Destpêk
Di warê derûnnasiyê
(psychology) de, têgeha "nihiçk"ê (drive) roleke girîng dilîze di fêm
û têgihiştina tevger, reftar, handan û motîvasyona mirov û ajalan de. Nihiçk weke
hêzeke navxweyî (hundurîn) tê pênase kirin ku organîzmayê ber bi çalakiyeke
taybet ve dajo. Ev mekanîzmayeke motîvasyonê ya bingehîn e ku di parastina
hevsengiya fîzyolojîk û derûnî de roleke sereke dilîze.
Cûreyên Nihiçkan
Di derûnnasiyê de, gelek cûreyên nihiçkan hene ku dikarin di çend kategoriyên sereke de bên dabeşkirin. Ji wan nihiçkên yekemane (primary drive) hene ku ji bo jiyîna organîzmayê pêwîst in û bi giştî bi hewcedariyên fîzyolojîk ve girêdayî ne. Weke mînak, nihiçka birçîbûnê (hunger drive), nihiçka tîbûnê (thirst drive) û nihiçka xewê (sleep drive) di vê kategoriyê de cih digirin. Di heman demê de, nihiçkên duyemane (secondary drive) jî hene ku bi rêya fêrbûnê peyda dibin û bi nihiçkên yekemane ve girêdayî ne. Nihiçka serkeftinê (achievement drive), nihiçka civakî (social drive) û nihiçka qezenckirinê (acquisition drive) mînakên vê koma duyem in.
Ji aliyê din ve, nihiçk
dikarin weke ajelî (animal drive) û mirovî (human drive) jî bên dabeşkirin.
Nihiçkên ajelî di hemû organîzmayên zindî de hene û bi giştî ji bo mayîna li
jiyanê pêwîst in. Nihiçka zayendî (sex drive), nihiçka berevaniyê (defense
drive) û nihiçka êrîşkar (aggressive drive) di vê kategoriyê de ne. Nihiçkên
mirovî bi taybetî di mirovan de tên dîtin û bi geşedana hişmendî û civakî ve
girêdayî ne. Nihiçka lêgeranî (exploratory drive), pildanên ramanê (thought impulses)
û nihiçka xwe-derbirînê (self-expression drive) mînakên vê komê ne.
Dahûrîna Nihiçkên Taybet
Nihiçka
Birçîbûnê
Nihiçka birçîbûnê yek ji nihiçkên herî bingehîn e ku di hemû organîzmayan de tê dîtin. Ev nihiçk ji bo bidestxistina xwarinê û parastina hevsengiya enerjiyê di laşê mirovan û ajalan de girîng e. Lêkolînan nîşanî me daye ku birçîbûn dikare bandoreke mezin li ser tevger, reftar, handan, biryardan û heta hişmendiyê bike.
Di lêkolînên zanistî de
hatiye dîtin ku birçîbûn bi gelek mekanîzmayên fîzyolojîk ve girêdayî ye.
Hormonên weke ghrelin û leptin di kontrolkirina hesta birçîbûnê de roleke
girîng dilîzin. Ghrelin ku ji mîdeyê tê derxistin, hesta birçîbûnê zêde dike,
di heman demê de leptin ku ji xaneyên derdorê tê derxistin, hesta têrbûnê dide.
Lêkolîna Kaplan û hevkaran di sala 2016an de nîşanî me daye ku birçîbûn dikare
bandorê li ser biryardanê bike; mirovên birçî bêtir meyla biryarên demkurtî
dikin û kêmtir li encamên demdirêjî difikirin.
Nihiçka
Zayendî
Nihiçka zayendî ku ji bo berdewamiya nifşan pêwîst e, yek ji hêzên herî bihêz e ku tevger û reftara mirov û ajalan diyar dike. Di derûnnasiya modern de, nemaze di bîrdoziyên Freud de, rola vê nihiçkê di geşedana kesayetiyê de hatiye berçavkirin. Lêkolînên nûjen nîşanî me didin ku nihiçka zayendî ne tenê ji bo zêdebûnê ye, lê herwiha di pêwendiyên civakî û tendirustiya derûnî de jî roleke girîng dilîze. Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Diamond (2013) ve hatiye kirin, çalakiya zayendî dikare stresê kêm bike, xewa çêtir bike û pergala berevaniyê xurt bike.
