(Dahûrîna
tak-î-kes, ‘xwe’bûn û yên-din)
Destpêk
Bîrdoziya derûnkolînerî (psîkoanaletîk) li ser bingeha têgihîştina avabûna
derûniya mirovî û têkiliyên wî bi yên-din re ava bûye. Ev teorî diyar dike ku
mirov weke hebûneke fîzyo-derûnî ji dayik dibe û di geşedana hebûn û xwebûna xwe
de dikeve rewşeke psîko-fîzyolojîk. Di vê pêvajoyê de, têkiliya di navbera
"xwebûn" (self) û "der-xwebûnê" (yên-din) de bingeha
avabûna cihana derûnî û kirdewariyê pêk tîne.
Avabûn û damezrandina xwebûnê (ezî, ego) bi avabûn û damezrandina
"der-xwebûnê" (der-ezî) re dest bi destê hev diçe. Di bîrdoziya
derûnkolîneriyê de girîngiya têgeha "heyber"ê bi giranî ji vê rewşê
tê, ji ber ku avabûna cihana derûnî bi awayekî ku ne gengaz e bi rengekî din
be, li ser bingeha têkiliyên heyberê yên navxweyîkirinê (internalized) ava
dibe.
Mirov ji "xweza"yê (siruşt) dest pê dike û bi rêya têkiliyên xwe
bi yên-din re dibe hebûneke ku diaxive, dilîze, xeyal dike û diafirîne. Lê ev
pêvajo wî di heman demê de wî rû bi rû dihêle bi dualîte û dilemayên ku di
tevahiya jiyana xwe de dê bijî. Tiştên ku xwebûn di têkiliya xwe ya bi
der-xwebûna xwe re bi dest dixe, li ser xwezayê, çand û şaristaniyê lê zêde
dike.
Sê dingilên bingehîn ên dijberiyê
Bîrdoziya derûnkolîneriyê sê dingilên sereke yên dijberiyê nas dike ku
tevahiya pêvajoya geşedan û derûnnexweşiyê/psîkopatolojiyê di wan de tê
ravekirin. Dingila yekem dijberiya xwebûna xwe û der-xwebûna xwe ye. Dingila
duyem dijberiya xweza û çand/şaristaniyê ye. Dingila sêyem dijberiya
"baş" û "xirab" ku bi wênekirin û paşê sembolkirina ezmûnên
êşê û kêfê ve girêdayî ye. Ji nakokiya di her yek ji van sê dingilan de,
dingileke çarem derdikeve ku dijberiya hişmendî û derhişmendiyê ye.
Di hin rewşan de xweza û yên-din li hev digihin û li hemberî vê yekê xwebûn
bi çand û şaristaniyê re dibe yek û hewl dide hebûn û xwebûna xwe biparêze.
Têkiliya xwe û yên-din carinan dikeve rewşekê ku "baş"ê ku ji ezmûnên
kêfxweş tê "xwe" ye û "xirab"ê ku ji ezmûnên êşê tê
"yên-din" e. Helbet carinan berevajî vê yekê jî dibe.
Yekbûn û ne-yekbûn
Geşedan û gihîştîbûn bi yekbûna xwebûnê re tê bidestxistin. Dualîte û
dilemayên ku li jor hatine behskirin şîkarên (dînamîk) ku yekbûneke wisa zehmet
dikin diafirînin. Dualîte di heman demê de dilema ne, ji ber ku redkirina
aliyekî dualîteyê û hewldana ji bo xilasbûna ji nakokiyê êşeke din diafirîne.
Ev êşa "kêm mayîn, ne yekbûyî, nîvco mayîn, zindî nemayîn" e.
Di redkirina der-xwebûna xwe de rewş ber bi tenêtiyeke mezin ve diçe û
hebûn dişibe kaxezek yekalî. Di redkirina xwezayê de tenê qaşo hebûnê dimîne û
naveroka wê tê kişandin. Di redkirina xirab de hebûna "baş" lê bêhêz
û bêcan dibe xeyalek.
Rengvedan û şîkar û dînamîkên
têkiliyê
Qada çareserkirina nakokî û dijberiyên di navbera "xwebûn û
der-xwebûna xwe", "xweza û çand" û "baş û xirab" de
têkiliyên xwebûnê bi yên-din re ye. Nakokî û pevçûnên ku qada derûnî dagir
dikin dê veguherin nakokî û pevçûnên têkiliyî.
