Skip to main content

CERIBANDINEK LI SER DERÛN Û GIYAN Û ŞÎN Û ŞÛNA TRAWMATÎK




Derûnnasî, zanisteke bi heybet e li can û cestê mirov, loma xweşhaliya ruh û giyanê rasterast pê ve têkildar e. Karesat, helçûn, hevçûn û pevçûn dibin diyardeyên derûnî û li ser pişta giyanê jî dibin barê derûnî. Loma di beramberî her helçûneke derûnî de derbirîneke reftarî heye. Ango helçûneke erênî an neyînî li ser tevgeran bandorker in. Mirov di binyada xwe de bûnewerekî nanok e û du cemserî (erênî-neyînî) ye û du-cemserî di hinava mirov de dibe yek, ger nekevin delavekî serê gelek nexweşiyan dibişkivînin. Erênî û neyîniya jiyan û giyanê di derûnê de digihêjin hev; şad-bad, şên-şîn, jîn-mirin, kêf-xem û hwd. Sazandina van jî di destê eziya eqlî (hiş-mend) de ye. An bi pêwendiya şewlî (tirsandin, toqandin) yan jî bi pêwendiya asoyî (ilm û zanîn) tê kontrolkirin; pêwendiya şewlî, pêwendiya herî hêsan e lêbelê trawmatîk e loma pêwendiyek şapînoz (pseudo rekation) e; pêwendiya asoyî, pêwendiya herî demdirêj e lêbelê pêwendiyek berhemdar e loma mirov kêf û çêjê digire lewre mirov kayîneke hiş(mend) e û azarên derûnî bi berevaniya derûnî tên aşkirin. 

 


Jîngeha (şop û şûna jiyanê) siruştî li ser derûn û giyana mirov bandorker e lewre mirov hebûneke civakî ye û dabira koka kêşe û aloziyên trawmayê ye. Silbûna trawmayê li ser doxa derûnî û giyanî karlêker e. Bo ku derûn û giyan genî nebe, divê mirov bizanibe çawa li ser rewş û halê xwe wê bigirî; ji vê re jî asta têgiştina trawmayê pêwist/giring e. 

 

’’Bi hiş û aqlê fesat û fêlbaz, derûn û giyan aş û aram nabe, tevger û reftar sax û saxlem nabe.’’

 

Mirovgeranî ew e ku mirov xwe û jiyana xwe binase û wekî xwe bikaribe bijî û ev jî ji rizgarbûna pirsgirêkên derûnî ve bi ruh û can dibe. Hemû barên derûnî (doxê rûdanên derûnî) diyardeyeke giyanî ye. Şadiya derûnî bi hevrêya tevger û reftarê mirov çareser dibe. Rêgirên derûnî nahêlin ku mirov li "xwe" aş bibe û xwe-binase lêbelê bûnnasî (bûnxwazî) bi heman şêwazî rasteqînî, ne hêsan e, divê mirov li hemberî "xwe" (self) ron be û ser bi xwe û azad be da ku heqîqeta xwe bibîne û têbigihîje ku rastiya rasteqîn zindî bibe, û dil û mêjî û derûn û reftar hevseng û hevrê bibe. Lewre mirov ji nanokiyên xwe pêk tê (xiroşe, tirs, lerz) û divê nanokiyên xwe têxe hevrêyekê ku karîn/şiyana jiyanê di xwe de bibîne. Hemû mesele li ber xwe ketin/neketin e. Xwedî xwe be ku tu karibe "xwe" xwedî bike û derûnaş bibe. 

 


Kemîneyên derûnî bi kamiliya/kemiliya hiş(mend)î ve dirust û bîr û bawerî sax û silamet û serfiraz dibe, û Xwedê westên mirov bi xêr vegerîne...

 

Di trawmaya tîj û tûj û domdar de mirov her di dilqê şîn-şûngirêdayiya trawmatîk de li ser hal û rewşa xwe ya perîşan diponije, û jîndarî û xweşhaliya derûn û giyana mirov feramoş dibe û wan ber mirdariyê ve dahf dide.

Nifşên nû bi nifşên kevin tê kedî kirin. Trawma bi hêsanî ji dev mirov naqere û her rewşa derûnî gemarî û giyana mirov riswa dike. Devavêtin jî rêyeke derbirînê ye. Di desthilatdariya trawmayê de, ji ber tundî û tadekariyê derûneke rengmirarî li dem û demsaziya giyanê peyda dibe. Delîlên waswasiyê ji eqlî zêdetir neqlî nin. Deriyê xem û ferecê ji fedîla dilê derûnê de ron dibe. Saloxên trawmayê mirov bîhnteng dike û xemgînî û giranî û keder dikeve ser dilê mirov. Mirov nikare li terş û teraşê xwe xwedî derkeve û tiştek qenc ji dilê mirov nayê. Ta(qet) di derûn û giyana mirov de namîne, loma ta(qek) nayê vekirin ji bo çakek. Derûna mirov zû bi zû ji şûn û şopa trawmayê pak nabe. Oxirxêrek ji mirov re namîne û dil bi waswasiyan ve dieliqe û derûn nikare bi titiştî şa bibe û her di nava xwe de diqehere û diqilqile û dilê mirov li dinê venabe. Lewre, xwepêgirtineke piştrast û ewle ku dil û derûna mirov têxe cih namîne. Mirov di derûna xwe de dihêwire û xwe naş dike. Divê mirov li devê derê derûnê deriyekî çê bike ku kul û derdên derhişî bîne nav hiş(mend) bo deriyê ferecê ji dil û giyanê re vebe. Ew jî ew e ku mirov hed û heqê ’’XWE’’ bizanibe.

