Bi xwe, bûme
dizê sola xwe.
Te şûşt ava bi
gû, ez çi bikin qenciya li dû.
Li Bexdayê
xurme pir in, ji me re çi?
Bêndera ku
kûçik li ser bigere, ew çi bênder e?
Were mala me,
tê bibînî halê me.
Ga dikirim dibe
golik, genim diçînim dibe şolik.
Carekê te
bixapîne ar di mala wî keve; bû du caran, du caran ar di mala wî keve; ku bû sê
caran ar di mala te keve.
Abor daye
eborê.
Adar e, dew li
dar e, şivan li mal e, kebanî bi kar û bar e.
Afirê gamêşa bû
warê kelşemêşa.
Agir bi serê
min ketiye, tu jî li ber rûnê xwe diqijirînî.
Agirê bin kayê
ye
Agir pêkeve
bêhna pîso jê nayê.
Apê Sorbirçî,
ji destê wî gurî derket kete destê vî hirçî.
Apê Faris, niha
tu nemirî, tuyê bêyî nav garis!
Ar û pelûr e,
xuy û xeyset qebûl e.
Aş bi xeyalekî,
qeraş bi xeyalekî.
Aş
digere, çeqçeqok diranê xwe dişkîne.
Av li
Nêrwan e, fêde li Teqwan e.
Ava zimzim, li
pêy dibezim.
Ax û avayî, nav
û nandayî.
Axa li kêfe ye,
mal maye li bin berfê ye.
Banê me yek ban
e, hêlek deşt e, yek zozan e.
Baranê erd şil
kir, zîpikê erd qul kir.
Barê kerê, li
ser pişta devê ye.
Baz bi bazan
re, qaz bi qazan re, mirîşka kor bi dîkê kulek re.
Bêar, çi ji ar
bike; wê kumê xwe tim xwar bike.
Bêmal e, malxwê
malê; neyê mal e, qeda salê.
Behra şîn e, av
tê de nîn e.
Bejin biriqî,
dil xeriqî.
Bejin lal e,
bila nêbejin tiral e.
Bejin tît e,
mal mecît e.
Bejin zer e,
dil jehr e.
Bejna min sehr
e, dile min jehr e.
Berf heliya,
ling wesiya.
Berx spartine
gur.
Kezeb spartine
pisîkê.
Bi destan da,
bi lingan li pêy ket.
Bi destên xwe
mala xwe xera kir.
Bi kinco, were
qunco, bi qerpalo here malo.
Bi qîzanî mîr
bû, bi jinanî pîr bû.
Bi şev şemamok
e, bi roj pîrebok e.
Bi tekbîr,
dikolin bîr.
Bi vê qûne, tu
naxwî hêkerûne.
Bi ve qûşe, tu
naçî Mûşe.
Bi vî hisî, tu
nagihêjî çu par û pisî.
Bihûşta ku ez
ne lê bim, bila ker tê de vegevêzin.
Bila ya dehan
jî li ser ya nehan be.
Birayê ji dê
ye, silava dide li pê ye; ew jî ji bo lomê xelkê ye.
Mîh firot bi
heftan, dûyê we kirî bi heştan.
Bizina reş e,
her roj nexweş e.
Bûye berete, li
ser beratan.
Bûye çêleka
sor, şîre xwe dide dawiye lingê xwe lê dixe.
Bûye çiyayê
Sîpane, serê xwe danaxe.
Bûye
dasiyê masiya.
Bûye defa ber
kera.
Bûye
diwarê ser buzê.
Cano min tu
danî, kesî tu hilneanî.
Car caran tîne,
gayê reş baran tîne.
Caw bû kitan,
dew bû derman.
Cila sil e,
ketiye mil e.
Çawa sûk e, gaz
biçûk e?
Çawa sûk e,
wilo jî bûk e.
Çem tim nayê,
qirş û qal li ber nayê.
Çemê Miradê
çiqasî rabe, nikare tiştekî ji quling bike.
Çilkek e,
milkek e.
Çiqas dinya li
hev dikeve, tiştek ji me re bi ser dikeve.
Çira xizanî, ji
nezanî.
Çû ser darê,
dara bin xwe birî.
Çûk e,
diçe li ser hekê betan rûdine.
Dar bi
verotinê, mirov bi gotinê.