Takekes aliyên xwe yên ku di derûniya xwe de nikare têxe nav yekbûnê û
înkar dike li ser yên-din reng û proje dike û mîna ku bi siya xwe şer bike bi
wî re têdikoşe. Ev hewldana derûniyê ye ji bo xilasbûna ji pevçûnê. Di psîkanalîzê
de rengvedana wekxwedîtinê (projective identification) ku ji hêla Melanie Klein
ve hatiye pênasekirin vê rewşê rave dike.
Rengvedan di pozîsyona paranoîd-şîzoîd de mekanîzmayeke derûnî ye. Têgeha
"şîzoîd" nîşanî parçebûna di cihana navxweyî (hundirî) de dide ku
perçeyên ji hev cuda hene. Klein bi taybetî li ser dabeşbûna "baş" û
"xirab" rawestiyaye. Têgeha "paranoîd" bi mekanîzmaya
"rengvedan"ê ve têkildar e ku hin perçeyên ku di derûniyê de ne
yekbûyî ne dê li derxweyî (derve) li ser yên-din bêne rengvedandandin.
Beşa herî girîng a mekanîzmaya rengvedanê di qada têkiliya hebûn û xwebûna
bi yên-din re derdikeve holê. Beşeke cihana navxweyî ya parçebûyî li cihana navxweyî
(hundirî) ya yên-din tê rengvedandandin û bi hin zext û manîpûlasyonên di qada
têkiliyê de tê xwestin ku yên-din bi van re bibe yek.
Girêdana têkiliya rengvedanê
Takekesên ku salên dirêj ji hevjînên xwe gilî dikin lê naxwazin veqetin
mînakek "girêdana têkiliya rengvedanê" ne. Têkiliyeke wisa dişibe takekesê
ku hin organên xwe yên jiyanî di bedena takekesê li hemberê xwe de bi cih
kiriye. Takekesê ku hin organên derûnî an "yekî" ji van organan di cihana
xwe de digire û yên-din dişîne nav cihana derûnî ya yên-din û wan li wir dihêle
di vê têkiliyê de girêdayî ye.
Têkiliyên bi vî rengî carinan bi awayekî ecêb zû û bê-hest diqedin. Gava
mirovên nû yên ku vê erk û fonksiyona yên-din têne dîtin têkiliyên kevn dikarin
bi hêsanî biqedin. Di vir de diyarker ne kesayetî û nasnameya yên-din e lê
taybetmendiya vê cureyê têkiliyê ye. Xwebûn ne bi yên-din ê taybet re girêdayî
ye lê bi "şêwaza têkiliya rengvedanê" re girêdayî ye.
Paqijkirina civakî û rengvedan
Ji bo fêm û têgihîştina tiştên ku em di derûniya takekesî de dişopînin
rêyeke hêsantir ew e ku em van şîkar û dînamîkan di derûniyên mezin ano di
rûdanên civakî de fêm bikin. Yên ku di xwezaya xwe de ‘xwe’ gunehkar dibînin û
di nasname û kesayetiya komê de "şerm, qelsî, sûcdarî, kêmî" weke
ezmûnê dijîn carinan van tiştan li der-xwebûna xwe li yên-din rengvedidin û bi
coş û xiroşên komî tên.
Ev êrîş û kiryarên paqijkirinê herçend weke hewldanên paqijkirina civakî xuya
bikin jî bi rastî hewldanên xilasbûna ji dualîte û nakokiyên derûnî ne. Di
dawiyê de ew dibin lûle û badokên şîdetê ji ber ku birîna siyan parçekirina wan
û xilasbûna ji wan ne gengaz û mimkun e û êrîş û kiryarên paqijkirinê herdem
dîsa û dîsa celad û qurbanan diafirînin.
Geşedan û têkiliya derûnnexweşiyê/psîkopatolojiyê
Şîkar û dînamîkên nezelaliya sînorên di navbera xwebûn û yên-din de û
bandora şîkar û dînamîkên rengvedanî ku yekbûna di kirdewariyê de asteng dikin
rê li ber encamên li ser rewşên nexweşiyê (patolojik) vedikin. Gelek dîdarên
sînorî an psîkotîk ên ku di klînîkê de têne dîtin bi vî rengî têne ravekirin.
Lê di heman demê de ev şîkar û dînamîk di derûniya mirovî de hin erk û fonksiyonên
bingehîn jî hene.
Rengvedan û wekxwedîtin ligel "navxweyîkirin" (introjection) û
"navxweyîkirina wekxwedîtin/yekbûyî" (introjective identification) di
warê taybetmendiyên bingehîn ên ragihandin û têkiliya mirovî de taybetmendiyên
avaker nîşanî me didin. Taybetmendiyên parçebûyî û rengvedanî taybetmendiyên
patolojîk in lê ev pênaseya patolojiyê li gorî normên derûniya mezinan hatiye
kirin. Tiştakî ku di xalekê ya geşedanê de ne norm e dibe ku di xalekê din de
norm û normal be.
