Skip to main content

Posts

APO, OSMAN SEBRÎ

  APO, OSMAN SEBRÎ   Di destpêka çerxê bîstan de, hoza (Mirdîsan) bi serokatiya Sebrî Axa di nav kuntarên çiyayê (Bêllî: Nemrûd) de, ji sedê salan ve dijiya. Ew çiyayê ku dikeve navbera bajarên Malatiya, Orfa, Siwêrek û Adîyemanê de; gundê (Narincê û Xêştûrê) ji vê hozê re wek paytextekê dihatin naskirin, çiko cihê rûniştina Axayê wan Sebrî Axa bû; ev her dû gund jî girêdayî bi qeza (Kextê) bûn ji wîlayetên Adîyemanê... Di roja 05-01-1905ê de, xwedê kurek da Sebrî Axa li gundê wî Narincê, navê wî kire (Osman) ; di nav salan de Osman mezin bû, temenê wî bû 10-11 salî bavê wî Sebrî Axa çû ber dilovaniya xwedê, vêca li şûna bavê wî Apê wî yê mezin (Şikrî) bi kar û barên hoza Mirdêsan ve rabû û bi dilovaniyeke mezin jî (Osman Sebrî) xwedî kir hem jî rêzanên hoza Mirdêsan şanî wî dan û bi gelek dan standinên navçêre serwext kir, da ku çavê wî vebin û amadebe ji pêşerayan re. Di wê navê re Osman Sebrî xwendina xwe ya sereta di dibistanên Tirkan de bi dawî anî, li ber destê Mamos...

Hevpeyvînek bi Osman Sebrî re, 1987

  Hevpeyvînek bi Osman Sebrî re   Amed û Zîn     Zîn : Apê Osman, bona ku hevalê Amed wê biçe Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji aliyekî de, û ji ber ku tu endamekî damezrandina Enstîtuyê yî, di aliyê dinê de, û li ser arîkirina bi daxwaz a serokê Enstîtu, birader Kendal Nezan, ji aliyê sisiyan de, me dil kir em hevpeyvînekê bi te re bikin. Apo : hûn dikarin bipirsin. Tiştê ez bizanim, ez ê ji we re bêjim. Zîn : hinekê ji kurtiya jîna xwe, nemaze jîna te ya rojane ? Apo : Mesela jîna min çîrokeke dirêj e. Gotina wê gelekî wext jê re dixweze. Ne karê rojekê ye, mehekê ye, salekê ye, lê şêst sal e. Ev şêst salê hane mero nikare serhevdu bîne. Tenê ez dikarim tiştekî bêjim : ez merivekî gundî me, lawê axayekî me. Bavê min burciwaziyekî mezin bû. Paşê, me 'emelên axan û xirabiyên wan ji milet re da fam kirin. Ji wê roja ku ez şiyar bûme heya niha ez şerê beg û axan, û şêx û melan dikim. Ji ber ku me dît evana xirabiya miletê xwe dikine, miletê ...

Welatparêzê hêja, Apo Osman Sebrî

  Amed û Zîn Welatparêzê hêja, Apo  Osman Sebrî Hevpeyvînên salên,  (1984-1988) KASÊT (7)   Zîn : Apo, li gor nêrîna te, çi kar û wezîfa Kurdên li derve heye? Apo : Bi Xwedê, keça min, karê wan tune, çûne nanê xelkê dixwin. Welatê min li vir e, divê ez li welatê xwe bim, ne herim nanê xelkê bixwim. Ez derseka Kurmancî bidim, têra min dike. Îca, yekî ji min ra nameyek nivîsandiye: "Apo, gotina te rast e. Peyayên me yên ku hatine vira kesek basa welatê xwe nake, bi zimanê xwe mijûl nabe, derin li pê keçkê xelkê dikevine, ew dibê: 'Keça min wa xweşik e, wa rindik e'…". Çûne nanê xelkê bixwin, nanê xelkê pirr e. Bila ez jehrê bixwim, ne nanê xelkê. Ez nanê xelkê bixwim, rihetiya xwe binêrim û miletê wan li dera hanê zulmê dibîne? Ez nikarim tiştekî qenc bikim, bila ez jî wê zulmê bibînim. Ji zulmê revîn xelet e. Divê em şerê wê zulmê bikin. Me nikarî bû, divê me tehmûl bikin. Ev derin bi du qurşan qenciyê dikin û bi hezar qur...