 


Mirov li rûmeta xwe digere, li kû û kîjan warî de rûmeta wî/ê bê girtin/dîtin; li wê derê derûn/giyanaram dibe.

 

Karûbarên mirov, milmilana jiyanê û qanûnên siruştê (xweza) li ser nefsiyetê (derûn) bandorker e. Tiştên xweş û ne-xweş ji kêf (çêj) û êşê (azar) re sazand e û bandorker e li ser haderiyê (motîvasyon). Divê bi hiş û aqil mirov nêzî qanûnên xwezayê bibe ku kêf û êşê bi aqilane bigiri da ku ji ducemseriya reşbînî (azar) û xweşbîniyê (çêj) de asê û asteng nebe û hêza zal a siruştê piştguh neke û şiyana amadebaşiya xwe-guncaviyê ji dest neçe. Pêşgotin û paşgotina hiş û aqil bi karîgeriya derûn û giyanê hewrê ye li gel qanûna siruştê, ev jî bo dirustkirina rêya jiyanê qozîbir e. Ji bo çareseriya xem û hejariya derûn û giyanê bersiveke maqûl lazim e ji trawmayê re; ev jî bi rewşebiriya derûnî re pêkan e. Ji bo jiyaneke maqûl jî, ji gotinê bêtir tevger û reftarên miamelekirinê giring e û bo şexsiyeteke kamil û dirust, eksê vê bîr û boçûneke nanok e û dahatû û rabiduya saxbûna derûnî dikeve bin metirsiya trawmayê. Mirov bûnewerekî civakî ye loma xweşhaliya derûnî û doxa jiyaneke asûde bi xwe ve girê dide. Dabînkirina jîneke bi rêk û pêk, ji rê-xweşî û ne-xweşiya jiyanê re rêber e. Çiqasî tevger û reftarên mirov li rengê siruştê bê ewqasî derûn û giyan û dil xweş dibe û barê derûnî sivik dibe. Berevajî vê rêxirabî û stemkarî û stembarî li hev zêde dibin. Hêza zebrî ya trawmayê derûnê hêsîr dike.

 

Hêza zebrî (trawmatîk), her bi guman û xuman û dûman e li ser ewrên derûn û giyanê.

 


Derûn, ruh û nefsa mirov e. Girift û nexweşiyên derûnî, kêşeyên ruh û giyanê aloztir dike. Mirovên lawaz û bêîrade (vîn) bi hêsanî tûşî nexweşiyên derûnî dibin û bêtir xwe-tawanbar hest dikin. Waswasî, derûn û giyana mirov derdest dike û deriyê hişê mirov ji rêxiraban re rast dike. Mirovên ku di rewşên asayî de tûşî nexweşiyên derûnî û nefsî dibin, bi hêsanî çak nabin û her li ber deriyê çareserkarê derûnî li çareseriya derûnî digere.  Jiyana dirust û asayî, bi têgihiştin û rêxwendinên alûde û çewt vediguhere jiyaneke aswayî. Hêz û zalbûna îradê, mirov  geşbîn û dilxweş dike, eksê vê mirov reşbîn û zikreş dike.

 

Mirov bi şiva birûskê (magic wand, چەقۆی سیحراوی) rehet û aram nabe (ti şiva birûskê di destê kesî de nîne).

Ev derûnwêranî dilê mirov dixe qeyd û merbenda.


