Skip to main content

Axaftin çandinî ye; guhdarîkirin çinîne

Axaftin çandinî ye; guhdarîkirin çinîne.

Li deştê, girik xwe weke çiya dibînin.

Gul û stirî, li ser heman şaxî şîn dibin.

Bedewî diçe, aqil dimîne.

Bi bêhnfirehî, pelên tûya dibin libas (hevrîşim).

Dizê ku neyê zevtkirin, mîr e.

Yên ku naçin şer wek şêran diqûrîn.

Mifteya biçûk, deriyê mezin vedike.

Ger tu libas bide wî, ew ê betenê (estar) wê bixwaze.

Dîn û îmana birçiyan tuneye.

Stûyê birçiyan xwar e.

Mirovê nezan, dijminê xwe ye.

Xwezî baş be, wê baş be.

Kî ji cîranê xwe re çalê dikole, bila li gorî qama xwe bikole.

Hevalê baş, rêya dirêj kin dike.

Bi hevalên xwe re bixwin û vexwin, lê bi wan re ticaretê nekin.

Dara pir bilind jî bivirek di bin siya wê de ye.

Tiralî, qifla xizaniyê ye.

Nezanî, bextreşiyek bi dilê xwe ye.

Deyn bi ken diçe û bi girî tê.

Ku barê we li erdê ma, yê aqil bidin pir dibin.

Kesê bêaqil xewna zengîniyê, yê biaqil, xewna bextewariyê dibîne.

Sed mêr li hev dicivin, lê du kûçik bê şer nikarin li hev bicivin.

Yekîtî qewet e.

Du serî ji serîkî çêtir in.

Du çav ji çavekî çêtir dibîne.

Bi yekbûyînê em serdest in, bi perçebûyînê em bindest in.

Jin keleh e, mêr girtiyê wê ye.

Tu bi kuve here jî qedera te li dû te ye.

Têkoşîna xwe bi xwe, ji ya bi dinê re dijwartir e.

Dil çi difikire, dev dibêje.

Destê zimanê dirêj, kin e.

Yê dizanin napeyivin; yê dipeyivin nizanin.

Hewcedariya rastiyê bi xeml û xêza nîne.

Mirovê zane ew e ku dikare bi zimanê xwe.

Sal, ji kitêban b(ç)êtir dizane.

Li cihê ku gotin bikêrnayê, lêdan bikêrtê.

Hebandina mal û Xwedê li cem hev nabe.

Kirin, li gor niyetê ye.

Bêceribandinê, mirov nizane karînê.

Li cihê ku nezanî bextewarî ye, zanîn bêaqilî ye.

Kêla mahna, tije nabe.

Tiştê biçûkanî nayê jibîrkirin.

Bila zimanê te, qirika te jêneke.

Zimanê xwe bigire, ku te negirin.

Ewlehiya mêr, di girtina zimanê wî de ye.

Ku serdarê te zordar be, tê gilî û gazinê xwe bi kê bike?

Xwestin, bavê ramanê ye.

Bi raya mêrxas, her tişt tê efûkirin.

Kesên ne di şer de nin, bi şûrê xwe pesnê xwe didin.

Her teyr bi refê xwe re difire.

Xwedê derîkî bigire, wê yekî veke.

Hevalê nigê şemitî tuneye.

Mirov, xwe li cihê germ digire.

Bêxwêdan lavlav (dua) nayên qebûlkirin.

Edat dibe kurmê mirov.

Mirov li ser şopa mîrê xwe ye.

Ê ku zû dide, du caran dide.

Agirê evînê germ e, dikeve nav hestî çerm e, nedibêje fedî ye, ne jî şerm e.

Kevirê gêr dibe kevz nagire.

Malê qelp her tim li xwediyê xwe vedigere.

Bi pirsê, mirov diçe Xursê.

(Ji pirsê mirov qet zirarê nabîne)

Hêkên sor û şîn û kesk, hemî tahmekin (tahma wan wek hev e). 

Hêkên sor û zer ji ber diket. 

Mirîşka reş hêkê spî dike.

Eger ez bi agirekî geş nebim, ji bo çi dê bi dûyê wî reş bibim.

Şev  li  mirovan reş be,  gelek mirov  ji şevê reştirin.

Erdê bin berfê reş e.

Diravê spî, ji bo roja reş e.

Mirovê zikreş, neyarê serê xwe ye.

Bextê mêran, zêrê zer e. 

Dewlet mîh û mehîn e, serdar cotê zêrîn e.

Reng hemî rengin, kesk û sor di navê de şeng in.

Nexişkerê nezanê, zerî li ser spî danê. 

Ev serê min li ber tavê spî nebûye.

