Skip to main content

Bilind mefire, da ku tu nizim nekevî.

 

Bilind mefire, da ku tu nizim nekevî.

Diranê xwe veşêre, kûçik li hestiyan digere.

Mîh firot bi heftan, dûyê wê kirî bi heştan.

Gur hate nav malan, wey li halê feqîr û jaran.

Wa dikim dê dimire, ha dikim bav dimire.

Got: "Kîjan millet baş e?" Got: "Mirovê baş baş e."


Çiqas dinya li hev dikeve, tiştek ji me re bi ser dikeve.

Bûye çêleka sor, şîre xwe dide dawiye lingê xwe lê dixe.

Kevan hindî dar e, xwarin goşt e ya din jahr e, jin dotmam e ya din yar e.

Abor daye eborê.

Adar e, dew li dar e, şivan li mal e, kebanî bi kar û bar e.

Afirê gamêşa bû warê kelşemêşa.

Agir bi serê min ketiye, tu jî li ber rûnê xwe diqijirînî.

Agirê bin kayê ye

Agir pêkeve bêhna pîso jê nayê.

Apê Sorbirçî, ji destê wî gurî derket kete destê vî hirçî.

Apê Faris, niha tu nemirî, tuyê bêyî nav garis!

Ar û pelûr e, xuy û xeyset qebûl e.

Aş bi xeyalekî, qeraş bi xeyalekî.

Aş digere, çeqçeqok diranê xwe dişkîne.

Av li Nêrwan e, fêde li Teqwan e.

Ava zimzim, li pêy dibezim.

Ax û avayî, nav û nandayî.

Axa li kêfe ye, mal maye li bin berfê ye.

Banê me yek ban e, hêlek deşt e, yek zozan e.

Baranê erd şil kir, zîpikê erd qul kir.

Barê kerê, li ser pişta devê ye.

Baz bi bazan re, qaz bi qazan re, mirîşka kor bi dîkê kulek re.

Bêar, çi ji ar bike; wê kumê xwe tim xwar bike.

Bêmal e, malxwê malê; neyê mal e, qeda salê.

Behra şîn e, av tê de nîn e.

Bejin biriqî, dil xeriqî.

Bejin lal e, bila nêbejin tiral e.

Bejin tît e, mal mecît e.

Bejin zer e, dil jehr e.

Bejna min sehr e, dile min jehr e.

Bêndera ku kûçik li ser bigere, ew çi bênder e?

Berf heliya, ling wesiya.

Berx spartine gur.

Kezeb spartine pisîkê.

Li Bexdayê xurme pir in, ji me re çi?

Were mala me, tê bibînî halê me.

Bi destan da, bi lingan li pêy ket.

Bi destên xwe mala xwe xera kir.

Bi kinco, were qunco, bi qerpalo here malo.

Bi qîzanî mîr bû, bi jinanî pîr bû.

Bi şev şemamok e, bi roj pîrebok e.

Bi tekbîr, dikolin bîr.

Bi vê qûne, tu naxwî hêkerûne.

Bi ve qûşe, tu naçî Mûşe.

Bi vî hisî, tu nagihêjî çu par û pisî.

Bi xwe, bûme dizê sola xwe.

Bihûşta ku ez ne lê bim, bila ker tê de vegevêzin.

Bila ya dehan jî li ser ya nehan be.

Birayê ji dê ye, silava dide li pê ye; ew jî ji bo lomê xelkê ye.

Bizina reş e, her roj nexweş e.

Bûye berete, li ser beratan.

Bûye çiyayê Sîpane, serê xwe danaxe.

Bûye dasiyê masiya.

Bûye defa ber kera.

Bûye diwarê ser buzê.

Cano min tu danî, kesî tu hilneanî.

Car caran tîne, gayê reş baran tîne.

Carekê te bixapîne ar di mala wî keve; bû du caran, du caran ar di mala wî keve; ku bû sê caran ar di mala te keve.

Caw bû kitan, dew bû derman.

Cila sil e, ketiye mil e.

Çawa sûk e, gaz biçûk e?

Çawa sûk e, wilo jî bûk e.

Çem tim nayê, qirş û qal li ber nayê.

Çemê Miradê çiqasî rabe, nikare tiştekî ji quling bike.

Çilkek e, milkek e.

Çira xizanî, ji nezanî.

Çû ser darê, dara bin xwe birî.