Mirov nikare bibe guhdêrê hiş û mêjiyê hebûna xwe. Mirov mîna aşê betalan her trawmaya xwe ji xwe re dîbeje... Her tişt ji hev diçirvire û mirov gotinê bêserî û bêbinî li bin guhê hev dixe. Di vê geremola trawmayê de rastiya derûnî tê ximximandin. Weke ku çareserkirina hemû serêş û binêşên derûnî trawamaya ye. Xêrnexwazên dilê mirov zêde dibin û ken û laqirdî ji mirov dixeyidin. Trawmaya qirêj û bêyom her li deriyê derûnî rûniştî ye loma tirs û sawîrê diniqutîne derûniya mirov û mirov ji qidûm dixe û dengê mexmelî ji berguhê mirov kêm nabe. Tu gotinên xweş ji nav lêvên mirov napengize. Asûwasên derûnî di dilê mirov de gur û hilor dibin. Mirov dixwaze fikr û ramanên jihevketî di kûrahiya hiş û hestên xwe de   bitemirîne. Can û bedena mirov ditevize û mirov bêhnreş dibe û dinya li ber çavê mirov dibe qîr û qetran û reşexewn di xewna mirov de dikin qijewîj lêbelê weke bîra bêbinî deng û his ji mirov nayê. Trawma tiştekî xêrê di derûniya mirov de nahêle. Derûna hibhibî dibe liblibî û mirov nikare li rastiya xwe mikur bê. Trawma hiş û sewda ji derûniyê dibe. Kevnebirînên bîr û hafizayê ji nû ve zîl didin. Hin tiştên trawmayê her çiqasî aş bibin jî nayên ji bîr kirin û li derûn û giyana mirov nabihurin. Hiş û hestê mirov ji bêxwedîtiyê diteriqe. Mirov her xwe di kêlîkên trawmayê de hest dike. Dem kêlîkên trawmayê kevin dike lê nade jibîrkirin lewre pêş û paşên trawmayê heye. Trawma as û wasên xwe li ser derûn û giyanê ferz dike. Loma bi xwe re dinyaya derûnnasiyê dihejîne. Di hal û rewşa trawmaya civakî de lixwemikurhatin zehmet e lewre mirov xwe bêxwedan û bêxwedî hest dike û nikare sindoqa bîra xwe ya giştî û civakî vebike. Îja ji bo xwe ji vê rewşa trawmatîk rizgar bike kesayetiya kesê wî trawmatîze kiriye teqlîd dike, teqlîdkirin jî destpêka malwêranbûnê bi xwe ye. Di prosesa vê teqlîd û şibandinê de derûn û giyan ji rastiya xwe rasteqîn bêpar dimîne û her ku ev rewşa dûdirêj dibe kesayetî (şexsiyet) ji binî ve ji reh û koka xwe bi dûr dikeve. Divê dawerivandina trawmayê ya hiş û mêjî ji aliyê pisporê derûnnasiyê ve bê çareserkirin ku asûwasên trawmaya veşartî ya derhişî derkevin hola hiş, da ku hayê kesê trawmatîk ji bayê trawmayê hebe û baş têbigihêje. Di trawmayên domdar û temendirêj de bîr û hişmediya mirov hildiweşe. Ji ber şert û sirûcên trawmayê mirov dibe xeşîm û biyaniyê derûniya xwe û êgir bera giyana xwe dide. Ji bo mirov bi kubarî xatir ji êş û janên xwe bixwaze, divê bi zelalî şîna trawmayê bê kirin (kişandin) da ku derûn bi  bikemile û giyan bixemile. Berevajî vê mirov wê her xeşîmê êş û janê xwe be û wê kûpê derûn û giyanê ji gemar û qilêra trawmayê pak nebe û rêya têgihiştina hebûnê bixetime û bîra şexsî bihedime bi ya giştî (civakî) re. Her çiqasî mirov bi xwe nakok be jî nakokiyên derûnî û giyanî û hebûnî dibe astengî li ber deriyê kamiliyê û kêmanî û qelsiyên mirov dibin nexweşî û qeys û pîvan ji holê radibe. Mirov derewan li xwe dike û xwe dixapîne û mirov ji kemîlîna têgihiştê dûr dikeve. Jixwepirsînên derûnî ji rastiya xwe vediqetin, ber bi rastiya trawmayê ve diçe. Tevger û reftarên çareseriyê tê çewisandin. Bi awayekî veşartî (nixumandî) şerê xwe bi xwe yên derûnî dest pê dike û bîrewerî têk diçe. Loma êdî debkara derûnî ya şexsî û civakî û giştî dibe xumam û bi hêsanî nayê dîtin û zanî, û di der(bin)hişiyê de tê tepisandin. Xweşiya derûnê vediguhere ezabê giyanê. Trawma derûnwêranker e, ji bo hiş û hest berbendî (obstrûksiyon) ye û bo bejn û bal rengjişikestî. Pirsên ranewestî yên bêbersiv li dû hev dû rêz dibin û bîr û boçûnên aswayî ji hûkî heya mûkî didin pêy hûr û biçûkên gotin û pirsên ku ranawestin. Her ku trawma di hişê mirov de pîr dibe, mirov êdî nikare ji bîr bike û newêre bi bîr bîne, derûna mirov bêhnçikyayî dibe û mirov nikare di ruh û giyana xwe de bisitire lewre dilê mirov dibe zindana mirov û ji ber nifşguhêziya trawmayê mirov bi rêya bîra giştî nikare ji bîr bike miriyên xwe (trawmayên wan) û tim û daîm li ber bîna derhişiyê dixwire û deriyê hiş û aqil ditevizîne; weke dîbê bexçê dil û zimanê mirov dide ber xwe. Lewre ji êşên re zimanekî qewîn lazim e ku murov pê bigirî, bilorîne, bistirê, biqîre... Loma sitûnên konê şînê li cihê xwe qet nalive û hestmendî û hişmendiya derûnî her şîn û şûnê digiri (digerîne) û çareseriya ruh û giyan jî pê ve girêdayî ye û bi şiva birûskê (magic wand) nayê dermankirin. Bi kurt û kurmancî kerê mirov li kwîrê mirov digerîne. 

 


Gulvedan û fersendên derûnî têr bike ku ji wê psîkoza garanê rizgar bibe. Nexweşiyên derûnî mîna şewbê ji yekî derbasî yekî din dibe.

Trawma birîna derûnî ye û ruh û giyana mirov dikoje. Bi demê re aş nabin û weke barekî derûnî li ser pişta mirov e. Tu wî barê bi çavê serê xwe nabîne lê nikare jê rizgar jî bibe. Tu bixwaze û nexwaze jî her bi te re ye.  Trawma gelek êş û azarên derûnî, civakî, fizîkî û moralî çêdikin. Mîna gûyê hişk bi mirov dizeliqe, heya ku mirov ji hal û hewal bixîne û derûnê nîvqurmiçî dike. Û îşkenca derûnî her xwe dupare û dupat dike... lewre mîna ku  guhê diwaran jî hene di hundirê xwe de digrîn û êşa dilê xwe nikarin bi rehetî vebêjin... loma deriyê dil tê girtin. Trawma carcaran derûniya mirov jahrdayî dike û mirov bi mîkroba derûnî dikevin. Xwe-kontrolkirina hestî, pêjnî, dengî, hîsî winda dibe, xewn û xeyal tevlihev dibin. Ango êdî şer û pevçûnên xwe bi xwe dest pê dike. Her trawma kûr dibe, daxkirina birîna hewqasî zehmet dibe û janê giyanî û derûnî têvel dibin. Paqijkirina giyan, derûn, nefs, fikr û ramanan zortir dibe. Mirov zendegirtî dihêle û wekî mîxa bi carekê ve di serê mirov de rûdinê lê rûdanên din ên derûnî gelek caran tên wekilandin heta dikeve serê mirov. Mirovên trawmatîk xwe wek pezeke reş di nav keriyê spî de dibînin. Mirov dibe belengazê aqilê xwe. Der bi derî digere. Ji deşta derûndirustî û tendirustiya derûnî dûr dikeve. Lodên êş û janên derûnî di hişên xwe de lêdike. Ev jî dibe hokara ji xwe(nav)çûyînê. Her li dora textê trawmayê rûnîştî ye. Saxlemiya xwe ya derûnî winda dike û ji jiyana rasteqîn dûr dikeve û xwe xerab dibîne û hest dike. Şabûn diçe, girî dimîne. Jiyan dibe mîna şorba jahrê û mirov êdî nikare bo xwe bifikire tenê bo trawmayê difikire û qanûnên jiyanê dikeve bin lingan û yê trawma radibin ser piyan. Ji xwe re dibe destbela û jixwebawarî diçe û lerizandin tê dewsê. Bi demkurtî bi ser xwe ve were jî ew şabûneke xapînok e. Bi dengek lerzok, bi çirûskekê ji ser xwe diçe û her tişt dîsa pênexweş dibe û xwe ji "xwe" û ji her kesî vedişêre. Hemû xwîna qilêr berê xwe dide mêjî û li serê derûniyê dixe. Mîna ku dinya li ser serê mirov de hildiweşi û dikeve nava êş û xemeke giran. Hewya wî di mala wî de namîne û hey ji bo bîranînên xwe ji dil û şewat digirî digirî... hêsrên çava dimiçiqe... Hokara kumreşiyê xwe dide ser mêjî... rabûn û rûniştin xera dibe... derûniya mirov ji dest û piyan dikeve... Hizr û gotin û kiryarên qenc demildest vediguherin, jîrbêjî û jîrhizira baş dibe ne-baş û laş  jar dike. Hemû xerabdêrên derûnî dicivin ser hev. Mirov ji zanîn û têgihistina xwe dûr dikeve. Fikr û ramanên trawmayê di hişên da diçilvilin. Mirov nikare derûniya xwe ji qirêjiya trawma rizgar bike. Fikirqencî vediguhere fikirxerabiyê. Hevnesengiya  raman û giyan û derûn kûrtir dibe. Jiyan û têgihiştin feramoş dibe. Grêkên derûnî her ku diçe dikeve ser hev. Zihn pert û bela ye. Lewre her dem rûdana trawma di fik û raman û zihn de zindî ye. Nest û çepandin li ser kar e. Trawma ew e ku rûdan neyînî vediguhere fikr û raman û reftarên neyînî. Bîranînên weke neyînî û xeternarnak bibîrtîne û hêz û derûna mirov têrnake ku van diyardeyan bike erênî. Hemû hilçûn û daçûn li bin guhê hev dikevin. Derbirînên reftarî ji holê radibin. Hilçûnên erênî binav û hilçûnên neyînî serav dibin. Mirov xwe tometbarê rûdana trawmayê dibîne, ev jî barê derûnî girantir dike. Hemû xêrnexwazên hizirxerab, gotinxerab, ramanxeran û kiryarxerab bi ser dikevin û li ser derûn û giyana mirov zal dibin. Hizra qenc, ramana qenc, gotina qenc û kiryara qenc mala xwe bar dike ji derûna mirov. Mirov ji hêz û şiyana xwe dikeve. Mirov ji qencî û rehmeta derûna xwe bêpar dimîne. Mejî nikare mifa û  şadiyê bigihîne derûna birîndar. Rewşên trawmatîk, mîrateya derûnî ya neyînî zindî dike. Neskên nestê ji nûve ji kupê bîrdanka derdikeve ser rûyê hiş. Bandor û şopên trawmayên kevnar jî xuyanî dibin. Mensreya derûnî û giyanî ne zelal e. Loma paqijkirina laş û derûna mirov zehmet e. War û welatê mirov dibe girîn û zarîn. Gotin dibe êş û azar. Di giyan û derûna mirov de her tim şîn û şûna trawmayê kêm nabin. Trawma mirov tûşî xem û janên herî zêde dike. Mirov bi tena serê xwe nikare trawmayê çal bike. Her ku trawma demdirêj dibe fikr û ramanên herî qirêj û rizyayî jî diewt e. Mirov li hemû hizr û gotin û kiryarên xwe poşman dibe. Weke ku wê heta hetayê di vê rewşê de be. Mêjî û derûn dibe hêlîna mexlûqên trawmayê. Deng û hîs û pêjn û bêhna trawmayê bi xurtî li ser derûniya mirov dihêwire. Bi vî awayî tirs û xof ruhber dibe. Rastiya hiş û mejî pûç dibe. Loma bîr û bîrdanka mirov dixetime ji gemara trawmayê. Ji ber vê hindê ax û xerca derûnî û giyanî diterike. Rêzana mala xwebûnê xera dibe. Mirov dikeve heyr û hediriya hebûna can û cesedê xwe. Tu tişt namîne li bîhn û bala mirov. Derûna dêranê. Raw û tevdîr û rêzana derûnî dixurife. Mirov dibe qûmsiyê (sîxur) derûniya xwe. Di trawmayê de kela girî ji qirikê kêm nabe û dev nagere. Mirov xwe weke peza qurbanê hîs dike. Qirm û qiracê dil xalî dibe ji kêf û seyranê. Tundûtûjî ranabe ji teresxwediya trawmayê. Gazin û lome ji dil kêm nabe. Tog û tevagê trawmayê her cewaba nexêrê ji derûniya trawmatîk re tînin. Weke ku li ser serê mirov timûtim teqîna tevr û bêran be û mêlemêla derûn û giyan be. Bi NSPTê(Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê) re gelek êş û janên derûnî li hevdu diherbilin. Ticarî yeqîn û baweriya dilê trawmatîk bi kesî nayê loma nikare gilî û gazinê dilê xwe vebêje û kul û jana di dilê xwe de dihêle û her li hal û rewşa xwe diponije. Ji ber vê, dilê mirovê trawmatîk her liyan e. Mirov nikare bi kesî re bipeyive û bikelime. Hiş namîne û mejî diçelqi. Hestê mirov ji derûniya tê dawşandin. Nikare ji xwe re binale. Derûn û giyan û viyana mirov bêxwedî û bê sermiyan e. Loma nikare li ti dil û mala bibe mêvan e. Jixwe kesî ku li ber bîhna derûniyê bide namîne. Dil ji her tiştî dimîne. Hemû êş û derdên derûnî bi trawmayê re girantir dibe. Mirov riya xwe winda dike. Û can û laşê mirov dişewitîne heya ku ev nexweşiyên derûn û giyanê çareser bibin. Derûniya asûwasê, derûniya şerm û fediyê, derûniya dê xelk çi bibêjin. 


