Jiyan û
wateya wê hertim mijareke kûr a nîqaşê ye. Em di cihaneke tijî lez û bez de
dijîn ku pirî caran ji me re derfeta rawestanê û ramana kûr a li ser jiyana xwe
û awayê ku em dijîn nade. Lêkolînên derûnî ji me re dibin alîkar ku em hebûna xwe
û wateya jiyanê baştir nas bikin. Derûnî rêwîtiyeke ber bi hebûn û xwebûnê ve
ye û pirseke bingehîn dike: "Jiyaneke baş çi ye û em ê çawa wê
biafirînin?"
Rastiya xapînok a jiyanê
Pirî caran,
em di rastiyeke xapînok de dijîn. Em weke ku jiyan bêdawî be tevdigerin û
difikirin ku nêrîna kesên din li ser me ji ya ku em li ser xwebûna xwe
difikirin girîngtir e. Lê carinan, di kêliyên taybet de, çirûskek di hişê me de vêdikeve û em
rastiya demkî ya jiyanê dibînin. Em fêm dikin ku çawaniya ravekirina jiyana me
ne girêdayî nêrîna mirovên din e, lê girêdayî biryarên xweser in ku em bi xwe
didin.
Em pirî
caran bi rêya trawma û windakirinê de rastiya jiyanê fêm dikin. Lê gelo ne
gengaz e ku em bêyî êş û janê ji wan hêmanên hêja fêr bibin? Belê, bi rêya têgihiştina
rêyên bingehîn ên jiyanê, em dikarin beriya ku ew bi zererên giran werbigirin,
jiyaneke kûrtir, bi wate û ji hêla hestî ve zengîntir bijîn.
Rêyên bingehîn ên jiyanê
-
Zanîna demkîbûna jiyanê û nirxandina wê
Em hemû
afirînerên şikestbar in û jiyana me demkî ye. Ji ber vê yekê, divê em her
kêliya jiyanê weke tiştekî hêja û giranbiha binirxînin. Ev zanîn dê me ji
xwegirêdana tiştan an fikir û ramanên ne pêwîst rizgar bike û bibe alîkar ku em
li ser tiştên ku bi rastî ji bo me girîng in bisekinin.
Divê em her
gav ji bîr nekin ku jiyan kêliyên giranbiha pêk tîne ku êdî venagerin. Mirin bi
her kêliyê re, girîngiya her kêliya ku em dijîn zêde dike. Di vê çarçoveyê de,
nirxandina bêkêmasî û xweşiya kêliyan, tevî yên biçûk, pir girîng e.
Dilşewatiya jiyanê û nazikiya wê tiştên ku em divê her gav di bîra xwe de
bihêlin in.
-
Hebûn-Xwebûn û pejirandina ‘xwe’ bê şert û merc
Yek ji rêyên
herî girîng ên jiyanê fêrbûna nirxandina hebûn û xwebûna xwe ye, bêyî ku em xwe
bi başbûnê an bi şertên derxweyî ve girê bidin. Gelek ji me wisa mezin dibin ku
em difikirin nirxê me bi serkeftinên me, statuya me an pejirandina civakê ve
girêdayî ye. Lê hebûn û xwebûna rastîn, fêrbûna pejirandina ‘xwe’ ye, bêyî ti
şert û mercan, weke ku ‘em’ in.
Nirxandina hebûn
û xwebûnê tê wateya pejirandina ‘xwe’ bi giştî, bi kêmasî û bihêziyên xwe ve.
Ew tê wateya zanîna ku nirx û hêja bûna me ne girêdayî destkeftinên me ne. Ew
tê wateya dilovaniya li hemberî ‘xwe’ di dema şikestin û kêmasiyên ‘xwe’ de.
Beriya hertiştî, divê em fêr bibin ku em êdî hewcedarê pejirandina kesên din an
tiştên ji derxweyî nînin da ku hest bikin ku em hêja ne.
