Skip to main content

Bûk jî ji me ye, tûtik jî ji me ye

Bûk jî ji me ye, tûtik jî ji me ye.

Li Bexdayê xurme zahf in, ji me ra çi ye?

Ku xwediyê êş, dev ji êş berde, qeraş wê çi bike?

Seyê diziyê di diziyê de diçe.

Her kes li dewsa lingê xwe digere.

Min got: Ez ê herim firo firr kim lê min nizanîbû ez ê di ser de guliyan jî kurr kim.

Wextê savarê, hate hewarê.



Mele deynê xwe zû ji bîr dike lê deyndarê xwe ji bîr nake.

Xwe dikin pûnga hemû giraran.

Siya darê, ji binê darê re ye.

Kalo nemir bihar tê, kero nemir qîvar tê.

Rûnê me di ser girara me de.

Tiştê ne ji mirov re, bayê wê di ser mirov re.

Ha giyan ha jiyan.

Barê giran, li ser pişta mêrê çê ye.

Holik da ser milê golik.

Malê qûn divê, girarê rûn divê.

Mî bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe, her kes dibeze ber singê xwe.

Qazî ye, bi gazî ye.

Gi hesp çû, bila hefsar jî here.

Xweliya min li serê Omeriyê bê rez, bêrîvana bê pez û yê ku xelk nabêje û ew dibêje ez.

Bi vê qûşê, mirov nikare biçe Mûşê.

Gîskê nede bi nîskê.

Çi dîlana mîr tê de, çi girara sîr tê de.

Erzan kirî, heban dirî.

Ji hinekan re deşt e, ji hinekan re teşt e.

Dara di nav rez de, gurê di nav pez de.

Ne bi kêrî defê tê ne bi kêrî zirnê tê.

Ca lawa dixwe helawa, ca qîza dixwe gûza.

Ahlê pîrekê li ser memberê ye.

Ca lawa ma li ber dîwaran.

Bêkêro, zimankêro.

Her tişt e, ne tişt e.

Xwelî li serê çiyayê bê rez, deşta bê werz, koçerê bê pez, ew kesê dibêje ez.

Baş e lê ne belaş e.

Gul bê sitirî nabe, rind bê kêmasî nabe.

Canê te can e, qey ê min balîcan e.

Çarox bi çaroxê, şaşik bi şaşikê.

Çi li tûr e, ew li hûr e.

Ê nebîne reşiyê, nabîne xweşiyê.

Dibêjin: Kê got? Nabêjin: Kê kir?

Tenûr bi tir û fisa germ nabe.

Dar bi verotinê, mêr bi gotinê.

Das û mas, em ji hev xilas.

Hesin ji hesin naxwe.

Nanê te ceh be, rûyê te genim be.

Nanê bêxwê dixwe, tirê şor dike.

Gotina genî, ji geniyan tê.

Bergîr li hev dixin, ker zîtoka dixwin.

Di şer de ji bêbext xayînan bitirse.

Pêşî lihevbîne, paşê bixemlîne.

Bi bizmaran xera dike zinaran, bi zimanan difire ber ezmanan.

Av ya biçûkan e, gotin ya mezinan e.

Giregir e, barhilgir e.

Lewitî, şewitî

Gotina lewitî, tê ji dilê şewitî.

Ma ya te kezeb e, ya min xezeb e.

Di xwe de dibîne, nasediqîne.

Dîn û îman niştiman e.

Dînxuran, dîn kirine dînîtî.

Ewî got: Sibeh e. Tu bêje: Êvar e.

Tu hew dîn î, tu min dibînî.

Kişt kişt e, tu ne tişt e, beranê qer li pişt e.

Yê bimîne, wê bibîne.

Serî pir in lê seriyên ku ji derdê mirov re bibin derman tune ne.

Serî pir in lê seriyên ku serî pê bisekinin tune ne.

Heciyo neçe bi hecê de, sola xwe meqetîne di rê de, heca te ew dera tu tê de.

Bawerî bi gurê birçî û marê tazî nabe.

Ne bextê dinê ne malê dinê.

Tu sax, ez silamet.

Nan ji bo hemû nefsan e, çek ne ji bo hemû kesan e.

Rêya dirêj bi gavên biçûk dest pê dike.

Mîrê mişkan, bûye axayê gişkan.

Meznaya bi qala, nabe sala.

Nanê bixwe bi qinyat, bizewice ji dereke kok û binyat.

