Xwendineke
Derûnkolînerî Li Ser Rewşa Kurdan
Destpêk
Dîroka gelê kurd dîrokeke tijî tepisandin, înkar û windakirina nasnameya hevpar
e. Ji destpêka sedsala 20an heta îro, kurdên li çar parçeyên Kurdistanê belav
bûne di bin rejîmên ji hev cuda de dijîn ku her yek bi awayekî cuda hewl daye
nasnameya wan bitepisîne an jî ji holê rake. Di vê çarçoveyê de, derûnkolînerî
(psychoanalysis) wek teorî û pratîkeke şoreşgerî, derfeteke balkêş
pêşkêş dike ku em bi wê têkiliya di navbera serpêhatiya hevpar a gelê kurd û
derûna takekesî ya kurdên îro de fêm bikin. Pirsên bingehîn ên ku derûnkolînerî
radixe ber çavan – ma em kirdeyê (subject) serpêhatiya xwe ne an jî
heyberê (object) hêzên ku li derveyî me, me kontrol dikin e? – bi
taybetî ji bo gelekî ku qet fîrîna wî li ser dîrok û nasnameya xwe nîne girîng
in.
Freud û Lacan di xebatên xwe de nîşan dan ku mirov ne tenê heyberê proseyên
derûnî yên takekesî ne, lê di heman demê de heyberê pergalên sembolîk (symbolic
orders) û diyardeyên civakî yên mezin in. Ji bo kurdan, ev rastiya teorîk
bûye serpêhatiyeke jiyanî – serpêhatiya ku tê de mirov di nav pergalên dewletî
de dijî ku zimanê wî qedexe dike, çanda wî înkar dike û nasnameya wî wek
"xetere û metirsiyekê" dihesibîne. Lêbelê derûnkolînerî tenê amûreke
ji bo şîrovekirinê nîne, ew di heman demê de rêyeke ji bo têgihîştinê û dibe ku
dermanê hevpar be jî. Bi lêkolîna têkiliya di navbera hişmendî (consciousness),
binhişî (subconscious), derhişiyê (unconscious) û tepisandinê (repression)
de, em dikarin fêm bikin ka çawa tepisandina siyasî ya derveyî vediguhere tepisandina
derûnî ya navxweyî û ka çawa ev proses bandorê li hem takekes û hem jî li
civaka kurdî dike.
Hişmendî û Nasnameya Kurdî
Di teoriya derûnkolîneriyê de, Freud hişmendiyê wek perçeyek diyar a aysbergê
(iceberg) dîtiye ku beşa herî mezin a wê li bin avê dimîne. Lêbelê ji bo kurdan,
ev metafor wateyeke din jî distîne – nasnameya kurdî ya diyar û ragihandî jî
mîna perçeya diyar a aysbergê ye ku li bin wê qateke mezin a bîranîn, rageşiyên
hevpar, hêviyên tepisandî û trawmayên ne-tepisandî hene. Hişmendiya kurdî di
sedsala dawî de bi awayekî berdewam li dijî înkarê têkoşiye. Kurdên li Tirkiyeyê
heta salên 1990î bi navê "tirkên çiyayî" tên binavkirin, zimanê wan
di perwerde û weşanan de qedexe bû û her gotin û nîşandana nasnameya kurdî wek
sûcek dihat hesibandin. Li Îranê jî her çend qedexeya ziman heya asta Tirkiyeyê
giran nebe jî kurd wek "Îraniyên Kurdîziman" tên binavkirin û
nasnameya wan wek binqateke nasnameya mezin a Îranî tê pênasekirin.