-
Xweserî û sînorên saxlem û tendirust
Dema ku em
hîn dibin ku em hebûn û xwebûna xwe bipejirînin, gaveke din jî heye: Fêrbûna
diyarkirina sînorên saxlem û berdêla xweseriya xwe. Xweserî wateya
berpirsiyarbûna ji bo hilbijartinên ‘xwe’ yên jiyanê û diyarkirina çawaniya
derbasbûna jiyana xwe ye.
Naskirina ku
her hilbijartinek ya me ye û encamên wê jî girîng e. Nehiştina ku kesên din me
bikar bînin an kontrola jiyana me bikin bingehê xweseriyê ye. Fêrbûna gotina
"na" û danîna sînorên zelal ji bo parastin û pêşvebirina xweseriya me
pêwîst e. Nêzîkbûna jiyanê bi berpirsiyarî û hişmendiyê dihêle ku em jiyaneke
bi wate û bi armancê bijîn. Afirandina jiyaneke li gorî nirx û baweriyên me yên
xweser dihêle ku em pê şanaz bin. Biryardayîna ku em ê berê xwe bidin kûderê û
em ê çawa bijîn dihêle ku em jiyanê kontrol bikin, û ne berovajî.
-
Meraqdarî, vekirîbûn û pêşwazîkirina veguherînan
Jiyan di
esasê xwe de der barê fêrbûnê de ye û fêrbûna rastîn tenê bi meraq û vekirîbûnê
pêk tê. Gelek kes bi ramana westar (sabît) a cihanê mezin dibin û ticaran ji bo
tiştên nû, ezmûnên nû an rêyên nû fikr û ramanên xwe venakin.
Yên ku
jiyaneke zengîn û berfireh dijîn, ew in ku meraqdar in li ser hertiştî - cihan,
mirov û xweza (siruşt). Ew ji bo ezmûn û serpêhatiyên nû vekirî ne û di fikr û
ramanên xwe de guherbar in. Ew li hemberî hestên xwe hişyar in û ji bo veguherîna
dîtin û baweriyên xwe li gorî agahdariyên nû amade ne. Ew dipejirînin ku fêrbûn
û geşedan pêvajoyeke berdewam e.
-
Jiyana li gorî rastiya niha û hêvîdariya ji bo siberojê
Rêya pêncem,
fêrbûna jiyana di kêliyê de ye, bêyî ku em xwe bi rabirdû an siberojê ve girê
bidin. Dema ku em di rabirdûyê de asê dimînin an xema siberojê dixwin, em
rastiya niha ji dest didin û nikarin jiyanê bi temamî bijîn.
Jiyana li
gorî rastiya niha, tê wateya hêvîdarbûnê ji bo siberojeke çêtir. Ew tê wateya
xebitê ji bo guherîna tiştên ku dikarin bên guhertin û qebûlkirina, û tiştên ne
gengaz in ku bên guhertin. Aştiya bi hebûn û xwebûna xwe re û jiyana niha, ne
tenê hêviya rojên baştir pir girîng e. Dîtina bedewî û wateya di tiştên ku em
îro dikarin bikin de me dihêle ku em pirtir ji jiyanê kêf bigirin. Têgihiştina
ku jiyan di kêliyên biçûk ên rojane de tê dîtin, ne tenê di rûdanên mezin de,
me hîn dike ku em nirxê tiştên biçûk binirxînin.
-
Çandina hezkirin, evîn, dilovanî û spasdariyê
Di dawiyê
de, rêya herî girîng a jiyanê, hezkirin, evîn, dilovanî û spasdarî ye. Lêkolîn
nîşanî me dide ku kesên ku van qalîteyan didin pêş, bextewartir û saxlemtir in.
Dema ku em van taybetmendiyan weke bingeha jiyana xwe dibînin, em ne tenê
jiyanên kesên din, lê ya xwe jî zengîntir dikin.
