Destpêk
Koçberî û penaberî di sedsala 21an de bûne yek ji kêşe û pirsgirêkên herî taybet
ên cîhanê. Kurd û Kurdistan jî ji ber dîroka xwe ya bi şer, zordarî û
polîtîkayên neteweyî yên dijminane, bi awayekî zor û zûrî bi vê gelemşeyê re rû
bi rû ne. Ji komkujiya Dêrsim û Geliyê Zîlan heta êrîşên DAIŞê û êrîşên dewleta
Tirk, kurd gelek caran neçar mane ku ji warên xwe derkevin û li welatên din bibin
penaber û pêleber û kon û komikên xelkê bicivin. Me jî xwest bi vê nivîsê, bi
taybetî li ser rewşa kurdan, trawmaya koçberiyê û bandorên wê yên derûnî û
civakî li gorî çavkaniyên dinyayê vebikole û çareseriyên guncan pêşkêş bikin.
Rewşa kurd û Kurdistanê
Kurdistan, ji ber dîroka xwe ya bi şer û zordarî, bûye cihê koçberiyên mezin.
Li gorî daneyên UNHCRê, di sala 2023an de, bi qasî 2 milyon kurd wekî penaber
li derveyî welatên xwe dijîn. Ev rewş, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê, bi awayekî zêde xuya dibe. Ji ber
êrîşên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser Rojava û êrîşên DAIŞê, gelek kurd neçar
mane ku ji mal û warên xwe derkevin û li çar aliyên cîhanê belavbibin.
Trawmaya koçberiyê û kurd
Trawmaya koçberiyê ji bo kurdan bi taybetî dijwar e, ji ber ku ev trawma ne
tenê bi windakirina mal û waran re, lê bi windakirina nasnameya neteweyî û
çandî jî re têkildar e. Van der Kolk (2014) destnîşan dike ku trawmaya
koçberiyê ji bo kurdan bi awayekî girêkî e, ji ber ku ew bi trawmayên berdewam
ên şer û zordarî re jî rû bi rû ne. Lêkolînên Silove (2013) jî nîşanî me didin
ku kurd bi trawmaya girêkî re dijîn, ku ev trawma ji ber rûdanên trawmatîk ên
dubare û berdewam peyda dibe.
Ji bo kurdan, koçberî ne tenê tê wê
wateyê ku mirov ji warê xwe dûr dikeve, lê herwiha tê wê wateyê ku mirov ji
çanda xwe, zimanê xwe û dîroka xwe jî dûr dikeve. Ev yek dibe sedema qeyran û qrîzeka
giran û kûr a nasnameyê ku bandoreke mezin li ser saxlemî û tendirustiya derûnî
ya kurdan dike.
Bandora li ser zarok û ciwanên kurd
Zarok û ciwanên kurd yên koçber û penaber bi arîşe û pirsgirêkên giran re rû bi
rû ne. Li gorî lêkolîna Steel û hevkarên wî (2019), zarokên kurd yên penaber bi
kêşe û girîftên perwerdehî, tendirustî û geşedana civakî re rû bi rû ne. Ev
zarok gelek caran bi gelemşeyên zimênî, qeyran û qrîza nasnameya çandî û
kêmasiya piştgiriya civakî re dijîn. Ji ber koçberiya bi darê zorê, zarokên
kurd bi awayekî zêde bi pirsgirêkên derûnî yên wekî NSPT (Nexweşiya Stresê ya
Piştî Trawmayê), depresyon û anksiyeteyê re rû bi rû ne.
Zarokên kurd yên koçber gelek caran di
navbera çanda malbatê û çanda welatê mêvandar de dimînin. Ev rewş dibe sedema arîşe
û pirsgirêkên nasnameyê ku di warê perwerdehî û geşedana civakî de jî bandoreke
neyînî çêdike/dihêle. Ji bo zarokên kurd, ziman û çanda kurdî gelek girîng in,
lê di welatên mêvandar de ev çand û ziman gelek caran nehatine parastin û piştgirîkirin.
Rêbazên dermankirinê û pêşniyarên stratejîk
Ji bo dermankirin û çareseriya trawmaya koçberiyê li ser kurdan, divê rêbazên
dermankirinê bi awayekî çandî-peljen û tevgir û gişgir bin. Van der Kolk (2019)
pêşniyar dike ku terapiya reftarî-venasînî (CBT) û terapiya çandî-peljen
dikarin ji bo kurdan bibin alîkar. Ji ber ku kurd bi çandeke taybetî û dîrokeke
dijwar re dijîn, divê çareserî û dermankirin li gorî vê taybetiyê were sazkirin
û plankirin.
Lêkolînên Rousseau û hevkarên wî (2021)
jî nîşan didin ku terapiya bi çanda peljen ji bo kurdan encamên baştir dide, ji
ber ku ev rêbaz çanda kurdan û trawmaya wan a taybetî li ber çavan digire. Di
vî warî de, karkirina bi wergerên kurd û terapîstên ji çanda kurdan jî dikare
bibin alîkar.
Rola civakê û siyasetê di dermankirin û întegrasyonê de
Civak û siyaset di dermankirin û întegrasyona kurdan de roleke watedar dilîzin.