NSPT (Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê) ecêb û elamata giran e. Qaçora wê nayê dayîn. Derûn û rewana trawmatîk nifşkûj û nifşguhêz e. Trawmaya nahs heya neh nifşan jî bibandor e. Mirov ji trawmayê re dike bindest û kevanî. Giyan û derûna mirov di nav stiriyên çolê tê veşartin. Êş û jana bêxwedika trawmayê derûniya mirov hêdî hêdî dirizîne. Mirov êdî nikare kirasekî nû ji derûna êşlêketî re bifesilîne. Her tişt diçirvire û ji ber hev diçe. Mirov dike-nake nikare xwe li ser cilika hêvî û hesretê bigire. Derûna ku bi trawmayan neqişandî nikare riya xwe bi hêsanî bibîne. Kerb û kesera sedên sala di dil de bûye tîraw û pîmaw. Mirov bêgav dimîne li ber derê derûna xwe. Hestên mirov li hev digere dibe xirboqiyek wêran di stûyê jiyanê de. Nikare ji xwe hez bike û li xwe binêre ji qirêj û qilêra trawmayê. Bê hemdî xwe tevdigere di qesra kavil a trawmayê de.  Giyana mirov bi as û wasên trawmayê tê diçilmise. Qalikên bîranînên birînan ji nû ve tê qeşartin û vekirin. Mirov nikare kul û keserên salên berê ji hiş û mejî bavêje. Lewre hestên kujer , hêrs û kîna rizyayî êrîşî mirov dike û mirov nikare bi hevalê derûn û giyana xwe, tenê dikare bibe xerîbê wê. Bi trawmayê parsûyê derûniyê xwar dibe. Ji bo ku ev parsûyê xwar rast bibe, bi govan û şahidên rasteqîn girêka derûnî ji hev bê veçirandin û bi eşkere bike qêrîn ku deng biçe ezmanê heftan lewre bi sedê salan girêkên kor li hev geriyan e. Bîranîn û birînên jibîr(ne)kirî û bi salan e di hiş û binhişê derûnî de zengargirtî ji berêvkê  de ji hev bên parçekirin û ji serî de li ruh û giyana mirov bê barkirin. Birînên pînekirî dibin deynê derûnî û li pişta ruh û giyanê dibin bar. Loma mirov ji ber kul û keserên trawmayê xwe taldeyên bêxwedî û xwedan vedişêre. Ji ber derhişiyê hiş û binhiş ditevize. Lehiya êş û kesera li ser derûniya mirov radibe. Mirov bi jana trawmayê derûna xwe sewax dike. Derûna mirov ji dilê mirov re dibe kevir.

