Skip to main content

"BRAIN ROT" RIZÎNA MEJÎ, PEYVA SALA 2024AN


Oxford University Press îsal "Brain Rot" (Rizîna Mejî) weke Peyva Sala 2024an hilbijart. Ev hilbijartin piştî dengdaneke giştî ya du hefteyan pêk hat ku tê de zêdetirî 37,000 kesan beşdar bûbûn.

Di kurdî de ‘rizîna mejî’, "rizîn" tê wateya "genî bûn" yan "xerab-bûn", û "mejî" jî tê wateya "brain" ku bala xwe dide ser serdema dîjîtal a îroyîn û di navenda nîqaşên çandî û rewşenbîrî de cih digire, mohra xwe li sala 2024an da.

Rizîna Mejî weke xirabûna rewşa mejî yan ‘hiş’mendiya takekesekî tê pênasekirin. Ev têgeh bi taybetî bandora xerckirina zêde ya naveroka kêm-kalîte ya medyaya civakî li ser mejî rave dike. Oxford University Press diyar kir ku ev term di sala 2024an de giringiyeke taybet bi dest xist, ji ber ku bêhtir bala mirovan kişand ser zirarên belgekirina bêdawî û naveroka ku mejî sistkirî ye.

Çîroka Peyvê

Ev term cara yekem di sala 1854an de, di kitêba "Walden" a Henry David Thoreau de xuya bûye. Thoreau di vê kitêbê de bi rexneyeke tûj dipirse: "Dema ku Înglistan hewl dide rizîna kartolan derman bike, çima hewl nade ku rizîna mejî ya ku hê xirabtir û kuştîtir e, derman bike?"

Di roja me de, ev peyv wateyeke nû wergirtiye û bi taybetî:

Xerckirina zêde ya naverokên bêkêr ên li ser medyaya civakî

Sistbûna hêza rexneyî ya mejî ji ber karanîna zêde ya platformên dîjîtal

Bandora neyînî a belgekirina bêdawî li ser hişmendiyê

Giringiya Hilbijartinê

Oxford diyar dike ku hilbijartina vê peyvê balê dikişîne ser pirsgirêkeke giring a serdema dîjîtal. Ev term, bi taybetî di nav nifşên nû de (Nifşên Z û Nifşên Alfa) dest pê kir û paşê derbasî zimanê rojane yê giştî bû.

Di salên borî de jî Oxford peyvên balkêş hilbijartibûn:

2023: "rizz" (peyva ku tê wateya karizmatîk û balkêş bûnê)

2022: "goblin mode" (rewşa derketina derveyî normên civakî)

2021: "vax" (peyva sereke ya serdema pandemiyê)

Ev hilbijartin nîşanî me dide ku civak bi kûrahî li ser bandora teknolojiyê û medyaya civakî ya li ser jiyana me ya hişmendî difikire û ji vê yekê bi şik û guman e.

Çima Tendirustiya Mejî (Brain Health)

"Rizîna mejî" (Brain rot) ne têrmeke bijîşkî ye, lê diyardeyek rastîn e ku bi bikaranîna medyaya civakî (social media) û dema li ser înternetê ve girêdayî ye.

Dema zêde ya li ser medyaya civakî bandorê li ser erkên mejî yên weke bîr (memory), biryardayîn (decision-making) û tendirustiya derûnî (mental health) dike.

Her kes dikare rojane li stratejiyên şiyanên mejî (brain skill strategies) veberhênanê bike da ku li dijî rizîna mejî têbikoşe.

Baldariya li ser sê aliyên tendirustiya mejî – fikr û raman (thinking), hestkirin (feeling) û kirin (doing) - erka venasînî (cognitive function) diparêze.

Xalên Sereke yên Tendirustiya Mejî di sala 2024an de

Gotûbêja li ser tendirustiya mejî di salên dawî de zêde bûye, û 2024 jî ne cuda bû. Vê salê gelek geşedanên giring çêbûn, di nav de zêdekirina veberhênana di sermayeya mejî (brain capital) de, baldariya zêdebûyî ya li ser bandora jiyana rojane li ser "dema tendirustiya mejî" (brain health span), û derketina "rizîna mejî" weke mijarek giring. Ev têgeh, digel pênaseyên nû û geşedanên nû, têgihiştina berfireh a tendirustiya mejî nîşanî me didin.

