Skip to main content

Alim û alem ji bîr dike, qelem ji bîr nake.

Qelem ji şûr tûjtir e.

Qelem di dest de, alem di dest de.

Qelem ji dest ket, alem ji dest ket.

Alim û alem ji bîr dike, qelem ji bîr nake.

Alim, divê ku baweriyê bi ilmê xwe bîne.


Serê xwe her bide dîwarê kevin.

Heçî neke hesaban, dibîne ecêban.

Roj qedene, sal dehfane.

Çerxa cîhanê bi xwendinê digere.

Ku te nan da têr bike.

Ku te xêrek kir, xêra xwe bi serî bîne.

Law ji bavê re, keç ji dê re.

Ezibandina yek carî, behsa sed salî.

Bextê dê, cihêzê qîzê.

Bûka xalê, delaliya malê.

Keç û kurên malê, gula dê û bavê.

Feqîr û jar, wek par û pêrar.

Emanet heta qiyamet.

Pelê darê, mizgîniya biharê.

Dengê ezmana, nîşana baranê.

Saleke şûv, yeke tov.

Saleke şûv e, yeke tov e.

Timayî, kêmayî.

Timayî, kêmayî ye.

Ax û axa mirov li ku derê be, divê mirov li wir be.

Divê mirov li dinyê pişta xwe bide mêrekî çê yan jî çiyayekî asê.

Ku du dil bibin tevahî, dê çiya hildin ser çiyayî.

Dolaba mala xwe, bi xwe bigerîne.

Bi ciwanî bike, bi pîrî bixwe.

Destê te bi don be, di serê xwe bide.

Havînan berhev bike, da ku tu zivistanan bixwe.

Çiqas tu zana be jî, ji zana bipirse.

Erbab be da ku tu girarê bixwe.

Gava ku tu zana û têgihîştiyekî bibîne, jê re xizmetkar be.

Bi xwediyê xwe re kirîn û firotinê neke.

Çavê nalbendan tim li siman e.

Kesê xebatkar nanê xwe ji kevir der tîne.

Ê pir zana kêm diaxive.

Kewên çê, kewa li xwe dihewîne.

Mirovê aqilmend, zimanê xwe di nav dilê xwe de kom dike.

Aqilê sivik, barê giran e.

Kûçikê gûrêx ji guran natirse.

Bav rezek da law, law goşiyek neda bav.

Destê betala li ser zikê vala, destê biqilêr li ser zikê têr.

Dîtina deyndarî, nexweştir e ji tîremarî.

Yê xwend 'elimî, yê nexwend cehimî.

Malê erzan bi hîlet e, malê buha bi hikmet e.

Bela nezanan ji ya zaliman xerabtir e.

Dijminê bêderew, çetir e ji dostê bê şeref.

Hevalên şahiyê zehf in, ên şînê kêm in.

Keçik li metan, lawik li xalan diçin.

Qirdê xelkê lata diqelêşe, yê me beqa reş bi me de vedireşe.

Bila hingiv hebe, firax ji Bexdayê tê.

Malê mirov tune be, mirov ji kûçik jî bêqedirtir e.

Malê te hebe, herkes dostê te ye.

Yê ku şerab bi deyn vexwar, du cara serxweş ket.

Dîn bi dînan re bizewicin, di pey re temaşa ji wan çêdibe.

Yê bêalî bimîne, bê xwedî jî dimîne.

Heta serê govendê xwar be, govend rast nabe.

Yê neçîne, naçine.

Ê neçîne naçine.

Bi ava hindik aş nagere.

Xwelî li serê wê kerwanê be ku rêberê wê ker e.

Kurmê darê ji darê ye.

Êşa tiliyê, ya hemû laşî ye.

Kêm kêm bixwe, her tim bixwe.

Çêlikê maran bê jehr nabin.

Heta mirov nexweş nekeve, mirov nizane şev çiqas dirêj e.

Serê kesê rast, tim bilind e.

Kerê guhsist tirên jidandî dike.

Dostanî ji bo roja reş e.

Mirov di agirê dostan de naşewite.

Rizqê mêvanan fireh e.

Deriyê xêran nayê girtin.

Bertîl keviran nerm dike.

Her ketinek, hînbûnek e.