Heyîyî kanî ye, tuneyî genî ye.

Neşo gulê bi gulavê, hilnede li bin aravê.

Şûşt bi heriyê, raxist bi diriyê.

Xwedê mirov ji nezera çavneşûştiyan biparêze.

Ezo, ne ezo, destmala gulgevezo.

Heftiyaro, li ber çavan diyaro.

Ez mîr bûma, ez ê xwedan kerî bûma.

Dest qirêj, pê qirêj, hemû bi me sabûnpêj.

Axa li kêfê ye, mal maye li bin berfê ye.

Gilî heye, gilîçî tune ye.

Îro li min e, sibehê li te ye.

Yekî du gayên wî hebûn; yek nediket hûndir, yek jî ji hûndir dernediket.

Ziman sor e, tevger kor e.

Ne gayê min li garanê ye, ne galgala nanê gavên dikim.

Serê xirxalo bin re korpalo.

Axayê me çi axa ye, teniya don e, qîra sîr e, li me geriya ye.

Memir e memir e hefa tê, mirî şûnda kêfa tê.

Bû xerman lê nebû derman.

Cila ku tu li ser rûniştî, kêr meke.

Birîna kêrê çê dibe, birîna zimên çê nabe.

Aqilê kêm, rê li ber mirovan winda dike.

Zimanê wî nebûna, qijakan wê çavên wî derxistana.

Palê çê, bernade cê.

Zêr winda kiriye, bi pê morîkê ketiye.

Yekta nebe, duta nabe.

Xesîs gûyê xwe hişk dikin û jê re dibêjin çortan e.

Qantir çiqasî biha be jî dola kerê ye.

Mêranî bêxasar nabe.

Xalê xesîs ne dixwe ne dide kesî.

Malê xesîs diçe fetîs.

Li ber defa cûna direqise.

Navê bajarê dûr xweş e.

Dahşikek mirov hebe, koça mirova li wara namîne.

Dolab bahs e, teşî reqs e, nexş hewes e.

Bela dîna, besî dîna ye.

Aqil mû dibire lê bêbextiyê nabire.

Aqil tune, kêf dike; pembo tune, eşêf dike.

Bersiva keritiyê bi keratiyê nayê dayîn.

Tew lo dilo, çi tê serê mino, hemû ji aqilê mino.

Ji golikê re gotin: Em ê teriya te jêbikin, ji kesî re mebêje. Golikê got: Ma ez nebêjim wê nebêjin ka teriya te?

Serê ço bi gemar e, binê ço bi gemar e.

Malê te hebe li ba lawê xwe be, quweta te hebe li ba qîza xwe be, aqilê te hebe li mala xwe be.

Aqil qîm nake loma fêm nake.

Ez berê te didim êş, tu berê xwe didî kêş.

Ker ker e, av li ber e, bikeve ser e, heb ji hebê bike der e.

Nebêje zavayê me bê fahm e, petêxê we bê tahm e.

Bahr, bi devê kûçikan naherime.

Xelk bihêle mal nahêle, mal bihêle xelk nahêle.

Karê ber nigê xwe, nede ser serê xwe.

Totikê vala, nanê xwe dike tûrikê hevala.

Dostê çê, di rojên reş de aşkere dibe.

Kara li şûna bizinê li mexelê.

Beran bi dawa xwe naêşe.

Bi vî devî û bi vê qûnê, wê here diziya bizinê.

Mala xwe kire zêr, pişta xwe da sêr.

Ava zelal, jina delal.

Miriyê pir şûştî, wê tira bikin.

Mirîşkê hêk kiriye, qûna dîk dêişe.

Ji kehra, kete bin bara.

Yê ko xwe pesinî, tir tê de nesekinî.

Bergîr li hev dixin, ker zîtoka dixwin.

Li ber ziman, ne çiya hene ne gelî.

Di şer de ji bêbext xayînan bitirse.

Pêşî lihevbîne, paşê b

Gelê bê serî, şivanê bê kerî.

Nan ji bo hemû nefsan e, çek ne ji bo hemû kesan e.

Rêncberê xwe be, ne axayê xelkê be.

Deh mal in, diwazdeh rûspî ne.

Em Xursî ne, diwazdeh mal û sêzdeh rûspî ne.

Mîrê mişkan, bûye axayê gişkan.

Av ya biçûkan e, gotin ya mezinan e.

Giregir e, barhilgir e.

Derba ziman ji derba şûr girantir e.