Lacan têgîna "qonaxa mirêkê" (mirror stage) pêşkêş dike ku
tê de zarokek cara yekem xwe di mirêkê de nas dike û dest bi avakirina
têgihîştinek ji "ezi"yê (xwebûn) dike. Lêbelê ji bo zarokên kurd, ev
prosesa nasînê pirsgirêkdar e – ew di nav malbat û civata xwe de wek kurd tên
perwerdekirin, lê di nav dibistanan, li ser medyayê, di pergala fermî de
wêneyeke din li wan tê xuyandin – wêneyek ku tê de ew "tune ne" an jî
"tiştekî din in". Ev cudahiya di navbera nasnameya navxweyî (hundirîn)
û ragihandina derxweyî (derveyî) de gelek caran bandorên kûr li ser derûna takekesî
dihêle. Zarokek kurd hîn dibe ku "ezi"ya wî ya rastîn divê li malbatê
were jiyîn, lê li dibistanê û di jiyana giştî de were veşartin. Ev cudahî ne
tenê cudahiyeke hişmendî, hişyarî û ragihandî ye, lê ew di nav derûna wî de jî
têk diçe û gelek caran dibe sedema pevçûneke hundirîn ku heta kamil û mezinbûnê
dimîne.
Di vê rewşê de, hişmendiya kurdî bûye cihê têkoşîneke berdewam – têkoşîneke
di navbera pêdiviya ragihandina nasnameya xwe û rageşiya ku ev ragihandinê bi
xwe re tîne de. Ev têkoşîn ne tenê siyasî ye, lê ew di heman demê de derûnî ye
jî. Gelek kurd hîn dibin ku di jiyana xwe de du rûyên cuda hîn bibin – yek ji
bo malbat û civata kurdî û yê din ji bo dewlet û civaka fermî. Ev dualîteya
hişmendiyê, wek çawa Lacan gotiye, ne tenê têgihîştinek ji "ezi"yê lê
têgihîştinek ji "eziyên pirjimar" ava dike ku her yek ji wan li gorî
konteksta civakî were xuyandin an veşartin.
Derhişî û Bîra Hevpar
Freud diyar kir ku derhişî (unconscious) ne tenê cihekî pasîf ê
bîranînên ji bîr ketî ye, lê derdoreke aktîf a hêz û motîvasyonê ye. Ji bo
civaka kurdî, derhişiya hevpar tijî bîranînên qirkirin, koçberiyên bi darê
zorê, gundên şewitî, miriyên bêgoristan û bi hezaran trawmayên-din e. Ev
serpêhatiyên trawmatîk gelek caran bi fermî nayên qebûlkirin an jî tên
înkarkirin û ji ber vê yekê ew nikarin bi awayê sax û saxlem were şopandin an
jî di nav hişmendiya hevpar de cih bigirin. Li şûna wê, ew dikeve derhişiya hevpar
û li wir dimîne, lê her gav bandora xwe li ser reftar û tevgera civakî,
berhemên çandî û tevgerên siyasî nîşan dide.
Di edebiyata kurdî de, di stranên gelêrî de, di huner û sînemaya kurdî de,
em dikarin şopên vê derhişiya hevpar bibînin. Edebiyata kurdî bi taybetî di
sedsala 20an de tijî têmayên windabûn, koçberiyê, veqetînê û lêgerîna nasnameya
winda ye. Lacan dibêje ku derhişî "wek ziman tê strûktûre kirin" – ew
ne kaosek bêşekil e, lê pergalek e ku bi rêbazên sembolîk û metaforîk
vedixebitin. Ji bo kurdan, zimanê kurdî bi xwe bûye cihê vê derhişiya hevpar –
di nav devokên wê de, di gotinên kevin de, di çîrokên folklorîk de, bîranînên hevpar
hatine parastin. Di wan salên ku zimanê kurdî qedexe bû de, ew di nav malbatan
de, di nav civata daran û gund de wek mîrateke bi nepen hate parastin. Ev
parastin ne tenê parastina amûreke ragihandinê ye, lê parastina deriyê ye ku bi
wê deriyê mirov dikare bigihîje derhişiya hevpar a xwebûna xwe.
Tepisandin
Di derûnkolîneriyê de, tepisandin (repression) yek ji mekanîzmayên
berevaniyê (defense mechanisms) yên bingehîn e ku naveroka dijwar an jî trawmatîk
ji hişmendiyê derdixe. Lêbelê ji bo kurdan, tepisandin ne tenê proseyek derûnî
ya takekesî ye – ew di heman demê de stratejiyeke siyasî ya dewletan e.