Herwiha, ferq û cudahiyên
çandî di derbirîn û rêvebirina nihiçka zayendî de hatine dîtin. Lêkolîna ku ji
aliyê Schmitt û hevkaran (2003) ve li ser 52 welatan hatiye kirin, nîşanî me
dide ku çawa norm û nirxên çandî dikarin bandorê li ser derbirîna vê nihiçkê
bikin. Ev lêkolîn destnîşan dike ku cihêrengiya çandî di vî warî de pir girîng
e û divê di nirxandinên pêwendîdar de were berçavkirin.
Nihiçka
Lêgeranî
Nihiçka lêgeranî bi taybetî di mirovan de pêşketî ye û rê li ber geşedanên zanistî û teknolojîk vedike. Ev nihiçk dibe sedema ku mirov li tiştên nû bigerin, pirsan bikin û hewl bidin ku cihana dora xwe fêm bikin. Berlyne (1960) di xebatên xwe de bal kişandiye ser girîngiya nihiçka lêgeranî di geşedana zanînê de. Wî pêşniyar kir ku mirov bi xwezayî meyla wan heye ku li tiştên nû û balkêş bigerin û ev yek bingeha fêrbûn û geşedana zanistî ye.
Lêkolînên nû yên di warê
noronnasiyê (neuroscience) de nîşanî me didin ku nihiçka lêgeranî bi pergalên
xelata mejî ve girêdayî ye. Dema ku em tiştekî nû kişf dikin, mejiyê me
dopamînê berdide ku hesteke xweş û motîvasyonê dide me (Gruber û hevkarên xwe,
2014). Ev têkilî nîşanî me dide ku lêgeranî û kişfkirin ne tenê di warê zanistî
de girîng in, lê herwiha ji bo saxlemî û tendirustiya derûnî jî xwedî nirxeke
mezin in.
Pildanên
Ramanê
Pildanên ramanê ku di mirovan de pir pêşketî ne, rê li ber afirandin û çareserkirina arîşe û pirsgirêkan vedikin. Ev pildan (nihiçk) di pêvajoya biryardanê de roleke girîng dilîzin û di geşedana çand û civakê de xwedî bandoreke mezin in. Lêkolînên di warê zanista venasînî (cognitive science) de nîşanî me didin ku pildan û nihiçkên ramanê bi gelek beşên mejî ve têkildar in, bi taybetî korteksa pêşîn (prefrontal cortex) ku ji bo plansazî û kontrola tevger û reftarê berpirsiyar e (Miller & Cohen, 2001).
Xebatên li ser xweguhertina
mejî (neuroplasticity) nîşanî me didin ku çawa nihiçkên ramanê dikarin strûkturên
mejî biguherin. Bo nimûne, lêkolînek li ser kişikarên pispor nîşan daye ku
tevlêbûna domdar a di çalakiyên ramanî yên aloz û kompleks de dikare guhertinan
di strûkturên mejî de çêke (Hänggi û hevkarên xwe, 2014). Ev veguhertin
destnîşan dikin ku mejî dikare xwe li gorî çalakiyên me yên hişmendî saz bike û
pêşve bibe.
Nihiçka
Berevaniyê
Nihiçka berevaniyê di hemû organîzmayan de heye û ji bo mayîna li jiyanê pir girîng e. Ev nihiçk dibe sedema ku organîzma li hemberî tehdîdên potansiyelê bertek û reaksiyonê nîşan bide. Di mirov de, nihiçka berevaniyê dikare xwe bi gelek awayan nîşanî me bide, ji bertek û reaksiyonên fîzîkî yên weke zêdebûna lêdana dilî û xwêdanê bigire heta bertek û reaksiyonên derûnî yên weke xemgînî û hêrsê.
Lêkolînên di warê norozindeweriyê
(neurobiology) de nîşanî me didin ku nihiçka berevaniyê bi beşa amîgdala ya
mejî ve têkildar e ku ji bo naskirina tehdîdan û kontrolkirina bertek û reaksiyonên
hestyarî (emosyonel) berpirsiyar e (LeDoux, 2003). Ev beş di pêvajoya bertekan
de roleke girîng dilîze û yekser bandorê li ser çawa em hest dikin û tevdigerin
dike gava ku em di rewşeke tehdîdkar de ne.