Kirasê şîn e, tişt di mal de nîn e.

Jina bêkes, nanê reş û dewê tirş, mala min xirab kir.

Pîrejina qermiçî, patê sor yê li ser singê ye, ji xelkê weye tu keçî. 

Zanîn hêz e.

Tetbîqkirin diedilîne.

Her tiştê zer ne zêr e.

Ji tiştên ku te bihist bawer neke lê ji nîvê tiştên te dît bawer bike.

Bêyî şikandina çend hêkan tu nikarî hêkerûnê çêbikî.

Av di cihê teng de deng dide.

Ava xortan berjor jî diçe.

Ava xwestî, naçe bestî.

Ava xwestî, naçe hestî.

Ava bîrê, bi sexbîrê.

Te da nav avê, ha li navê ha li çogê.

Ava ku da ser serî, çi bihostek kêm çi yek zêde.

Qeweta nezana, di gotina pir de ye.

Barê xwar, naçe war.

Barê heqiyê xwar nabe.

Barê namûsê, barekî giran e.

Barê biaqilan li pişta bêaqilan.

Şixul barê keran e, yeqbal barê seran e.

Kerê ku barê te lê nebe, jê re ço ço meke.

Se, goştê se naxwe.

Her teyr bi refê xwe re difire.

Çêlikên maran bê jar nabin.

Cehşik mezin be jî, disa ker e.

Masî di golê de bazar nabe.

Behr bi devê kuçikan ve heram nabe.

Her dîk li ser sergoyê xwe bang dide.

Ehlê şerefê bin, ne ehlê pilûsê bin.

Toraqê sarke, kerek jê barke.

Xwedê çiya dibîne, berfê lê dibarîne.

Pere xulamekî baş e, lê axayekî xerab e.

Gava ecelê gêrgêrîkan tê, bask bi wan ve tê.

Miriyên goran ranabin, kesên xerab baş nabin.

Tu bidî tîzan, tu nedî tîzan, tuyê barkî barê dîzan.

Ez dimirim û dibeecim ku ceh jî dibêje ez birinc im.

Zad zadê miriya ne, goşt goştê sa ne, xêfzang bi xwe jî ji hacetê fila ne.

Mirovê bêpişt e, ne titişt e.

Mirovê bêdê, mîna çiyayê bêav e.

Mirovê bêbav, mîna çiyayê bêrê ye.

Mirovê bêbawerî, riya wî rast nabe.

Mirovê bênijad, mîna kerê piştkul e.

Mirovê bêxwedî heye, lê malê bêxwedî tuneye.

Mirov tevdîran dike, Xweda teqdîran dike.

Malê kir, û bayê bir.

Nefs babet e, cil nobet e.

Ku qeder bê, ne dibêje ta ye ne dibêje ba ye.

Gêre bi golikan nabe.

Ku gayê gêrê nebe, nikare gêrê bikşîne.

Mahna tirekan, ardê cehîn e.

Êşa serê ehmeqan, dest û ling dikşîne.

Bila mirov miriyê goran be, ne hêsîrê destê evdan be.

Kesê ku bi taştiya xwe têrnexwe, bi firavîna xelkê têr nabe.

Roja çûyî, venagere.

Tiştê ku çû, mede dû.

Çi ye? Nîvê pevçûnê ye.

Her dîk li ser sergoyê xwe bang dide.

Mirîşk hêkan dike, birih li dîk dibe.

Ger mirov li welatê xwe nebe mirîşk, li welatê xelkê nabe dîk.

Ku zeman xirabzeman be, dê pisîk pelewan be û dîk mêrê keçan be.

Ji bo miriyên xelkê, me porê xwe verû; miriyên me mirin, me dest avêt porê me nemaye.

Korbûna mirov ji neditîna wî dest pê dike.

Destê tenê deng jê nayê.

Destê tenê şêrê zozanan be jî deng jê nayê.

Destek destek e, du dest dengek e, sê dest govendek e.

Serdest û bindest, nabin yek dest

Ava bin kayê, deng jê nayê.

Çav teres e, dest mêrxas e.

Şol şêr e ku tu dest pê dikî dibe rovî.

Malê ku hewa di bin de here, ew ne ti mal e.

Gava cîran bû neyar, tu jî dest bavêje gopal û dar.

Dengê fisê hina bi deng e; tu çi bikî jê re ne xem e.

Jin û mêr ketin fêra hev, dest û piyê dinê lê dan hev.

Bêhna navbênciya fireh e.

Qedrê mirov di destê mirov de ye.

Gavanê seîdan, mehrûme ji her du îdan.

Mêro bi xwe kêro.

Nirov carekê dixape.

Mirovê har, bi kera xwe dikeve.

