Ji
hêla civaknasî û derûnnasiyê ve
Di warê derûnnasiyê de, têgiha hiş (consciousness) û astên cuda yên wê, hertim weke mijareke bingehîn hatiye nirxandin. Ji ber ku hiş, him navenda serpêhatî û ezmûna mirov e, him jî bingeha şîrovekirina jiyanê ye, lêkolîna vê têgihê ji bo pisporên derûnnasiyê xwedî girîngiyeke bêhempa ye. Ev mijar, bi taybetî ji dema Freud û pêve, bûye mijareke sereke ya derûnnasiyê û paradîgmayên cuda yên têgihiştina mirovahiyê (Schultz & Schultz, 2016).
Pisporên derûnnasiyê yên weke William James, Sigmund Freud, Carl Jung, Jean Piaget û gelek kesên din, her yek ji aliyekî ve li ser hiş(mend)iyê sekinîne û hewl dane ku vê têgihê zelal bikin. Lêbelê, ji ber alozî û tevliheviya mijarê û ji ber ku hiş bi xwe têgiheke ku em pê dihesin lê bi awayekî fizyolojîk nikarin wê bi temamî îzah bikin, hê jî ev mijar di nav gelek lêkolînan de cihê xwe diparêze.
Di vê nivîsê de, em ê li
ser têgihên girîng ên derûnnasiyê yên bi hiş re têkildar in bisekinin û wan şîrove
bikin. Em ê hewl bidin ku her têgih bi awayekî îlmî, bi mînakên pratîkî û bi geşedanên
nûjen ên vî warî ve bidin nasîn. Herwiha, têkildariya van têgihan bi hev re û
bandora wan li serbîrdoziyên derûnnasiyê jî dê di bin ronahiya vê nivîsê de
were nirxandin.
Têgiha Hiş û Astên Wê
Têgiha hiş (consciousness) di derûnnasiyê de têgiheke sereke ye ku bi awayekî giştî dikare wek "haydariya" mirov ji derdora xwe, ji xwe, ji hebûna xwe û ji serpêhatiyên xwe hebe were şîrovekirin. Hiş, ew rewşa derûnî ye ku mirov têgihiştinên xwe, hestên xwe û ramanên xwe pê dihese û dikare wan şîrove bike (Blackmore, 2005).
Lêbelê, li gor lêkolîn û bîrdoziyên cuda, hiş gelek qalibên cihêreng digire û ev têgih di warên cuda de bi awayên cuda tê fêmkirin. Bo nimûne, di derûnnasiya venasînî (cognitive psychology) de, hiş bêtir weke pêvajoya agahdariyê tê dîtin, lê di derûnnasiya humanîst de, hiş weke "ezmûna mirovî ya subjektîf" tê nirxandin (Schneider & Velmans, 2017).
William James (1890) di
berhema xwe ya bi navê "The Principles of Psychology" de, hiş weke
"herîkîna serpêhatiyê" (stream of experience) dide naskirin. Li gor
wî, hiş ne tiştekî statîk e, lê bêtir weke lehiyeke bêrawestan e ku her dem di
nav veguherînê de ye. Ev paradîgmaya James bandoreke mezin li ser derûnnasiyê
kir û bû bingeha lêkolînên siberojê di warê hişê de.
Asta hiş (Level of consciousness)
Derûnnas û pisporên warê norozanistê (neuroscience), gelek astên cuda yên hiş diyar dikin. Ev ast, ji hişê têkûz û xurt heta derhişiyê (unconsciousness) dirêj dibin û dikarin bi awayekî kronolojîk weke pêvajoyek geşedanê jî werin dîtin (Baars & Gage, 2010).
Li gor lêkolînên nûjen ên norozanistê, astên hiş bi awayekî rasterast bi çalakiyên mejî ve girêdayî ne. Bo nimûne, dema ku mirov di xewa kûr de ye, asta çalakiyên mejî kêm dibe û her wiha asta hiş jî dadikeve. Berevajî, dema ku mirov di rewşa hişyariyê de ye, çalakiyên mejî zêde dibin û asta hiş jî bilind dibe (Dehaene, 2014).
Herwiha, lêkolîn nîşanî
me didin ku asta hiş dikare bi awayekî berbiçav bi bandora madeyên derxweyî jî
were guhertin. Bo nimûne, alkol, dermanan û madeyên bêhişker dikarin asta hiş
daxin û mirov bikin ku reftar û tevgerên ne di bin kontrola têkûz de bikin
(Fadiman & Gruber, 2012).
Hişdane (hişmendî)
Hişdane (consciousness) weke têgiheke berfirehtir tê bikaranîn û behsa rewşa hişyariya mirov dike. Ev têgih, li gor bîrdoziyên derûnnasiyê, tê wateya ku mirov çiqasî ji derdora xwe, ji xwe û ji serpêhatiyên xwe haydar e.
Di warê derûnnasiyê de, hişdane gelek caran weke "pêvajoyeke subjektîf" tê dîtin ku herkes bi awayekî takekesî ezmûn dike. Ev subjektivîte dibe sedema ku lêkolîna hişdaneyê di warê zanistî de gelek caran bi zehmetiyan re rû bi rû bimîne (Dennett, 1991).
