Destpêk
Di çarçoveya derûnkolîneriyê de, trawma (birînên
derûnî) ne tenê rûdanek takekesî ye, lê di heman demê de proseyeke navxweyî ye
ku di nava hundirê derhişiyê (unconscious) de ye, bi berevanî û berxwedanên
sîstemîk û cudabûnên nifşguhêzî re têkildar e. Kurdên li deverên cuda yên
Kurdistanê dijîn, bi sedan salan e di nav zincîreke bêdawî ya şerên navxweyî,
navnetewî, pişavtina çandî, înkara nasnameyê û şidetên navxweyî û derxweyî (dewletî)
de dijîn. Ev rewş ne tenê wek karesat û bobelatan (disaster) li hemberî civakê
derdikeve, lê di heman demê de dibe rih û giyanên hevpar ku di nav derhişiya
civakê de cihê xwe digire û di nav têkiliyên malbatî, dîrokî û civakî de bi
nifşguhêzî derbas dibe.
Li gorî Freud, trawma, dema ku eziya mirov (ego)
nikare li hemberî bandorên derxweyî (derveyî) yên zêde xurt xwe bi hişmendî biparêze
bi awayekî derhişî, li hemberî wê hewldanên xwe berdewam bike. Di vê çarçoveyê
de, şideta dagirkeran li hember kurdan, ji tepisandinê (repression) heta înkara
zimanî (linguistic denial), di her qonaxê de bi taybetî li ser nasnameya hevpar
(collective identity) êrîş kirine û her dikin. Jung jî li ser trawmayên hevpar
disekine û dibêje ku ev birîn ne tenê di jiyana taybetî de, lê di derhişiya hevpar
(collective unconscious) de jî tomar dibin û wek mîraseke giran ji nifşekî ber
bi nifşekî din ve derbas dibin.
Pirseke sereke li vir ev e: çawa trawmayên biçûk û
mezin yên dîrokî di mêjiya hevpar a milet de tomar dibin û çawa ev dibe
astengeke mezin li hemberî geşedana derûnî, civakî û aborî ya wan civakan?
Kurdên li Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê dijîn, di nav bê-mafî, tunebûna
wekheviyê û înkarê de mezin dibin. Ev jî derhişiya wan, bi awayekî derî-hişî,
bi hestên malxulyana hevpar (collective melancholia), hêrsê û windabûnê tije
dike. Li gorî Klein, malxulyana bi windakirina heyberekê (object) gelek girîng
e ku mirov nikare şîngirtina xwe bi awayekî sax û silametî derbas bike, ev dibe
sedema tunekirina îtîmada xwe-baweriyê (self-trust) û êrîş û agresyona li
hemberî navxweyî (hundir) an jî derxweyî (derve).
Cudabûna Hevpar
Dîroka kurdan, di van sed û pêncî salên dawî de, bi
înkarê, pişavtinê (assimilation), penaberî, pêleberî, koçberiyên bi darê zorê
(forced migration) û jenosîdan ve hatiye destnîşandan. Piştî Şerê Cîhanê yê
Yekem, parvekirina xaka Kurdistanê di navbera dewletên cihê de, kurd li ser axa
xwe kir biyanî û wan da bin kontrola dagirkeran ku zimanê wan jî qebûl nekirin.
Ev rewş, li gorî Lacan, wek nîşandana wan ji rastiyê ye - rastî ew beşa jiyanê
ye ku bi ziman û sembolên civakî nayê veguheztin û her tim bi awayekî trawmatîk
li ber deriyê hiş û mêjî ye.
Dewletên wek Tirkiyeyê bi sedan salan înkara kurdan kir,
navê wan guherî û wan wek "tirkên çiyayî" navnîşan kir. Ev înkara
nasnameya bingehîn (fundamental identity) e û li gorî Erikson, dema nasname bê
înkarkirin, mirov dikeve nav qeyrana nasnameya xwebûna xwe (identity crisis) û
nikare xwebûna xwe û kesayeteke saxlem û tendirust ava bike. Di rewşa kurdan de
ev ne tenê qeyraneke taybetî ye, lê qeyraneke hevpar e ku her takekesê kurd pê vedihese,
ji zarokatiya xwe ve dest pê dike û heta dawiya jiyanê ev rewş her berdewam
dike.
