Destpêk
Ziman ne tenê amrazeke ragihandinê (communication
tool) ye — ew cihê hebûna mirov e. Mirovbûn
û zimanê mirov ji hev nayên veqetandin. Fîlozofê mezin Ludwig Wittgenstein
gotibû ku sînorên zimanê mirovî, sînorên dinyaya wî/wê ne. Ev têgeh di
nava gotinên pêşiyan ên kurdî de jî bi awayekî kûr xuyaye: "Ziman bê hestî ye, lê ji
şûr tûjtir e" û "Aş bi avê, mirov bi ziman
digere." Ev du gotin di xwe de tewra felsefeya zimanzaniyê (linguistics)
ya modern vedigirin.
Meseleyên sereke ev in:
(1) Têkiliya ziman û avakirina xwebûnê (self-construction);
(2) Bandora hişmendiya derhişî (unconscious) li
ser jiyana mirov;
(3) Rewşa derûnî ya bindestiyê û kolonîzasyona derûnî
(psychological colonization);
(4) Zanebûna gelêrî ya kurdî di gotinên pêşiyan de.
Ziman Weke Mala û Malê Hebûnê
"Mirov di nava zimanê xwe de, hebûn û
xwebûna xwe diafirîne." Ev têgeh pir nêzî felsefeya Martin
Heidegger e ku ji bo wî ziman "mala hebûnê" (house of
being) ye. Di derûnnasiya Lacanî de jî mirov di ziman de ji dayik dibe û ji aliyê
ziman ve tê ava kirin. Di gotinên pêşiyan ên kurdî de ev têgeh bi
awayekî sade lê kûr hatiye diyarkirin: "Mirov bi zimanê xwe tê
pênasekirin" û "Miletê bê zar û ziman, ne ti milet
e."
Zimanê dayikê (mother tongue) di avakirina nasnameya mirovan de roleke bêhevta dilîze. Gotina kurdî "Zar yê dê ye, ne yê bavê ye" — ku tê wateyê "ziman ya dê ye, ne ya bavê ye" — ev mijar bi awayekî şêrîn vedigirin. Gotinên pêşiyan didomin: "Bila ez qijika zimanê diya xwe bim, ne bilbilê zimanê xelkê be." Ev gotin xwestekeke bihêz a parastina nasnameya zimanî û çandî nîşanî me dide.
Ziman Weke Hêzeke Ducarî
Hem di gotinên derûnnasiyê hem jî di gotinên pêşiyan
de, ziman wekî hêzeke ducar (double-edged power) tê dîtin: hem
dikare biafirîne, hem jî bifetisîne. Derûnnasî dibêje: "Ziman
amûreke hêzdar e — dikare mirov bilind jî bike, nizim jî bike." Gotina
pêşiyan jî vê piştrast dike: "Gotin heye, gotinan dibire. Gotin
heye, heft neyaran li hev tîne." Ango gotin hem xera dike hem ava
dike.
Di vê çarçoveyê de, bindestkirina zimanî (linguistic
subjugation) bi awayekî taybet giring e. "Nasnameya kolonyalîzmê,
derûna mirov bindest dike; mirov pêşî zimanê li dijî xwebûna xwe fêr dibe"
— ev gotin bi gotina pêşiyên kurdî "Mirov di ziman de jî tê bindest
kirin" re hevreyan e.
Yek ji têgehên sereke yên Freudî têgeha derhişiyê (unconscious)
ye. Di derûnnasiyê de tê gotin: "Hişmendî tenê giravek biçûk e di nav
deryaya mezin a derhişiyê de." Ev nêrîn ku hişmendiya me beşeke biçûk
a derûna me ye, di gotinên pêşiyan de jî bi rê û awayekî cuda xuyaye. Gotina "Ava
bin kayê, deng jê nayê" metaforek zîrek e ji bo hişmendiya
veşartî: tiştên herî giran ên jiyanê xwe nîşanî me nadin.
"Heta ku hûn derhişiya (unconscious) xwe, hişyar hişmend (conscious) nekin, ew ê jiyana we birêve bibe, û hûn ê her bêjin; 'şens û qeder'." Ev gotin pir berbiçav e — mirovên kurd di çanda xwe ya kevneşopî de jî ev qanûn qebûl kiribûn ango qeder ne bi rastî qeder e, lê hêzên veşartî yên derûnê ne ku jiyana mirov diyar dikin.
Trawma û Bîranîn
Têgeha trawmayê (trauma) di derûnnasiya nûjen
de cihekî girîng digire. "Trawma 'bîr'anînên (memories) netemamkirî
ne — ew wekî çîrokan nayên hilanîn, ew wekî hestan tê bendkirin." Ev têgeh
ku trawma ne wekî bîranîneke asayî, lê wekî hestan di laş û derûnê de tê
hilanîn, di gotinên pêşiyan de jî xuyaye: "Birîna xwe bi destên xwe
bikewîn" û "Birîna xwe bi destê xwe derman
bike."
Gotina "Tiştê der nabe, dibe derd" hema bêjî bi rastî têgeha tepisandinê (repression) ya Freudî vebêje. Tiştên ku nayên gotin, nayên derkirin, di laş û derûna mirov de dimînin û dibe sedem a nexweşiyê. Ev têgeh di gotina pêşiyan de jî xuyaye: "Bîr (memory) tiştê ku mirov dixwaze ji bîr bike digire — ku ew neyê dermankirin, dibe nexweşiya ruh û giyanê."