Mirovê bêbext, dostên wî nîn in.

Mirov çiqasî dûr be, ewqasî nûr e.

Mirovê aqilsivik, tu caran lê meke rik 

Çikûs, dilê wî naçe nanê wî; çilek, têr nên naxwe.

Bila yek be, bila pak be.

Çerxa felekê geh li jêr e û geh li jor e.

Hinek ji ber mirinê, hinek jî têvekirinê.

Çêkiro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro.

Bila sax be, bila dûr be.

Tu warek bêxwedî tune.

Destê bi kêr, li ser zikê têr.

Kanî jî bêxwedî bimîne, wê bimiçiqe.

Xwedê rizq di bixêrîkê de nayne xwarê.

Ya kasê kas dizane, ya rêl jî bivir û das dizane.

Birçiyê malan, çav berdidin zîv û zêrên jinan.

Cih û warê xwe genî meke, nav û namûsa xwe ji bîr meke.

Kesê zimanê xwe ji bîr dike, welatê xwe winda dike.

Mar dûvê xweyî qut ji bîr nake, pîr nalnala lawê xwe ji bîr nake.

Pîr bike, ji bîr meke.

Bibe mêhvanê guran, lê ji bîr meke ku hin seyan jî digel xwe bibe.

Mirovê çê, qenciyan jî xerabiyan jî ji bîr nake.

Tu çi ji bîr bike, şîrê diya xwe ji bîr neke.

Rindiyê ji bîr meke, li nerindiyê sêr meke.

Alim ji bîr dike, qelem ji bîr nake.

Çiqas dibî mîr, xwe neke ji bîr.

Xwedê gotiye ez ê dê te bikim mîr lêbelê min ji bîr neke; ger ji bîr bike, ez ê te bikim hêsîr.

Ji mala re beşt û sitûn divê, ji kevaniya re hêk û rûn divê.

Mêşa hûngiv biçûk e, lê karê wê hûngiv e.

Mişk biçûk e, lê denê dimsê diherimîne.

Mêş hene hingiv çêdikin, mêş hene hingiv dixwin.

Camêrî kirasekî ji agir e, her kes nikare li xwe bike.

Rojhilat, rojhilat e û rojava, rojava ye.

Qencî li mal dest pê dike.

Xiyarê li kûtkê diyar e.

Xizanî her tiştî bi mirov dide kirin.

Birçîtî diwarê keviran xera dike.

Kesê bi her tiştî dizane, bi titiştî nizane.

Bi peyvê paxir nabe zêr.

Bi gotinan, zîv nabe zêr.

Bi gotegot mirov naçe cot. 

Bayê cahila kevira bi xwe ra dibe.

Sêv tu car dûrî darê nakeve

Teyrê kû sibê zû radibê, île kurman dibîne.

Bêyî kayê tu nikarî kelpîçan çêbikî.

Tu kes serê pozê xwe nabîne.

 Ew şiverêyeke dirêj e ku rêvegera wê nine.

 Ew bayekî nexweş e ku ji tu kesî re baş nagobile.

Gayê reş çermê xwe naguhere.

Kurmên bi şîrî heta bi pîrî.

Camêrî karê mêra ye.

Pere dijminê mirov e.

Te çi dani beroşê, tê wi bixwî

Te çi kir beroşa xwe, dê ew were kevçiyê te.

Tu çi biçînî, tê wî hilînî.

Tu çi bikî kewarê, dê ew bê xwarê.

Kûçikê reş sipî nabe.

Gotin rehetir e ji kirinê.

Destên sar, dilê germ. 

Ew çûkeke gemarî ye ku hêlîna xwe dilewitîne.

Yê ku kakil bixwe divê qalikê wê bişikîne.

Cehd û xîret koka şans û siûdê ye.

Gelek dest kar sivik dikin.

Bawerî çiyayan dihejîne.

Tovên baş, zadên baş didin.

Gotinên xerab weke giyayê bejî (kovî) ne, neyên avdan jî hêşîn dibin.

Tu ji gerê tê, ez jî ji gerafetê têm.

Yê te gerandiye, min çêrandiye.

Kes derdê kesekî nizane, xweyê derd derdê xwe zane.

Derbê hirçan kevir e.

Di her gundî de kûçik heye.

Ma Hebeşî dikarin çermê xwe biguherînin û leopard jî postê xwe?

Rom di rojekê de nehat avakirin.

Çewalek vala cid nasekine.

Virekek rastiyê bibêje jî jê nayê bawerkirin.

Mû bi zimanê min ve hat.

Her kêla spî ne ziyaret e.

Dara bênamûsiyê, dibişkive lêbelê fêkî nade.