 


Mirov bendeyê civakî ye. Rewşa kumreşiyê xwe li mirov dipêçe. Kumreşî (biçukkirin). Trawma hest û nestên mirov dilerizîne. Derûniya mirov her dem di elinda şeva tarî de ye. Ji rewşa trawmayê mirov ditûtihe û serê mirov ji ber êş û jana derûnî nizime. Temenê mirovî xweş diqurmiçîne. Hiş û mêjiyê mirov bi ber pêlên trawmayê dikeve. Trawma dîroka derûnî û giyanî  jî li binguhêhev dixe. Lewre nifşguhêziya trawma jî heye. Derûniya mirov bi saxî tê veşartin. Hilm û deng û saw û pêjna rûdanên trawmatîk bi hedarî xwe di laşê mirov de digerîne. Lerzanoka ku xwe li hest û hişê  mirovê rapêçayî xwe bera nav damar û hestiyan dide. Tarî û reşikên derûnî serê xwe radikin. Rûdanên trawmatîk mirov ditengijîne û bêhna mirov teng û asê dike. Tenê bêhna trawmayê pozê mirov tije dike. Tirs û sawa trawmayê ku di laşê mirov de digere nahêle ku mirov bê ser hemdê xwe û rastiya xwe binase û li xwe bizîvire. Mirov hiş û mejiyê xwe nikare ji destê pêxwasên derûnî û giyanî rizgar bike. Lewre her di nava tariyê de di diponije. Ji bêhna şewata trawmayê hest û damarên laş dilerizin. Ji ber vê janê mirov bi gelek êşên xwe nahise û nikare xwe vehesîne. Jixwe ew rûdanên trawmatîk mîna pêlên behrê her li nav çavên mirov dixe û nahêlin mirov bên ser hemdê xwe û li jiyana xwe vegere û weke hemû mirovan bi siruştî bijî. Her bi di nava rewşeke melûl de dijî. Bi dengekî, bi pêjnekê, bi bêhnekê vediciniqe û vedigere wê roja reş û tarî... Axîn û nalîn ji wan kêm nabe. Xelekê reştarî yên derûnî û giyanî ji der û dora hiş û mêjiyê mirov kêm nabin. Mîna ku hemû xerabî li hev hatibin badan û xwe li stûyê mirov gerandibe. Ji ber pirbûna wêneyên trawmatîk ramanên mirov tevlihev û bêhedar û tebat e. Rûdanên trawmayê mîna fîlmekî bêdawî di ber çavên mirov de derbas dibin. Weke ku lingên mirov ketibe zikê mirov, mirov xwe bêtaqat hîs dike. Her tişt vajî hev dibe. Mirov dibe weke kalê nav livîna. Hişmendiya hiş û aqil ji holê radibe. Mirov ji ber tirs û sawa trawmayê nikarin li hev rûnên û kul û derdên xwe ji hev re bêjin. Lewre ji ber toz û ecacoka trawmayê mirov derûnviritî dibe. Hiş nikare bi hemdê xwe tevbigere. Her dudilî ye loma nikare ti biryara bistîne. Fikr û raman tev dibin kelem û tawan. Trawma şopeke zêvar di hiş û mejî de dihêle. Bîrûbaweriyên vejînê ditefin. Kûpê serî êdî nikare giraniya mejî û barê derûnî hilgire, kul û kelemê trawmayê, raman, nest, hest û helwest her yek dipengizin aliyekî hiş û laşê mirov û jiyanê reştarî dikin. Ji ber reng û deng û zextên trawmayê mirov derûnmirarokî dibe. Wehim û xeyal tevlihev dibe. Rewşa giyan û derûnî xera dibe û fikr û raman dilewitin. Ji kerba kelemên trawmayê mirov bi xwe dikeve. Kul û kelemên trawmayê ne tê daqurtin ne tê meyandin. Ev jî li ser qewet û sihet û tendirustiyê bandorker e. Ev jî şerîta dil reş dike û diwerimî ne. Ger trawma bi demdirêjî dom bike, ti helaliyê di hinavê derûnî de nahêle. Loma rewş her şîn û girî ye.  Kumreşiya trawmayê xwe digihîjîne her tîşên laş û giyanê. Qewet û xweşbîniya ruh û giyanê ji holê radike. Halê derûnî ne ti hal e, dike-nake rehetî nayê ser derûniya mirov. Trawma weke şiverêyeke dirêj e ku rêvegera wê xerab û fitlonek e. Mîna bayekî nexweş e ku ji derûniya ti kesî re baş nagobile. Trawma weke mohra reş ku li ser derûniya mirov daniye ruh û giyana mirov dike nalenal. Loma mirov dibe belangazê hest û nestên xwe û barkêşê derûniya xwe. Hiş û derûniya çelqyayî her fikr û ramanên xerab dixe nava dilê mirov. Mîna ku mirov bikeve navbera du keviran. Hestê xwe-tawanbarkirinê her li pêş e, dixwaze biqirî lê  mîna xeneqûtkê gewriya mirov girtibe, mirov dixwaze biaxife, bilore û tiştekî bibêje lê dike-nake nikare. Dil û hinav weke ku dax bibe ji şik û kumreşiyê reş dibe. Xewn û xeyal diteqisin û şîn û girî direqisin. Mirov nikare vê stresa trawmayê ji xwe daweşîne û dîsa vegere siruştiya xwe û qarîn û qîjîna êş û jana li dû xwe bihêle. Deng û peyv û awazên trawmayê derûniya mirov diguvêşe û giyana mirov difetise. Tiştek ji birîna ser dil re nabe melhem.  Her tişt dixeyir li ser hevdu. Êdî li sûka giyanê, asûkiyên derûnî nayên kirîn. Şînê ezman reş dibe. Trawma bandoreke neyînî li şiyana jiyanê dike. Tendirustiya laşî û giyanî û derûnî têk diçe û kevirên avaniya jiyana tendirust xera dike. Trawma qûça derûndirustiyê ji binî de xera dike. Fikr û ramanên tirsfirandinê di laş û mejiyê mirov de digere. Şabûn nakeve dilê mirov. Şîn dikeve dilê mirov. Mîna ku dew di dilê mirov de bê kêlandin. Loma mirov tûşî gelek nexweşiyên derûnî dibe. Girêkên pişta mirov ne bes e, yên derûnî jî lê zêde dibin. Ev mirov ji hêlanê dixe. Kesî ku hêlanê bide mirov namîne.