Bandora Kolonîzasyonê li Derûnê
Frantz Fanon di "Çermê Reş, Maskeyên Spî" (Black
Skin, White Masks) de gotibû ku kolonîzasyon ne tenê erdê mirov dagir dike —
derûn û giyana mirov jî dagir dike. "Kolonyalîzm ne tenê axa
bindestan dagir dike — hiş û aqilê bindestan jî dagir dike." Di gotinên
pêşiyan de ev rewş wisa hatiye diyarkirin: "Mirovê bindest, tim rezîl e."
Eziya (ego) kolînîzebûyî: "Ez ji xwebûna xwe şerm dikim" — ev derbirîn derûnnasiya mirovên di bin zextê de bi kurtî vebêje. Ew mirov ku zimanê û çanda xwe red dikin, ne ji ber ku ew kêm e, lê ji ber ku ew ji aliyê hêzên derveyî ve wisa hatine xapandin. Gotina pêşiyan jî vê rewşê ronî dike: "Bindest bi her awayî dixwazin bişibin serdestên xwe."
Azadî û Berevaniya Derûnî
Têgeha azadiyê (freedom) cihekî sereke digire. "Mirov
mehkûmê azadiyê ye" — ev gotina ku ji Jean-Paul Sartre re tê
nirxandin, di derûnnasiya kurdî ya gelêrî de jî xuyaye: "Axa ticaran xulamê xwe azad
nake — azadî di destê xulam bixwe de ye." Ev gotin nîşanî
me dide ku têgeh a azadiya derûnî (psychological freedom) di çanda kurdî
de jî pir berbiçav bûye.
Berevaniya derûnî li dijî bindestiyê di gotina "Serdest
ticaran ji dev xwesteka xwe ya desthilatiyê bernadin — ew
divê bi darê zorê ji wan were stendin" de xuyaye. Di heman
demê de gotinên pêşiyan jî vê rêbazê dişibanin: "Zilm li erdê namîne" û
"Dem
şûr e, heke tu wê nebire, ew ê te bibire."
Donald Winnicott têgehên xwebûna rastîn (true self)
û xwebûna sexte (false self) derxist. Li gorî wî, mirov ji bo parastina
xwebûna xwe ya rastîn, maskeyeke xwebûna sexte li xwe dike. "Xwebûna
derewîn (false self) ji bo
parastina xwebûna rastîn (true self)
tê afirandin." Ev têgeh di gotinên pêşiyan de jî bi rengekî cuda
xuya dibe: "Bi rû ve gul e, ji hundir ve kul e." Ev gotin
wêneyeke bêkêmasî ye ji bo mirovên ku durûtî dikin.
Di heman demê de gotina "Bindest maskeyê dide ser
rûyê xwe da ku serdestê wî pê re hêrs nebe û wî bipejirîne" nîşanî
me dide ku ev rewş ne tenê pirsgirêkeke takekesî (individual) ye, lê
pirsgirêkeke civakî û siyasî jî ye. Ev têgeh di gotinên pêşiyan de bi vê yekê
tê piştrast kirin: "Durûtî, encama 'birînên narsîsîstîk' (narcissistic wounds) in."
Gotinên pêşiyan ên kurdî ne tenê "gotinên
kevnar" in — ew berhevokeke zanîna derûnî, civakî û felsefî ya çend sedan
salan e. Mirovên kurd, bê ku navên Freud, Jung an Lacan zanibin, di gotinên xwe
yên gelêrî de heman têgehên kûr bi kar anîne.
Sê encamên sereke yên vê xebatê ev in:
Yekem, ziman ne tenê amrazeke
ragihandinê ye — ew amrazeke avakirina nasname û xwebûnê (identity and
selfhood) ye.
Duyem, têgeha derhişiyê (unconscious)
û hêza wê li ser jiyana mirov, di çanda kurdî de jî bi rengekî cuda hatiye nas
kirin.
Sêyem, kolonîzasyona derûnî (psychological
colonization) û bandora bindestiyê li ser nasnameya mirov pirsgirêkeke kûr
e ku hem di teoriya modern hem jî di zanebûna gelêrî ya kurdî de cihekî sereke
digire.
Ji bo lêkolînên siberojê, pêşniyar tê kirin ku gotinên
pêşiyan ên kurdî bi rêbazên derûnnasiya çandî (cultural psychology) ve
bêne nirxandin û berawirdkirina wan a bi gotinên pêşiyan ên gelên din re bêne
kirin.
Fanon, F. (1952). Peau noire,
masques blancs. Éditions du Seuil.
Freire, P. (1968). Pedagogy of the
oppressed. Herder & Herder.
Freud, S. (1915). Repression. In The
standard edition of the complete psychological works of Sigmund Freud (Vol.
14, pp. 141–158). Hogarth Press.
Jung, C. G. (1959). The archetypes
and the collective unconscious (R. F. C. Hull, Trans.). Princeton
University Press.
Lacan, J. (1977). Écrits: A
selection (A. Sheridan, Trans.). Norton. Sartre, J.-P. (1943). L'être et
le néant Gallimard.
Wittgenstein, L. (1922). Tractatus
logico-philosophicus (C. K. Ogden, Trans.). Kegan Paul, Trench, Trubner.
Winnicott, D. W. (1960). Ego distortion
in terms of true and false self. In The maturational processes and the
facilitating environment (pp. 140–152). International Universities Press.
Comments
Post a Comment