Heram ji helal şêrîntir e.

Tirs bi zora êşê dibe.

Derd derdan nû dike.

Teb'ê bi şîrî heta pîrî.

Hişê xwe bike mertal, neke şûr.

Pênc tilî nabin yek.

Piştî tengasiya firehî ye.

Mirovê hesûd, nagihêje ti meqset û mirazan.

Serpêhatî, dibistana herî baş e.

Xwe nas bikin.

Diz dizan nas dikin.

Du çewtî rastiyekê nake.

Yê ku bi gelek karan radibe, kêm tiştan bi dawî dike.

Du serî ji serîkî çêtir e.

Du çav ji çavekî çêtir dibîne.

Rastî, li gorî demê vediguhere.

Diya şarezayiyê, serpêhatî ye.

Rûnê nivîşk nahele (di devê yekî de).

Tu bedêla çi bidî tu yê wê bistînî.

Her tişt xweş e ku dawî xweş be.

Yê ku kakil bixwe divê qalikê wê bişikîne.

Ku tu bi kûçikan re rakevî, tu yê bi kêçan re şiyar bibî.

Nanê êvarê bihêle sibê, karê êvarê nehêle sibê.

Heta kefa dest nebe reş, tama dev nabe xweş.

Zikê têr, hay ji yê birçî tune.

Kes bi derdê kesî nizane, xwediyê derd bi derdê xwe zane.

Ger du kes li hespekî siwar bibe, divê yek li paş be.

Ger xwesteka dil hesp bûne, wê parsek lê siwar bûna.

Çi kar dibe, bê zehmet nabe. 

Di her gundî de kûçik heye.

Cerê avê, li riya avê dişkê.

Bi gulekê bihar nayê.

Tu bedêla çi bidî tu yê wê bistînî.

Destê çepê nizane destê rastê çi dike.

Her kûçikekî rojek wî heye.

Her mirovekî buhayek wî heye.

Ew rêyeke dirêj e ku rêvegera wê tune ye.

Ew şiverêyeke dirêj e ku rêvegera wê tune ye.

Ew bayekî nexweş e ku ji tu kesî re baş nagobile.

Bi bayê tê, bi baranê diçe. 

Çawan tê, wilo jî diçe.

Ê ji çavan dûr e, ji dilan jî dûr e. L

Masî ji serê xwe ve genî dibe.

Çi ye di nav de?

Ma tu dikarî bi lêkirina sêncekê pirekê ava bikî?

Ger ehmeqek û pereyê wî zû ji hev vediqetin, ma çima hewqas ehmeqên zengîn hene?

Xirabiyê bibîne ew ê ku xirabîyê difikire.

Tiştên qenc tên serê yê ku sebr dike (sebirdar).

Qinyat û zengînî li cem hev nabin.

Tenêtî hêlîna ramanan e.

Pozbilindî, li pêşiya ketinê diçe.

Çavên erdan hene û guhên dehlan hene.

Sêncên baş, çêdikin cîranên baş.

Liv û tevger ji gotinan bilindtir deng didin.

Cehd û xîret jêderka şans û siûdê ye.

Jiyan di çilî de dest pê dike.

Kurmên kevin zor bi dawî dibin.

Agirê zivistanê axa ye.

Bila mirov li ser dara be, ne li ser zara be.

Çavzer hebin, çavreş pirr in.

Danûya mebe pêşiya birçiya, berfê mebe pêşiya tiya.

Goşt bê hestî nabe.

Guneh giran e; bextê xwe navêje.

Ha ji zikê dê çû, ha ji pişta hespê çû.

Silav û hirmet ji bo Xwedê

Keçel bi perê xwe helawê dixwe.

Nabên kê kir, dibên kê got.

Lawê jinbiya, kes jê nake hesab û recûya.

Ne kalê jinrind ne xizanê pozbilind û ne mêvanê maldigund.

Ne jina nifirokî ne çêleka ororokî.

Nifir, ne ji çê ne ji xirab.

Nîvê mezela, bi nezera.

Jin bêxwedî dibe dîn û har dibe, mêr bêxwedî dibe jar û stûxwar dibe.

Pola ji pola naxwe.

Teresê dinê, mî da bi bizinê, genim kir şûva kizinê, mala xwe bir cem bavanê jinê.

Tu li rezîliya mêrekî diğere, jinekê berdê; tu li rezîliya jinekê diğere zarokekî berdê.

Bilive lêv e, merî zane çi li dêv e.

Dengê koran naçe kerran.

Dilageriyayî li sêla dihasile.

Gepa mezin gewrîqelêş e.

Serê zilmê çiya be, binê wê pirç e.


Gotinên pêşiyan

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...