Dewletên ku Kurdistan parve kirine bi fermî hewl daye ku hertiştê kurdî bitepisînin
– ziman, çand, dîrok, nasnameya civakî. Ev tepisandina siyasî ya derveyî bi
xwezayî vediguhere tepisandina derûnî ya hundirîn.
Kurdek ku di nav pergaleke fermî de mezin dibe ku zimanê wî qedexe dike û
nasnameya wî înkar dike, bi xwezayî dest bi tepisandina beşeke ji hebûn û
xwebûna xwe dike. Ew hîn dibe ku beşa kurdî ya xwebûna xwe veşêre, nexuyîne an
jî wek tiştek şermezarî bihesibîne. Ev tepisandin gelek caran bi derhişî pêk tê
– malbatên kurd ên li bajaran bi zimanê fermî digel zarokên xwe diaxivin,
zarokên kurd di dibistanê de navên xwe diguhorin bo ku "normal" xuya
bibin û gelek kes hewl didin ku her nîşana kurdîtiya xwe veşêrin. Lêbelê wek
çawa Freud gotiye, tepisandin qet ne bêkêmasî ye – ew bi awayên cuda xuya dibe.
Di civata kurdî de, "vegera yê tepisandî" (return of the
repressed) bi gelek awayan xuya dibe. Ew di nîşaneyên nexweşiyên derûnî yên
ku di nav civata kurdî de bi rêjeyek bilind hene de xuya dibe – depresyon, rageşî
(anxiety), nexweşiyên derûnlaşî (psikosomatik). Lêkolînên li ser
tendirustiya derûnî di nav civata kurdî de nîşan dane ku rêjeya nexweşiyên
derûnî, bi taybetî di navçeyên ku şer û tundî zêde bûne de, pir bilind e. Ev ne
tenê encama şer û tundiyê ye, lê ew di heman demê de encama tepisandina bi
salan a nasnameya xwe, hêviyên xwe û êşên xwe ye.
Ji Kirdeyê ber bi Heyberê ve
Têgihîştina kevneşopî ya Kartezyenî (Cartesian) mirov wek kirdeyeke
serbixwe û hişyar dîtibû - "Ez difikirim, lewma ez heme" (cogito
ergo sum). Lêbelê ji bo kurdan, ev gotina Descartes bûye "Ez kurd im,
lewma ez tune me" – an herî kêm di çavên dewletan de tune ne. Di vê rewşê
de, têgihîştina derûnkolîneriyê ya ji guheztina "kirde" ber bi
"heyber" ve pir girîng dibe. Kurd ne kirdeyê dîroka xwe ne, lê di
piraniya rewşan de heyberê wê ne. Dîroka wan ji hêla yên-din ve tê nivîsîn,
sînorên wan ji hêla yên-din ve tên diyarkirin û heta nasnameya wan jî ji hêla yên-din
ve tê pênasekirin.
Lêbelê wek çawa di teoriya derûnkolîneriyê de tê gotin, "heyber"bûn
ne wateya pasîfbûnê ye. Di rastiyê de, civaka kurdî di dîrokê de her gav nîşan
daye ku ew ne pasîf e – ji şoreşên sedsala 19an heta tevgerên neteweyî yên îro,
kurd berdewam hewl dane ku "kirde" bibe, ne "heyber".
Lêbelê ev têkoşîn, bi xwe, nîşandera vê yekê ye ku rewşa bingehîn ew e ku kurd
di pergalên ku li ser wan hatine çêkirin de wek heyberan tên hesibandin.
Lacan mirov wek heyberekê di nav pergala sembolîk de nas dike – pergalek ku
tê de mirov hatiye jiyîn û ku ziman, qanûnên civakî û strûktûra dewletê ava
dike. Ji bo kurdan, ev pergala sembolîk pergaleke dijberî ye – ew pergalek e ku
tê de hebûna wan wek kurd nayê qebûlkirin. Dewletên Tirkiyê, Îranê, Iraqê û
Sûriyê her yek pergaleke sembolîk ava kirine ku tê de nasnameya neteweyî ya fermî
(tirk, fars, ereb) wek tiştê "normal" û "rast" tê
hesibandin û her nasnameya din – û bi taybetî nasnameya kurdî – wek "ji-rê-derketî
(deviant)", "tehdîdkar" an jî heta "tune" tê
hesibandin.