Ger û tevger kêm dibe. Mirov ji hîs û hiş û taqet dikeve û nikare li xwe û derûna xwe bigere. 

Rojek tenê tuneye ku kurd neyên kuştin, talankirin, darvekirin, zêrandin û êşkencekirin û di medyayê de bi tiştekî xerab neyên tawanbarkirin û biçûkkirin, ev jî her û her deng û rengên trawmayên wan zindî dihêle. Ev jî rê li ber jiyana xapînok xweş dike. Tiştê herî xerab û teres û rezîl jî xwe-xapandin e. Bîranînên trawmayê ruh û derûniya mirov dikoje û hêz û qeweta jînê ji holê radike. Bîranînên trawmatîk ên kurdan jî mîna barekî giran li ser pişta giyan û derûniya wa ne. Mirov dike û nake nikare xwe jê rizgar bikî û her ku xwe tevdide hîn bêtir bê ve dizeliqe û pê dilewite. Barê trawmayê barekî wisa ye ku mirov wê nabîne û bêyî daxwaz û razîbûna mirov her li ber çavê wî û di fikr û ramana wî de ye. Şik û gumanên trawmayê dibin asûwas weke bizuzê dikevin ruh û canê mirov û hêdî hêdî mirov dipizînînin û jiyanê lê diherimînin. Mîna mohra reş û rûreş heta hetayê datîne jîn û jiyana mirov. Ev jî ji hemû nexweşiyan re dibe bingeh. Girêka piştê ya derûnî dişide. Sihet û qewet di mirov de namîne û mirov danavî dibe. Henek û mesqere mala xwe bar dikin. Dilê mirov dibe weke xana xerabe, bêdeng û bêxwedî û xwedan. Her li benda prîskeke jîndar. Lewre dil weke mirovekî jitînaketî li fûr û kêfxweşiyê digere. Lewre hesta hêvî û hezkirin ruh û derûniya mirov pak dike ji qilêrên zingargirtî û mirov digihîjîne jiyana helal û paqij. Di jiyana mirov de gelek êş û êşûkan hene ku bi trawmayê re zîl didin. Mirov xwe di reşayê de hîs dike û mirov li ber çavê xwe reş dibe. Fikr û raman û hîsên dem û dewrana zû bi zû ji mirov xalî nabin. Lewre her nexweşî xwe li mirov digire.

Dilê ku trawmalêketî bi hêsanî xwîn nadi û nastîne û nikare xwe biparêze ji xerabiyan. Lewre rûbarê dinyaya derûnî bi ne-xweşiyê vediguhere. Bo aramiya derûn û giyanê, divê xwîna ku trawmayê rijandiye li erdê nemîne. Ev jî wê bibe mifta lihevhatinê. Lewre heya xweliya şewatên berê bibin bizot û dilê mirov bişewitîne aş(itî) nabe. Ku êş û derdên mirov ne ji hev bin, mirov ji hevnagihêje. Mirov bi jana trawmayê re derûnreş dibe.

 

Nahêlin em li xwe-binasin û xwe bigihêjînin xwebûna xwe. Loma em li xwe aş nabin. Xwenasîn, erka doxa mirov a serekeye. 