Ba hat bi berketim, av hat bi serketim, çûm ji dinê derketim.

Wexta te dijminê xwe xiste mêjiyê xwe, êdî şerê te bi te re ye.

Av diçe aviyê.

Heger bi we xweş e, bi me bîst û şeş e.

Hesin dikutin germa germ, mêran dikutin nerma nerm.

Bi tifinga xelkê mêranî nabe.

Ewr çûn aliyê Mêrdînê, ga têxin kadînê; ewr çûn aliyê Nisêbînê, ga têxin ber nîrê.

Ewr çûn Botan, ga çûn cotan; ewr çûn Xiyan, ga hewiyan.

Ewrê bi Torê de, gayê di koxê de; ewrê li Cizîrê, gayê li ber nîrê.

Guh didimê bilûr e, dengê wê tê ji kûr e, pez birçiye li bûr e, ro bilind e av dûr e.

Di tasa dijmin de avê venexwe.

Gotin heye zêr e, gotin heye ava cêr e.

Nan ji baniyê, av ji kaniyê.

Nan ji çolê, av ji golê.

Mezinên me bi lom in, xwelî li serê me bi kom in.

Malxwê malê bû Silo, xwarina me bû çilo.

Apê Merdan kerî berdan, di dest de maye xeberdan.

Zimanê zordestan, xweş e bi bindestan.

Hiş, bi ziman tê pîvan.

Ziman, behra bêbinî ye.

Mezinan got, biçûkan firot.

Spî ji qerpalan, pirgotin ji xirabmalan.

Li kê kira nagerin, li kê gota digerin.

Mewê: Ez bûm çi? Biwê: Ez ê bi çiwim?

Nebêje: Ez bûm çi? Bibêje: Ez ê bibim çi?

Bindestiyê dewletê bibe mîr, nake bi seriyek sîr.

Kerê berdayî çêtir e ji şêrê girêdayî.

Serê ku hat berdan êdî bi heft werîsan nayê girêdan.

Tu nenêre li komê, binêre li domê.

Bi nikilê xwe diçere, bi lingê xwe digere.

Bavê xirab derdê mala ye, lawê xirab derdê dila ye.

Darekê biçîne bila ber bigire, gotinekê bêje bila ser bigire.

Dest û lingê pîrê, zimanê pîrê ye.

Çi tê serê mirov ji zimanê mirov e.

Deng bikî tu dicerisî, deng nekî tu dikerisî.

Gilî bikim bi kê re, xerabî tê bi pê re.

Pêvedan, ji givgivê xweştir e.

Givgiv, ji pêvedanê xirabtir e.

Her rûken, ne dilken e.

Ne jina bi şîretan û ne mêrê bi qaxetan.

Gotin heye hîn dike, gotin heye dîn dike.

Çar mirov ji yekî re bibêjin dîn e, dîn dibe.

Tirek û du tir li cem tirekan wek hevin.

Kûçik goştê kûçik naxwe.

Xwedê çiya dibîne, berfê lê dibarîne.

Herkes mêrê roja xwe ye.

Dayîn bi gotinê, standin bi rûniştinê nabe.

Gava hevalê te ker be, divê peyva te nerm be.

Derba ziman ji derba şûr girantir e.

Ba hat bi berketim, av hat bi serketim, çûm ji dinê derketim.

Wexta te dijminê xwe xiste mêjiyê xwe, êdî şerê te bi te re ye.

Av diçe aviyê.

Heger bi we xweş e, bi me bîst û şeş e.

Hesin dikutin germa germ, mêran dikutin nerma nerm.

Bi tifinga xelkê mêranî nabe.

Ewr çûn aliyê Mêrdînê, ga têxin kadînê; ewr çûn aliyê Nisêbînê, ga têxin ber nîrê.

Ewr çûn Botan, ga çûn cotan; ewr çûn Xiyan, ga hewiyan.

Ewrê bi Torê de, gayê di koxê de; ewrê li Cizîrê, gayê li ber nîrê.

Guh didimê bilûr e, dengê wê tê ji kûr e, pez birçiye li bûr e, ro bilind e av dûr e.

Di tasa dijmin de avê venexwe.

Gotin heye zêr e, gotin heye ava cêr e.

Nan ji baniyê, av ji kaniyê.

Nan ji çolê, av ji golê.

Mezinên me bi lom in, xwelî li serê me bi kom in.

Malxwê malê bû Silo, xwarina me bû çilo.

Apê Merdan kerî berdan, di dest de maye xeberdan.