Di vê pergalê de, kurdek her gav li ber du rêbazên stratejîk disekine: an
ew xwe bi pergala sembolîk re hevaheng dike û beşeke ji nasnameya xwe ditepisîne
an jî ew li dijî vê pergalê disekine û hewl dide ku cihekî ji bo nasnameya xwe
ava bike. Her du rêbaz jî encamên derûnî yên giranbiha hene. Yê yekem dibe
sedema windakirina beşeke ji hebûn û xwebûna xwe, hestkirina şermezariyê û
înkara xwebûna xwe. Yê duyem dibe sedema pevçûna berdewam digel pergala
sembolîk ku gelek caran bi zindanîbûn, tundî an heta mirinê diqede.
Lêbelê zanîna ku "heyber ji ber xwe ve –bi xwe- nayê zanîn"
dikare rêyên nû veke. Bi qebûlkirina ku em di nav pergalên mezin de heyber in û
bi têgihîştina ka çawa ev pergal kar dike û çawa li me tesîr dike, em dikarin
bi hêz û şiyana herî zêde ya xwe tevbigerin. Ji bo civaka kurdî, wateya wê ew e
ku em têbigehin ka çawa mekanîzmayên tepisandin, înkar û şêwirîna nasnameya hevpar
kar dikin û bi vê zanînê em hewl bidin ku stratejiyên nû yên berxwedanê û
binavkirinê ava bikin.
Dermanê Hevpar
Freud dibêje ku mebesta derûnkolîneriyê ew e ku naveroka derhişî bête
hişmendiyê û bi wê awayê şifa pêk were. "Ku tiştek were zanîn, ew nikare
bimîne çawa ku bû" – ev prensîba bingehîn a dermanê derûnkolînerî ye. Ji
bo civaka kurdî, wateya wê ew e ku em divê rawestin û bi awayekî hişyar û
hişmend li trawmayên hevpar, bîranînên tepisandî û encamên wan ên li ser derûna
xwe binêrin/biramin.
Di van salan de, hewldanên hinek enstîtûyan, rêxistinên civaka sivîl û
kesên akademîk hene ku li ser trawmaya hevpar a kurdî bixebitin. Lêbelê dermanê
hevpar ne tenê bi bîranîn pêk tê – ew bi qebûlkirina fermî ya trawmayê, bi danîna
şermezariya ji hêla ku zirarê gihandeye û bi avakirina bîrangehên hevpar pêk tê.
Mixabin, dewletên ku li ser Kurdistanê hene hîn jî piraniya qirkirinên li dijî
kurdan înkar dikin an jî hewl didin wan wek "pêdiviyên ewlehiyê" nîşan
bikin. Ev înkara berdewam mane dike ku birîn nehêle û her gav ji nû ve were
vekirin.
Di heman demê de, derûnkolînerî nîşan dide ku şifa ne tenê bi îtirafa yên-din,
lê bi proseya hundirîn a fêmkirin û qebûlkirinê jî pêk tê. Civaka kurdî divê li
ser têkiliya xwe bi trawmaya xwe, bi nasnameya xwe û bi hêviyên xwe re
bifikire. Pirsên mîna "kurdîtî çi wateyê ji me re dide?", "Em
çawa dikarin nasnameya xwe biparêzin, bêyî ku di bin barê şerê berdewam de
bimînin?", "Em çawa dikarin bîranînên trawmatîk biparêzin lê di heman
demê de siberojeke nû ava bikin?" pêdivî bi lêkolîn û nîqaşên kûr hene.