Darbiro daran
bibir, gumana xwe ji Xwedê nebir.
Darek digire,
hezar dar û devî dihejîne.
De ka kuma
deynin, pirsa jê bikin.
Wexta kird hat
serî, bizire wekî kerî, dîsa jî xelk bêje aferî.
Dêrek ava kir,
mizgeftek xera kir.
Derewek
wan ji deh rastê me çêtir e.
Desto bi xwe
gesto, ha diwesto, ha diwesto.
Dev ji zirna
zer berdaye, bi qula ebcetê girtiye.
Devî paç e,
zikî xaç e.
Dewlet e, bel
e, gewr e, bi şev sayî ye, bi roj ewr e.
Diçe cihe
nenas, pesnê xwe dide xas û xas.
Dimirim
dibeecim, ceh dibe ez birinc im.
Dinê li dinê,
çave gur li bizinê.
Dinya bûye kes,
tu kesî negotiye bes.
Dinya wa
hatiye, wê wa jî here.
Diran êş,
derman kêş.
Diranê xwe
veşêre, se li hestiyan digere.
Dîtina çavan,
qinyata dilan.
Dîtiya dît,
nedîtiya di xwe de rît.
Evdilxebûr e,
ji rehma Xwedê dûr e, koda wî piçûk e, çirnika wî kûr e.
Çirnik: Kodek
genim ê qeras e.
Evdilxebûr:
Qeraşek li Tendûrekê
Ew mirî nakeve
ber wî girî.
Ew girî nakeve
ber wî mirî
Ew sal e, le ne
ew bihar e.
Ew serî ye, ew
oxir e.
Nakim mêran,
kundan nakim dewsa şêran.
Êle xwe bi pîre
girt, pîre xwe bi êle girt.
Gavan hat
zeviyê, jina gavan nû bezî teşiyê.
Gaye qermo bi
heft çermo.
Ger ne fend e,
ev çi dar û bend e.
Germ germa
tûyan e, kêf kêfa rûtan e.
Gîha li ber gur
e, goşt li ber mîhê ye.
Gostê diziyê
naxwe lêbelê pariyê xwe di avşorê de dike.
Got: "Apo
jina te kevn e." Got: "Ji minetan çêtir e." Got: "Apo sa tu
girtî!" Go: "Lawo, apo çi se ye?"
Got:
"Erebo quna te res e." Got: "Male min ev e."
Got:
"Keçelo te sere xwe şûşt?" Got: "Min hûna jî."
Got:
"Kîjan millet baş e?" Got: "Mirovê baş baş e."
Got:
"Ziyarete min gelek caran bi te derew sond xwar, te tistek li min
nekir." Got: "Min jî gelek caran mala te xera kir hayê te pê
tune?"
Gotin:
"Kul hatiye gund we ji her male du kesan bibe." Hemî kesî çave xulam
niherî. Xulam got: "Bele yek ez le ka ye din?"
Kevan hindî dar e, xwarin goşt e ya din jahr e, jin dotmam e ya din yar e.
Gur hata
diyara, hewar kete hezara.
Gur hate
diyara, delîl halê hejara.
Gur hate nav
malan, wey li halê feqîr û jaran.
Wa dikim dê
dimire, ha dikim bav dimire.
Hat ji karê,
nehat ji malê.
Hat ji palê, bû
xwediyê malê.
Hat kurê
malê, nehat ziyana salê.
Lê hat bazirgan
e, lê nehat xwediyê gayê wêran e.
Hedî diçim dibêjin,
gêj e; zû diçim dibêjin, bîj e.
Heftyaro, li
ber çavan diyaro.
Heqê Elî
dixwaze ji Welî.
Heqê xwe jî
dide, serê xwe jî dişkîne.
Her du jî tû
devê hev nakin.
Hesp û kesp li
ba wî yek in.
Heta hebû dims,
ez mam û tu pis; dema ku nema dims, ez Motî û tu Botî.
Heta malek ava
kir, gundek wêran kir.
Heta neçe
diyarê gorê, mirin nakeve bîrê.
Heyrana kûçikê
gurêx, li beriye diewte, li zozana gur miyê berdide.
Him dinale, him
vedimale.
Hirç hat, va
rez; diz hat, va pez.
Hûkê dike mûkê.
Hûr bajo, zû
bajo, dûr bajo, kûr bajo û ga neêsîne.
