Amed û Zîn
Welatparêzê hêja, Apo Osman Sebrî
Hevpeyvînên salên, (1984-1988)
KASÊT (7)
Zîn: Apo, li gor
nêrîna te, çi kar û wezîfa Kurdên li derve heye?
Apo: Bi Xwedê,
keça min, karê wan tune, çûne nanê xelkê dixwin. Welatê min li vir e, divê ez
li welatê xwe bim, ne herim nanê xelkê bixwim. Ez derseka Kurmancî bidim,
têra min dike. Îca, yekî ji min ra nameyek nivîsandiye: "Apo, gotina te
rast e. Peyayên me yên ku hatine vira kesek basa welatê xwe nake, bi
zimanê xwe mijûl nabe, derin li pê keçkê xelkê dikevine, ew dibê:
'Keça min wa xweşik e, wa rindik e'…". Çûne nanê xelkê bixwin,
nanê xelkê pirr e. Bila ez jehrê bixwim, ne nanê xelkê. Ez nanê xelkê
bixwim, rihetiya xwe binêrim û miletê wan li dera hanê zulmê dibîne? Ez nikarim
tiştekî qenc bikim, bila ez jî wê zulmê bibînim. Ji zulmê revîn xelet e.
Divê em şerê wê zulmê bikin. Me nikarî bû, divê me tehmûl bikin. Ev derin
bi du qurşan qenciyê dikin û bi hezar qurşî xirabiyê dikin.
Ê me yê ku hatin wan bawer dikir
ku dewletên Ewrupî dewletekê, Kurdistanekê, çêkin, hatibûn ku tê de rûnin. Hinekê
wan casûsî dikirin, hinekê wan vegeriyan, bûne peyayên Tirkan. Mêrkê Kurd ê
ku îro dibê: "Ez dixebitim", ji bo ku nan bixwe, qurretiyê bike, ne
ji bo xwe bide kuştin, ne ji bo zulmê tehmûl bike, o-o-o-f … Em çawa bikin! Zanayên
me çûne ji xelkê ra xizmet kirine.
Zîn: Wekî din tu
çi dixwazî bibê?
Apo: Wekî din,
Xwedê bi we ra be, mesela ziman giraniyeka mezin bidinê.…
Qîza min, peyayê ku xwe bifroşe
ji jinka kerxanê xirabtir e, çima jinka kerxanê xwe difroşe, ew miletê xwe
difroşe. Tu xwe bifroşî li ku û milet bifroşî li ku! Îca, dikine, hemiyên
wan dikine. Bi Xwedê, ê li Ewrupa ne, ew tişt in, ên li vira ew tişt in,
tenê Apoçî derin şerê Tirkan dikin. Mala wan ava be. Lê, ew jî bê tecrûbe
ne û di warê siyasî de ne gihîştî ne. Lê, mêr in, derin şerê
dijminê xwe dikine. Ma ne ên din derin li Ewrupa nan dixwine, qîza min. Karê me li Ewrupa çi ye? Bela me mezin e!
Bêje Amed apê te dibêje:
Serê ku bête
danîn tucar nayê hildan
Bi qelsî kes ne
bûye xwedî rûmet û şan
A dudiyan min
gotiye:
Xwe danînim bo
sitem û zorê
Divê ez
serbilind biçim gorê
Gava bi rûmet
çûme goristan
Hêja ye bibim
lawê Kurdistan
Bêje felsefa
min di jînê de ev e. Ez serê xwe daneynim û bi serbilindî dimrim. Ew dikarin
werin li min xin, min bêşînin, lê nikarin werin bêjin, bêlin ez serê xwe
ji wan ra deynim. Di mehkemê de, serê min tim bilind bû. Di mehkema Emn
el-dewle, Nayêbê Gelemper Be'sî bû û serokê mehkemê î Nasirî bû. îca, ê Be'sî hêrişeka
xurt daye min. Tev gotinên vala, bê mane û hwd. 11 rûpel nivîsandi bûn û dev
davête min. Serokê mehkemê got:
- Osman,
bersivê bide?
Min got:
- Ne hêja ye ez
bersivê bidim.
Bi Xwedê, keça
min, wekî te tuf kira ser çavê wî, wisa pîs bibû. Min welê dikir, ne min
serê xwe datanî.
Zîn: Yekbûna hêzên
Kurdî çawa çê dibe?
Apo: Keça min, hêzên
Kurd nikarin bibin yek, ne îro û ne sibe, çima Kurdan xwe di warê civakî de
xira kirine. Yek nikare ji ê din ra deyne, lê derin xwe ji xelkê ra datînin.