Çûk e, diçe li ser hekê betan rûdine.

Dar bi verotinê, mirov bi gotinê.

Darbiro daran bibir, gumana xwe ji Xwedê nebir.

Darek digire, hezar dar û devî dihejîne.

De ka kuma deynin, pirsa jê bikin.

Wexta kird hat serî, bizire wekî kerî, dîsa jî xelk bêje aferî.

Dêrek ava kir, mizgeftek xera kir.

Derewek wan ji deh rastê me çêtir e.

Desto bi xwe gesto, ha diwesto, ha diwesto.

Dev ji zirna zer berdaye, bi qula ebcetê girtiye.

Devî paç e, zikî xaç e.

Dewlet e, bel e, gewr e, bi şev sayî ye, bi roj ewr e.

Diçe cihe nenas, pesnê xwe dide xas û xas.

Dimirim dibeecim, ceh dibe ez birinc im.

Dinê li dinê, çave gur li bizinê.

Dinya bûye kes, tu kesî negotiye bes.

Dinya wa hatiye, wê wa jî here.

Diran êş, derman kêş.

Dîtina çavan, qinyata dilan.

Dîtiya dît, nedîtiya di xwe de rît.

Evdilxebûr e, ji rehma Xwedê dûr e, koda wî piçûk e, çirnika wî kûr e.

Çirnik: Kodek genim ê qeras e.

Evdilxebûr: Qeraşek li Tendûrekê

Ew mirî nakeve ber wî girî.

Ew girî nakeve ber wî mirî

Ew sal e, le ne ew bihar e.

Ew serî ye, ew oxir e.

Nakim mêran, kundan nakim dewsa şêran.

Êle xwe bi pîre girt, pîre xwe bi êle girt.

Ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe şolik.

Gavan hat zeviyê, jina gavan nû bezî teşiyê.

Gaye qermo bi heft çermo.

Ger ne fend e, ev çi dar û bend e.

Germ germa tûyan e, kêf kêfa rûtan e.

Gîha li ber gur e, goşt li ber mîhê ye.

Gostê diziyê naxwe lêbelê pariyê xwe di avşorê de dike.

Got: "Apo jina te kevn e." Got: "Ji minetan çêtir e." Got: "Apo sa tu girtî!" Go: "Lawo, apo çi se ye?"

Got: "Erebo quna te res e." Got: "Male min ev e."

Got: "Keçelo te sere xwe şûşt?" Got: "Min hûna jî."

Got: "Ziyarete min gelek caran bi te derew sond xwar, te tistek li min nekir." Got: "Min jî gelek caran mala te xera kir hayê te pê tune?"

Gotin: "Kul hatiye gund we ji her male du kesan bibe." Hemî kesî çave xulam niherî. Xulam got: "Bele yek ez le ka ye din?"

Gur hata diyara, hewar kete hezara.

Gur hate diyara, delîl halê hejara.

Hat ji karê, nehat ji malê.

Hat ji palê, bû xwediyê malê.

Hat kurê malê, nehat ziyana salê.

Lê hat bazirgan e, lê nehat xwediyê gayê wêran e.

Hedî diçim dibêjin, gêj e; zû diçim dibêjin, bîj e.

Heftyaro, li ber çavan diyaro.

Heqê Elî dixwaze ji Welî.

Heqê xwe jî dide, serê xwe jî dişkîne.

Her du jî tû devê hev nakin.

Hesp û kesp li ba wî yek in.

Heta hebû dims, ez mam û tu pis; dema ku nema dims, ez Motî û tu Botî.

Heta malek ava kir, gundek wêran kir.

Heta neçe diyarê gorê, mirin nakeve bîrê.

Heyrana kûçikê gurêx, li beriye diewte, li zozana gur miyê berdide.

Him dinale, him vedimale.

Hirç hat, va rez; diz hat, va pez.

Hûkê dike mûkê.

Hûr bajo, zû bajo, dûr bajo, kûr bajo û ga neêsîne.

Hûrik hûrik dagirt tûrik.

Ji binê sola xwe re bêje.

Ji bo çilê, xwe dike gilê.

Ji bo gûrzek gîha, lodekê dişewitîne.

Ji bo kêçekê, lihêfekê dişewitîne.

Ji deve re gotin: "xet"; got: "Ez nikarim qet."

Ji dijminan re zare şêrîn, pişta hişk.