Li pêy hêstirê meçe, bavê wê ker e.

Bila tu xwîndar bî û ne deyndar bî.

Law ji bavê re ye, keç ji dê re ye.

Diya baş ji hezar malimî çêtir e.

Tu xwe nepesinîne, bila xelk te bipesinîne.

Dilên mêvanan nehêlin, wê bi xwe herin.

Kesê bêaqil zimanê wî jê re dijmin e.

Limêja Kurmanca ne îbadet e, adet e.

Gurê ku ne dijminê min e, bila hezar salî bijî.

Bi dinyê bişêwir, bi aqilê xwe bik.

Heçî li hespê hevalan siwar e, tim peya ye.

Hevalê ku bêje ‘heval heval’ nede dû.

Ez ez im, tu tu yî.

Xeber çekê jinê ye.

Karê ne ji min re, bayê wê di ser min re.

Ê hebanê, ro kir meydanê

Çi kiriye hebanê, ew derxist meydanê.

Erzan kirî, heban dirî.

Derwêş dizane çi di hebana wî de heye.

Heban, eyarê berxek ê debaxkirî û hişkkirî ku wek tûr tê bikaranî.

Zikê xwe hîn meke sê danan, bejna xwe hîn meke xeftanan, da ku tu aborî bike li hemî dîwanan.

Du hesp li ser afirek nayên girêdan.

Hesp tune, tu afir çêdikî.

Agir û pûşî li ba hev nabin. 

Agirê xweş di qocan de ye.

Di malê de tune ar e, navê jinikê Dînar e.

Hin jin in, hin jan in, hin jî neyarê çiwalê arvan in. 

Serê qeraş tim biard e.

Berî sicûrê, xwe davêje tendûrê.

Heta mirov cihê lingê xwe nebîne, mirov lingê xwe navêje.

Kalek bavêjin xweşiyê, ciwanek bavêjin reşiyê.

Heft tewir avjeniyên kerê hene, dema dikeve avê, hemiyan ji bîr dike.

Gavak ji dinê re, yek ji axretê re.

Çu dar tune ku ba wê nehejîne.

Delîla sermayê ba ye, delîla mirinê ta ye.

Nefs babet e, cil nobet e.

Ban qul e, binê xênî şil e.

Mezin li malan, biçûk li banan.

Ku nan di gewriya te de ma, bang ke Xwedê; ku av di gewriya te de ma, bang ke melê.

Ku mir bang ke, yan xelat e yan celat e.

Bi werîsê hevalan, mekeve binê baran.

Şikxul barê keran e, yeqbal barê seran e.

Barê namûsê, barekî giran e.

Baran ji hewrê reş tê, ken ji dilê geş tê.

Tu bidî tîzan nedî tîzan, tu yê bar ki barê dizan.

Toraqê sar ke, kerek jê bar ke.

Her teyrek bi baskên xwe difire.

Gava ecelê gêrgêrîkê bê, baskên wê tên.

Ku mar baş bûya, lingên wî nediketin zikê wî.

Menêre li çavê min ê şaş, binêre li yeqbala min a baş

Ku têyî ji beravê, here mala bavê.

Qaz bi qazan re, baz bi bazan re.

Wexta baran bibare, her kes bazdide binê konê xwe.

Bazirganê tirsok, ne kar dike ne zirar.

Dinê xan e, mirov bazirgan e.

Wextê xêr tê belavkirin, xewa sêwiyan tê.

Bi benê xam, xwe bermedin binê bîran.

Keça bêdayik, mîna ye bêbendik.

Ku beq neqire, dê bidere.

Cihê ehmeqan, li ber gola req û beqan.

Dergûş ji ber çû, ecêb pê neçû.

Hindik bide ber dasê, da tu nemînî asê.

Mamê Faris, ha li vir, ha li ber garis.

Roviyê berdayî, çêtir e ji şêrê girêdayî.

Kuçkê xwe bera me mede, ne hewceyî geşta te ye.

Piraniyê berdaye mêraniyê.

Teyrê ku berete bixwe, nikul xwar e.

Gotina xwe berê bipêje, paşê birêje.

Bîst û yekê Kanûnan, roj berê xwe dide gul û beybûnan; bîst û yekê Hezîranê, roj berê xwe dide berf û baranê.