Herwiha, di felsefeyê de
jî hişdane mijareke sereke ye. Felsefeya zihnê (philosophy of mind) bi taybetî
li ser vê têgihê disekine û hewl dide ku çareseriya pirsgirêka beden-zêhn. Li
gor vê mijarê, pirsa sereke ev e: Gelo hiş û raman ku têgihên ne-madî ne, çawa
dikarin bi bedenê re, ku tiştekî madî ye, têkildar bin? (Chalmers, 1996).
Herîkîna hiş
Têgiha herîkîna hiş (stream of consciousness) ji aliyê derûnnasê Amerîkî William James ve hatiye geşkirin û behsa herikîna berdewam a raman, hîs û têgihiştinên di hiş de dike. James di sala 1890an de, di berhema xwe ya bi navê "The Principles of Psychology" de ev têgih bi kar aniye û îdia kiriye ku hiş ne weke parçeyên cuda, lê weke lehiyeke bêrawestan e ku her dem diherike.
Ev têgih paşê di edebiyatê de jî hate bikaranîn û bû rêbazeke nivîsê ku nivîskar hewl dide ezmûna ramanên kesekî bi awayekî rasterast û bêyî kontroleke formel binivîse. Ev şêwaz bi taybetî di berhemên nivîskarên modernîst ên weke James Joyce, Virginia Woolf û William Faulkner de tê dîtin (Lodge, 1992).
Di warê derûnnasiyê de,
lêkolînên ser herîkîna hiş îro jî berdewam dikin û di warê têgihiştina çawaniya
karkirina mejî de rola vê têgihê tê nirxandin. Bi taybetî, xebatên norozanistê
û derûnnasiya venasînî gelek caran ji vê têgihê sûd werdigirin (Dehaene, 2014).
Astên Cuda yên Hiş
Berhişî
Berhişî (preconscious), di bîrdoziya Freud de, asta navbera hiş û derhişiyê ye. Li gorî Freud, berhişî, ew deverên hiş, ne ku di wê kêliyê de ne di hişê mirov de ne, lê bi hêsanî dikarin werin bîranîn. Bo nimûne, mirov dikare bîranînên zarokatiyê yên ku niha ne di hişê wî/wê de ne, lê bi hêsanî dikare wan bîne bîra xwe, weke nimûneyên berhişî bibîne (Freud, 1915/2005).
Freud berhişiyê weke "stargeh" (reservoir) ji bo hiş dibîne; serpêhatiyên ku ji hiş derdikevin, gelek caran li berhişiyê dimînin û li benda wê ne ku dîsa werin bîranîn. Lêbelê, li gorî Freud, gelek serpêhatiyên ku li berhişiyê dimînin, dikarin bêyî ku em hay jê hebin, bandorê li ser reftar û tevgerên me bikin. Ev yek, bi taybetî di lêkolînên der barê berzkirinê (sublimation) de, tê dîtin (Westen, 1999).
Lêkolînên nûjen ên norozanistê,
heta radeyekê, hebûna berhişiyê tesdîq dikin. Ev lêkolîn nîşanî me didin ku
hinek pêvajoyên mejî, bêyî ku em hay jê hebin, dikarin bandorê li ser biryarên me
bikin. Bo nimûne, di ceribandinên der barê "priming" (amadekirinê de,
kesên ku ji mijarên taybet re amade dibin, di biryardayinê de zûtir tevdigerin,
bêyî ku bizanibin çima (Dehaene, 2014).
Binhişî
Binhişî (subconscious) beşek ji hişê mirov e ku agahiyên wê ne di radeya hişyariyê de ne, lê bandorê li ser reftar û tevger, hîs û ramanên mirov dikin. Ev têgih, bi taybetî di çarçoveya derûnnasiya dahûrîn û şîkarî de, girîng e (Ellenberger, (1970).
Têgiha binhişiyê, herçiqasî bi Freud re tê nasîn jî ew bi xwe bêtir ji têgiha "derhişî"yê (unconscious) sûd werdigire û têgiha binhişiyê weke têgiheke ne-zanistî red dike. Lêbelê, di derûnnasiya populer de, ev têgih hê jî tê bikaranîn û behsa wan ezmûn, bîranîn û reftar û tevgerên ku di bin astên hişyariyê de ne, dike (Kihlstrom, 1984).
Lêkolînên nûjen ên derûnnasiyê, bandora binhişiy li ser biryardayina mirov disepînin. Bo nimûne, lêkolînên der barê biryargirtina ekonomîk û îdeolojîk de nîşan didin ku gelek biryarên me, ne li gor hişê me, lê bêtir li gor agahiyên di bin hişê me de ne (Nisbett & Wilson, 1977).
Herwiha, di çarçoveya
terapiyê de, teknîkên weke hîpnoterapiyê, terapiya EMDR û hwd. hewl didin ku
bigihêjin vê astê û pirsgirêkên ku di vê astê de tên veşartin, çareser bikin.
Ev teknîk, bi taybetî di dermankirina trawmayê de, tên bikaranîn (Edmond,
Rubin, & Wambach, 1999).
