Skip to main content

MELE MISTEFA BARZANÎ

         Bi Nêrîneke Derûnkolînerî (Psychoanalytic) li ser Jiyan û Xebata Wî

Destpêk

Mele Mistefa Barzanî (1903–1979) ji mêjûya gelê kurd re ne tenê rêberekî siyasî û leşkerî ye; ew sembola berevanî û berxwedanê, awayekî hebûn û nasnameyeke hevpar (kolektîf) e. Lê çawa em dikarin jiyan û karaktera wî bi nêrîna derûnkolînerî (psychoanalysis) rawe û şirove bikin? Ez ê hewl bidim bi rêya têgehên derûnnasiyê yên Sigmund Freud, Erik Erikson û bîrdoziya pêwendî û têkiliya heyberê (object relations) ya Melanie Klein, derûn û giyana Mele Mistefa Barzanî li gorî ilmê xwe û derûnnasiyê bixim ber derê ronahiyê — ji destpêka zaroktiyê, di nav şer û sirgûnê re, heya mirin û bîranîna wî ya mîtîk.

Mebest ne darizandina mêrxas e, lê fêmkirina çima û çawa meriv wiha mezin dibe: çawa trawmayên zû (pêşwext) yên jiyanê li ser karakterê mirov bi bandor in û çawa ew karakter dîrokê vediguheze.

Zaroktî û Trawmayên Destpêkê (Early Childhood Trauma)

Windakirina Bav û Sembolên Desthilatdariyê

Li gorî Freud, fîgûrê bav xwedî rola navendî ya di avakirin û birêkûpêkkirina eziyê (superego) de ye. Mele Mistefa Barzanî di nava malbata Şêx Ebdulselam Barzanî de mezin bû — birayê wî, kesayetiyek bi hêz û biryardar. Lê di sala 1914an de, Şêx Ebdulselam ji hêla hikûmeta Osmaniyan ve hate dardakirin.

Ev windahî ku ji bo piraniya pêwendên xwe yên nêzîk a malbatê ye, di derûn û giyana zarokên sê-çar salî de, întiba û çavdêriya trawmatîk (traumatic imprinting) çêdike. Li gorî bîrdoziya bengîtî û girêdanê (attachment) ya Bowlby, windakirina pêşwext a kesayeta desthilatdar di zaroktiyê de, biryardariya xurt û bêtirsiya mezinayiyê wekî mekanîzmaya tezmînatê (compensatory mechanism) ango telafî û hewêziyê bi xwe re tîne.

Wêdetir, di sala 1906an de — dema ew tenê 3 salî bû — bi diya xwe re hat girtin ji ber tometê berhevdana birayê xwe Şêx Ebdulselam. Ev girtin tê wateya ku girêdana dayikê (the maternal bond) jî bi destê desthilatê hat şikandin. Di bîrdoziya Klein de, heybera baş (the good object) – ya ku ewlehiyê dide – û heybera bed (the bad object) – ya ku dişkîne – di vê qonaxê de bi xurtî tên pênasekirin.

 

Sîrgûnên Pêşwext û Avakirina 'Xwe'bûna xwe ya Berdewam (Exile and Self-Construction)

Mele Mistefa Barzanî gelek caran hat sirgûnkirin: di sala 1932an de ji Tirkiyayê, di sala 1934an de ji Mûsilê, di sala 1936an de ji Bexdayê. Di nava van gergeran de, ezî (ego) ne li ser ciyekî sabît e, lê li ser bergiriya bi xwebûna xwe (resistance itself) re ava bû. Li gorî Erikson, di qonaxa aloziya rolê xwe û nasnameya xwe (identity vs. role confusion) de, keç an kur berpirsiyariya xwe ya civakî fêr dibe. Mele Mistefa Barzanî ev berpirsiyarî ne bi aramiyê, lê bi tehl û şer fêr bû.

Ji bo Mele Mistefa Barzanî, welatê wî ne cihekî erdnîgarî bû; ew heybereke navxweyî (an internal object) bû — tiştekî ku li hundurê wî hebû, ne li derveyî wî. Ev rewş ji bo fêmkirina biryardana wî ya ku "ez ê xwebûna xwe radest nekim" di sala 1947an de bike — dema bi 560 pêşmerge re çû Sovyetê — girîng e.

