Çerxa cîhanê bi xwendinê digere.
Yê xwend 'elimî, yê nexwend cehimî.
Çiqas tu zana be jî, ji zana bipirse.
Bela nezanan, xerabtir e ji zilma zaliman.
Bixwe jajiya feqîran, mexwe birinca mîran.
Gûyê kiroxan, li rûyê êriyan e.
Şûr kalanê xwe nabire.
Min xwedî kir bi bistanan, keça xelkê ew ji min stand
bi navranan.
Bişara xweş e, bi bûka re.
Mele û ilmê xwe, axe û zilmê xwe
Berê biedilîne, paşê bixemilîne.
Belayeke pir mezin bi sebreke biçûk derbas dibe.
Av di cihê teng de deng dide.
Pîr e, bibîr e.
Mamê Remedan, ga û golik bi der dan, di dest de ma ew
xeberdan.
Dewaran mekire di Nîsanê de, keçan mebijêre di dîlanê
de.
Xayinan daf medin, ew ê bikevin.
Kur darê bavê digire, keç teşiya dê digire.
Li daran e, bi qasî bîst û çaran e.
Bila mirov li ser du daran be, ne li ser dev û zaran
be.
Ne deyndar, ne maldar.
Xelkê têr bike, paşê daxwaza başiyê jê bike.
Dermanê xwestinê, dayin e.
Ku hewes e, carek bes e.
Dil şûşe ye; ku bişike, êdî nacebire.
Jin hene, jinên malan in; jin hene, jinên cilan in.
Xwedê hefza mirov bike ji şerê jinan û ji agirê cinan.
Havîn e, her der cih û nivîn e.
Çol fire ye, derew bêpere ye.
Serî cîcî ye, binî gincî ye.
Legleg sipî ye, sala penbû ye; legleg cûn e, sala rûn
e.
Kerê ku barê te lê nebe, jê re ço ço meke.
Çend çiya hene, yên kurdan in.
Mala wî çova wî ye, çova wî li ser milê wî ye.
Malê wî darê wî ye, darê wî li ser milê wî ye.
Çivîk çivîk e, heta hêlîna xwe çêneke çûçik dernaxe.
Bizina bizin e, heta mexelê xwe paqij neke mexel nayê.
Goşkar pêxwas in, çûlag bêkiras in.
Bi kerê nikare, diçe kurtên.
Gav diçe, bê qeza naçe.
Çi ye?, nîvê pevçûnê ye.
Janê, janê, janê
Derdê bêdermanê!
Te çima ez anîm emanê.
Wetaq bi obê ma, kevçê bo kodê ma.
Xaltiya donê; ji ser ve pakê, ji bin ve conê.
Berûyê darekê ne, pîvazê mişarekê ne.
Ga dimire, çerm jê dimîne; mêr dimire, nav jê dimîne.
Nav giran e û mal wêran e.
Ku mirov da avê, çi li çokê, çi li navê.
Çi dikî bike, li navbera xwe û Xwedê mêze ke!
Şerê xwebixwetî, kes nikare tê de bike navbercîtî.
Bi nanekî, mirov nandar nabe.
Bi nanekî, mirov navdar nabe.
Yarî, paşê dibe neyarî.
Bi berxîtî têr şîr nexwar, bi kavirî têr giya nexwar.
Ne Adar e, ne Nîsan e; roja Feqiyê Teyran e.
Çiyayên bilind bê berf nabin, newalên kûr bê av nabin.
Xweş nahêlin nexweş binalin.
Mirin, mirin e; nexweşî, malxirabkirin e.
Hêka siltanî, ne pê û ne panî, xeyn ji Xwedê kes
nizanî.
Nan, parî parî; av, heta karî.
Pariyê mezin, gewriyê didirîne.
Ne pariyê mezin bixwe, ne peyvê mezin bêje.
Bi zikê birçî, quretî nabe.
Agirê xweş, di qurman de ye.
Gavek ji dinê re, yek ji axretê re.
Destê reht li ser zikê têr e, destê rihet li ser zikê
birçî ye.
Ciyê ehmeqan, li ber gola req û beqan.
Ziman xweş e, lê dil reş e.
Ew, tewr bê nîna direqise.
Tayê gotiye ez zor im, xewê gotiye ez zortir im.
Xweş, nahêlin nexweş binalin.
Sal sipî ye, bar tijî ye.
Ji malê, yekê qalê.
Mala Qaso, li qelşa kevir.
Qelûn bû çixare, mêr bûn dubare.
Deng, li dêng vedigere.
Mirin mirin e, ev çi xirexir e.
Yê ku dipirse, ditirse.
Hesp bi gem û hefsar, mêr bi soz û biryar.
Ne ji dînan bistîne, ne bide dînan.
Çavê nalbendan, li simên hespan e.
Pir in, bê sir in.