Di vê pêvajoyê de zarok ku divê di nav xwebûna xwe de
hesteke ewlehiyê û parastinê hebin, li dijî tunebûna zimanê xwe, çanda xwe û
mafên bingehîn, bi hestên derhişî yên rageşiyê (anxiety) û windabûnê mezin
dibin. Li gorî Bowlby, pêwendiya zarokbûnê ji bo geşedana derûnî ya zarokan pir
girîng e. Lê dema zarok di nav malbateke ku bi zimanê xwe na-axive, di nav
dibistaneke ku çanda wî/wê înkar dike û di nav civakeke ku nasnameya wî/wê
qebûl nake de mezin dibe, ev zarok nikare bi awayekî sax û silametî bi civakê
re bê girêdan û di hundirê xwe de hesteke biyanîbûn û cudabûnê (alienation)
peyda dibe.
Şidet, Bêçaretî û Tepisandin
Şideta dagirkeran li hember kurdan ne tenê şideteke
fîzîkî ye, lê di heman demê de şideteke sembolîk e ku li gorî Bourdieu, di nav
pergalên civakî, perwerdeyî û hiqûqî de derbas dibe û mirov hene bi xwe înkara
nasnameya xwe dikin. Kurdên ku di nav sînorên dagirkeran de dijîn, bi sedan
salan e, bi fermanan, qanûnan û pratîkên rojane re rûbirû ne ku dibêje
"hûn nînin" an jî "hûn wek me ne". Ev înkar di hundirê wan
de hesteke derhişî ya bêqîmetiyê (worthlessness) û şermê çêdike.
Li gorî Freud, mekanîzma tepisandinê dema bi kar tê ku
mirov nikare bi birînên xwe rûbirû bibe û wan diavêje hundirê derhişiya xwe. Di
rewşa kurdan de jî em dibînin ku gelek kurd, ji ber şideta dewletê, înkara
zimanê xwe dikin, navên xwe diguherînin û hewl didin ku bi nasnameya dewletê re
bihevgihin. Lê ev tepisandin, weke Freud jî got, her tim wek semptoma derûnlaşî
(psychosomatic symptoms) an jî nexweşiyên derûnî derdikeve holê. Depresyon, rageşî,
Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê – NSPT (Post-Traumatic Stress Disorder –
PTSD) di nav kurdan de, li gorî lêkolînan, gelek bilind e.
Şerên navnetewî, li gorî van rewşan, ne tenê şerên
siyasî ne, lê di heman demê de carinan dibin şansê ku kurd nasnameya xwe dîsa
biafirînin. Lê piştî her şerî kurd ji nû ve li bin zextên dewletê dimînin û derhişiya
wan bi hêrsa hevpar (collective rage) tije dibe. Ev hêrs carinan li dijî derxweyî
(dewletê), carinan jî li dijî navxweyî (xwebixwe) derdikeve û civaka kurd
dikeve nav cudabûnek navxweyî (hundirîn) – partî li dijî partiyê, eşîret li
dijî eşîretê, ziman li dijî zimanî û hwd. Ev rewş wek mekanîzma cihguhêziya
hêrsê (displacement of anger) ye ku Freud behsa wê dike ku hêrsa li hemberî yên
xurt nikare bê der-birîn/kirin, dibe sedema ku mirov hêrsa xwe li hemberî ên
lawaz an jî yên weke xwe derdixîne.
Trawmayên Nifşguhêzî
Li gorî teoriya derûnkolîneriyê, trawma ne tenê bi
mirovê ku karesat û bobelatê dijî ve çê dibe û dimîne, lê di nav malbatan û
nifşan de jî derbas dibe. Ev fikir bi taybetî bi kar û xebatên Yael Danieli,
Marianne Hirsch û Dori Laub re, li ser trawmayên jenosîdê yên Cihûyan hatiye
pêşkêşkirin û niha li ser gelek civakên trawmatîze jî tê bikaranîn. Trawmayên nifşguhêzî
(intergenerational trauma) wekî mîraseke derhişî ji nifşên berê ji bo nifşên nû
derbas dibin. Di rewşa kurdan de jî zarokên ku dêûbavên wan di şerên dijî
dewletê de mirin an jî li gundên wan êrîş hatin kirin an jî bi darê zorê koçber
bûn, ev zarok ne tenê li ser birînên xwe bi tenê ne, lê di heman demê de bi
bîranînên hevpar yên dêûbavan, bi çîrokên hatinin vegotin û bi şermê û rageşiyên
derhişî re mezin dibin.
Li gorî Volkan, mîrasa trawmayê (chosen trauma) di nav
civakan de dibe beşeke nasnameya hevpar û gel hene vê mîrasê bi awayekî rastîn
dipesînin, ditepisînin û diparêzin ji bo ku nasnameya xwe bi hêz bikin. Lê di
heman demê de, ev jî tê wê wateyê ku nifşên nû di nav wendakirina çandî
(cultural loss) û malxulyana hevpar (collective melancholia) de mezin dibin û
hêviyên wan ji bo siberojeke aram kêm dibin. Heke em li rewşa kurdan binêrin,
em dibînin ku her nifşek nû bi hêviyekê mezin dest pê dike lê piştî demekê, bi
heman birîn û înkaran rûbirû dimîne û derhişiya wan bi hestên windabûnê, bêçareseriya
hevpar (collective helplessness) û hêrsa veneguhezbar tije dibe.