Yek ji aliyên girîng ên dermanê derûnkolîneriyê têgihîştina têkiliya di
navbera tepisandin û vegerandina ya tepisandî ye. Gelek caran, nirxên ku mirov
ji xwe re tepisandiye bi hêzeke zêdetir vedigerin û bandorên xirab ên zêdetir
dikin. Ji bo civaka kurdî, ev tê wateya ku tepisandina nasnameya kurdî nikare
çareseriyeke demdirêj be. Divê rêyên nû werê dîtin ku tê de nasnameya kurdî bi
awayekî saxlem û bêbandor di jiyana rojane de cih ji xwe re bigire – ne wek
tiştekî ku divê were veşartin û ne jî wek tiştekî ku divê bi awayekê dijberî
were xuyandin.
Encam
Guheztina ji "kirde"yê ber bi "heyber"ê ve di konteksta
kurdî de ne tenê têgihîştinek teorîk e, lê ragihandinek ji rewşa rastîn a ku bi
milyonan kurd di nav de dijîn e. Derûnkolînerî wek teorî û pratîk derfeteke
girîng pêşkêş dike ku em bi wê têkiliya di navbera proseyên derûnî yên takekesî
û diyardeyên civakî-siyasî yên mezin fêm bikin. Tepisandina siyasî ya derveyî
vediguhere tepisandina derûnî ya hundirîn û ev proseya ducarî bandorên kûr li
ser hem takekesan û hem jî civaka bi tevahî dike/dihêle.
Lêbelê derûnkolînerî ne tenê amûrek ji bo şopandina êşan e – ew di heman
demê de rêyek ji bo têgihîştin û şifayê ye. Bi zanîna ka çawa mekanîzmayên tepisandin,
înkar û şêwirîna nasnameya hevpar kar dikin, civaka kurdî dikare dest bi
avakirina stratejiyên nû yên berxwedan û binavkirinê bike. Ev ne wateya pişavtin
û pasîfbûnê an jî qebûlkirina rewşa niha ye, lê naskirin e ku têkoşîna rastîn
ne tenê li derveyî ye – di nav derûna me de jî ye.
Hişmendî, bi hemû sînorên xwe, tenê beşeke biçûk ji tewahiya derûna me ye.
Derhişî, bi bîranînên xwe yên hevpar, bi trawmayên xwe yên tepisandî û bi
hêviyên xwe yên bingehîn, roleke mezin di jiyana me de dilîze. Tepisandin û mekanîzmayên
berevaniyê yên-din astengiyên di navbera van du qatan de ava dikin, lê van
astengiyan qet ne bêkêmasî ne. Ew her gav bi awayên cuda xuya dibin – di
nîşaneyên nexweşiyên derûnî de, di berhemên çandî de, di tevgerên civakî de.
Ji bo siberojê, civaka kurdî pêdivî bi çend tiştan heye: Pêşî, pêdivî bi
qebûlkirina fermî ya trawmayên hevpar heye – ne tenê ji hêla civata kurdî ve,
lê ji hêla dewletan ve jî ku ev trawma çêkirine. Duyem, pêdivî bi avakirina
cihan û mekanîzmayan heye ku tê de van trawmayan bêne şopandin û bîranîn –
muzeyên qirkirinê, bîrangehên hevpar, rojên bîranînê. Sêyem, pêdivî bi
piştgiriya derûnî ya profesyonel ji bo wan kesên ku bi rastî ji trawmayê zirar
dîtine heye. Çarem, pêdivî bi lêkolînên zanistî yên li ser bandora derûnî ya
înkar, tepisandin û tundiya siyasî li ser civata kurdî heye.
Derûnkolînerî me fêr dike ku azadiya rastîn ne bi înkara sînorên me tê
bidestxistin, lê bi nasîn û qebûlkirina wan. Ji bo civaka kurdî, wateya wê ew e
ku azadiya rastîn ne tenê bi parastina nasnameya me ya derveyî tê bidestxistin,
lê bi têgihîştin û şifa bandorên hundirîn ên salên înkar û tepisandinê. Bi
qebûlkirina ku em heyberê hêzên mezin ên derveyî kontrola me ne, ne kirdeyê
têkûz ên hişyar, em dikarin têkiliyeke balkêştir û hiqûqtir bi xwe, bi civaka
xwe û bi cîhanê re ava bikin.
Di dawiyê de, mebesta derûnkolîneriyê ji bo civata kurdî ne înkara têkoşîna
neteweyî ye, lê avakirina rêyek e ku bi wê têkoşîna rastîn – têkoşîna ku hem li
derveyî û hem jî li hundur e – bi awayekî saxlem û bi kêmtirîn zirarê were
meşandin. Ev rê derbasa zanîn, têgihîştin, qebûlkirin û di dawiyê de dermanê hevpar
e – şifayek ku bi wê civata kurdî dikare ji barê trawmayên dîrokî azad bibe û siberojeke
nû ava bike. Azadiya ku ji vê şifayê tê ne tenê azadiya siyasî ye, lê azadiya
derûnî ye jî – azadiya ku mirov ji xwe re hêvî dike ku xwe qebûl dike û ku
dikare bi têkûzî bijî.
Çavkanî
Freud, S. (1915). The unconscious. J. Strachey (Ed. û Werger.), The
standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol.
14, rr. 166-215). Hogarth Press.
Freud, S. (1923). The ego and the id. J. Strachey (Ed. û Werger.), The
standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol.
19, rr. 12-66). Hogarth Press.
Lacan, J. (1977). Écrits: A selection (A. Sheridan, Werger.). W. W.
Norton & Company.
Lacan, J. (2006). The mirror stage as formative of the function of the I as
revealed in psychoanalytic experience. B. Fink (Werger.), Écrits (rr.
75-81). W. W. Norton & Company. (Xebata resen hate weşandin di sala 1949)
Laplanche, J. û Pontalis, J.-B. (1973). The language of psycho-analysis
(D. Nicholson-Smith, Werger.). W. W. Norton & Company.
Minorsky, V. (1943). The Kurds: A historical and political study. Journal
of the Royal Central Asian Society, 30(1), 68-89.
van Bruinessen, M. (2000). Transnational aspects of the Kurdish question.
Working Paper, Robert Schuman Centre for Advanced Studies, European University
Institute.
Termên
Sereke
Derûnkolînerî (Psychoanalysis) Derûnkolînerî
teorî û pratîkeke ku ji hêla Sigmund Freud ve hatiye avakirin e û li ser
lêkolîna proseyên derhişî yên derûnê disekine. Ev qad hewl dide fêm bike ka
çawa bîranînên tepisandî, hêviyên derhişî û trawmayên kevin bandorê li ser
tevgera mirov û civakê dikin.
Hişmendî (Consciousness) Hişmendî qata derûnê ye ku tê de em
bi awayekî hişyar fikir, hest û bîranînên xwe dihesibin. Ev beşa "diyar"
a derûna mirov e, mîna perçeya diyar a aysberge ne.
Binhişî (Subconscious) Binhişî qata
di navbera hişmendî û derhişiyê de ye. Ev cih e ku bîranînên ku niha di
hişmendiyê de nînin lê bi hêsanî dikarin werên bîranîn li wir dimînin.
Derhişî (Unconscious) Derhişî qata
herî kûr a derûnê ye ku tê de hêvî, rageşî, bîranînên trawmatîk û proseyên
bingehîn yên ku mirov nayê hişmendiyê dimînin. Freud û Lacan nîşan dan ku
derhişî ne cihekî pasîf e, lê çavkaniya hêz, afirîneriyê û motîvasyona mirov e.
Tepisandin (Repression) Tepisandin
mekanîzmayek bergirî ye ku tê de mirov bîranînên dijwar, hestan an jî fikrên ku
nayên qebûlkirin ji hişmendiyê derdixe û di derhişiyê de vedişêre. Lêbelê ev
bîranînên tepisandî tune nabin - ew di derhişiyê de dimînin û bi awayên cuda
(xewn, şaşiyên zimanî, nîşaneyên nexweşiyê) xuya dibin.