Têgehên bingehîn ên geşedanê
Têgeha "xwebûna alîkar" (auxiliary self) ya Sigmund Freud,
"xeyalkirina taybet a dayikê" (maternal reverie) ya Bion û hêmanên
alfa û beta û fonksiyona alfa, "erk û fonksiyonên xwe-heyberê" (self-object
functions) yên Kohut, "yekîtiya dayik-zarok" (mother-infant unit) ya
Winnicott û têgeha "hemahengiya hestî" (affect attunement) ya Stern
di ronahiya van de têkiliyên xwe û yên-din di şîkar û dînamîkên serdema
destpêkê de nikarin li gorî sînorên normaliyê yên cihana mezinan bêne
nirxandin.
Nezelaliyên sînorên di navbera xwe û yên-din de di demên herî destpêkê de û
rewşa ku derûniyên wan mîna dirêjkirina hev in dîroka-pêşî an hişmendî-pêşî ya cihana
kirdektîf e. Ev cihana pir taybet û fantastîk bi mezinbûnê re diqede û cihê xwe
ji hişmendiyeke kartezyenî ya bi sînorên zelal digire lê bi proseya
"paşveçûna avahî" (structural regression) û bi xewn û nîşanan ev cihan
di bingeha derûniyê de berdewam dike.
Têdegirtin û veguherîn
Wisa xuya dike ku di warê patolojiyê de diyarker ne tunekirina vê
dîroka-pêşî ji derûniyê ye an berdewamkirina wê ye lê hebûna avahiyeke ku wê
red nake lê bi wê re têkiliyê didomîne û wê vediguherîne ye. Ev yek me ber bi
têgehên mîna "têdegirtin" (containment) ya Bion û veguherîna hêmanên
beta bo hêmanên alfa û "navxweyîkirina veguherîner" (transmuting
internalization) ya Kohut ve dibe.
Van têgehan nîşanî me didin ku di têkiliya di navbera xwebûn û yên-din de
"hiş", "amûra derûnî" û "xwe" (self) bi
hîbridbûna ku bi tevkariya yên-din çêdibe tê avakirin. Ev hîbridbûn mîna ku di
daran de tê kirin bi "bi-teemandin"ê li ser "dana" avahî çêdibe.
Xwe bi yên-din tê teemkirin.
Bion destnîşan dike ku di serdema destpêka jiyanê de rengvedan hewcedariyek
e û dibêje ku pitik ezmûnên ku nikare bişixulîne li firaqekekê ano li dayikê rengvedide
û li benda wê ye ku ev di wê de bibin hestên mîna yên wî da ku bikaribe wan
hedan û sebat bike û wan veguherîne fêm û têgihîştinê. Tiştê ku pitik ji dayikê
vedigire û navxweyî dike ev proseya fêm û têgihîştinê û watekirinê ye ku Bion
jê re "fêrbûna ji ezmûnê" dibêje.
Kohut hewcedariyên narsîsîstîk ên normatîf ên ku ji hêla xwe-heyberan ve
têne bicihanîn pênase dike û astengiyên di proseya geşedanê de yên têkildarî bicihanîna
van hewcedariyan rave dike. Her ku ev proseya sererastkirinê tê navxweyîkirin
girêdana arkaîk bi xwe-heyberan kêm dibe. Zarok bi "navxweyîkirina
veguherîner" di hîbridbûna xwe-heyber û avahiya xwebûna xwe de li hemberî
şikestinên narsîsîstîk berxwedan û nermbûniyê bi dest dixe.
Hevpêjnî (hevdilî) û nav-kirdektîvîte
Vegerandina tiştên rengvedanî li derûniyê ne weke êrişkar lê weke
"fêrbûnên ji ezmûnê" cihana derûnî ava dike û bingeha ramana sembolîk
û "feraseta li ser ramandinê" datîne. Vegera ji rengvedanên li cihana
navxweyî (hundirî) ya yên-din bi awayekî paradoksîkal feraseta dîtin û
têgihîştina derûniya yên-din dide ji ber ku avabûna kirdewariyê di heman demê
de avabûna nav-kirdewariyê (intersubjectivity) ye.
Kirde êdî yên-din bi rengvedanan dagir nake bi alîkariya hevpêjniya mirovî
û hestên nav-kirdektîf wî ji hundir ve têdigihîje. Di bingeha hevpêjniyê de jî
cureyek rengvedanê heye lê di van rewşan de rengvedan û navxweyîkirin hev du
xwedî dikin. Kirde bi berhevkirina ezmûna xwe hewl dide ezmûna aliyê din têbigihîje.