Nihiçka
Êrîşkar
Nihiçka êrîşkar, tevî ku dikare bandorên neyînî li ser civakê bike, di heman demê de dikare di hin rewşan de ji bo berevanî û parastina xwe an jî bidestxistina çavkaniyan girîng be. Lorenz (1966) di xebatên xwe yên klasîk de pêşniyar kir ku êrîşkarî dikare erk û fonksiyoneke adaptîf hebe di nav komên ajelan de, weke mînak di diyarkirina hiyerarşiyê de.
Lêkolînên nûjen balê
dikşînin ser rola hormonên weke testosteron û serotonîn di nihiçka êrîşkar de.
Asta bilind a testosteronê bi zêdebûna tevger û reftarên êrîşkar ve têkildar e,
di heman demê de kêmbûna serotonînê jî dikare bibe sedema zêdebûna êrîşkariyê
(Rosell & Siever, 2015). Ev lêkolîn destnîşan dikin ku hêmanên zindewerî (biyolojîk)
û hêmanên çandî û civakî bi hev re bandorê li ser vê nihiçkê dikin.
Bîrdoziyên Derbarê Nihiçkan
Di dîroka derûnnasiyê de, gelek teorîsyen li ser rola nihiçkan di tevger, reftar, handan û motîvasyonê de rawestiyane. Sigmund Freud di bîrdoziya xwe ya derûnkolînerî (psychoanalytic) de, giringiyeke mezin dide nihiçkên zayendî û êrîşkar. Li gorî Freud, ev du nihiçk bingeha hemû tevger û reftarên mirovî ne û dikarin di navbera xwe de nakokiyan çêkin. Ev bîrdozî ji bo demeke dirêj di warê derûnnasiyê de serdest bû û bandoreke mezin li ser fêm û têgihiştina me ya ji nihiçkan kir.
Abraham Maslow di pîramîda pêdiviyên xwe de, nihiçkan li gorî girîngiya wan ji bo jiyîn û geşedana takekesî rêz dike. Li gorî vê bîrdoziyê, divê pêşî pêdiviyên bingehîn (weke xwarin û ewlehî) bên bicihanîn, beriya ku mirov bikaribin li pêdiviyên bilindtir (weke xwe-pêkanîn) bigerin. Ev hiyerarşî nîşanî me dide ku nihiçkên cûda di demên cûda de dikarin sereke bin û ew bi hev re tevger û reftarê diyar dikin.
Clark Hull di bîrdoziya xwe ya "kêmkirina nihiçkê" (drive reduction) de, pêşniyar dike ku hemû tevger û reftar ji bo kêmkirina nihiçkan e. Li gorî vê bîrdoziyê, nihiçk rewşeke neyînî ya fîzyolojîk an derûnî ye ku organîzma hewl dide wê kêm bike. Ev bîrdozî bi taybetî ji bo fêm û têgihiştina nihiçkên yekemane (primary drives) sûdmend e, lê di rave û şîrovekirina nihiçkên duyemane (secondary drives) de kêmasiyên wê hene.
Henry Murray konsepata "pêdivî"yê (need) pêşxist ku bi nihiçkan re têkildar e lê bêtir li ser aliyên derûnî û civakî yên handan û motîvasyonê disekine. Murray 20 pêdiviyên bingehîn destnîşan kir ku di nav wan de pêdiviya serkeftinê, girêdanê û serweriyê hene. Ev fêm û têgihiştineke berfirehtir a nihiçkan pêşkêş dike û destnîşan dike ku ne tenê hewcedariyên fîzyolojîk, lêbelê hewcedariyên derûnî û civakî jî dikarin weke nihiçk tev bigerin.
David McClelland li ser sê nihiçkên sereke yên mirovî fokus kir: nihiçka serkeftinê, nihiçka girêdanê û nihiçka hêzê. Li gorî McClelland, her takekes xwedî kombinasyoneke cihê ya van nihiçkan e, û ev yek bandorê li ser tevger û biryarên wan dike. Ev bîrdozî bi taybetî di têgihiştina motîvasyona di warê kar de sûdmend bûye.