Derhişî
Derhişî (unconscious) beşek kûr a hişê mirov e ku tê de bîranîn, meyl, hîs û serpêhatiyên ku mirov ji wan ne haydar e tên veşartin. Ev têgih cara pêşîn ji aliyê Sigmund Freud ve hatiye geşkirin û yek ji bingehên derûnnasiya wî ye (Freud, 1915/2005).
Li gor Freud, derhişî weke okyanûseke kûr e ku gelek ramanên me, daxwazên me û serpêhatiyên ku me wan berz kirine, tê de ne. Ev têgih, di nav bîrdoziya derûnnasiya derûnşîkarî (psîkodînamîk) de, roleke sereke dilîze û bandoreke mezin li ser reftar û tevger û şexsiyeta mirov dike.
Di hinekbîrdoziyên din de, weke bîrdoziya Jung, derhişî dibe du beş: derhişiya takekesî (personal unconscious) û derhişiya hevpar (collective unconscious). Ew, berevajî Freud, derhişiyê ne tenê weke devera ramanên berzkirî dibîne, lê weke devereke ku tê de têgihên kolektîf û hevpar jî hene (Jung, 1969).
Lêkolînên nûjen nîşanî me
didin ku derhişî di pêvajoya biryardayinê de roleke sereke dilîze. Bo nimûne,
hinek ceribandin nîşan didin ku mirov dikare bêyî ku hay ji pêvajoyê hebe,
biryarên kompleks bistîne (Dijksterhuis, Bos, Nordgren, & van Baaren,
2006).
Cureyên Cuda yên Derhişiyê
Derhişiya hevpar
Derhişiya hevpar (collective unconscious) têgiheke ku ji aliyê Carl Gustav Jung ve hatiye geşkirin û behsa wan ezmûn û sembolên ku di nav civakên cuda de hevpar in, dike. Jung îdia dike ku hin sembol û têgih di nav mirovahiyê de giştî ne û ji nifşekî derbasî nifşê din dibin (Jung, 1969).
Li gor Jung, derhişiya hevpar ji arketîpan pêk tê ku dibin bingeha şexsiyeta mirov. Arketîp, ew têgihên îdeal in ku di navbera hemû çandan de hevpar in. Bo nimûne, arketîpa "dayikê," "bav," "qehremanî" û hwd. di hemû çandan de hene û bandoreke mezin li ser edebiyat, huner û mîtolojiyê dikin (Jung, 1969).
Ev têgih li gor xebatên Jung, ji bo têgihiştina mirovahiyê û çandên cuda sereke ye. Herwiha, derhişiya hevpar rola sereke di xewnên mirov de jî dilîze ku mirov xewnên bi sembolên gerdûnî dibîne ku hem ji aliyê çandî ve, hem jî ji aliyê derûnî ve girîng in (Jung, 1974).
Di lêkolînên nûjen de,
rola derhişiya hevpar di warê têgihiştina çandên cuda de tê nirxandin. Bi
taybetî, geşedanên di warê antropolojiya çandî û lêkolînên der barê afirandina
sembolîk de, van îdiayan heta radeyekê piştrast dikin (Stevens, 2003).
Derhişiya takekesî
Derhişiya takekesî (personal unconscious) beşa derhişiyê ye ku di bîrdoziya Carl Jung de cih digire û behsa wan ezmûn, bîranîn û hestên mirov dike ku di jiyana xwe de jiyaye lê niha ji wan ne haydar e. Ev têgih, berevajî derhişiya hevpar, li ser serpêhatiyên şexsî yên mirov disekine (Jung, 1969).
Li gor Jung, derhişiya takekesî ji kompleksan pêk tê. Kompleks, ew kombûna ramanên têkildar in ku li ser hestên bihêz tên avakirin. Bo nimûne, ger kesek di zarokatiya xwe de ji aliyê bavê xwe ve hatibe piçûkxistin, ev yek dikare bibe kompleksek di derhişiya takekesî de û bandorê li ser reftar û tevgerên wî/wê yên siberojê bike (Jung, 1969).
Di terapiyên dahûrîn û şîkarî de, gihiştina derhişiya takekesî û derxistina kompleksan, yek ji armancên sereke ye. Bi vî awayî, pirsgirêkên derûnî yên mirov çareser dibin û mirov dikaribe xwe û ramanên xwe baştir fêm bike (Jung, 1959).
Lêkolînên nûjen ên
derûnnasiyê nîşan didin ku derhişiya takekesî dikare her wiha bi saya teknîkên
wek hîpnozê, xewnşîroveyê û hwd. were keşifkirin. Di van teknîkan de, terapîst
hewl dide ku bigihêje wan perçeyên derhişiyê yên ku bi saya hişê normal nikare
wan bibîne (Kihlstrom, 1987).
Bîra derhişî
Bîra derhişî (unconscious memory) tê wateya wan bîranînên ku di hiş de ne lê mirov nikare wan bi awayekî hişyar bîne bîra xwe. Ev bîranîn, herçiqasî ne di asta hişyariyê de bin jî dikarin bandorê li ser reftar û tevger û ramanên mirov bikin (Kihlstrom, 1987).