Têgihiştina Tendirustiya Mejî

Tendirustiya mejî bingeha tendirustiya me ya giştî ye, û bandorê li ser çawa em difkirin, hîs dikin û di jiyana rojane de tevdigerin dike. Weke pênaseya gişgir (holistic) a Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (World Health Organization), tendirustiya mejî ji nebûna nexweşiyê wêdetir diçe û tendirustiya fizîkî, derûnî û civakî jî dihewîne. Ev têgeh li ser tevlîbûn û geşedana berdewam a mejî di hemû qonaxên jiyanê de tekez dike.

Digel ku pênaseyeke gerdûnî ya tendirustiya mejî tune ye, piraniya çarçoveyan li dora sê aliyên sereke dizîvirin: "fikirîn (raman), hîskirin û kirin." Ev alî perspektîfeke pratîk pêşkêş dikin ji bo têgihiştin û optimîzekirina erka mejî.

Navenda Aşopiya Tendirustiya Mejî (Virtual Brain Health Center) de, em tendirustiya mejî weke çawa em dikarin mejiyên xwe di her temenî de optimîze bikin pênase dikin, ji ber ku em bi awayekî berdewam bi rêya jiyana xwe, tevgerên xwe, adetên xwe û serpêhatiyên xwe mejiyên xwe şikil û şemal didinê. Ev nêrîna gişgir a tendirustiya mejî, hawîrdor û tevgerên me yên ku rasterast bandorê li ser jiyan û geşedana mejî ya demdirêj dikin, vedihewîne.

Pênasekirina Tendirustiya Mejî di Sê Aliyan de

Tendirustiya mejî bi gelemperî bi sê aliyên bingehîn tê pênasekirin:

Fikr û Raman (Thinking): Ev alî prosesên venasînî (cognitive processes) ên weke fêrbûn, bîr (memory), çareserkirina pirsgirêkan û biryardayînê vedihewîne. Mejiyekî saxlem piştgiriya zelalbûna hişmendî, proseskirina agahiyan a bi bandor û adaptebûnê dike.

Hestkirin (Feeling): Ev alî li ser aliyên hestiyarî disekine, di nav de rêvebirina stresê, rêvebirina hestan û nûşiyan (resilience) jî heye. Hevsengiya hestiyarî ji bo tendirustiya derûnî û rêvebirina astengiyên jiyanê pêwîst e.

Kirin (Doing): Ev alî aliyê tevgerî yê tendirustiya mejî temsîl dike - çawa fikir û hest vediguherin çalakiyan. Ev karên rojane, çêkirina adetan û parastina jiyaneke bi bandor a ji bo mejî ya saxlem vedihewîne.

Têgeha "rizîna mejî" van aliyan bi xirabkirina performansa venasînî (cognitive performance), têkdana hevsengiya hestiyarî û astengkirina tevgerên bi bandor ve dijwar dike. Bi demê re, rizîna mejî dibe sedema zehmetiyên bîrê, bêorganîzebûnê, biryardayîna xirab û kêmbûna tendirustiya derûnî.

Yek ji adetên zirardar ên ku beşdarî rizîna mejî dike "doomscrolling" e, ku weke demeke zêde ya li ser lêgerîna nûçeyên acizker ên li ser înternetê tê pênasekirin. Ev zêde-xwarina naveroka dîjîtal dikare şiyana me ya baldariyê, proseskirina agahiyan û tevlîbûna fikirîneke bi wate asteng bike.

Xwarineke Hişmend

Xwarina me ne tenê xwarina fizîkî ye, lê her wiha naveroka ku em rojane dixwînin jî vedihewîne - çi tiştê ku em temaşe dikin, guhdarî dikin an dixwînin be. Giring e ku em li ser çawa em hem agahî û hem jî serpêhatiyên xwe digirin û li gorî wê bertek/refleks nîşan didin. Çawa ku em xwarina xwe ya fizîkî kontrol dikin, divê em her wiha binirxînin ka em ji aliyê hestiyarî û întellektûel ve çi distînin, ji ber ku ev beşdarî tendirustî û erka me ya mejî ya giştî dibin.

5 Şîret ji bo Pêşîlêgirtina Rizîna Mejî

Ji bo têkoşîna li dijî bandorên xirab ên rizîna mejî, em dikarin stratejiyên ku tendirustiya mejî xwedî dikin bipejirînin. Li vir pênc gavên pratîk hene ji bo kêmkirina zêdebûna dîjîtal û parastina erka hişmendî û venasînî:

Demên Bêekran (Screen-Free Time) Plansaz Bikin: Demên taybet ên di rojê de diyar bikin ku hûn ji teknolojiyê dûr bikevin û beşdarî çalakiyên derveyî înternetê bibin.