Edward Deci û Richard Ryan
di bîrdoziya xwe ya "Xwe-Biryardanê" (Self-Determination) de, bal
kişandin ser girîngiya sê pêdiviyên bingehîn ên derûnî: Xweserî, kompetens û
têkildarî. Li gorî vê bîrdoziyê, dema ku ev pêdivî têne bicihanîn, handana
navxweyî (motîvasyona hundurîn) û tendirustiya derûnî baştir dibe. Ev bîrdozî
destnîşan dike ku han û motîvasyona çêtirîn ne ji derxweyî mirov tê, lêbelê ji
nav xweda dirize.
Bandora Nihiçkan li ser Perwerdehiyê
Fêm û têgihiştina nihiçkan dikare di warê perwerdehiyê de jî pir bi kêr were. Mamoste û perwerdeker dikarin van zanînên derbarê nihiçkan de bikar bînin da ku hawirdorên fêrbûnê yên baştir biafirînin û motîvasyona xwendekaran zêde bikin. Bo nimûne, bi têgihiştina nihiçka lêgeranî, mamoste dikarin xwendekaran han û teşwîqî lêkolîn û kişfkirina mijarên nû bikin. Projeyên ku azadiya hilbijartinê didin xwendekaran dikarin vê nihiçkê bihêz bikin.
Nihiçka serkeftinê jî di perwerdehiyê de xwedî roleke girîng e. Danîna armancên guncaw û pêşkêşkirina pêşveçûnê dikare vê nihiçkê bihêz bike. Dema ku xwendekar hest dikin ku ew pêş dikevin û bi ser dikevin, ew bêtir han û motîve dibin ku bixwînin. Herwiha, bi fêm û têgihiştina nihiçka civakî, mamoste dikarin projeyên hevpar û fêrbûna kooperatîf pêşve bibin. Ev dikare bibe alîkar ku xwendekar hem hevkariyê bikin û hem jî ji hev fêr bibin.
Nihiçkên ramanê jî dikarin
di perwerdehiyê de werin bikaranîn. Pêşkêşkirina kêşe û pirsgirêkên vekirî û
teşwîqkirina raman û fikirîna rexneyî dikare van nihiçkan bihêz bike. Ev dikare
bibe alîkar ku xwendekar bêtir bi kûrahî li ser mijaran bifikirin. Di heman
demê de, dayîna derfetên ku xwendekar bikaribin xwe bi awayên cihê îfade bikin
(weke nivîsandin, axaftin, huner) dikare nihiçka xwe-îfadekirinê bikar bîne û
pêşve bibe. Ev stratejî dikarin bêtir hêsanî di fêrbûnê de çêkin û encamên baştir
bidin.
Nihiçk di Warê Tendirustiyê de
Têgihiştina nihiçkan ne tenê ji bo derûnnasî û perwerdehiyê, lê herwiha ji bo saxlemî û tendirustiyê jî girîng e. Têgihiştina nihiçka xwarinê dikare di tedawiya arîşe û pirsgirêkên xwarinê de alîkar be. Xebatên li ser obezîteyê û anoreksiyayê balê dikşînin ser girîngiya têgihiştina vê nihiçkê. Herwiha, di tendirustiya zayendî de, têgihiştina nihiçka zayendî dikare bibe alîkar di tedawiya girîft û pirsgirêkên zayendî de û herwiha di perwerdehiya zayendî ya tendirust de.
Nihiçka stresê (stress drive) gelek caran weke nihiçkeke neyînî tê dîtin, lê têgihiştina wê dikare bibe alîkar di rêvebirina stresê û pêşîlêgirtina arîşe û pirsgirêkên tendirustiya derûnî de. Lêkolînan nîşan dane ku asta guncaw a stresê dikare erênî be û motîvasyonê pêş bixe, lê stresa zêde dikare bibe sedema gelemşe û pirsgirêkên cidî yên saxlemî û tendirustiyê. Fêm û têgihiştina vê hevsengiyê dikare alîkariya me bike ku em jiyaneke tendirustir bijîn.