Rêncberê xwe be, ne axayê xelkê be.

Dara biyê para miyê, dara gûzê para qîzê, dara merxê bide ber çerxê.

Li ber ziman, ne çiya hene ne gelî.

Fermana deveyan hat, rovî reviyan.

Gelê bê serî, şivanê bê kerî.

Bila mirov lal be, ne lalote be.

Deh mal in, diwazdeh rûspî ne.

Em Xursî ne, diwazdeh mal û sêzdeh rûspî ne.

Bong bûye, xwe li kevira radide.

Gema cina di devê wî de ye, devê wî li malê. wî venabe.

Gurzê serê lodê ye

Mêrxasekî wilo ye, werîsê heft kerwana dizî ye.

Gayê nav golika ye.

Teşiya xwe dirêse

Bi çavên xwe nabîne, bi guhê xwe dibîne.

Bûne agir û pûş, bi hev ketinin.

Li ber kumê ketî sekiniye

Nexweşê pariyê xweş e.

Çiqasî li ser erdê ye, ewqasî jî li bin erdê ye.

Darê pişta xelkê ye.

Hevalê roja xweş e, ne hevalê roja reş e.

Bûye goştê nav diranan.

Bûne benîştê devê xelkê.

Berxê koza xelkê ye

Mêra jî nas dike, kera jî nas dike.

ji dijmin re zimanê xweş pişta hişk e.

Tenê dibêjim her du serî ne dilovan in.

Ji bo kara xwe sitemkar in, wekî guran in.

Ji bo me re divê nebin dûvik, em ji bo xwe bin.

Bo parastina giyanê xwe, jîr û zana bin.

Xwe bi xwe dijminê xwe ye.

Kundê dewsa şêra ye.

Xwedî û kiras bera hev didin.

Ji kîsê xelkê camêr e.

Li kirasê xwe dilikûme.

Ji hêlînê nare kûlînê.

Bîrwera xwe bû.

Vizviz ji te, hingiv ji min.

Agirê dilan, agirê sêlan.

Daweta mîran, agir ket feqîran.

Bi vî hişî, tu nagîhêjî tu par û pişî.

Dermanê bêhişan tune ye.

Deve jî gir in lê rêberê wan tim ker in.

Bi xwe ne tiştek e lê hespê mîr bazar dike.

Miletê razê ranabe, lênexî hişyar nabe.

Debara aqilan li ser pişta kêmaqilan.

Erdê xwe li ser desta ye, li ku baran barî li wira ye.

Cano min tu danî, kesî tu hilneanî.

Ha dostaniya tirkan, ha agirê qirşan.

Kesê li hespê xwe binêre, li pêş xwe nanêre.

Yekî hişyar, sedê di xew de hişyar dike.

Dera nan dibire, şûr nabire.

Hem dar e hem debar e.

Bide, bistîne.

Ar zane, argûn zane.

Jîrîtî çêtir e, ji mîrîtiyê.

Kî dixwe, kî li xwe dixe.

Gotina ku tê sotin, nayê gotin.

Aqil xweş mal e lê her gav ne li mal e.

Dema aqilê mirov ne ji kîsê mirov bixwe be, hefsarê mirov di destê xelkê de ye.

Bêjin lal e lê nebêjin tiral e.

Bûye darê dest dînan.

Bila mirov bê text be lê ne bêbext be.

Aqil pir sermiyan e, ne karê her meriyan e.

Keda hezaran, çû li sûk û bazaran.

Destê bi tenî, rûyê mirovan reş dike.

Serê şikestî, di bin kûmê xwe de.

Serê xwe dibire, berê xwe nabire.

Li dewsa hespan, keran girênedin.

Bi alastinê zik têr nabe.

Buxtan, teniya bin sêlê ye.

Xulam rojekê têr xwar, heft lotik da xwe.

Kes ji arê xweş narev.

Çav têr nebe, zik têr nabe.

Dengê guran, nare keran.

Dendikê kundirê pîs pir in.

Gotin: Kero, were em te bibin cinetê.

Got: Ma li wir afir û kûrtan heye.

Tev bikin û tev bixwin.

Deve nedît li rêzê, pişkul dîtin li fêzê.

Ne yê me jê ye, ne yê me pê ye, me çi jê ye.

Bi tenî, bû xenî.

Gotin mele: Lawê te xirab e.

Mele got: Ez baş im.