Wehima xwemezinzanînê (grandiose delusion) bi  xeserandina derûnî ve têkildar e. Berwarê şematok (slippery slope) û veguherîna metirsîdar (risky shift).
Derûndirustî (mental health) bi palpişta civakî (social support) û derûnî ve sader dibe. Mandûbûna derûnî (betilbûna derûnî) û asûdeye derûnî (arambûna derûnî) bi şêwaza jiyanê ve girêdayî ye. Di trawmayê de derd xwe didin ser kulên derûnî.
Derûniyeke sudbexş û tendirustiya derûnî? Hestyar û sozdar?
Çareseriya derûnî bi sazgarbûna bi hestên tahm û xweşhaliyê ve kêf û şahiyê digire û xerezî û gelemşeyên jiyanê bi coş û xiroşiya jiyanê ve aş û baş dibe. Û rewşa derûnî têr û tesel vedigure.

Deriyê derûnnasiyê (gateway to psychology), deriyê dil û hiş û tevgerê ye. Jîngeha derûnî rastgerîna karîgerî û başbûna derûnî ye. Ew jî bi azadiya derbirînê re dilkêş û hêzbexş e. Wesfê derûnî, helsengandina derûnî, nirxandina derûnî bi jinûveavakirina venasînî û reftarî re ji bilanê (taqlît) rizgar dibe. Xwe-selmandin (self-actualization), bi perwerdeya hander û çareseriya hizrî reftarî re têkûz dibe û bedguman vediguhere xweşguman.

Derûniya me derûniya hilqizmilqiz e. Em ji  hevxemiyê (sympathy, hevsozî) re dibêjin, hevdilî (empathy, hevderdî). Eyba me, eyba reş e loma em ji merhalê jîn û jiyanê derketinin. Û tiranê xwe bi êş û azarên xwe dikin. Ev jî wehima xwemezinzanînê (grandiose delusion) ye. Derûna me li hêviya jîngeha xew û xeyalên rasteqîn û rastgerînê.   

Derûnnasên serdemî raz û nepeniyên derûnî bi xebat û vekolîn û rapirsînên derûnkolînerî (derûnşîkarî, psychoanalysis) serîder dikin. Ev jî bi kerest, amraz û jibermayiyên jîn û jiyana mirova ve tê dahûrandin. Bi vî terhî, mirov derbirînên hest û nestên (xerîze, instinct) xwe yên tabûyî diderîne û girêkên derûnî ji hev vediçirînin. Û bîr û boçûnên tepisandî yên ji qonaxa zaroktiyê (bi taybetî girêka odîpûs) mabûn bi serîderkirina derûnkolînerî re bi awayekî rasteqîne li ser kul û keserên xwe dinalin û dilorînin...

Bi me kurdan re trawmaya jixwehezkirinê heye. Loma em nikarin ji xwe, ji zimanê xwe, ji hebûna xwe, ji kurdbûna xwe û hwd hez bikin. Lê bi rê û rêçikên trawmayê em dikarin ji "xwe" (self) hez bikin. Belê, ku em bikaribin bi awayekî zanistî dev ji êş û azarên xwe yên tarîxî berdin û "xwe" fêrî êş û janên jiyana rasteqîn bikin.

Em xwe tawanbar hest dikin [feel guilty (about something)] û vê tawanbariyê bi bîra derhişî (unconscious memory) bi çand û zimanê xwe ve dizeliqînin...

Bûnnasî û hebûnnasî li ser doxa saxlemiya derûnî û dirustkirina kesayetiyê bandorker e. Jixwe kêşeya têgihiştina xwebûn û xwe-(tê)gihîştinê, kêşeyeke derûnî û hebûnî ye. Saxlemiya derûnî û dirustkirina kesayetiyê rê û rêçikên xwebûn, xwe-selmandin (self-actualization) û xwe-behayîşê (self-esteem) vedike û perûyên derûnî (psychological rewards) ango xelat û diyariyên derûnî van rê û rêçikan geş û xweştir dike.

Li cihê ku hiş(mendî) [conscious(ness)] tuneye, derhişî (unconscious) û binhişî (subconscious) li çi digere? Ku çarexwaz (client) li çareseriyê negere, çareserkar (counselor) dê çi bike? Çareserkarane li gel çarexwaz e. Mirovê dilpîs wê çi bike ji çareserkarê derûnî (psychological counselor)?
Derûnkolînerî (psychoanalysis)

Ji bo ku em nifşên nû rakin ser nigên xwe, divê em di deftera jiyanê de rêc û resman, rêbaz û rêkarên peyrewên hînkirinên rast û rastbêj bi çavên xwe yên hûrbîn bipîvin û bi feraset fêhm bikin, li ber xwe kevin, erknas û xweşdil bin da ku jiyana xweşrewan, derûna (ruh) aloz bi xulqê baş derxîna qonaxa herî bilind a resentiya derûnî ku fêsêrat û serdarî hêz û şiyana serkeftinê raberî rêberan bike û nûra xelata Xwedê di dilê me de biteyisîne û xapandin û fêlbaziyê bitemirînin li hember hêrs û xezebê ....




Mirov bi girêkên derûnî tên girêdan. Şêwazê serîderkirinê li ser hizr û derbînê re bandorker... Her keftinek, serkeftinek e.

Ji bo êş û azarên derûnî û bo derûniyek kamil piştevaniya derûnî gelek giring e.

Perûya derûnî (psychological rewards) ango xelat û diyariyên derûnî jî

Em ketinin pirika bindestiyê loma miyaser û serfiraz nabin.

 




Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...