Ji eşîran eşîra me, ji gundan gundê me, ji malan mala me, ji mala me jî ez û birayên xwe, lêbelê zêde zêde jî ez.

Ji gur birçîtir, ji mar tazîtir e.

Ji kirinên şêx û melan, dîsa rehmet li cahilan.

Ji tivingê re nîşan, ji hespê re meydan.

Ji tunebûna şêran, rovî xwe nîşan dikin wek mêran.

Kalbûne li min kar kir, xortaniyê mala xwe li cem min bar kir, qîza rûye xwe ji min guherî, bûka dilê xwe ji min sar kir.

Kalo ji bênefsî, pîrê ji bêkesî herduyan jî li hev pirsî.

Kevir û kûçik li min barî, xêr û xweşî li te barî.

Kî dike kî dixwe? Kî dixwe kî li xwe dixe?

Kumê Xiço li serê Piço, ne hat ne diço.

Lêhat bazirgan e, lê nehat xwediyê gayê wêran e.

Li Bexdayê xurme pir in, ji min re çi?

Li vir teq, li wir teq, heta çûne dinya heq.

Lingê gur girtin avêtin nav koza berxan.

Lomekaro, gunehkaro.

Mêrik ket bin siya axê, axê ket bin siya doxîna xwe.

Mirov kevira davêje Birca Belek, navêje selika rêxe.

Mirovê bê guman, bê dîn û bê îman.

Min çi xêr dît ji bênderê, çi bibînim ji kozerê.

Mirazê bê dil, weke kirasê bê mil.

Nan da ber me, ço da ser me.

Nan da ber me, tajiyê xwe berda ser me.

Ne bi halekî, ne bi malekî, tu çi zanî hewalekî.

Ne malê pir, ne gerdana stûr; malê pir zû ziyan dibe, gerdana stûr zû zirav dibe.

Ne sora ber agira, ne rinda be çira.

Par li me dida dara, îsal xwe nagire li ser çardara.

Roviyê newala, bû xwediyê mala.

Sûret paç e, ya ji dil naçe.

Seko peko, navê xwe li hevalê xwe ko.

Şox û seng e, bi nav û deng e.

Te şûşt ava bi gû, ez çi bikin qenciya li dû.

Timahkaro, gunehkaro.

Timayo, ji hevalan mayo.

Tu xweş mevan e, le ne tu mazuvan e.

Vê ava gûşe gûşe, kes nabêje dewe min tirş e.

Wek kevire bine bîre.

Wek mar e, ne cih e, ne war e.

Xwedî kir bi destê xwe, kir emelê serê xwe.

Xwediyê goşt ji dizane goşt heram e; xwediyê pera jî zane pere qelp in.

Zebeş e, dendik reş e; çiqas xweş e.

Zilamek hebû, wexta nanê wî hebû, dewê wî tunebû; wexta dew hebû nan tunebû; wexta herdu hebûn ew tunebû.

Yekî got ez dimirim, tevir got ez hazir im.

Xwedê kerîm e, ezab jî elîm e.

Tirî reş bû, riya rez xweş bû.

Berê qeweta dijminê xwe bizane, paşê pê re şer bike.

Ê ku ji Xwedê netirse, jê bitirse.

Bila zik têr be, bila cih qelşa zinêr be.

Ji kerê we ye ku manker horî ye.

Xwedê mirov neke hêsîrê kîn û nefretê.

Xalê Bekir çavê xwe vekir,

Mirêk danî, li xwe mêze kir,

Serê xwe şûşt, riyê xwe şe kir.

Gur got mirovo, mirovê fehş

Min ê xelkê xwarine ga û gamêş,

Min ê te xwariye kerekî cehş!

Min ew sêv danî,

Gul li şûnê danî.

Yekê tenê, ji mirinê re ye.

Destê tenê, deng jê nayê.

Ê ku here masiyan, dê tengala wî şil bibe.

Çav (nezer), keviran jî diteqîne.

Nezer e, ji min der e.

Nîvê mezela, ji nezera.

Sedeq, mirin li pêşiya me heq.

Mirov bi agirê cehnemê jî bi hev disekine.

Ewr çû Mûş, erd bû pûş; ewr çû Heleb, erd bû seleb.

Ji serê çivîkê, qelî çênabe.

Zimanê kin, serê rehet.

Karê, serê sermiyan xwar.

