Destpêk Ziman ne tenê amrazeke ragihandinê ( communication tool ) ye — ew cihê hebûna mirov e. Mirovbûn û zimanê mirov ji hev nayên veqetandin. Fîlozofê mezin Ludwig Wittgenstein gotibû ku sînorên zimanê mirovî, sînorên dinyaya wî/wê ne . Ev têgeh di nava gotinên pêşiyan ên kurdî de jî bi awayekî kûr xuyaye: "Ziman bê hestî ye, lê ji şûr tûjtir e" û "Aş bi avê, mirov bi ziman digere." Ev du gotin di xwe de tewra felsefeya zimanzaniyê ( linguistics ) ya modern vedigirin. Meseleyên sereke ev in: (1) Têkiliya ziman û avakirina xwebûnê ( self-construction ); (2) Bandora hişmendiya derhişî ( unconscious ) li ser jiyana mirov; (3) Rewşa derûnî ya bindestiyê û kolonîzasyona derûnî ( psychological colonization ); (4) Zanebûna gelêrî ya kurdî di gotinên pêşiyan de. Ziman Weke Mala û Malê Hebûnê "Mirov di nava zimanê xwe de, hebûn û xwebûna xwe diafirîne." Ev têgeh pir nêzî felsefeya Martin Heidegger e ku ji bo wî ziman "mala hebûnê" ( h...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی