Kî der xweş e? Ew dera ku dil lê xweş e
Kêmpar be, bêpar nebe
Rast here, neçe ber hakiman; kêm bixwe neçe ser hekîman.
Zivistan bi qasî şevekê jî bimîne, wê karê xwe bike.
Çil kes di hundirê şikeftekê de bûn, gurekî ew xwarin.
Ev der nebe, dereke din; ev bihar nebe, bihareke din.
Mar sûc dike, margîse cezayê wê dide.
Çûyîna meclisê rehet e, mayîn giran e.
Bi xwe didirîne, bi xwe didirûne.
Bihêle barê xwe vala bikim, paşê bipirse ka hejîr e yan hinar e.
Ji rovî pirsîn: Şahidê te kî ye? Got: Teriya/dêla min
e.
Bira ji bo roja teng e, tiving ji bo roja ceng e.
Gorkol bizanibûya dê bimire, wê ji xwe re jî gorek bikola.
Êvarê razê dawiya dinyayê ye, sibehê rabe destpêka dinyayê ye.
Fêrbûyî fêr neke, heke te kir jî têr bike.
Ev dest li şûna destê din nayê qutkirin.
Ev kerê han nebe kerekî dîtir, kurtanekî lêkim bi rengekî dîtir.
Qesab kete heyra goşt, bizin ketiye heyra can.
Hesin bi zenga xwe dirize.
Ava ku li cihekî bimîne genî dibe.
Şerm piçek e, heke rijiya tiştek namîne.
Ciwanî tijî gul e, heke bizanî; pîrîtî barê kulan e, heke bikaribî.
Nezan kor e, qencî û nebaşiyê ji hev dernaxe.
Sivik here, silamet vegere.
Heke tiştekî nizanî, şivekê hilde ji bo şivaniyê.
Heke Îsa û Mûsa nebin jî, Xwedê dîsa xwedatiya xwe dike.
Her çi heq e, hişk û req e.
Îro li min e, sibê li te ye.
Ev rîh û ev meqes!
Ya pişt xurt, ya jî mist (pere) xurt.
Heke ziman bihêle ser silamet e.
Çiraya ku li malê helal e, li mizgeftê heram.
Derê mala xwe bigire, cîranê xwe neke diz.
Li derê xelqê nede ku li derê te nedin.
Biaqil bi işaretê, nezan bi lêdanê.
Dawiya lîstinê şer e, dawiya hezkirinê dijminahî ye.
Gemarê çiqasî tev bidî, bîna wê ewqasî genî dibe.
Agir bi mala yekî ketibû, yekî din hêkerûn li ser wî agirî dipeht.
Mirov bi heya, ji heya xwe ditirse; mirovê bêheya, dibêje ji min ditirse.
Cahilê asê, heta tê ser tasê, dikeve halê sê.
Kurmê darê ne ji darê be, fenamîna darê nabe.
Şer xwendo, li xwe xwendo, xêr xwendo li xwe xwendo.
Herkes çû ser miriya, herkes li ser xwe giriya.
Mirî di mala wî de ye; diçe li şîna xelkê digrî.
Şîretan li te dikim tu nagiri; nifiran li te dikim tu namiri.
Masî ji avê derkeve wê bimir e.
Ê ku masiyan bigrin, wê şil bibin.
Mêrik dûvê masî ye, ji dest filitî nayê girtin.
Dema yekî keçel dimire, kesê şînê digirin wî bi porê gulgilî xelat dikin.
Kuna miriya pi helawa.
Heta sax bû, nav sewax bû.
Cihêrengî çêj û ekla jiyanê ye.
Her mirovek bihayek wî/wê heye.
Gotinên xerab, hestiyan naşikînin.
Kûçikê direye kêm caran gez dike.
Destê nestîne, nade jî.
Xwîn ji avê stûrtir e.
Bi qasî mirovên ku nabînin kortir kesekî din tuneye.
Kûçik kûçik gez nake.
Her kûçikek rojek wî heye.
Her mîh bi lingê xwe tê daliqndin.
Ji her tiştî yê herî nû; ji hevalan, yê herî kevn.
Herkes ji mirovê lord hez dike.
Serpêhatî diya/bavê hîkmetê ye.
Gotin ji rehetir e ji kirinê.
Destên sar, li ser dilê germ.
Ji bo netewên cuda reftarên cuda.
Her mirovek buhayek wî heye.