Hûrik hûrik
dagirt tûrik.
Ji binê sola
xwe re bêje.
Ji bo çilê, xwe
dike gilê.
Ji bo gûrzek
gîha, lodekê dişewitîne.
Ji bo kêçekê,
lihêfekê dişewitîne.
Ji deve re
gotin: "xet"; got: "Ez nikarim qet."
Ji dijminan re
zare şêrîn, pişta hişk.
Ji eşîran eşîra
me, ji gundan gundê me, ji malan mala me, ji mala me jî ez û birayên xwe,
lêbelê zêde zêde jî ez.
Ji gur
birçîtir, ji mar tazîtir e.
Ji kirinên şêx
û melan, dîsa rehmet li cahilan.
Ji tivingê re
nîşan, ji hespê re meydan.
Ji tunebûna
şêran, rovî xwe nîşan dikin wek mêran.
Kalbûne li min
kar kir, xortaniyê mala xwe li cem min bar kir, qîza rûye xwe ji min guherî,
bûka dilê xwe ji min sar kir.
Kalo ji
bênefsî, pîrê ji bêkesî herduyan jî li hev pirsî.
Kevir û kûçik
li min barî, xêr û xweşî li te barî.
Kî dike kî
dixwe? Kî dixwe kî li xwe dixe?
Kumê Xiço li
serê Piço, ne hat ne diço.
Lêhat bazirgan
e, lê nehat xwediyê gayê wêran e.
Li Bexdayê
xurme pir in, ji min re çi?
Li vir teq, li
wir teq, heta çûne dinya heq.
Lingê gur girtin
avêtin nav koza berxan.
Lomekaro,
gunehkaro.
Mêrik ket bin
siya axê, axê ket bin siya doxîna xwe.
Mirov kevira
davêje Birca Belek, navêje selika rêxe.
Mirovê bê
guman, bê dîn û bê îman.
Min çi xêr dît
ji bênderê, çi bibînim ji kozerê.
Mirazê bê dil,
weke kirasê bê mil.
Nan da ber me,
ço da ser me.
Nan da ber me,
tajiyê xwe berda ser me.
Ne bi halekî,
ne bi malekî, tu çi zanî hewalekî.
Ne malê pir, ne
gerdana stûr; malê pir zû ziyan dibe, gerdana stûr zû zirav dibe.
Ne sora ber
agira, ne rinda be çira.
Par li me dida
dara, îsal xwe nagire li ser çardara.
Roviyê newala,
bû xwediyê mala.
Sûret paç e, ya
ji dil naçe.
Şeko peko, navê
xwe li hevalê xwe ko.
Şox û seng e,
bi nav û deng e.
Timahkaro,
gunehkaro.
Timayo, ji
hevalan mayo.
Tu xweş mevan
e, le ne tu mazuvan e.
Vê ava gûşe
gûşe, kes nabêje dewe min tirş e.
Wek kevire bine
bîre.
Wek mar e, ne
cih e, ne war e.
Xwedî kir bi
destê xwe, kir emelê serê xwe.
Xwediyê goşt ji
dizane goşt heram e; xwediyê pera jî zane pere qelp in.
Zebeş e, dendik
reş e; çiqas xweş e.
Zilamek hebû,
wexta nanê wî hebû, dewê wî tunebû; wexta dew hebû nan tunebû; wexta herdu
hebûn ew tunebû.
Yekî got ez dimirim, tevir got ez hazir im.
Xwedê kerîm e, ezab jî elîm e.
Tirî reş bû, riya rez xweş bû.
Berê qeweta dijminê xwe bizane, paşê pê re şer bike.
Ê ku ji Xwedê netirse, jê bitirse.
Bila zik têr be, bila cih qelşa zinêr be.
Ji kerê we ye ku manker horî ye.
Xwedê mirov neke hêsîrê kîn û nefretê.
Xalê Bekir çavê xwe vekir,
Mirêk danî, li xwe mêze kir,
Serê xwe şûşt, riyê xwe şe kir.
Gur got mirovo, mirovê fehş
Min ê xelkê xwarine ga û gamêş,
Min ê te xwariye kerekî cehş!
Min ew sêv danî,
Gul li şûnê danî.
Yekê tenê, ji mirinê re ye.
Comments
Post a Comment