Malxulyana Hevpar
Li gorî Freud, malxulyan (melancholia) ji şîngirtina
saxlem û tendirust (healthy mourning) cuda ye. Di şîngirtinê de mirov dikaribe
ji windakirina xwe rizgar û derbas bibe û bigihîje ramaneke saxlem, lê di malxulyanê
de mirov dikeve nav hesteke dûr û dirêj ya bêkêfî, bêhêvî û hêrsa li hemberî
xwebûna xwe. Di rewşa kurdan de jî ji ber ku qet destûra wan ji bo ku bi
awayekî hevpar, çandî û civakî şîngirtina xwe ji bo nasnameya winda bûyî, ji bo
erdên winda bûyî, ji bo zimanê înkarkirî derbasî bikin tune ye, ew dikevin nav malxulyaneke
hevpar.
Ev malxulyana dikare di nav gelek formên bêpergalî û nexweşiyên
derûnî de xwe nîşan bide: depresyona domdar (chronic), agresyona navxweyî,
tunebûna hêviyê ji bo siberojê û nexweşiyên derûnlaşî (psychosomatic disorders)
wek serêşî, problemên dil û yên gorandinê. Gelek lêkoler diyar dikin ku di
civakên trawmatîze de, bi taybetî ên ku înkarên dîrokî û dewletî dijîn, hejmara
nexweşiyên derûnî gelek bilind e. Di nav kurdan de jî li gorî lêkolînên
navnetewî, hejmara depresyonê, rageşiyê û nexweşiyên derûnî yên din ji civakên
din bilindtir e.
Di vê rewşê de dewlet, li gorî çavdêriyên
derûnkolînerî, dikare wek "dêûbaveke xerab" (bad parent) were dîtin
ku zarokên xwe red dike, wan înkar dike û êrîşî wan dike. Li gorî Winnicott,
dema zarok nikare ji dêûbavên xwe ewlehî û piştgirî bibîne, ew dikeve nav
hesteke "xwebûna sexte" (false self) û nikare kesayeteke rastîn
çêbike. Di rewşa kurdan de jî dewlet ku diviya wan biparasta, wan înkar dike û
dibe sedem ku mirov bi derhişî hest bi biyanîbûn û cudabûnê (alienation),
bêbawerî û hêrsa geşedanê neke.
Koçberî û Windakirina kokên xwe
Koçberiya bi darê zorê jî karesat û bobelateke mezin e
ku li ser kurdan derbas bûye û dibe. Bi mîlyonan kurd ji ber şer, jenosîd,
windakirina gund û bajaran û rewşa aborî li welatên cuda yên Ewropayê,
Amerîkayê û deverên din dijîn. Koçberî ne tenê windakirina erdê (loss of land)
ye, lê di heman demê de windakirina kokên xwe (loss of roots), windakirina
malbatê, civakê, ziman û çandê ye. Li gorî derûnkolîneriyê, koçberî dikare bibe
yek ji trawmayên herî giran ji ber ku mirov ji her tişt û heyberê ku nasnameya
wî çêdike cuda dibe û dikeve nav dinyayeke nenas ku ziman, çand û nirxên wê
cuda ne.
Di vê rewşê de koçber dikeve nav qeyraneke kûr ya
nasnameya xwe (identity crisis) û nikare xwe li welatê nû bi awayekî sax û silametî
entegre bike, lê di heman demê de girê xwe bi welatê xwe jî winda dike. Ev rewş
bi taybetî di nifşê duyem û sêyem de xwe nîşan dide ku ew di navbera du çandan,
du zimanan û du cihên cuda de dimînin û derhişiya wan bi hestên "ne li vir
û ne li wir bûnê" (in-betweenness) tije dibe. Li gorî Bhabha, ev
"cihê navbeynî" (in-between space) dikare bibe cihek afirîner, lê
heke mirov piştgiriyê nebîne, dibe cihê windabûnê.