Sînorên Demê (Time Boundaries) Deynin: Dema ku li ser amûran tê derbaskirin sînordar bikin û "doomscrolling"a ne pêwîst kêm bikin. Ji bo rêvebirina vê yekê, sepanên ku dema ekranê sînordar dikin bikar bînin an jî mîhengên amûrê biguherin.

Beriya Xewê Ji Ekranê Dûr Bikevin (Unplug Before Bedtime): Herî kêm saetek beriya xewê ji ekranan dûr bisekinin da ku hem kalîte û hem jî dema xewa we baştir bibe.

Herêmên Bê-Teknolojî (Tech-Free Zones) Çêbikin: Di mal an cihê xwe yê karî de hin herêm veqetînin ku li wir teknolojî nayê bikaranîn/destûrdan. Ev yek têkiliyên hişmendtir û adetên saxlemtir teşwîq dike.

Paqijkirina Dîjîtal (Digital Detox) Biceribînin: Ji înternetê û amûran çend saetan rojê dûr bisekinin. Bi derbasbûna demê re vê demê dirêj bikin ji bo rojek tevahî, dawiya hefteyeke dirêj, hefteyek an jî demeke diyarkirî. Vê demê ji bo tevlîbûna çalakiyên weke geşedana hobiyan, kêfxweşiya xwezayê, xwendina kitêbekê û kêfxweşiyê bêtir bikar bînin.

Ev çalakî piştgiriyê didin sê aliyên tendirustiya mejî - raman, hîskirin û kirinê - bi geşedana venasînî (cognitive development), nûşiyana hestiyarî (emotional resilience) û adetên saxlem (healthy habits). Bi pejirandina van stratejiyan, hûn dikarin bandorên rizîna mejî kêm bikin û têkiliyeke hevsengîtir bi teknolojiyê re ava bikin.

Encam

"Rizîna mejî" ne têrmeke ku ji aliyê bijîşkî ve tê naskirin e, lê ew bûye diyardeyek civakî ya zêdebûyî. Di destpêka vê mehê de, Oxford University Press wê weke "xerabûna texmînî ya rewşa derûnî an jî întellektûel a takekesekî, bi taybetî ji ber zêde-xwarina materyalên ne giring an jî ne asteng, bi piranî ji naveroka li ser înternetê" pênase kir.

Têrm bi taybetî bi metirsiyên derbarê bandorên platformên medyaya civakî yên weke TikTok de bala mirovan kişand. Ev diyarde ku pirî caran weke "mejiyê TîkTok" (TikTok brain) tê binavkirin, diyar dike ka hişyarkera dîjîtal (digital stimulation) a berdewam çawa bandoreke neyînî li ser tendirustiya venasînî û derûnî dike.

 


Çavkanî

1-      https://www.psychologytoday.com/us/blog/small-town-usa/202412/has-oxford-exposed-our-time-as-the-age-of-brain-rot

2-      https://www.psychologytoday.com/us/blog/brain-care-for-all/202412/brain-rot-why-brain-health-matters-now-more-than-ever

 

Comments

Popular posts from this blog

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...

ŞÊX SEÎDÊ KAL Û DERÛNHÊZÎ

Destpêk Di dîroka neteweyên bindest de, serok û rêberên neteweyî xwedî roleke taybet û girîng in di avakirina hişmendiya neteweyî û geşkirina tevgerên rizgarîxwaz de. Di nav kurdan de jî serokên wekî Şêx Seîd, bi mêrxasî û dilsoziya xwe, bûne stêrkên geş ên dîroka kurd û Kurdistanê. Lêbelê, çîroka şêxê me tenê ne çîroka serkeftin û qehremaniyê ye, herwiha çîroka êş, xwefiroşî û nakokiyên navxweyî ye jî. Ev rewş, di derûniya civaka kurdî de birînên kûr û giran çêkirine ku heta îro jî bandora wan li ser civaka kurdî heye. Di vê nivîsê de, em ê hewl bidin ku ji hêla derûnî ve rewşa pîr û pêşengên kurd Şêx Seîdê kal li ser civakê binirxînin ku çawa wî di serdema xwe de li hember pergala serdest serî hildaye û di dawiyê de bûye semboleke berxwedanê di nav kurdan de. Herwiha em ê li ser wê yekê jî rawestin ku çawa civaka kurdî îro li hember vê mîrateya dîrokî û derûnî radiweste û çawa ev yek bandorê li ser siberoja kurdan dike. Di dîroka kurd û Kurdistanê de kesayetiyên hêja û girîng g...