Mihebeta ji hedê xwe zêdetir, dibe bêhirmetî.
Liv û tevger ji gotinan bilindtir deng vedide.
Xelk ji her du milan dixwin.
Bê çawa nan di teştê de nasekine, pere jî wilo di bêrîkê de nasekine.
Carekê dewla yekî dikeve çalê.
Dinya xayîn e, mirin li pişt deriye.
Bejin hakimiye, mal mitirbiye.
Teyrok her li werzê wî dixe.
Rezê me ne ti rez bû, teyrokê jî lêxist.
Çima ev bûye toqa lanetê û ketiye stûye me.
Ma tu li xwarina tirî digere yan li kuştina nahtor digere.
Arvan tune li aş e, xwe li ba dike dere mala paşê.
Darê stûr nabe gopal.
Dar bi terî dibe gopal.
Qedrê gulê çi zane, kerbeş divêt kerê reş.
Dinya ne milkê kesî ye.
Îro ronî ye, sibê tarî ye.
Heçî dike, li xwe dike.
Çiya gote çiya: Kanî koçerên van erdan?
Got: Mala xwe barkirin çûne gundan.
Bela xelkê ji çol û çiya tê,
ya min ji nav dest û piya tê.
Çiya ji çiya bilintir in, lê ew ji cîranê xerab çêtir in.
Çiya bi çiya nakevin, lê çav bi çavan dikevin.
Ê pirs kir, çiya xelas kir; ê pirs nekir, li deştê xwe şaş kir.
Xwedê çiya dibîne, berfê lê dibarîne.
Bi qeweta çiya berf lê dibare.
Çiya çiqasî asê be jî wê rojekê rê pêkeve.
Çiya qul dikin, bi sitûyê mirov dardadikin.
Miriyên goran ranebin,
kesên xirab baş nabin.
Cilê emanet roj û danek,
hespê emanet beza meydanek.
Dibêjin, mêr e, wî ji can dikin;
dibêjin merd e, wî talan dikin.
Dema manga min bi şîr bû, navê min bapîr bû; dema manga min ziwa bû, navê min winda bû.
Golikek ket nav garanê, got: Ez jî ga me.
Golika viroker navê garanekê bi xwe re xerab kir.
Zêr, zengar nagire.
Tenekê di ava zêr de dakirin; lêbelê dîsa bû teqereqa wê.
Pîra zemana ji ber tenûrê çû ber kulfikê, go; Xwedê xirab ke, ez çiqas erd geriyam?
Gotin pîrê; Xwazginiyên te hatin. Pîrê got: Aqilê min nabirre.
Ê nedîtibe nizane.
Ê ku xebitî, nexelitî.
Ê ku bi avê dizane, ji avê natirse.
Ên biçûk radibin, li yên mezin dinêrin.
Ê ku çûyî diziya hingiv, bi pêvedana mêşan qebûl e.
Ên bi qelemê hatin nivîsandin, bi bivir nayên şikênandin.
Her kesê bi rîh ne sofî ye.
Her tiştê reş ne xurme ye.
Xwasî ji sola teng çêtir e, bêmalî ji mala şer çêtir e.
Kund ji derdê bê hesaban, çûye ketiye çiyayê xalî.
Gotin kund: Serê te çima gir e? Got: Serê gir giş aqil e. Gotin: Çavên te çima zer e? Got: Çavên zer giş nezer in. Gotin: Qûna te çima sor e? Got: Ew kêmasî di wê de jî heye.
Ne baba ye ne dada ye, seriyekî beredaye.
Bûka gêj ji ya zimandirêj çêtir e.
Tu bi pîsan re bigere tê pîs bibe, tu bi başan re bigere tê baş bibe.
Diya te kurd e û bavê te kurd e, te ev xislet ji kê girt.
Ho ho, her kes ji bo xwe ye.
Ew nan îro di şîvê de ye.
Rizqê san li dîna ye, yê tirkan li kurda ye.
Çiqas mirov dimelise, her wê biqewize.
Zeman hevalê xwediyê xwe ye.
Zikê bixwe sawarê divê here hawarê.
Ne dixwim sawarê ne diçim hawarê.
Sûk tije qumaş e, lê mele bê şaş e.
Solker pêxwas in, cûmker bê kiras in.
Ji hakiman re divê du fincan: Yek, xasê xeraban, yek jî xasê qencan.
Rêya ziman berwar e; ne kaş e ne kendal e; hema her wê bêje.