Hevpêjnî ji "xwendina hiş" (mind-reading) ku bingeha wê
mekanîzmaya rengvedaniyê ye pir cuda ye. Xwendina hiş, êrîş û kiryareke
dagirkirinê ye ku bi rengvedanan tê şekilandin. Kirdeya hevpêjnî berî hertiştî
qebûl dike ku aliyê din xwedî derûniyeke cuda ye û zanibe ku pêngava derûnî ya
ku li wî tê kirin tenê "destpêkek" an "vexwendinek" e.
Di êrîş û kiryarên ku ji rengvedanê pêk tên de meraq tune ye. Yê rengvedanê
dike ji naveroka cihana navxweyî (hundirî) ya yên-din ji tiştên ku di derûniya
wî de diqewimin pir bawer e. Ev baweriya zêde bi hertiştî tê pirsîn û bi hêrsê
tê bersivdan ji ber ku armanca bingehîn a rengvedanê "kontrol" e.
Encam
Kêmkirina çalakiya rengvedanê û derbasbûna ji pozîsyona paranoîd-şîzoîd ber
bi pozîsyona depresîf ve derûniyê bi kûrahî û firehiyeke kirdektîf derdixe
holê. Ev azadî ye. Bi nêrîneke Hegelî ev derketina ji pozîsyona ku
"kontrolker" jî ji hêla "kontrolkirî" ve tê kontrolkirin e.
Bi azadkirina derûniya yên-din kirde azad dibe.
Bîrdoziya derûnkolînerî nîşanî me dide ku têkiliya rastîn bi yên-din re ne
bi dagirkirin û qirkirinê lê bi hevdîtinan çêdibe. Her ku derûnî geş û pêş
dikeve û proseya hişî gihîştî dibe kirdektîvîte sînorên xwe zelal dike. Êdî ber
bi hebûn û xwebûna xwe ve dizîvire li navenda ‘xwe’ kom dibe. Ne hewce ye ku bi
berdewamî ji hundirê xwe bireve an tiştên di hundirê xwe de li derve biavêje.
Xwebûna xwe û tiştên ku ew avêtiye tên ba hev. Cihana wî ya navxweyî (hundirî)
pirjimar e lê di têkiliyê de ye.
Çavkanî
1- Bion,
W.R. "Attacks on Linking" chrome-extension://efaidnbmnnnibpcajpcglclefindmkaj/https://web.english.upenn.edu/~cavitch/pdf-library/Bion_Attacks_on_Linking.pdf
2- International
Journal of Psychoanalysis (IJP) https://pep-web.org/browse/IJP/volumes/46?openNotificationModal=false
3- Fonagy,
P. & Target, M. "Psychoanalytic Theories: Perspectives from
Developmental Psychopathology" https://www.researchgate.net/publication/247801134_Psychoanalytic_Theories_Perspectives_from_Developmental_Psychopathology_By_Peter_Fonagy_Mary_Target
4- University
of Chicago Press https://press.uchicago.edu/ucp/books/book/chicago/R/bo8324789.html
Termên sereke
Xwebûn (self) Beşa hişmend a kesayetiyê ku bi rastiyê re têkiliyê
datîne û di navbera hewcedariyên derûnî û daxwazên civakî de hevsengiyê peyda
dike.
Der-xwebûn (other/non-self) Hemû tiştên li derveyî xwebûnê, ji mirovan
bigire heya tiştên madî ku xwebûn bi wan re têkiliyê datîne.
Heyber (object) Di derûnkolîneriyê (psîkanalîz) de, takekesên an
tiştên ku hestên an daxwazên takekesî li wan tên ragihandin. Bi taybetî di têkiliyên
destpêkê de dayik û bav weke "heyberên sereke" têne dîtin.
Kirdewarî (subjectivity) Rewşa hebûna weke
"kirde"yekî ku dikare bifikire, hîs bike û ezmûn bike.
Nav-kirdewarî (intersubjectivity) Qada hevpar a fêm û têgihîştinê di
navbera du an zêdetir kirdeyên hişmend de.
Rengvedan (projection) Mekanîzmayeke berevanî û parastinê ya derûnî ku tê de
takekes hest, raman an taybetmendiyên xwe yên nexwestî li takekesên din bar
dike/datîne.
Rengvedana wekxwedîtin (projective identification) Mekanîzmayeke
alîkar a rengvedanê ku tê de takekes ne tenê tiştekî li yên-din datîne, lê hewl
dide wan bi wî tiştî re bike yek.