Kesê mino, besê mino.

Ku hewes e, carek bes e.

Lextê kewan e, rizqê betan e.

Xetek zêde bavêje beyaran, meçe ber derê neyaran.

Nêrî taya xwe û kêrê girtiye, qesab taya xwe û bez girtiye.

Karê bi lez û bez, ji mirov re dibe merez.

Ma ji kê zaye, ku ne beza ye.

Li cem bêaran tim bihar e.

Dijminê bi bext, çêtir e ji dostê bêbext.

Gotina bicî û bêdengiya bicî, nîşana aqilmendiyê ye.

Heta tu aş be, ez qeraş im.

Li dewsa ku wê ca (dê) mi bigrî, bila ca wî bigrî.

Him ji motê bû, him ji gotê bû.

Him tira dike, him terawîha dike.

Mirovê bêdil, baxçeyê bêgul.

Zewaca bêdil, wekî kirasê bêmil.

Ji bêdînan re bêîman lazim in.

Ji bieslan bipirse, ji bêeslan bitirse.

Çu/tu rê nagihêjin bêeslan.

Kund ji derdê bêhesaban, çûye ketiye çiyayê xalî.

Bêhna bihiştê naçe pozê bênamûsan.

Bêhna Şehbaz kete kepû.

Bêhna diyan tê ji xaltiyan.

Kalo ji bênefsî, pîrê ji bêkesî, her duyan li hev pirsî.

Ê bêker e, bêmefer e.

Çol fire ye, derew bêpere ye.

Sasûn e, bêqanûn e.

Jin û mêr, tevr û bêr.

Nanê me germ e, mêvanê me bêşerm e.

Bêterê bêteran jî heye.

(Ên ji me xerabtir jî hene)

Bêgore, bêtore.

Devî dibin dar, xwelî li mirovê bêwar.

Dostekî bixêr, çêtir e ji deh birayên bêxêr.

Ku tava sibê nebe, tava êvarê bêxêr e.

Kanî jî bêxwedî bimîne, dê bimiçiqe.

Çu/tu warek bêxwedî tune.

Xwedê dide hinan deva bibar, nade hinan bizina bikar.

Bi kevçiya berhev dike, bi heskê belav dike.

Sê ehmeq hene li dinê; ê ku gulê dide bi sosinê, ê ku miyê dide bi bizinê, zavayê ku diçe ser mala bavê.

Nan bi nan e, çi minet li can e.

Bi roj devê xwe bigire, bi şev derê xwe bigire.

Derdê min bar bi bar, derdê giran mizodika li ser bar.

Zeyî çû mala bavê, xêr li qirikê, gû li navê.

Zimanê sor e, ji xwe re xirab nabêje.

Erd reş be, dinya xweş be.

Ez çûm çiyê berf û kibês, ez çûm beriyê Ereb û Gês.

Ez nagihêm şekala hazira.

Dibê: "Ez û ne kesî din.

Taştê û navroj wek mîran, şîv wek feqîran.

Stêra bi dûv bila dûrê mirov be, bila xaltiya mirov be.

Perûya şivanan, beniştê kizwanan.

Çivîkeka di dest de, çêtir e ji qazeka berdayî.

Xwezî ku her roj îd bûya û her şev hîv bûya.

A dilan, di dilan de ye.  

Diya kuran, dimire li kadîn û axuran.

Diranêş, derman kêş.

Mal bû bi diduyan, dew ma li sêpiyan.

Qîsê mamo, xweş teamo.

Çilpe çilpa dilopan, xweştir e ji pite pita zirbavan.

Ma kî ji wê dinê serşikestî hatiye!

Xwedê kurek daye dinênediyan, roja pêşîn nan kirine gewriya û ew fetisandine.

Raxistina zengînan ber û xalî ne, ya xizanan jî palas û tejên dirandî ne.

Ku beq neqire, dê bidire.

Erzan kirî, heban dirî

Geriyaye û diriyaye.

Beza pisîkê heta kadînê.

Kenê bêaran, derdikeve ji kunên dîwaran.

Gotin koro, tu li çi digere? Got li çavêkî ron, li pariyekî bidon.

Dê bibîne, dotê werîne.