Li gor lêkolînên derûnnasiyê, bîra derhişî roleke sereke di pêvajoya hînbûnê de dilîze. Bo nimûne, dema ku em fêrî lîstikeke nû dibin, li destpêkê em her gav divê li ser reftar û tevgerên xwe bifikirin, lê paşê, ev reftar û tevger dikevin bîra derhişî û em dikarin bêyî ku bifikirin wan reftar û tevgeran bikin (Bargh & Chartrand, 1999).
Bîra derhişî bi taybetî di trawmayê de jî roleke girîng dilîze. Gelek caran, kesên ku trawma jiyane, nikarin bîranînên trawmayê bi awayekî têkûz bînin bîra xwe, lê dîsa jî ev bîranîn di bîra derhişî de dimînin û bandorê li ser reftar û tevgerên wan dikin. Di warê terapiyê de, gihiştina van bîranînên derhişî û çareserkirina wan, yek ji armancên bingehîn e (Edmond û hevkarên xwe, 1999).
Lêkolînên nûjen ên norozanistê
nîşanî me didin ku bîra derhişî bi aliyên cuda yên mejî ve girêdayî ye. Bo
nimûne, bîra kirarî (procedural memory) ku behsa zanîna çawaniya kirinekê dike,
yek ji cureyên bîra derhişiyê ye (Schacter, 1987).
Handeriya derhişî
Handeriya derhişî (unconscious motivation) behsa wan meyl û daxwazên veşartî dike ku di bin û der hişê mirov de ne û bandorê li ser reftar û tevgerên wî/wê dikin. Ev têgih, cara pêşîn ji aliyê Sigmund Freud ve hatiye geşkirin û yek ji bingehên bîrdoziya derûnnasiya derûnşîkarî e (Freud, 1915/2005).
Li gor Freud, piraniya reftar û tevgerên mirov ji aliyê handeriyên derhişî ve têne diyarkirin. Ev handerî, piranî daxwazên seksuel û agresîf in ku di civakê de nayên pejirandin, lê bi derhişî bandorê li ser mirov dikin. Li gor bîrdoziya Freud,ger mirov ji van handeriyên derhişî haydar bibe, dikare wan baştir kontrol bike û di encamê de baştir bijî (Freud, 1915/2005).
Di lêkolînên nûjen de, hebûna handeriya derhişî tê piştrast kirin. Bo nimûne, lêkolînên der barê hilbijartina hevjînan de nîşan didin ku gelek caran mirov li gor daxwazên veşartî hevjînên xwe hildibijêrin, bêyî ku bizanibin çima (Buss, 2016).
Bi taybetî di warê
terapiyê de, diyarkirina handeriyên derhişî û nîşandayina wan ji mirov re,
dikare bibe alîkar ku pirsgirêkên derûnî yên mirov çareser bibin. Herwiha, di
warê berzkirinê de jî, handeriyên derhişî roleke sereke dilîzin ku mirov dikare
van handeriyên ne-pejirandî bi awayên civakî pejirandî derxe holê (Westen,
1999).
Hişê Civakî û Çandî
Hişê civakî
Hişê civakî (social consciousness) tê wateya haydariya mirov ji pirsgirêk û rewşên civakî. Kesên ku hişê wan ê civakî zêde ye, bêtir haydar in ji pirsgirêkên weke newekhevî, şer û zilma li ser koman. Ev têgih gelek caran di warê civaknasiyê de tê bikaranîn û behsa çawaniya têgihiştina rewşa civakî dike (Durkheim, 1893/1984).
Li gor civaknasê navdar Émile Durkheim, hişê civakî roleke sereke di pêkhatina civakê de dilîze. Mirovên ku di heman civakê de dijîn, di derbarê hinek mijaran de xwedî hişekî hevpar in ku vî hişê wan dike beşeke civakê. Durkheim vê têgihê weke "hişê hevpar" (collective consciousness) bi nav dike û dibêje ku bi vê têgihê mirov xwe weke beşek ji civakê dibîne û li gor wê tevdigere (Durkheim, 1893/1984).
Di çarçoveya bîrdoziya marksîst de jî hişê civakî roleke girîng dilîze. Li gor Marx, çînên cuda yên civakê, bi taybetî çîna karker û çîna sermayedar, xwedî hişên civakî yên cuda ne. Ev hişên civakî cuda, encama serpêhatiyên cuda yên van çînan in û di encamê de, nakokiyên navbera van çînan çêdikin (Marx & Engels, 1932/1998).
Di civatên nûjen de, geşedana
hişê civakî roleke girîng di geşedana demokrasî û mafên mirovan de dilîze.
Mirovên ku hişê wan ê civakî zêde ye, bêtir li hember pirsgirêkên civakî bertekan
nîşan didin û hewl didin ku civak baştir bibe (Bell, 1973).
Hişê çînî
Hişê çînî (class consciousness) têgiheke ku ji aliyê Karl Marx ve hatiye geşkirin û behsa haydariya endamên çîneke civakî ji berjewendiyên xwe yên hevpar û têkoşîna li dijî çînên din dike. Li gor Marx, hişê çînî ji bo şoreşê pêdivî ye û çîna karker divê ji rewş û berjewendiyên xwe haydar be ku karibe li dijî çîna sermayedar têkoşînê bike (Marx & Engels, 1932/1998).
