Ew serî ye, ew oxir e.
Ew sal e, le ne ew bihar e.
Ne bi halekî, ne bi malekî, tu çi zanî hewalekî.
Se sa girtiye, Xwedê daye rêviya.
Êlê xwe bi pîrê girt, pîrê xwe bi êlê girt.
Wa dikim dê dimire, ha dikim bav dimire.
Te şûşt ava bi gû, ez çi bikin qenciya li dû.
Xwediyê goşt ji dizane goşt heram e; xwediyê pera jî zane pere qelp in.
Heta malek ava kir, gundek wêran kir.
Heta neçe diyarê gorê, mirin nakeve bîrê.
Agir bi serê min ketiye, tu jî li ber rûnê xwe diqijirînî.
Bi xwe, bûme dizê sola xwe.
Dewlet e, bel e, gewr e, bi şev sayî ye, bi roj ewr e.
Dinê li dinê, çave gur li bizinê.
A dinê li dinê, a gur jî li bizinê.
Zanîn ronayî ye, nezanî korayî ye.
Darbiro daran bibir, gumana xwe ji Xwedê nebir.
Ez natirsim ji cotikê gura, ez ditirsim ji cotikên bira.
Tîr dikim, dan diçe; ron dikim, nan diçe.
Cano min tu danî, kesî tu hilneanî.
Kevir û kûçik li min barî, xêr û xweşî li te barî.
Pişta min hebiya, zikê min nediêşiya.
Gayê xişt û mêrê bêpişt; kî digihêjê, dibêjê: Min kuşt.
Ji hemî ewran baran nayê.
Kes nabê dewê min tirş e, newala min bi qirş e.
Beroşa ku agir li bin tune be kela wê nare.
Ji devê re gotin: "xet"; got: "Ez nikarim qet."
Ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe şolik.
Baz bi bazan re, qaz bi qazan re, mirîşka kor bi dîkê kulek re.
Li Bexdayê xurme pir in, ji me re çi?
Bihûşta ku ez ne lê bim, bila ker tê de vegevêzin.
Şeko peko, navê xwe li hevalê xwe ko.
Hekê mekê, navê xwe li hevalê xwe dikê.
Şeko meko, navê xwe li hevalê xwe ko.
Navê min li te, kumê min li serê te.
Guriyo navê min li te, kumê min li serê te.
Ne sora ber agira, ne rinda ber çira.
Ne malê pir, ne gerdana stûr; malê pir zû ziyan dibe, gerdana stûr zû zirav
dibe.
Çi bê serê mirov, ji zimanê mirov e.
Ziman, li zimên namîne.
Tam û ekil, di bin ziman de ye.
Damareke tehl û yek şîrîn di ziman de hene; te tehl kir, tehl dibe, te
şîrîn kir, şêrîn dibe.
Li pêş ziman, ne çiya heye ne gelî.
Şox û şeng e, bi nav û deng e.
Bizina reş e, her roj nexweş e.
Mîh firot bi heftan, dûyê we kirî bi heştan.
Dîtina çavan, qinyata dilan.
Dîtiya dît, nedîtiya di xwe de rît.
Bextê romê tune ye.
Nan û xwê li ser çogan e.
Kê kir, kê nekir; sêwiyê bê dê û bav kir.
Kê tir kir, sêwiyê bê dê û bav kir
Kê tir kir, xerîbê gund kir.
Kê dîzî kir, sêwiyê bê dê û bav kir.
Kê dizî kir, xerîbê gund kir.
Kesê neke hesêba, wê bibîne ecêba.
Ew mirî nakeve ber wî girî.
Ew girî nakeve ber wî mirî.
Çem tim nayê, qirş û qal li ber nayê.
Çemê Miradê çiqasî rabe, nikare tiştekî ji quling bike.
Xema qulinge ku çemê Miradê rabû ye.
Talaşa qulingê ye ku Mûrad rabûye.
Sûret paç e, ya ji dil naçe.
Tu xweş mêvan e, lê ne tu mazûvan e.
Ne mêvanê mal di gund, ne feqîrê pozbilind û ne jî gavanê jina wî gerûgund.
Gavan berbi mal bû, jina gavên mal bi mal bû.
Zeman wê were, mexelê devê bibe bi heqê devê.
Li komê menêre, li domê binêre.
Sibê nan û dew e, êvarê dan û dew e.
Nizanim ji nal e, yan ji bizmar e.
Rîtye ber xwe, nayne ser xwe.
Rojekê bûyîn e, yekê jî çûyîn e.
Ê bê ser erdê, wê here bin erdê.
Zêr û zîv ji ezmana nabarin.
Aşê mirov serî ye, gava bigire dihêre.
Konê şînê rojê li ber deriyekî tê vekirin.
Şer di çiyayan de ye, mirin di nava malan de ye.
Lingê gur girtin avêtin nav koza berxan.
Mêrik ket bin siya axê, axê ket bin siya doxîna xwe.
Zexel dere mexel.
Kaniya xweziyan tim ziwa ye.
Qanîya êsil nabe mesîl.
Kaniya te av jê vexwar bi şêkrîne.
Kaniya te av jê vexwar keviran navêjê.
gemar neke, jî bîr neke,
Tovê belkî şîn nayê.
Fîtik ji gayê zexel re, maye!
Xeta xwar ji gayê zexel e/pîr e!
Çelê zivistanê mêvanê şevekê ye.
Zivistan birayê bê par e, çi ji ber ma ew kar e.
Bi ro li ser lingê xwe, bi şev jî li ser serê xwe digere.
Adar e, dew li dar e, şivan li mal e, kebanî bi kar û bar e.
Bûye diwarê ser buzê.
Caw bû kitan, dew bû derman.
Bi vê qûşê, tu naçî Mûşê.
Bi vê qûnê, tu naxwî hêkerûnê.
Golikê li dû garanê; dibê ez jî ga me.
Şêr kal bû, gur har bû.
Bi vê qûnê nagihî meyqûnê.
Qûna elimî tira, rûnanê li ser tu bera.
Bila bêjin lal e, nebêjin tiral e.
Bi destan da, bi lingan li pêy ket.
Comments
Post a Comment