Zarokên kurd yên li Ewropayê mezin dibin, ne tenê bi
trawmayên dêûbavên xwe re mezin dibin, lê di heman demê de bi hestên
bêwelatiyek dû-biyanîbûn û cudabûnê (double alienation) jî - ne di nav civaka
Ewropî de bi têkûzî têne qebûlkirin, ne jî dikarin bi awayekî silametî bi
nasnameya kurdî re girê bidin. Ev zarok di navbera hewildana entegrasyonê û
parastina nasnameya xwe de diçin û tên, pirsgirêk gelek caran dikeve nav qeyranên
derûnî. Li gorî Erikson, nifşê nû ji bo geşedana saxî û silametî ya nasnameya
xwe hewcedarê modelên rast (role models) û pêwendiyeke silametî bi malbat û
civakê re ne. Lê dema ev tune be, zarok dikeve nav cudabûnek hundirîn û derhişiya
wan bi bêpergalî û pirsgirêkan tije dibe.
Daxwaza Naskirinê
Yek ji bersivên derhişî yên li hemberî înkar û şidetê
radîkalbûn e. Gelek xwendevanên derûnkolîneriyê li ser vê mijarê sekinîne û
diyar kirine ku radîkalbûn ne tenê ji rewşa aborî an jî hêrsê tê, lê di heman
demê de ji hewcedariya naskirin, nasname û wateyê ye. Li gorî Honneth,
naskirina civakî (social recognition) ji bo kesayeta silametî ya mirovan pir
girîng e û dema mirov hîs bike ku nasnameya wî tê înkarkirin, ew dikare bikeve
nav agresyona dijî civakê.
Gelek keç û lawên kurd, bi taybetî ên di nav koçberiyê de mezin bûne ku
înkara nasnameya xwe hîs dikin û bi hestên bêçaretiyê di nav civakê de dijîn,
carinan di nav rêxistinên radîkal de hewl didin ku bi awayekê din nasnameya xwe
nîşan bidin û bêdengiya nasnameya xwe bişkînin. Ev ne tenê pirsgirêkeke siyasî
ye, lê di heman demê de pirsgirêkeke derûnî ye ku derhişî hewl dide ku hêrsa
xwe der-bixîne û nasnameya wî/wê were naskirin. Li gorî Fanon, mirovên bindest hewl
didin ku bi şideta derbasdar/hember (counter-violence) nasnameya xwe biafirînin
û girê xwe ji înkarê rizgar bikin.
Lê ev radîkalbûn ne çareseriya pirsgirêkê ye, lê
sedemeke din ji bo zêdebûna trawmayê ye. Lewra dewlet bi şideta zêdetir bersiv
dide û civak dîsa dikeve nav zincîreke bêdawî ya şidet û bersivdariyê. Di vê
rewşê de zarok û keç û lawên nû dîsa di nav şidet û înkarê de mezin dibin û derhişiya
hevpar bi hêrsa nifşguhêzî tije dibe. Ev dibe sedema ku trawma ji nifşekî ber
bi nifşekî berdewam dike û civak nikare ji vê rewşê rizgar bibe.
Alîkariya Derûnî û Derûnterapî
Ji bo ku kurdên trawmatîze bikaribin xwe sax û saxlem bikin,
ne tenê derûnterapiyên taybetî hewce ne, lê di heman demê de hewcedarê
pêvajoyeke hevpar, civakî û siyasî ne ku nasname û mafên wan were naskirin. Li
gorî Herman, dermankirina trawmayê bi sê qonaxan derbas dibe: ewlehî, bîranîn û
şîngirtin (remembrance and mourning) û girêdana bi jiyanê (reconnection with
life). Lê di rewşa civakên trawmatîze de, qonaxa ewlehiyê gelek giran e ji ber
ku ewlehiya hevpar (collective safety) hewce ye.
Derûnterapiyên wek Terapiya Reftarî Venasînî – TRV
(Cognitive Behavioral Therapy - CBT), Terapiya Dûçarhiştinê (Exposure Therapy),
EMDR û hwd dikarin alîkar bin, lê divê ev derûnterapî li ser bingeha çand û
têgihîştina civaka kurdî bên adaptasyon (cultural adaptation) kirin. Gelek ji
van derûnterapiyan li Ewropa û Amerîkayê hatine afirandin û ne her tim bi
çandên din re têne hevgihandin. Lewra jî divê derûnnas û pisporên xizmeta
civakî (social workers) têgihîştinek kûr ya li ser dîrok, çand û rewşa siyasî
ya civaka kurdî hebin da ku bikaribin bi awayekî saxî û silametî alîkariyê
bikin.
Di derûnkolîneriyê de, têgihîştina derhişiya hevpar û
mekanîzmayên tepisandinê ji bo dermankirinê pir girîng e. Derûnterapîst divê
alîkar bibe ku nexweş dikare li ser înkar, windakirinên dîrokî û hêrsa derhişî
ya xwebûna xwe biaxive û bigihîje têgihîştineke nû ya li ser nasnameya xwe. Lê
ev proseya dikare pir giran be ji ber ku dema mirov dest bi gotinê dike, ew
dikare dîsa trawmatîze bibe. Lewra jî divê derûnterapîst bi zanebûn û
hestiyariya bilind vê proseyê bimeşîne û her tim ewlehiya derûnî ya nexweş
biparêze.