Li ser darê tune ku daweşîne, li binê darê tune ku berhev ke.

Hinek serê biskê ne, hinek jî doxa heskê ne.

Ku keç çûn mala mêrê xwe, bila ji bîr bikin xeysiyeta mala bavê xwe.

Ku Xwedê da, kes nikare bistîne.

Car heye rev ji serhildanê çêtir e.

Ma kî ji wê dinê serşikestî hatiye.

Sêvên sor jî kurm dikevin nava wan.

Gotina jinê, dawiya dinê.

Ha te kir hûr, ha te kir tûr.

Ger hate ber, dest bide ser.

Roviyê hişyar, çêtir e ji şêrê nivistî.

Niyeta Remezanê, îda qurbanê.

Gav diçe, bê qeza naçe.

Miya xerîb, li rexê kerî mexel dikeve.

Pariyê mezin, gewriyê didirîne.

Gur mir, rovî li meydanê govend girt.

Ji dijminê xwe re mêr be, ji dostê xwe re ciwamêr be.

Dost li dostan dibin mêvan

Pişe çek e, li milê xwe ke; li ku lazim bû, li wir veke!

Xwediyê sebrê, milûkê Misrê.

Ji aş têm, serê mi bi ard e.

Payîz hat, lihêfa sêwiyan qetiya.

Hin kevanî hene, garis dikin genim; hin kevanî jî hene, genim dikin garis.

Zarê şîrîn, pîvaza tûj dike hingivîn.

Jina çê, mêrê xwe dike wezîr; jina xirab mêrê xwe dike kizîr.

Bûk li ser pişta hespê ye, kes nizane qismetê kê ye.

Por tune, biskan şe dike; kes tune, li xwe mêze dike.

Porê xwe veke, li bextê xwe mêze ke.

Ku diz ji malê be, qufl û mifte betal e.

Dê dihejîne, dê dimijîne.

Ne qic heye bimije, ne mêr heye bikuje.

Havîn e, germ mejiyan dihelîne.

Ma ev gûyê henekan e!

Mizgeftê, baş bû ku ji te bû, ne ji min bû.

Pelên darê, mizgîniya biharê.

Silav li miyan e, ne li riyan e.

Nan û şîr, xwarina mîr; nan û sîr, xwarina kizîr.

Ga, li ser golikê namore.

Gava ecelê mûriyê bê, baskên wê tên.

Mastê biharan, bidin neyaran; mastê payîzan, bidin ezîzan.

Sibat e, malxoyê malê ne kar e, ne xebat e, kevanî di nava malê de maye mate.

Berxê mîjo, bi du makan dimijo.

Mal têr e, kevanî şêr e.

Malê dinê, qirêja destan e.

Malê heram, di heramiyê de diçe.

Jin bîne ji malmezinan, qelen bide, hezar û hinan.

Bi xêra seriya dixwe keriya

Bi zana re here dojehê (cehnemê), bi nezana re nere bihuştê (cenetê).

Binale nenale wê koxê bimale.

Bîrên me avdar in, xortê me sazdar in, dengbêjên me navdar in.

Ga û parî li bal wî yek e...

Agir berda komê, xwe da fêza zomê.

Hûr bifikire, kûr bifikire, dûr bifikire.

Fira mirîşkê heta ser sergo.

Mêvanê derewîn, carek dixwe firavîn.

Pîvaz çiqas firk be, serê xwe ewqas mezin dike.

Kî dinê didoşe? Ê ku dikire û difroşe.

Jin, ya seyd e, ya qeyd e.

Birîna li hevala, tîra li kendala.

Nenûk û goşt ji hev nabin.

Gotina xweş li xerîban, parîya xweş li merivan.

Lêv ji diranan zêde ye.

Kes nîhandina dîya xwe ji bîr nake.

Çêlikên maran, bê jehr nabin.

Tu li pêy xwe çi bihêle, ew li bendî te ye. Jibîrkirin îxanet e.

Jê ditirse lê dipirse.

Nifir, ne ji çê ne ji xirab.

Destê te'ebî li ser zikê têr e.

Erdê xozan, erdê ne şûv

Yê çû oda, tiştekî naxe koda.

Gayê sor heta ber kêrê sor e.

Dewlet bû ker jî lê siwar nebe (bawerî pê nayê).

Kebanî bûn sisê, nan çû ber sê.

