêriya destdirêjiyê û taybetmendiya wê çi
ne û çi dibe sedem ku ev pêk tê. Di vî warî de xebatên herî berfireh xebatên
Groth, Burgess û Holmstrom (1977) in. Li gor van lêkoleran, zayendîtî, kerb û
hêz rê li ber destdirêjiyê vedike û vê bi nav çar komên handêr rave dikin.
Yekem, destdirêjiya girêdayî hêzê (power assertive
rape) ye ku ev bi handeriya fetihîdînê peyana destdirêjiyê pêk tê. Duyem,
destdirêjiya bi çespandina hêzê (power reassurance rape) ye ku mêr bo
dilê xwe bi hêza xwe qewîn bike, ango baweriya xwe bi hêza xwe bîne, bi
gelemperî ji mêraniya xwe bikeve şik û gumanê û ji xwe û ji mêraniya xwe bawer
neke vê destdirêjiyê dike.
Sêyem, destdirêjiya girêdayî kerbê (anger
retaliation rape) ye ku di nav cureyên destdirêjiyê de a herî xeternak ev
e. Ji ber kerb û neferetê dibe ku qurban bê kuştin. Li gorî lêkolînan ji sedî
30 qurban ji vê komê ne. Çarem jî destdirêjiya girêdayî kelecan û neferetê (sadistic
rape) ye ku ev cureya destdirêjiyê di xwe de sadîzmê vedihewîne. Ev
destdirêjî bo kêf û kelecanê tê kirin. Ji têkiliya zayendî bêhtir coş û kelecan
girîng e. Ev ji sedî 5 tê dîtin.
Ji bilî van, destdirêjiya çeteyan (gang rape) û
destdirêjiya civanî (date rape) jî heye. Destdirêjiya çeteyan, bi
gelemperî di koman de pêk tê ku 15-20 kes tê de hene. Nijadperestî, cudahiya
netewî, nefreta ji neteweyekê, zexta komê û hwd hin sedemên vê ne. Destdirêjiya
civanî jî ev bêhtir bi xwendekarên zanîngehê û ciwanan re tê dîtin.
Encamên Destdirêjiyê
Encama herî xereb a destdirêjiyê li ser qurban û
mexdûran e. Jiyana qurbanan ji binî de xera dibe û êdî pir zehmet e ku dîsa bên
ser derba xwe ya berê. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin jinên bûne qurbanê
destdirêjiyê li gorî yên din heft qatan bêtir dikevin depresyonê û derûniya wan
li gorî jinê normal zûtir xerab dibe. Jiyana normal û ya zayendî jî bêpergal
dibe û hin ji wan nikarin vê rewşê rakin û xwe dikujin. Wekî din di gelek
pirsgirêkên civakî dijîn. Îzolekirin (isolation), nebaşkirin û hwd hin
ji van pirsgirêkan in.
Encam
Mirov dikare bi kurtasî bibêje ku bi gelemperî
pisporên vê qadê erka zayendî dikin sê beş: xwestek (desire), hişyarbûn
(arousal), û orgazm (orgasm). Lê Masters û Johnson (1994) dibêjin
ku li hemberî hişyarkera zayendî çar bertekên fîzyolojîk derdikevin holê û van
çar bertekan bi çar qonaxan rave dikin: Qonaxa hişyarbûnê, qonaxa platoyê (plateau
phase), qonaxa orgazmê û qonaxa sistbûnê - resolusyon (resolution phase).
Çerxa van çar qonaxan li gorî rewşa jin û mêran vediguhere.
Hemû bêpergaliyên zayendî di nava sê komên sereke de
tên dabeşkirin: Parafîlî, bêpergaliya nasnameya zayendî - transseksûalîtî (transsexuality)
- û bêpergaliya erka zayendî. Di parafîliyê de, bi kurtasî takekes bi heyber,
tevger û reftarên derîadetê (abnormal behaviors) ji hêla zayendî ve xwe
hişyar dike û coş û kêfa zayendî dijî. Gelek cureyên wê yên ecêb hene:
eksîbîsyonîzm (exhibitionism), fetîşîzm, pedofîlî, û hwd.
Di rewşa bêpergaliya nasnameya zayendî de, takekes li
hemberî zayenda xwe ya zindewerî aciz e. Takekes organên xwe yên zayendî naxwaze
û ji wan nefret digire. Loma mîna dijzayendê xwe tevdigere û rol, reftar û
helwestên dijzayendê xwe bêhtir dihebîne û li gorî wê tevdigere. Bi gelemperî
hevzayendîtî (homosexuality) weke bêpergaliya nasnameya zayendî an jî
weke parafîliyê tê dîtin. Lê ji 30 salî vir ve hevzayendîtî mîna bêpergaliya
zayendî nayê dîtin û ji hêla bijîşkiyê ve ne weke nexweşiyê weke parçeyekî
asayîbûnê tê pejirandin.