Bûnê bû, çûnê çû, dîsa teriya kûçik bi sened bû.

Ger kes be, gotinek bes e.

Sisê ne, li hev asê ne.

Sê wêne dost hene: Nano, gano, cano

Simbêl bi pisîka jî heye

Reng rengin, sor bi dengin.

Rûyê reş ne hewcî tenîyêye.

Ne dijminê xeraba bin, dijminê xerabiyê bin

Ne fen e, ev çi dar û ben e?

Mirin mirin e xirexir çi ye?

Li kerê mirî digere ku nala jêke.

Ku kela şorbê çû buhayê heskê pere nake

Li bejnê nêrî bi zêra kirî, laçek rakir kertkê gurî

Heywana tu bigerînî wê erzan bibe.

Hem serê xwe dişkîne hem jî xerca xwe dide

Gîha di bin keviran de namîne

Ê jinê berde li paniyê nanêre

Fala qereçiya li hev derdikeve

Behr bi devê kûçika heram nabe

Carna mirov ji yarê diya xwe re dibê yabo

Darê ji binî nebir

Zimanê xwe jêke cihê xwe çêke

Yarê diya mi yek ba minê bi dendikê bihîva xwedî bikira

Wek terya kerê, ne kin dibe ne dirêj

Teyrê goştxûr nikilxwarin.

Ne dixwim gêlazan, ne didim hevrazan.

Menêr li mirûz, binêr li gurûz.

Bizin heta dora xwe paqij neke mexel nayê.

Cahil ji dijminan xerabtir e.

Ê ji xwe re nabe ji ti kesî re nabe.

Her qûba spî ne ziyaret e.

Wexta bela tê nabêje tu lawê kê yî.

Bibe çûka newala, nebe mirîşka nav mala.

Mala me li ço yê me ye, ço yê me li ser mila me ye

Mala pîrê sitara pîrê.

Dest ji dest, hiş ji hiş mezintir e.

Roj diqedin lê rê naqede.

Serê dar bi gû, binê dar bi gû.

Ha pişt darê dergûşê, ha deşta mûşê.

Heya mer û mercefê.

Tu çi di beroşê xe tê wê bixwe.

Behîştê dêhna ji ritilê ye.

Bila li nav miletê xwe parsek bim, li nav miletê biyanî ne mîrek bim.

Ne jina bi devgirêdana ne mêrê navtêdana.

Bihîstiye xurme li Bexdayê hene, lê nizane çawa dixwin.

Li gel neyara, neçe beyara.

Kar ji biwara xwe ketiye.

Ne ji mi be ne ji te be, wê mala me xilî xerabe be.

Can bû lê bi demê re bû jan

Can diçe, teb' naçe.

Gava siûd hate serî, bila bizirre weke kerî, xelk dê bêjin çi xweşmerî.

Ne bi kil û kildane bi dihêl û badane.

Çiyayê Bagokê! Ku ba here ji kabokê ez ê bidim danokê.

Min ev por li ber dar û deviya sipî nekiriye.

Aqilê wan li ser kûm re ye.

Dar bi terî dibe gopal.

Berfa hûr xwe davê rana sitûr.

Di nava nîsan û gulanê de, Xwedê bide tavek baranê, çêtir e ji malê Xoristanê.

Kundo, kund li te bixwîne.

Her tişt dijminê serê kewê ye, kew bi xwe jî dijminê serê xwe ye.

Kar kerr e, gu tu bajo wê here.

Dûr be, dêr be.

Siwar birin, peya hiştin.

Her tişt hesab e.

Bextê min di her tiştî de reş e, tenê di zebeş de sipî ye.

Zik bexçe ye, her tişt tê de heye.

Kî hesaba neke, dê bê hesab here.

Gûzên xwe hesab dike, sêvên xelkê hesab nake.

Heye terk, nîne berk.

Bi qewîtiyan hec qebûl nabe.

Adar e dew li dar e, danê sibehê sar e, danê êvarê kûçik xwe davêje ber siha dîwar e.

Kes, bi revê li ber dijminê xwe xelas nabe.

Rêyek li ber diz e, hezar rê li ber xwediyê malê ye.

Te ku hilda lêv e, min fêm kir çi li dêv e.

Bi mahneya sergînan, çû gundê mexînan.

Pêl tê pêlan winda dike.

Hevalê barê ketî tune ye.

Daxê qurfê, kerê mitirba dimre.

Ne jina bi devgirêdana, ne lawê bi ben û nivişta.

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...