Herwiha rolê malbatan, civakê û rêxistinên kurdî ji bo
derûnterapî û dermankirina trawmayê pir girîng e. Piştgiriya civakî (social
support) yek ji hêmanên herî girîng e ku mirov dikare ji trawmayê rizgar û
derbasî bibe. Dema mirov hîs bike ku di nav komeke ewledar de ye ku nasnameya
wî tê qebûlkirin û ku ew ne bi tenê ye, ew dikare hêza derûnî ya xwebûna xwe ji
nû ve biafirîne (nûşiyan/resilience). Lê di rewşa kurdan de, ji ber cudabûna
siyasî, şer û pevçûnên navxweyî û derxweyî, ev piştgiriya civakî carinan lawaz
e û mirov dikeve nav cudabûnek din.
Encam
Trawma di rewşa kurdan de ne tenê sedemeke tak û şexsî
ye, lê di heman demê de trawmayeke civakî, dîrokî û hevpar e ku di nav derhişiya
miletekî de cihê xwe digire û ji nifşekî heta nifşekî derbas dibe. Înkara
nasnameya hevpar, şideta dagirkeran, koçberiya bi darê zorê, jenosîd û şerên
bêdawî di nav çand, ziman û dîroka civakê de birînên kûr hiştine ku ne bi tenê
bi derûnterapiyên taybetî, lê bi pêvajoyeke civakî, siyasî û çandî ya berfireh
dikare were dermankirîn.
Li gorî derûnkolîneriyê, naskirina hevpar (collective
recognition), mafê ji bo şîngirtina hevpar (collective mourning) û nûşiyan û afirîna
jiyaneke bi wate (meaningful life) ji bo dermankirina trawmayê hewce ne. Lê ev
dikare tenê di rewşeke de pêk were ku dewlet û civaka navnetewî înkara xwe
qebûl bike, mafên bingehîn yên mirovan biparêze û destûrê bide ku gel nasnameya
xwe bi awayekî azad bijî. Bêyî vê naskirinê, trawma dê her tim di nav derhişiya
hevpar de bimîne û dê ji nifşekî heta nifşekî din (nifşguhêzî) berdewam bike.
Ji bo ku kurd bikaribin ji vê rewş û halê derbasî
bibin, hewcedarê nû-afirandina civakî (social reconstruction), rastiya dîrokî
(historical truth) û dada veherîner (restorative justice) in. Divê civaka
navnetewî jî roleke çalak bilîze da ku înkarên dîrokî bên naskirin, şidetên ku
li kurdan hatine kirin bên danezan û mafên bingehîn yên wan bên parastin. Tenê
bi vî awayî kurd dikarin derhişiya xwe ji birînên dîrokî pak bikin û nifşên nû
di nav jiyaneke sax û aram de mezin bibin.
Lêkolînên nû divê li ser trawmayên nifşguhêzî,
mekanîzmayên tepisandina hevpar, adaptasyona çandî ya derûnterapiyan û bandora
înkarên dewletî li ser derûniya hevpar bên kirin. Herwiha hewcedarê hewildanên
navnetewî yên ji bo dada veherîner û piştgiriya civakî heye da ku civaka kurd
bikare ji vê trawmaya demdirêj û kûr derbasî bibe û siberojeke bi hêvî ji
zarokên xwe re biafirîne. Trawma dikare were dermankirin, lê tenê dema ku civak
û dewlet amade bin ku rastiyê bibînin, înkarê qebûl bikin û hewl bidin ku
jiyaneke dadperwer û bi wekhevî ji hemû welatan re biafirînin.
Termên
Sereke
Derhişî (Unconscious) Derhişî ew
beşa mêjiya mirov e ku mirov hişyarî û hişmendiya wê nîne, lê bandoreke mezin
li ser bîr, hest, reftar û tevgerên wî dike. Li gorî Freud, derhişî cihê ku
trawma, bîrûbîranînên birîndar û hestên neqebûlkirî tên veşartin e. Di rewşa kurdan
de, înkarên dîrokî, şidetên ku li wan hatine kirin û birînên hevpar di nav derhişiya
hevpar de tomar dibin û bi awayekî derhişî li ser reftar û tevgera civakê
bandor dikin.