Heger çov zirav e, sînor av e, heger çov stûr e, sînor
zûr e.
Tê sotin, nayê gotin.
Hêrsa mêran, mîna ye kela şîr.
Bi qûna tazî, tenbûrê dixwazî.
Ba jî ji te, baran jî ji te.
Sibatê, kûçik xwe davêjin siya latê.
Heta kevanî lebitî, nefsa mêvan peritî.
Her Firewnek, Mûsayek li ber pozê wî ye.
Heta serê mirov dêşe, bila rûyê mirov bêşe.
Hevalê xwe di rê de binase.
Gava hat, hê-hê meke; gava çû, ho-ho meke.
Mewîj li hev dikevin, deng ji wan nayê; gûz li hev
dikevin, deng ji wan tê.
Berê bişêwire, paşê bikire.
Êvarê hewşa bavê min tijî bizin e, ez sibê radibim ku
yek jî tune.
Ji nexweşan re mar jî vedireşe.
Min çi kir ji mala malîn, ku ez ê çi bikim ji koda
darîn.
Genimê li şûna kizinê, berxê li ber bizinê, mêrê
bindestê jinê, her sê jî bi hesabê mirinê.
Sûc bibe kurk jî kesek wernagire.
Dizî, ne şanê mêran e, lê karê seyan e.
Ê melê jî ew şaşik e.
Bi Xwedê, ez jî jixwe di vî çiwalî de şaş mame.
Xwedê hefza mirov bike ji şerê jinan û ji agirê cinan.
Ku agir bi dehlê keve, ter û hişk tev dişewitin.
Ne şeytên bibîn, ne naletê lê bîne.
Serê şikestî, çêtir e ji ya xwestî.
Mirov ku şil bû, ji baranê natirse.
Agir û pûşî, li ber hev nabin.
Ji weliyan pelî, ji peliyan welî.
Pelî, kesê xirab û xirabikar...
Însan teyrê bêper e.
Bertîl, li ber derê cehnemê jî pere dike.
Par miro, îsal şîn kiro.
Dê û dotê şer kir, kêmaqilan jî bawer kir.
Çûne şûna miriyan, herkes li yên xwe giriyan.
Wexta ku gîha bû kes ne xuya bû, dema bû firîk Hemo û
Heso bû şirîk.
Çûme mala dewrêşan, dane ber min mastê gamêşan.
Tajiyê Mihê Koro berdidane kîvroşkan, diçû qijikan.
Parsek çû ber deriyê dewlemendê qesîs, şîret lê kir.
Heft salan xela be, ne salekê berberî be.
Bila bazar li şûvê be, ne li pirêzê be.
Bila tu xwîndar bî, ne deyndar bî.
Bila bûk çê be, bila keça sê be.
Bila dil bi dil be, bila tûrê parsê li mil be, bila
binê tûr jî qul be.
Bila mirov mêr be, bila rojekê li dinê be.
Bila çavekî meriv tune be, bila bextê meriv hebe.
Bila mirin hebe, pîrbûn tune be.
Xwezî ez bûka metika xwe bûma, firaxşoka şorbê û dimsê
bûma.
Xwezî mirov derdê dilan bikişîne, êşa diranan
nekişîne.
Pîrî û (bi) hezar eybî (ye).
Cîranê çêyo, (wekî) bav û dêyo (ye).
Nêta Remezanê, (ji bo) cejna Qurbanê (ye).
Ha li çongê (xist), ha li navê (xist).
Çavê li deriyan, xwelî li seriyan (be).
Bê malo; (wek) bê xaltî û bê xalo (ye), bi malo; (wek)
bi xaltî û bi xalo (ye)
Dinya gav û gav.
Dinya bi gav û gav e.
Roj qedene, sal dehfane.
Law ji bavê re, keç ji dê re.
Ezibandina yek carî, behsa sed salî.
Bextê dê, cihêzê qîzê.
Bûka xalê, delaliya malê.
Keç û kurên malê, gula dê û bavê.
Feqîr û jar, wek par û pêrar.
Emanet heta qiyamet.
Pelê darê, mizgîniya biharê.
Dengê ezmana, nîşana baranê.
Saleke şûv, yeke tov.
Saleke şûv e, yeke tov e.
Timayî, kêmayî.
Timayî, kêmayî ye.
Divê mirov li dinyê pişta xwe bide mêrekî çê yan jî
çiyayekî asê.
Alim, divê ku baweriyê bi ilmê xwe bîne.
Ku du dil bibin tevahî, dê çiya hildin ser çiyayî.
Dolaba mala xwe, bi xwe bigerîne.
Bi ciwanî bike, bi pîrî bixwe.
Destê te bi don be, di serê xwe bide.
Havînan berhev bike, da ku tu zivistanan bixwe.
Erbab be da ku tu girarê bixwe.