Di bîrdoziya marksîzmê de, geşedana hişê çînî pêvajoyek e. Li destpêkê, karker tenê haydar in ji rewşa hejariya xwe û naxwazin rewşa civakî ya giştî biguherin. Lêbelê, bi demê re, dema ku ew têdigihêjin ku rewşa wan encama pergala sermayedariyê ye, hişê çînî yê wan pêş dikeve û ew dest bi têkoşîna ji bo guhertina civakê dikin (Marx & Engels, 1932/1998).
Bîrdoziya hişê çînî di warê civaknasiyê de jî tê nirxandin. Bo nimûne, di xebatên Antonio Gramsci de, têgiha "hegemonyayê" tê bikaranîn ku behsa bandora çîna serdest li ser ramanên gel dike. Li gor vê bîrdoziya, çîna serdest dikare bi rêya perwerdehiyê, medyayê û rêbazên din ên civakî, hişê çînî yê gel kontrol bike û nehêle ku ew pêş bikeve (Gramsci, 1971).
Lêkolînên nûjen ên
civaknasiyê nîşan didin ku di civakên nûjen de, têkoşîna çînî ne weke di dema
Marx de, lê bi rengekî nû berdewam dike. Bi taybetî, di warê mafên karkeran,
newekheviyên dahatî û warên din ên civakî de, hişê çînî roleke girîng dilîze
(Wright, 2000).
Hişê hevpar
Hişê hevpar (collective consciousness) têgiheke ji aliyê civaknasê Fransî Émile Durkheim ve hatiye geşkirin û behsa bawerî, nirx û hestên hevpar ên endamên civakekê dike. Li gor Durkheim, hişê hevpar ew têgih û bawerî ne ku ji aliyê giştî yê civakê ve tên parvekirin û dibin bingeha îdeolojiyên civakî (Durkheim, 1893/1984).
Li gor Durkheim, di civakên kevn de, hişê hevpar bihêztir bû ji ber ku hemû endamên civakê heman karî dikirin û xwedî heman şert û mercan bûn. Lêbelê, di civakên nûjen de, ji ber geşedana dabeşkirina kar, hişê hevpar qelstir bûye û beşên cuda yên civakê xwedî hişên cuda ne (Durkheim, 1893/1984).
Paşê, di çarçoveya "derûnnasiya hevpar" (collective psychology) de jî, ev têgih hate nirxandin. Derûnnasên wek Gustave Le Bon, behsa bandora hişê hevpar li ser reftar û tevgerên komê kirin. Li gor Le Bon, dema ku mirov dibin beşek ji komekê, "takekesî" ya wan kêm dibe û ew bêtir li gor berjewendiyên komê tevdigerin (Le Bon, 1895/2002).
Di lêkolînên nûjen de, bandora hişê hevpar li ser biryarên aborî, siyasî û
civakî tê nirxandin. Bo nimûne, lêkolînên derûnnasiya civakî nîşan didin ku
kesên ku di heman komê de ne, di heman mijarê de, biryarên hevşêwe distînin, bêyî
ku bi hev re têkiliya wan hebin. Ev yek nîşan dide ku hişê hevpar di pêvajoya
biryardayinê de roleke sereke dilîze (Haslam, 2001).
Hişê şaş
Hişê şaş (false consciousness) têgiheke marksîst e ku behsa rewşa çînên
bindest dike yên ku berjewendiyên xwe yên rastîn nas nakin û bêtir nirxên çîna
serdest weke nirxên xwe dibînin. Li gor Karl Marx, gelek caran karker ne li gor
berjewendiyên xwe, lê li gor berjewendiyên çîna sermayedar tevdigerin (Marx
& Engels, 1932/1998).
Friedrich Engels, di nameya xwe ya ji bo Franz Mehring di sala 1893an de,
cara pêşîn bi awayekî aşkere têgiha "hişê şaş" bi kar aniye û behsa
wan îdeolojiyên çîna serdest kiriye ku dibin sedema ku çîna bindest
berjewendiyên xwe yên rastîn nas neke (Marx & Engels, 1968).
Di çarçoveya bîrdoziya marksîst a nûjen de, têgiha "hegemonyayê"
ya Antonio Gramsci, têkildarî hişê şaş e. Li gor Gramsci, çîna serdest bi rêya
medyayê, perwerdehiyê û saziyên din, nirxên xwe li ser civakê ferz dike û bi vî
awayî, hişê şaş di nav çîna bindest de pêş dixe (Gramsci, 1971).
Lêkolînên civaknasiyê yên nûjen nîşanî me didin ku di civakên nûjen de,
hişê şaş di warên cuda de tê dîtin. Bo nimûne, di warê reklamê de, kompanya
hewl didin ku mirov wan tiştan bikirin ku ne pêwîst in, lê di bin bandora
reklamê de, ew weke pêwîst tên dîtin. Herwiha, di warê siyasetê de jî çîna
siyasî hewl dide ku bi rêya propagandayê, hişê şaş di nav gel de belav bike
(Eagleton, 1991).
