Mesela rast ev e ku îro zimanê me bi kêrî jiyana wan nayê. Çi gava hewceyê bibin, wê, wê çaxê, hîn bibin.
Mesela rast ev e ku îro zimanê me bi kêrî jiyana wan nayê. Çi gava hewceyê bibin, wê, wê çaxê, hîn bibin.
Em Naxwazin
xwe bi ziman ve biwestînin. Tê bîra min - eva min di du-sê ciyan de nivîsandiye
- berî vê bi çel-heftê salî, rojekê, em, ev Berê Yekê, rûnişti bûn. Rûniştineke
taybet bû. Gotin:
- Werin, em her yek zimanekî biyanî hîn bibin ku em pê
xizmetê welatê xwe bikin.
Hineka got:
- Em ê Almanî hîn bibin.
Hineka got:
- Firans izî.
Hineka got:
- îngilîzî.
Ji min pirsîn, gotin:
- Tu wê çi hîn
bibî?
Min got:
- Kurmancî.
"Ha-ha…"
gî keniyan. Gotin:
- Ma tu
Kurmancî nizanî?
Min got:
- Law! baş e!
Ereb Erebî nizanin? Tirk Tirkî nizanin? Faris Farisî nizanin? Deh-duwanzdeh
salan dixwînin, bi deh hezaran kitabên wan hene, kovarên wan hene, dîsa wek camêran
nizanin binivîsînin. Law! ma çî we heye? Zimanê we ne hatiye civandin û hên hun
dibêjin:"Em Kurmancî dizanin?"
Ev merivana ên ku mirine, bîranînên xwe bi Tirkî
nivîsandine û hineka jî bi Kurmancî nivîsandine, herimandine, berdane. Apo, ên
pêşiyên me ne xwestin têxin serê milet ku zimanê xwe hîn bibin, ji zimanê xwe hez
bikin. A niha, xortên me yên îro kêmên wan xwe bi ziman ra diwestînin. Derin zimanekî biyanî dixwînin bi salan û ê
xwe nikarin bixwînin. Têne cem min, hinekên wan muhendis in, hinekên wan avokat
in, hinekên wan tuxtor in, dixwazin Kurmancî hîn bibin. Çend dersa dibin û
berdidin. Lê, zimanê biyanî bi peran dibin, ê min ez belaş didim. Zimanê biyanî
bi salan dibin, lê Kurmancî çend royan tenê xwe hîn dikin!
Bela me ev e: Kurmancên me hên
zimanê xwe nas nekirine. Niha, hinek xortên me hene hewes pê ra çê bûne, gî
dixwazin bibin şa'ir. Law, bavo, zimanê xwe berê hîn bibin. Berî çend rojan yek
navê wî S. hate cem min, bi qasî dîwanekê nivîsandiye. Di warê ziman de gî şikestî
ye. A, niha, berî hun werin cem min. Me helbestên yekî rast dikirin. Apo,
tînin cem min şi'rên xwe û dixwazin ez bêjim: "Baş e". Law, ne baş e.
Gava ez bêm "Baş e", me'na xwe ez bêbextiyê dikim. Û gava ez bêm
"Ne baş e", dixeyidin. Min jê ra gotiye: "Law, hinek dilxwazî li
cem te heye, bixebite, hinek ş'ir pirr bixwîne û, paşê, bi Kurmancî xweş binivîsîne.
Tu ne îmlayê dizanî û ne înşayê dizanî. Tu wê di ku ra bibî şa'ir?". Îca,
rabûye xwe xeyidiye û dilê xwe ji min hilaniye û gotiye: "Evana ên ku têne
cem te, serên xwe ji te ra datînin, loma tu hana ji xwe hez dikî". Îca,
xortên me ev in, ha! De ewê çawa hîn bibin? Tu nizanî. Gava tu dibêjî:
"Bavo, ev xelet e", qebûl nakin. Niha, Cegerxwîn heft dîwanên wî hene.
Gava tu bêjî ne dizanî binivîsîne, wê rabin kevira li texin.
Apo, zimanê me di nava destên xelkê
de xira bûye. Pirsên Erebî û Tirkî gelekî ketinê ne. Îro kesê ku dixwaze ziman
paqij bike, divê berî gî Erebî û Tirkî bizane. Mesela birayên me yên Sovyet, Tirkî
û Erebî nizanin. Pirsên Erebî û Tirkî ketine nava zimanê wan herwekî di nava
zimanê me de ne. Ev ne sûcê wan e, sûcê kesên ku bi Erebî û Tirkî dizanin e, bi
ziman mijûl dibin û paqij nakin.
