Skip to main content

Posts

Showing posts from July, 2023

Ne bi halekî, ne bi malekî, tu çi zanî hewalekî

  Ew serî ye, ew oxir e. Ew sal e, le ne ew bihar e. Ne bi halekî, ne bi malekî, tu çi zanî hewalekî. Se sa girtiye, Xwedê daye rêviya. Êlê xwe bi pîrê girt, pîrê xwe bi êlê girt. Wa dikim dê dimire, ha dikim bav dimire. Te şûşt ava bi gû, ez çi bikin qenciya li dû. Xwediyê goşt ji dizane goşt heram e; xwediyê pera jî zane pere qelp in. Heta malek ava kir, gundek wêran kir. Heta neçe diyarê gorê, mirin nakeve bîrê. Agir bi serê min ketiye, tu jî li ber rûnê xwe diqijirînî. Bi xwe, bûme dizê sola xwe. Dewlet e, bel e, gewr e, bi şev sayî ye, bi roj ewr e. Dinê li dinê, çave gur li bizinê. A dinê li dinê, a gur jî li bizinê. Zanîn ronayî ye, nezanî korayî ye. Darbiro daran bibir, gumana xwe ji Xwedê nebir. Ez natirsim ji cotikê gura, ez ditirsim ji cotikên bira. Tîr dikim, dan diçe; ron dikim, nan diçe. Cano min tu danî, kesî tu hilneanî. Kevir û kûçik li min barî, xêr û xweşî li te barî. Pişta min hebiya, zikê min nediêşiya. Gayê xişt û mêrê...

Mesela rast ev e ku îro zimanê me bi kêrî jiyana wan nayê. Çi gava hewceyê bibin, wê, wê çaxê, hîn bibin.

    Mesela rast ev e ku îro zimanê me bi kêrî jiyana wan nayê. Çi gava hewceyê bibin, wê, wê çaxê, hîn bibin . Em Naxwazin xwe bi ziman ve biwestînin. Tê bîra min - eva min di du-sê ciyan de nivîsandiye - berî vê bi çel-heftê salî, rojekê, em, ev Berê Yekê, rûnişti bûn. Rûniştineke taybet bû. Gotin: - Werin, em her yek zimanekî biyanî hîn bibin ku em pê xizmetê welatê xwe bikin.             Hineka got: - Em ê Almanî hîn bibin.             Hineka got: - Firans izî.             Hineka got: - îngilîzî.             Ji min pirsîn, gotin: - Tu wê çi hîn bibî?   Min got: - Kurmancî. "Ha-ha…" gî keniyan. Gotin: - Ma tu Kurmancî nizanî?             Min got: - Law! baş e! Ereb Erebî...

Dinya rindik e, emir hindik e.

Dinya rindik e, emir hindik e.   Dinya, ev deqa ku tu tê de ye. Dinya xana kul û derda ye. Dinya xweş e, bi însana; însan xweş e, bi ziman e. Dîn fedî nake, xwediyê dîna fedî dike. Dîn tira dike, qewm fedî dike. Dîn û kîn li ba hev nabe. Do ji îro çêtir bû. Ewr kişiya çiya, ga bikşîne xaniya. Yê bar li ser mila ye, zane çi dikşîne. Ê ku çavê mirov rehet dike, xew e; ê ku hundirê mirov rehet dike, dew e;  ê ku rûyê mirov reş dike, derew e. Ê ku çû oda, tiştekî nake koda. Felek, ne bavê kesî ye. Fen û fût, karê mêrikê rût. Galgalê çolê, bavê golê. Got: Bavo, gur ketiye koza pez. Got: Lawo ji bênamûsiya kûçkê me ye. Got: Kerê taşikek te çêbû. Got: Barê min giran bû, êmê min kêm bû. Got: Kosî çima tu ji qalikê xwe dernakeve? Got: Heta nîvro sar e, ji nîvro pê da êvar e. Got: Te dinya çilo dît? Got: Wekî dile xwe dît. Golikek, navê garanekê xera dike. Golikê malê ji gayê malê natirse. Goşt bê hestî nabe. Gul bê stirî nabe. Goşt û n...

Dinya ne sal û carek e.

  Dinya ne sal û carek e. Di dostaniyê de, cihê dijminantiyê; di dijminantiyê de, cihê dostaniyê bihêlin. Yê neke hesaban, wê bibîne ecêban/ezaban. Gotin: Kevjalo, tu çima xwar bi rê ve diçî: Got: Ji bavûkalan de ye. Adar e dew li dar e, ne li vir e li çiyayê şingal e. Adar e, serê sibê sar e, ji nivro pê de kûçik xwe davêje ber sîya dîwar e. Adar e, hişk e dar e, danek sar e yek evar e. Dinya diqede, derew naqede. Bila şaristan be, ne goristan be. Bibare bihar e, nebare xedar e. Bibare xweş e, ne bare reş e. Çi li pişta te ye, ew li pêşiya te ye. Qîza kerê ser bêderê, kayê dixwe nade kerê, ker guneye bavê te ye. Kûçik rewîna xwe zane, kerwan rêya xwe zane. Reş bi reş keniya, reş çû bi eletewş keniya. Miriyê ser rûyê erdê ye. Bindest û serdest nabin yek dest. Mala rik û bahsê, wê rake tûrê parsê. Berê xwe bidin merdan, hûn nabînin kul û derdan. Tu ti hesabî ji xwe nekî, kes ti hesabî ji te nake. Ji kesî re qala birîna xwe nekin. Menêrin li ...