Hişmendiya komê
Hişmendiya komê (group consciousness) behsa bîr, bawerî û nirxên hevpar ên
endamên komekê dike. Ev hişmendî dibe sedem ku mirov xwe weke beşek ji komê
bibîne û li gor wê tevbigere. Têgiha hişmendiya komê, bi taybetî di çarçoveya
derûnnasiya civakî (social psychology) de, girîng e (Tajfel & Turner,
1979).
Li gor bîrdoziya nasnameyê (identity theory) ku ji aliyê Henri Tajfel ve
hatiye geşkirin, mirov xwe bi koman ve girê didin û nasnameya xwe li gor endametiya
koman diyar dikin. Herwiha, mirov, ji bo ku xwe-baweriyeke erênî ava bikin,
komên xwe bilind dikin û wan ji komên din bêtir girîng dibînin. Ev pêvajo dibe
sedem ku hişmendiya komê pêş bikeve û endamên komê li gor berjewendiyên komê
tevbigerin (Tajfel & Turner, 1979).
Di çarçoveya siyasî de jî, hişmendiya komê roleke sereke dilîze. Bo nimûne,
reftar û tevgerên siyasî yên weke femînîzmê, reftar û tevgerên azadiya reşikan
û hwd. li ser bingeha hişmendiya komê tên avakirin. Endamên van koman xwe bi
wan ve girêdayî dibînin û ji bo berjewendiyên komê têdikoşin (Gurin, Miller,
& Gurin, 1980).
Di lêkolînên nûjen ên derûnnasiya civakî de, bandora hişmendiya komê li ser
biryar û reftar û tevgerên takekesan tê nirxandin. Bo nimûne, lêkolîn nîşanî me
didin ku endamên ku bêtir bi komê ve girêdayî ne, bêtir li gor berjewendiyên
komê tevdigerin (Haslam, Oakes, Reynolds, & Turner, 1999).
Hişmendîkirin
Hişmendîkirin (intellectualization) mekanîzmeke parastinê ye ku tê de mirov
ji bo ku ji hestên xwe yên neyînî dûr bikeve, mijarên hîsî bi awayekî zanistî û
bê hîs şîrove dike. Ev têgih, cara pêşîn ji aliyê Anna Freud, keça Sigmund
Freud, hatiye geşkirin û behsa wê rewşê dike ku mirov ramanên derûnî yên xwe di
bin kontrolê de digire û bi awayekî zanistî şîrove dike (Freud, A., 1936/1992).
Hişmendîkirin weke mekanîzmeke berevanî û parastinê, ji bo mirov dibe sedema ku bi
pirsgirêkên xwe yên derûnî re ne bi awayekî hîsî, lê bi awayekî zanistî
têkildar bibe. Bo nimûne, kesek ku di nav xemgîniyeke kûr de ye, lê dixwaze xwe
ji vê xemgîniyê dûr bike, dikare behsa sedemên zanistî yên xemgîniyê bike, bêyî
ku behsa hestên xwe yên xemgîn bike (Cramer, 2006).
Hişmendîkirin herçiqasî di wan rewşan de ku mirov nikare bi pirsgirêkên xwe
re rasterast rû bi rû bibe, bibe alîkar jî, di hinek rewşan de, dikare bibe
pirsgirêk. Bo nimûne, kesên ku tim hişmendîkirinê bi kar tînin, gelek caran ji hestên
xwe dûr dikevin û nikarin têkiliyên xurt ava bikin. Herwiha, di warê terapiyê
de jî, ev rewş gelek caran dibe sedema zehmetiyan lewre mirov naxwaze behsa hestên
xwe yên rastîn bike (Cramer, 2000).
Di çarçoveya terapiyê de, yek ji armancên terapotan ev e ku mekanîzmên berevanî
û parastinê yên weke hişmendîkirinê nas bikin û mirov alîkar bikin ku bi
awayekî hîsî jî bi pirsgirêkên xwe re têkildar bibin. Bi vî awayî, ew dikarin
pirsgirêkên xwe çareser bikin û hestên xwe yên rastîn nas bikin (Lemma, 2003).
Hişyarkar
Hişyarkar (admonishment), yan jî hişyarker, dibe sedema hişyarbûna mirov bo
tiştekî. Di derûnnasiyê de, hişyarkar dikare bibe sedema bertekên cuda yên
derûnî û bandorê li ser reftar û tevger, parastin û biryardayina mirov bike
(Cacioppo & Petty, 1982).
Di çarçoveya bîrdoziya hînbûnê (learning theory) de, hişyarkar dikare weke
"stimulus" (hişyarker) were dîtin. Bi vî rengî, mirov li gor
hişyarkarên derdora xwe tevdigerin û ji wan hîn dibin. Bo nimûne, di
ceribandina "sega Pavlov" de ku ji aliyê derûnnasê Rûsî Ivan Pavlov
ve hatiye kirin, dengê zengil ji bo segê dibe hişyarker (stimulus) û dibe
sedema lîvandina lêvê segî, bêyî ku xwarin hebe (Pavlov, 1927/2003).
Di warê perwerdehiyê de jî, hişyarkar roleke sereke dilîze. Bo nimûne,
mamoste dikarin bi rêya hişyarkarên cuda, weke pesindan, rexnekirin, yan jî hişyariyê,
li ser reftar û tevger û hînbûna xwendekar bandorê bikin. Herwiha, lêkolîn
nîşan didin ku hişyarkarên erênî, weke pesindan, bandoreke bêtir erênî li ser
hînbûna xwendekar dikin (Skinner, 1938/1991).
Di hinek warên derûnnasiyê de, wek di warê terapiyên reftarî (behavioral
therapy) de, hişyarkar weke amûreke terapiyê tên bikaranîn. Di van terapiyan
de, terapîst hewl dide ku bi saya hişyarkarên cuda, bandorê li ser reftar û
tevger û ramanên nexweşî bike û bi vî rengî, pirsgirêkên derûnî çareser bike
(Beck, 1979).
Hişwendatî
Hişwendatî (amnesia) tê wateya windabûna bîranînê. Ev rewş dikare ji ber
sedemen cûda weke trawma, nexweşî yan jî qezayê çêbibe. Hişwendatî, di warê
derûnnasiyê de, mijareke girîng e ku bi rasterastî bi têgiha hiş ve girêdayî ye
(Markowitsch, 1996).
Di dîroka derûnnasiyê de, hişwendatî bêtir ji aliyê bîrdoziya derûnnasiya
psîkodînamîk ve hatiye lêkolînkirin. Bo nimûne, Sigmund Freud berê xwe da wan
hişwendatiyan ku encama trawmayê bûn. Li gor Freud, gelek caran hişwendatî ji
ber mekanîzmên berevaniyê yên tepisandî (repression) çêdibin. Dema ku mirov
tiştekî zor dijî, hişê mirov wê bîranînê diparêze û bi vî rengî, hişwendatî
çêdibe (Freud, S., 1915/2005).
Di çarçoveya norozanistê de, hişwendatî roleke girîng dilîze. Lêkolînên nûjen
nîşan didin ku zirarên li hîpokampûsê ku devereke girîng e ji bo tomarkirina
bîranînan, dibin sedema ku mirov nikare bîranînên nû tomar bike. Ev tê wateya
ku mirov nikare ji serpêhatiyên nû bîranînan ava bike û paşê jî wan bi bîr bîne
(Squire & Zola, 1996).
Di warê terapiyê de, çareserkirina hişwendatiyê, bi taybetî ya ku di encama
trawmayê de çêdibe, roleke sereke dilîze. Di van rewşan de, terapîst hewl dide
ku mirov alîkar bike bîranînên windayî bi bîr bîne û bi vî rengî, pirsgirêkên
derûnî çareser bike. Herwiha, lêkolîn nîşanî me didin ku di hinek rewşan de,
bîranîna bîranînên trawmatîk dikare bibe sedema şîfabûna mirov (van der Kolk,
2014).
Encam
Hiş, weke têgiheke bingehîn, di hemû warên mirovahiyê de bandoreke mezin li
ser reftar û tevgerên mirovan dike. Astên cuda yên hiş, weke berhişî, binhişî û
derhişî, her yek xwedî bandorên cuda ne û bi awayên cuda mirov kontrol dikin.
Di warê teorîk de, derûnnasên cuda wek Freud, Jung, û Durkheim, van têgihan
bi awayên cuda şîrove dikin. Freud, bêtir li ser derhişiya takekesî û ramanên berzkirî
disekine; Jung, li ser derhişiya hevpar û arketîpên giştî yên mirovahiyê
disekine; û Durkheim, li ser hişê hevpar û bandora civakê li ser takekesan
disekine.
Di warê pratîkî de jî, lêkolînên nûjen ên derûnnasiyê nîşanî me didin ku ev
têgih bandoreke mezin li ser reftar û tevgerên mirov dikin. Bo nimûne, li gor
lêkolînên nûjen, derhişî di pêvajoya biryardayinê de roleke sereke dilîze û
mirov gelek caran li gorî ramanên di bin hişê xwe de biryaran distînin. Herwiha,
di warê terapiyê de jî gihiştina van beşên veşartî yên hiş ji bo çareserkirina
pirsgirêkên derûnî girîng e.
Di encamê de, em dikarin bibêjin ku têgihên têkildarî hiş û astên wê, di
warê derûnnasiyê de xwedî girîngiyeke mezin in û ji bo têgihiştina reftar û
tevger û ramanên mirov pêdivî ne. Ev têgih, ji bo pisporên derûnnasiyê, ji bo
terapîstan û herwiha ji bo takekesan jî dikarin bibin bingeha têgihiştina
mirovahiyê û çareserkirina pirsgirêkên derûnî.
Çavkanî
Baars, B.
J., & Gage, N. M. (2010). Cognition, brain, and consciousness:
Introduction to cognitive neuroscience. Academic Press.
Bargh, J.
A., & Chartrand, T. L. (1999). The unbearable automaticity of being. American
Psychologist, 54(7), 462-479.