Vegera yê Tepisandî (Return of the
Repressed) Ev têgîn destnîşan dike ku naveroka tepisandî qet bi
tevahî nayê windakirin, lê ew bi awayên cuda vedigere hişmendiyê. Ev dibe bi
xewnan, şaşiyên zimanî, nîşaneyên nexweşiyên derûnî, yan jî di huner û
edebiyatê de.
Mekanîzmayên Berevaniyê (Defense
Mechanisms) Mekanîzmayên berevaniyê stratejiyên derhişî ne ku
derûn ji bo xwe ji rageşiyê, kulîliyê an jî bîranînên trawmatîk biparêze bi kar
tîne. Tepisandin yek ji van mekanîzman e, lê yên-din jî hene wek înkar
(denial), projeksiyon (hevedîtin) û ragihandin (displacement).
Qonaxa Mirêkê (Mirror Stage) Qonaxa mirêkê
têgîneke Lacan e ku prosesa ku tê de zarokek cara yekem xwe di mirêkê de nas
dike û dest bi avakirina têgihîştinek ji "ez"ê dike diyar dike. Ev
qonaxa bingehîn ji bo avakirina nasnameya takekesî ye.
Kirde (Subject) Kirde
têgîneke felsefî ye ku mirov wek kes û aktora serbixwe yê ku dikare li ser
jiyan û serpêhatiya xwe bandor bike diyar dike. Di felsefa Kartezyenî de, kirde
bi hişmendî û şiyana ramanê tê pênasekirin ("Ez difikirîm, lewma ez
hene"). Lêbelê derûnkolînerî ev têgînê pirsgirêk dike û dibêje ku mirov ne
bi tevahî serbixwe ye, lê ji hêla proseyên derhişî û pergalên civakî ve tê
tesîrkirin.
Heyber (Object) Heyber
têgîneke dijberî ya "kirde"yê ye û mirov wek tiştekî ku ji hêla hêzên
derveyî kontrola wî ve tê tesîrkirin û şekildayîn diyar dike. Di
derûnkolîneriyê de, guheztina ji "kirde" ber bi "heyber" ve
nîşan dide ku mirov ne kirdeyê bi tevahî serbixwe yê serpêhatiya xwe ye, lê
heyberê proseyên derhişî, hêviyên ku nayê hişmendiyê û pergalên civakî-siyasî
ye.
Pergala Sembolîk (Symbolic Order) Pergala
sembolîk têgîneke Lacan e ku pergala ziman, qanûnên civakî, nirx û strûktûrên
ku mirov tê de dijî û ku nasnameya wî tê de tê şekildayîn diyar dike. Ev pergal
berî ku mirov were dinyayê heye û mirov divê xwe bi vê pergalê re hevaheng
bike.
Trawmaya Hevpar (Collective Trauma) Trawmaya hevpar
serpêhatiyên trawmatîk ên ku ne tenê takekesan lê civaka bi tevahî tesîr dikin
û di bîranîna hevpar de cih digirin destnîşan dike.
Nasnameya Hevpar (Collective
Identity) Nasnameya hevpar têgihîştina hevpar a komelekê ji "em kî ne" û
"em ji kîjan in" e. Ev nasname bi ziman, çand, dîrok, bîranînên
hevpar û hestan ên hevpar tê avakirin.
Dermanê Hevpar (Collective Healing) Dermanê hevpar
proseya ku tê de civakeke ku trawma dîtiye hewl dide ku birînên hevpar ên xwe
sar bike û pêşve biçe ye. Di derûnkolîneriyê de, şifa bi bîranîn, qebûlkirin û
şopandina trawmayê dest pê dike.
Bişavtin (Assimilation) Bişavtin
proseya ku tê de mirov an komek nasnameya xwe ya resen dihêle û nasnameya
civaka mezin qebûl dike ye.
Dualîteya Nasnameyê (Identity Duality) Dualîteya nasnameya rewşa ku tê de
mirov di nav du nasnameyên cuda de dijî û li gorî konteksta civakî yekê ji wan diyar
dike an vedişêre destnîşan dike.
Comments
Post a Comment