Nihiçka xewê (sleep drive)
jî roleke girîng di tendirustiyê de dilîze. Fêm û têgihiştina vê nihiçkê dikare
di çareserkirina kêşe û pirsgirêkên xewê de û di geşedana xeweke baş de bibe
alîkar. Lêkolînan nîşanî me dane ku xewa baş bandoreke erênî li ser saxlemî û tendirustiya
fîzîkî û derûnî dike û têgihiştina vê nihiçkê dikare bibe alîkar ku em
stratejiyên baştir ji bo xewê pêş bixin.
Encam
Nihiçk, weke hêzên bingehîn ên han û motîvasyonê, di têgihiştina tevger û geşedana mirov û ajalan de xwedî roleke girîng in. Ji nihiçkên yekemane yên weke birçîbûn û tîbûnê bigire heta nihiçkên paşîn ên weke lêgeranî û ramanê, ev hêz bi awayekî berfireh tevger û biryarên me diyar dikin. Lêkolînên li ser nihiçkan ne tenê ji bo têgihiştina tevger û reftarên takekesan, lê herwiha ji bo têgihiştina şîkar û dînamîkên civakî û çandî jî girîng in. Di warên weke perwerdehî, tendirustî û rêvebiriya kar de, têgihiştina nihiçkan dikare bibe alîkar di afirandina stratejiyên baştir û berhemdar de.
Di siberojê de, lêkolînên berfirehtir li ser vê mijarê dikarin alîkariya me bikin ku em baştir fêm bikin ka çawa em dikarin van nihiçkan bi awayekî erênî bikar bînin da ku civakeke baştir û bextewartir ava bikin. Herwiha, geşedanên di warê noronnasiyê (neuroscience) de dikarin perspektîfên nû li ser bingehên zindewerî (biyolojîk) yên nihiçkan pêşkêş bikin.
Weke encam, nihiçk ne tenê
konsepteke derûnî ne, lêbelê beşeke bingehîn a hebûna me ne ku bandorê li ser
hemû aliyên jiyana me dikin. Fêm û têgihiştina wan dikare rê li ber têgihiştina
kûrtir a xwe û yên din veke, û bibe alîkar di afirandina jiyaneke bêtir bi
armanc û têr de.
Çavkanî
- Hull,
C. L. (1943). Principles of behavior: An introduction to behavior theory.
New York: Appleton-Century-Crofts.
- Maslow,
A. H. (1954). Motivation and personality. New York: Harper & Row.
- Murray,
H. A. (1938). Explorations in personality. New York: Oxford University
Press.
- Freud,
S. (1920). Beyond the pleasure principle. SE, 18: 1-64.
- Berridge,
K. C. (2004). Motivation concepts in behavioral neuroscience. Physiology
& Behavior, 81(2), 179-209.
- Diamond,
L. M. (2013). Sexuality and attachment in intimate relationships. Human
Development, 56(1), 37-60.
- Schmitt,
D. P., û hevkarên xwe (2003). Universal sex differences in the desire for
sexual variety: Tests from 52 nations, 6 continents, and 13 islands.
Journal of Personality and Social Psychology, 85(1), 85-104.
- Berlyne,
D. E. (1960). Conflict, arousal, and curiosity. New York: McGraw-Hill.
- Gruber,
M. J., Gelman, B. D., & Ranganath, C. (2014). States of curiosity
modulate hippocampus-dependent learning via the dopaminergic circuit.
Neuron, 84(2), 486-496.
- Miller,
E. K., & Cohen, J. D. (2001). An integrative theory of prefrontal
cortex function. Annual Review of Neuroscience, 24(1), 167-202.
- Hänggi,
J., Brütsch, K., Siegel, A. M., & Jäncke, L. (2014). The architecture
of the chess players brain. Neuropsychologia, 62, 152-162.
Têrmên
sereke
Nihiçka birçîbûnê (hunger drive): Hêza navxweyî (hundurîn) ya ku organîzmayê ber bi lêgerîna xwarinê ve dajo.
Nihiçka tîbûnê (thirst drive): Nihiçka fîzyolojîk a ku ji bo vexwarina avê û parastina hevsengiya şilementiyê di laş de han û motîve dike.
Nihiçka xewê (sleep drive): Nihiçka ku mirov û ajalan ber bi xewê ve dibe û bi xurtbûna wê re têra xwe razanê pêwîst dike.