Beck, A. T.
(1979). Cognitive therapy and the emotional disorders. Penguin.
Durkheim, É.
(1984). The division of labour in society. (W. D. Halls, Trans.). Free
Press. (Original work published 1893)
Freud, A.
(1992). The ego and the mechanisms of defense. (C. Baines, Trans.).
Karnac Books. (Original work published 1936)
Freud, S.
(2005). The unconscious. (G. Frankland, Trans.). Penguin Classics.
(Original work published 1915)
Haslam, S.
A. (2001). Psychology in organizations: The social identity approach.
Sage.
James, W.
(1890). The principles of psychology. Henry Holt and Company.
Jung, C. G.
(1969). The structure and dynamics of the psyche. (R. F. C. Hull,
Trans.). Princeton University Press.
Termên sereke
·
Hiş (Consciousness): Têgiheke bingehîn e ku behsa
haydariya mirov ji xwe, derdora xwe û serpêhatiyên xwe dike. William James wê
weke "herîkîna serpêhatiyê" (stream of experience) bi nav dike.
·
Asta hiş (Level of consciousness): Astên cuda
yên haydariyê ku ji hişê têkûz heta derhişiyê dirêj dibin. Bi çalakiyên mejî ve
girêdayî ne.
·
Hişdane (Consciousness): Rewşa
hişyariya mirov ku behsa çiqasî ji derdora xwe, xwe û serpêhatiyên xwe haydar
e.
·
Herîkîna hiş (Stream of consciousness): Ji aliyê
William James ve hatiye geşkirin û behsa herikîna berdewam a raman, hîs û têgihiştinên
di hiş de dike.
·
Berhişî (Preconscious): Di bîrdoziya
Freud de, asta navbera hiş û derhişiyê ye. Agahiyên ku niha ne di hişê mirov de
ne lê bi hêsanî dikarin werin bîranîn.
·
Binhişî (Subconscious): Beşek ji
hişê mirov e ku agahiyên wê ne di radeya hişyariyê de ne, lê bandorê li ser reftar
û tevger, hîs û ramanên mirov dikin.
·
Derhişî (Unconscious): Beşek kûr
a hişê mirov e ku tê de bîranîn, meyl, hîs û serpêhatiyên ku mirov ji wan ne
haydar e tên veşartin. Têgiheke bingehîn di bîrdoziya Freud de.
·
Derhişiya hevpar (Collective unconscious): Ji aliyê
Carl Jung ve hatiye geşkirin û behsa ezmûn û sembolên ku di nav civakên cuda de
hevpar in, dike.
·
Derhişiya takekesî (Personal Unconscious): Di bîrdoziya
Jung de cih digire û behsa ezmûn, bîranîn û hestên şexsî yên mirov dike ku di
jiyana xwe de jiyaye lê niha ji wan ne haydar e.
·
Bîra derhişî (Unconscious memory): Bîranînên
ku di hiş de nînin lê mirov nikare wan bi awayekî hişyar bîne bîra xwe. Lê dîsa
jî dikarin bandorê li ser reftar û tevger û ramanên mirov bikin.
·
Handeriya derhişî (Unconscious motivation): Meyl û
daxwazên veşartî ku di bin hişê mirov de ne û bandorê li ser reftar û tevgerên
wî dikin. Bîrdoziyeke girîng di xebatên Freud de.
·
Hişê civakî (Social consciousness): Haydariya
mirov ji pirsgirêk û rewşên civakî. Kesên ku hişê civakî wan zêde ye, bêtir
haydar in ji pirsgirêkên wek newekhevî û pirsgirêkên din ên civakî.
·
Hişê çînî (Class consciousness): Ji aliyê
Karl Marx ve hatiye geşkirin û behsa haydariya endamên çîneke civakî ji
berjewendiyên xwe yên hevpar û têkoşîna li dijî çînên din dike.
·
Hişê hevpar (Collective consciousness): Ji aliyê
Durkheim ve hatiye geşkirin û behsa bawerî, nirx û hestên hevpar ên endamên
civakekê dike.
·
Hişê şaş (False consciousness): Têgiheke
marksîst e ku behsa rewşa çînên bindest dike yên ku berjewendiyên xwe yên
rastîn nas nakin û bêtir nirxên çîna serdest wek nirxên xwe dibînin.
·
Hişmendiya komê (Group consciousness): Behsa bîr,
bawerî û nirxên hevpar ên endamên komekê dike. Têgiheke girîng di derûnnasiya
civakî de.
·
Hişmendîkirin (Intellectualization):
Mekanîzmeke parastinê ye ku tê de mirov ji bo ku ji hestên xwe yên neyînî dûr
bikeve, mijarên hîsî bi awayekî zanistî û bê hîs şîrove dike.
·
Hişyarkar (Admonishment): Tiştên ku
dibe sedema hişyarbûna mirov. Di bîrdoziya hînbûnê de weke "stimulus"
(hişyaker) tê zanîn.
·
Hişwendatî (Amnesia): Windabûna bîranînê ku ji ber
sedemen cûda weke trawma, nexweşî yan jî qezayê çêdibe.
Comments
Post a Comment