Ket çalê, kes nabê were malê.

Kê go ez, bû kûçikê pez.

Lawê bava pirr in.

Kûçik bi kûçik dixeniqîne.

Mirov ji dinê têr nabe.

Ne bi dewleta hella hella ne bi ziyareta şêx û mella.

Pars ji parsekçiya nabe.

Qet qet dibe werîs.

Fûtwa mele, di paşila mele.

Şevê pûka, pirske ji bûka.

Şîn û şahî li cem hev nabin.

Gotina xerab, a xwediyê xwe ye.

Taba mêra û tirê kera!

Tas çi çingiya çi şikiya.

Te kir mêrî, bibe sêrî.

Tim û tim çem nayê, qirş û qal li ber nayê.

Cih ji cih bixêrtir e.

Xeber ba ye

Gotinên xerab, çêr ba ye

Çê kiro bi xwe kiro, xera kiro bi xwe kiro.

Dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e.

Dujminê baqil ji dostê ehmeq çêtir e.

Bersiva ehmeqa sikût e.

Zimano req serîyo teqe

Peqilkê ser avê rûyê derewîna derdixe.

Aşê nezana bi xweber digere.

Ji devê dikeve ji hopehopê namîne.

Piştî baranê ga cilik dike.

Axa jin û mêran ne yek be, serê wan naçe ser ba’lîfekê.

Mele çavê xwe li şînê, aşiq li şahiyê digerîne.

neyarhewîn

Hewya min nabe

Jina çê siltan e,

Emrê meriya qurban e,

Qîza dîtyan e,

Rûspitya malxwê malan e.

Jina xerab, ne derde ne derman e

Ne tê kûştin ne tê berdan e

Emela seriyê meryan e.

Kero, nemir bihar hat; pîrê nemir qivar hat.

Ne serê xwe biêşîn, ne dilê xwe biêşînin.

Tiliya xwe di çavê xwe re kir.

Çem û çem çû.

Çep avêt, rast hat.

Çi bihar û çi guhar!

Çavê keçikê li yasînê ye, çavê mele li doxînê ye.

Çav tirsane, ling beza ne.

Jina xwelîliser, mêrê çavlider.

Çawa çaq e, saq liyaq e.

Çawa dîk e, wisa kumika dîk e.

Dereng bû, çeleng bû.

Çû çemek bêbûr tune.

Sêva çê, para hirçê.

Çê hat, min kirî; xirab hat, te kirî.

Ji serê çivîkê qelî çênabe.

Ku virr be, çi hindik, çi pirr be.

Çiqas ji hev dûr, ew qas li hev gul û nûr.

Siwarên keran, nagihêjin deran.

Se li ber derê xwediyê xwe xurt e.

Hezkirina zêde çav dertîne.

Derba neheqan li eniyê ye.

Dereng bû, çeleng bû.

Tiştê ku dilê mirov rehet dike, dew e; tiştê ku laşê mirov rehet dike, xew e; tiştê ku mala mirov xera dike, derew e.

Dinya derewîn e, ji kesek re namîne.

Tolika deşt û zozanan, dermanê dev û diranan!

Ku feqîr zengîn bibe, pihînek li kulafê bavê xwe dixe.

Girar bi xwê, xwê bitam.

Kerê bi doxa bivir de rêx kir.

Kî biwefa ye, ew bav û bira ye.

Dostekî bixêr, çêtir e ji deh birayên bêxêr.

Ku bizin têr bixwe, qiloçên xwe li kendalan dixe.

Ava bîrê, bi sexbîrê.

Roviyê welatê xwe, mede bi şêrê biyaniyan.

Çu çemek bêbûr tune.

Ker çû Bexdayê, bû hêstir.

Av çiqas di golê de bimîne, ewqas genî dibe.

Dil bijiya, çav rijiya.

Bila jin jina çê be, bila mal kuna hirçê be.

Bila mirov şûştî be, bila mirov birçî be.

Bila Xwedê yar be, bila dinê neyar be.

Rez û pez, zengîniya bi lez û bez.

Erd hişk, asîman bilind.

Bilûra ber gayan, qîrîna ber gencan.

Çavê kê zer e, hemî nezer e; zikê kê gir e, hemî bilxur e.

Genimê li şûna kizinê, berxê li ber bizinê, mêrê bindestê jinê, her sê jî bi hesabê mirinê.

 

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...