Ezî (Ego) Ezî ew beşa
kesayetê ye ku di navbera arezû û xwestekên derhişî (id/nizimezî) û nirxên
civakî (superego/bilindezî) de hevsengiyê digere. Ezî (xwebûn) hewl dide ku bi
rewşa rastiyê re rûbirû bibe û çareseriyên pratîk bibîne. Dema xwebûn (ezî)
lawaz be an jî nikare li hemberî şidet û înkarê xwe biparêze, trawma peyda dibe
û kesayetî dişikê.
Trawmayên Hevpar (Collective Trauma)
Trawmayên hevpar
ew birînên derûnî ne ku ne tenê li ser takekesan, lê li ser civak, gel an jî
komên mezin derbas dibin. Ev trawma di nav dîrok, çand, ziman û bîranînên
hevpar de tê tomar kirin û ji nifşekî bo nifşekî din derbas dibe. Şer, jenosîd,
înkar û koçberiya bi darê zorê dikarin bibin sedeman trawmayên hevpar.
Derhişiya Hevpar (Collective
Unconscious) Derhişiya hevpar, li gorî Jung, ew beşa derhişiyê ye
ku ne tenê kesayetî ye, lê ji hemû mirovantiyê ve tê û mîras e, sembol û
arketîpên hevpar vedihewîne. Di çarçoveya civakî de, derhişiya hevpar trawmayên
dîrokî, înkarên nifşguhêzî û bîrûbîranînên civakî vedihewîne ku bandorê li ser
hemû endamên civakê dikin.
Tepisandin (Repression) Tepisandin mekanîzmayeke
berevaniyê ye ku mirov bi awayekî derhişî bîra birîndar, hestên giran an jî rastiyên
jandar ji mêjiya hişyar û hişmend dûr dixe û wan diavêje nav derhişiyê. Di
rewşa kurdan de, ji ber şideta dewletê, gelek takekes zimanê xwe înkar dikin,
navên xwe diguherînin an jî nasnameya xwe diveşêrin - ev hemû tepisandin e. Lê ev tepisandin
dibe sedema nexweşiyên derûnî û semptomên derûnlaşî.
Nasname (Identity) Nasname
têgihîştina mirov a li ser "ez kî me?" ye ku ji çand, ziman, dîrok,
malbat û civakê pêk tê. Nasname bingeha kesayeta mirov e û dema neyê qebûlkirin
an jî bê înkarkirin, mirov dikeve nav qeyrana nasnameya xwe. Di rewşa kurdan
de, înkara zimanî, çandî û siyasî dibe sedema qeyrana nasnameya hevpar ku
bandoreke kûr li derûniya miletê dike.
Qeyrana Nasnameyê (Identity Crisis) Qeyrana
nasnameya xwe ew rewş e ku mirov nikare biryar bide ka ew kî ye, ji kîjan
civakê ye an jî nirxên wî çi ne. Li gorî Erikson, ev qeyran bi taybetî di
qonaxên veguherîna jiyanê de, wek zarokbûn an jî koçberiyê, derdikeve. Kurdên
di navbera înkar, pişavtin û hewldana parastina nasnameya xwe de, her dem di
nav vê qeyranê de ne.
Malxulyana Hevpar (Collective
Melancholia) Malxulyana hevpar rewşeke derûnî ye ku civak an jî
komek dikeve nav rageşî û xemgîniyeke dûr û dirêj, bêhêvî û hêrsa li hemberî
xwe piştî windakirina tiştekî girîng – wek nasname, erd, ziman an jî azadî.
Cuda ye ji şîngirtina saxlem, malxulyan qet nayê dermankirîn û domdar dibe.
Kurd, piştî sedan salan înkar û şidetê, di nav malxulyanayeke hevpar de dijîn
ku bandorê li ser hemû beşên jiyanê dike.
Înkar (Denial) Înkar hem mekanîzmayeke
berevaniyê ya derûnî ye, hem jî stratejiyeke siyasî ye. Di derûnkolîneriyê de,
înkar tê wê wateyê ku mirov rastiyek jandar qebûl nake û hewl dide ji wê dûr
bikeve. Di rewşa kurdan de, dewlet bi awayekî sîstemîk nasnameya kurdan înkar
dike – zimanê wan, çanda wan, dîroka wan – û ev înkara dewletî dibe sedema ku kurd
jî carinan nasnameya xwe înkar dikin ji bo ku xwe biparêzin.
Pişavtin (Assimilation) Pişavtin
pêvajoya ku mirov an jî komek nasnameya xwe winda dike û nasnameya civaka mezin
qebûl dike. Dewletên li Rojhilata Navîn û Rojhilata Naverast bi sedan salan
hewl dane ku kurdan asîmîle bikin – bi înkara zimanî, guherandina navan,
veqetandina çandê. Ev stratejî dibe sedema trawmayên kûr ji ber ku mirov mecbûr
dimîne ku nasnameya xwe red bike.