Avakirin û Berevaniya Nasnameyê (Identity Formation and Defense)

Nasname weke Bergiriya Nasnameyê (Identity as Resistance)

Li gorî bîrdoziya Erikson ya geşedana derûncivakî (psychosocial development), jiyana Mele Mistefa Barzanî nîşana qonaxa yekparebûna li hemberî bêhêvîbûnê (Integrity vs. Despair) ye — lê ev ne di pîrtiyê de pê dest pê dike; ev ji mêj ve di nava şer û siyasetê de hatibû tecrûbeyê. Nasname û berxwedan ji bo wî wekî yek tişt bûn.

Dema em li têkiliyên wî ên siyasî dinêrin — bi Sovyetê, bi Îranê, bi Amerîkayê re — em ambîvelanseke (ambivalence) mezin dibînin. Ew neket bindestê ti hêzekî bê pirsiyar, lê ew xwebûna kir amûr "instrumentalized" da ku armanca neteweyî pêk bîne. Ev di bîrdoziya derûnnasiyê de wekî dabeşkirina stratejîk (strategic splitting) tê zanîn: bi yek hêzê re hevalitiyê bike, bi heman demê de xwebûna xwe ji wê hêzê cihê bigire.

 

Narsîssîsma Neteweyî û Rêber (Collective Narcissism and the Leader)

Freud di "Group Psychology and the Analysis of the Ego" de (1921) behsa girêdana di navbera rêber û koma wî de dike. Koma xwe îdeala eziya (ego ideal) xwe di kesayeta rêber de dibîne; ew rêber bilindeziya (superego) hevpar/kolektîf dibe.

Ji bo gelê kurd, Mele Mistefa Barzanî ev erk û fonksiyona han bi têkûzî dagirt. Ew ne tenê rêberekî siyasî bû; ew pêkhateyê îdeala eziya hevpar (the embodiment of collective ego ideal) bû. Ango: wî çi dikir, gel ew wekî arezû û xwesteka xwe ya navxweyî (hundurîn) didît. Ev yek veguhastina daxwazên birçî yên serbestî û mafê-jiyanê bo yek mirovî rave dike.

Şikestin, Sirgûn û Nûşiyanî (Defeat, Exile and Resilience)

Şikestina 1975an û Têgehê Serkeftina Eziyê/Xwebûnê (The 1975 Collapse and Ego)

Rêkeftina Cezayirê ya 1975an û qutkirina piştgiriya Amerîka û Îranê ji Şoreşa Îlonê, ji bo Mele Mistefa Barzanî wekî şikestineke mezin hat dîtin. Di heman demê de, ew ne wekî karekî xwe ya bi xwe kir, lê wekî xayintiya heyberên derxweyî (betrayal by external objects) şirove kir.

Ev fêmkirin rê li ber birîndarbûna narsîsîst (narcissistic injury) a tawanbarkirina xwebûna xwe (self-blame) nagire; berevajî, Mele Mistefa Barzanî dîtina xwe ya wekî qurbaniya siyaseta mezin biparêze. Di bîrdoziya Klein de, dema heybera baş (the good object) – hevalên baş – heybera bed (the bad object) – xayinan – dibe, parçekirina (splitting) ji bo berevanî û parastina eziyê (ego) dest pê dike.

Piştî şikestinê, ew çû Îranê û dûv re çû Amerîkayê ji bo dermankirinê. Di vê gavê de jî ragihandina sembolîk (symbolic communication) berdewam kir: nameyên ku şand, daxwazên ku kir, nîşanî me didin ku eziya siyasî (political ego) berê xwe neguheriye.

 

Mirov û Efsane: Koka Mîtolojiyê (The Man and the Myth)

Di bîrdoziya Jung de, têgeha arketîpa Qehremaniyê (the Hero archetype) di nava bîrdoziya kolektîf de cih digire. Mele Mistefa Barzanî di dirêjahiya jiyana xwe de vê arketîpê têra xwe dagirt. Ew gerek bû birçî bimana, sirgûn bibûya, şer bikira û venegeriyana da ku mîtê bimîne.

Mirina wî ya di sala 1979an de — di nexweşxaneya Mayo Clinic de, di sirgûnê de — û vegerandina laşê wî yê pîroz a di sala 1993an de bo Başûrê Kurdistanê, vê mîtolojîzekirinê (mythologization) têkûz kir. Di derûnnasiyê de, vegera laşê qehreman (the return of the hero's body) sembola têkûzkirina çerxa jiyan û mirinê ye — the completion of the heroic cycle.

Mirin, Bîranîn û Mîras (Death, Memory and Legacy)

Mele Mistefa Barzanî di 1ê Adara 1979an de ji nexweşiya pençeşêrê serê xwe danî. Mirin ji bo wî tiştekî ku ji derveyî wî hatibû bû — jixwe wî gelek caran li ber mirindanê ketibû (jehr, êrîş, bombebaran). Di tevahiya jiyana wî de, ajoya mirinê (death drive)Thanatos – û ajoya jiyanê (life drive)Eros – li gel hevdijîn — şer û şoreş li aliyekî, danûstandin û avakirin li aliyê din.

Guhertina laşê wî yê di sala 1993an de bo Kurdistanê nîşanî me dide ku bîranîna hevpar/kolektîf hîna jî zindî ye. Di derûnnasiya koman de, rêberê mirî (the dead leader) gelek caran xurtir e ji rêberê zindî (the living leader), ji ber ku meriv rengvedan û projeksiyona xwe yên neteweyî bi azadî li ser wî dike, bê ku rastiyên siyasî ya rojane bêne nav.

Encam

Mele Mistefa Barzanî kesayeteke ku jiyana wî — ji sirgûna di temenê 3 salî de heya mirina di xaricê de — di bin çarçoveya derûnkolîneriyê de tabloya zengin û mêj-şikestî nîşan dide:

  Trawmayên pêşwext: windakirina bavê û girtina di zaroktiyê de bingeha nûşiyana eziyê (ego resilience) û bêtirsiyê dan wî.

  Nasnameya berxwedanê: sirgûn û şikest nasnameya (identity) wî neşikand, berevajî bû sedema yekbûna (consolidation) hebûn û xwebûna wî.

  Rêberiya mîtîk: Mele Mistefa Barzanî îdeala eziya hevpar (collective ego ideal) dagirt — sembola xwestekên birçî yên gel.

  Şikestin û parastina xwe: di 1975an de parçebûn (splitting) û derxweyîkirin (externalization) ji bo berevanî û parastina têgîna xwebûnê (self-concept) hatin bikaranîn.

  Mîtolojîbûn: mirina wî û vegera laşê wî çerxa qehremaniyê (heroic cycle) ya Jung têkûz kir.

Di dawiyê de, Mele Mistefa Barzanî mirovekî ku cihana navxweyî (internal world) ya wî û tevgera dîrokê bi hev re rabûn û ketin e. Derûnkolînerî ji me re ne tenê kesayetê wî rave dike, lê nîşanî me dide ku çawa mirovên di jiyaneke dijwar de mezin dibin, dibe ku bibên hêzên dîrokê û bibên sembola komekê, welatekî, miletekî û hwd.

 

Çavkanî

Barzanî, M. (2020). Bo mêjvî. Çapxaneya Roksana.

Bowlby, J. (1969). Attachment and loss: Vol. 1. Attachment. Basic Books.

Erikson, E. H. (1968). Identity: Youth and crisis. W. W. Norton & Company.

Freud, S. (1921). Group psychology and the analysis of the ego. Hogarth Press.

Freud, S. (1923). The ego and the id. Hogarth Press.

Jung, C. G. (1959). The archetypes and the collective unconscious. Princeton University Press.

Klein, M. (1946). Notes on some schizoid mechanisms. International Journal of Psychoanalysis, 27(3), 99–110.

McDowall, D. (2004). A modern history of the Kurds. I. B. Tauris.

Morris, H., & Bloch, J. (2020). La asdiqa' swa al-jibal (Werg. R. Al Mohammed). Dar Naqsh.

Roosevelt, A. (1374/1995). Shoq-e amukhtan (Werg. S. Saeidi). Entesharat Ettelaat.

Comments

Popular posts from this blog

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...