Li gorî Miller û hevkarên wî (2022), divê welatên mêvandar bernameyên
întegrasyonê yên berfireh pêk bînin, ku di nav de xizmetên tendirustiya derûnî,
perwerdehiya zimênî û piştgiriya civakî hebe. Ji bo kurdan, divê ev bernameyên
întegrasyonê bi awayekî çandî-peljen bin ku nasnameya kurdan û çanda wan li ber
çavan bigirin.
Ji bo serkeftina van bernameyan, divê
welatên mêvandar û rêxistinên navneteweyî bi hev re bixebitin. Di vî warî de,
perwerdehiya pisporên tendirustiya derûnî, geşkirina xizmetên derûncivakî û
piştgiriya çandî-peljen ji bo kurdan gelek watedar in.
Encam
Trawmaya koçberiyê ji bo kurdan mijareke pir taybet û girêkî e. Ji bo
çareserkirina vê pirsgirêkê, divê hem pisporên tendirustiya derûnî, hem dewlet,
hem jî rêxistinên navneteweyî bi hev re bixebitin. Ji bo siberojê, ev pêşniyar
tên kirin:
Dewlet û rêxistinên navneteweyî divê bêtir bûdce ji bo xizmetên tendirustiya derûnî yên
çandî-peljen veqetînin.
Bernameyên taybet ji bo zarok û ciwanên kurd ên koçber û penaber divê bên geşkirin.
Perwerdehiya pisporên tendirustiya derûnî di warê trawmaya koçberiyê û çanda kurdan de divê bê
berfirehtir kirin.
Lêkolînên berfirehtir li ser bandora demdirêj a koçberiyê li ser civaka kurdan
divê bên kirin.
Bernameyên întegrasyonê yên civakî divê bên xurtkirin û berfirehtir kirin, bi taybetî ji bo
kurdên koçber û penaber.
Çavkanî
Bhugra, D. (2020). Migration and mental health. Oxford
University Press.
Herman, J. L. (2015). Trauma and recovery: The
aftermath of violence. Basic Books.
Miller, K. E., & Rasmussen, A. (2017). The mental
health of civilians displaced by armed conflict. Epidemiology and Psychiatric
Sciences
Van der Kolk, B. (2019). The developmental impact of
childhood trauma. Journal of Traumatic Stress.
Termên sereke
Trawma
(Trauma): Ziyaneke derûnî ye ku ji ber rûdaneke
dijwar an serpêhatiyeke neyînî peyda dibe. Di koçberiyê de, ev dikare ji ber
şidet, koçberiya bi darê zorê an windakirina mal û kesên nêzîk çêbibe.
NSPT -
Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (PTSD - Post-Traumatic Stress Disorder): Rewşeke derûnî ye ku piştî rûdaneke trawmatîk peyda
dibe. Nîşaneyên wê: xewnên xirab, bîranînên dijwar, tirsa berdewam û
hwd.
Anksiyete (Anxiety): Rewşa fikar û tirsê ya zêde ku bandorê li ser jiyana
rojane dike. Di nav koçberan de gelek caran tê dîtin.
Terapiya Reftarî-venasînî
(CBT): Cureyeke terapiyê ye ku li
ser guherandina ramanên neyînî û tevgerên ne baş dixebite. Rêbazeke sereke ye
di çareserî û dermankirin û başkirina trawmayê de.
Întegrasyon: Prosesa ku koçber di nav civaka nû de cih digirin û
dibin beşek jê. Ev têgeh hem aliyê çandî, hem civakî û hem jî aborî vedihewîne.
Terapiya
Çandî-Peljen: Cureyeke terapiyê
ye ku taybetmendiyên çandî yên nexweş li ber çav digire û li gorî wê tê
plankirin.
Koçberiya
Mecbûrî: Rewşa ku mirov ji ber sedemên
weke şer, zordarî, xizanî an rewşên din ên xeternak neçar dimînin ku ji welatê
xwe koç bikin.
Şoka Çandî: Rewşa stresê ya ku ji ber rûbirûbûna bi çandeke nû re
peyda dibe. Dema mirov dikeve nav civakeke bi temamî cuda, ev rewş peyda dibe.
Trawmaya Girêkî: Cureyekî trawmayê ye ku ji ber rûdanên trawmatîk ên
berdewam û dubare peyda dibe. Di prosesa koçberiyê de gelek caran tê dîtin.
Adaptasyon: Prosesa ku mirov xwe li gorî rewş û mercên nû saz
dike û bi wan re têkildar dibe.
Depresyon: Nexweşiya xemgîniyê ya kûr ku dikare bandoreke neyînî
li ser hemû jiyanê bike.
Nasnameya
Çandî: Hesta girêdayîbûna mirov bi
çand, ziman, dîrok û nirxên civaka xwe re.
Piştgiriya
Civakî: Hemû cure alîkarî û
piştgiriyên ku ji aliyê civak, sazî û dezgehan ve tên pêşkêşkirin.
Tendirustiya
Derûnî: Rewşa saxlemiya derûnî ya
mirov ku hem aliyê hestî hem jî aliyê ramanî vedihewîne.
Tevgir û
gişgir: Nêzîkatiyeke ku li şûna tenê
beşekê, hemû pergal û têkiliyên di navbera wan de li ber çavan digire.
Comments
Post a Comment