Serê xwe her bide dîwarê kevin.
Gava ku tu zana û têgihîştiyekî bibîne, jê re
xizmetkar be.
Bi xwediyê xwe re kirîn û firotinê neke.
Çavê nalbendan tim li siman e.
Kesê xebatkar nanê xwe ji kevir der tîne.
Ê pir zana kêm diaxive.
Kewên çê, kewa li xwe dihewîne.
Mirovê aqilmend, zimanê xwe di nav dilê xwe de kom
dike.
Aqilê sivik, barê giran e.
Kûçikê gûrêx ji guran natirse.
Bav rezek da law, law goşiyek neda bav.
Destê betala li ser zikê vala, destê biqilêr li ser
zikê têr.
Dîtina deyndarî, nexweştir e ji tîremarî.
Malê erzan bi hîlet e, malê buha bi hikmet e.
Bela nezanan ji ya zaliman xerabtir e.
Dijminê bêderew, çetir e ji dostê bê şeref.
Hevalên şahiyê zehf in, ên şînê kêm in.
Keçik li metan, lawik li xalan diçin.
Bila hingiv hebe, firax ji Bexdayê tê.
Heçî neke hesaban, dibîne ecêban.
Malê mirov tune be, mirov ji kûçik jî bêqedirtir e.
Malê te hebe, herkes dostê te ye.
Yê ku şerab bi deyn vexwar, du cara serxweş ket.
Dîn bi dînan re bizewicin, di pey re temaşa ji wan
çêdibe.
Yê bêalî bimîne, bê xwedî jî dimîne.
Yê neçîne, naçine.
Ê neçîne naçine.
Bi ava hindik aş nagere.
Xwelî li serê wê kerwanê be ku rêberê wê ker e.
Kurmê darê ji darê ye.
Êşa tiliyê, ya hemû laşî ye.
Kêm kêm bixwe, her tim bixwe.
Çêlikê maran bê jehr nabin.
Heta mirov nexweş nekeve, mirov nizane şev çiqas dirêj
e.
Serê kesê rast, tim bilind e.
Kerê guhsist tirên jidandî dike.
Dostanî ji bo roja reş e.
Mirov di agirê dostan de naşewite.
Rizqê mêvanan fireh e.
Deriyê xêran nayê girtin.
Bertîl keviran nerm dike.
Her ketinek, hînbûnek e.
Li pêy hêstirê meçe, bavê wê ker e.
Bila tu xwîndar bî û ne deyndar bî.
Law ji bavê re ye, keç ji dê re ye.
Diya baş ji hezar malimî çêtir e.
Dilên mêvanan nehêlin, wê bi xwe herin.
Kesê bêaqil zimanê wî jê re dijmin e.
Limêja Kurmanca ne îbadet e, adet e.
Gurê ku ne dijminê min e, bila hezar salî bijî.
Bi dinyê bişêwir, bi aqilê xwe bik.
Heçî li hespê hevalan siwar e, tim peya ye.
Hevalê ku bêje ‘heval heval’ nede dû.
Ez ez im, tu tu yî.
Xeber çekê jinê ye.
Karê ne ji min re, bayê wê di ser min re.
Dilê
min qoqê rêxê ye, heft sala geriyam li çolê ye, sala heşta polî poşman
vegeriyam malê ye.
Dê
û dotê şer kir, kêmaqilan jî bawer kir.
Çûne
şûna miriyan, herkes li yên xwe giriyan.
Mir
kerê qazî, herkes çû tazî, qazî bi xwe mir, kesî nekir lê gazî.
Wexta
ku gîha bû kes ne xuya bû, dema bû firîk Hemo û Heso bû şirîk.
Çûme
mala dewrêşan, dane ber min mastê gamêşan.
Rovî
xistine newalek xalî, jê heye bûye walî.
Sal
û mehê carekê nêçîra min hat, ew jî gûyê tajiya min hat.
Tajiyê
Mihê Koro berdidane kîvroşkan, diçû qijikan.
Parsek
çû ber deriyê dewlemendê qesîs, şîret lê kir.
Heft
salan xela be, ne salekê berberî be.
Xwedê
aqilekî bide bêaqilan.
Bila
bazar li şûvê be, ne li pirêzê be.
Bila
tu xwîndar bî, ne deyndar bî.
Bila
bûk çê be, bila keça sê be.
Bila
dil bi dil be, bila tûrê parsê li mil be, bila binê tûr jî qul be.
Bila
mirov mêr be, bila rojekê li dinê be.
Bila
çavekî meriv tune be, bila bextê meriv hebe.
Bila
mirin hebe, pîrbûn tune be.
Xwezî
ez bûka metika xwe bûma, firaxşoka şorbê û dimsê bûma.
Xwezî
mirov derdê dilan bikişîne, êşa diranan nekişîne.
Comments
Post a Comment