Kurmancên me hînbûne ku şevekê rabin
ziman hîn bûne, şevekê rabin ku xelas bûne, çima şêxan ew welê hîn kiri bûn, hînî
keremetan ew kiri bûn. Welê nabe, law! Divê bixebitin. Şuxil wê bi xebatê bibe.
Xebat jî jê ra west dixwaze. Em kînga bikarin xwe ji van ramanên kevin xelas
bikin, em ê bikarin hebekî pêşde herin. Em dibên: "Em gişî zanin". Em
giş xwe li zanatiyê dikine xwedî. Zanatî ne ew e. Bê xebat kesek zana bûye? A,
niha, hun diherin Rûsiya ji bo çi? Ma Rûsiya welatê we ye? Na. Ne hun derin ku hun
tiştan bizanin? Derin Firans a, Emerîka, lê li vira naxebitin. Tên cem min hinekî
wan muhendis in… Mesela rast ev e ku îro zimanê me bi kêrî jiyana wan nayê.
Çi gava hewceyê bibin, wê, wê çaxê, hîn bibin.
Min çîrokek xwendiye. Di zemanê harûn Reşîd da,
Bermekiyan wezîrê harûn bûn. Îca Fedil kurê Yehyayê Bermekî li ser zimanê xwe î
bîrhişk bû. Ereb an jî, wê çaxê, şi'rên wan ên Cahîlî pirr bûn. Quran bi zimanê
wan hati bû, hedîs bi zimanê wan hati bû, bawer dikirin ku zimanê wan ji ê
Faris î xurttir e. Zimanê Faris î temenê xwe 3000 sal bû, wê çaxê. Zimanê Erebî
120 sal bûn, ê nivîsandinê. Îca, Fedil zanayekî Ereb û yekî Faris di zanînabelaxa
de anîne hemberî hev. Ê Faris zora ê Ereb bir û pêşkêşeka mezin danê. Ê
Faris zora ê Ereb bir, çima 3000 sal li ku û 120 sal li ku! Fedil kêfa wî
gelekî hat, ji ê Ereb ra got:
- Bersiva wî
bide?
Ê Ereb got:
- Ez ê
bersiva wî bidim.
Got:
- Kînga?
Got:
- Piştî hezar
salî.
Got:
- ha, hîngê ne ez heme û ne tu heyî.
Got:
- Ne jî
zimanê Faris î wê hebe.
Hezar sal neçûn, du-sêsed sal,
zimanê Faris î bû tirşik.
Sultan Mehmûd Xeznewî, carekê, got:
"Ji min ra peyakî bibînin ku mezintiya zimanê Faris î lê vegerîne".
Jê ra dibêjin şa'ir Firdewsî heye, peyakî xurt e. Firdewsî ji Ereban hez nedikir,
şi'rekî wî di vî warî de heye, dibêje:
Zi şîrî şutur
xurden û sûsmar
Ereb ra
bidenca resîd destkar
Ke Tacî Kiyan
kunend arezû
Tifû ber to,
ey rozîgar, tifû!
Dibê:
"Ew Erebê ku bi goştê qumqumok û şîrê devan xwedî bûbûn, bi wan
re pîsî gihaye ku çavê xwe berdane Tacê Cîhanê, tifî li te be, ey çerxê gerdûn,
tifî!"
Îca, mêrkekî ji Ereban hez nedikir.
Anîn ew vexwendin ku karekî welê çêke, meziniya zimanê Farisî
lê vegerîne. Firdewsî radibe pirtûkekê bi navê şahname çêdike. Wê
pirtûkê ciyê xwe tenê di pirtûkxanan de dîtiye, kesekî Faris ew ne xwendiye.
Ziman, apo, milet jî, bi sinçiyên xwe, yan bi zimanê xwe,
gava dikeve dewra daketinê mîna kevirekî ku di serê çiyakî de bifilite, kes li
pêşê nikare bisekine … Milet jî di dewra daketinê de werrê bûne. ha, li halê
Ereban binêre çi bi serê wan hatiye, li ê Farisan binêre, li ê Tirkan binêre …
Ziman, îca, gava ew jî dikeve dewra daketinê, yan paşveçûnê, pirs li vir dikeve
geh li dera hanê, tu dinêrî ziman wenda dibe û dibe tirşik. Zimanê me yî
Kurmancî welê bûye tirşik. Îro kesê ku dixwaze li zimanê Kurdî bixebite, wê
paqij bike, divê berî gî bi Erebî û Tirkî bizani be heta bikare pê rabe. Mesele:
"dehbe" û "dabe", û gelek pirsên welê ketine nava zimanê
me.