Her kes berê tefşo dide xwe.
Derew sêwîn e.
Ma vir bi kavirekê ye?
Neqeba xerab, devê derî ye.
Kevirê çolê, bavê çûkê çolê.
Nan tune, serûpê dixwaze.
Qûna tazî, tembûrê dixwazî.
Ji gura birçîtir e, ji mara tazîtir e.
Xwarin bi xwarinê tê.
Tu li kû? Mala dawetê li kû?
Bilind menêre, nizim nekeve.
Tu li kû mala Elîyê Evdo li kû?
Bilind firiya nizim ket.
Pezindayî li erdê mayî.
Qencî qenciyê dixwaze.
Eger xêr li malê biçe, ne hewceyî mizgeftê ye.
Eger xêrek bê welatekî, wê bihihîje hemî cihê welat.
Eger Xwedê ji yekî bistîne, pêşî hiş jê distîne.
Eger xweliyêkê li xwe dikî, bila xweliyek germ be.
Hişê wî ji kîsê xelkê ye.
Gotina ne ji dil naçe dil.
Nebide min û ne jî bide rûyê min.
Dinya çerx û felek e.
Te xêrek kir mebê: Tu kî yî?
Ji malê dinyayê, kes têr nabe.
Malê dinyayê, çavê mirov kor dike.
Mirovê xerab bi galgal û gotina ti cara çê nabî.
Taştê bi hênkayî, şîv bi rohnkayî.
Nan ji malan, av ji malan, çi ye taştêya paleyan.
Çilpeçilpa dilopan, xweştir e ji pitepita zirbavan.
Navê xerab, xerabtir e ji ezabê qebrê.
Çavê kor, hêsir jê nayên.
Bê tişt, ti tişt, nabin tişt.
Bi pesnê, sifir nabe zêr.
Xwedê derd daye, derman jî pê re daye.
(Dermanê her derdî di hûndirê wî derdî de veşartî ye).
Werîs di cihê zirav de diqete.
Kevir çiqasî giran be, li cihê xwe dimîne.
Bejna min qeytan e, hundirê min qîr û qetran e.
Zarok ji dêûbavan, hîn dibin rê û awan.
Evîn, avdana dilan e.
Kezeb, te ez kuştim, ez biraştim, tu ji min xeydan î, ez li te aşt im.
Bilbil kirine qefesa zêrîn, gotiye ax welat, ax welat…
Ma jê kê zaye, ku ne beza ye.
Dê û dot, bûne cot, dinê kot.
Kezeb gurê har e, ne kirîn e ne bazar e.
Nanê sêlê, durû ye.
Nanê Îsa dixwe, selewatan li Mûsa tîne.
Ku tu qeraş bî, tu yê li ber aş bî.
Tu herî ku nêviyê hezarî, pênsed e.
Nezanê neguhdar, derdê bêderman.
Bê haveyn şîr nabe mast.
Roj ku çû ava, cardin nayê.
Tiştê ku çû êdî nayê, lê megere.
Emrê ku çû venagere, mede dû.
Serê ku neêşe, kundirek jê çêtir e.
Ew kese ku tu pê nikarî belaya xwe lê nede.
Ewê ku li ser sifra xwe têr nebe, li ser sifra xelkê têr nabe.
Çovê kê stûr e, ardê wî hûr e.
Çov ne dermanê dizan e.
Mala wî çovê wî ye, çovê wî li ser milê wî ye.
Hêlîna teyrê kor Xwedê çêdike.
Bextê xwe xirab neke.
Biçûk lî mezinan dinêrin.
Cilê terziyan timî qetiya ye.
Cot bi gayê pîr nabe.
Çavên xerîba kor in.
Çêyî pere nake.
Dara blind nizm nabe.
Def bi adet lê dikeve.
Derew sêwî ne.
Erd bi guh e.
Girî pere nake.
Karê dinê naqede.
Newalên esîl, nabin mesîl.
Ziman e, carna dixebite carna dixelite.
Ji navê xwe berjêr e, ne birçî ye ne têr e.
Rasto dirusto, xwaro şikesto.
Timayî gû bi meriva dide xwarin.
Aqilê sivik, barê giran.
Aqil taca zêrîn e, di serê her kesî da nîne.
Pesindayî li erdê mayî.
Derewîn, carek dixwe firavîn.
Dil û kezeb e, li serê xweyî xezeb e.