Şideta Sembolîk (Symbolic Violence) Şideta
sembolîk, li gorî Bourdieu, ew şidet e ku ne bi awayekê fîzîkî, lê bi pergalên
civakî, perwerdeyî, hiqûqî û çandî derdikeve û mirov bi awayekê derhişî qebûl
dike ku ew "kêmtir" e an jî "nederbasdar" e. Dema dewlet
dibêje "hûn nînin" an jî "zimanê we ziman nîne", ev şideta
sembolîk e ku di hundirê mirov de hestên şerm û bêqîmetiyê çêdike.
Biyanîbûn/Cudabûn (Alienation) Cudabûn
hesta ku mirov ji xwe, ji civakê, ji jiyana xwe cuda ye. Li gorî Marx, cudabûn
ji pergala kapîtalîst tê, lê di derûnkolîneriyê de cudabûn tê wê wateyê ku
mirov nikare bi jiyana xwe, bi kesayeta xwe an jî bi civakê re girêdana rast
ava bike. Kurdên di nav dagirkeran de ku nasnameya wan nayê naskirin, her dem
hesta cudabûnê dijîn – ne ji vir in, ne ji wir in.
Trawmayên Nifşguhêzî
(Intergenerational Trauma) Trawmayên nifşguhêzî ew birîn in ku ji nifşekî ji bo
nifşên din derbas dibin – ne bi genên biyolojîk, lê bi çîrok, bêdengî, hest û
mekanîzmayên berevanî û parastinê. Zarokên ku dêûbavên wan trawmatîze bûne, di
nav bîranînên nehatine gotin, rageşiyên derhişî û hestên windabûnê de mezin
dibin. Di rewşa kurdan de, her nifşek nû bi trawmayên nifşên berê re mezin
dibe.
Rastî (Real) Rastî, li
gorî Lacan, ew beşa jiyanê ye ku bi ziman, sembol an jî têgihîştina mirov nayê
veguheztin û her tim li derveyî têgihîştinê ye. Trawma dema pêk tê ku mirov bi rastiyê
re rûbirû dibe – rewşeke wiha jandar, wiha tirs û wiha giran ku mêjî nikare wê
bi ziman û sembolên xwe fêm bike an jî wê bi kar bîne. Parvekirina Kurdistanê û
înkara nasnameya kurdan dikare wek rûdanek "rasteqîn" were dîtin.
Cihguhêziya Hêrsê (Displacement of
Anger) Cihguhêziya hêrsê mekanîzmayeke berevaniyê ye ku mirov hêrsa xwe ya li
hemberî takekesek an jî tiştekî ku nikare li wê derbixîne, li hemberî takekesek
an jî tiştekî din derdixîne ku lawaz e. Di rewşa kurdan
de, hêrsa li hemberî dewletê carinan li hemberî hev – partî li dijî partiyê,
eşîret li dijî eşîretê – derdikeve ji ber ku mirov nikare rasterast li hemberî
dewleta xurt hêrsa xwe derbixîne.
Şîngirtina Tendirust/Saxlem (Healthy
Mourning) Şîngirtina saxlem pêvajoya ku mirov piştî windakirinekê derbas dibe – mirov
birîna xwe qebûl dike, li ser wê digirî, wê bi xwe re dişîne û dawî bigihîje
aştiyeke derûnî û dikare jiyana xwe bidomîne. Lê ji bo şîngirtinê, mirov
hewcedarê ewlehiyê, destûrê û piştgiriya civakî ye. Kurd, ji ber înkar û şideta
berdewam, qet fersend ji şîngirtinê bi awayekê saxlem nayê dayîn.
Bêçaretiya Hevpar (Collective
Helplessness) Bêçaretiya hevpar hesta ku civak an jî komek nikare
rewşa xwe vebiguherîne, çi bikin jî dê bandorê neke û mecbûr in di nav rewşeke
xerab de bimînin. Ev hest piştî înkar, şidet û windabûnên berdewam peyda dibe û
dibe sedema bêhêvî, depresyon û vegerîna li hundirê xwe. Gelek kurd piştî sedan
salan têkoşînê hîna jî di bin înkar û bêmafiyê de ne, ev dibe sedema hesta bêçaretiyê.
Nexweşiyên Derûnlaşî (Psychosomatic
Disorders) Nexweşiyên derûnlaşî ew nexweşiyên laşî ne ku sedeman
wan derûnî ne – serêşî, problemên dil, tengahiya nefesê, êşên laşî. Dema mirov
nikare birînên derûnî yên xwe bi ziman der-bikin/bixîne an jî bi wan rûbirû
bibe, laş van birînan bi awayekê fîzîkî nîşan dide. Di civakên trawmatîze de,
nexweşiyên derûnlaşî pir in.
Windakirina Kokên xwe (Loss of
Roots) Windakirina reh û kokên xwe, bi taybetî di koçberiyê de, windakirina
pêwendiya bi erd, malbat, civak, ziman û çandê ye ku nasnameya mirov pêk tîne.
Mirov hîs dike ku wekî dareke bêrih û reh e ku ba wî dibe aliyê vî û wî. Ev
windabûn dibe sedema qeyrana nasnameya xwe û hestên cudabûnê.
Naskirina Hevpar (Collective
Recognition) Naskirina hevpar, li gorî Honneth, qebûlkirina nasname,
maf û hebûna komek an jî civakek ji aliyê civaka mezin ve. Mirov hewcedarê
naskirinê ye ji bo ku kesayeteke tendirust û silametî çêbike. Dema nasname nayê
naskirin – wek rewşa kurdan – mirov dikeve nav hêrs, malxulyan an jî hewldana
bi şidetê nasnameya xwe bi zorê bipeyitîne.
Entegrasyon (Integration) Entegrasyon
pêvajoya ku mirov di nav civakeke nû de cihê xwe dibîne bêyî ku nasnameya xwe
winda bike. Cuda ye ji pişavtinê, di entegrasyonê de mirov dikare hem beşek ji
civaka nû bibe, hem jî nasnameya xwe biparêze. Lê ev hewcedarê qebûlkirinê ji
aliyê civakê ve ye. Kurdên koçber gelek caran nikarin entegre bibin ji ber ku
ne li vir têne qebûlkirin, ne jî dikarin bi welatê xwe ve girêdana xurt
biparêzin.
Radîkalbûn (Radicalization) Radîkalbûn
pêvajoya ku mirov, bi taybetî keç û lawên ciwan, dikeve nav têgihîştinên tund
an jî rêxistinên tundrew ji bo ku nasnameya xwe biafirîne, hêrsa xwe der-bikin/bixîne
an jî li dijî înkarê şer bike. Di derûnkolîneriyê de, radîkalbûn ne tenê
pirsgirêkeke siyasî ye, lê bersiveke derûnî ye li hemberî înkar, bêçaretiyê û
hewcedariya naskirinê.
Adaptasyona Çandî (Cultural
Adaptation) Adaptasyona çandî di derûnterapiyê de tê wê wateyê ku
metodên dermankirinê li gorî çand, ziman, nirx û têgihîştina civaka ku nexweş
ji wê ye bên veguhertin û adapte kirin. Derûnterapiyên ku li Ewropa hatine
afirandin her tim ji bo civakên din nayên karbidayin. Lewra jî divê derûnnas
têgihîştineke kûr ya li ser çanda nexweşî û nexweşan hebin.
Dada veherîner (Restorative Justice)
Dada
veherîner cuda ye ji dadgehiya cezayê ye – armanca wê ne tenê cezakirina takekesên
tawanbar e, lê di heman demê de çareseriya birînên mexdûran, qebûlkirina
rastiyê û veherîner, pêwendiyên civakî ye. Ji bo derûnterapî û dermankirina
trawmayên hevpar, hewcedarê qebûlkirina înkaran, danezan û îtîzaran ji aliyê
dewletê ve heye.
Xwebûna Sexte (False Self) Xwebûna
sexte, li gorî Winnicott, kesayetek e ku mirov ji bo ku xwe bi hewcedariyên
civakê re bihevgîne çêdike, lê ne kesayeta wî ya rastîn e. Mirov maskeyekê li
xwe dike û jiyaneke ku ne ya wî ye dijî. Di rewşa kurdan de, gelek kes mecbûr
in nasnameya xwe ya rastîn veşêrin û xwebûna sexte bijîn ji bo ku xwe biparêzin
– navên xwe diguherînin, zimanê xwe înkar dikin, çanda xwe vedişêrin. Lê ev jîn
birîneke kûr ya derûnî ye.
Çavkanî
https://www.sciencedirect.com/science/article/abs/pii/S0165032723010388?via%3Dihub
27.01.2026
https://academic.oup.com/epirev/article-abstract/27/1/78/520813?redirectedFrom=fulltext
28.01.2026
https://www.thelancet.com/journals/lancet/article/PIIS0140-6736(06)68079-3/abstract
01.02.2026
https://onlinelibrary.wiley.com/doi/10.1002/jts.20121
03.02.2026
Comments
Post a Comment