Ez ji vê duayê re nabêjim amîn.

Ku bextê sêwiya hebûya, sêwî nediman.

Ga û parî li bal wî yek e...

Çira ji koran re, def ji kerran re ji çi bike?

Ji her hesinî şûr û mertal çênabe.

Jin, ya seyd e, ya qeyd e.

Birîna li hevala, tîra li kendala.

Nenûk û goşt ji hev nabin. 

Gotina xweş li xerîban, parîya xweş li merivan. 

Lêv ji diranan zêde ye. 

Kes nîhandina dîya xwe ji bîr nake. 

Çêlikên maran, bê jehr nabin.

Tu li pêy xwe çi bihêle, ew li bendî te ye. Jibîrkirin îxanet e.

Jê ditirse lê dipirse.

Nifir, ne ji çê ne ji xirab.

Derziya me, ji şûjina xelkê çêtir e.

Destê te'ebî li ser zikê têr e.

Erdê xozan, erdê ne şûv

Yê çû oda, tiştekî naxe koda.

Gayê sor heta ber kêrê sor e.

Dewlet bû ker jî lê siwar nebe (bawerî pê nayê).

Kar bi kirinê, ker bi ajotinê.

Kar ker e, tu bajo wê here.

Karê ne ji min re, bayê wê di ser min re.

Kebanî bûn sisê, nan çû ber sê.

Kes nabê dewê mi tirş e, newala mi bi qirş e.

Ket çalê, kes nabê were malê.

Kê go ez, bû kûçikê pez.

Lawê bava pirr in.

Kûçik bi kûçik dixeniqîne.

Mirov ji dinê têr nabe.

Ne bi dewleta hella hella ne bi ziyareta şêx û mella.

Pars ji parsekçiya nabe.

 

 

Qet qet dibe werîs.

Fûtwa mele, di paşila mele.

Şevê pûka, pirske ji bûka.

Şîn û şahî li cem hev nabin.

Gotina xerab, a xwediyê xwe ye.

Taba mêra û tirê kera!

Tas çi çingiya çi şikiya.

Te kir mêrî, bibe sêrî.

Tim û tim çem nayê, qirş û qal li ber nayê.

Cih ji cih bixêrtir e.

Xeber ba ye

Gotinên xerab, çêr ba ye

Çê kiro bi xwe kiro, xera kiro bi xwe kiro.

Dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e.

Dujminê baqil ji dostê ehmeq çêtir e.

Bersiva ehmeqa sikût e.

Zimano req serîyo teq.

Peqilkê ser avê rûyê derewîna derdixe.

Aşê nezana bi xweber digere.

Ji devê dikeve ji hopehopê namîne.

Piştî baranê ga cilik dike.

Axa jin û mêran ne yek be, serê wan naçe ser ba’lîfekê.

Mele çavê xwe li şînê, aşiq li şahiyê digerîne.

neyarhewîn

Hewya min nabe

Jina çê siltan e,

Emrê meriya qurban e,

Qîza dîtyan e,

Rûspitya malxwê malan e.

Jina xerab, ne derde ne derman e

Ne tê kûştin ne tê berdan e

Emela seriyê meryan e.

Kero, nemir bihar hat; pîrê nemir qivar hat.

Ne serê xwe biêşîn, ne dilê xwe biêşînin.

Tiliya xwe di çavê xwe re kir.

Çem û çem çû.

Çep avêt, rast hat.

Çi bihar û çi guhar!

Çavê keçikê li yasînê ye, çavê mele li doxînê ye.

Çav tirsane, ling beza ne.

Jina xwelîliser, mêrê çavlider.

Çawa çaq e, saq liyaq e.

Çawa dîk e, wisa kumika dîk e.

Dereng bû, çeleng bû.

Çu çemek bêbûr tune.

Sêva çê, para hirçê.

Çê hat, min kirî; xirab hat, te kirî.

Ji serê çivîkê qelî çênabe.

Ku virr be, çi hindik, çi pirr be. 

Çiqas ji hev dûr, ew qas li hev gul û nûr.

Ê xelkê sor û zer e, ê te ji adetan der e.

Siwarên keran, nagihêjin deran.

Se li ber derê xwediyê xwe xurt e.

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...