Pirr pirs di
zimanê me de hene, me ne bîstine. Niha, xortên ku tên cem min ez dersan didim
wan. Pirsên ku min ji wan girtine nêzîkî 500 pirs in. Min ew dane hevalekî ku
fêdê jê bibîne, çima ez êdî pîr bûme. Ez dibêm sibe, du sibe, ez dimirim, bila
ew bixebite. Tiştekî din. Pirr xortên me hene pirsan bi destên xwe çêdikin. Li
ser wê min gotarek di Berbangê de nivîsand. Min goti bû: pirsên ku di
zimanekî de wek kevirên di avahiyekê de ne. Em her kes di xaniyan de rûdinin,
lê em her kes nizanin xaniyan çêkin. De îca, ên xaniyan çê dikin: yek pilana wê
datîne, ew muhendis e; yek keviran dibirre, yek keviran şe dike, yek jî dîwaran
lê dike. Vana her yekî karê ê din nikare bike. Gava em kevirekî ne şe kirî, ne
birriyayî bînin têxinê, avahî wê çawa derkeve? Her kes radibe li cem xwe pirsan
çê dike, ew bê selahiyet in. Ewana zilmê li miletê xwe û li zimanê xwe dikin.
Bûye nexweşiyek di nava hinekên me de gava çend pirsan dizanin, bawer dikin ku
ew bi ziman dizanin. Niha, ê min, ev bû bêtirî 53 sal ez bi zimên ra bendewar
im, bi serê te, ez bêtirî 2000 pirs ji zaravê Kurmancî tenê nizanim. Du hezar
pirs dibin zimanekî destpêkî. Zanîna me di vî sînorî de ye. De evên ku dixwazin
pirsan çêkin, ji min bi gelekî bi şonda ne. Heya sedsalî din nagihêne min. Ev xelet
e. Divê em vê nekin. Divê em bi zimanê xwe ra dilsoz bin. Ard çiqasî paqij e,
tu dikarî têxî çavê xwe? Tu wê çavê xwe xira bikî. Bi Xwedê, ziman mîna çav e.
Ziman mîna çav e. Divê em ji zimanê xwe ra dilsoz bin. Bi qasî ku em ji miletê
xwe ra dilsoz in, divê em ji zimanê xwe ra jî wilo bin. Civaknasek dibê:
"Gava tu bixwazî dereca welatparêziya însanekî nas bikî, binêre çiqas der
bi zimanê xwe ra bendewar e". Bi qasî ku ji zimanê xwe ra bendewar e,
ewqasî ji miletê xwe hez dike, çima, apo, miletî ziman û 'adet e. Xwîna me gişka
weke hev e. A min, a te, a Ereb an, a soran, a reşan, a sipiyan... tev yek e.
Ji xwe li ser vê yekê, carekê, tiştek di nava min û yekî Siwêdî "Siwêdî
" de çê bû. Pirofêsorekî Siwêdî ye, çûye li Parîsê Kurmancî xwendiye. Îca,
hineka jê ra gotiye: "Tu herî cem Osman, tu wê hên fêdê jê bibînî". Hîngê
sala 1953 bû. Hate cem, got:
- Tu wê dersê
Kurmancî bidî min, ez ê heqê te yê peran bidim te.
Ez jî bi xwe
gelekî motacê peran bûm. Zarokên min hên mezin ne bûbûn. Ew diçûne dibistanê.
Pênc zarok bûn û tu kar di destê min de tunebû. Berê jî ez bi Kurdîzanên
Firansa ra xebitîme, mîna Rojê Lêsko. Îca, carekê, ez çûme cem, dersê bidimê,
got:
- Mumkîn e îro tu ders nedî, çima îro sersala min e. Em
ji xwe ra bi hev ra rûnin.
Neyse, em rûniştin, û em ji xwe ra
serekî peyivîn. Ji min pirsî, got:
- Ez pirsekê
ji te bikim.
Min got:
- Bike.
Got:
- Tu berê Kurdî,
an Musulmanî?
Ez keniyam. Got:
- Tu çima
dikenî?
Min got:
- Tirkan pirr
caran ev pirs ji min dikirin.
Got:
- Na, ez
dixwazim fam bikim.
Min got:
- Ez berê însan im.
