Amed û Zîn
Zîn : Apê Osman, bona ku
hevalê Amed wê biçe Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji aliyekî de, û ji ber ku
tu endamekî damezrandina Enstîtuyê yî, di aliyê dinê de, û li ser arîkirina bi
daxwaz a serokê Enstîtu, birader Kendal Nezan, ji aliyê sisiyan de, me dil kir
em hevpeyvînekê bi te re bikin.
Apo : hûn dikarin bipirsin.
Tiştê ez bizanim, ez ê ji we re bêjim.
Zîn : hinekê ji kurtiya jîna
xwe, nemaze jîna te ya rojane ?
Apo : Mesela jîna min
çîrokeke dirêj e. Gotina wê gelekî wext jê re dixweze. Ne karê rojekê ye,
mehekê ye, salekê ye, lê şêst sal e. Ev şêst salê hane mero nikare serhevdu
bîne. Tenê ez dikarim tiştekî bêjim : ez merivekî gundî me, lawê axayekî me.
Bavê min burciwaziyekî mezin bû. Paşê, me 'emelên axan û xirabiyên wan ji
milet re da fam kirin. Ji wê roja ku ez şiyar bûme heya niha ez şerê beg û
axan, û şêx û melan dikim. Ji ber ku me dît evana xirabiya miletê xwe
dikine, miletê xwe bi şûn de hîştin e, û berê milet dane rêya xirab. Jîna me bi
vî hesabî çûye. Me gelekî tiştên nebaş dîtine. Ev tiştên nebaş dîtin,
gotina wan tiştekî ne rast e. îro, miletê me bavê me ye. Xelk dikare li
ser wî bibê "xirab e", lê merov nikare xirabiya bavê xwe bêje.
Gava merov bêje, ew neheqiyan li xwe dike. îcar, ji bo van tiştên ku li ser
bihurînî, di warê siyasî de, ez nikarim tiştekî bibêjim. Wekî dinê jî, çiqas
îmkanên min hebe, ez ji bo ziman hez dikim bixebitim. Gelek kes hene ku ez
alîkariya wan dikim, nivîsarên xwe ji min re tînin û ez ji wan re rast
dikim. Hinekê dinê ten, dixwezin ziman hîn bibin, ez ziman hînî wan dikim. Tiştê
ji destê min tê ez dikim. Û ez bi vê jî dilxweş im. De kerem ke.
Zîn : bûyîna te, Apo, kîjan
salê bû û li ku derê bû ?
Apo : Ez sala 1905, li nav eşîra
Mirdêsan, ji gundê Narincê, hatime dinê.
Zîn : Kengî tu hatî Sûriyê
?
Apo : Sala 1929-an, taliya
salê, di meha 11-an de, ez hatime Sûriyê.
Zîn : Kengî û çawa te
dest bi xebata xwe ya siyasî kir ?
Apo : Berî ku ez werime Sûriyê,
me dest bi xebata siyasî kir. Ne me dest pê kir, Tirkan hîştin em dest pê
bikin. Me bi xwe xebata siyasî nas nedikir. îcar, Tirkan rabûn bi gewriya me
girtin,û em xistin hebsa. Tê de çavê me vebûn, me camêr dîtin, û me berê
xwe da xebata siyasî.
Amed : Apo, sala ku te dikirî
sertefîka bibira, mamostayekî te hebû, bîr û baweriyên wî ya… ?
Apo : na. Piştî ku min
sertefîka xelas kiri bû, mamostayek şandi bûn gundê me. Navê wî îsmayîl
Efendî bû. Ew jî Kurd bû. Mamostayê 'Edadî bû, ji ber ku ramanên sosyalîst pê
re hati bû dîtin, rabûn kirin mamosteyê Ibtîdayî û şandin gundê me. îcar,
wî jî ez dîtim di nava gund de, û ramanên xwe xiste serê min. Ji wê rojê
de, ez û axatî, melatî û şêxîtî ji hev dûr ketin.
Amed : çepbûna te çawa
hatiye nas kirin ?
Apo : Ji berê de ez çep im.
Ji xwe li ser wê yekê min helbesteke dûr û dirêj nivîsandiye. Çepbûna min min
holê nas kiriye : li Parlemana Fransizî hatiye gotin "Ên ku li aliyê
melekê xwe xwe dane hêla rastê û ên ku li aliyê miletê xwe xwe dane hêla
çepê. Çepbûn me ji wê biriye. Me jî xwe daye aliyê milet. Ji bo vê yekê em
dibêjin "em çep in".
Zîn : çend kur û keçên
te hene ?
Apo : sê law û sê keçên min
hene.
Amed : navên wan, Apo ?
Apo : kurran : Hoşeng, Hoşîn
û Heval; keçan jî : Kewê, Hingûr û Hêvîn.
Amed : Hingûr, Apo ?
Apo : "hingûr", bi
Kurdî, "şefeq" e : hing+ûr. "Hing" mêşhunguv e; "-ûr"
jî, wexta ku mêşhunguv radibe. Mêşhunguv di şefeqê de radibe xebatê. Piştî ku bûne
Misilman, hînga girtine "şefeq" ji Ereban birine.
