Skip to main content

Dinya ne sal û carek e.

 

Dinya ne sal û carek e.




Di dostaniyê de, cihê dijminantiyê; di dijminantiyê de, cihê dostaniyê bihêlin.

Yê neke hesaban, wê bibîne ecêban/ezaban.

Gotin: Kevjalo, tu çima xwar bi rê ve diçî: Got: Ji bavûkalan de ye.

Adar e dew li dar e, ne li vir e li çiyayê şingal e.

Adar e, serê sibê sar e, ji nivro pê de kûçik xwe davêje ber sîya dîwar e.

Adar e, hişk e dar e, danek sar e yek evar e.

Dinya diqede, derew naqede.

Bila şaristan be, ne goristan be.

Bibare bihar e, nebare xedar e.

Bibare xweş e, ne bare reş e.

Çi li pişta te ye, ew li pêşiya te ye.

Qîza kerê ser bêderê, kayê dixwe nade kerê, ker guneye bavê te ye.

Kûçik rewîna xwe zane, kerwan rêya xwe zane.

Reş bi reş keniya, reş çû bi eletewş keniya.

Miriyê ser rûyê erdê ye.

Bindest û serdest nabin yek dest.

Mala rik û bahsê, wê rake tûrê parsê.

Berê xwe bidin merdan, hûn nabînin kul û derdan.

Tu ti hesabî ji xwe nekî, kes ti hesabî ji te nake.

Ji kesî re qala birîna xwe nekin.

Menêrin li deviyê sukura û li keçikê daweta.

Kok ji me ye, kat ji we ye.

Mêr ji dîtinê, jin ji gotinê bawer e.

Teyrê jara jî jar e.

Teyrek hebû, teyra gişî di ser wî de zelq dikirin; wî jî di ser çêlikên xwe de zelq dikir.

Qencî kurê kerê ye.

Kerwanê nav êlê ye.

Ya li cem Xwedê ye, kesî hay jê nîne.

Ya mêr radike jî jin e, ya mêr dadixe jî jin e.

Ya Xwedê bernede.

Alvêra heywana kab e; çê jî tê, xirab jî tê.

Emanet, heya qiyamet.

Aqil di seriya de ye, ne di riya de ye.

Agirê zivistanê axa ye.

Av di şala de nasekine.

Her kes lawê bavê xwe ye.

Bavê kesî ji bavê kesî ne mestir e.

Bayê kurr, heyvanê baranê ye.

Benê li pêy şûjinê here.

Berê star, dûre debar.

Berxê pir, ji miyê pir.

Buxtan (bêbextî), ji çiya mezintir e.

Bi text alî brê xwe bike, bi bext alî dijminê xwe bike.

Bi textê xwe nelîze.

Bi qehpika re neke qal, wê te ji kosiya bîne fal.

Bi rextê pişte, bi hevîrê teştê lec nabe; lec bi pera dibe.

Bigere gundai bibîne rinda.

Emrê ciwan, bihar e.

Mal tê can nayê; bila bi mal be, ne bi can be.

Bila zirav û dirêj be, ne qut û qalin be.

Bila hindik be, bila rindik be.

Bila konê min li nav êlê be, şelta min li kerê be.

Bila dem ji te bimîne, tu demê nemîne.

Bila mirov li ser dara be, ne li ser zara be.

Bila mirov wehîdê hebûnê be, ne yê tunebûnê be.

Bêkes be, ne bênefs be.

Xesrandî be, ne hetkandî be.

Derd û kula tev raneke; brîna nû neke.

Brîndar bi brîna xwe zane.

Bizin bi bizintiya xwe cihê mexelê xwe çê dike.

Bû ax, mebê wax.

Bû, cih û war; nebû, koç û bar.

Cinet û cehnem mala mirov e.

Çav ji nêrînê têr nabe.

Çavzer hebin, çavreş pirr in.

Başî wenda ye, xirabî xuya ye.

Pez hebe, wê bimre; mal hebe, wê here.

Çira kesî heta sibê vêketî namîne.

Zor zorê vedigerîne.

Danûya mebe pêşiya birçiya, berfê mebe pêşiya tiya.

Gilî lê ye, gazinc jê ye.

Derba şeva belaş e.

Derdê birçiyan tim û tim  nan e.

Derdê qerêş, av here ser êş.

Derew li miriyan dibe, li zindiyan dibe.

Destê bi tenê deng jê nayê.

Desthilanîn fereca xêrê ye.

Dew hebe, dewkil pirr in.

Nan hebe, nanpêj pirr in.

Dewbir e, lê mepirse bikire.

Comments

Popular posts from this blog

BI NÊRÎNEKE DERÛNKOLERÎ XEWN

Destpêk Xewn ji wan hêman û diyardeyên mirovî ye ku ji dêrîn ve balê dikişîne ser xwe û bûye mijara gelek zanist û zanyariyên li ser mirov, ji ol û mîtolojiyê bigire heta civaknasî, stêrknasî û derûnnasiyê. Her yek ji van waran li gorî binge û çarçoveya xwe ya têgihiştinê xwe nêzî xewnê kiriye û li gorî wê jî wateyek û şîroveyek jê derxistiye. Di gelek civakên olî de xewn weke amraza ragihandinê ya di navbera mirov û hêza pîroz de tê dîtin û takekes li gorî tiştên ku di xewna xwe de dibîne, jiyana xwe ya rojane ava dike an biryaran digire. Lêbelê armanca vê nivîsê ne ew e ku em her yek ji van nêrînan bidin ber hev, lê belê em ê tenê li ser aliyê wê yê derûnî bisekinin, bi taybetî li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê (psychoanalysis) , ya ku Sigmund Freud avakerê wê ye û ji bo têgihiştina mirov û giyanê wî pêşkeşî zanistê kiriye. Xewn û Cih û Warê Wê di Nav Bîrdoziya Freud de Li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê, di nav xewnê de rêç û şopên qonaxên pêşî yên jiyana zarokatiyê hene, ji ber vê...

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...