Hezkirin,
evîn, dilovanî û spasdarî di jiyana xwe de tê wateya çandina nêzîkatiya fêmdar
û dilovan ji bo hemû kesên ku em li wan rast tên. Ew tê wateya dîtina
bextewarbûnê, ne tenê di destkeftinên xwe de, lê di jiyana kesên din de jî.
Fêrbûna spasdariya tiştên ku em ji xwe re dibînin dihêle ku em pirtir spasdar
bin. Têgihiştina ku dilovanî, fêmdarî û spasdarî berhemên jiyana me ne ku em ê
di dawiyê de biçînin. Divê em ji bîr nekin ku çawa em tevdigerin ji bo yên din,
bi rêkûpêk vedigere me.
Dijwariya wê
Tevî ku ev rê
dikarin hêsan xuya bikin, bicihkirina wan di jiyana rojane de dikare zehmet be.
Ji ber çend
sedeman:
Li dijî hînbûnên civakî
Civaka me,
me handar dike ku em li ser siberojê bifikirin û ji bo serkeftinên mezin amade
bibin, lê carinan em ji bîr dikin ku li kêliya niha bijîn. Em hîn dibin ku em
ji bo pejirandinê li kesên din binêrin û nirxê xwe bi destkeftinên derxweyî ve
girê bidin.
Asêbûna di fikr û ramanan de
Ji ber gelek
salan a hînbûnên civakî, em dikarin di fikr û ramanên xwe yên heyî de asê
bimînin û dev ji fêrbûna li ser xwe berdin. Gelekî girîng e ku em xwe ji van
qalibên hişk rizgar bikin û ji bo geşedana takekesî û fêrbûnê vekirî bin.
Lêgerîna xelatên derxweyî
Em gelek
caran bextewarbûnê bi lêgerîna xelatên derxweyî û kêfê re tevlihev dikin. Lê
lêkolîn nîşanî me dide ku dilxweşiya rastîn rewşeke hiş e û dikare ji ezmûn û
serpêhatiyên me yên navxweyî (hundurîn) derkeve.
Neçariya xwe-veguherînê
Gelek caran
em dixwazin ku jiyana me biguhere, lê em naxwazin ‘xwe’ biguherin. Guherîna
rastîn, pêdivî bi lêkolîna kûr a ‘kî ne em’ in û rizgarkirina ji tiştên ku em
înkar dikin heye. Ev pêvajo dikare zehmet be, lê ji bo fêrbûna van rêyan girîng
e.
Encam
Bi piranî,
em van rêyan bi rêya trawma, êş an windakirina mezin hîn dibin. Lê ev ne
rêbazek tenê ye. Bi têgihiştina û pratîkkirina van rêyên li jor di jiyana
rojane de, em dikarin zûtir dest bi jiyaneke bi wate û ji hêla hestî ve zengîntir
bikin.
Bi vî awayî,
em ê karibin jiyanê weke xelata hêja bibînin û her ji kêliyê çêj bigirin. Em ê hebûn
û xwebûna xwe bi giştî bipejirînin û nirxê ‘xwe’ bizanbin. Em ê sînorên saxlem û
tendirust danînin û jiyaneke li gorî nirxên hebûn û xwebûna xwe biafirînin. Em
ê bi meraq û vekirîbûnê li cîhanê binêrin û hertim fêr bibin. Em ê rewşa niha
bijîn, lê ji bo siberojeke çêtir bixebitin. Em ê hezkirin, evîn, dilovanî û
spasdariyê bînin jiyana xwe û ya kesên din.
Bicihkirina
van rêyan ne hêsan e, lê her gav ku em diavêjin ber bi wan ve, em ber bi
jiyaneke kûrtir, zêdetir bi wate û ji hêla hestî ve kamiltir ve diçin.
Çavkanî
2- https://greatergood.berkeley.edu/
3- https://www.researchgate.net/
Comments
Post a Comment