Dinya rindik e, emir hindik e.
Dinya, ev
deqa ku tu tê de ye.
Dinya xana kul û
derda ye.
Dinya xweş e, bi
însana; însan xweş e, bi ziman e.
Dîn fedî nake,
xwediyê dîna fedî dike.
Dîn tira dike,
qewm fedî dike.
Dîn û kîn li ba
hev nabe.
Do ji îro çêtir
bû.
Ewr kişiya çiya,
ga bikşîne xaniya.
Yê bar li ser
mila ye, zane çi dikşîne.
Ê ku çavê mirov
rehet dike, xew e; ê ku hundirê mirov rehet dike, dew e; ê ku rûyê mirov
reş dike, derew e.
Ê ku çû oda,
tiştekî nake koda.
Felek, ne bavê
kesî ye.
Fen û fût, karê
mêrikê rût.
Galgalê çolê,
bavê golê.
Got: Bavo, gur
ketiye koza pez. Got: Lawo ji bênamûsiya kûçkê me ye.
Got: Kerê taşikek
te çêbû. Got: Barê min giran bû, êmê min kêm bû.
Got: Kosî çima tu
ji qalikê xwe dernakeve? Got: Heta nîvro sar e, ji nîvro pê da êvar e.
Got: Te dinya
çilo dît? Got: Wekî dile xwe dît.
Golikek, navê
garanekê xera dike.
Golikê malê ji
gayê malê natirse.
Goşt bê hestî
nabe.
Gul bê stirî
nabe.
Goşt û nenûk ji
hev nabin.
Gotina xweş
bihara dilan e.
Goştê mirov nayê
xwarin, zar û zimanê mirov e.
Karê sêwî, nabe
nêrî.
Berxê mîjo, nabe
beran.
Goştê kosî, nabe
rêsî.
Guneh giran e;
bextê xwe navêje.
Gur li yê mayî
digere, xwedî li yê çûyî digere.
Ha ji zikê dê çû,
ha ji pişta hespê çû.
Hebûn heye,
temaşe ye.
Heft caran mala
xwe sake, paşê gunehê cîrana rake.
Her dewrek
dewranek e.
Her kes lewendê
karê xwe ye.
Her kes ji bo
miriyê xwe digrî.
Her kes li ber
arê xwe germ dibe.
Her tişt diqede,
karê xerab naqede.
Here hewşê,
binêre rewşê.
Ya bi şîrî heta
pîrî.
Heta mirinê, çav
li kirine.
Heta tu nebe
xwelî, tu nabe welî.
Heya, nêviyê
îmanê ye.
Stêra sibê
perpitî, diz li bara xebitî.
Dewlet bû ker jî
lê siwar nebe.
Silav û hirmet ji
bo Xwedê
Mirov bi mirov
disekine, bi dar û kevira nasekine.
Mirov bi qehrê,
hesin bi zengê xera dibe.
Mirov şîrê xav
xwariye.
Ji ava xuşexuş
netirse, ji ava nermik bitirse.
Ji dûr, nagihê
hûr.
Ji heft sala
salekê sa ye.
Kanî ji çaviyê
şêlû dibe.
Masî ji serî ve
genî dibe.
Keçel bi perê xwe
helawê dixwe.
Kes ji binê erdê
tüneye.
Kes ne li mala
kesî, kes ne li halê kesî.
Kê go ez, bû
kûçikê pez.
Nabên kê kir,
dibên kê got.
Ne kalê jinrind
ne xizanê pozbilind û ne mêvanê maldigund.
Mirov bi goştê
ber dirana têr naxwe.
Kûçik bi hestiyê
daweta qelew nabe.
Lawê sê ye, bi
lepê xwe çê ye.
Lawê jinbiya, kes
jê nake hesab û recûya.
Lengekî bide
xatirê şengekî.
Mal ji zik re,
zik ji gorê re.
Malê xirab ê
xwedî ye.
Mirov bêmal dibe,
mal bêxwedî nabe.
Mirov bi qiruşekî
dikeve govendê, bi sed qiruşî jê pak nabe.
Mirov li ber
kaniyê tî nabe.
Miro mêvanê emele
xwe ye.
Mirov nizane çi
li pêliya mirov e.
Mêr ew mera ye ku
karibe û neke.
Mêranî bê xesar
nabe.
Namûs ne kumê sor
e ku rojê li serê yekî be.
Nanê genimî di
zikê her kesî de nasekine.
Ne dewleta hela
hela ne bi ziyareta şêx û mela.
Ne jina nifirokî
ne çêleka ororokî.
Nexweşî berbixêr
e, hekîm tê çarhawêr e.
Nifir, ne ji çê
ne ji xirab.
Nigê xwe li koda
xwe mexe.
Pars ji
parsekçiya nabe.
Pere, bi bîhna
fere.
Pez tê birînê,
dew tê kirînê.
Nîvê mezela, bi
nezera.
Jin bêxwedî dibe
dîn û har dibe, mêr bêxwedî dibe jar û stûxwar dibe.
Pola ji pola
naxwe.
Qanûna tirko
lastîk e, tu bi ku de bibe bi wê diçe.
Qedera reş, girêka
gû ye; ne bi desta vedibe ne bi dirana.
Qehr pişta mirov
datîne.
Qirika mirov çel
mêrdewan e.
Qîza mirov kurkê
mirov, bûka mirov milkê mirov.
Ray li bavtireka
dibe, li dêtireka nabe.
Ray li arvên
dibe, li alif nabe.
Reha jinê bikole,
mîna reha ruyênê.
Rik û rehman li
cem hev nabin.
Rind û ar, tev bi
hev re bikin debar.
Rih dibe bihost,
dijmin nabe dost.
Roj, bi bêjingê
nayê girtin.
Ro dire, bela
nare.
Can ne tolika
biharê ye, salê carekê hêşîn bibe.
Sal û zeman ket
ser bertîla, gû ket halê feqîra.
Seklawî dîn e,
hemdanî vedigerîne (cinsen hespan e)
Betalî xirab
malî.
Şer ji betaliyê
çêtir e.
Şeytanê mirov ji
mirov e, rehmanê mirov jî ji mirov e.
Reh heya heft
bavo dajo.
Teresê dinê, mî
da bi bizinê, genim kir şûva kizinê, mala xwe bir cem bavanê jinê.
Tu don neke çirê,
çire vênakeve.
Tirs merga rovî
ye (merga rovî, şîva ku bi goştê rovî tê çêkirin)
Biqusandinê kûçik
nabe tajî.
Tu li rezîliya
mêrekî diğere, jinekê berdê; tu li rezîliya jinekê diğere zarokekî berdê.
Ûd ji zorê
xirabtir e (ûd, ind û heter)
Xewa sibê megrûdî
ye (megrûdî, xiaznî)
Xezal ji çinda
xwe de bikeve, dibe nêçîr (çind, holkirin)
Ya rûmet ya
heybet.
Zerê bi zere, ev
çi hezar li sere.
Comments
Post a Comment