Kurd derin ji xelkê ra dixebitin. Berê digotin: "Beg û axayên me nezan
in", niha zanayê me, Qasimlo, mamosteyê zanîngehan e, çûye li ser hesabê Sedam
husên dixebite û şerê îranê dike û destê Sedam Husên heya vira di xwîna Kurdan de ye. Gîli stoyê
Kurdan siwar bûne. Ji bo bikari be ji birayê xwe, ji hevalê xwe, ya dostê
xwe çêtir nan bixwe, dere welatê xwe difroşe. Çima ez di vî xanî de
rûniştime? Bi xwe ev ne xaniyê min e jî, xaniyê dêya zarokan e. Gava ez
biçûma, min li ser pişta miletê xwe bixwara, min dikari bû çar-pênc xaniya
bikirrîna. Pirr pere didan, lê xwe firotin zehmet e.
Zîn: Apo, şoreşa şêx
Se'îd çawa dest pê kir?
Apo: Keça min,
wê çaxê, komeleka Kurdan hebû. Serekê wê Xalid Begê Cibrî bû. Îca, şêx Se'îd endamekî wê bû. Xalid Beg û Elyas
Begê Bidlîsî girtin, ew darda kirin. Berî darda kirinê, Xalid Beg ji şêx
Se'îd ra got:
- Derke, bere
tu ne kevî destê Tirkan.
Li ser rêya
derketinê, şer di navbera leşkerê Tirkan û birayê wî de çê bû. Xwe ji şoreşê
ra hazir nekiribû. Şêx Se'îd bi xwe merivekî mezin bû. Peyayên
wekî wî di nava Kurdan de nînin û ne wê hebin jî. Ez bi xwe ji şêxan
hez nakim, lê şêx Se'îd mêrekî bêhempa bû.
Derin bi navê welatparêziyê nan
dixwin. Ê ku bixebite divê li ser destê milet bixebite, ne li ser
pişta milet! Li ser destê milet deh kaxet in, li ser pişta milet milyon
in. Naxwazin qîma xwe bi deh kaxeta bînin. Min li ser destê miletê xwe xwariye.
…
Keça min, dixwazin herin xwe li ser
destê dijminê xwe xelas kin, ma va dibe? Tirk, Ereb, 'Ecem
dijminê miletê Kurd in. Kî bixwaze miletê xwe li ser destê van xelas
ke, dixwaze miletê xwe bifroşe, nan bixwe bes. Celal Talebanî li wir bû, çû cem Sedam. Gava qebûl nekirin
bikin wekîlê serokê Komarê, çû cem Xomênî. Ferq nake, ha ew, ha ew. Ê li ser
pişta miletê xwe bixebite xayîn e. Derin nanê dijmin dixwin û dixwazin
defa Kurdan lêxin! Ev derew e, nabe. Îca, ev e.
Zîn: şoreşa şêx
Se'îd em dikarin bêjin netewî bû, an îslamî bû?
Apo: Netewî bû,
lê bi navê îslamê kirin. Çima îslamiyet li nav Kurdan pirr bû. Paşê,
dîsa Kurdan bir ew teslîmî Tirkan kir, tu zanî ê şêx girtî kî ye? ….
Zîn: Ez dixwazim
ji te bipirsim hîngê hin axa xayîntî kirin?
Apo: Keça min, hin
axe bûbûn hevalê hukmetê, hin bûbûn hevalê şêx Se’îd. Ên ku bûbûn hevalê hukmetê,
hukmetê pê girtin ew jî kuştin. Tê bîra min ev bûyera pirr xweş. We navê
Cemîlê Çeto bihîstiye. Îca, ev bûbûn peyayên Tirkan, şerê şêx Se'îd dikirin. Ew
û jina wî û zarokên wî tev de girtin û kuştin. Haco, hevalê hukmetê bû, şerê
şêx Se'îd dikir. Xwestin wî bigrin, ew revî hat vira. Ên ku bûbûn hevalê wan
berî ê din kuştin, wekî Emînê Perîxan û ên din… îca, yek 'Emerê Temer hebû,
hevalê şêx Se'îd bû. Gava hukmê dardakirinê danê, anîn ku here destnimêj
bike. Gava çû, Cemîlê Çeto çû pêşiyê ku here maçke. 'Emerê Temer destê xwe
da pêşiyê, got:
- De here, lo, de here! Ê min, min şerê hukmetê kir, zarokên min li
mal in. Ê te, tu bûyî hevalê hukmetê, îro jin-zarokên te tev di hebsê de ne… O-o-o-f… Gelek
tişt hene …
Çavkanî:
Amed û Zîn
Welatparêzê hêja, Apo Osman Sebrî
Wiha dipeyive
Hevpeyvînên salên, (1984-1988)
Parîs, Berçile 1991

Comments
Post a Comment