Got:
- ha, tu
Komonîst î.
Min got:
- Ev şerefeka
mezin e ji Komonîst an ra ku pirsa însaniyetê ji wan de hatiye. Ma em gî ne
însan in? Paşê, ez Kurd im, paşê, ez Musulman im.
Got:
- Çawa?
Min got:
- Ez berê
însan bûm. Gava ez însan bûm, ez ne Kurd bûm û ez ne Musulman bûm. Paşê, ez
mezin bûm, bav-dêyên min zimanê Kurmancî bi min dan hîn kirin, 'adetên wan,
madetên wan, ez bûm Kurd. Paşê, ji min ra gotin: "Xwedê heye, pêxember heye,
dînê îslamê dînê me ye". Min ev jî qebûl kir û ez bûm Musulman. Îca, min
jê ra got:
- Baş e. Tu
berê Siwêdî yî, an berê Mesîhî yî?
Got:
- Na, ez li
ser fitreta Mesîhtiyê hatime.
Min got:
- Ev tembûr li cem jî heye, lê ez pê ne bawer im.
Got:
- Çawa tu pê
ne bawer î?
Min got:
- Ez ji te ra
mîsalekê bêjim. Tu di zikê dêya xwe de yî. Bavê te kuştin, dêya te revandin,
birin, xistin perestgehekî Bozî. Dêya te za û tu bûyî. Paşê, dêya te mir û tu
mayî. Tu wê Bozî derkevî, an Mesîhî? Ka fitreta te? Îca, rabû xwe ehmeq kir û
got:
- Ji bîra meke
ku xelkê Rohilat ji xelkê Roava bi gelekî bi şûnda ne.
Gava welê got,
min lê vegerand:
- Tu
jî ji bîra meke, hun xelkê Roava tên ji yekî Rohilat ra îbabetê dikin û
dibêjin: "Ya Xwedê! Ya lawê Xwedê!".
Gava min welê got, kerr bû û sekinî.
Apo, neyê bîra te ku ehmeqê xelkê
tune ne. Ew kesa bi xwe pirofêsor bû, şeş zimanên Ewrupî dizanîn û çar jî yên
Rohilat: Kurmancî, Ermenî, Farisî û Erebî. Tevî wê, î ehmeq bû. Ma heqê wî ye
ku vê gotinê bêje: "Xelkê Rohilat ji ê Roava bi şondatir in". Ji xwe
ew dizane, hewceyê wê gotinê nake.
Ne hewceyê gotinê ye. Yek ji zanayên civakî dibêje : "gava tu dixwezî gelparêziya însanekî fam bikî ta kîjan derecê pêşve çûye, binêre çiqas der bi zimanê xwe re bendewar e". Mirovê ku bi zimanê xwe re bendewar nebe, nikare îdi'a bike ku ew ji welatê xwe hez dike. Neteweyetî ziman e û hinek adet in, ne tiştekî dinê ye. Xwîna me gişka yek e. Merov ku ehmiyetê nede zimanê xwe, di jîna neteweyî de tune ye. Mixabin, ta îro, xortên me ehmiyeta ziman fam nekirine, tevî ku xwe xwenda dizanin û xwe pêşverû dizanin, hîn nizanin bi zimanê xwe bixwînin.
Min gotiye : "her bêjeyek kevirekî avahiya ziman e. Hinek keviran dibirrin, hinek şê dikin û hinek jî dîwar lê dikin. Evane yek karê ê dinê nizane. Her kes karê xwe dizane. Gava kevirekî neçêkirî bînî, têxî nav kevirên şekirî û çêkirî, dîwar wê xar bibe. Ha, peyayên ku bi zimanan nizanin û li ser nexebitî bin, gava tînin pirsa li cem xwe çê dikin welê zimanê xwe xirab dikin. Pirr yê wilo hene. Ên ku du roj dest bi ziman kirine xwe feylesûf dihesibînin. Karê nezana holê ye. Ziman wek asoyê behrê ye, nêzîk xuyanî dike, lê tu çiqas diherî tim ew e. Heya merî pirr bi nava ziman de neçe, merî ehmiyeta ziman û mezinatiya ziman nizane. Ê min bû 35 sal pê dixebitim, ji zaravê Kurmancî pirrtirî 3000 bêje - eger hên ne pirr be - ez nizanim çima ziman nehatiye civandin û nehatiye xwendin.
Çavkanî :
Mamed CIMO
Amed û Zîn
Hevpeyvînên salên
(1984-1988),
Paris
Comments
Post a Comment