Nihiçka serkeftinê (achievement drive): Meyla ku mirov hewl didin di jiyana xwe de serkeftin û pêşketinê bi dest bixin.
Nihiçka civakî (social drive): Hewcedariyeke navxweyî (hundurîn) ya ku pêwendî û têkiliyên bi takekesên din re bên avakirin.
Nihiçka qezenckirinê (acquisition drive): Meyla mirov a ku mal, pere û nirxên madî kom bike.
Nihiçka zayendî (sex drive): Hêza biyo-derûnî ya ku tevger û reftarên zayendî pêşve dibe û ji bo berdewamî û zêdekirina nifşan girîng e.
Nihiçka berevaniyê (defense drive): Nihiçka ku organîzmayê dajo ku xwe li hemberî tehdîdan biparêze.
Nihiçka êrîşkar (aggressive drive): Meyla ku bi awayekî hostane li hemberî takekesên din an jî rewşan bertekê nîşanî me bide.
Nihiçka lêgeranî (exploratory drive): Meyla mirovan a ku tiştên nû kişf bikin, li agahiyên nû bigerin û cihana xwe nas bikin.
Nihiçka xwe-derbirînê (self-expression drive): Meyla mirov a ku fikir, hest û ramanan bi takekesên din re parve bike.
Pildanên ramanê (thought impulses): Prosesên hişmendî ku rê li ber çareserkirina arîşe û pirsgirêkan û afirandinê vedikin.
Nihiçka stresê
(stress drive): Bertek û reaksiyonên laş li hemberî veguherîn û
dijwariyan ku dikare hem neyînî hem erênî be.
Ghrelin: Hormonek e ku ji mîdeyê tê derxistin û hesta birçîbûnê zêde dike.
Leptin: Hormonek e ku ji xaneyên hawirdor tê derxistin û hesta têrbûnê dide.
Dopamîn: Norotransmîterek e ku bi xelat û kêfê re têkildar e, rola wê ya girîng di nihiçka lêgeranî de heye.
Testosteron: Hormonek e ku bi nihiçka zayendî û tevger û reftarên êrîşkar ve têkildar e.
Serotonîn: Norotransmîterek e ku bandoreke mezin li ser xemgînî, xew û xwarina mirov dike.
Korteksa pêşîn (prefrontal cortex): Beşa mejî ya ku ji bo plansazî, biryardan û kontrola tevgerê berpirsiyar e.
Amîgdala: Beşa mejî ya ku ji bo naskirina tehdîdan û kontrolkirina bertekên hestyarî (reaksiyonên emosyonel) berpirsiyar e.
Hîpotalamûs:
Beşa navendî ya mejî ku di rêvebirina gelek nihiçkên bingehîn de (yên weke
birçîbûn, tîbûn, û nihiçka zayendî) roleke girîng dilîze.
Bîrdoziya derûnkolînerî (psychoanalytic theory): Bîrdoziya Freud ku giringiyê dide nihiçkên zayendî û êrîşkar di rêvebirina tevger û reftarê de.
Pîramîda pêdiviyên maslow (maslow's hierarchy of needs): Modelek e ku pêdiviyên mirov li gorî girîngiya wan ji bo jiyîn û geşedanê rêz dike.
Bîrdoziya kêmkirina nihiçkê (drive reduction theory): Bîrdoziya Clark Hull ku pêşniyar dike hemû tevger û reftar ji bo kêmkirina nihiçkan e.
Bîrdoziya pêdiviyên Murray (Murray's need theory): Bîrdoziya ku 20 pêdiviyên bingehîn destnîşan dike ku bandorê li ser tevger û motîvasyona mirov dikin.
Bîrdoziya sê nihiçkên McClelland (McClelland's three needs theory): Bîrdoziya ku balê dikşîne ser sê nihiçkên sereke: Nihiçka serkeftinê, nihiçka girêdanê û nihiçka hêzê.
Bîrdoziya xwe-biryardanê (self-determination theory): Bîrdoziya Deci û Ryan ku girîngiyê dide sê pêdiviyên bingehîn: Xweserî, kompetens û têkildarî.
Comments
Post a Comment