Amed : Berbang ?
Apo : ha, ew jî piştî ku bûne
Misilman; ango, berî bangê; berî azanê.
Amed : tu roja xwe, ango,
jîna te ya rojane, çawa derbas dikî ?
Apo : bi rûniştinê ez derbas
dikim. Serê min nema alîkariya min dike.
Amed : çûn û hatinên
hevala li ser te çawa ye ?
Apo : hinek însan hene ku ji
min hez dikin. Ne ji bo menfe'etên hevalên min bûne, ji bo qewmiyetê hevalên
min bûne. Ewana hên derin û tên, û xwe bi min re jî diwestînin. Hinek
jî tên li ser min casûstiyê dikin. Hinek tên dixwezin ziman hîn bibin.
Hinek tên dixwezin min nas bikin. Her yek bi awakî tê.
Amed sebra te, Apo, wilo tê ?
Apo : ne xema min e. Hatin
ser çava, nehatin bi tenê bîna min teng nabe. Di hebsê de, min lingên xwe li
ser text dirêj dikirin û rûdiniştim.
Zîn : apo, koçbarkirina dêya
Hoşeng çi valayî di jîna te de peyda kir ?
Ap : însanekê 46 salan bi
min re maye. Helbet, gelekî bi min re westiyaye. Hema ew bi min re bûye û ez
nêzîkî deh caran bêtir ketime hebsê û tim wê zarok xwedî kirine û hevalên
min alîkariya wê dikirin.
Amed : sebra wê dihat, Apo ?
Apo : ew xurt bû. Gava dihate
hebsê cem min, dilê hebsiya gişan bi min diman. Jinên wan gişan rûyên xwe tirş
dikirin û her gav rûyê wê bi ken bû. Min bawer dikir ku mala me tijî
xwerin e. Dilê wê xurt bû. Qîza mêrekî çê bû. Di nava Çerkezan de hemberê
wî tune bûn. Giraniya mirina wê hebû, ne tune bû. Min bawer dikir ku ez ê berê
wê bimrim çima ew ji min 10-11 salan biçûktir bû.
Amed : alîkariya heval, dost
û hogira di rahiştina termê wê de, Apo ?
Apo : gelek baş bû. Herdu
seriyan - ew Çerkez bû û ez Kurd bûm - kêmanî nekirine.
Zîn : heya bi ku te beşdarî
di kovarên Kurdî de kiriye ?
Apo : serekê, ez bi Celadet
Bedirxan re, di Hawar û Ronahiyê de, xebitîm.
Amed : te alîkarî ji bo
danîna Elfebêya Kurdî kiriye ?
Apo : na, Celadet Elfeba
daniye. Gava wî danî, min jî 'îtîraz kiriye. Min gotiye : çar tîpên wê kêm
in "p, ç, t, k", lê gişan gotin ev bes e.
Amed : Apo, her du dengdar
"a" û "e" carina di ristê de dibin "ê". Çawa
ye ku merov (a = è) û (e = é) deyne da ku guhartina herduyan digel
dengdara "ê", ji ser hev werin naskirin ?
Apo : ezbenî, ew guhartn
heye. "welat" dibe "welêt". Jê re tewandek tê gotin.
Amed : Apo, gava yekî biyanî
an Kurdekî ku tewandek di zaravê wî de tune be, rastî şoreke nenas were an
vê ristê bixwîne : "rêz", wê çawa bizane ku "rez" di
ferhengê de heye, ne "rêz", dema ku bixweze wataya wê şora nenas ji
ferhengê derîne û bizane ?
Apo : gava rêzimana Kurdî
bixwîne wê bizane.
Zîn : îro, tu rewşa jina
kurd çawa dibînî ?
Apo : keça min, berî gişî,
divê mêrkê kurd keça xwe nefroşe. Paşê bide xwendin û rêya xebatê li ber
wê veke. Divê jin û mêr li ser esasî hezkirinê hevdu bikin, ne li ser esasê
qeleng. Divê em heqê jinê nas bikin, ew jî heqê xwe nas bike. Lê bila keça
Kurd bizane wacibê wê yê mezin dê ye. Dêbûn li ser her tiştî re ye. Gava ew
bikare lawekî hêja an qîzeka hêja ji bo miletê xwe bigihîne, di çavên min de ew
tiştekî mezin e. Dêbûn her tişt e di jîna merov de. Gava dê wacibê xwe nikari
be bike, civak wenda dibe. Civaka Kurd ji dest dê wunda bûye. Dê hatiye kirrîn û
firotin.
Zîn : di warê parastina
zimanê Kurdî de, Apo, gotina te çi ye ?
Apo : ne hewceyê gotinê ye.
Yek ji zanayên civakî dibêje : "gava tu dixwezî gelparêziya însanekî fam
bikî ta kîjan derecê pêşve çûye, binêre çiqas der bi zimanê xwe re
bendewar e". Mirovê ku bi zimanê
xwe re bendewar nebe, nikare îdi'a bike ku ew ji welatê xwe hez dike.