Navxweyîkirin (introjection) Pêvajoya wergirtina taybetmendî,
nirx an ramanên ji derve û kirina wan beşek ji xwebûnê.
Navxweyîkirina wekxwedîtin (introjective identification) Forma pêşketî
ya navxweyîkirinê ku tê de takekes bi taybetmendiyên takekesê din re bi tevahî
yek dibe.
Navxweyîkirina veguherîner (transmuting internalization) Pêvajoya ku
Kohut pênase kiriye ku tê de zarok erk û fonksiyonên xwe-heyberê bi awayekî ku veguherîne
derbas dike nav avahiya hebûn û xwebûna xwe.
Pozîsyona paranoîd-Şîzoîd Rewşa destpêkê ya geşedana derûnî
ya ku Klein pênase kiriye ku bi parçebûn û rengvedanê tê naskirin.
Pozîsyona depresîf Qonaxa pêşketîtir a geşedanê ku tê de zarok dest bi
nas kirina yekîtiya heyberê dike û hestên sûcdariyê derdixin.
Paşveçûna avahiyê/sazkirinê (structural regression) Vegerandina
di bin rewşên stres de ber bi qonaxên berê yên geşedanê.
Xwebûna alîkar (auxiliary self) Têgeha Freud a ji bo erk û
fonksiyona dayikê di alîkariya avabûna xwebûna zarokî de.
Xeyalkirina taybet a dayikê (maternal reverie) Têgeha Bion
a ji bo qabiliyeta dayikê ya li ser ezmûnên zarokî bifikire û wan veguherîne.
Erkên xwe-heyberê (self-object functions) Têgeha Kohut a ji bo erk û fonksiyonên
ku yên-din di geşedana û parastina xwe-baweriyê de dibin.
Yekîtiya dayik-zarok (mother-infant unit) Têgeha Winnicott a ji bo yekîtiya
derûnî ya destpêkê di navbera dayik û zarokê de.
Hemahengiya hestî (affect attunement) Têgeha Stern a ji bo qabiliyeta
dayikê ya ku hestên zarokê nas bike û li wan bersiv bide.
Têdegirtin (containment) Têgeha Bion a ji bo erk û fonksiyona
dayikê ya hilgirtina û veguherîna ezmûnên dijwar ên zarokî.
Hêmanên alfa û beta Têgehên Bion ên ji bo cûdahiya di navbera ezmûnên xam
(beta) û yên hatine veguhertin (alfa) de.
Erk û fonksiyona alfa Pêvajoya veguherîna ezmûnên xam bo formên ku dikarin
bêne ramankirin û hizkirin.
Feraseta li ser ramandinê (reflective thinking) Qabiliyeta
ramankirinê li ser fikr û ramanên xwe û yên-din.
Hevdilî (Empathy) Qabiliyeta têgihîştina û hevparkirina hestên yên-din.
Xwendina hiş (mind-reading) Hewldana kontrolkirina an
pêşbînîkirina ramanên yên-din, bi cûdahî ji hevpêjniya rastîn.
Girêdana têkiliya rengvedanê Rewşa têkiliyê ya ku takekes bi
mekanîzmaya rengvedanê bi yên-din ve girêdayî ye.
Valakirin Rewşa ku Bion pênase kiriye ku tê de rengvedan bibe
amûrek ji bo valkirina derûniyê.
Lûle û badoka tund Rewşa ku derûnî ketiye çerxa xirab a êrişan û rengvedanê.
Dualîte û dilema Ev têgeh nîşanî rewşa ku mirov di navbera du hêzan an
daxwazan de maye dide ku nikarin bi hev re bijîn. Di bîrdoziya derûnkolînerî de
ev dualîte di sê astên sereke de xuya dibe: Xwebûn/der-xwebûn, xweza/çand,
baş/xirab.
Yekbûn (integration) Armanca bingehîn a geşedana derûnî ye ku tê de aliyên
cuda yên kesayetiyê tên xistin nav harmoniyekê. Ev ne tenê yekbûna navxweyî (hundirî)
ye, lê yekbûna bi cihana derxweyî (derve) re jî ye.
Parçebûn (splitting) Mekanîzmayeke berevanî û parastinê ya destpêkê ku tê
de ezmûn tê dabeş kirin bo beşên "baş" û "xirab" da ku
kêşeya dilgiranbûnê kêm bibe.
Têgihiştin Cudahiya bingehîn di navbera mekanîzmayên rengvedanê
(ku armanca wan kontrole) û hevdiliya rastîn (ku armanca wê têgihîştine) de.
Comments
Post a Comment