Mîr bi merivên xwe ve mîr e.
Gul û sosin biharê tîne.
Berf dihele, çiya dimîne.
Navê gund namûsa gund e.
Dewran bi te re nayê, tu bi dewranê re here.
Ê nedîtibe nizane.
Ê ketî golê , ji baranê natirse.
Ê koma xwe nasneke, nikare xwe nas bike.
Yê ku hêkê bidize, kengî hebe dê bidize.
Xwedin nebe kes naçe pêş, peyda dibin derd û êş.
Xwîn nabe av.
Nan winda nabe.
Zêr zengê nagire.
Mast her tim mast e.
Mirov bi sebrê diçê qebrê.
Ku Xwedê ji yekî bistîne, pêşî hiş jê distîne.
Silto bû kevanî, golika werîs hilanî.
Kevanî yan mehrûm e yan mel'ûn e.
Dîza ku kevanî bişkîne, deng jê nayê.
Mal têr e, kevanî şêr e; mal xizan e, kevanî nezan e.
Ji malê re sitûn divê, ji kevaniyê re hêk û rûn divê.
Kela hêrsê, kefa sabûnê ye.
Ax bi avayî, nav bi nandayî.
Betalî, xirabmalî.
Her malek bi hewalekî.
Malê comerda û xesîsa wek hev dere.
Ma ji mirinê wê de tişt heye?
Se (kûçik), çi dizane ziyaret çi ye?
Te dinya çawan dît? Weke dilê xwe.
Yê direve jî dibê, Xwedê! Yê dide dû jî dibê, Xwedê!
Kêvroş jî dibêje ya Ellah, tajî jî dibêje ya Ellah!
Ahê bizina kol, ji bizina bi qiloç re namîne.
Mirî bi kefenê spî ji guneha pak nabe.
Av diherike û cihoka xwe çê dike.
Barê ketî, yê xwediyê xwe ye.
Çav, mêrika dil e.
Nanê bi minet nayê xwarin.
Rûnê genî li ser nanê xwedî.
Nanê Îsa dixwe, selewatan li Mûsa tîne.
Qebhet bibe taca zêrîn jî kes nade serê xwe.
Gaz û meqes bi destê wa ye.
Mirî ne ji meriv be, helaw şêrîn e.
Mêş xwe li ser demûşê datîne.
Ez hatime daweta te, tu hatiye diziya min.
Dawet ferikî, berbû hetikî.
Talana bi xelkê re dawet e.
Şîretan dikim tu nagiri, nifiran dikim tu namiri.
Him serê xwe dişkîne, him jî baca xwe dide.
Nanê tisî, pê xasî, qûn pasî, pişt tazî; ha feqîrê gund ha darê mazî.
Ava Miradê nabe şîr, mirovê bêesil; ne dibe mîr ne dibe eşîr.
Hêrs tê, çav reş dibe; hêrs diçe, rû reş dibe.
Nok û nîskên malê, bi hev re nakelin.
Tu dar nema ye ku ba lê neketiye, tu çiya tuneye ku rê pênekeve.
Tiştê dilê min pê xweş e, erd di binê berfê de reş e.
Bê, Gawiro!, nebê, Feqîro!
Berxa virnî gotiye: Bidine min şîr, min bavêjne ser berfa pîr.
Çiya gote çiyê: Berfa serê min heliya, payîz e; zozana min û te dîsa geriya.
Tu berfa serê çiya, qey te min dît, tu heliya.
Biçûk radibin, li mezinan dinêrin.
Yê xwe nas neke, êla xwe nas nake.
Yê ku bi avê dizane, ji avê natirse.
Yê ku çûyî diziya hingiv, bi pêvedana mêşan qayîl e.
Yê ku xebitî, nexelitî.
Yê ketî golê , ji baranê natirse.
Tiştên bi qelemê hatin nivîsandin, bi bivir nayên şikenandin.
Ji dijminan re zarê şêrîn, pişta hişk.
Ji tivingê re nîşan, ji hespê re meydan.
Ji tunebûna şêran, rovî xwe nîşan dikin wek mêran.
Mirov kevira davêje Birca Belek, navêje selika rêxe.
Heyrana kûçikê gurêx, li beriye diewte, li zozana gur miyê berdide.
Mal mekteb e.
Mala me, xebera me.
Malê dinê, qiloçê mêran e.
Mal, gemara destê camêra ye.