Neteweyetî ziman e û hinek adet in, ne tiştekî dinê ye. Xwîna me gişka yek
e. Merov ku ehmiyetê nede zimanê xwe, di jîna neteweyî de tune ye. Mixabin,
ta îro, xortên me ehmiyeta ziman fam nekirine, tevî ku xwe xwenda dizanin û xwe
pêşverû dizanin, hîn nizanin bi zimanê xwe bixwînin.
Amed : mirov kovarna
Kurdî dixwîne, rastî pir peyvên xwedest û çêkirî tê ?
Apo : binêre, ezbenî. Ev şaş
e, ziman nizanin û dixwezin destê xwe têxinê. Min li ser vê yekê gotarek
ji Berbangê re nivîsî bû. Min gotiye : "her bêjeyek kevirekî avahiya ziman
e. Hinek keviran dibirrin, hinek şê dikin û hinek jî dîwar lê dikin. Evane
yek karê ê dinê nizane. Her kes karê xwe dizane. Gava kevirekî neçêkirî bînî,
têxî nav kevirên şekirî û çêkirî, dîwar wê xar bibe. Ha, peyayên ku bi zimanan
nizanin û li ser nexebitî bin, gava tînin pirsa li cem xwe çê dikin welê zimanê
xwe xirab dikin. Pirr yê wilo hene. Ên
ku du roj dest bi ziman kirine xwe feylesûf dihesibînin. Karê nezana holê ye.
Ziman wek asoyê behrê ye, nêzîk xuyanî
dike, lê tu çiqas diherî tim ew e. Heya merî pirr bi nava ziman de neçe, merî ehmiyeta ziman û mezinatiya
ziman nizane. Ê min bû 35 sal pê dixebitim, ji zaravê Kurmancî pirrtirî
3000 bêje - eger hên ne pirr be - ez nizanim çima ziman nehatiye civandin û
nehatiye xwendin.
Zîn : Apo, di vê kalbûnê de,
çi ji te ve, warê Kurd û Kurdistanê diyar e ?
Apo : bi Xwedê, tevî ku ez
xwe diyarê gorrê dibînim, ez wilo bawer im ku ez ê Kurdistanê bibînim û paşê
bimrim. Ez di vê baweriyê de me.
Zîn : Apo, ev ne… ?
Apo : keça min, em Kurd
negîhane warên ku bikari bin welat xelas bikin, lê neyarê me pirr ehmeq in. Wê
bi kêrî me bên. Bi Xwedê, sê ehmeqên mîna Kenan Evre, Xomeynî û Sadam kêm têne
dîtin. Ewê me hişiyar bikin. Milet bi du tiştan hişiyar dibin : yan bi darê
zulmê, yan bi xwendinê. Kurd dê xwe xelas bikin, lê heyf wê pirr hevdu bikujin.
Amed : belavbûna hêzên milet
û pirrbûna partiyan, gotina te di vî warî de çi ye ?
Apo : ezbenî, ew şûndebûna
milet e. Milet di şûn de ye.
Zîn: gotina te Apo, ji
braderên Enstîtuyê re çi ye ?
Apo : berî her tiştî,
Xwedê bi qeweta wan re be. Divê bizanin ku ew xizmeteke mezin ji bo welatê xwe
dikine. Heger ew bi ziman mijûl dibine, meselekî girîng xistine destê xwe. Divê pirr xurt pê bigrin û gelekî xwe
pê re biwestînin. Em Kurd divê em hêdî bikin. Em miletekî bê ziman bûne.
Em ji zimanê xwe re nexebitîn. Em çûne ji zimanê xelkê re xebitîne. Ev şerefekî mezin e ji bo wan ku ji bo
zimanê xwe bixebitin. Lê ez gelekî hêvîdar im ku her yek ji wan divê
berî gişî qelsiya xwe bizane heya bikari be pêşve here. Em Kurd çiqas
pêş kevin, em ê bi şun da bimînin. Çima ? Mecala ku em tê bixebitin hên dirêj
e. Zimanê me li erdê maye. Di nava 800 eşîr de belav bûye. Ev ên Kurmancî û ên
dinê di nava 600 eşîr de maye. Ên me yên ku bi ziman nizanin bawer dikin ku
mesela ziman tiştekî gelekî rihet e. Zimanê Erebî piştî 120 salan xebitî bû û
tevî Quran, Ehadîs, û helbestên Cahîlî bi vî zimanî hati bûn, gava dane
ber zimanê Farisî di dema Harûnê Reşîd de, zimanê Erebî ket, çima zimanê Farisî
wê çaxê 1400 sal bû. Binêre, 120 sal û hên negiha bûn mecalekî hêja. Ango,
bila bizanin wacibê wan gelekî mezin e di nava milet de. Xebata wan ji a
pêsmerge pêştir e, ji a her tiştî pêştir e. Xebata wan li ser zimanê miletê
Kurd. Ez bi xwe ji wan re xêrê û kamîraniyê dixwezim.
Çavkanî:
Hevpeyvînek bi Osman Sebrî re
Amed û Zîn
«Hêvî, hejmar 6, Tebax 1987»

Comments
Post a Comment