Bo
jinan bêpergaliya erka zayendiyê, kêmbûna arezûya zayendî, nexweşiya nefreta
zayendî, bêpergaliya orgazm û hişyarbûnê, vajînîsmûs, pirsgirêkên têkiliya
zayendî û hwd vedihewîne. Bo mêran jî, bêpergaliya ereksiyonê (erectile
dysfunction), kêmbûna arezûya zayendî, pirsgirêka valabûna pêşwext (premature
ejaculation) û hwd nişêtên vê ne.
Sedemên bêpergaliya zayendî û bêpergaliya erka zayendî
hem organîk (organic) hem derûnî (psychological) ne. Carcaran
sedemên organîk rê li ber sedemên derûnî vedikin, carcaran jî sedemên derûnî rê
li ber sedemên organîk vedikin. Bêguman sedemên çandî (cultural), civakî
(social), klînîkî (clinical), û derûncivakî (psychosocial)
jî hene. Di nav civakê de sixletiya bêpergaliya erka zayendî zêde ye û
hewcedariya zêdetir a lêkolîn û çareseriyan heye.
Not:
Berfirehiya vê nivîsê di hejmara 10an 2020an a kovara Psychology Kurdî hatiye
weşandin.
Çavkanî
American
Psychiatric Association (1980). Diagnostic and Statistical Manual of Mental
Disorders, 3rd ed (DSM-III). Washington, DC: American Psychiatric
Association.
American
Psychiatric Association (2013). Diagnostic and Statistical Manual of Mental
Disorders, 5th ed (DSM-5). Washington, DC: American Psychiatric
Association.
Auer,
M. K., Fuss, J., Höhne, N., Stalla, G. K., & Sievers, C. (2014).
Transgender transitioning and change of self-reported sexual orientation. PLoS
One, 9(10).
Baba,
T., Endo, T., Honnma, H., Kitajima, Y., Hayashi, T., Ikeda, H., et al. (2007).
Association between polycystic ovary syndrome and female-to-male
transsexuality. Human Reproduction, 22(4), 1011-1016.
Baird,
V. (2004). Cinsel çeşitlilik. İstanbul: Metis.
Beemyn,
G. (2013). A presence in the past: a transgender historiography. Journal of
Women's History, 25(4), 113-121.
Bockting,
W. O. (2008). Psychotherapy and the real-life experience: from gender dichotomy
to gender diversity. Sexologies, 17(4), 211-224.
Bradley,
S. J., & Zucker, K. J. (1997). Gender identity disorder: a review of the
past ten years. Journal of the American Academy of Child & Adolescent
Psychiatry, 36(7), 872-880.
Freud,
S. (1993). Cinsiyet üzerine. İstanbul: Say Yayınları.
Gabbard,
G. O. (2009). Gabbard's Treatments of Psychiatric Disorders, 4th edition.
Arlington: American Psychiatric Publishing.
Green,
R. (2000). Family co-occurrence of gender dysphoria: ten sibling or
parent-child pairs. Archives of Sexual Behavior, 29(5), 499-507.
Hepp,
U., Kraemer, B., Schnyder, U., Miller, N., & Delsignore, A. (2005).
Psychiatric comorbidity in gender identity disorder. Journal of
Psychosomatic Research, 58(3), 259-261.
Pfaefflin,
F. (1993). Regrets after sex reassignment surgery. Journal of Psychology
& Human Sexuality, 5(4), 69-85.
Sadock,
B. J., & Sadock, V. A. (2008). Kaplan and Sadock's Concise Textbook of
Clinical Psychiatry, 3rd Edition. Philadelphia: Lippincott Williams &
Wilkins.
Zucker,
K. J. (2004). Gender identity development and issues. Child and Adolescent
Psychiatric Clinics of North America, 13(3), 551-568.
Termên
Sereke
Ev
belge termên sereke yên derbarê zayendî û zayendîtiyê bi Kurdî (Kurmancî) û
Îngilîzî pêşkêş dike û ravekirina wan dide.
|
Termê
Kurdî |
Termê
Îngilîzî |
Ravekirina
Termê |
|
Zayendî |
Sex |
Taybetmendiyên
biyolojîk ên ku mirov weke mêr an jin diyar dikin |
|
Zayendîtî |
Sexuality |
Tevahiya
têkilî, hest, meyldarî û reftarên zayendî yên mirov |
|
Bêpergaliya
Erka Zayendî |
Sexual
Dysfunction |
Pirsgirêk
di erka zayendî de ku jêheznekirina têkiliyê, hestnekirina kêfxweşiyê an
xwedûrgirtinê vedihewîne |
|
Parafîlî |
Paraphilias |
Hişyarî
û kelecanên zayendî yên girêdayî heyber, reftar an rewşên ne siruştî |
|
Arezû |
Desire |
Qonaxa
yekem a çerxa zayendî, xwesteka mirov a bo têkiliya zayendî |
|
Hişyarbûn |
Arousal |
Qonaxa
duyem a çerxa zayendî, veguherînên fîzyolojîk ên beden bo amadebûna zayendî |
|
Orgazm |
Orgasm |
Qonaxa
sêyem a çerxa zayendî, asta herî bilind a kêfxweşiya laşî û derûnî |
|
Arezûya
Hîpoaktîf |
Hypoactive
Desire |
Bêeleqedarî
û guhnedêriya zayendî, kêmiya an tunebûna xwesteka zayendî |
|
Nefreta
Zayendiyê |
Sexual
Aversion |
Tepisandin
û nefretkirina nêzîkahîtêdanên zayendî bi hestên tirs, madxelîn û kerixînê |
|
Dîsparonî |
Dyspareunia |
Têkiliya
zayendî ya biêş û jan, êşa di dema têkiliya zayendî de |
|
Vajînîsmûs |
Vaginismus |
Girjbûna
bêhemdî ya masûlkeyên vajînayê ku rê li ber têkiliya zayendî vedike |
|
Orgazma
Bergir |
Inhibited
Orgasm |
Derengmayîn
an tunebûna orgazmê di têkiliya zayendî de |
|
Merckirina
Bertekî |
Aversive
Conditioning |
Pêwendiya
di navbera rûdanên zayendî û hestên neyînî de bi merckirinê |
|
Zîqbûna
Sehkeran |
Sensate
Focus |
Terapiya
Masters û Johnson a ku li ser zîqbûna hişyarkirina lebat û endaman tê
rawestandin |
|
Fetîşîzm |
Fetishism |
Hişyarî
û kelecanên zayendî bi heyberên taybetî re, weke kinc, pêlav an tiştên din |
|
Transvestîzm |
Transvestism |
Lixwekirina
kincên dijzayend bo coş û kelecana zayendî |
|
Sadîzm |
Sadism |
Gihîştina
coş û kelecana zayendî bi kirina êş û eziyetê li hevsera xwe |
|
Mazoşîzm |
Masochism |
Gihîştina
coş û kelecana zayendî bi dîtin an jî kişandina êş û eziyetê |
|
Pêşanderî |
Exhibitionism |
Pêşandana
organên zayendî di nav civakê de bo hişyarbûn û kelecanên zayendî |
|
Voyorîzm |
Voyeurism |
Gihîştina
kelecanên zayendî bi temaşekirina çalakiyên zayendî yên kesan |
|
Pedofîlî |
Pedophilia |
Meyldariya
zayendî ya neasayî aresteyî zarokan, cureyeke parafîlî |
|
Transseksûalîzm |
Transsexualism |
Hestkirina
xwe weke endamê dijzayend û xwesteka veguherîna zayenda biyolojîk |
|
Hevzayendî |
Homosexuality |
Meyldariya
hestî, derûnî û zayendî aresteyî kesên heman zayend |
|
Gey |
Gay |
Mêrên
hevzayend |
|
Lezbîyen |
Lesbian |
Jinên
hevzayend |
|
Nêzî
Eziyê |
Ego-syntonic |
Hevzayendên
ku bi rewşa xwe kêfxweş in û hewceyê veguhastinê nabînin |
|
Dûrî
Eziyê |
Ego-dystonic |
Hevzayendên
ku ji rewşa xwe ne razî ne û dixwazin veguherin |
|
Kompleksa
Odîpal |
Oedipal
Complex |
Li
gorî Freud, têkiliya kurê bi dêya xwe re û dijberiya wî bi bavê xwe re |
|
Destdirêjiya
Zayendî |
Sexual
Assault |
Têkiliya
zayendî ya bêyî xwesteka qurban, bi zor an bi zordarî |
|
Îstîsmar |
Abuse |
Bi
kar anîna zordestî, destavêtin an destdirêjî li hemberî kesekî |
|
Trawma |
Trauma |
Birin
û şokên derûnî yên ku ji serpêhatiyên xirab û dijwar tên |
|
Depresyon |
Depression |
Nexweşiya
derûnî ya bi hestên dilşewitî, bêhêvî û kêmaniya zewqê |
|
Derûnnasî |
Psychology |
Zanista
ku reftarên mirov û pêvajoyên derûnî lêkolîn dike |
|
Derûnbijîşkî |
Psychiatry |
Beşa
bijîşkiyê ya ku nexweşiyên derûnî teşhîs û derman dike |
|
Talebû |
Taboo |
Reftar
an mijara qedexe ya ku civak wê weke şerm û nebaş dibîne |
|
Hormon |
Hormone |
Madeyên
kîmyayî yên ku ji bezên endokrîn derdikevin û bandorê li erkên bedanê dikin |
Comments
Post a Comment