Mala gur e, ne ard e, ne bilxur e.
Pisîk ne li mal e, mişk bavê kal e.
Pisîk ne li mal e, daweta mişkan e.
Gava te got pişt! Pisîka diz baz dide.
Pisîk ne li mal e, mişk Evdirehman e.
Weke pisîk û mişkê li benda hev du nin.
Zeman ew zeman bû, Heso gavan bû, pisîk pêhlewan bû.
Ji pisîkê re gotin gûyê te derman e, rabû gûyê xwe veşartiye.
Kirin li pêşiya gotinê ye; gotin li pêşiya şer e.
Koça paşîn li koça pêşîn dinêr e.
Xew, paşe ye.
Xew û mirin yek e.
Xew, seqa canê mirov e.
Mi dî, xew bû; firî, kew bû.
Kew û xew li cem hev nabe.
Kurmanc têr e, xew jêr xêr e.
Ji xeman xew tê, ji kerban ken tê.
Xew, ji hesin girantir, ji şekir şîrîntir e.
Xew nema li çûka, heya nema li bûka.
Yekî hişyar, sedê di xew de hişyar dike.
Ji bona gerê xerîbî baş e, ji bona mirinê welat xweş e.
Her warek, biharek.
Her tişt wextê xwe zane/heye.
Kevir çiqasî giran be, li cihê xwe dimîne.
Serê belengaza hero dişkê.
Werîs, di cihê zirav de diqete.
Hindik, rindik.
Jêket, pêket.
Lêhatî, jêhatî.
Av, nafetile.
Betalî, xirabmalî.
Damarî, markarî.
Aqil nayê firotin.
Esil winda nabe.
Gotin nayê dotin.
Malê êlê naqede.
Nan, winda nabe.
Virr nabin kavirr.
Derew sêwî ne.
Zêr zengê nagire.
Heya serê we li hedê nekeve, hişê we nayê serê we.
Def, bi adet lê dikeve.
Heq(î), cihê xwe dibîne.
Nanê pirr ji hevîrê pirr çêdibe.
Her kes navê xwe, bi xwe bilind dike.
Mirîşka me hêkekê dike, heft gundan bi xwe dihisîne.
Ne mirîşk doşanî ye ne dara xoxê sotenî ye ne jî xezûr bi zavan xenî ye.
Sê tişt hene bi êş; mirtib û mirîşk û mêş.
Sê tişt hene bi çêj: rez û pez û hurmet.
Li dinyayê sê tişt hene bi serêş; mêş, mirîşk û kermêş, tu çiqas dibêjî "kiş" ew xwe didin pêş.
Çar tişt hene, serhişk; mirîşk û mişk, mar û dûpişk.
Mirîşk qelew dibe, qûn lê teng dibe.
Axir mirin û oxir mirin.
Gavek ji dinê re, yek ji axretê re.
Ku dê bibe damarî, bav jî dibe bamarî.
Ku bayê hemberan bê, keviran jî li ba dike.
Vana ser çavên xwe, bi mîza xwe dişon.
Bêar xistine çalê û bi ser de mîz kirine, gotiye: Baran dibare.
Cimet dikare dengê mêrekî bibire, lê mêrik nikare dengê cimatê bibire.
Barê kerê zêr e, lê ker kayê dixwe.
Xwedê çiyê dibine, berfê lê dibarîne.
Yekîtî li ku derê ye, rizq li wê derê ye.
Ji gur re gotine: Çima stûyê te wilo qalind e? Gotiye: Ez bi destê xwe dikim, bi devê xwe dixwim.
Karê bizina xerab neke nêrî, birê xerab neke paşmêrî.
Toz, ji heriyê ranabe.
Malê axê diçe, canê xulam diêşe.
Axe bi xulam e, xulam bi olam e.
Axe bi xulam e, xulam bi xidam e.
Axe li kêfê ye, xulam li ber zikrê ye.
Pakê gundê me Sêvdîn e, Sêvdîn jî hem diz e, hem derewîn e.
Nanê nexwora, malê çekmesora.
Xayin, çê nabin.
Xayin, bi tirs û xof in.
Bi mirovê xayin re megere.
Şeva tavaheyvê çêtir e ji cîranê xayin.
Ji xelkê re camêr û mêvandar in, ji xwe re xayin û çavnebar in.
Mirovê xayin li bin erdê be çêtir e li ser erdê be.
Gotinên pêşiyan
Comments
Post a Comment