Kî der xweş e? Ew dera ku dil lê xweş e Kêmpar be, bêpar nebe Rast here, neçe ber hakiman; kêm bixwe neçe ser hekîman. Zivistan bi qasî şevekê jî bimîne, wê karê xwe bike. Çil kes di hundirê şikeftekê de bûn, gurekî ew xwarin. Ev der nebe, dereke din; ev bihar nebe, bihareke din. Mar sûc dike, margîse cezayê wê dide. Çûyîna meclisê rehet e, mayîn giran e. Bi xwe didirîne, bi xwe didirûne. Bihêle barê xwe vala bikim, paşê bipirse ka hejîr e yan hinar e. Ji rovî pirsîn: Şahidê te kî ye? Got: Teriya/dêla min e. Bira ji bo roja teng e, tiving ji bo roja ceng e. Gorkol bizanibûya dê bimire, wê ji xwe re jî gorek bikola. Êvarê razê dawiya dinyayê ye, sibehê rabe destpêka dinyayê ye. Fêrbûyî fêr neke, heke te kir jî têr bike. Ev dest li şûna destê din nayê qutkirin. Ev kerê han nebe kerekî dîtir, kurtanekî lêkim bi rengekî dîtir. Qesab kete heyra goşt, bizin ketiye heyra can. Hesin bi zenga xwe dirize. Ava ku li cihekî bimîne genî dibe. Şerm piçek e, heke rijiya tiştek namîne. Ciwanî tijî gul...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی